Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 11-12-2006, 06:20 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,746
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 57035
Rep Puaný : 5700535
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Arrow Em Ji Ku Hatin ?


EM JI KU HATIN?

...Di salên 1960 an da radiyoyê Erîvan hebûn wan bi can
û dil diçû ew radyo guhdar dikirin.
Gava ku seat dibû 6 ê êvarê herkes li ber dengê Meyremxan û
Kawis Axa rûdiniþt ew guhdar dikirin...

Xwendevanên hêja, Di sala 1997-98 an da min gelek meraq kir ku ez li ser Kurdên Anadoliyê nivisek binivsînim. Min gelek ji xwand û gelek rûsipî guhdar kirin. Ji devê wan agahî girtin. Ji bona ku wext nebu, min min nikarî ku ez li ser zede lêkolîna pêk bînim. Evqas di destê min re hat min ewqas nivîsand. Ez ji bona kemasiya ji we lêborîna xwe dixwazim.
Binêre û bibêje lawo. Em ji ku hatin..........Ne bi xêra bavê xelkê hatin vir. Bi kuþtin, bi talan, bi sûrgûnê ji ber zilmê, ji ber zordariyê, ji ber talanê. Hinek ji me bi ga, hinek ji me bi li ser milê hespa..... Em bi rê da birçî û tazî man ji guran re bûm yêm. Em hatin li welatê Roma reþ ewirîn.

Þaîr Mehmud Nejat ji Silêmaniyê namek ji kovara Jîn re þandiyê tê da wiha nivisiyê
"Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê.
Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî.
Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.
Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune.
Eger ku me hevdu nedît, bila laþê min li çiyê bimîne.
Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li laþ min xîne.”
(Hejmar 8, rûpel 11)
Li vir hesret û daxwazên xwe tîne ziman.


Xwendevanên hêj, wekî tê zanin li der û dorên Anadoliyê di jorî 500-600 hezarî Kurd hatine sûrgûnkirin û li herêmê dijîn. Piraniya wan li derdorên Ankara, Konya, Kirþehir û Haymanê, Yozgatê ewirînê û welat û axa xelkê ji wan re bûye welat. Lê belê ew çiqas li ser wê axê bijîn jî wan ti caran welatê jêrin/Kurdistan bîrnekirin. Wan ziman kultur û edetên xwe ji bîrnekirin. Bi Kurmancî dengkirine û Kurmancî xewn dîtin, bi Kurmancî þîn kirine û bi Kurmancî jîyan. Hetanî van rojan zimanê Tirkî ji wan re hertim xerîb e. Bi vî zimanî tat em nikarin dengkin. Zimanê xwe di ser her tiþtekî re girtine.
Di salên 1960 an da radiyoyê Erîvan hebûn wan bi can û û dil diçû ew radyo guhdar dikirin. Gava ku seat dibû 6 ê êvarê herkes li ber dengê Meyremxan û Kawis Axa rûdiniþt ew guhdar dikirin. Lê di demeka kin da dewleta Tirk lê çû ferqiyê ku ew radyo ji aliyê Kurdên Anadoliyê ve tê guhdar kirin. Frankasên wî dengî kêm kirin. Dengê Meryemxan û Kawis axa birîn. Kurd bi seatan di radio diqeriþin ku wî dengî bibhîzin. Lê xebera wan tune bû ku dewletê frankasên wî birîne. Digotin ”va meratî me yî radio yî deng Îranê/Îraqê beþê Kurdî nakþîne çimo lo!?” hers dihatin.
Gava ku me digot "pazar" û "pazartesî" dapîra me li me diqahrî, digotin "ew çine, di dema me re ew rojên wiha tune bûn. Þemî yekþemî û duþemî hebûn." Dewletê her yek ji me avêtibû deþtekê. Em Kurd ji hev bêxeber bûn. Me jî hetanî van salên dawiyê nedizanî Kurd li aliya Behra Reþ Samsun, Bafra û Sakarya, Tokat, Kayserî, Eskîþehrê û Burdurê hene. Kurdistanî ya jî ne dizanin ku Kurd li aliya Konya, Ankarê hene. Em ji hev bêxeber bûn. Gava ku me ji wan re digot, em ji aliya Konyê ne. Em li wir dijîn. Wan ji me bawer nedikirin.
”Na lo!...” Digotin, ”li wan derana Kurd çi digerin? Maþellah we Kurdî xwe ji bîrnekiriye haaa!” Me digot, ”em ji eþîreta Reþiyane. Bi navekî din bi me re dibêjin Ga westiya. Gawên me westîne." Lo Ewdo! digot, "xwarzî dibêje em ji aliya Konyê hatine. Li ser çawan hatine bavê min..."
Mirov dikare sûrgûniya Kurdên ku niha li Anadoliyê dijîn bi du birra bike.1-Sûrgûniya dema Osmaniya
2-Sûrgûniya dema Komara Tirkiyê re
Ez dixwazim ewil behsa goçeriya dema Osmaniya bikim ku di wê demê de, Osmaniya Kurd çawa goçberî der û deþtan kirine. Tirka gelek caran êrîþên mezin birine ser Kurda. Di navbera Kurd û Tirkan de þerên giran dijwar pêk hatine. Gelek mirov ji hev hatine kuþtin. Þopa Kurda li navça Anadoliyê gelek kevn e. Ew teqabûla sedsala 15 û 16 an dike. Îro çawa dewleta Tirk gund û bajarên me diþewtîne, Osmaniya jî di wê demê da dest bi þewat û talan kirine. Lê gelê Kurd li hember dijminê xwe bi mêranî þer kiriye. Ti cara stûyê xwe li ber wan xar nekiriye. Wekî Kurdekî serbilind jîya yê. Kurd mecbur man ê devê xwe danê çol û baniya û li weltên xelkê bûne mûacir û bindest.
