Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS
Eski 13-12-2006, 02:57 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,633
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 22977
Rep Puaný : 2296650
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan FermanrewatÎya DunbulÎyan LÝ Der Û Dora TebrÎzÊ


Kurdewarî dibêje: Hemû rê ber bi Banê diçin. Niha jî em dibêjin: ‘Pênivîsa nivîsevanê kurd her ber bi basa kurdewarîyê diçe’. Belê, di vê cihana Rojhelata Navîn de ev netewa me ango Kurd yekem netewaye bê ku xudanê Împarantorîyek dagirker be, karibe bi sedema jiyana eþîrtî û koçertîyê ve li ser ax û erdekî gellek fireh û pan di heremên jêrî û jorîya çiyayên Zagrosê de desthilata xwe belav bike û di axa cîranên xwe de serhilde ûcaran jî dikin nava tengasîyan û þûnda dizivirînin..


Bi rastî jî dîrok li vê netewayê þaþ dimîne û car-car jî çêdibe ji bo rabirdîya wê bigire û car-car jî serpêhatîya wê bike þerîta sînemayê û wekî morekê enîya xelkê bide ji bo pendê dîrokî û wê bike komedîya serdemê…


Eva jî neheq nîne, ew kurrên aza ku bi þayetîya Ksenefon baþtirîn þervanên sererdê û çalaktirîn kurrên nevîyê Ademîzad bûn. Hinek ji wan hertim beramber bi silavên bigane, serbilindî û rengê xwe winda kirine û netewa xwe avêtine piþt guhê xwe û ji ber xatirê desthilatê biyanî waz ji zmanê xwe anîne û bi awayekî xizmeta bigane xistine li ser milên xwe û têda pêþketine ku kurrên wî gelî bi xwe ew xizmet nekirine . Ne tenê her ev belku xwe li derheqa netewa xwe ewqas dijwar û dujmin bûn ku hezaran ‘Ebu Rîxal’-ya Muþîr- pê wan nikarin bimeþin.


Yekek ji wan civatên kurdewarî eþîreta Dunbulî, kurdên Azerbeycana Îranin.Ev Dunbulîyan han di bingeh de zmanê wan ‘Goranî’ û koka olê wan jî ‘Êzîdî’ bûye. Ji Quçanîya Xorasan ve heta DERSÝM û ÇÝYAYÊ AGÝRÎ û her ji Çiyayê DASÎN û Deþta ÞAM û ÞENGAR ve heta AZERBEYCAN û TÝFLÎSA GURCÝSTAN û gellek herêman de belavbûne…Lê, di encam de yên ku ketine Azerbeycanê di serdema ‘Akkoyunluyan’ de ji tirsa wan piþtra jî ji tirsa kurdên kevn yên Sefevî, him di Þîîtîyê de tundbûn him jî ji ber xatirê ‘Akkoyunluyên Qizilbaþ’ wana bûn tirkên yekcar tirk.



Evaye ku Kurd ji tiþtên seyîr re dibêjin :’Xudê seyre li kîdere’..Civatek kurdên Êzîdî yên zmanê wan goranî bû dibin bisilman. Di destpêkê de rêbaza olza (Mezheb) þafîhî werdigirin ji piþt re jî dibin Þîîyên duzerekî ‘Moxolî’ û zmanê xwe yê goranî diguherînin ji bo týrkî. Hem wekî binemala Sefewî û yên din jî ev yeka hanê kir. Lê seyire?!!..Di vê cihana me de gellek hatiye dîtin, binemalek yan jî çend binemal ketine li nav netewayeka mezin ya biyanî, piþtî çend babik zman û rêbaza xwe ya olî jî ji bîra kiriye û zman û ola wê netewa mezin karanîye. Lê qet rû nedaye ku civatek gellek mezin yê xwedanê hezaran malan ji tirsa desthelata bigane yan dagirker yan jî ber xatirê rûyekî xweþ û silavekê hem zmanê netewa xwe biguhere him jî waz ji rêbaza ola xwe bîne…


Vêca em bizanin Dunbulî kîne û çi regezin ?

Mesudî ku nivîsevanê ‘Miruc El- Zehab’ e û dehan pirtukên din yên wî hene, gotiye: ‘Ew eþîrên kurd ku di welatê Þamê de xwedanê cih û war bûn wekî Dunbulîyan ew li gor gotinên belav ji regeza Muzerê kurrê Nizarin’.(1)


Ev raman û pejna Mesudî her ji wan bîr bawerane ku di vê dawiyê de Ebbas Ezawî belavkiriye ku guya ‘Mizurî Muzarin û Caf û Zengene benî Esedin…..’ Bi rastî seyre!!!


Dehan êl û eþîrên xwedan hezaran mal bi regez bizivirîne li ser zilamekî. Siddik El- Demelecî di pirtûka ‘El- Yêzîdîye’ xwe de nivîsîye: ‘Ew êlên Êzîdîyan ku ji wan re tê gotin ‘Dunbulî Buxt’ yan jî ‘Dunbulîyên Botan’ heta îro li ser ola Êzîdî mane’(2). Mecîd el- din Feyruz Abadî nivîsevanê Ferhenga ‘Qamus El- Muhît’ ya erebî ku bi xwe yekek ji kurrên koçer yên kurdên Ýranêye û sala 816 (Koçî) ango 1413’ê zayînî mirîye û wisa dinîse: ‘Dunbulî ku hevsengê Qunfuze, navê eþîrek kurdane li dewr û dora Musilê’(3). Dixuda jî di ‘Luxatnamê’ de nivîsîye: ‘Dunbul; navê çiyayekîye ji çiyayên dewr û dora Diyarbekirê,seranên Dunbulîyên Azerbeycanê di bingeh de yên wê herêmêne û di nav kurdewarîyê de bi ‘Dummelî- Zaza’ bi nav û dengin’(4). Wisa diyare dummelek ku awayekî defa dirêje û yekek ji samanê muzîq, yê evroye di bingeh de pêkhatîya vê eþîrêye.


Ebdulrezak Begê Dunbulî(5) ku nivîsevanê pirtuka ‘Riyaz El- Cennet’ û çendîn pirtûkên dine gotîye: ‘Dunbulîyan bi esil diçin li ser ‘Bermekî’ yan jî netewa Yahya ne ku çar kurrên wî hebûn: Cafer, Mihemed, Fazil û Musa. Yê dawîyê bi xwe û nevîyên xwe nêzîkî 150 salî parêzgerên dewr û dora Þamê bûn.. Ji vê binemalê navê Îsa Begê Dunbulî derketîye ku bi nasnavê Ebu Musayê duyem hatîye naskirin’.. Vêca þecera vê binemalê ber bi jor dibe heta ‘Newþîrwan’ê Sasanî. Wisa dîyare Ebdulrezaq Beg basa Îsa ji pirtûka ‘Ensab El- Ekrad’ ya Ebu Henîfîyê Dînewerî wergirtîye ku gotîye: ‘Mîrên Dunbulî bi bingeh dizivirin li ser Îsa ku nevîyê Bermekî yên wezîrên Ebbasîya bûye’(6).


Ev nexweþîya ku xwe girêdana bi binemalek xwedanê desthelat ve di hemû Rojhelata Navîn de webayek seyir bûye. Hinekan xwe birîye li ser Keyan, Sasanî Qurêþî, Haþîmî, Ebbasî, Emewî Omerî, Elewî, Xalidî, Ensar, Rebihî, Qeyîs, Bermekî û h.t.d. Ku hemû ev kara ji bo wê yekê kirine ji vê nasnavê sûd jê wergirin û xwe ji bo xizmeta xwedanê desthelat biçin pêþîyê. Ji bo xwe dan hezkirinê li cem Þîîyan, îro mîlyonan kesên me qumaþekî kesk bi serê xwe ve girêdane û xwe wekî ‘Nevîyê Pêxember’ nîþan didin!!!! Hezar rehmet li gora Þêx Mahmudê Þorecî be ku di pirtûka ‘Behr El-Ensaf’ de nivîsîye: ‘Xelkê filan gundî secereyek bi barê tepik kiriye û xelkê filan awahîyê jî bi barê rejî’…


