|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
STOCKHOLM, 17/4 2005- Dema mirov xwest li ser bûyrek tirajedîk tiştek binivîsîne an jî şîrovekî bike, divê mirov meneya vê hevokê baş bizane ku "zalim kî dibe bila be li dij û mezlûm jî kî dibe bila be li gel be". Carna hin kes bi navê neteweperwerîyê tevdigerin, lê ji sînorên neteweperwerîyê derbsî nîjdperestî, zulm ü zordarîyê dibin.
Bê guman qirkirina Ermenîyan di rojek, mehek û çend mehan de çênebûye. Gelek bûyer, şer, tevger û pefçûn berîya qirkirina Ermenîyan derketibû û piştre dewleta Osmanî dest bi qirkirina Ermenîyan kir. Dema şerê dewleta Osmanî û Ûris di sala 1876an de Ebdulhemîd ê II bû Sultan. Wê demê dewleta Osmanî îdî bi nexweşîya mirinê Ketibû. Serhildana Mîr Bedirxanan di salên 1821-1847an de, dagirkirina Îrqê ji alîyê Îngilîzan ve, şerê Ûris û çeteyên Ermenîyan û bi serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî ve dewleta Osmanî ketibû rewşek xirab. Ji dema şerên xaçparêzan hetanî salên 1800-1990an mîsyonerên filên rojava di xwestên di rojhilata navîne de dewleteka filan bidin avakirin. Yek ji sedemên têkçûyîna serhildana Mîr Bedirxanê Botî, fesadîya mîsyonerên Îngilîz û Emerîka bû ku Nastûrîyên Kurdistanê li dijî Mîr Bedirxan dan şerkirin û paşê ji dewleta Osmanî xwest ku hesabê Nasturîyan ji Kurdan pirsbike û dewleta Osmanî şerê Kurdan kir. Dewleta Ûris bi her awayî piştgirîya Ermenîyan dikir û Ermenî li dijî dewleta Osmanî sordikirin. Di şerên navbera dewleta Osmanî û Ûris ya di salên 1877-78an de, Ermenîyan bi dewleta Ûris re şerê Osmanîya dike. Martin Van Bruinessen waha dibêje; Yekîtîya Miletan ji bona rê li tevlihevîya Rojhilata Navîn karibin bigirin, di sala 1878an de di Kongira Berlînê de hatin ba hev. Dewleta Îngilîz jî wek Ûris piştgirîya Ermenîyan digire. Di wê demê çeteyên Ermenîyan li Kurdistan û Stenbolê dest bi qetlîamê kiribûn. Girêdana Kurdn jî bi dewleta Osmanî re di gumanandabû. Piştî şerê Ûris û Osmanîyan, bona damezirandina dewleteka Kurdî, Serhiladan Şêx Ubeydullahê Nehrî di saala 1988an di dest pêkir. Ji ber van sedemana dewleta Osmanî bi zorûduberan xwe li ser pîyan digirt. Piştî şikestina şoreşa Ubeydullahê Nehrî, dewleta Osmanî ji bona Ku rê li tevgera kurd bigire û carek din Kurd negihên hêzeka sîyasî, Alayên Hemîdîya-Hamidye Alaylari avakirin. yek ji armancên van Alayên Hemîdîye ewbû ku dewleta Osmanî karib Kurdan di şerê de li dijî Ûris bikarbîne. Ev tevlihevî hana hatanî salên 1908-9an dewamdike û bi derketina Jön-Turka îdî sulatanê Osmanî bê deshiladar dimîne û desthiladarî dikeve destê Komîte Itihad ve terqaî. Ûris di wê emê de, gelekî erdê dewleta Osmanî dagirdike û dewleta Osmanî ditirse ku şerek nû di navebera wan Û Ûris de derkeve. Qirkirina Ermanîyan Dewleta Osmanî di Gulana sala 1915an de fermana nefîya Ermenîyan derdixîne. Dewleta Osmanî dibêje, biryara nefîya Ermenîyan ewbûye ku wê Ermenî di şerê navbera Osmanî û Ûrisan de derkeve, piştgirîya dewleta Ûris bike. Ermanî ber bi Îraq û Suriyê koçberdibin û hinek ji karwanên Ermenîya xwe ji qirkirinê xilasdikin û hinek ji wan di rê de ji alîyê cendirmê Tirk û Alayên Hemîdîye ve tên kuştin. Ermenî di bin kontirola Ûris de li wanê dewleteka Ermenî avadike, lê umrê vê dewletê pir nakişîne, bi teqwîyekirina eskerên Osmanî, qirkirana herî mezin li Wanê pêk tê. ( Dem: Hezîrana sala 1915an) Di sala 1916an de dewleta Ûrisi dikeve erdê deleta Osmanî û herema serhedê dagirdike û sala macirîyê dest pêdike. Ermenî bi Ûrisan re bi sedhezaran miltê Kurd û Tirk qirdikin û tola xwe hildidin. Di wê salê de eskerên Ûris Erzincan hatanû Muş û Bîgolê digire û bi milyonana miletê Kurd ji tirsa qirkirinê ber bi alîyê başûr ve koçberdibin. Pîrika min yanî Dîya bavê min ji me re behsa sala macirîyê dikir û di wê demê de bûkbûye, digot: eskerên Ûris em hemî li nava gund komkirin û paşê jin û mêr û zarok jihevdû qetandin ku her gurubek bixin xanîyekî û bişewutîne. Di nava eskerên Ûris de Ermenî hebûn bi Kurd dizanîbun ew Ermenîyana ji ber qetlîmê revîyabûn û paşê bi eskerên Ûris ve para hatibûn. Paşê me dît qefelkî eskerên din hatin yekê navsal navê wî Xapo bû û xelkê gundî Dadîna girêdayê Qezaya Gimgim (Varto) yê bû û Xapo xelkê gundê me nasdikir û wî nehîşt ku eskerê Ûris me bişewutîne. Piştî esker ji gund derketin, me bişev gud li cî hişt û em berbi başûr birêketin û piştî pênc salan em vegerîyan gundê xwe. bi Gorî Martin Van Bruinessen, dewletên Ûris û îngilîz li hev kiribûn ku heryek ji alîyekî de êrişî Osmanîyan bike ku ji hola rakin. Îngilîz di kavin Îraqê û Ûris ji ji hêlê xwe de herema serhedê dagirdike, lê pîlanên wan lê nayên û bi înqilaba bolşevîkan ve dewleta Ûris ji heremên ku dagirkiribû şûnde dikşe û silehên xwe jî didin Ermenîyan. Ji Ermenîyan hinekên wan bi eskerên Ûris ve paşvedikişin û hinek ji Ermenîyan jî li Antolayayê belv dibin û dest bi qetlîamê dikin û tola xwe hildidin. Dewleta Osmanî ji salên 1918an hetanî 1920/21ê carekî din dest bi qirkirina Ermenîyan dike. En tên kuştin ji xwe tên kuştin yên mayîn jî xwe disipêrin Komara Başûrê Qafqasyayê. Ev Komar ji alîyê Ermenî, Azerî û Gurcîna ve hatibû avakirin, navê wê jî; " Komara Başûrê Qafqasyayê bû" Jêder, pirtuka Pirofesorê Holandî Martin Van Bruinessen ya bi navê" AGA ŞEYH ve DEVLET. werger û şîrove, Dilbirîn |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.