Bi milyonan Kurd ji ser axa wan hatine ajotin. Di vê rûreþî û bext reþiyê da dewleta Osmanî ne bi tenê bûye. Hertim þîrîkên wan hebûne. Ev jî serok eþîrên me bûn. Dewletê ew bi þilt û madalyê zêr û zivînî xelat û nîþan kirine. Ew kiþandine aliyê xwe. Kê mal daye ê, kê perê û kê desthildarî ya eþîretî dayê. Lê gava ku dewleta Osmanî axa û begên me kaþandin cem xwe vêcarê jî di nava wan da fîtne û fesadî derxsitiye ku wan ji hev biqetîne û wan biþînin cîyên dine dûrê nezan. Wan bêhêz bikin.
Li wî demê deþta Anadoliyê gelek fereh û bêxwedî û vala bû. Dixwastin ku herêma xwe vala bi wan tijî bikin. Sûrgûniya Kurda gelek salan ajot. Sal hatin 1870-1880 an.
Eþîret û qebilên Reþiya bi gerê û gerê westiya bûn. Ji bac dayine westiya bûn. Wan jî êdî dixwastin li ciyekî biewirin. Ji xwe re warekî bigirin û bibin xwedî mal û milk.
Hinek rûspîyên me wiha dibêjin, ”Serokên Eþîra ji hev heznedikir û hevdu biçûk didîtin, ji hev lome û gazin dikirin." Li odeyekê an li civatekê li ser tuneye þer dertêxistin ji hev bi dehan însan dikuþtin. Elbet di vir da rola Îslamiyê jî pir bû. Eþîretên Anadoliyê bi piranî ji mezheba Henefî (Sûnî bûn) Nedixwastin ku digel mezhebê din bijîn. Îro em dibînin Þêxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba Þahfî ne. Dimilî li aliyekî ne Þahfî û Henefî ne. Têkiliyên xwe pir bi hev re pir tunen. Di nava civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û Elewî jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe dernetêxistine. Giran û giran ew jî derbasî aliyê Sûniya dibûn.
Hetanî salên 1950-60 an de hê þopa Êzîdiya li ser Kurdên Anadoliyê hebû. Sîng singo dilistin, agirên mezin vêtêxistin û di dor wî agirî re govend dikþandin û kilam distiran. Digotin, ”avê li êgir neke, ocaxî te kur bibe.” Berî xwe berve rojê dikirin, dua dixwandin. Berî xwe berve hîvê dikirin, duê dixwandin. Gava ku jina porê þê dikirin, porê wan î ku diweþî veþer dikirin, digotin ”gunehê vî porî veþerin.” Gava ku me xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina derdiket.
Kalê min digot, ”Ew çiyê lo hûn wek Êzîdiya serhîþikin.” Min carekî ji wî pirsî got, ”Kalo çima Êzîdî ewqas ser hiþik bûne? ”Kurê min, me dîn/ola Mihemed qabul kir. Lê wan qabul nekirin,li ser dîn/ola xwe man.’ Mînakên wiha gelek in.
Mehmet Emîn Zekî ji bona sûrgûn û goçeriya Kurda wiha dibêje, ”Sûrgûnî û goçeberiya Kurda li ser Kurda bi bihayekî pir pir giran bûye mal. Bi xwe re êþ, zulm, zordarî û nexweþî aniye. Li wê demê 3000 gundên Kurda bi erdê re kirine yek û hatine þewitandin. (Îro jî aynî metod bi kar tê. Ji sala 1984 an da hetanî roja ma îro 5000 gundê Kurda hatin þewitandin an valakirin. Bi milyonan Kurd li metrepolên Tirkyê per û pêrîþan bûn. Bi deh hezaran zarokên Kurda keç û kur li kolanên Stanbol, Îzmir û Ankerê diziyê dikin û eroîn û esrarê difroþin, bi hezaran keçikên kurdê têr û tezê laþê xwe difroþin)
Gava ku dem hat 1900 an 1919 aboriya Osmaniya gelek xirab bû. Dewletê êdî nedikarî ku eskerên xwe têr bike û erzaqê wan peyda bike. Di dest wan da rêyek mabû. Ji dest eþîra bigirin û bidin eskera. Li herêma Amedê ji bona ku alîkariya Osmaniya lojistik nekin bi hezaran Kurd berve Musulê çûn û Qismek jî ber ve Edenê û Helebê çûn. Min ji dostên xwe bîhstî bû, gava ku Kurd gehþtin Musul û Helebê wan bi rê da gelek tengasî dîtin û bi hezaran bi rê da mirin. Gava ku ji wan re qala rêwitiya xwe dikirine, dil û kezebê wan ji êþa ku wan dîtî dipertlîne.
Di koçeriya Kurdan da rola Îdris Bedlîsî jî giran bû. Ew bi xwe ji Kurdên Sûnnî bû. Bi alîkariya Osmaniya eþiretên Elewî diajotine Rojava ya Tirkiyê. Di wê demê da serokê Osmaniya Yavuz Sultan Selim, Îdrîsî Bidlîsî wek mîrê mîran li herêmê hilbijartiyê û roleka mezin da ye wî. Îdrîsî Bidlîsî bi xwe ji mezheba Sûnnî bû. Eþîreta Murdarîya Elewî bûn. Di nava eþîretan da hertim þer û pêvçûn hebû. Sultanê Osmanî gava ku Îdrîsî Bitlîsî tayina Kurdistanê kir mohra Kurdistanê û kurkê serokatiyê jî li wî kir.Yavuz Sultan Selim xwe ji þerê Çaldiranê re amede dikiribû. Wî dixwast aliyê Kurda bigire saxlamiye. (Tabî em li gor ku rûspî dibên)
Ez di sala 2004-05 an da pir caran çûm bajar û gundên Samsûrê, Mereþ/Gimgim û Rihayê. Ez li wir bi Kurdên Elewî re axivim û çûm bûm mêvanê malên wan. Axavtin û rabûn û rûnþtikandin wan wek yê me bûn. Gava ku tu çûyî wir tu xwe li gundê xwe û li zozanên xwe hîss diki. Tu hîngê dizanî tu ji vir hatî yan jî çûyî. Çiqas eþîret li Navça Anadoliyê hene, ew eþîretan li wê derê jî hene. Eþîreta herî mezin jî eþîreta Reþûya yê.
