Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 13-12-2006, 04:53 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanın başkenti
Mesaj: 7,752
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 192000
Rep Puanı : 9256508
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Exclamation Mehabad(1946)


Komara KURDISTAN YA Mehabad(1946)




Di sala 1945´an de li bajarê Mahabadê rêxistineke bi navê Komela Jiyana Kurd hat sazkirin. Di binê xebata vê rexistinê vê rexistinê de di sala 1945 an de bi serokatiya Qazî Mihemmed Partiya Demokrata Kurdistan hate damezirandin. Seroke partiyê Qazi Mihemed, 22.01.1946´an de li meydana Carcirayê komara Kurdi îlan dike.





Qazî Mihemmed wê rojê di axaftina xwe de hem behsa alikariya Sovyete ya matdî û manewî dike hem jî dostî û pewendiyen gele Azerbegcanê tîne ziman. Di 11.02.1946´an de parlementeren komarê sond dixun û dest bi karê xwe dikin. Di 23.04.1946´an de dostiya gelê Kurd gelê Azerbegcanê tê erêkirin. Di nava hukumeta Kurdi ya ciwan û nû de cawa mêran cih girtibun jinana ji wisa cihe xwe girtibun.

Komara demokratika Kurdistan ji kûr heya kûderê

Mihabad, navenda herêma Mukriyan e. Herêma Mûkriyan û navenda wê bajar Mihabadê herçend di coxrafya Kurdistanê de ciheki biçûk bin ji, lê di dergûşa xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên mezin perwerandine. Mihabad ji ber gelek bûyerên siyasi, ferhengi û mêjûyi di diroka serhildan û azadixwaziya netewa Kurd de xwedi ciheki taybetiye. Bi taybet di warê xebata ramyari de gelê herêma Mûkriyan xwedi kedek diroki ne.


Zivistana sala 1946’an e. Ev zêdetir ji mehekêye ku karbidestên HDK(Hizbi Dimokrati Kurdistan) bi hevkariya tevaya gelê herêmê ji bo kareki diroki mıjûli amadekariyên berfirehin. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û Urmiyê bigire heya Seqiz, Bane, Sine, Kirmaşan û İlam Kurd bûne mêvanên bajarê Mihabadê. Ji bona wê ji şêniya(nifosa) bajar di van rojan de pir zêde bûye û malên hemû xelkê Mihabadê di van rojan de xwedi mêvanin. Heya roja iro xelkê bajarê Mihabadê evqas mêvan dı nava xwe de neditine.


Di roja 26’ê Kanuna duyan ya sala 1946’an de ala Kurdistanê bi merasimek teji heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat bilindkirin.


İro 22ê Çileya sala 1946’an e. Herçend zivistan û hewa sare ji, lê tava rojê, germi û bedewiya vê roja piroz zêdetir kiriye. Reng û rûyê bajar hatiye guherandin û di rûyê herkesi de ken û şadi tê ditin. Ji zarokê heft sali bigire heya kalê heftê sali tev dizanin ku iro yê tişteki giring di Kurdistanê de biqewime. Gel hêdi-hêdi li her dera bajar ber bi meydana Çiwar Çira(1) dimeşin.
Li her dera bajêr alên Kurdistanê tên ditin û hatine hildan. Ala Kurdistanê bi sê rengên şin, spi û sor ku bi gule genim û şûrekê li ser di nivekê de hatiye çêkirin, bala herkesi dikişine ser xwe. Herkes bi rengeki rengên alê, gula genim û şûra li ser ala Kurdistanê ji xwe re şirove dikin.
Bi hezaran kes di qada Çiwar Çira da li benda destpêkirina merasima şahiyê ne. Di vê dema çaveraniya gel de, pêşewayê mezin Qazi Mihemed hêdi-hêdi ber bi cihê xwe yê taybet dimeşe. Li dora wi gelek kesayetiyên navdar pêre dimeşin: Nemir Mela Mistefa Barzani, Haci Baba Şêx, Qedribegê Diyarbekiri, helbestvanên milli Hêmin û Hejar Mûkriyani, Sidiq Heyderi, Menaf Kerimi, Se’id Xan Homayun, gelek kesayetiyên nasandi li herêma Mûkriyan û hemû serok êl û eşiretên Kurd tev bi şahiyek bêdawi û bi hurmetek mezin rû bi rûyê gelê xwe disekinin. Derdora bilindahiya ku ji bo axaftın û sekinandina pêşewa Qazi Mihemed, hatiye durist kirin, bi ala sê renga Kurdistanê hatiye xemlandin.


