Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS










 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 11-12-2006, 07:31 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: minik bir kuþun yüreðinden
Yaþ: 29
Mesaj: 141
Üye No: 193
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 32351
Rep Puaný : 3234425
Rep Derecesi
xerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond reputexerîb has a reputation beyond repute
Varsayýlan Herekata Þêx Ubeydullahê Nehrî:1880


Hereketa Þêx Ubeydullahê Nehrî: 1880

KSN/ 25/6 2005- Malbata Þemdînan digihê sûlala Mîr Ebas. Þêx Þemsedîn Îmareteke binavê Îmareta Þemdînan avakiribû. Paþê jî ji wan re hate gotin Þemdînan î. Ji ber hinek sedeman malbata Þemdînan ji hev belav bûn û Îmareta wan ket bin desthiladarîya Axa yên heremê. Mezinê malbata Þemdînan Þêx Ebdulezîz li navça Akrê dima. Akre dikeve baþûrê Kurdistanê. Kurê wî Þêx Ebûbekir þûnda zivirî hat Þemdînan warê bav û kalên xwe û li dor û berên Þemdînan li gundê Astûna bi cîh bû û hetanî dema Hecîc li gundê Astûna jîya. Di wê demê de Þêx Heyder mezinê malabata Þemdînan bû. Paþê Þêx Heyder û mirîdên xwe koçkirin çûn herema Hamrîyê û mezinayî ji Mela Salih re hîþt.

Binavê Seyîd Ebdulah û Ehmed du kurên Mela Salih hebûn. Þêx Ebdullah di terîqeta Neqþîbendî ya Mewlana Xalid da bû û ji Terîqetê derket û koçkir çû li gundê Nehrê bi cî bû. Ev Malbat di hêla Dînî û civakî de xwedî roleka mezin bu, feqet piþtî Þêx Ebdullah di dema Þêx Ubeydullahê Nehrî de rola wan di hêla Sîyasî de jî gelekî berfireh bû û di nava miletê Kurd de gihîþt xala herî bilind.


Þêx Ubeydullahê Nehrî Mirovekî hiþyar, zana û bîrwerekî Kurd bû. Bi qasî Oldar bû ewqasî jî sîyasetmedar, ronekbîr û kurdperwerekî herî baþ bû. Bi agirê Dîn û Ntewa wî dilê wî dikelijî. Agirê azadîyê yê ku mala Bederxanan pêxistibû, li ba wî hê netemirîbû û her roj diçû çirûskên agirê azadîyê li ba wî gurtir dibû. Gelê Kurd di bin zilm û zordarîye dewleta Osmanîyan de perîþan û bê çare mabû. Û ev bûyerana jî, binavê Îslam ê û ji alîyê kesên Oldar ve dihat kirin. Bê guman vê yekê hê bêtir bîrînên Þêx Ubeydullahê Nehrî vedikir.

