|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Mirovên kurd hergav gazinên xwe li hev dikin, û dibêjin xwedêgiravî bi awakî giþtî þiûra netewî li nik kurdann zeîf e. Bi raya min, ko îro gazinên wisa belawela tên kirin, ne bêesas in û rastiyeke wan heye. Rast e.
Þiûra netewî bi awakî giþtî li nik kurdên vê dema em tê de ne zeîf e û bi taybetî li nik siyasetvan û ronakbîrên kurd ên bakurê Kurdistanê ji hemû mirovî kêmtir e. Sedema herî esasî a ko vê qenehetê bi min re çêdike ev e: piraniya siyasetvan û zanayên kurdên bakurê Kurdistanê mirovên li mektebên tirkî xwendine û li bajarên Tirkiyê jiyane. Ev in ên ko zêde nasiya wan bi kultura tirkî çebûne û herwiha di bin bandora siyaseta asîmîlasyonê de mane. Bêþik siyaseta asîmîlasyonê encamên xwe ên neyînî pirtirîn tesîrê li ser mirovên wisa dihêle. Ji ber ko ev mirovên ha di emrekî biçûk de (heftsalî) roj bi roj ji jiyana xwe a kurdî dûr ketine. Bi taybetî li bajaran di prosesa xwendina ko armanca wê asîmîlekirina zarokên kurdan e, gelek mirov ji kultura kurdî dûrdikevin, ji çîrok û metelokên kurdî mahrum dimînin. Hafiza van mirovan ji dêlva serpêhatî, qehremanî û bûyerên tarîxî ên kurdan, bi qehremaniyên tirkên selçûkî, osmanî û kemalîstan tên dagirtin. Ji dêlva þiîr, metelok û stranên kurdî, þiîr, stran û merþên tirkî bi wan tên ezber kirin. Encamên prosesek wisa gelek tesîrên neyînî li ser jiyana kulturî dihêle, mirovan ji civaka xwe xerîb dixe, hafize û þiûra tarîxî bi mirovan re zeîf dike. Bêþik prosesek wisa tesîrên xwe ên neyînî li ser þiûra netewî jî dihêle. Mirovên ko di vê prosese de jiyane, hesabê ko ew çiqasî di bin tesîra wê de mane nekin, ew ê hew xwe bixapînin, ew ê ne tenê bûyerên tarîxî û kulturî ên dema kevin nezanibin, herwiha ên dema herî nêzîk, heta ên dema ko ew bi xwe tê de jiyane jî wê bi þêweyek rastî nezanibin. Herwiha ji bîr kin, an jî wê çewt û berevaji bizanibin. Encamên siyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ko mirov li ser vê mijarê raweste, ew ê zahmet be mirov têbigihê, gelo ji bo çi îro li bakurê Kurdistanê tevgera netewî gîhaye merhela herî nizm? Gelo ji bo çi gelek ji kadroyên siyasî ên bi programên serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kirin, îro dev ji îdealên xwe berdane? Hin ji wan "bawer dikin" ko ew realîst in û li gor wan "rastî ji bo kurdan ew e, ko kurd doza mafên xwe ên netewî daxin dereca herî nizim". Beþek din dibêjin: "Ev hezar sal e kurd û tirk wek bira bi hev re jiyane û ne mimkin e ji hev biqetin". Hin jî li ser navê kurdan propaganda ordiya tirkiyê dikin û dibêjin "tenê ordiya tirkiyê dikare pirsa kurdî çareser bike". Beþek jî, kurd û tirkan endamê neteweyekê dibînîn. Lê hin kes jî "difikirin" ko xwedêgiravî eger Tirkiye perçên din ên Kurdistanê dagir bike û têkeve yekîtiya Ewropayê, wê gavê divê hin mafên kurdan bide wan. Mirov dikare bipirse, gelo ji bo çi nêrînên wisa di tevgera kurdî de hakim dibin? Gelo xwediyê van lênerînan, tevgera kurdî gîhandine kîjan merhelê? Ji bo çi "heviyên" wan hatine guhertin? Gelo rewþa aborî, siyasî û kulturî ji salên berî heþtiyê çêtir bûye? Tiþtê tê zanîn, ji destpêka sala 80-î û vir ve de, dewletê bi kemanî 3 000 gundên kurdan þewitandiye, bi kuþtin, girtin û darê zorê bi milyonan kurd koçder kiriye. Ev yeka ha jî bûye sebeba ko di nav gelê kurd de hejmara mirovên cahil û nexwendî zêdetir bibe. Dewletê ekonomiya welêt têk biriye û sermayedarên wê koçî bajarên Tirkiyê kiriye. Bax, baxçe û zevî ji bêxwedîtiyê beyar bûne. Bi kurtayî, dewletê di warê iqtîsadî, civakî û kulturî de struktura civaka kurdî têk biriye û siyaseta asîmîlasyonê bi her awayî dijwar kiriye. Piþtî van bûyerên neyînî, bersiva pirsên li jor, mirov bi gotina pêþiya, "sal bi sal xwezî bi par" karê bide. Eger di rewþeke wisa de meylên, ko min li jor mîsala wan dabû li nik "zana" û "rêberên" kurdan peyda dibin, pêwîst e mirov serê xwe li ser sedemên esasî rê li rewþeke wisa vedikin biêþîne. Fikir û nêrînên wisa ne li ser hîmê rastiya civakê ava dibin. Berjewendiyên gelê kurd naparêzin. Mirovên wisa di çarçova statukoya dewletê de hereket dikin û alternatîvên "çareserkirina" pirsa kurdî, di nav alternatîvên hazir ên di gerîneka dewletê de hene, dibînin. Ew îdealên gelê kurd, nirxên wê ên tarîxî û kulturî dane ji bîr kirin û ên mayîn jî dane ber lingan. Baweriyên wisa xizmeta du tiþtan dikin: 1) Þiûr û tevgera netewî a gelê kurd têk dibe. Ev dused sal e, di dil û mejiyê gel de rih û îdealên serxwebûnê û azadiyê hatiye çandin û bi sedhezaran kurd bi xwîna xwe nirxê wê dane. 2) Nêrînên wisa hakimiyeta dewletên dagirker û bindestiya miletê kurd mitleq dike. Bi helwesta di nav hêz û alternatîvên hazir de rawestan tarîx nayê çêkirin. Derheqê vê mijarê de fîlozofê polonî Ejî Þatskîn dibêje: "Eger mirov, ji hêzên hazir tenê li gel terefekî rawestiyana û tenê ji alternatîvên hazir yek hilbijartana, piþtî demekê wê ne xwedî tarîx bana." (Ejî Þatskîn, "Utopya i Tradîtsîî", 1990. rûp. 133). Ji bona ko gelê kurd karibe þiûra xwe a netewî li ser linga bihêle, berjewendiyên xwe ên netewî biparêze û girêdanên xwe ên bi neslê berî xwe re nas bike, pêwist e ew jî wek hemû gelên din berê xwe bide tarîxa xwe û bûyer û çalakiyên tarîxî û kulturî bîne bîra xwe. Xebatek wisa mirov dikare di çarçova pêwendî û girêdanên þiûra netewî û þiûra tarîxî de binirxîne. Bîranîna bûyer û çalakiyên tarîxî û kulturî, ji teref zanyaran bi têgeha "hafiza tarîxî" tê bi nav kirin. Herwiha, zanebûna derheqê dema derbasbûyî, wek perçekî esasî ê þiûra netewî û wek potansiyeleke manewî a gel tê nirxandin. Hafiza tarîxî perçekî kulturê ye û zanebûna mirovan a dema pêþiyên xwe, destanên xwe û urf û adetên xwe îhtiwa dike. Lê hafiza tarîxî û þiûra tarîxî ne eynî tiþt in. Ehemiyeta hafiza tarîxî ew e, ko mirov dikarin wê di gelek wara de bi kar bîne. Nimûne: Hisên netewî ên ko li ser bingehên bîranîna tarîxî þikil digirin, li nik mirovan dikarin welatperweriyê û xurura netewîtiyê geþ bike. Lê ew ji teref nijadperest û faþistan jî, li dijî gelên din kare bê bi kar anin. Gava mirov derheqê têgehên hafiza tarîxî, þiûra tarîxî û þiûra netewî fêrî