Pêşewayê Kurd bi wi rûyê xwe yê norani bi ken û tewazu’ek bênimune diçe ser bilindahiyê û pişti ku bi dûr û dirêji li ser coxrafiya û diroka Kurdistan û mezlumyeta gelê Kurd di hemû pêvajoyên dirokê de, diaxive bi dengeki bilind û bi hissek teji hest û evin wiha dibêje:
‘’ Emin be Xuda, be kelami ezimi Xuda, be niştiman, be şerafeti milli Kurd, be alay muqedesi Kurdistan siwênd dexûm ke ta axir henasey giyanim û rijandini axirin qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtini serbexweyi w berzkirdinewey alay Kurdistan da têbikuşim û nisbet be cimuhri Kurdistan û yekiti geli Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefdar bimênim.’’(2)


Di tona dengê wi de baweri, evin û paqiji tê bihistin. Dengê wi yê bi selabet û şahiya ku di rûyê wi de tê ditin, hêsirê çavên gelek kesan tinin xwarê.


Pirejinek 70 sali bi kelegiri dibêje:’’ Oxeş, nemirim û min dewleta Kurdistanê ji dit. Ax û hezar car ax ku kurê min şehid bû û ev roja muqedes nedit, xweziya kurê min niha sax bûya, lê ew ji şehidê vê dozê bû û xwina wi vala neçû…’’


Pişti wê Mihemed Husên Sêyfi Qazi diçe ser dikê û Qazi Mihemed weke serokkomarê Kurdistanê bi gel dide nasandin


Çepik û hawara dengê şahiya gel digehije esmanan. Ji nava dengê şahiya gel ken, giri û tilili tên bihistin.


Di diroka Kurdistanê de herçend beriya vê bûyera piroz komara Ararat bi serokatiya Ehsan Nûri Paşa li Agiriyê(bakurê Kurdistan) û komara Kurdistana Sor li Qefqaziya(paytexta wê Laçin) ji, ji aliyê Kurdan ve pêkhatibûn, lê komara Kurdistan li rojhilatê Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên cuda bû.


Wê rojê Mihabad wek paytexta komara Kurdistan hat ilankirin.

Zemineya ji bo pêkhatina komara Kurdistan demek dirêj bû ku hatibû darijandin.
Di sala 1937’an de çend rewşenbîrên herêma Mûkiriyan li dora hev kom bûn û komela (Jiyanewey Kurd) damezirandin û di demek kêm de gelek mirovên ji malbatên mezin û di nava gel de bi hurmet, bûn endamên (J.K). Ji wan Ebdulrehman Zebihi, Mihemed Naniwazade, Qasim Qadiri, Mihemed Yaho, Husên Firoher, Mela Ebdullah Dawudi, Qadir Muderisi, Ebdulrehman İmami Eqdem, Ebdulrehman Kiyani, Sidiq Heyderi Faroqi, Hamid Mazuçi, Eli Mehmudi, Mıhemed Selimi, Mihemed Şahpesendi, Mihemed Eshabi, Necmedin Tuhidi û piştre Qazî Mihemed jî bi navê nihînîyê –kod- (Bînayî) bû endamê (J.K) û bi hatina Qazî Mihemed ya di nava vê rixistinê de gelê herêmê bi dilgerimiyek zêdetir, di çalakîyên siyasî de beşdarîkirin. Herwiha ji başûrê Kurdistanê Mirhac û Mistefa Xoşnaw ji di yekemin civina damezrandina (K.J) Kurd de amedebûn. Dûroşma (J.K) serxwebûna Kurdistana mezin bû û hertim li ser bergê kovara Niştiman (organa fêrmiya J.K) dinivisandin: Biji Kurd û Kurdistani gewre.