Emîr Þerefxanê Bitlîsê ku beþek di Þerefnamê de terxan kiriye ji bo basa Fermanrewatîya Dunbulîya û nivîsîye: ‘Mirovek bi navê Îsa koç kiribû û çûbû Azerbeycanê û êl û eþîr der û dora wî kombûbûn Fermanrewayek damêzrandîye. Seranên van êl û eþîran di despêkê de hemû Êzîdî bûn’(7). Ev ola kevn ya kurda dizivire ji bo hezaran sal berîya niha ku kurdan wekî Hînd û Ariyan ‘DÎVA û ÞÎDA’ perestbûn. Piþtî hezaran sal Zerdeþt hatîye li ser vê olê destkarî kiriye ‘ Êzed û Ehreman’ anîye nav.. Êzîdîyan her çiqas navê ‘Êzîdî’ bi xwe ve girêdane lê waz ji ‘DÎVA û ÞÎDA’ neanîne. Wisa jî ‘Dîva’ bû ‘Diyawis Tawus -Tawus Melek’ û ‘Þîda’ jî bûye bi ‘Þidan-Þeytan’ û heta niha herdu jî li ba wan her pîroz û mezinin. Lê piþtî hatina îslamê di serdema ‘Yezîdê Kurre Muawîye de serokên halperest yên wan eþîran her wekî serokên halperest yên hemî kêmasîyan ji bo ku xwe bibin pêþiyê û kulorê birevînin, navê ‘Êzîdî’ guherîn bi ‘Yezîdî’(8) û kurrên xwe bi navê Xelîfên Emewîyan binavkirin: ‘Muawîye, Yezîd, Welîd, Merwan, Hekem, Ebdulezîz û h.t.d…’ Dunbulîyên Êzîdî ku di destpêkê de bûn bisilman rêbaza þefîhî ya olî bikaranîn. Feyruz Abadî xwedanê ‘Qamus’ê nivîsîye: ‘Dunbulîyan di destpêkê de li ser rêbaza Þefîhî bûn û zanayên binav û deng wekî Ehmedê kurrê Nesîr, zanayê rêbaza Þefîhî û Elî kurrê Bekirê kurrê Suleymanê Fermayîþtewan ‘Muhdis’ di nav wan de peyda bûye.(9) Piþtî ku bûn þîî jî zanayê wekî Îbrahîm kurrê Husênê Dunbulî di nav wan de hatîye dîtin, bi ser ‘Nehc El- Belaxa’ þîroweyekî dûr û dirêj nivîsîye.(10) Lê wisa dîyare Dunbulîyên Gurcîstan yan Tiflîsê hêj waz ji olê kevn yê Êzîdî neanîne. Li sala 1959, gava ku em li Yekîtîya Sovyetê bûn, li Hotela Ukraynayê diman, ez û Þêx Letîfê Hefîdzadeyê Berzencî ji bo pîyase û gerînê di yekek xwaringehên Otelê de -Gellek mezin û fireh bû- digerîyan. Niþkeva du mêran bala xwe dan me ûji me re gotin : ‘fermoyîn mêvan bin’…Me nedikaribû bi kurdîya wan bi gel wan biaxivta. Di wê rewþê de Dr Hesenî Hîsamî gihîþte hawara me û wisa da fêmkirin ku em mêvanên dewletênin, nikarin daxwaza wan cih bi cih bikin. Vêca yekek ji wan ji min pirsî: ‘ Ez benî tu Þêx Tehsînî dinasî ? ‘ Min jê re got: ‘Belê’ got : ‘Ji wî re bibêje Rusan hemî kafirin Melekê Tawus qebul nakin. Bila me rizgar bikin’. Dîyare ku ewan bi dizî ve hem ‘Melekî Tawus’ diperest hem jî bawer bi pirtûka pîroz MEZDA ROJ- Meshefî Reþ- hebû her wekî Êzîdîyên welatê kurdewarîyê.


Ez li vêrê vê yekê ruhn bikim ku Þêx Letîf wê demê þarval û miradxanî li ber bû; min jî cibe û kefî. Ji ber van kincan em naskiribûn. Eva jî li cem min seyîr nebû di kolanekî bajêrê Taþkend yê Ozbekîstanê de jî carekê em dibuhirin çend pîrejinan cibê min girtin û maç kirin.



ÎSA EBU MUSA KÎ BÛ?






Emîr Þerefxanê Bîtlîsî nivîsîye: ‘Mirovekî bi navê Îsa Ebu Musa ku di yekek wan herêman de - Hekarî yan Cizîra Botan yan jî welatê Þamê- welatê xwe bi cih hîþtîye û di eþîra xwe çûye Azerbeycanê. Padîþayên wê demê herêma ‘SEGMANAWA’ dane wî ku bi xwe û êlên xwe ve tê de niþtecih bin û tê da mijulî çandiniyê û xwedî kirina pez û dewaran bin.’(11)


Ebdulrezaq Begê Dunbulî nivîsîye: ‘Binemala Musa Begê Bermekî 150 salên rebeq parêzgerê Þamê bû. Emîr Îsayê kurrê wî gava ku Harun Reþîd ji vê malê hers bûye û ferman daye ku wan qirbikin, revîya û xwe gîyandiye li nav çiyayên Kurdistanê û li wê derê niþtecî bûye. Piþtî demekê di gel hinek malên Dunbulîyan berê xwe dan Azerbeycanê û li wê derê desthelatê peyda kiriye û Fermanrewatîyek damêzrandîye û pitir ji sî hezar kes yên eþîretan Dunbulîyan çûne li cem wî û herêmên ‘ Qutur-Awa, Cîq, Nexçewan, Weþrer û yên din xistîye li jêr desthelata xwe …’(12)


Gotinên Ebdulrezaq Beg mubalexeye û xwe girêdan bi malbata Bermekî ve ji bingeh ve derewe. Malbata Bermekî di serdemê xîlefeta Abbasîyan de tenê 17 salan xweþbext bûn û Musayê kurrê Yahyayê Bermekî jî piþtî ku birayê wî Caffer hate kuþtin, kete zîndanê çareserîya wî nedîyare. Ji bilî wê jî di serdema destpêka dewrana Ebbasîyan de qet þalyarek û serekþalyarek xwedanê nasnavê ‘padîþah’ nebûye heta dewrana ‘Al-buye’ ku dike nîva sedsala çaremê koçî ku ev bi rast bete zanîn ku wî Padiþahîya wê herêmê daye wan. Her çawa bibe renge ev Îsayê hanê her ew Îsa be ku Emîn Zekî Beg bi nav kiribû Mîr Îsa bi ‘Selah- Eldîn bi nav û deng bû.Guya sed hezar xêzanên kurdên Êzîdî veguhastîye ji bo Azerbeycanê(13). Min basa vê nûçê di perawêzên Þerefnamê de kiriye.(14) Lê li wê derê jî serokanîyên min her pirtûkên Emîn Zekî Begê behîþtîne, ku wî jî ji Asarê Þîî yê îmamîye wergirtîye.


NAVDARÊN DUNBULÎYAN

Mamoste Emîn Zekî Beg nivîsîye: Ji eþîra Dunbulî çend þax û bal cuda bûn bi wê sedêmêku di serdema ‘Mehmûn’ê Ebbasî û Teymûrleng û Sultan Sêlîmê Osmanî û Sefewîyan de hatin belavkirin ji bo xorasanê, Quçan, Þîrwan, Gence, Qerebax, Qerecedax û welatên din; bûn çendîn êl û eþîrên wekî: ‘Dunbulî Yehyahî, Dunbulî Þemsekî, Dunbulî Îsa Beghuyî, Dunbulî Eyubxanî, Dunbulî Begzadeyî û di gel wê de jî ev eþîra hanê ji sedsala çaremê koçî ve heta sedsala nehemê koçî hertim Fermanrewaya wan ya serbixwe hebû.(15)


EMÎR CAFERÊ DUNBULÎ YÊ YEKEMÎN

Armanç Caferê kurrê Yehyahî Bermekî yê þalyarê Harun Reþîde. Lê li gor min ev agahdarî pûç û valaye.Ji ber ku, Caferê Bermekî ne Dunbulî bû , eger kurdjî be wekî xwedanê Þerefnamê dîyarkiriye : ‘Ji kurdên kevn yên dewr û dora Xorasanê yên berî dewrana yên berî dewrana Î slamêye’. Li gor bawerîya min Caferê yekemîn yê Dunbulî divê Emîr Caferê kurrê mî Hesen be(16) ku di salên 226-227’ê koçî de li dijî ‘El- Muhteþem Xelîfeyê Ebbasî serhilda û gellek xelk çûn li gel wî. Muhteþem, Ebdullah Ezdî þand li Musulê û daxwaz jê kir bi gel wî þer bike. Cafer li wê demê de li ‘Manî’sî’(17) bû. Ebdullah li ser wî de serket û ‘Manî’sî’ dagirkir… Cafer hawar bir ji bo çiyayê DASÝN(18) û di gelîyek asê de cih û war bû…Ebdullah li pêy wî ket, Cafer hêzek mezin kom kir û Ebdullah þikand û piþkeka mezin ya artêþa wî qirkir, gellek kes jê bidîl girt. Yekek ji wan Îshaqê kurrê Enesbû ku mamê Ebdullah û xezurê Cafer bi xwe bû, hemû kuþtin… Gava ev nûçeya gêhîþt Muhteþemî, wî ferman daye Îtêx bi leþker ve biçe li ser wî. Vêc sala 225(19) bû ku çû li sser wî û dorpêç kir û kete kurdqirane. Hemû feqîr û hejarên kurd bidîlî þand ji bo Tîktît û Cafer ji heyfa vê yekê jehr xwar û serê xwe nizmnekir.


MÎR MÝHEMED YA ‘MÎR EHMEDÊ ‘ DUNBULÎ


Ev Mîra çaremîn Mîrê vê binemala fermanrewaye di Þam de Fermanrewabû û hinek Qela û Koþk di herêma Hakarîyan de dagirkirîye û hinek þûn û warên giring li pêy xwe hiþtine ku bi xwe damêzrandibû. Yekek ji wana Qela ‘BA’ye. Mirovekî olî û zana bûye, gellek pirtûk di derheqa zanist û hûner danaye. Li sala 387’ê koçî (997)ê zayînî mirîye û her di Qela Bayî de hatiye veþartin(20).