tiþtinan dibe, raste rast di serê mirov de hin pirs peyda dibin. Mirov digihê qenehetekê ko zanayên vî ilmî lêkolînên "nerast" kirine, an jî divê "çewtiyek" di rewþa kurdan bi xwe de heye. Ji encamên bûyerên neyînî, ên ko civaka kurdî xistine nav agirê dewleta Tirkiyê divê hemû mirovên kurd xwedî berpirsiyar be. Gelo ji bo çi ev bûyerên dijwar ji bo gel nabin potansiyelek manewî, a ko nefretê li dijî dewletê zêde dike û daxwaza serxwebûnê xurt dike? Gelo ji bo çi, ji dêlva rihê welatperweriyê û xurura netewî geþ bibe rihê teslîmiyetê û koletiyê li nik zanayên kurdan hakim dibe? Ma ne ev hezar sal e, tirkan bi zor û talanê Kurdistan dagir kirine? Ma ne ew in, ên bi her awayî hewl didin ko kurdan ji ortê rakin? Ma ne divê ko ev bûyer perçekî kultura gelê kurd bin? Ma gelo lazim e ko gelê kurd mahkûmî jibîrkirina van bûyeran bibe? Vê gavê mirov têdigihê, bê çi sosirmet bi serê gelê kurd de hatiye. Di rewþeke wisa de, gelo ehemiyeta aktuelkirina bûyerên tarîxî heye? Eger derheqê bûyerekê de lêkolînek zanistî nehatibe kirin û sedemên wê, ên teybetî û gelemperî nehatibin eþkere kirin, aktuelkirina bûyereke wisa wê xizmetê ji berjewendiyên gelê kurd re neke. Eger aktuelkirina bûyereke tarîxî berjewendiyên gelê kurd biparêze, wê gavê dikare þiûra tarîxî û netewî a gelê kurd geþ bike û encamên pozîtîv li ser tevgera netewî bihêle. Tarîxnasa Sowyetî L. M. Drobijeva derheqê vê mijarê de wisa radigîhine: "Þiûra tarîxî aktuelkirina hafiza tarîxî ye. Hafiza tarîxî elementek þiûra netewî ye û ji teref berjewendiyên netewî-civakî tê aktuel kirin. Aktuelkirina bûyerên tarîxî û kulturî bi þertên konkret ve grêdayî ne. Berî her tiþtî rewþa civakî û siyasî dikare van bûyeran aktuel bike." (Traditsîî v sovremennom obþestvê, 1990. rûp. 226-228. ) Mirov dikare þiûra tarîxî, bi þêwa pêwendî û helwesta mirovan a li gel bûyerên tarîxî û kulturî binirxine. Bûyerên tarîxî ne tenê ên geleki ne, mimkin e li dijî berjewendiyên hin gelan bin, lê ên hinan jî biparêzin. Di rewþeke wisa de helwesta mirovan divê ji hev cida be. Encamên bûyereke tarîxî, ne mimkin e ji bo her miletî wek hev be. Di tarîxa gelê kurd de bûyerên wisa gelek in. Ji bona ko karibe hafize û þiûra tarîxî bibe perçekî þiûra netewî, divê bûyerên tarîxî û kulturî ên gelê kurd di çarçovak wisa de bê nirxandin Peymana Lozanê bûyereke tarîxî-navnetewî ye. Wê balansa hêza siyasî û eskerî, a dinyayê guherand. Peymana Lozanê ji bo demekê be jî, nakokiyên di nav dewletên bloka Antant û bloka Alman, Awisturya û Tirkiyê de rakirin. Bi awakî îzafî be jî, îstîqrarek û balansek siyasî di nav dewlet û hêzên ko di vê herêmê de xwedî nifûz bûn saz kir. Ew ji bo hin dewletan serketin bû. Lê ji bo kurdan windakirin bû. Mirov dikare Peymana Lozanê di sê xalê esasî de analiz bike: 1) Lozan di pêwendî û nakokiyên navnetewî de. 2) Tirkiye û Lozan. 3) Pirsa kurdî û Lozan. Her xalek bi serê xwe mijara lekolînekê ye. Ez ê hewl bidim li ser pirsa kurdî û tesîrên encamên Lozanê li ser tevgera netewî rawestim. |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
1. Lozan di pêwendiyên navnetewî de
Wek tê zanîn þerê Cihanê ê yekê di nav du blokên mezin de derket (Bloka Antant - Ingilîz, Ferensa, Îtalya û Rûsya û bloka Almanya, Tirkiye û Avistirya). Di prosesa þer de þoreþa Oktobrê (1917) balansa siyasî a dinyayê guhert. Herçiqas dewletên Antant terefê serketî bûn, lê mecbûr bûn ko di peymanên bi bloka di þer de þikestibû, rewþa siyasî a nuh, ango hebûna Sowyet Rûsyayê hesab kin. Þoreþa Oktobrê; serketina bolþewîkan li herêmên Kafkasya û Navçê Asya yê; serketina kemalîstan li Tirkiyê û nakokiyên dewletên Antantê bi xwe, bûn faktorên esasî, ên ko prosesa parvekirina erdên dewleta Tirkiyê gîhandin peymana Lozanê. Di prosesa peymanê de sê pirsên esasî hatin minaqeþe kirin. Pirsa parvekirina erdên dewleta Osmanî; pirsa rejîma tengavên Tirkiyê (Çanakale û Stenbol) û pirsa kapîtûlasyon û deynên dewleta Tirkiyê. Di civîna yekem a Lozanê de her du pirsên ewil hatin mineqeþe kirin. Tirkiye, bi þertê parastina tixûbên siyasî, ên niha, li gel pêþniyara dewletên Antan rawestiya. Di pirsa Tengavan de berjewendiyên ingilîz û frensiyan digîhan hev. Ingilîzan hesabên li dijî Sowyet Rûsyayê û mihtemel þerekê ko di nav wan de derkeve, dikir. Di rewþeke wisa de, wê dixwest tengavên Tirkiyê ji gemiyên herbê re vekîrîbin. Frensa bi teybetî dixwest nifûza xwe a li ser nefta Romanyayê biparêze û gava pêwîst be bi gemiyên herbê karibe kontrola rêyên transporta nefta Romanyayê bike. Pirsa rejîma tengavan li ser du pêþniyarên li dijî hev hate mineqeþe kirin. Ingilîz û frensiyan pirsa, ko gemiyên herbê bi serbestî karibin di tengavan re derbas bibin xistin minaqeþê. Lê Sowyet Rûsya nedixwest gemiyên herbê di tengavan re derbas bibin. Wê digot, divê tengav, ji derveyî gemiyên herbê, ji hemû gemiyên ticarî re vekîrî bin. Konferansê li gor pêþniyariya ingilîz û frensiyan bîryar stend. Bi kurtayî, encamên vê peymanê di têkîlî û nakokiyên navnetewî de berjewendiyên Ingiltere û Frensayê, lê bi taybetî ên dewleta Ingilîz parastin û herwiha nifûza ingilîzan di warê siyasî û aborî de li herêma Rojhilata-navîn xurt kir. 2. Tirkiye û rola kemalîstan di peymana Lozanê de Wek tê zanîn dewleta Osmanî ji destpêka sedsala XIX de gihabû qonaxa ko têk biçe. Rewþa wê di tarîxê de bi navê "Pirsa Rojhilat" tê zanîn. Pirsa Rojhilat (pirsa qedera herêmên Balkan û Rojhilata-navîn) bûbû sedema nakokiyên navnetewî. Wê teqrîben sed salî berdewam kir. Bi teybetî nakokiyên Ingiltere û Rûsyayê ji bo nifûza li herêmên Balkan û Rojhilata-navîn temenê dewleta Osmanî sed salî dirêjtir kir. Di destpêka þerê cihanê ê yekê de, li gor biryarên peymana Saykes-Picot (1916) dewletê Antant li ser parvekirina dewleta Osmanî li hev kirin. Tirkî jî wek dewletek di þerî de þikestî, mecbûr bû ko li gor þertên dewletê Antant peymanekê imze bike. Ew peymana Sewrê bû ko di 10/8 1920-î de di nav hikûmetên Antant û Tirkiyê de hat imze kirin. Þertên wê, çend bajarên Anadoliyê ne tê de, temamê herêmên dewleta Osmanî dixist bin nifûza dewletên Antant. Di vê demê de hikûmeta Osmanî di têkîliyên navnetewî