Ez çûm gundekî, ew gunda hemû Elewî bûn. Ji eþîreta Omera bûn. Min got, ez jî Omerî me. Mirovekî rûspî got, hûn birazî û xwerziyê me ne. Min li þarên serê wan nêrî, wek þarên aliyê me hatibûn girêdane. Ez çûm gundekî bi navê Gulweran e. Mirovekî bi min re got, kalê min ji Heymanê hatine vir/Samsûrê. Ez çûm gundê Osman Sabrî Narincê. Ew gunda hemû ji eþîreta Raþûya bûn. Dîrok zan û ziman zan birêz Osman Sebrî di kowara Hawarê da li ser Gawestiya nivîsek nivîsandiye. Behsa Reþûya dike.
Gawestiya, îro mirov li gelek dewerên Kurdistanê rastî eþîretên bi vî navî tê. Lê bi piranî jî li Samsûrê hene. Ew eþîretan wekî eþîretên Gawestiya tên nav kirin hene.
Ew dibêjin di dema Osmaniya re em hatine sûrgûn kirin. Her malekê cotek gayî xwe hebûye. Me bi ga û golika dabûn dûv hev em hatin deþta Anadoliyê. Di nava me da her tim cudayetî derdiketiye. Hinek ji me paþ ve diman, digotin, ga ên me westine. Ew bi ciyekî din da diçûne. Bi wan re Gawestî digotin.
Ga Wenda, ew jî dibêji, ga ên me wenda bûne. Îro mirov li Aliyê Qonyê û Ankarê rastî wan tê. Gundekî nêzîka Ankerê bi navê Gawenda gundek heye.
Ga Guran, ga ên wan ji aliyê xêrnexwaz û neyarên wan ve hatine dizîn û serjêkirin çermê wan guran e. Ji bona wê bi wan re jî dibêjin, ga Guran.Ga Nesekininan, ew li rê mijûl nedibûne û rêyan xwe digirtine.Ga Belek, îro ew eþîreta li gundê Þerefliyê dijî.
Qadrî Cemil Paþa jî ji bona Gawestiya wiha dibêje, di kovara Hawarê da. "Berî sed salî pirê Kurmanca koçber bûn. Havînê xwe li çiyayên Kurdistanê ên heftreng dema xwe di nav gul û gulîlkan da derbasdikirin. Pêz û dewarên xwe diçerandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên dine germ. Ji fêrat heta Diclê li vê deþtê hana fireh cî cî koçer dihatin. Di vê çûyin hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên malên wan hildigirtin. Yekcaran çend malan ji ber qelsbûna gayên xwe nedikaribûn tevî hêla xwe bimeþin. Ji wan vediqetin, di cîkî têr av û giya da çend rojên xwe dibihartin. Paþê diçûn digehþtin heval û hogirên xwe. Qebîla Seyitxan jî yek ji wan e bû. Mînak hinek jî çiya dadikevin li deþta Dêrîkê dimînin /manê. Yên ku li dora Dêrîkê manê qebîla Rûta ye. Bi Xerecanan ve pismamê hev in."
Osman Sebrî jî di hêjmara Hawarê 52 an da nivîseka dûr û dirêj li ser Gawestiya nivîsandiye, ”Ez bi xwe jî eþîreta Gawestiya me. Dikarim di vî warî bipeyvim.
Mirdêsî, berê di Kurdistana bakûr da navê emareteke mezin bû ko îro mîrê wê li bajarê Egîlê rûniþt. Îro ew nav li ser eþîran bi tenê maye ku ew eþîrê koçerên mirdês bûne. Piþtî ko emareta Mirdêsî di hev da ketin, bûn sê kêriyan/perça, êdî xortaya xwe wenda kiribûn. Roj bi roj hêza wan qesl dibû.
Dema malbata Mîrê Mirdês pir mezin dibû, pismîrên ko çav didan mezinatiyê jî zêde dibûn. Dilbihewesên mezinatiyê di nava Egil û binguhên mîr da nikaribûn herçiya/tiþtên di dilên xwe da bînincîh. Ji bona ku daxwazên di dilê xwe da bînin cîh yek bi yek ji Egîlê derdiketin berê xwe didan gund û bajarên keviyê emeratê. Di vê dûrketinê xuya bû ko dilê koçerên mirdês û vegera welatê Egîlê tunebû. Hinek berva Raqayê diçûn û hinek berva aliyê din diçûn.
Ji wan pismîran Evdil-Hey begê tevî hezar malî berê xwe da welatê Qonyê deþta Heymanê. Ew hezar mal îro li wî erdî bicih bûne, ko bi wan re Mirdêsê Evdil-Hey dibêjin. Ên ko ma yî jî vedigerin zozanên xwe dibin du biran.
Hinek derbasî Qerejdaxê û li vir derbasî Diyarbekir ê bûne. Bi wan re mirdêsê Têrikan digotin, bira mayî tevî Mihemed efendî di piþtî Qerejdaxê da li qiracê Qergêçiyan mabûn, bi wan ra jî Mirdêsanê Gawestiyan dihat gotin. Li wê dera pir neçûye vê carê jî derbasî Gaxtê kuntera çiyayên Bêlî (Çiyayê Nemrût) bûne.