MÎR SULEYMANÊ DUNBULÎ






Rêberê dînî û cihanî bûye û desthelata wî li ser hinek bajêr û herêmên Kurdistanê, Þam û Azerbeycanê hebûye. Li Þengarê bi navê xwe ve ‘Seraya Silêman’ çêkirîye û gellek Qelayên giring yên din û gellek Tekke û xwendingehên dînî jî avakirîye ku kurrên kurdewarîyê zanîn û hûner têde fêr bibin. Guya ‘Þêx Recep Pirsî’ nivîsevanê pirtûka ‘Meþariq El- Enwer’ jî dostê taybetî yê wî bûye.(21) li sala 410’ê koçî(1019) mirîye.






MÎR CAFERÊ DUYEMÎN






Guya kurrê Emîr Silêmanê, serpêhatîya wî nehatîye zanîn. Guya di serdema deshilata wî de li çiyayê ‘Sincaran’ nêzîkî Qelaya Dunbul kanîya zêran hatîye dîtin. Ji van zêran re dihat gotin zêren ‘Caferî’. Ev kesa li sala 441’ê koçî mirîye.(22)


MÎR YAHYA






Mirovekî bi desthilat bûye li çiyayên Kurdistanê, Azerbeycanê û li welatê Þamê 1200 Tekke sazkiribû. Guya sî hezar xêzanên mesihî jî di bin fermana wî de bûn. Li sala 477(k)mirîye. (23) Tiþta pir seyr ewe ku behîþtî Emîn Zekî Beg di rûpela 385 ya dîroka xwe de wisa daye xuya kirin ku ev basa ji Þerefnamê wergirtîye. Lê gava min bi xwe Þerefname wergêrand li ser erebî, min ev basa ji devê Emîn Zekî Beg ve wergirtîye û min di rûpela 323 di perawêzê de nivîsîye. Ji ber ku ev agahdarî di Þerefnamê de tune bû.






EMÎR CAFER (ÞEMS EL-MULK)






Guya mirovekî bi desthelatbûye û gellek þûn û war li dû wî bi cih mane. Ji hemûyan bi nav û dengtir ‘Mînara Þems’e û Burcên din in ku bi serên xezal, nêrkûvî û gakûvîyan ve hatine çêkirin. Ew hevdemê ‘Menuçehrê kurrê Ferudunê Þîrwan Þahîyan’ bûye ku bi malbata ‘Benî Kesran’ bi nav û dengin ji salên 510(k) þûn ve keça Padþayê Gurcîstan xwastîye û heta salên 555(k) jiyaye. Ev mirov û Emîr Caferê Þems El- Mulk herdu dostên ‘Xayanî’ bûn ku gellek parçên helbestan li ser wan gotîye. Emîr Cafer sala 535’ê koçî mirîye. Bi rastî Xayanî di wan salan de jiyaye(520-595). Bêguman gellek pesna Menuçehr kirîye. Lê, ji gotinên di derheqa Emîr Cafer de gûmana min heye. Ji ber ku divê di temena 10 û 15 salî de helbestên xwe ji bo pesna wî nivîsîbe. Gerçî îro tiþtên wisa tên dîtin. Lê di wê serdemê de dûr bûye xortekî 10 û 15 salî bikaribe biçe dîwana mîrekî. Çêdibe behîþtî Emîn Zekî Beg ev ji pirtûka 'Daniþmendanê Azerbeycan ya Mihemed Elî Terbîyet' wergirtibe.



Em bên li ser basa Minaran 'Serê Ahu- Serê xezal'an . Xwedanê 'Dîroka Xoy' ku ji bo Þah Îsmaîlê Sefewî damara wî ya netewî dilive. Li cem wî wisa ye ku Þah Îsmaîl di rojekê de ewqas nêrkûvî kuþtîye ku çend minare pêhatîye çêkirin. Belga wî jî gotina nivîsevanê 'Hebîba Lisyer' e, ku gotîye: 'Pisporan li gor fermana Þah Îsmaîl ji serên wehþîyan çendin mînare çêkirin'. Nivîsevanê pirtûka Xoyê ji vê gotinê tênegihîþtîye. Ev agahdarî eveye: 'Þah Îsmaîl bîjîye kurd ku piþta xwe ji xelkê xwe zivirandibû û hezaran kurdên hejar þandibû sêdarê ji serên wan Mînar çêkiribû, eva jî li cem wan tore bû'. Belga wî ya din jî ku 'Jak Dumurî Munþî Balyozê Îngîlîz yê li serdema Fettah Elî Þah'e. Wî bi xwe nedîtîye, wî derewên nivîsevanên Îranî gewêj kiriye. Ji bilî vê jî xwedanê 'Dîroka Xoyê' her xelkê Xoyê ye, gellek baþ dizane ku sedan salin ev mînarên hanê bi navê 'Mînara Þems' bi nav û deng in(25).






EMÎR BEGÊ DUNBULÎ






Tê gotin ku hevdemê Sultan Sencerê Selçuqî (511-525 (k)= 1117- 1131 z) bûye û dostayetî û peywendîyên wan pirr bi hêz bûye. Li bajêrê Xoyê gellek cih û war li pêy wî mane. Li sala 590'ê koçî ango 1194'ê zayînî mirîye.(26) Ev Emîra eger piþtî Emîr Caferê Þems El- Mulk bûbe bi fermandarê Dunbulî, bêgûman negêhîþtîye dewrana Seltenetê Sultan Sencer.






MÎR EHMED XANÊ DUNBULÎ






Kurre Emîr Beg e û miroveyekî bi hêz û desthilatdar bûye, gellek hez ji dostayetîya zana û edebdostan kiriye. Hestyarê mezýn yê sofî 'Mewlana Celaleddînî Rumî, xwedanê Mesnewî û Dîwana Þemsa Tebrîzî (604-673) yekek ji dostên here taybetî yê wî bûye.. Li gundê 'Baba Ehmed' yê nêzîkî çiyayên 'SÝNCARAN' ku bi navê xwe peyda bûye û mirîye û her li wê derê hatîye veþartin.(27) Di Þerefnamê de ev Mîr Ehmeda bi navê Þêx Ehmed Beg û ji nevîyên Îsa Beg tête naskirin. Guya di serdema Akkoyunluyan de(700- 908) fermanrewa damêzrandîye û Qelaya 'BAY' û Hekkarî dagirkiriye. Piþtî mirina wî kurrên wî Þêx Îbrahîm û Þêx Behlul ciyê wî tijî kirin.(28) Bi vê yekê ji bo me xuya dibe ku ew kitêbên Dunbulîyan bi xwe di derheqa malbata xwe de nivîsîye, zanistîyane û ciyê bawerîyê nîne..






EMÎR ÎBRAHÎM






Devera Fermanrewatîya wî li Tebrîzê bû, ku Cengîzxanê Moxolî ketîye welatgirtinê û bi riya aþitîyê û dostayetîyê ve di gel wî danûstandin kiriye. BÝ wî awayî welatê li bin destê xwe ji talankirin û wêrankirina Moxolan parastîye û li sala 692'ê koçî mirîye.(29) Eve rast be jî dîsan di agahdarîyan de þaþî û nerastî heye. Ji ber ku Cenngîzxanê Moxolî di navbera 542- 624'ê koçî de hebûye.(30)






EMÎR CÎMÞÎDXAN






Li sala 692'ê koçî li ser textê fermanrewatîyê runiþtîye û di herema Hekkarîyê de dijî artêþa Moxol þerkiriye. Li sala 725'ê koçî Xazanxanê Moxolî arteekî pirr hêz þand li ser wî û þikandîye di herêma çiyayê 'Çilexane' de di þerî de hatîye kuþtin û li gundê 'Siyah Bay' hatîye veeþartin(31) Li gor min dîsan þaþîtî di vê agahdarîyê de heye û ne raste ji ber ku Xazanxanê Moxolî di navbera 670- 703 de hebûye ku dike 23 sal berîya vî þerî.(32)


Emîr Behlûlê kurrê Ehmed Beg, Emîr Behlûlê kurrê Cimþîd guya li sala 760'ê Koçî mirîye Þah Mansurê kurrê Emîr Behlûl ku li sala 795 mirîye. Ev hemû serdarên êla Dunbulî bûn û li ser wan hinek tiþt hatiye nivîsîn ku ciyî bawerê nebû.


MÎR MAHMUDÊ KURRÊ ÞAH MANSUR






Ev Serdarê bi hêz û desthilatdar bûye. Di serdema padþayetîya 'Sultan Yildirim Beyazîdê Osmanî' de (755-805= 1345-1403 z), bi xwe çûye di gel wî û bajêrê 'Mahmûdî' avakir ku îro yekek ji bajêrên Kurdistana Tirkîyêye û li sala 820'ê koçî li wê derê mirîye û her li wê derê hat^ýye veþartin.(33)


Emîr Welî'yê Dunbulî ku li Xoyê bûye, Hacî Beg kurrê Emîr Welî ku di sala 822'ê koçî de mirîye û Sultan Elî Begê kurrê Hacî Beg ku sala 835 mirîye û Emîr Nezerê kurrê Sultan Elî vana hemû ji Mîrên Dunbulî bûn.(34) Lê ez ji van agahdarîyan bigumanim.

rojekanu is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-12-2006, 02:58 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,633
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 22977
Rep Puaný : 2296650
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan


EMÎR FERÛDÛN 'QÝLÝC'






Fermanrewayê Kurdistan, Azerbeycan û Êrmenistanê bûye û paytextê bajêrê Xoyê bû. Nivîsevanê pirtûka 'Cihan Numa' Hac Xelîfe (1017- 1067'ê Koçî) gellekî pesna wî daye.(35) Guya li sala 860'ê koçî mirîye.