Di pênc salên desthilatdariya herêmek giring ji axa rojhilatê Kurdistanê (ji dawiya 1941’an heya dawiya 1946’an) çi bi fêrmî an jî ne bi fêrmî di destê kurdan de bû û tenê di van pênc salan de berdevkê resmiyê gelê Kurd hem li hemû herêmê û hem jî di têkelîyên bi derve re pêşewa Qazî Mihemed bû. Komela J.K di temenê çend sal xebata xwe de di nava gelê Kurd de cihek berfireh ji bona xwe vekir û bi çalakîyên xwe yên hemû ali rewşenbîriya siyasî- civakî di nava gel de pêşxist. Di nava vê rêxistinê de Kurdên her çar perçên Kurdistanê dikarin bibin endam, lê bi merceki ku bi çi awayan xiyanetê li doza xwe neken û her kesê ku di destpêkê de dibû endamê JK ji li ber çavgirtina 6 xalên jêr sê caran bi Qûranê sond dixwar:


1. 1. Bi çi terz û şêweyan xiyanetê li gelê Kurd neke.
2. 2. Xebat ji bo serxwebûna Kurdistan.
3. 3. Ne bi riya pênûs û ne ji bi riya ziman sirên rêxistini(hizbi) eşkere neke.
4. 4. Heya dawiya temenê xwe weke endam di nava hizbê de bimine.
5. 5. Hemû jin û mêrên Kurd ji xwe re xwişk û bira bihesibine.
6. 6. Bi bê agehdarkirina rêxistinê, nebe endamê tu rêxistin û hizbekê.

Pêkhatina komara Kurdistan derfetek zêrin û diroki bû ku birêveberên dewleta Kurdistanê dixwestin bi baştirin şêwe, ji vê derfeta giring mifayên heri baş ji bo şiyarkirina gel, avedankirina Kurdistan, û bilindkirina pileya xwindewariyê di nava gel de wergirin.


Pêşewa Qazi Mihemed miroveki rewşenbir û zana bû û bi perspektivên xwe yên pêşvero, dixwest bi hemû şêweyan ji gel re xizmetê bike. Dema bû serokkomar ji bareki giran li ser milên xwe hiss dikir û ji bona wê ji di hemû waran de, xwe qerdarê xizmeta ji bo gel dihesiband. Beri ragehandin û ilankirina komara Kurdistan endamên kabineya wezirên dewletê bi vi şêweyi hatin diyar kirin:

1. Haci Babe Şêx: Serokwezir
2. Mihemed Husên Xani Sêyfi Qazi: Weziri Ceng û parastin û hevkarê serokkomar
3. Sidiq Heyderi: Wezirê propaxande
4. Menaf Karimi: Wezirê Perwerde û hinkariyê
5. Mihemed Emin Mu’ini: Wezirê karê hundurin ( Wezir navxwe)
6. Seyid Mihemed Eyûbyan: Wezirê Tendurustiyê
7. Ehmed İlahi: Wzirê abori
8. Xelil Xusrewi: Wezirê Kar
9. Kerim Ehmedyan: Wezirê post û telegiraf
10. Haci Mıstefa Dawudi: Wezirê Bazirganiyê
11. Mela Husên Mecdi: Wezirê dadperweriyê
12. Mihemed Welizade: Wezirê kiştûkal
13. Haci Ebdulrehman İlxanizade: Wezirê tegbir û meşweret pêkirinê
14. İsmail İlxanizade: Wezirê rê û ban.

Her wezireki di kar û barê xwe de bi baştirin şêwe wezifeyên xwe encam didan û bi gişti dewletê pirojeyên mezin dabûn ber xwe.


Di demek kêm de rewşa abori û civakiya gelê herêmê hêdi-hêdi rengê guherandinê bi xwe ve didi.
Bi taybet di warê ragehandin û weşandina rojname, kovar û pirtûkan de, xwindin û nivisandina bi zimanê Kurdi û bilindkirina rewşenbiriya gel, gavên mezin hatin avêtin. Rojnameya Kurdistan organa fêrmiya HDK û Kovara Kurdistan, kovara Girûgali mindalani Kurd ji bo zarokên Kurd, Hawari Niştiman û Hawari Kurd ku organa Yekitiya Ciwanên Kurdistanê bû û li bajarê Bokanê ji kovara Helale ku şaxê HDK li wir ji bo gel dida weşandin.