Min di der bara Mirdêsan da gelek çîrok jî rûspîyan bihstin, piþtî ko koçerên Mirdêsan berê xwe dane zozan, gayên wan li wir westiyan e di quna vî qeracî da bi cîh bûne. Ên we yên ganewestî ko Têrikan in xwe dane piþta Diyarbekirê. Ji xwe birê we yê ko çûnê Heymanê Mirdêsê Evdil-Hey bûne. Tu bi xwe ji me baþtir jî dizani.-Gelo sebeba çûyina Mirdêsanê Gawestî ko va erda berdane û çûne çiyê tu dizanî?
-Belê çawa nizanim. Piþtî ko mirdêsê Gawestîyayî bi Têrikan ve ji hev qetin, hon ê Gawestî di quna vî qiracî da bi cîhbûn, û we ev xirbê ko bi Mirdêsan bi nav bûye. Lê vê yeka han demekî dirêj dom nekir. Sê-çar sal bi ser da neçûn ko di navbera Qeregeçîyan Mirdêsên gawestî da þerkî pirî dijwar derket. Ji her du aliyan bi dehan mêrxas û egîd hatibûn kuþtin. Van herdu eþîran nema dikarî bûn di erdekî da rûniþtana. Hikumat û hin eþîrên dorê ketibûn navberê. Dawî qerar dabûn ko herçî eþîra ko mêran wê gelek hatine kuþtin dê bimîne û ya/yê din wê li wî erdî barke. Li ser vê qerarê, qereçîyan bi þev cendekên kuþtiyên we mirdêsan di gorên wan da bi derxistibûn û seyên kuþtî êxistibûn þûna wan, û candekên Mirdesan di nav ên xwe da raveyî hikumatê kiri bûn. Gava ku hikumatê goristanên herdu eþîran vekirin, di a Qereçîyan da 20-30 kuþtî, û di ya Mirdêsan da deh seyên/kuçik kuþtî dîtibûn. Hinga hikumatê pê da bû piþta Mirdêsan û di qirêc da bi derxistibûn û wan jî berê xwe da bû çîyayê Bêlî/Nemrut, cîhê ko îro jê ra Mirdêsan tê gotin. Bi vê çîrokê Evdilqadir me xwe gihandî bû ber pegên xirbê Mirdêsan.”
Eþîrên ko bi navê Mirdês têne xwendin di sê cihan da rûdinin. Cihê yekê, Mirdêsê Evdil-Hey di deþta Heymanê da, ko tevayiya wan deh gund in. Cihê didoyan Mirdêsê Gawestiyan di nîvroyê Meletiyê qeza Gextê da ku tevayî wan nêzîkî sed gundiye.
Cihê sisêyan, Mirdêsê Têrikan in, ko tevayîya wan digehê dora dused gundî.
Li Serhedê/Qere Kilîsê bi navên Osman komî, Bazarcixê sê gundê Mirdêsan hene. Berî sed salî li welatê heymanê ji Mirdêsê Evdil-Hey veqetînê. Îro ji emareta Mirdês a mezin bi tenê ev sê eþîr û sê gund wî navî diparêz in.
Wekî min li jor gotibû, li Kaxtê Gundê Gulwerane mirovekî bi min re got, "dê û bavê min ji deþta Heymanê hatine vir." Bavê min ji carcara bi xwanga min Ele re digot, "Delalê li xwe kiriye fîstanekî, sorî melesî, Direqisê wek delal Mirdêsî."Alê Ehmed.
PCkopat is offline  
Eski 11-12-2006, 06:23 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,746
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 57035
Rep Puaný : 5700535
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan

EM JI KU HATIN?-2


...Tê gotin ku di wê demê de ji gelek Kurd goçber bûne û cî warên xwe valakirine berê xwe dane çol û çolîstana. Yanî barkirin û goçberiya Kurdê Anadoliyê ne carekê û ducaran bûye. Gelek caran wan barkirine û ewirîne. Dewleta Osmanî hertim xwastine ku wan ji ser axa wan bidûr bikin û kultura wan bi wan bidin bîrkirin. Asimilê bikin...



Di sedsal 16 an de di nav bera Osmaniyan da hertim þer hebû, fesadî hebû, pêvçûn û xernexwazî hebû. Pir kes û eþîret ji ber îdarê û pestên Osmaniya aciz dibûn û ji hev vediqetine û diçûne ciyên ku destê dewleta Osmaniya tênegihêje. Lê dewleta Elî Osman dest xwe jî pîstê wan bernedida. Ji ber ku ew ji dewletê re derfetbûn/îmkan bûn. Gava ku esker bi wan lazim dibû dihatin cem wan. Gava ku nan û xwarin bi wan lazim dibû dihatin cem eþîrên Kurda. Yanî hemû kêmayên xwe ji wan peyde dikirin. Li wê demê herkes ji bona ku neçe eskerê ji ber dewletê direvî û perê didan dewletê.
Ji ber vê hertim di rewþeka mobilîtê dabûn. Ji ciyekî diçûn ciyekî din. Carna li Heranê bûn, carna li aliyê Behra Reþ bûn, carna li herêma Haymanê, Yozgat û Çorûmê bûn. Carna li Raka ye bûn. Carna dewletê êrîþ dibir ser wan, carcara Tirkman, carcara Îraniya û Ereba êrîþ dibirin ser eþîretên Kurda. Mal û milkê wan ji dest wan digirtin.
Di sala 1604 an da vê carê jî serhildana Celaliya dest pêkir. Rewþa Kurda hê jî xirab bû. Careka din herêma Kurdistanê serubin bû.
Tê gotin ku di wê demê de ji gelek Kurd goçber bûne û cî warên xwe valakirine berê xwe dane çol û çolîstana. Yanî barkirin û goçberiya Kurdê Anadoliyê ne carekê û ducaran bûye. Gelek caran wan barkirine û ewirîne. Dewleta Osmanî hertim xwastine ku wan ji ser axa wan bidûr bikin û kultura wan bi wan bidin bîrkirin. Asimilê bikin.