EMÎR BEHLÛL KURRÊ EMÎR FERÛDÛN 'QÝLÝC' 'HACÎ BEG'






Ev mirova di serdema padiþayetîya 'Cihan Þahê' kurrê Qere Yusufê 'Qere Qoyunlu de (839-897) serdarê Dunbulî bûye yekek ji mûrîdên Þêx Cuneydê Sefewî bûye( ku Emîn Zekî Beg bi xeletî kiriye Þêx Heyderê kurrê Cuneyd) ku li sala 860'ê koçî (ne 880'ê koçî) kete þerî bi gel Sultan Xelîlê kurrê Þêx Îbrahîmê Þerwan Þahan. Behlûl piþtevanî li hêza Sultan Cuneyt kir û di wî þerî de hate kuþtin û di binê çiyayekî de hate veþartin ku îro ji vî çiyayî re tê gotin qorix û çêra Hacî beg û ji der û dora wê qorixê re jî tê gotin 'HACÎ BEGLU'(36) Guya ev Emîr Behlûl ewqas bi desthilatdar bûye ku piþkek ji Teberîstan, Mazenderan û Daxistan jî di bin destê wî de bûye.(37) Bi nasnavê 'Hacî Beg' hatîye naslirin û wî du kurr hebûn: Rustem û Elem..






EMÎR RUSTEMÊ DUNBULÎ






Guya bi nasnavê 'Þah Werdî Beg' hatîye naskirin. Wexta bavê wî di þerî de hate kuþtin temena wî yanzde sal bû, fermanrewaya Dunbulîyan da destê xwe ku Sultan Heyderê kurrê Cuneytê Sefewî kete þerî dijî Ferux Yesarê Þîrwan Þah. Emîr Rustemî alîkarîya wî kir û di vî þerî de hate kuþtin.(898k) Hinek dibêjin di rubara 'KURR' de xeniqî û termê wî ji avê hate derxistin û li gundê 'Nazik' hate veþartin û li ser gora wî berwara mirina wî hatîye nivîsandin.(38)






EMÎR ELEM ÞAH






Mirovekî zîrek û aza bû di serdema padþayetîya 'Sultan Yaqubê Aqqoyunlu' de(882- 892) ku di vê serdemê de li ser text bûye,gellek rûyê wî hebû. Ew eþîrên Dunbulî yên giradayî vî Emîrî bûn bi 'Elem Þah Beglu' bi nav û deng in.(39)






EMÎR BEHRÛZÊ KURRÊ EMÎR RUSTEM






Serdarê Dunbulî û demekê jî fermanrewayê Geylan û yê Erdebîlê jî bûye. Di serdema Þah Îsmaîlê Sefewî de bi wî ve girêdayî bûye. Ji ber xweþbawerîyê û dilsafîyê nasnavê 'Selman Xelîfe' daye wî. Piþtî mirina Þah Îsmaîl vêca bû alîkarê 'Þah Tesmasb' û dereca 'MÎRÊ MÎRAN' jê re hate dayîn. Li sala 940(1534) ku Sultan Suleymanxanê Osmanî (Bi Qanûnî hatîye naskirin) fêm kir, 'Þah Tehmasb' bi leþker ve berê xwe daye Xorasanê, ev yeka hanê derfet zanî, êrîþ kir li ser Azerbeycanê û herêma Tebrîzê dagir kir. Þah Tehmasb, ku ev nûçe bihîst bi leþkerê westyayî û mandîbûyî ve vegerîya ji bo berevanîyê. Di vê rewþê de Emîr Beruz bi du hezar siwarîyên Dunbulî ve gehîþt hawara 'Þah Tehmasb' û bi vî karî ve coþek da artêþê û morala wan bi hêz kir,piþtî vî þerî ku bîst sal kiþand. Emîr Behrûz waz ji kar û barên serdaritîyê anî ji bo nevîyê xwe û dest bi rêberayetîya olî ya Dunbulîyan kir. Bi xwe heta sala 985 jiyaye û di temena 95 salî de koça dawîyê kir.(40)






HACÎ BEGÊ KURRÊ ÞÊX BEHLÛL BEGÊ DUNBULÎ






Ev Mîra di serdema Padþayetîya Tehmasbîyê Sefewî de Fermanrewayê 'Xoy û Segmen Awa' bûye û li hemberî dilsozîya wî ji bo dewletê nasnavê 'Sultan' dane wî. Ew nasnava hanê ji bo sivik kirina Sultanê Osmanî bû. Osmanîyan jî li hemberî wê nasnavê 'Paþa' dida xelkê ji bo sivik kirina navê Þah. Vêca dema ku Îskender paþa Mîrê Mîranê Wanê ji bo hawara Hesen Begî Mahmûdî û Xan Mihemed bi hêzên Kurdistanê ve êrîþ kir li ser Hacî Begê Dunbulî ku paytexta wî bajêrê Xoyê bû. Hacî ji ber ku hêz û mirovên wî çûbûn ji bo þerî û ji wî dûr ketibûn, bi naçarî derîyên Qelan kîlîl kir û xwe têde qayîm kir. Lê xanima wî ku xuþka Hesen Beg û Mihemedê mahmudî bû bê agadarîya mêrê xwe bi gel birayên xwe rêkketibû û bi dizî ve nîva þevê derîyên Qelê ji bo dujmin vekiribû. Bi vî awayî Îskender Paþa bajêrê Xoyê dagirkiribû. Hacî Beg piþtî þer û pehlivantîyek mezin hatibû kuþtin û tenê kurrekî piçûk bi dû xwe hîþtibû. Bi navê wî ango 'Hacî Beg' lê hate kirin.(41) Êla Mahmûd ya Kurd jî her Êzîdî bûn. Lê Dunbulî bi Sefewîyan ve; Mahmûdî jî bi Osmanîyan ve girêdayîbûn. Gellek caran li ser qorix û çêrê û dagirkirina sînorê hevdu di navbera wan de bûye sedêmê þer û dujminayetîyê. Herdu dewlêtên Sefewî û Osmanî ji bo gihîþtina mefên xwe yên ramyarî û aborî ew kirine pîyon û tuþa mezintirîn karesat û zîyan kirine.(42)



EHMED BEG KURRÊ BEHLÛL BEG






Ev serdara bi fermana 'Þah Tehmasbê Sefewî' bûye fermanrewayê devêrên 'Segman Awa û Xoyê'. Piþtî ku Hacî Behlûl Beg hate kuþtin ku êrîþa artêþa Osmanî li ser Xoyê zêde bû, seranên hêz, eþîr û êlên Dunbulî ketine li nav tirsê û ricîfinê û car û bar çûne li alîyê Osmanîyan. Ev bê îstîqrarîya wan 'Þah Tehmasbê Sefewî' xistîye li ser hêrs û kînê gava ku Sultan Suleyman ji êrîþkirina li ser Nexcewan vegerîyaye ji bo paytextî û Þah Tehmasb dizanibû hêzên li ser tixûbê Osmanîyan kême ji vê derfetê mefa wergirtîye û xwe amade kiriye ji bo wergirtina herêmên ji dest çûbûn. Vêca hersê kurrên Behlûl Beg ango Ehmed Beg, Îsmîal Beg û Cafer Beg bi gel artêþa qizilbaþan þandîye ji bo Ardahan û bi dizî ve serleþkerên qizilbaþan tembîh dike: Li filan rojê hemû êla Dunbulî qirbikin. Serokên qizilbaþan ji bo pêkanîna fermana Þah 400 kes ji dilsoz û egîdên Dunbulî û hersê Emîrên navbirî dikujin. Þah Tehmasb bi xwe her di wê demê de bi þûr ew Dunbulîyên di koþka wî de efser, karbidest û notirvanên taybetî yên wî bûn, qirdike û serê wan jê dike ku hejmara wan 23 kes bû.(43)






MANSUR BEGÊ KURRÊ MÝHEMED BEG






Di vê karesatê de tenê Mansur Beg serê xwe rizgar dike û direve ber bi Kurdistana Osmanî. Bi fermana Sultan Sêlîmê Osmanî deverên 'Quturdere' û 'Bargîrî' dane wî nokerîyê rizgarbû, Dunbulî li dewr û dora ala xwe kom kir. Bi dirêjîya jiyana xwe rêvebirina kar û barên êla xwe ve mijûl bû. Piþtî mirina xwe du kurr bi pêy xwe hîþt: Welî Beg û Qilic Beg. (44)






QÝLÝC BEGÊ KURRÊ MANSÛR BEG






Piþtî mirina bavê wî Osmanîyan Nexcewan dagirkir. Devera 'Awciq= Ocuq'ê xiste li jêr dest, gellek azayane û serbestîyane fermanrewaya van derana girte destê xwe ku Emîr Þerefxanê Bîtlîsî li sala 1005'ê koçî , wê dema Þerefname dinîvîsî ew hêj dijîya û Emîrê welatê xwe bû.(45)






EYUB XAN






Guya nevîyê Emîr Behrûzê kurrê Emîr Rusteme. Pêla wî ya Mîrê Mîran (Beyler Beyi) hebûye. Bi pêla Serdarî ya here bilind ya artêþê 'Riyaset Erkan ame' ve hatîye xelatkirin û li sala 994'ê koçî mirîye.(46) Lê xwedanê dîroka Xoyê ku bi vê nûçê qayîl nabe û dibêje: 'Eyubxan kurrê Ken'an Xelîfeyê kurrê Selman Xelîfeyê Dunbulîye' (47) Lê serokanîyên herdu nivîsevanan li ciyê bawerîyê nînin.