Li ser pişniyar û daxwaza serokkomarê Kurdistan di 14’ê Adara sala 1946’an Yekitiya Jınên Kurdistan hat damezrandin. Ev yekemin car bû ku di diroka siyasi-civakiya Rojhilatê Kurdistan de pêngavek wiha giring dihat avêtin. Pêşewa Qazi Mihemed ji bo vexwindin û teşwiqkirina keç û jinên Kurd beriya herkesi ji hevala jiyana xwe Mina Qazi dawa dike ku bibe endama birêveberiya yekitiya jinên Kurdistan û hemû ziv û zêrên xwe pêşkêşi HDK bike.

Di wê serdemê de ji ber etmosfêrê paşveroti û adet û orfên civaka bi bir û bawerên derebegati û feodalizmê, gelek kes li hemberi vê kiryara bi kêr û bêra nemir Qazi Mihemed de, reaksyonek tund û nigativ didin xûyakirin. Heta hinek melayên herêmê dibêjin:’’ Qazi Mihemed kafir bûye…(3)’’ Lê serokkomarê Kurdistanê di mizgefta Ebassaxa de, heya sê rojan bi pêkanina civinên şiwir û axaftinê bi şêweyek mentiqi herkesi razi dike ku di komarek demokratik de wekheviya jin û mêran di hemû waran de merceki esasiye. Di wan sê rojan de civin di efmosfêrek azad de bû cihê pirsin û bersivdayina di navbera her du aliyan de. Di dawiyê de hemû kesên amade di civinê de bir û rayên pêşewa Qazi Mihemed di derbarê wekheviya mafê jin û mêran pejirandin.


Mina Qazi di vê derbarê de dibêje:’’ Rojekê nemir Qazi Mihemed bi rûyeki xweş û kenek teji hiss ji min re got: divê tu bêtir ji herkesi di kar û barên civaki-siyasi de beşadariyê biki ku jin û keçên Kurdistanê te ji xwe re weke nimune bibinin…, Te zêr û ziv ji bo çine, her tiştê me ji bo gelê meye…’’(4)


Birêveberên komara Kurdistan bihayek giran didan dersxwindina zarokên Kurd. Ji bona wê ji komek ciwanên Kurd ji bo dersxwindinê bo Bako paytextê Azerbaycanê tên şandin. Ji bo bilindkirina ronakbiriya gel bo yekemin car sinema li bajarê Mihabadê hat sazkirin. Beriya wê Komeley Jiyanewey Kurd bi pêkanina komek şanoya Kurdi, diroka siyasi, rezalet û êxsiriya gelê Kurd ya di destê dagirkerên reng bi reng de, bêtir bi gel dabû famkirin û zemineya pêkanina dewletek Kurdi di meji û bir û rayên gel de afirandibûn.


Di 330 rojên temenê komara Kurdistan de bo yekemin car kêmnetewên Yehudi û Ermeni gehiştin mafên xwe yên kulturi û çandi û ew di hemû waran de xwediyê mafên xwe yên milli û mezhebi bûn. Herwiha di hemû temenê komara Kurdistan de tenê yek kes bi navê Mehmudyan ew ji ji ber dijminatiya şexsi hat kuştin. Ji bona wê ji komara Kurdistan komarek demokratik bû.


Herwiha di wi temenê kurt de cara yekemin bû ku Kurd bûbûn xwediyê artêşek rêk û pêk. Di pêngava yekemin de 1200 serbaz û 70 serleşkeran hêza artêşa komarê pêkanin û di nava artêşa komara Kurdistan de çar kesayetiyên Kurd pileya generaliyê standin:
Mistefa Barzani, Heme Reşid Xanê Baneyi, Mihemed Husên Sêyfi Qazi û Omerxanê Şikak (Omerxanê Şerifi).
Ji xeyni wê di komara demokratika Kurdistanê de Kurdên her çar perçên Kurdistanê dihatin ditin. Ji bona wê ji hêviyek mezin hebû ku di pêşerojê de hevgirtinek bihêz di nava Kurdên herçar perçên Kurdistanê de bê duristkirin.