Bi rastî jî Kurdên Anadoliya Navin îro ew nizanin ji kîjan alî û herêmê hatine. Hemû rê li ber wan hatine girtin. Li wê demê wek îro neqlita jî tune bû ku vegerin welatê xwe. Gava ku hinek bixwazin vegerin, ew dizanin li rê cendermê û esker heye. Yê wan bigirin biþînin eskerê yan jî wan bikujin. Dewletê ew bi zanistî ji hev diqetandine.
Mînak/Örnek îro li herêma Qonyê mala Badiliya hene. Lê ew gelek kêm in. Bi qasî deh panzde malan mane. Lê Li Kurdistanê malbata Badilîya gelek in. Rihayê hê zêde ne. Gava ku mirov kitêben dîrokê dixwine li gelek dewerên Tirkiyê mirov rastî qebîla Badilîya tê, ev jî tê vê manê ku dewletê qabîla Badiliya belav kirine.
Di vê mijarê da Ahmet Refik wiha dibêje, ”Ew eþîrê ku hatî Rojava ya Tirkiyê, ji Heleb, Dîlok/Enteb, Rûhê/Urfa û ji Rakayê hatine li van derna bi cîh bûne.
Lê belê, îktîdarên wê demê rehetî nedane wan ku ew li ciyekî stabil bimînin, ew wek goçer ji ciyekî ajotine ciyekî din. Ji Rakayê koçbera Anadoliyê kirine û piþt re dîsa ew goçberî ciyên din dûr kirine."
Dîsa mînakekê dide û wiha dibêje, ”Ew eþîrtên Kurdê ku hatî li derdorên Sêwaz, Qeyserî, Qonya û Ankerê bi cîh bûyî piþt re vegerandine Raka Hama, Humus ê. Wan bi rê da gelek dijwarî û tengasî dîtine”
Parlementerê bi eslê xwe Kurd Kinyas Kartal di bîranînê xwe de wiha dibêje, ”Ez hîngê li dinyayê tune bûm. Bav û kalên me ji me re qal dikirin. Digot, ”Dewleta Roma Reþ em ajotin deþta Haymanê. Em demekê li wêderê man vêcarê jî em diajotin ciyekî din. Piþt re em ajotin Ezerbeycanê. Em jî Ezerbeycanê dîsa vegerin Kurdistan/Wanê."
Elbet bandora Ereb, Faris û Ezeriya jî li ser goçerên Kurda gelek hebû. Ereba ji Tirkan heznedikir. Hêzên Celaliya gelek êrîþ dibirin ser Ereba, li wan zulm û tedayî kirin û mal û milkê wan ji dest wan girtine. Ereba jî êrîþa ser Kurda kiriye. Armanca wan jî ji deþta Hemê û Humusê Kurda bi derxînin ev axa ji Ereba re bimîne. Ji bona wê çi di destê wan da hebû ew ji dest wan digirtin û ew ber ve Anadoliyê þandine.
Gerokê bi nav û deng MOTKÎ wiha dibêje di bîraninê xwe de, ”Kurd her tim cîranê Ereb û Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe biajon salê sê çar cara êrîþ dibirin ser Kurda. Konên wan diþewtandin û li ber deriyê wan çi hebû ew dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi tenê ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya."
Gava ku em ê biçûk bûn dê û bavên me ji re di distiran,
Hawar!!! / Hey lo lo hawar / Hûn li kedrê man / Ereban malê me talan kirin / Keçik bûkê me þuna warê me nehîþtin.
Hawara xwe dikirin Kurda. Li gelek dewerên din stranên bi vî rengî hene,"Balî Bostan kek qurban
-Carekê mêzekê ka kî li derva û kî tê
-Bavo goçek barkiriye ber ve me tê, hene Ereb in hen jî tat in/tirkin
-Keça min carekê mêzek ka ê bi çend qefla ne.
-Ê bi sê qeflane, Qeflê pêþî xortê teze ne.
-Dest ji wan berde keça min, Çavî wan î li keçik û bûkê me.
-Qeflê diduya mirovên 30-35 saline.
Dest ji wan ji berde, -Çavî wanî li mal û milkî me ye
-Qeflê sisiya kal û pîr in.
-Îþtê ji wan bitirsê, Daxwaza wan talan kirina war û cîyê me yê, Riyê wanê bi bostekî li ber wan in, Rabûn û rûniþtikandine wan ê li ser dêl û orospaye. Yanî li vir yên herî xeter mirovn pîrbûne....”
Ev nivîsên jor Moltkî rast dike.
Gava ku kurd ji ber êrîþê Erba û Farisan direvin berve Kurdistan û Anadoliyê dihatin. Ew gelek westiya bûn di jûniyê wan da teqat nemabû li milê wan kirasek nembû. Di rewþeka pir pêrîþan da bûn. Kalê min digot, ”bavê min digotiyê me bi mehan û þeþ mehan çêrê, giya tiþtên din dixwarine. Nan tune bû, qatix tune bû.”
Lê gava ku Kurd ber ve Anadoliya rê girtin, vê carê jî eþqiya yên Tirk li benda wan bûn. Ji bona ku ew xwe bi eþqiya nemînin. Wan di bi þevê re bardikirin xwe diavêtin ciyên xewlê ku eþqiya lê tune yî. Nivîskar Kurd Yaþar Kemal di romaneka xwe de wiha dibêje, ”Bîr neke ku me çi zor û zilm û tedayî dîtiye. Li bînê Edenê me sê hezar laþê di dûv xwe cîhþtin. Li paþ her tûpekî/gîya canek ji me ma.”
Bavpira min Ela Bostanê jî wiha digot, "Li wî zemanî hîng em zarok bûn, bi zorê tê bîra min. Mala bavê min ji ciyekî diçû ciyekî din. Her qebilê û mer malbeteka mezin cî û warekî xwe hebû. Em berve aliyê Behra Reþ, Samsun û Bafrê ye diçûn. Li gor ku kalê te dibêje ew bi Çawûþê Esko ve li Bafra yê hatine Xwedê dane.”