û ên hindûrî de gelekî zeîf bû. Belê rewþa kemalîstan her ko diçû xurt dibû û berî peymanê (23/4 1920), li Enqerê meclîsa xwe damezirandin. Þertên peymana Sewrê gelekî elastîk hatibûn hazir kirin. Ew ji bo bazarek di dema pêþ de hatibûn hazir kirin. Bi taybetî xalên derheqê pirsa kurdî bi hin egeran ve hatibûn girêdan. Þertên peymana Sewrê, ne tenê li gor rewþa Tirkiyê a siyasî hatibûn hazir kirin. Ew wek perçek stratejiya micadela li dijî Sowyet Rûsyayê û li gor muhtemel guhertin û bûyerên li wê derê bibin, hatibûn hazir kirin. Di vê demê de, dewletên Antant û Emerîka ji bo têkbirina hikmê sowyeta, li dijî Sowyet Rûsyayê micadele dikirin. Ingilîzan hewl didan ko nifûza xwe di herêmên Navça Asyayê û Kafkasyayê de xurt bikin û wan ji Rûsyayê biqetîne. Herwiha dewletên Antant hewl didan mixalefeta Rûsyayê xurt bikin. Xalek herî girîng a peymana Sewrê, planên damezirandina Ermenistana Mezin bû. Li gor vê peymanê erdên ermeniyan û herêmek mezin a bakurê Kurdistanê jî diket hindûrê tixûbên Ermenistana Mezin. Wê planê bakurê Kurdistanê perçe dikir û þertên ko kurd karibin yek bin û dewleteke serbixwe ava bikin ji ortê radikir û herwiha desthilatiya ingilîzan li baþûrê Kurdistanê xurtir dikir. Plana Ermenistana Mezin gelên kurd û ermenî anî hemberî hev. Gelê kurd ne dixwest di bin hakimiyeta ermeniyan de bijî. Zilm û zora ji teref ermeniyan de (di dema herba cihanê de) li kurdan hatibû kirin, nehatibû ji bîr kirin. Ew bêbaweriya di nav kurd û ermeniyan de û xistina hin heremên bakurê Kurdistanê hindurê tixûbên Ermenistana Mezin bû faktoreke esasî ko kurd di wê demê de nêzîkî kemalîstan bûn. Eger ko Ermenîstana Mezin ava bûbaya, ew ê ingilîzan di ser wê re karîbana nifûza xwe li herêma Kafkasyayê xurt bikin û midaxeleyî hindirê Rûsyayê bikin. Lê plana ingilîzan û mitefiqên wan neçûn serî. Mixelefeta rûsan ji teref bolþewîkan hat þikandin, herwiha li Gurcistanê, Ermenistanê û Azerbeycanê hikim ket destê bolþewikan. Sowyet Rûsya di 1921-ê de bi dewletên cîran Tirkiye, Îran û Afganîstan re peymanên dostayê imzekir. Di destpêkê de ingilîzan di pirsa deshilatiya dewleta Tirkiyê de, li dijî kemalîstan piþtgiriya siltanê osmaniyan dikirin. Lêbelê siltan jî, ji her þertên wan re digote erê. Lê hêza ko xurt dibû kemalîst bûn. Wan bi soza ko otonomiyê bidin kurdan, hêzên kurdan ên herêmî li dor xwe civandin. Kemalîstan piþtî ko rewþa xwe a siyasî û eskerî li Kurdistanê saxlem kirin, karîbûn hêza yûnaniyan biþkînin. Serketina bolþewîkan li tevaya herêmên Rûsya û Kafkasyayê; hemû bûyer û guhertinên siyasî ên li Tirkiyê, bûn sedemên guhertina balansa hêza siyasî a herêma Rojhilata-navîn. Kemalîstan di 1921-e de piþtî avakirina hikûmetê, biryarên peymana Sewrê rawestandin. Frensî û îtalî ji bona nifûza Sowyetê di herêmê de zêde nebe û kemalîst nekevin bin tesîra wê - firebûna nifuza Rûsyayê berjewendiyên Frensa û Îtalya li Tirkiyê û herêma Balkana dixist tehlukê - xwe nêzîkî wan kirin û sozên rawestandina peymana Sewrê dan wan. Guhertinên siyasî ên li jor, herwiha planên ingilîzan, ên peymana Sewrê jî têk birin. Ew jî mecbûr man ko siyaseta xwe li dijî Tirkiyê, li gora rewþa siyasî a nuh biguherînin. Hêviyên xwe ji siltan birîn û bi kemalîstan re pêwendiyên xwe danîn. Ingilîzan pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re, hem ji bo ko rê li firehbûna nifûza Rûsya bigirin û hem ji bo pirsa kurdî têk bibin xurt dikirin. Berê her du terefan, tevgera kurdî ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev bi kar tanîn. Lê rewþa nuh, rê dida her du dewleta ko Kurdistanê di nav xwe de parvekin û tevgera netewî têk bibin. Ji bona têkbirina peymana Sewrê û haziriyên konferanseke nuh Tirkiyê û dewletên Antant dest bi pêwendiyên dîplomatîk ên nuh kirin. Rewþa siyasî a herêmê hedî hedî ber bi zelalbûnê diçû. Nakokiyên Tirkiyê û dewletên Antant kêm dibûn û înteresên wan ên dabeþ ew mecbûr dikirin ko dest bi pêwendiyên dîplomatîk bikin. Li ser vî esasî Tirkiyê, Ingilîz, Frensa û Îtalya dest bi guftûgoyan kirin. Di dema konferansa Londonê de (1921) þertên peymana Sewrê sivik kirin. Li Mudanyayê (3-11/10 1922) her çar dewletan, li ser pirsên esasî ên mijara konferansa Lozanê li hev kirin. Pirsa yekê têkbirina qerarên peymana Sewrê bûn, ango redkirina mafê kurdan bû. A duyem jî guhertina rejîma tengavan bû. Kemalîstan ji nakokiyên siyasî ên navnetewî û bi taybetî jî, ji nakokiyên dewletên Antant û Sowyet Rûsyayê fêdek baþ dîtin. Konferansa Lozanê di 20/11 1922-an de dest bi civîna yekem kir. Di vê civînê de tirk û ingilîz serketî ji konferensê derketin. Tirkan gelek erdên nuh bidest xistin û tixûbên siyasî ên niha hatin qebûl kirin. Di konferansê de biryarên Sewrê nehatin mineqeþe kirin. Tirk razî bûn Mûsilê bidin ingilîzan û herwiha rejîma tengavan li gor peþniyara ingilîzan hate guhertin. Civîna duyem di 9/4 1923-an de dest pê kir. Di vê dewrê de jî pirsên kapîtûlasyon û deynê dewleta Osmanî hatin minqeþe kirin û di wê de jî tirk bi serketî derketin. Peymana Lozanê di 24/7 1923-an de hate imze kirin. 3. Pirsa kurdî û biryarên peymana Lozanê Pirsa kurdî, ji destpêka herba cihanê a yekê heta peymana Lozanê subjektek pêwendiyên navnatewî bû. Dewletên Antant û bloka li dijî wan, di pêwendî û pêymanên xwe de, hertim hesabên jeo-stratejîk û iqtîsadî û rola Kurdistinê dikirin. Ji prosesa dema herbê heta Lozanê guhertinên ko di hêza siyasî-eskerî de çêbûne, tesîrên xwe dîrek li ser rewþa gelê kurd kirine. Di rojeva guftûgoyên dewletên Antant de, ên li ser parvekirina dewleta Osmanî, Kurdistanê cihekî kî girîng girtiye. Li gor çavkaniyên tarîxî, yek ji xalên esasî, a ko di nav dewletên Antant de bû sedema minaqeþên cidî, pirsa qedera Kurdistanê bû. Li gor qerarên peymana Soykes-Pîko (1916) a ko di nav dewletên Antant hate imze kirin, Kurdistan ew ê di bin nifûza Rûsyayê de bimaya. Di vê demê de micadela tevgera netewî a gelê kurd, ji dû hêlan ve dimeþiya. Li hêlekê tevgera netewî a ronakbîrên kurd bû. Piraniya van mirovan di mektebên tirkî de xwendibûn, li metropolê dijiyan û karbidestên dewletê bûn. Ev bûyera ha di tarîxa gelê kurd de destpêka prosesek