HACÎ BEGÊ KURRÊ HACÎ BEG






Me berê jî dîyarkiribû ku wê dema Hacî Beg hate kuþtin, zarokekî li ber þîr jî li pêy xwe hîþtîbû, navê 'Hacî Beg' lê hatibû kirin. Þah Tehmasbê Sefewî ferman da ji wî re dadîyekê bigirin. Heta mezin bû û pêgêhîþt ew xist li rêza efserên notirvanên mezin yên koþka xwe(Qorucî).


Piþtî demekê fermanrewayîya di devera 'ABAQA' de wî û eþîr û êlên Dunbulî li dewr û dora wî kombûn. Di salên 984- 998'ê koçî de ku þer di navbera Osmanî û Sefewî de destpêkir û dema 20 salan kiþand. Tehmasb Îsmaîlê duyem û Mihemed Xwabende yek ji piþtî yek mirin û Ebbasê Sefewî hate li ser text. Emîrxanê Musil yê Turkman bi serdarê Azerbeycanê hatibû danîn û di gel Osmanîyan di þerî de bû. Wî Hacî Beg bi gel hêzên Dunbulî birîbû ji bo þerî ku leþkerê wan þikest û hate tengezar kirin. Hacî Beg di rûbara 'KUR' de xeniqî.(48)






SULTAN ELÎ KURRÊ CÝMÞÎD BEG






Li wê serdema ku Þah Tehmasb fermana qirkirina Dunbulîyan dabû. Ev Elî Beg yekek ji efserên baregayê Þahî bû. Ji xweþ bextî xwe di wê demê de çûbû ji bo 'Esfehan' ji bo komkirina bac, xerac û serane, nêzîkî 200 Tuman(49) komkiribû. Ku li wê derê nûça qirkirina Dunbulîyan bihîst û revî xwe gihand Wanê û li wê derê xwe di nav eþîr û êlên Dunbulî de veþart. Piþtî demekê hêrs û kîna Þah Tehmasb vemîrî û bangewazîyek da ku Dunbulî efû kiriye.






Sultan Elî ev rewþ baþ zanî û vegerîya alîyê Sefewîya û sed Tumanê ji wan peran ku biribû li xwe anibû û biribû ji bo Þah Teymasb ku vê carê ew bi xweþî ve wergirt li cem xwe.






Piþtî demekê ku Sultan Mihemed Xwabende hate li ser text fermanrewatîta Dunbulî pê rewa dît û devera 'Silêman Sera' û nîvê devera 'ABAQA' xiste li ser wan deveran ku di bin destê wî de bû. Vêca Sultan Elî çar salê rebeq ev herêma rêvebir. Þerê navbera Osmanî û Sefewî hemû caran welatê li bin desthelatîya wî wêran dikir. Di dumahîkê de tenê devera 'Dereya Alakîs' û 'Þerûr'a Nexçewanê bi destê wî de ma. Gava wî koça dawîyê kir. Ev sê kurr li pêy wî man: Nezar Beg, Qilîc Beg û Husên Beg.(50)






NEZER BEGÊ KURRÊ ELÎ BEG






Piþtî mirina bavê wî ji alîyê Sultan Mihemed Xwwabende ve fermanrewatîya Dunbulî pê hate spartin. Piþtî demekê ku Osmanîyan herêma Êrîvanê (Yerîvanê) ji Sefewîyan send, Senan Paþayê Cexalezade pêla Wezîrî bû Serdarê vê herêmê.


Ev Nezer Beg di gel hinek ji serdarên eþîrên 'Rumlu Elbawit' yên qizilbaþ û 'Çemeþkezig û Sehdlu' yê Dunbulî de ku di wê demê de li 'Çuqur Sehd' rudiniþtin- ku îro dikeve piþka Azerbeycana Sovyetî- piþtgirîya dewleta Osmanî kir û bi riya 'Senan Paþa' ve çûn ji bo dîtina 'Ferhat Paþa' yê Salarê osmanî li Erzîrum. Vêca Ferhat Paþa ferman da ku her wekî serdaretîya Segman Awa, Silêman Sera û Çaldiran di destê bav û bapîrên wan de bûye dîsan bidin wan (Ango bi Nezer û Qilic)


Lê di wê serdemê de 'Segman Awa' û 'devera Bargirî' bi fermana Þah Tehmasb û piþtre bi destûra Mihemed Xwabende hatibû dayîn Mansur Begê Mahmûdî. Vêca ku ev destûra nû ya Ferhat Paþa derçû, Mansur Begê Mahmûdî serê xwe beramberî wî nizm nekir û herdu dewletên Osmanî û Sefewî jî hersendek wisa digerîyan ku agirê þerî di navbera Kurdan de geþbikin û hejar û bêçareyên kurd xwe qirbikin û meydan ji wan re xweþ bibe ku sînor û axa bindestên xwe firehtir bikin. Vêca êlên Mahmûdî û Dunbulî bi gel hevdu ketin þerî. Ji vî alîya Nezer beg û Hesen Begê birayê wî û heþtê mêrên egîd û azayên Dunbulî hatin kuþtin; ji alîyê dinê jî sedan kesên Mahmûdî bûne sutemanî û qurbanî ya dewa û hewesa dujminan.(51)






QÝLÝC BEGÊ KURRÊ SULTAN ELÎ BEG






Piþtî kuþtina herdu birayên (Nezer Beg û Hesen Beg) wî bi gel komek ji serdarên êla Dunbulîyan berê xwe da Erzîrumê û çû li cem Ferhat Paþayî û li wê derê gilîyên xwe, derdê dilê xwe jêra anîye zmên. Karesat jî ji bo Ferhat Paþa ruhn kir. Ferhat Paþa jî destûr da ku Mansur Beg û serdarên êla Mahmûdî ku di wî þerî de bûn, bînin li cem hev ji bo vekolîn li ser vê karesata nelirê. Vêca lijna lêkolînê hat çêkirin ji çend endaman: yekek ji wan endaman Emîr Þerefxanê nivîsevanê Þerefnamê bû. Gava çûn li ser bingeha sedema þeran, xuya bû ku sedem fermanên berevajî û dijî hevdu yên Ferhat Paþa ne ku daye. Her carekê ferman daye wan herêman bixe li bin desthilata yekek jiwan. Ku ji vê yekê jî armanc ew bûye kurdan dijî hevdu derxe û hevdu bide kuþtin wisa jî dewletên Osmanî û Sefewî bi dilê xwe bijîn.



Vêca Ferhat Paþa bi xwe naçar bû alozîyan dûmahîk bîne wan wan aþtbike û rêkbixe. Bi wî awayî ku Mansur Begê Mahmûdî herêma 'Segman Awa' bide Emîr Hacî Begê nevîyê Hacî Begê mezin û herêma Çaldiranê jî bixe li jêr destê Qilic Begê.


Vêca herdu êlên Dunbulî û Mahmûdî naçarbûn serê xwe ji bo aþitîyê rêkketinê xwar bikin.(52)


Lê Þah Ebbas ku hate li ser text û desthelata wî zêde bû carekê din herêma Tewrîz ji destên Osmanîyan derxist.


Qilic Beg, xweji desthelata Osmanîyan rizgar kir û xwe li ser Sefewîyan qelem da.


Îskender Begê Tirkman, nivîsevanê taybetî yê Þah Ebbas dinivîse: Piþtî dagirkirina Qela Êrîvanê( Yerîvan) di sala 1012'ê koçî de ferman hate dayîn ku dîyarî û nîþan bête dayîn bi wan serdarên Kurd ku xwe bi xoþevîstîya Þah Þahsun qelem dabûn û çûbûn axa binê nigê wî maç kiribûn. Wek; Xazî Beg, Qoçî Beg, ji kurrên Þah Qulî Bilbilan, serdarê Hekarî Qilic Beg, Cemþîd Sultanê Dunbulî, Mansur Begê Mahmûdî û kurrên wî yên din. Vêca her yek ji wan deverek, ji herêmê xist bin destê xwe.(53)






CEMÞÎD SULTAN






Ev serdara bi gel çend eþîrên Dunbulî ve ji desthelata Osmanî veqetîya bû xwe avêtibû alîyê dewleta Sefewî. Di wan þeran de ku Þah Ebbas di Belx û Xorasanê de kiribû vî Cemþîdî tê de piþikdarî kiribû û egîdê û azayetîya xwe nîþan dabû. Vêca sala 1011'ê koçî Þah Ebbas ferman dabû ku ji xelata xizmetê wî bike fermanrewayê 'Merend'ê nêzîkî Tewrêze. Piþtî ku Qelayê Yerîvan dîsan hate dagirkirin hinek deverên din wekî dîyarî ji wî re hate bexþandin. Sala 1014'ê koçî ku leþkerên Osmanî û hêzên serdarên kurd êrîþkirin li ser 'Xoy û Merend'. Vî Cemþîdî berevanîya temam ji welêt kir û ji alîyê xwe ve leþkerê Osmanî þikand û heta sê mîla kete li nav axa Osmanî. Lê, artêþa li ser Osmanîyan ji ber dujminayetî eþîrtîyê ji hemû alîyan ve dora wan pêça û di vî þerî de gellek kes ji egîdên Dunbulî û yên din hatin kuþtin. Cemþîd xwe xelaskir ev karê wî bû sedêmê vê yekê ku li ciyê xelat û aferîna azayetîyê û egîdîyê, tûþa loman û gilîyan bû.(54)






SELMAN SULTANÊ DUNBULÎ






Li gor 'Tarixa Xoy'ê di bingeh de navê wî Emîr Behrûzê duyem bûye(55) ku divê kurrê Þah Benderxan be ku di jêrenotên 'Þerefnamê' de navê wî hatîye (56) û nasnavê wî Subaþî (Mudirê Polîs) bûye.Ew gêhîþtîye koþka Þah Ebbas û bi temamî nokertîya xwe nîþan daye û Þah Ebbas navê 'Selman' lê kiriye ku navê bapîrê wî jî 'Selman Xelîfe' bûye.