Þerîfa Malê Milkê, ”Em her sal hetanî ava Canê/Ceyhanê diçûn. Me li wê derê li kêleka çemê Canê konê xwe vedigirtin. Bi mehan û bi þeþ mehan em li wan derna diman, me pez û haywanên xwe diçerandin. Lê meratê kêrmêþa xêr bi me nedikir. Gelek zarokên me mirin. Em her sibê radibûn ku li ber konekî þîn heye.
-Xaltiya Þerifê ma hûn bi tenê ji bona heywanên xwe diçûn wan ciyê wan derna?
Na kurê min na. Dê û bavên me digotin eskerên Roma Reþ û axayên di bin bandora Osmaniya da xerê bi me nakine. Tên mal û milkê me ji ber me bi darê zorê dibirin. Li wî zemanî gelek þer hebû. Esker û dewlet pêrîþan bibû. Axa ji bona ku eferima ji dewletê bistînin li me gelek zor û zordarî dikirin. Kêyfî li me didan. Me nediwerî ku em li dijî wan derkevin, bibêjin er an na. Êdî ez mezin bibûm. Ez nebûm bûk lê!. Destê min li bin guhê min bû. Ha îro ha sibê ez dê bizewcimê bibimê bûk. Li gor ku ew dibêje sal 1915-16-17 bûn. Ez nizanim em li kîjan mintiqê bû. Lê ez bawerim em nêzîka Gola Xanê/Xwê bûn. Me bi þevekê goça xwe li hêjtiran barkir, me dev da em berva þûna waran hatin. Gava ku em hatin li dawiya Qosarê. Gola Xanê ji me ve dihat xuyakirin. Hindik bê jî tirs li ser me çûbû. Me zanî ku em ê nêzîka gundê xwe bûne. Em wê þevê li binê Qosarê/Þereflîkoçhisar man du sê roja li wan derna egle bûn. Lê me amediya xwe ku em barkirine dikir. Sîwarê hatin li ber konê me rawestin. Gotin, ”ferman hatiyê divê hûn ji ciyê xwe neliv in. Kî ji ciyê xwe bilivê, ew ê zerarê bibîne û em wan biþînin eskeriyê.” Wan çi digot me digot ”er e.” Ji ber ku me bi Tirkî nedizanî. Me wê rojê þev li xwe bi zorê tarî kiri. Gava ku sîwara em bi tenê cîhþtin, me dîsa konê xwe li hêjtira barkir em hatin Gundê xwe Omera/þûna wara.
Gava ku em hatin gund an þûna wara ti kes li þûna wara tune bû. Me zanî ku ew jî wekî me rastî eskerên Tirka hatine. Lê roj bi roj goç dihatin. Ev barkirina ma dawî bû.
Bi destê biharê me bardikir em diçûn Zozana Bazarözê, Bircê, Birêdirêj, Warê bira, Kortka. Li dawiya payizê em dihatin gund/qiþlê. Gava ku em li gund bi cî û war bûn. Ev ji bona dewletê jî gelek baþ bû. Mirovên nêzîka dewletê ji me re wek axê hatin bijartin. Wan gelek alîkariya gel dikirin. Elbet ne hemû ya. Meselê Samî Beg axakî bi heyfê bû. Hemû gundiyên xwe bi xwedî dikirin û di destê wan re digirt, nan û danê wan dida ê. Qelingê gundiya wî dida ê. Ji bona wê gundî ji wî hez dikir û ji wî rêz digirt û hurmetekî mezin jî wî re dikirin. Meselê axê Omera û axê Nasirliya ne wek Samî begê bûn. Elî beg li aliyê dewletê bû.
Me li civata guhdar dikir digotin, Em ji Helebê, ji Hemê û ji Humusê. Hinekan jî digot, em Ezerbeycanê. Ereban xêr bi me nedikirin dihatin keç û bûkên me dirivandin, mal û heywanên me ji dest me digirtin. Em ji ber ereban reviyan hatin van derna.
Gava ku em ji nav Ereba xelas bûn. Vê carê jî zor û zûlma Osmaniya destpêkir."
Ev gotinek heye dibêjin, "Ji baranê reviya rasta zipika/dolu yê hat" Birêz Mehmet Emîn Zekî ji bona vê wiha dibêje, ”Di sala 1914 an da gava ku þerê cîhaneyî yekem destpêkir, milletê Kurd zerareka pir giran dît. Dewleta Osmaniya 700 hezar malên Kurd sûrgûna Rojava û ciyên din kirin. Ji nava van 700 hezaran xortên ku destê wan sîleh digirtî girtin û þandin þer. Yên ku þandî sûrgûniyê jî bi rê da gelek zehmetî dîtin. Ji serma da û ji nêzda mirin. Ew Kurdên ku þandî sûrgûniyê ji dewleta Osmaniyan re bûn çavkaniya aborî. Eskera bi salan nan û ava wan bi wan re parve dikirin. Gel ji zulm û zordariya dewletê aciz bibû. Her eþîret û her qebilekê berê xwe didan ciyê din ku esker lê tuneyî.”
Mîr Celedet Bedirxan jî di vê mijarê da wiha dibêje, "Wan rojên ku mutarekê destpêkiribû min rêwitî kiribû, ez dihatim Stanbolê. Ew neheqiya li Kurda dihatî kirin min her tim dilê xwe de gerand bi wê neheqiya ez gelek diêþiyam. Min dixwast ez li ser wan muacîran lêkolîna bikim û bi wan re xeber bidim. Ez çûm daîra muacîra. Min li kutugê muacîra nêrî ku nêzîka 650 hezar malbatên Kurd bi darê zorê ji welatê wan hatine derxistin û sûrgûna aliyê Rojava kirine. Ez bi vê sûrgûniyê gelek gelek xemgîn bûm. Di sala 1918 an de vegerim hatim Kurdistanê. Bi dilekî kul û bi êþ vegeriyam.”