Mihatma Gandîyê Rojhilata Navîn:
Pêşewa Qazî Mihemed
( 1898 Mihabad - 31. 03. 1947 Mihabad )

Mêrxasê nemir Qazî Mihemed kurê Qazî Elî ye ku li sala 1898’an li bajarê Mihabadê ji dayik bûye. Karê qezawetê di herêma Mûkriyan de ji sedan sal berê di destê Qazîyên vê malbata bihurmet de bû û ev kar mîna mîratekê ji bav gehiştiye kur û heya şehîd ketinê pêşewa Qazî Mihemed karê qezawetkirinê di nava gel de berdewam kirine. Tiştê herî giring di qezaweta pêşewa Qazî Mihemed de ev bû ku dema wi li ser çareserkirina pirsgirêkekê biryar û qirara xwe dida diyarkirin, piştî dayina biryarê nemumkîn bû ku ji biryara xwe poşman bibe. Li ser vê rastî û helwesta xwe ya mirovanetiyê di nava gel de pir dihat hezkirin û gelê herêmê ji bo çareserkirina gîrûgirftên xwe tim hawara xwe dianîn mehkemexana wî. Qazî Mihemed li cem Qazi Eliyê bavê xwe dersa qezawetkirinê (qazîtiyê) hînbûbû û di temenê ciwaniyê de piştî ku mamê wî nemir Ebulhesen Sêyif Qazî li sala 1929’an ji karê xwe yê riyaseta ferheng û çanda Mihabadê istifakir di hemen salê de ji aliyê dewleta navendiya İranê ya wê demê de bû berpirsyarê giştiyê ferheng û çanda bajarê Mihabadê. Di yekemîn sala xebata xwe de li bajarê Mihabad bo cara yekê du dibistan ji bo xwindevanên kur û keç damezirandin û di warê xizmeta ji bo gel, dîsan di wezîfeyên dewletê de jî ew evîna ji bo xizmeta gelê Kurd di xebata xwe de da diyarkirin. Malbata Qazîyên navdar heftsed sal zêdetir e ku li herêma Mûkiryan bi cîhwar bûne û di hemû dewranan de endamên vê malbatê xizmetên mezin ji gelê herêmê re kirine.


Di şerê cîhanê yê yekemîn (1914- 18) de Qazi Fetah li hember hêrişa Rusên Tizarî ya li ser bajarê Mihabadê, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê çeperê şer berneda û piştî ku kurê wî û endamên din yên vê malbatê Mîrza Se’îd Qazî û Mîrza Mihemed Elî Qazî bi destê Rusên Tizarî hatin kuştin ewi jî bi mêranî canê xwe li ser parêzvaniya ji welatê xwe da fidakirin.


Nemir Qazi Mihemed ji ber taybetmendiyên xwe yên exlaqi û civaki di nava gel de xwedi rêz û hurmetek mezin bû. Şahidên zindi ku ew ji nêzve ditine vê rastiyê didin ispatkirin:
Mina Qazi dibêje:‘’ Wi bi çaveki mezin li kesatiya jinê dinêri û hemû zarokên Kurdistanê mina zarokên xwe dihesibandin. Hertim ji min re digot Birale(heval) û ez weke piştivanekê ji xwe re dihesibandim û wi dixwest bihayê şexsiyeta jina Kurd di civaka Kurdistanê bilind bike…’’.

Kurmam an ji pismamê Qazi Mihemed general Mihemed Husênxanê Sêyfi Qazi di komara Kurdistan de mina wezirê ceng û parastinê, xwedi roleki mezin û berçav bû û ji bo parastina sinorên dewletê bi hemû şêweyan şiyan û liyaqeta xwe dida xuyakirin. Di nava gel de bi merdi û mêrxasiyê bi nav û deng bû. Ew miroveki netirs û bi şuca’eta xwe di nava gel de xwedi hurmetek mezin bû.
Ebulqasim Sedrê Qazi birayê biçûkê pêşewa Qazi Mihemed ji di çardehimin dewreya parlimana İranê de nûnerê gelê Mihabadê bû. Tewazu’i û camêriya Sedrê Qazi di nava Kurdan de deng vedabû. Wi hemû çaxê jiyana xwe ji bo çareserkirina pirsgirên gel danibû û hertim xwe mina xizmetkareki gelê xwe dihesiband.

Hêşta salek ji temenê pirbarê komara demokratika Kurdistanê derbas nebûbû ku rewşa siyasiya cihanê hat guherandin û Yekitiya Soveytê li ser wergirtina imtiyaza petrola bakurê İranê leşkerê xwe ji nava axa İranê paş de kişand û li hemberi komara Kurdistan û Azerbaycanê ji siyasetek du rûtiyê nişan da.