Piþtî þikestina hereketa Mîr Bedîrxan, bi demeke kurt di navbera dewleta Osmanî û dewleta Rûs de þer dest pêkir. Dewleta Osmanî xwest bi navê dînê Îslam ê û bi karanîna motîfa, ku Musliman birayên hev in, careka din Kurdan di þerê Rûs de bi kar bînî û ji bona wî sedemî peywendî bi mala Bedirxan û hinek mezinên eþîrên Kurdan re danîni. Û bi wî awayî gelek leþker ju Kurdan komkir û þand herba Rûs. Dema miletê Kurd ji bona serxwebûnê serî li dijî Osmanîyan hildida, di hat gotin ku Kurd li dijî Xîlafetê derketine, vêca bi navê Ola pîroz hin Kom kujîyên nedîtî li dijî gelê Kurd bi kar dianîn.
Þêx Ubeydullah baþ bi listikên Osmanîyan dizanî û tim ji alîgirên xwe re digot; Hedîseka Pêxember S.X.L. heye dibêje; "En ku li himberî zilmê bê deng bimîne ew þeytanê lal in" ji bona ku ew bixwe jî di bin hukmê vê hedîsê de nemîne, bi hemî hêza xwe kar dikir.
sala 1878an de, dawî li herba Osmanî û Rûs hat. Di herema Þemdînan de carekî din dibin seroktîya Þêx Ubeydullahê Nherî de çirûskên agirê rizgarîyê bilind bû. Di sala 1880an de Þêx Ubeydullah hemî amedekarîyê xwe kiribû û serî li dijî Osmanîyan rakir. Pîþtî minaqeþe kirina dûr û dirêj, Þêx xwest ewil hûcûmê dewleta Îranê bike, ji ber ku dewleta Îranê ji dewleta Osmanî bêhêwztir bû û bihêsanî Kurdistana îranê dehate rizgarkirin. Paþê jî wê bi hêzeka xwurtir bi ser Osmanîyan de bigirtana, lê rewþa dewleta Osmanî gelek ji rewþa Îranê baþtir nebû. Ji ber ku dewleta Înglîz, Rûs û hin dewletên rojava ew bêhêz kiribûn û ji alîyê din, navbera dewleta Osmanî û Îranê tenebû. Dewleta Îngilîz bandorka mezin li Osmanîyan dikir û heta wusa lê htubû, ku gelek caran guherînên di nava Ordîya Osmanîyan bi destê Îngîlîzan di hate kirin. Dema Þêx Ubeydullah êriþê ser Îranê kir, dewleta Osmanî êriþa Þêx Ubeydulah ji bona berjewendîyê xwe hesab dikir.
Þêx Ubeydullah li herema xwe, bi yek îþaretek piçûk hemî daxwazên xwe bi cih dianî. Dema Þêx ji bona êriþê bi rê ket, leþkerên Kurd wekî birûsk êriþê ser Urmîyê kir, li wêderê ji herema Svûcbûlak ê derbas bû û herema Mukrîyan bi hêsanî rizgar kir. ji xwe rûniþtevanên wê heremê Kurdin sunî bûn, zêde wxîn nehate rijandin. Feqat rûniþtevanên herema Mûraxan þîî bûn û bi sebebê dijminaya kevin ya li himberî sunîyan, li berwxedan û gelekî ji wan hate kuþtin. Paþê leþkerê Kurd berê xwe dan Text û payê Îranê û bacarê Tibrîzê û tehdît kirin. Îranê hemî hêza xwe kiribûn wê heremê û ji dewleta Rûsya yê alîkarî xwestbû û ji alîyê din jî ji dewleta Osmanî alikarî dixwest ku li ba îranê cihê xwe bigire. Ji ber ku herekata Þêx Ubeydullah ji bona herdû dewletan dihat eynî menayê.
Wê demê dewleta Rûs ji dewleta Osmanî xwest, ku hêzeka leþker biþîne ser Þêx Ubeydullah û nehêle li dijî Îranê þer bike. Wê çaxê dewleta Îngîlîz li dijî Îranê di xebitî, ji ber ku Îranê bi dijiminê Îngîlîz Rûsya yê re hevkarî dikir. Dewleta Îranê ji dewleta Osmanî bêhêztir bû, ji bona wê sedemî Þêx Ubeydullah xwest berê ji Îranê dest pê bike û bihêzêk xurtir bizivîre û êriþê Osmanîyan bike. Lê dewleta Osmanî wusa ne difikirî, dema çirûskên rizgarîyê serkeftinin mezin di Îranê de bi dest xistin û berê xwe dan Roma reþ, dewleta Osmanî, ji hêlek di bin zextên beyanîyan da mabû û ji hêlek din jî Osmanîyan bi xwe hasîyan ku wê hereketa Þêx Ubeydullah zirarek mezin bi de wan. Bi vî awayî Osmanîyan ordîya Erziromê hinartin ser Þêx Ubeydullah û sînorê Kurdistana Tirkîyê û Îranê girtin, bi wî awayî leþkerên Þêx Ubeydullah bû du perçe û êdî Þêx ne dikarîbû xwe bigihîne eskerên xwe yên li tirkîyê mabûn . bi vî awayî hereketa Þêx Ubeydullah di navbera sê dewleta de hatîbû pêçan û bi hevkarîya dewletên Osmanî, Rûs û Îranê, Osmanîyan Þêx Ubeydullah dil kirtin û anîn Îstenbolê.

Piþtî demeke kurt Þêx Ubeydullah bi dizî ji Îstanbolê revîya û hate Kurdistanê. Careka din ji bona serhildanê dest bi kar dike , lê dewleta Osmanî bi hinartina hin hêzên din, Þêx Ubeydullah bi zorê nefyê Erebîya Siûdî dike û hetanî wefat dike li bajarê Medînê dijî.
Çevkanî: M.E. Zekî Kurdistan Tarîhî
Amedekar: Dilbirîn

xerîb is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:56 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2012, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.