nuh bû. Ji ber ko, ew cîlê yekem e, a ko bi metodên rêxistînî a "modern" micadele kiriye û ji gelê kurd re di hindurê tixûbên dewleta Osmanî de otonomî xwastiye. Li hêla din serokên hêzên herêmên Kurdistanê serokatiya micadela gelê kurd - bi þerê çekdarî û metodên tradîsyonel - dikirin. Li gor çavkaniyên tarîxî, heta sala 1918-an micadela herdu hêlan ji hev cida bûn. Ronakbîrên kurd ên li metropolên Tirkiyê, karên rêxistinî, komeleyatî û çapemaniyê dikirin. Bi awakî giþtî karê ko dikirin, ji pêþketina kultur û þiûra netewî re xizmet dikir. Lê encamên karên wan bi awakî berfireh di nav gelê kurd de belav nebû. Herwiha di micadela siyasî de, dewlet nedidan hemberî xwe. Lê rêberên hêzên herêmî herçiqas bi metodên ronakbîrên li metropolan micadele nedikirin, lê li Kurdistanê bûn. Bi gel re di bin zilm û zora dewletê de bûn. Ne tenê derdê gel dizanîbûn, herwiha xwedî hêz û otorîte bûn. Ew xwedî tecrubên civatmeþandin û îdarekirinê bûn. Ev xususiyetên ha dibûn faktorên ko gelê kurd baweriya xwe bi wan dianî û ew ji xwe re rêber qebûl dikirin. Wek tê zanîn, di tarîxa gelê kurd de serhildana Betlîsê bûyereke teybetî ye. Lê derheqê wê de kêm agahdarî heye. Li gor ragîhandinên generalê Rûsî Þaxovskoy, serhildana Betlîsê ne serhildaneke herêmî bûye. Di sala 1914-an de rêberên kurdan, ên herêmî û bi taybetî jî bedirxaniyan, haziriya serhildanekê li tevaya Kurdistanê dikirin. Lê ew di prosesa haziriyê de bêwext hatin girtin. Dewleta Tirkiyê ji bo pêþî li serhildanê bigire, êrîþ anî ser Betlîsê û hin serokên serhildanê girtin û kuþtin. Li gor agahdariyên Þaxovskoy ermeniyan (rêxistina Taþnak) haziriya vê serhildanê ixbarî hikûmeta tirk kirine. Sedemên we jî, wisa radigîhîne: Taþnaqan plana damezirandina "Ermenistana Mezin" dikirin. Li gor plana wan gelek herêmên bakurê Kurdistanê jî diketin hindûrê tixûbên vê dewletê. Wan ha jê hebû ko kurd haziriya serhildanekê ji bo tevaya Kurdistanê dikin. Lê taþnakan serketina kurdan ne dixwestin, serketina kurdan li dijî plana xwe didîtin û ji bo wê kurd ixbarî dewletê kirin. Rêberên kurdan ên herêmî, zû bi zû teslîm nedibûn û zilm û zora dewletê jibîr nedikirin. Gava di sala 1915-an de ordiya rûsan ket bakurê Kurdistanê, gelek alayên hamîdiyê tevlî malên xwe - ji bo ko li dijî ordiya tirkan þer bikin - derbasî terefê rûsan dibûn. Li gor ko Þaxovskoy radigîhîne: ermeniyên ko di ordiya rûsan de leþker bûn, kurd teslîm ne digirtin. Zilm li wan dikirin, dest davetin jinên wan û ew dikuþtin. Ev siyaseta ordiya rûsan bû sedemê ko kurd ji wan dûrkevin. Þaxovskoy dinivîsîne ko herçiqas Kor Hiseyîn paþa dixwest ko bi rûsan re li dij tirkan þer bike, lê ji ber zilma ermeniyan derbasî terefê Rûsan nebû. Lêbelê li dijî Rûsan jî þer nekir, bêteref ma. Rûsya piþtî ko di sala 1916-an de peymana Seykes-Picot imze kir, bi alîkariya Kamil Bedirxan begê ji bona serhildanekê li tevaya Kurdistanê hewl da pêwendiyan bi rêberên kurdan, ên herêmî re dayne. Rûsan dizanîbûn ko giranî û qîmeta rêberên herêmî di nav gel de heye û ji bo wê hesabê xwe li ser wan dikirin. Lêbelê kurdan bi þertê ko ermenî di nav ordiya rûsan de nebin, pêþniyariya wan qebûl kirin. Lê haziriya serhildanê nîvçe ma. Þoreþa Oktobrê bû sedemê ko leþkerên rûsan bi þûn de vekiþin. Herwiha þûndevekiþandina rûsan ji Kurdistanê bû sedêma têkçûna haziriya serhildanê. Pirsa kurdî, ji sala 1918-an heta navçê sala 1920-an xisusiyetek navnatewî distîne. Di vê prosesê de siyaset û pêwendiyên navnetewî gîhabûn merhelek nuh. Guhertina balansa hêza siyasî li Rojhilata-navîn, þertên ji bona ko gelê kurd karibe qedera xwe bi destê xwe tayin bike hazir kiribû. Lê gelê kurd ji bona karibe firsetên wisa bi kar bîne, di warê siyasî û rêxistînî de, tu hazirî nekiribû. Rêxistina netewî "Kurt Tealî Cemiyetî" (KTC) li dora xwe ronakbîrên kurd kom kiribûn û pêþkêþiya tevgera netewî dikir. Lêbelê li Kurdistanê, di nav gelê kurd de xebateke wê a berbiçav tunebû. Pêwendiyên wê bi serokên hêzên herêmî re gelek zeîf bûn. Piþta xwe nedabû hêza gelê kurd. Hesabên xwe ên siyasî, tenê li ser nakokiyên di nav dewleta Tirkiyê û dewletên Antant de dikir. Serokatiya KTC hewl dida ko bi alîkariya dewletên Antant û bi taybetî jî bi alîkariya ingilîzan pirsa kurdî çareser bike. Lê tixûbên çalakiyên wan tu netîcên pozîtîv nedidan, ji ber ko ew tenê di çarçova pêwendiyên dîplomatîk de bûn. Ingilîzan ji bona ko gelê kurd mihtemel reaksiyonekê nîþan nede, hewl didan serokatiya KTC manîpûle bike. Wan hêviyên KTC, ên ko ji bo çareserkirina pirsa kurdî, tenê bi sozên dewletên Antant, siltanê Osmanî û qerarên peymana Sewrê ve girê didan. Derheqê vê mijarê de wezîrê derve ê ingilîz Balfur di 31/7 1920-an de, di talîmatnama xwe a ji nûnerê xwe ê li Stenbol re radigîhand: "Divê ko ji kurdan re tawsiya me ev be: Li ciyê xwe rûnin, tahrîq nebin û li benda biryarên konferansa aþtiyê rawestin." (Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler) Dewleta Ingilîz siyaseta xwe a derheqê kurdan li ser bingehê berjewendiyên aborî, siyasî û jeostratejîk ava dikir.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Di prosesa guftûgoyên di nav dewletên Antant û ên bi Tirkiyê re, ingilîzan hesabê avakirina mandatê li Iraqê dikirin. Pirsa li hevragirtina mandatê û avakirina form û îdara wê, parçek ji tevaya siyaseta ingilîzan a derheqê kurdan de bû. Bi vê mijarê ve girêdayî, derheqê pêwendiyên bi kurdan re karbidestê ingilîzî Kîston di 28/10 1919-an de li Parîsê wisa radigîhand: "Herçiqas em naxwazin ji kurdan bawer kin, lê bikaranîna wan ji bona berjewendiyên me ne." Karbidestê ingilîz Mr. Clerk Cerr jî, di tebaxa1919-an de digot: "Rewþa kurdan û ermeniyan min qet eleqeder nake. Divê ko bingehê siyaseta me a derheqê kurdan, ji bona li Mezopotamyayê damezirandina "tamponek" tatmînkar be. Tixûbekî wisa divê ne li deþtê be, pewist e li çiyayên Kurdistanê be." (Zekî Sarihan, kurtuluþ savaþi günlügü c. 2. rûp. 228, Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler). Ji van nirxandinên ingilîzan, mirov dikare bêje, siyaseta derheqê tixûbên navbera Tirkiyê û Iraqê, parçek siyaseta ingilîzan a derheqê kurdan de bû.