Dibêjin, Dewletê em bi zorê ji ser axa me em ajotin van derna. Niha em dîsa vedigerin welatê xwe. Ji eþîreta me, em 485 kes bûn, lê niha 225 kes man e.
Çima hûn ewqas telefbûne? Gotin, gava ku em ji Kurdistanê hatin sûrgûn kirin dem zivistan bû. Gelek ji me bi rê da ji serma cemidîn û mirin."
Bi navê Remziyê Hekarî, namek di kovara Jîn da hatiye nivisin wiha dibêje, ”Ji malbata me re Silavên xwe taybetî diþînim. Îhsan, Hurþit, Mihemed li serpîya mane. Îhsanê dê di meha biharê de vegere bê welêt. Resul û Qadir çûn ser dilovaniya xwe/mirin. Birayê min mezin Osman li cem serok eþîrê Oramaran Çeto Begê ye.
Ji eþîreta Sadî Begê bi tenê du kes mane yên din hemû mirin. Niha zivistanê em nikarin bên welêt. Em ê hetanî devê biharê xwe li van derna eglê bikin. Înþallah em jî bên. Biminin di xweþiyê da.”
Dîsa di kovara Jîn da 15.12.1335 an de nivîseka wiha heye, "Bi sebeba þer dewlet ji derdora Erzoromê, Wan, Betlîs bi hezaran kurd hatine sûrgûnkirin. Li þûna wan gundiyên me, yanî axa bav û kalan milletên din anîne bicîh kirine. Wek Ereb, Dadaþ, Boþnak û her wiha yên din.”
Þaîr Mehmud Nejat ji Silêmaniyê namek ji kovara Jîn re þandiyê tê da wiha nivisiyê, ”Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê. / Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî. / Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.
Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune. Eger ku me hevdu nedît, bila laþê min li çiyê bimîne. Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li laþ min xîne. (Hejmar 8, rûpel 11)
Rojnama Kurdistanê li ser goçkirin û sûrgûna Kurdên Anadoliyê wiha nivîsandiye, ”Eþîrên ku li derdora Qonyê û Ankerê bi cîh bûne, ew nêzîkî 150 salî di ber vê bajar bi bajar zozan bi zozan gerinê û hatinê li deþta Qonyê û Ankerê bicîh war bûne. Ew eþîretan ji herêmên curbe cur hatine.” (16, rûp 62)
Rast dibêje. Ew ji gelek dewerên Kurdistanê hatine.
Dîroknas Georg Perrot jî wiha dibêje, di salên 1767 an Kurd li herêma Konyê û Ankerê habûne û gelek dîroknas li cem wan bûne mêvan û bi wan re mûlaqat pêk anîne. Wî bi xwe jî di sala 1850 an da bi Kurdên Heymanê re mûlaqat pêk aniye.
Di dawiya sedsala 18 an da li deþta Haymanê carcaran mirov rastî Kurda dihatiye. Reþvan, Canbeg/Cîhanbeylî û Þêxbizînî wek federesyon bûne. Ji ber êrîþên Osmaniya mecbûr mane berva Rojava hatine.
Dîsa wekî ku me ji rû spîyên me bîhstî. Ew ji derdorên Urfê, Meraþ û Samsûrê hatine. Lê wan ciyên ku jê hatî bîrkirine. Hîngê mirov ji wan dipirsê dibêje, navê Urfê li wî zemanî çi bû. Ma hûn dizanin?
-Na em nizanin.
Lê we Newroz bîstî bû?
-Na.
Em Kurdên ku li derdorên Ankerê, Qonyê bicîh bûne ji 12 a eþîreta hatine avakirin. Li gor hinek rûspîya bavê wan eþîretan yek bûne, diyê wan cuda bûne. Yanî dibêje serokê Reþû ya bi danzde jinan re zewiciyê. Ji her jinekê kurekî wî bûye. Ew her yek bûyê serokê eþiretekê. Îro çiqas kurd li derdora Qonyê, Ankerê û Kirþehrê hene hemû hevdû nasdikin û ji hev keçik birine û lawik zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hevin.
1- Sevkî, 2- Bilkî, 3- Mîfkî, 4- Xelkî. 5- Omerî, 6- Celkî, 7- Cudkî, 8- Terkî,
9- Nasirlî, 10- Mamitî, 11- Þêxikî, 12- Sawedî.
Nasirlî-Nasir: Serefli, Karagedik- Burunsuz-Kuþça/Hecîlara. Eþîreteka gelek mezine û gelek malmezînên xwe hene. Wek mala Qorto û Mala Bekara/Demir a. Tê gotin ku ew ji derdorên Rewandûzê hatine. Serok Eþîretê xwe Qerto bûye. Kurê Qerto Omer Beg jî wek Samî Begê gelek caran ber endametiya xwe wek mebûs nîþan kiriye. Carekê wek mebûs kete meclîsê. Mirovekî hêja bû.
Xel-Xelkî: Gölyazî-Karacadax-Yapalý. Xelîka bûne du beþ. Xelkên Doldirmê û Xelkên Karacadaxê. Ji Rewandûz û ji Kalifaniyê hatine. Qismek li herêma Kulu yê û qismek jî li aliya Înevî/Cîhanbeyliyê bi cîh bûne. Serok eþîretê wan Usifê Milê ye. Mirovekî bi qedir û qimet bû. Li herêmê û di nava Kurdan da baþ tê naskirin. Niha êviyên/torînên wî li Qonyê dijîn.Omerî- Omer: Torna-Mihîna-Çoplî-Altilar û Tawliören. Omerî jî wek eþîretên din ji derdorên Samsur û Antep û Rihayê hatine. Li Samsurê Omerî eþîreteka gelek mezine. Bi navê Omerî tên xwandin. M. Emîn Zekî dibêje bi qasî 800 malî ne. Ji eþîreta Milî ya veqetîne. Ji aliya Musul, Mêrdin û Samsûrê hatine. Serokê xwe Omer beg bûye. Lê piþt re dewletê Elî Beg wek serok eþîret taîn kiriye.