Dewleta İranê ber bi Tebrêz paytexta komara Azerbayicanê hêrişên xwe dest pêkirin û di demek kêm û bi bê berxwedan, birêveber û serokkomarê Azerbayicanê (Ceefer Pişeweri) reviyane Sovyetê. Azerbayican careke din kete jêr desthilatdariya dewleta navendiya İranê. Di Azerbaycanê de di çaxê çend rojan de bi hezaran kes hatin kuştin, lê li Kurdistanê rewş bi awayek din bû.


Ferqa heri mezin di navbera komara Azerbayican û Kurdistanê de rewşa demokrasiyê bû. Komara Kurdistan bêtir bi gel ve girêdayi bû û ev rasti di çaxê têkçûna her du komaran de ji xelkê re eşkere bû. Piraniya gelê Azeri bi têkçûna desthilatdariya Pişeweri şad û kêfxweş bûn, lê di rojên dawiya komara Kurdistan de Mihabad bajareki heri xemginê cihanê bû. 11 meh temenê dewleta Kurdistanê de gelê Kurd bi başi tama serbesti û azadiyê kişandibû.


Serokkomar û birêveberên komara Kurdistan pişti ku hêza dewleta İranê bi serokatiya serleşker Fezlula Humayuni ber bi Kurdistanê hatin, civenek pêkanin û li ser rewşa wê demê bi hevre şiwirin.
Di wê demê de hınek serok eşiretên Kurd (Dêhbukri, Mameş û Mengor) xwe teslimi hêzên artêşa İranê kirin û birêveberên artêşa İranê bi pilanek gemar dixwestin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin û bixwe ji bi bê xisarek cani û maddi carek din desthilatdariya xwe li Kurdistanê damezrinin. Li hemberi vê siyaseta dewleta İranê, serokkomarê Kurdistanê bi mercekê razi bû ku bajarê Mihabadê teslimi dewleta İranê bike: ew ji ev bû ku eger dewleta İranê bixwaze bi hêza êl û eşiretên xayin bajar Mihabadê talan bike û gelê bêguneh bêkuştin, hêza artêşa komarê ji yê li hemberi artêşa İranê şer biken. Li ser vê helwesta Qazi Mihemed M. Barzani ji amadebû ku hemû hêza xwe li diji artêşa şahê İranê bikar bine.


Ev tedbira Pêşeway bû sebeb ku berevaji rewşa komara Azerbayicanê ku bi hezaran kes hatin kuştin û xisarek mezin bi gel ket, li Kurdistanê talan, kuştin û qetilûam pêkneyên.
Li ser vê baweriyê, Pêşewa û hevalên xwe di dawiyê de li Miyanduabê xwe teslimi hêzên artêşa İranê kirin. Lê İranê bi taktik careke din ew şandin Mihabadê. Herçend Qazi Mihemed dizani ku ewê bên idamkirrin ji, lê wi sonda xwe ya wefadari û bi tenê nehiştina gelê Kurd, ji bir nekiribû. Ji ber hindê ji bi pejirandina hemû perpirsyariyên çaxê desthilatdariya serokkomariya xwe, xwest ku ger sûçeki wan hebe(ku di rastiyê de sûçek nekiribûn), hisaba her tişti ji wi bê xwestin.


Ev karê serokkomarê Kurdistanê bû sedem ku desthilatdarên dewleta İranê hemû kina xwe ya li diji gelê Kurd li ser serê Qazi Mihemed û hevalên wi vala biken. Di hemen çaxi de herçend Pêşeway berpirsyaritiya her tişti girtibû ser stoyê xwe ji, li Seqiz û Mihabadê çend kesên din ji hatin şehidkirin.


Ji wan Ebdulaxan Metin, Mihemedxan Danişwer, Sidiq Es’edi, Resulaxa Mehmudi û Eli Ciwanmerdi li bajarê Seqiz hatin idamlkirin.


Edbullah Rûşenfikir, Xelil Mazoçi, Resul Nexedeyi û Mihemedi Nazimi ji pişti şehidkirina birêveberên komara Kurdistan hatin şehidkirin.