Di prosesa guftûgoyên peymana Sewrê de diyar e ko ingilîz di heqê çareserkirina pirsa kurdî de ne xwediyên biryareke eþkere bûne. Lê xwediyê helwestekê bûne. Bingehê helwesta wan serî-li-kurdan-gerandin bû. Di heqê mijara pirsa kurdî û jeostratejîk ehemiyeta Kurdistanê de, serokwezîrê ingilîz Lloyd George di 19/04 1920-an de wisa radigîhîne. "Zehmet e mirov karibe derheqê Kurdistanê de biryarekê bide. Welat di bin guhê Ermenistanê de ye û ji ber ko qedera wê, asûrî û keldaniyan jî girê dide, bala dewletên Ewropî gelekî dikiþîne. Herwiha Kurdistana Baþûr parçekî mandat, a ko mimkin e di bin îdara Brîtanya Mezin keve. Em fikirîn ko qetandina Kurdistanê ji Tirkiyê, ew ê baþ be. Lê zahmet e mirov karibe texmîn bike, encamên daxwazên kurdan û lihevragirtina wan di dewleteke otonom de, wê balansek çawa derxe ortê …" (Zekî Sarihan, rûp. 236) Encamên vê siyasetê bûn sedemên di konferansa li San-Remo yê (19-26/04 1920) de Kurdistan di navbera tirk, ingilîz û frensiyan de bê parve kirin. Diplomatê sowyetî Rozenberg sedemên pêwendiyên kemalîstan li gel kurdan û rewþa wan a wê demê wisa dianî zimên. Tirk wisa zeîf û bêçare bûne, ji mecbûriyetî hebûna kurdan qebûl dikin û sozên otonomiyê didin wan. M. Kemal û terefdarên wî dizanîbûn ko kurd ne li ser hev in. Ji alîkî de welatê kurdan ji nûh de hatibû parve kirin û ew li ser erdê xwe bêçare mabûn. Ji aliyê din de serokatiya KTC ji bo mafê kurdan piþtgiriya dewletên Antant dikir. Kemalîstan dizanîbûn di warê siyasî û rêxistinî de li Kurdistanê valahiyek heye. Wan ev rewþa kurdan a neyînî ji bona xwe firsetek dihesibandin. Herwiha hewl didan ko ew ê karibin serokên kurdan ên herêmî manîpûle bikin û hêza wan bi alî xwe de bînin. Di heqê vê mijarê de Rozenberg konetî û derewên kemalîstan wisa dinirxîne. "Herçiqas mihtemel e hikûmeta kemalîstan soza otonomiyê dabe serokên kurdan, lê wan nedixwest wê di bîra xwe de bînin. Gava me ji mebûsên tirkan re digot, pêwîst e kurd otonomiyê bistînin, ew bi nefret li dij derdiketin û digotin otonomiya kurdan wê bi xwere serxwebûn û cidabûnê bîne". Rozenberg dewam dike û dibêje, "eger hikûmeta Tirkiyê ji bo otonomiyê soz dabe kurdan, ew ji bona dema zeîf ketibûn, ko kurd li dijî wê ranebin û þerê wê nekin bû. Lê ew gava ber xwe bibîne ew ê li dijî kurdan dest bi qetlîamên leþkerî bike". (Rozenberg, Avp. f. 0132. op. 6, por. N. 288, l. 49). Di wê demê de li Kurdistanê gelek alayên Hemîdîyê hebûna xwe berdewam dikirin. Li gor agahdariyên rûsan, li bakurê Kurdistanê çil hezar mirovên kurd xwedî çek bûn. Kemalîstan bi siyaseteke kone, serokên herêmî xapandin û bi wan dan bawer kirin ko eger bi hev re li dijî dewletên Antant rawestin û bi serkevin, ew ê tirk û kurd bi hev re bin û xwedîyê mafên wekhev bin. M. Kemal gava ji alîkî de soza otonomiyê dida û piþtgirî û dostaya kurdan dixwest, lê ji aliyê din jî konetiya xwe berdewam dikir û li dijî kurdan ji qomandarê xwe ê cepha el-Cîzîrê Newzat Paþa re talîmat rêdikir. M. Kemal di talîmatnama xwe de radîghand: "Ji bo ko hon karibin kurdan bi xwe ve girêdin, divê hon wan ji ingilîz û frensiyan dûr bixin û bi tenê bihêlin û herwiha kurdan û ingilîz û frensiyan bînin beranberî hev." (Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler.) Derheqê vê mijarê de peyva sefîrê Sowyetê ê Enqerê Aralov (1922) gelek balkêþ e. Aralov di hevpeyvîneke xwe bi M. Kemal re dibêje: "Kemal pirsa kurdî, pirseke zahmet û têkelhev didît. M. Kemal digot vê gavê serokên kurdan belav bûne. Hin ber bi îraniyan, hin ber bi ingilîzan ve diçin û hin ji ber bi me de tên." (Aralov S. Î. Vospomineniya sovyetskogo dîplomata (1922-1923), M. 1960. rûp. 107-108). Hikûmeta Enqerê piþtî piþtgiriya kurdan garantî kir, di 07/7. 1920-an de hemû peymanên dewleta Osmanî imze kiribûn red kir. "Îttifaqa" kemalîstan bi kurdan re û pêwendiyên bi Sowyet Rûsyayê re rewþa wan a siyasî û eskerî li Kurdistanê û Anadoliyê xurt kir. Encamên rewþa nûh tesîrên xwe li pêwendiyên Tirkiyê û dewletên Antant jî kir. Generalê ingilîz Ravlîson (1920) rewþa tirkan a nûh de di ber çavan re derbas kir. Ravlison bi þertê ko nifûza Sowyetê li herêmê fireh nebe, soza ko li Tirkiyê piþtgiriya îdarek xurt (kemalîstan) bikin da. Ji ber eynî sedeman frensî û îtalî jî xwe nêzîkî kemalîstan kirin. Serketina kemalîstan li dijî yûnaniyan rewþa wan a siyasî di pêwendiyên hindûr û ên bi derve re xurtir kir. Hemû bûyerên nûh, bûn sedemên ko tirk, karibin peymana Sewrê red bikin û di konferansa Lozanê de bi serketî derkevin. Lê diyar e rêberên kurdan (ên serokatiya KTC û ên herêmî), iqtîsadî-stratejîk û jeostratejîk ehemiyeta Kurdistanê, a ji bona dewletên Antant û Tirkiyê û herwiha planên wan ên derheqê Kurdistanê tênegîhabûn. Piþtî giranî û otorîta siltanê Osmanî þikest û kemalîstan desthilatiya xwe xurt kirin, serokatiya KTC mecbûr bû helwestek nûh bistînê. Serokê KTC Seyid Ebdulqadir û gelek endamên din li nik kemalîstan helwest girtin. Hin endamên KTC daxwaza serxwebûnê derxistin pêþ. Lê dewletê ew mecbûr kirin ji Tirkiyê derkevin. Grûbek kurd ên li Kurdistanê, di bin serokatiya Xalit begê Cibrî de piþtgiriya kemalîstan red kirin, lê li dijî wan jî þer nekirin. Helwesta vê grubê payin bû. Di vê demê de