Sala 1017'ê koçî pêla 'Sultan' daye wî û kir rêveberê 'Curs û Selmas'. Eva seyîr ewe ku rehmetî Emîn Zekî Beg navê vî mirovî anîye zmên û usa nîþan daye ku Þerefnamê wergirtîye û dema mirina wî li sala 1014'ê koçî tomar kiriye.(57)


Lê di serdema wî de Þerefxan zû de miribû, min ji jêrenotan eva wergirtîye. Vêca di vê serdemê de ku ew Mîr bûye, Mihemed Paþayê kurrê Zalpaþa ku yekek ji serdarên Osmanî bû di gel wî hevsînor bû û fermanrewayê 'ercîþ' û 'Adîlcawaz'ê bûye. Car û bar wî êrîþ birîye li ser devera jêr desthilatîya Selman Sultan ku hawar þandiye ji bo Pîrbudaqxanê fermanrewayê Tewrîz û daxwaza alîkariyê û hevkarîyê jê kiriye. Vêca ji bo pêþgirtina Mihemed Paþa hêzek hate hawara wî. Li sala 1035'ê di navbera artêþa Osmanî û ya îranî de þer çêdibe. Wê gavê Pîrbudak fermanrewayê Tebrîzê bû. Serdarê Artêþa osmanî jî li wê dewr û dorê, Tekellu Paþayê Beglerbegê Wanê bûye. Hinek serdarên kurdên wê deverê jî bi gel wî bûn. Selman Sultan jî di vî þerî de piþikdarî kiriye û heta dewr û dora Wanê pêþketîye. Ji ber vê azayetîya hanê di dilê Þah Ebbas de ciyekî taybetî girtibû û nasnavê 'Xan' jêre hate bexiþandin. Her wisa dema ku kurdên Soran( Ango, navbera herdu Zapên Mezin û Piçûk = Parêzgeha Hewlêra îro) û Bradost( Armanc êlên ji Mîrê Lepzêrînê Qela Dimdimêye) êrîþkiribûn li ser Urmîyê(Rezaye). Selman Sultan bersînga wan girtibû.(58) Guya di serdema Þah Sefî de jî ku piþtî mirina Þah Ebbas di sala 1038'ê koçî de hatibû li ser text. Di wê demî de Sultan Muradê Osmanî êrîþ kiribû li ser Azerbeycanê, her wisa di wê serdemê de jî Walîyê Bexda Ehmed Paþa bi gel Îranê di þerî de bû. Vî Sultan Selmanî di çiyayên Hekarîyê de berangarîya Ferhad Paþayê Serdarê Osmanî kiribû û azayetî nîþan dabû. Ev Mîra heta nefesa dawîyê ya jiyana xwe her fermanrewayê 'Curs û Selmas' bûye û piþtî mirina wî her di wê Qelayê de hatîye veþartin ku bi xwe li 'Curs'ê avakiribû.(59)






ELÎXAN






Kurrê Behrûzxan( Selman Sultanxan)e, bi nasnavê 'Sefî Qulî' hatiye naskirin (ji ber ku xizmetkarîya bi dilsozî û nokertîya barhilgirî ji bo ' Þah Sefî' kiriye). Gava Sultan Muradê Osmanî êrîþ biribû li ser Azerbeycanê û Ferhad Paþayê serdarê wî jî êrîþ kiribû li ser Kurdistanê. Wê demê vî Elîxanî gellek egîdî nîþan dabû. Piþtî ku Walîyê Bexdayê Ehmed Paþa êrîþ kir wî bi aþitîyane þer bi gel wî dûmahîk anî. Heta mirinê her fermanrewayê Azerbaycanê û Ermenîstanê bûye.(60)


Çend kurr li pêy wî bi mabûn. Ji hemûyan bi nav û dengtir: Murtaza û Qiyas bûn.






MURTAZA QULÎXAN






Kurrê Sefî Qulîxan(Elîxan)e. Di dewrana Þah Ebbasê duyem de yekek ji here nêzîkên Þah bûye. Gellek hewl daye û piþtevanîya wî kiriye heta anîye li ser text. Ji ber vê yekê Þah Ebbas dereca 'Xan' dabû wî. Wî mirovî di bajêrê Îsfahan de gellek koþkên mezin avakiribû. Her wisa di bajêrê Qumê de jî salona 'Xwabigake' ya 'Hezreta Mehsume' nû kiriye û Qela 'Curs' ji nû ve çêkiriye û di bin serpereþtîya wî de ew herdu mizgeftên 'Beþko' û 'Ewreng' li bajêrê Esfahanê hatin çêkirin. Di wê demê de brayê wî Qiyas Beg Mîrê 'Kaþan' bû. Navbera herduyan xirab bûbû. Murtaza ji Esfahanê ve berê xwe da Qumê ji bo ku serê wî biçemine. Lê,Qîyas qet morala xwe winda nekir û pêþwazîya wî kir. Wî jî ew efû kir. Lê Qîyas Beg bi nêhînî û bi dizî ve jehr da wî û ew li wê derê mir. Þahbazxanê kurrê wî ku bi gel wîbû ev tawana mamê xwe veþart ji bo ku dujmin þa nebe. Termê bavê xwe bir Qumê û liwê derê veþart. Murtezaxan yanzde keç û sê kurr hebûn: Þehbaz, Þahnewaz û Eyub.(61)






QÎYAS BEG






Kurrê Sefî Qulîxan(Elîxan)e. Yekek ji nokerên gellek nêzîk yên þah Ebbasê Sefewî yê duyem bû. Piþtî ku jehr da birayê xwe Murteza Xan, bû serdarê êla Dunbulî. Li sala 1058'ê koçî ku, Þah Ebbas êrîþ kir li ser Afxanîstan ji bo dagirkirina 'Qendehar'. Ev Qiyas Bega di gel Þah Ebbas Duyem bû wê dema ku ew di þerî de þikest, hejmarek mezin ji egîd û azayên êla Dunbulî û serokên wan bûn qurbana nokertîya bigane. Vêca Qiyas Beg ji þerm û rûreþîyê ne tenê rûyê wî tune bû Þah Ebbas bibîne belku rûyê wî tune bû êla xwe û herêma Azerbeycan jî bibîne. Ji ber van sedeman li 'Kaþan' cihniþîn bû. Þah Ebbas ferman da çend gund bajarok xistin li bin desthelatîya wî ji bo bi xwe û zilamên wî yên ku ji devê þuran rizgar bûbûn tê de cih û war bibin bi kar û þolên xwe ve mijûl bibin. Vêca malbata Qîyas Beg û zilamên wî li 'Kaþan' û dewr û dora wî bi navê eþîra Zerabî (bikuj-lêder) ku armanc bi berevajîya wî hatin naskirin. Ji van Dunbulîyên Kaþan helbestvan û Edîb û hunermendên gellek jêhatî peydabûne ku li dora xwe li ser wan diaxivin.(62)






EMÎR ÞAHBAZXAN






Kurrê Murtaza Qulîxane. Li sala 1122'ê koçî (1710) piþtî mirina bavê xwe bûye Mîrê Dunbulîyan. Di serdema Þah Ebbasê Duyem de yekek ji yawerên wî bû. Lê di serdema Þah Silêman û Þah Husên de waz ji yawerîyê anî û vegerîya li nav êla xwe û Fermanrewatîya XOY jê hate spartin. Vêca her wekî Mîrê dinyayî yê êla Dunbulî bû. Her wisa Mîrê dînî û rêberê wan bû. Ji bo qencîtîyê û karên baþ rê nîþana wan dida. Ku Ebdullah Paþayê Koprulîzade, bû walîyê Wanê û êrîþ kir li ser herêma Xoyê. Þahbazxan di Qela Xoyê de xwe qayîm kir û xwe xiste kemînê û 12 meh di dorpêçê de ma. Piþtî van 12 mehan artêþa Osmanî Qela bajêrê Xoyê dagirkir û Þahbazxan û 38 kes ji serok, navdar û xizmên wî ku berevanî kiribûn di sala 1144'ê koçî de bi þûr û tîx hatin parçe-parçe kirin.(63)






MURTEZA QULÎXANÊ DUYEM Û NECEF QULÎXANÊ BÝRAYÊ WÎ






Sed mixabin nivîsevanan eve xuyanekirine ku ev herdu serdaran kurrên kîjan serdarê Dunbulîne. Lê ev herdu serdaran di Padiþahîya Nadîr Þahê Efþar de ji fermandeyên bi nav û deng yên artêþa Îranî bûn.