Dema ku Komara Kurdistan bi komarên ku iro Kurdistan li jêr desthilatdariya wan de dinale( Komara İslamiya İran, İraq, Tirkiye û Suriye), bê qiyas û berawirdkirin, ferqên mezin di navbera wan de tên ditin.


Bi taybet komara İslamiya İranê û komara Kurdistan di gelek waran de bi hevre nayên beawird kirin. Di temenê teji terajidi û wêrankariyên komara islami de heya niha bi hezaran kes hatine kuştin û idamkirin. Azadiya bir û ramanên siyasi di komara islamiya İranê bi şêweyek hovane tên serkûtkirin, lê naveroka rojname û kovarên ku di çaxê komara Kurdistan de derketine, didin xuyakirin ku herkes li gor ramanên xwe dikare binivise û bixwine. Di İranê ji xeyni gelê Faris gelên Kurd, Azeri, Ereb, Turkmen, Gilek û Beluç ji dijin, lê tev ji gelek mafên xwe yên netewi û oli bêparin. Di coxrafya biçûka komara Kurdistan de kêmnetewên Yehudi, Ermeni û Azeri xwedi hemû tişteki bûn. Xwindina bi zimanê zikmaki û hebûna nûnerê wan di nava karbidestên dewleta Kurdistanê de, du tiştin ku demokratikbûna komara Kurdistan didin bi dost û dujminan re didin selimandin.


Pişti ku artêşa İranê paytexta Kurdistanê Mihabad dagirkirin, general Mistefa Barzani pişti ku birêveberên komarê gehiştin wê qenae’tê ku nikarin li hemberi artêşa İranê li berxwe biden, bi hemû hêza xwe û çar efserên Kurd İzet Ebduleziz, Mistefa Xoşnaw, Mihemed Mehmud û Xeyrullah Ebdulkerim ber bi sinorên başûrê Kurdistanê çûn û li wir pişti ku her çar efserên Kurd xwe teslimi karbidestên İraqê kirin, bi terzeki tirajedik hatin idamkirin.


Nemir Barzani û 500 pêşmergeyên wi ji meşa xwe ya diroki û pir bi zehmet, ber bi yekitiya Sovyetê dan destpêkirin û pişti ku çendin hêrişên dijwar ji aliyê artêşa her sê dewletên İran, Tirkiye û İraqê li hemberi hêzên Barzaniyan bi ser neketin û di navbera wan de şerên giran qewimin, Mistefa Barzani û hemû pêşmergeyên wi derbasi axa Yekitiya Sovyetê bûn û pişti 13 salan li sala 1958’an vegerin İraqê û di sala 1963’an de şoreşa Eylolê ya li diji dewleta İraqê dan destpêkirin.
Temenê komara Kurdistan herçend kêm û kurt bû, lê bo yekemin car Kurd di diroka xwe de bûn xwedi dewletek serbixwe û demokratik. Canfidayiya serokkomarê Kurdistan Qazi Mihemed heya roja iro ji jı keç û xurtên Kurdistanê re bûye sumbila berxwedan û canfidayiyê.


Serokên komara Kurdistan di çaxê mehkemekirina eskeri de ku birêveberên dewleta İranê bi şêweyek formalite pêkanibûn, bi netirsi û qehrtemani ji mafê gelê xwe parêzvani kirin. Wan heta di kêliyên dawiya jiyana xwe de ji bi şanazi serê xwe bilindkirin û ji bo xelaskirina canê xwe seri li hember dujiminê hov netewandin.


Hinek diroknivisên İrani bi wê xereza xwe ya şovenisti ku herdem li diji pirsgirêga Kurd di nivisên xwe de dane xuyakirin, karê serokkomar û birêveberên dewleta Kurdistanê xwesipari an ji xwe teslimkirin dihesibinin, lê berevaji vê bir û raya wan ya çewt pêşewa Qazi Mihemed bi vi karê xwe hem canê bi hezaran kesan ji kuştinê rizgar kir û hem ji nehişt ku bajarê Mihabad û gund û bajarên din yên Kurdistanê bi destê dewleta İranê bên wêrankirin û şewtandin. Naveroka mehkemekirina pêşewa Qazi Mihemed û hevalên ku niha bi niviski ketiye destê rojnamenivisên Kurd vê rastiyê baştir diselmine.