tenê li herêma Dêrsimê - Koçgîrî (1920) kurd ji bona mafên xwe ên netewî serî hildan. Lê ew jî, ji piþtgiriya tevgera kurdî mahrûm ma û di herêmeke biçûk de hat þikandin. Kurdên baþûrê Kurdistanê di vê rewþa nûh de helwesteke rast sitendin. Kurdan li vê herêmê, ji bona ko berjewendiyên xwe ên netewî biparêzin, di bin serokatiya Þêx Mahmût Berzencî de, li dijî ingilîzan serî hildan. Bi awakî giþtî kurd di orta salên 1920-1922-an de ji bo mafên xwe ên netewî bi dest xin tu çalakiyên berbiçav nekirin. Li benda rahma tirkan û ingilîzan man. Lêbelê her du terefan jî ji bona berjewendiyên xwe kurd li dijî hev bi kar tanîn. Bi raya min, bêdengiya kurdên Bakur û hevkariya wan bi kemalîstan re, rê lê vekir, ko kurdên baþûr, konetiyên kemalîstan nebînin û ji sozên kemalîstan ên derewîn bawer bin û nêzîkî wan bibin. Vê helwesta neyînî a kurdên bakur, herwiha tesîr li ser raya giþtî a dinyayê jî kir û pê re qenehetek çêkir ko li Tirkiyê mitleq hakîmiyeta kemalîstan heye, wan bi kurda re problema xwe çareser kirine û istîqrarek siyasî saz kirine. Bi kurtayî bûyer û guhertinên li herêma Rojhilata-navîn ji bo tirkan encamên pozîtîv anîn û bûn sedemên nêzîkbûyina Tirkiyê û dewletên Antant. Hin mirov bêyî ko rastiyê bibînin, dibêjin ko kurdan piþtgiriya ingilîzan kiriba, ew ê mafên xwe ên netewî bi dest xistina. Lê rastî ew bû ko guhertinên dibûn, êdin pirsa kurdî gav dikirin û ehemiyeta wê kêm dikir. Berjewendiyên dewletên hikim li kurdan dikirin, di noqta herî girîng a têkbirina tevgera kurdî de gihaþtibûn hev. Daxwaza li vê herêmê balansek nûh a hêza siyasî, þer rawestandin û bêdengî, ji derveyî kurdan, berjewendiyên hemû hêzên li vê herêmê diparast. Ji bo daxwazek wisa di jiyanê keve konferansa Lozanê hate amade kirin û wê niqte danî taliya prosesa kevn û prosesek nûh destpêkir. Encamên peymanê zerara herî mezin gîhand miletê kurd. Ew li baþûr û li bakurê welêt, bû hedefa zilm û êrîþên tirk û ingilîzan. Ingilîz li dijî hikûmeta baþûr rawestiya û dubendî xist nav Þ. M. Berzencî û havalbendên wî. Tirkiyê eþkere li dijî gelê kurd rawestiya, mebûsên wan ji meclîsê avêtin, bi darê zorê hewl da gel bêçek bike. Hemû imkan û deriyên desthilatiya siyasî û iqtîsadî li gelê kurd hate girtin. Tirk, ingilîzî û faris bi pêwendiyên dîplomatîk û bi metodên leþkerî, li ser tevaya erdê Kurdistanê li dijî tevgara netewî rawestiyan û hewl dan ko bi her awayî wê ji ortê rakin. Gelo rewþa Tirkiyê û a navnetewî, rê dida ko kurd pirsa xwe çareser bikin? Bi raya min tevgera kurdî karîbû tesîr li ser helwesta raya giþtî û bi taybetî a gelê kurd bikira. Berî her tiþtî pêwîst bû, yekîtiya netewî saz bûbaya, ango tevgera ronakbîrên kurd KTC xwe gîhandiba hêzên kurd ên herêmî. Lê wê ji dêlva wê piþrgiriya kemalîstan kir. Di dema pêwendiyên dewleta Tirkiyê bi dewletên Antant re xerab bûn û ew bi yûnaniyan re di þerde bû, diva bû kurdan jî, li dijî Tirkiyê dest bi þer kiribana. Lê wan piþgiriya wê kirin, an jî bêdeng man. Kurdên bakur tenê bi soza kemalîstan bawerî anîn û li se vî esasî bi wan re li hev kirin. Ew bi hin îmtiyazên þexsî û bi rûniþtina li meclîsê têr bûn. Diva bû tirk mecbûrî peymanên resmî kiribana, pêwendiyên xwe bi dewletên li dijî Tirkiyê danîbana û tedbîrên, ko mafê xwe bi destê xwe biparêzin sitendibana. Lê wan ew nekirin û li benda rahma tirkan rawestiyan. Diva bû kurdan hêza xwe a siyasî û a leþkerî parastibana û hebûna xwe wek hêzeke leþkerî serbixwe, bi tirkan û dewletên li herêmê xwedînifûz dabana his kirin. Gava pêwîst ba, li dîjî wan rawestiya û ji wan re astengî derxistiba. Lê wan ew nekir. Kurd di wê demê de ji hev belav bûn û bêdeng man. Gelek caran ji tirkan bêtir li piþt tirkan bûn. Helbet ev faktorên neyînî bûn sedemên ko pirsa kurdî ji dêlva bibe subjektek pêwendiyên navnetewî, bû objekta bazara nakokiyên di nav dewletên Antant û Tirkiyê de. Ji bo wê jî, roja ko wan dewletan li hev kirin, pê re jî pirsa kurdî ji bîr kirin û bi hev re li dijî tevgera kurdî rawestiyan. Tenê kurdên baþûr bi qewet û liberxwedana xwe bala ingilîz û tirkan bi alî xwe de kiþandin. Hertim hebûna xwe bi wan dan his kirin û ji ber wê jî hin mafên xwe bi dest xistin. Gelo sedemên tevgera kurdî helwestek wisa neyînî, a li dijî berjewendiyên miletê kurd sitend, çibû? Bersiva pirseke wisa mimkin e bi ronîkirina niqta herî girîng, karakterê serokatiya tevgera kurdî a bîstsalên destpêka sedsala XX-an ve girêdayî be. Dî sedsala 1800-î de, bi rêxistin û metodên tradîtsiyonel, tevgera kurd ji bona serxwebûna Kurdistanê micadele dikir. Rêberên hereketê, ronakbîr û serokên hêzên herêmî bûn û bi kultur û xwendina kurdî gihîþtîbûn. Di jiyana civakî a kurdî de mezin bibûn û xwedî þexsiyetek kurdî bûn. Lê piraniya ronakbîr û rêberên ji destpêka sedsala XX-an heta peymana Lozanê, herçiqas bi huwiyeta kurdî dihatin nas kirin, lê li mektebê tirkî xwendibûn û karbidestên dezgehên dewletê bûn. Serokên herêmî ji bona ko li Kurdistanê bûn ji ronakbîrên kurd ên metropolê ferq dikirin, lê gelekî wan jî li mektebên tirkî xwendibûn û qomandarê alayê Hemîdiyê bûn, an jî karbidestên dewletê ên herêmên Kurdistanê bûn. Li nik vê xususiyetê, herwiha statû û karên van mirovan ji teref dewletê hatibû tayin