Nadîr Þah karê komkirina bac û serana bajêrê 'Xoyê' û êla Dunbulî bi van herdu birana spartibû. Di encam de ew bi vê yekê tawanbarkirin ku guya 100 hezar tumen dizîne û biryar dabû ku divê vî diravî þunda bidin. Ew ji bo ku vî diravî ji êl û eþîra Dunbulî kombikin wisa jî ji Nadîr Þah xwastin ku derfeta wan bide û biçin nav êla xwe. Gava her du bira rizgarbûn û guh nedan fermana þah û namek ji bo serdarê artêþa Osmanî nivîsin ku fermandeyê herêmên Qers û Erzurumê bû û daxwaza penabertîyê ji dewleta Osmanî kir.


Ev bûyer di wê serdemê de rûdabû ku Nadîr Þah di ser herêma Kurdistanê de derbas bibû û dora Qela Musilê pêçabû. Gava Nadir Þah ev nûça bîhîst ji daxê ricifî û waz ji dorpêça Musilê anî û vegerîya ji bo Îranê. Þah Nadir ferman da 'Mihemed Rezaxanê Qirxîluyê Efþarî' bi lez bigîhîje herêma Dunbulîyan serhildana wan biþkêne û koka wan holê rake.


Di encam de þer çêbû di navbera Osmanî û Efþarî de û artêþa Osmanî þikest û Murteza Qulîxan di þerî de hate kuþtin.


Vêca Nadîr Þah nama lêborînê di nav eþîra Dunbulîyan de belavkir û Qur'anek ji destnivîsa 'Mîrza Ehmedê Tewrîzî' bi navê 'Bawerîyê' þand ji bo Necef Qulîxan. Vêca ev serdara bi xwe û eþîra Dunbulî ve vegerîyan Îranê û welatê xwe li Xoyê bi cih û war bûn û di gel serokên din yên Dunbulî de dereca bilind wergirt. Gava Nadîr Þah hate kuþtin û Îbrahîm Paþa yê kurrê birayê wî li ciyê wî rûniþt….. Piþtî wî jî di serdema malbata 'ZEND' dewra wan gellek xuyabû.


Kerîmxanê Zend di meha hecîyan ya sala 1177'ê koçî (1764) de ferman da ku van herêman bixe li bin desthelatîya wan: Etrab, Alan, Beraxuþ, Erewneq, Mîhranrud, Serdsera, Dîhxwaregan, Ucan, Heþtrud, Merend, Germrud, Serab, gerger û hinek ciyên din…


Vêca di vê serdemê de ku 'Mîrê Mîran' yê Tebrîzê bû. Li bajêrê Tebrêz zelzele çêbû û bajar wêranbû. Kurrekî Necef Qulîxan di bin dar û berên kawilê de mir. Lê ew bi xwe jî rizgar bû. Paþê wî bajarê Tewrêzê dubare avakir. Wî sûrek fireh li dewr û dora bajêr çêkir. 12 derîyên wê sûrê hebûn. Her wisa jî serayek mezin ji bo karên dewletê çêkir. Ku îro jê re tê gotin defterxana Þahî. Ev Necef Qulîxan edîb, zana, helbestvan û bîrbir bû. Li sala 1196'ê koçî (1782) mir.(64)






ÞEHBAZXANÊ KURRÊ MURTEZA QULÎXANÊ DUYEM






Yekek bû ji ewên ku di dewrana Îbrahîm Þahê Efþarî (Birazayê Nadîr Þahê Efþarî) de gellek bi rûmet bû. Bi gel wî çû ber bi Xorasanê û di qehremantîya Îbrahîm Þah dijî Adil Þahê Birayê wîde piþikdar bû.


Piþtî ku Îbrahîm Þah hate kuþtin, hawar bir ber bi 'Azadxanê Afgan' û bi gel wî êrîþ kir li ser Azerbeycan û bû yekek ji fermandeyên mezin yên artêþa Afgan dijî artêþa Kerîmxanê Zend….Herwisa di wan þeran de ku di navbera 'Fetîh Elîxanê Efþar' û 'Kerîmxanê Zend' de rû da bû. Ev Þahbazxana bû alîgirê Fetîh Elîxan. Împaratorê mezin yê Îranê ew efû kir û serdaretîya 'XOY' û 'SELMAS'daye wî. Piþtî demekê wisa diyare ku Kerîmxan ji wî bi guman bû. Ji ber vê yekê hem Þahbazxan û hem hemû serdarên Azerbeycanê bangkir ji bo Þirazê û li wê derê akincî kirin. Bi gel van hemû karên wî, Kerîmxanê Zend gellek jê hez dikir. Ji ber vê yekê keça xwe Sahîb Sultan Xanim bi gel kurrê wî Ebu El- Fetîhxan zewicand. Ev serdarê Dunbulî sala 1187'ê koçî li Þîrazê koça dawîyê kir.(65)

__________________
rojekanu is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-12-2006, 02:58 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,633
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 22977
Rep Puaný : 2296650
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan


EMÎR EHMEDXANÊ DUNBULÎ






Guya piþtî ku Murteza Qulîxan û Necef Qulîxanê birayê wî çûn alîyê dewleta Osmanî ew li ciyê wan bi Mîrê êla Dunbulî ew li ciyê wan bi Mîrê êla Dunbulî hatiye dayîn. Herwisa di serdema Kerîmxanê Zend de jî ku Þahbazxan fermanrewayê Xoy û Selmas bû. Ev Mîr Ehmeda her Mîrê êla Dunbulî bû. Piþtî ku Þehbaz li ser fermana Kerîmxan çû Þîraz ev Mîr Ehmeda li Xoy û Selmas ma desthelatekî gellek bi hêz destxistîye. Û ew bû fermanrewayê serbixwe yê wê dewr û dorê û sed hezar xezanên êla Dunbulî li ser wî bûn.


Ehmedxan mirovekî zîrek, aza, xoþtevî, daner û dadperverbû. Ji xweiya lawandina wî, hezaran mirovên hunermend, pispor û hûrkar ji bo bajêrê Xoyê akincî bûbûn. Her wisa di serdema desthelata wî de herêmên Merend, Zenuz, Erewneq, heta qiraxq rubara Aras her wisa Tewrêz, Selmas û Qerecedax vejiyan û pêþketin. Ji bilî vê,li ciyê bajêrê Xoyê yê kevn bajarekî nû avakir û kolan û cadde û derîyên wê pehn, fireh û rast damêzrand û gellek bax û baxçe li dewr û dora bajêrî çêkir. Di nav bajêr de çend Hemam, Kerwansera, Xan û Mizgeft avakir û þand minarên herdu (Îmamî û eskerî) mizgeftan li Samerayê çêkir. Herwisa li bajêrê Xoy sera serayeka dewletê ya gellek mezin damêzrand. Di wan deman de bajêrê Urmîyê (Rizaye niha) ku devera Ustane (Parêzgeh) li ser bi Xoyê bû, kurrên Þehbazxan ku xwe bi xwedan heq dizanîn di fermanrewatîyê de ji Mîr Ehmed re ketin hîle û fêlan û di mêvandarîyê de biryara kuþtina wî da. Lê ew jî dilreþîya wan agahdar bû, xwe ji eywana koþkê avêt xwarê û xwe veþart. Lê kurran her di wê mêvanîyê de kurrê wî kuþtin. Ku navê wî 'Kelb 'Elîxan ' bû. Piþtre pêy wî gerîyan ew dîtin û roja çarþemba rebîh el-ewil 1202'ê koçî kuþtin di wê mizgeftê de hate veþartin ku bi xwe sazkiribû.(66)






EMÎR HUSÊN QULÎXANÊ DUNBULÎ






Kurrê Emîr Ehmed bû. Gava ku kurrên Þehbazxan Emîr Ehmed kuþtin ev kurra bidîlî birin û avêtin zîndanê. Lê kurrê wî yê din navê wî Cehfer Qulîxan bû, rizgar bûbû xwe giyandibû li nav êla Dunbulîyan. Di nav bîst rojan de hejmareka baþ ji aza û e gîdên Dunbulî komkiribû û 'XOY' girt û mêrkuj hemû kuþt.(67)


Emîr Husên, birayê xwe yê mezin jî ji zîndanê rizgar kiribû û ew anî li ser textê fermanrewatîya Dunbulîyan. Di wê demê de 'Zekî Xanê ZEND' li ciyê Kerîmxan girtibû. Dewleta Dunbulîyan bi resmî naskir û ferman ji bo mor kir ku ev ciyana di bin destê wan de bin: 'XOY, TEWRÊZ Û MEREND'…