Di ciheki mehkemekirinê de dema ku serleşkereki İrani Kurdan tehqir dike Qazi Mihemed li ser serê wi diqêrine û bi hêrs jê re dibêje:’’ Hûn dikarin min bikujin, lê heqê we tuneye ku sivkatiyê bi gelê Kurd biken, ev bo kevçikek xwinê li ber we naparêmewe. Min dikari bi riheti weke Pişeweri birevim lê bo kûderê herim¬? Vê derê cihê bav û kalên mine û ez di rojên tengaviyê de gelê xwe bi tenê nahêlim…’’ Piştre Qazi Mihemed bi toreyi sendeliyekê(kursiyê) radike ku li wi serleşkeri bêxe û dadgeh neçar dimine ku navberekê bide karê xwe yê mehkemekirinê.
Ev cesaret û mêrxasiya Qazi Mihemed hemû berpirsyarên dadgehê heyretgirti dike.
Fidakari û canbaziya serokên komara Kurdistan heta roja iro ji di nava destan û stranên Kurdi de reng daye û meydana Çiwar Çira heta roja iro ji, ji bo hemû Kurdên Kurdistanê bûye ciheki paqij û muqedes. Cihê ku rojekê komara Kurdistanê li wir hat ragehandin û di 31ê Marasa sala 1947’an canê her sê Qaziyan bi şêweyek dûr ji exlaqê mirovanetiyê di qada Çiwar Çira de, li ser axa Kurdistanê hat girtin.

Ew ji mere bûn rêber û ewê di diroka doza azadixwaziya gelê Kurdistanê de hertim bên bi biranin. Riya wan û hemû şehidên doza bi şan û şerefa Kurdistanê yê herdem bê şûpandin.
Salroja 55 saliya damezrandina komara Kurdistan li hemû gelên azadixwazên cihanê û bi taybet li gelê qehreman perwerê Kurdistanê piroz be.

Têbînî û jêrnivîs:
1. Çiwar Çira: Meydana navenda bajarê Mihabadê ye. Di çar beşên meydanê de çar tirik hatine çeqandin û li ser her tirekê lamp(çira)yek hatiye bi cih kirin. Ji bona wê ji ev meydan bi Çar Çira meşhure. Niha li cihê çar çirayên meydana Çiwar Çira heykelê çar Şêran hatiye bi cihkirin.
22’ê Marsa sala 1946’an komara Kurdistan li meydana Çiwar Çira hat ragehandin û di 31’ê Marsa sala 1947’an de ji serokkomarê Kurdistan bi hevalên xwe Sedrê Qazi û Sêyfê Qazi li Çiwar Çira hatin şehidkirin. Ji bona wê ji Çiwar Çira di diroka Kurdistan de ciheki muqedes û piroz e.

2. Sonda pêşewa Qazi Mihemed bi zarava Kurmanci wihaye:
’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’

3. Got û bêj bi lawê pêşewa Qazi Mihemed Eli Qazi re.

4. Got û bêj bi xanima pêşewa Qazi Mihemed Mina Qazi re.

Mirza is online now  
Eski 13-12-2006, 04:55 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2006
Yaş: 25
Mesaj: 1,833
Üye No: 14601
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 207
Rep Puanı : 20385
Rep Derecesi
rojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond reputerojhılat73 has a reputation beyond repute
Varsayılan


ben şunu bi alayım mirza abe
valla güzel bilgi
spas

__________________
rojhılat73 is offline  
Eski 24-12-2006, 04:06 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanın başkenti
Mesaj: 7,752
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 192000
Rep Puanı : 9256508
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Varsayılan


spas heval..di dirokêde mijarek giringe...

__________________
Mirza is online now  
Eski 03-02-2007, 02:11 PM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2006
Konum: Aishwarya Rai
Mesaj: 1,632
Üye No: 15544
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 18175
Rep Puanı : 1817161
Rep Derecesi
GuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond repute
Varsayılan


yuregine saglik tesekurler

__________________
GuLaZagroSa is offline  
Eski 05-02-2007, 09:50 PM   #5 (permalink)
Si
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: seni seviyorum
Mesaj: 503
Üye No: 232
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 2260
Rep Puanı : 225736
Rep Derecesi
Si has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond reputeSi has a reputation beyond repute
Varsayılan


spas mirza cok önemli bir konu açmışsın.......+rep

__________________
Si is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:36 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.