kirin. Ew di warê iqtîsadî û siyasî de, bi dewletê ve girêdayî bûn û pêwendiyên wan ên bi karbidestên tirkan re xurt bûn. Wan hesabê xwe li ser hêza gelê xwe nedikirin, hêvî dikirin ko dewletên Antant an jî tirk ew ê mafên gelê kurd bidinê. Daxwaza hemûyan, otonomî di hindurê tixûbên dewleta Tirkiyê de bû. Vê xususiyeta wan a dabeþ faktoreke esasî bû, ko nehiþt tevgera kurdîî firsetên tarîxî bi kar bîne û qedera xwe bi destê xwe tayîn bike. Herwiha vê xususiyetê nehiþt ko ew têbigihên dewletên dagirker wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Tênegîha bûn, ko di pêwendiyên navnetewî de, tiþtê herî giring, berjewendiyên netewî an jî ên dewletî ne. Biratî, dostayî an jî sozdayin tiþtên îzafî û miweqet in. Dost û dijmin tenê li ser esasê berjewendiyan tên tayîn kirin. Peymana Lozanê Kurdistan ji nû de parçe kir û hejmara dewletên dagirker ji duduyan derxist çaran. Karaktera pirsa kurdî a nakokiyên faktoreke navnetewî bû têk bir û nehiþt bigîhê merhela ko ew bibe subjektek pêwendiyên navnetewî. Dewletên dagirker ew wek objektek ji bona nakokiyên xwe çareser bikin bi kar anîn. Parvekirina Kurdistanê di nav wan dewletan de li nik berjewendiyên iqtîsadî û siyasî, karaktereke nû stend. Ew ji bo her çar dewleta bû bufer (tampon) zonek parastinê li dijî hev. Ev jeo-stratejîk rola nû a Kurdistanê bû encama sazbûna balanseke siyasî di nav wan dewletan de. Lêbelê, iqtîsadî, siyasî û jeo-stratejîk rola Kurdistanê ji bona her çar dewletên dagirker ehemiyeta xwe diperêze. Ew ji bona berjewendiyên xwe ên iqtsadî, siyasî û jeo-stratejîk û bi taybetî ji bona vê balansê biparêzin li dijî tevgera kurdî, di her warî de bi hev re kar dikin. Ecamên prosesa peymana Lozanê li gel tesîrên neyînî, herwiha tesîrên pozîtîf jî li tevgera netewî kir. Piþtî diyar bû, ko Kurdistan wê bê parve kirin û pirsa kurdî di rojeva peymanê de tuneye, bi derengî be jî, rêberên kurdan têgihîþtin ko, divê ew bi xwe pirsa xwe çareser bikin. Derheqê vê mijarê de mebûsê Erziromê - mihtemel e Hiseyîn Ewnî beg be - dibêje ko di civîna girtî a meclîsê de gava Îsmet paþa biryara peymana Lozanê a ko Mûsil ji Ingilîzan re dihiþt xwand, mebûsên kurd li dij biryarê derketin û gotin, divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin. Her wiha mebûsê Betlîsê Yusuf Ziya piþtî vê bûyerê di hevpeyvînekê (27/2 1923) bi dîplomatê Sowyetî Þaxovskoy re helwesta xwe wisa dianî zimên: "Heta nûha em difikîrîn, ko kurd û tirk ew ê pirsa kurdî bi hev re di þerê li dijî dewletên emperyalîst de çareser bikin. Lê nûha, ji gava ko hikûmeta Tirkiyê razî bû Mûsilê bide ingilîzan, hemû heviyên me têk çûn." Herwiha Yusif Ziya, bazara tirk û ingilîzan li ser parvekirina Kurdistanê jî dianî zimên û digot : "Ingilîzan pêþniyariyek ji tirkan anîn: bi þertê ko eger tirk li Kurdistanê otonomiyê îlan bikin, ew ê jî, ji Mûsil derkevin. Lê tirk ji bo otonomiyê nedin kurdan, Mûsil dan ingilîzan." (Avf R. F. F. 0132, Op. 6, Por. N. 288, Pap. N. 133, l. 111-112). (Mihtemel e Yusif Ziya û hevalên wî nizanîbûn, tirk ji gava ko ingilîzan baþûrê Kurdistanê zeft kirin, leþkerên xwe ji herêmê derxistin û ajotin hêla herêma Kafkasyayê. Sultan û kemalîstan ji destpêkê de tu hesabên xwe li ser Mûsilê nedikirin. Wan jî heta dema peymana Lozanê, ew ji xwe re wek wasitak bazarê bi dewletên Antant re bi kar anîn.) Vê bûyerê, bi derengî be jî, baweriya ko kurd û tirk karin wek hev û bi hev re bijîn, li nik rêberên kurdan têk bir û baweriya ko divê kurd qedera xwe bi destê xwe çareser bikin xurt kir. Ev bawerî herwiha li nik kurdên baþûr û rojavayê Kurdistanê jî bû helwesteke hakim. Di wê demê de yekîtiya netewî ji bo kurdên hemû perçan bûbû pirsa herî gîrîng. Herwiha ji bo damezirandina Kurdistaneke serbixwe, hemû serokên kurdan (Xalit beg Cibrî, Simko, Þêx Mahmudê Berzencî û ên dinê), hewl didan bi hev re kar bikin û piþtgiriya hev dikirin. Peymana Lozanê rê lê vekir ko hêzên tevgera kurdî - rêxistina hêzên herêmî Komîta Erziromê û a ronakbîrên metropolê Komîta Stenbolê - di rêxistinekê de bigihîn hev. Di meha gulana 1923-an de herdu komîteyan bi navê "Kurdistana Serbixwe Komîta Merkezî" rexistinên xwe gîhandin hev. Ji bona damezirandina Kurdistaneke serbixwe, pêwendî bi kurdên parçên din re danîn û ji bo alîkariya navnetewî dest bi pêwendiyên dîplomatîk kirin. Wê yekîtiya hêzên kurd hîmên serhildana Þêx Seîd û Agriyê danîn. Di dema me de aktûelkirina peymana Lozanê, pêwîst e di çarçewak wisa de bê nerxandin, ta ko gelê kurd bizanibe ev bûyera tarîxî, ji bo tevgera netewî bû sedemên kîjan encamên neyînî u pozîtîf. Ji bona ronîkirina peymana Lozanê û encamên wê, divê lêkolînên zanistî û berfireh bên kirin. Daxwaza min bi vê nivîsê tenê ew e ko li ser ehemiyeta netîcên peymana Lozanê, ên ji bona hafize û þiûra tarîxî, rawestim. Ji ber ko ji bona þiûra tarîxî geþ bibe û bibe parçekî þiûra netewî, divê mirov xwediyê hafizak xurt a tarîxî be. Ji bo wê jî divê mirov bûyerên di tarîxa gelê xwe de rast bizanibe. Lê mixabin, di dema me de gelek zana û rêberên kurd, wek îxtiyarên xwe, ên nexwendî jî tarîxa gelê xwe nizanin. Ji ber ko mirovên îxtiyar gelek bûyerên tarîxî bi devkî be jî, ji pêþiyên xwe guhdarî kirine. Lê gelek zana û rêberên