Sala 1204'ê koçî ku malbata Qaçar bi pêþengîya 'Axa Mihemmed Xanê Nêremuk' li ser malbata Zend serketin û zal bûn. Vî Emîr Husênî di gel Axa Mihemmed peymana dostayetîyê girêda û diyarî û bac jê re þand. Axa Mihemed wê dema vê dilxweþîya wî pêhesîya herêma 'Erdebîl' jî xist li bin desthelatdarîya wî û keye lawandina wî û daxwaz jê kir ku mal û zarokên xwe bibe li bajêrê Qezwîn. Gava ku Axa Mihemmed êrîþ bir li ser 'Qerebaxê' û bi gel 'Îbrahîm Xelîl Cewanþîrê' Emîrê wê derê ket þerî, Husên Qulîxan tev li vî þerî bû tê da ciwanmêrî û azayetî nîþan da. Axa Mihemmed ji xelata azayetîyê dereceya MÎRÊ MÎRAN da wî û herêma Qerecedax jî xiste li ser welatê bin destê wî. Piþtre ew kir Serokê Arteþê yê piþka Azerbeycanê. Paþê Husên Qulîxan di gel Îbrahîm Xelîl de peywendîya zava û xezûrtîyê damêzrand. Ji ber vê yekê Axa Mihemmed di derheqa wî de ket gumanê û ew þand û mala wî anî Tehranê û li wê derê xist li bin çavderîyê. Fermanrewaya Dunbulîyan da Caffer Qulîxanê birayê wî. Ku axa Mihemed xanê Nêrîmuk wî alîyê rubara Aras di Qela Þuþî de li sala 1211'ê þoçî hate kuþtin. Sadiq Xanê Þikak þoreþek destpêkir bi artêþa ve berê xwe da Tehranê ji bo tepeserkirina Fetîh Þahê Qaçar ku li ciyê Axa Mihemmed bûbû Þah. Beþek ji hêza xwe þand ku biçin bajêrê Xoyê dagirbikin ku paytexta fermanrewatîya Dunbulîyan bû. Lê Fetîh Elî Þah di þerî de li ser Sadiqxan serket û serdaretîya Tewrêz û Xoy da Cafer Qulîxan. Lê gellek nekiþand Caferxan, Sadiqxanê Þikak û Mihemed Qulîxanê Efþar peymana dostayetîyê girêdan û dijî Fetîh Elî Þahê Qaçar þoreþek destpêkirin. Lê, Fetîh Elî Þah sîyaseta 'parçe bike û rêvebibe' kar anî. Yekser rûyê lawandinê niþanî Emîr Husên Qulîxan da û ji bilî xebat û niþanan fermanrewatîya Tewrîz û Qerecedaxê jî pêþkêþî wî kir û xiste rê ji bo rêvebirina kar ûbar û arteþek xist di bin fermana wî da ku Cafer Qulîxan nekarî bersingê artêþa Qaçar bisekine. Li sala 1213'ê koçî ber bi ser sînorê Osmanîyan revî û bi zor û bi razîbûn hejmarek gellek mezin ya ya egîd û serokên Dunbulîyan bi gel xwe hilda û bir. Gava ku wî Xoyê li cih hîþt Emîr Husên Qulîxan gêhîþte Xoyê û li serê bajêr peya bû.


Fetîh Elî Þah di wê serdemê de hate Azerbeycanê, Emîr Husên Qulîxan pêþwazîkir ji bo serdana wî û di baxê 'Dil Guþa' de mêvandarîya wî kir. Ewqas baxekî xweþ, geþ bi gul û gulzar xemilandibû ku 'Rewzeyî Rezwanî Behîþt' li hemberî wî histîxwar bû. Piþtî xizmetê giranbihaya çend hezar tumen dîyarî û bacên gellek degmen û bi nirx ji bo wî amadekir û ji kel û pelên Rusî, Frengî û Romî li çend huþtir û hêstira barkir û da Þahî. Di vê mêvanîyê de sedan Mîr û Beg û 3000 suwarî û pêya di gel de bûn.


Gava Fetîh Elî Þah Azerbeycan bi cih hîþt û nûça serbilindîya Husên Qulîxan gêhîþt Cafer Qulîxanê birayê wî pirr dilteng bû. Ji rewþê mefa wergirt hejmareka mezin ji Kurdên Êzîdî, Þikak û Dunbulî komkir û êriþ bir li ser 'XOY'ê. Husên Qulîxan ji tirsê hawar bir li ber fermande, Mîr û begên ser bi Qaçarî û daxwaza alîkarîyê ji wan kir. Her wisa þikayetnameyekî dûr û dirêj ji bo Fetîh Elî Þahê Qaçar nivîsî. Bi vî awayî alîkaryek mezin ji bo wî hat û di þerî de ew li ser birayê xwe Cafer Xulîxan serket. Ji bona du desthelatdarên mezin hezaran hejar û bêdesthelatên Kurd bûn qurbanî. Lê Husên Qulîxan ji vê serketinê sûd wernegirt, nexweþ ket û peyamî dawîyê pêsîra wî girt û sala 1213'ê koçî mir.


Emîr Husên Xanê Dulbulî mirovekî zana hiþyar bû, hez ji avadanîyê dikir; pisporê karê Nujdarîyê, Stêrnasîyê û Endazyarîyê bû. Di wê serdemê de Mîrekî bi desthelat bû û li bajêrên Xoyê û Tewrêz û di bajarokên din destê xwe de çendîn Mizgeft çêkir. Yekek ji wan, 'Mizgefta Xan' bi nav û denge. Herwisa pispor þandin ji bo Samarayê ew minarên ku bavê wî li ser gora du îmamên eskerî dest pêkiribû hêj temam ne bûbûn, miribû, wî ew temam kirin.(68)







EMÎR CAFER QULÎXANÊ DUNBULÎ






Nasnavê vî mirovî 'Batman Qiliç' bû. Gava kurrên Emîr Þahbazê Dunbulî, Emîr Ehmedxanê bavê wî kuþtin. Wî xwe rizgarkiribû. Di nav êla Dunbulî û êlên Kurd yên din de gerîyabû û hêzek mezin pêkanîbû. Wî êrîþkiribû li ser pismamên xwe û herêma 'XOY'ê ji destên wan derxistibû. Bi alîkarîya birayê xwe yê mezin (Husên Qulîxan) kar û barên herêmê rêvedibir.


Lê, dema Axa Mihemedxanê Qaçarê Nêremuk (Payextexan) dewleta Zendî ruxand û dewleta Qaçarî damêzrand, Emîr Husên bir ji bo Tehranê û Emîr Cafer li ciyê wî bû Emîrê Dunbulîyan. Vî kurrê aza û egîd di þerên 'QEFQAS', 'QERS' û 'KÝRMAN' de alîkarîya Axa Mihemed kir û bû serokê Artêþa Azerbeycanê. Dema ku Axa Mihemed hate kuþtin û Fetîh Elîxan ciyê wî girt destûra fermanrewayetîyê jêra mor kir. Di wê demê de tirs ket dilê Sadiqxanê Þikak û herêmên Serdirud, Germrud û Serab çolkir û bi êl û eþîrên dewr û dora xwe ve koçkir ji bo Þirwan.


Lê Caferxan ji vî karî gellek aciz û xemgîn bû, namê jêra nivîsî û çend car bi gel hevdu name guherîn û jê daxwazkir bizivire herêmên ji bo herêmên bin desthelata xwe. Ji bo ku dijî Fetîh Elî Þah þoreþ destpê bikin. Gava ku Fetîh Elî Þah ji van plan, hîle û fêlan agahdarbû, yekser Emîr Husên Qulîxan ji Tehranê ve þand ji bo Xoyê.(Wekî me di destpêkê de gotibû ku Axa Mihemedê Yexte jê tirsyabû û biribû Tehranê). Wekî me berê jî gotibû Emîr Husênxan salekê piþtî Mîrîtîya xwe miribû.


Vêca Caferxan û Fetîh Elî Þah rêkketin bi wê þertê ku kurrê xwe yê mezin biþîne Tehranê û di koþka Þahî de ji bo bawerîyê bimîne. Cafer kurrê xwe bi gel mella Îbrahîmê Xoyê- ku yekek ji Muctehîdên mezin bû- þand ji bo Tehranê û bi xwe jî bajêrê Xoyê runiþt. Lê Fetîh Elî Þah ji vê yekê waz neanî, kurrê xwe Ebbas Mîrza ku 'Welî Ehd Naîb El- Seltene' bû þand ji bo Azerbeycanê û ferman daye ku li dû Caferxan biçin û ew bê li serdena wî. Eger nehat diyare fikra wî xirabe leþker biþînîn li ser Qela û bajêrê Xoyê wî derxin û li ciyê wî Mahmudxanê Dunbulî bike fermanrewayê Dunbulî û herêmê.


Ebbas Mîrza gava gêhîþt Tewrêzê gazî Cafer Qulîxan kir ku bête serdana wî. Lê Caferxan zanibû mesele çiye, nehat. Ebbas Mîrza bi Artêþekî ve êrîþ kir li ser wî. Caferxan barên xwe yên giran veguhast ji bo Qela 'Hodir' ku niha gundeke li ser bi Þahpur(Selmas) û ferman da birayê xwe Kazim Beg bi hêzekê ve berevanîyê ji 'HODÝR' ve berê xwe da BEYAZÝD û QERSÊ ji bo komkirina hêzên kurdan. Devam dike

__________________
rojekanu is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 09:33 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.