siyasî, bi awakî giþtî tarîx û bi taybetî tarîxa gelê kurd bi awakî çewt û berovajî, ji çavkaniyên tarîxa îslamê û dewletên dagirker fêr dibin. Çend kitêbên tarîxî ên dîrokvanên kurdan bi xwe nivîsîne - "Tarîxa Merwisaya", "Þerefname" û ên dinê - bi awakî cidî nehatine xwendin. Her wiha derheqê þexsiyetên kurd ên tarîxî - Selahaddînî Eyûbî, Þerefxanê Betlîsî, Îdrîsî Betlîsî, Ehmedê Xanî, Mele Mehmûdê Beyazîdî û ên dinê - jî xebatên zanistî nehatine kirin û herwiha derheqê wan de xwedî agahdariyên çewt in. Hemû bûyerên tarîxî ên gelê kurd bi serê derziyê be jî, divê ji nûh de lê bê gerandin. Agahdariyên dewletên dagirker divê bi þik û bi rexne bên nerxandin. Di çarçova karekî wisa de mirov dikare hafize û þiûra tarîxî bigihîne rastiya wê û wê li ser lingê wê bide rawestandin. Di 75-saliya peymana Lozanê de, li bakurê Kurdistanê tevgera kurdî û þiûra netewî daketiyê merhela herî nizm. Li nik gelek mirov û rêxistinên kurd, baweriya ko karibin bi hêza tevgera gelê kurd xelas be nemaye. Ev a dema berî Lozanê tîne bîra mirov. Lê di wê demê de, ji teref tirka de hebûna gelê kurd dihate qebûl kirin, mimesilê kurdan di meclîsa Enqerê de rûniþtibûn û kemalîstan soz û hêviyên Kurdistaneke otonom dabûn serokên kurdan. Gava kemalîstan hebûna gelê kurd înkar kirin û mafên wan ji dest wan derxistin, tevgera kurdî dest bi haziriyên serhildanên ji bo Kurdistaneke serbixwe kirin. Lê diyar e, tarîx ji bo kurdan bi hêlên xwe ên neyînî ve tekerûr dike. Di dema me de, dewlet ne tenê hebûna kurdan înkar dike, herwiha ji bona ko wan ji ortê rake her metodê bi kar tîne. Lê mixabin li dijî vê siyasetê, reaksiyona tevgera gelê kurd bi awakî din xwe nîþan dide. Daxwaza serxwebûnê an jî, qedera xwe bi destê xwe tayînkirinê hatiye ji bîr kirin. Diyar e dewlet çiqasî siyaseta xwe li dijî gelê kurd diþidîne, helwesta li dijî wê, ji dêlva dijwartir bibe, mixabin sistir dibe û ev helwest bûyera "ji çel gurî daket xuþ xuþê" tîne bîra mirov. Ji ber ko xurtbûna tendensên wek: divê hiwiyeta kurdî bê nas kirin; ev hezar sal e gelên tirk û kurd "bi hev re dijîn" û nabe ji hev cida bin; pirsa kurdî pirsa dewletê a hindûrî ye; pirsa kurdî ji pêþketina dewletê re asteng e; pirsa kurdî tenê ji teref hêzên der ve - bi alîkariya Emerîka, û dewletên Yekîtiya Ewropî - kare çareser bibe û hwd. encamên tirsê û bêhêvîtiyê ne. Bîr û baweriyên wisa dibin sedemên ko mirov bûyerên xwe ên tarîxî nerast binirxîne. Lê divê mirov jibîr nekin ko tarîx mirêka dema derbasbûyî ye û ders ji bo dema bê ye. Lêbelê kurd di tariyê de li "mirêka" xwe dinêrin. Ji bo wê jî dema xwe ya derbasbûyî di ronayiyê de, di tariyê de dibînîn û di vê tarîbûnê de hewl didin pirsa xwe nas bikin û alternatîvên çareserkirinê biafirînin. Nimûna herî berbiçav, ji teref hin "zana" û siyasetmedarên kurdan nerxandina 75-saliya peymana Lozanê û encamên wê ne. Wek tê zanîn, heta Lozanê kurd li Tirkiyê ji teref raya kurdî û tirkî de wek miletekî dihate qebûl kirin. Li gor "soza" kemalîstan, mafê kurdan ê netewî jî ew ê wek ê miletekî bihata qebûl kirin. Derheqê vê mijarê de, di destpêka peymanê de axaftinên mebûsê kurd ê meclîsa Tirkiyê Hisên Ewnî gelek balkêþ e. Hisên Ewnî di axaftina xwe a di meclîsê de dibêje ko "ev welata welatê kurdan û tirkan e. Ji vê kursiyê tenê du milet xwedîyê heqê axaftinê ne: miletê kurd û tirk". (Bedir-khan K. A. La Question kurde. Paris, 1959. M. A. Hasretyan. Kurdî Turtsîî. . . 1990. rûp. 47. ) Lêbelê peymana Lozanê pirsa kurdî bi temamî red kir û ji bona parastina mafên kurdan tu biryar negirt. Hin mirov hewl didin xala peymanê a 39-an aktûel bikin. Ev xal herçiqas bi awakî giþtî hatiye nivîsandin lê ew ji bona parastina mafên grubên etnîk ên nemisilman - ermenî, yahudî û rûm - hatibû hazir kirin. Her çi hikmet e, ev mirov berê miletê kurd dadixin sewiya grubek etnîk-mînorîtet û li ser wî esasî propagandayê dikin, xwedêgiravî kurd jî divê karibin li gor xala 39-an a peymanê mafên xwe bi kar bibînin. Ji bona ko mirov di derheqê bûyera Lozanê, xwedî helwesteke rast be, divê rewþ û helwesta kurdan a dema Lozanê bi awakî zanistî û objektîf bê nerxandin. Ehemiyeta aktûelkirina Lozanê dibe ji bo propagandayê hebe. Lêbelê bi þertê ko mirov bizane wê peymanê Kurdistan parçe kiriye û hemû mafên miletê kurd têk biriye. Ji bo dersstandinê: Biryarên vê peymanê, bi gelê kurd da fêm kirin ko divê ew pirsa xwe bi destê xwe çareser bike û ji bo wê helwest bistîne. Herwiha, ew têgihand ko bi tirka re wek hev (wek du bira) û bi hev re jiyan ne mimkin e, ji ber ko tirkan bi xwe hebûna kurdan înkar kirin û heta niha dikin û hemû mafên wan ji dest wan derxistin. Ev siyaseta tirkan bû sedemê ko rêberên kurdan (bi nirxê ko jiyana xwe li ser kirin) dest bi têkoþîna ji bona Kurdistanek serbixwe bikin. Hêvîdar im, bi derengî be jî têgihiþtin, helwest û têkoþîna rêberên kurdan ê dema piþtî Lozanê ji cîlên nû re mirêk be.
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Peymana Qesra Þîrîn | berxwedan | Dirok | 2 | 13-12-2007 10:55 PM |
| Peymana Mafên Zarokan | rêwî | Çiroken Kurdi | 0 | 12-12-2006 09:59 PM |
| Peymana Sêwrê | berxwedan | Dirok | 0 | 12-12-2006 05:38 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.