Li gor hinek dîroknasên Rojava Kurdên Navça Anadoliyê di salên 1845 an da Îskan bûne. Bi zivistanê li gunda bi hatina biharê re li zozanan bi cîh dibine.
Zicirlî kuyu- Gundî Omê 1800(Lundberg &Svenberg)
Dipdedê1830(Lundberg &Svenberg)
Kuþça-Hecîlara 1837 (Hûtroth)
Caniman 1843 (Lundberg &Svenberg)
Burunsuz û Þereflî- 1843(Hutroth)
Tavþancali- Omera- 1845(Lundberg &Svenberg)
Karagedik1846/47 (Hûtroth)
Bulduk- Gundî Buldux 1853755 (Hûtroth)
Xelkê Doldurma- 1858(Hûtroth)
Tavliören-1870(Lundberg &Svenberg)
Kirkpinar 1885(Lundberg &Svenberg)
Tuzyaka- Cudukê Heramiyê 1890(Lundberg &Svenberg)
Kadioðlu- 1891(Ruben)
Çopler-Çolî- 1900 (Lundberg &Svenberg)
Acikuyu bîrtahlik 1920 (Lundberg &Svenberg)
Hisar- Hesar- 1923 (Lundberg &Svenberg)
Yanî Kurdên Navça Anadoliyê di salên 1700 an da herem keþif kirine. Zivistanî li gunda yan jî bi navê din þûna wara dimane. Vê goçberî û barkirina wan hetanî salên 1850 an ajotiyê û di salên 1900 an da êdî bûne gund û serokê eþîrê wan hebûne.
Li aliyê din Mar Syskê jî dibêje Kurdên îro li navça Anadoliyê bi cî war bûne. Di dema Yavuz Sultan Selim re hatine sûrgûn kirin.Sevkan: Gundê Buldux-Gundê Omê- Gûzel Yayla- Celep/Sevkê Keçeliya. Ev eþîreta jî wek Xelka bûye du birra. Sevkên Keçeliyê û Gundê Omê. Li derdorên qezeya Kulu yê dijin. Kulu girêdayê Qonyê. Serokê wê eþîretê birêz Samî Beg bû. Ew jî wek Usifê Milê di nava eþireta xwe û di nava Kurdan da gelek bi qedir giran bû. Wî gelek caran berendametiya xwe ji bona mebusiyê nîþan dabû. Lê ti cara qezenç nekir. Kurda dengê xwe nedidan wî. Ev jî rûreþiya Kurda bû. Ji ber ku Samî Begê hemû zewicandin û nan û danê wan dida.Celkan: Kutugûþaði-Yeþil Yurt- Kirkpinar- Hesar- Arþincî. Ji derdorên Samsur, Mereþ/Gimgimê û Antep/Dîlokê hatine. Li derdorên Ankara û Balê bicîh bûne.Saweda: Beþkawak-Çiman Herêma Qonyê
Molkan: KirkiþleHecîban: Li derdorên Ankarê, Kirþehir û Balê bicîh bûne. Li gor mezinan ev eþîrtea ji Kerkûk û Musulê hatine. Serokê vê eþîretê
__________________
PCkopat is offline  
Eski 11-12-2006, 06:24 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,746
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 57035
Rep Puaný : 5700535
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan

Hecîbanli Hecî Musê Begê bûye. Wî bi xwe di nava di nava cemiyeta Sulh û Selamet Osmaniya da cîh girtiye.
Bilkan: Þereflikoçhisar-Aktaþ û gundên Balê. Bilkan eþîretek/qebile ji qabilên Reþiya mezinin. Li gor dîrokvan û rûspiya ji derdorên Araratê hatine. Li Araratê gelek gund û eþîretên bi navê Bilka li Kurdistanê îro hene.Mifkan: li herêma Ankerê û Kirþehirê dijîn.
Berekatî: Çiçek Daðý. Dîrok zan M. Emîn Zekî wiha dibêje, ”Eþrîreteka pir mezin bûye. Derketina wan jî welêt bi deh hezar bûne. Ji aliyê Amed, Hisn-i Mansur, ji Sencex Paþa û ji Meletiyê hatine. Li derdorên çemê Kizil Irmak û Kirþehîrê bicîh bûne.Cudkan-Cudkanê: Cudke heremiyê û Cudken Yapali. Li gor gotina navê xwe ji çiyayê Cudî wergirtine. Ev jî birek ji eþîreta Reþuyê. Bi du biran bûne. Cudikên Heramiye û Cudikên Yapaliyê.
Milî: Tê gotin ku ev eþîreta ji derdorên Ruhê/Urfê û Mêrdînê hatine. Îro li herêma Kirþehir û Ankerê bicîh bûne.Badilî: Mirov di dîroka Kurda da gelek rastî wan tê. Li ser wan gelek kilam hatine strandine. Kilamên qehremaniyê. Ew ji aliya dewletê ve hatine perçê kirin. Îro bi qasî deh û panzde mala li Sevka dijîn. Li gor gotina ji aliyê Çewlik/Bîngol, Bedlîs û Amed Erganiyê hatine.Qerkan: Ev eþîreta jî wek Badiliya hendik mane. Îro em bi piranî wan di nava eþîreta Omera da dibînin. Ew qebila bi mêrxwaz û piþtgirtina hev tên nasandin.Mamitan: Ew jî wek Qerkan qebileka mezinin. Ji aliyê Eleþgirtê Navça Anadoliyê. Li gor dîrokzana serok eþîretê xwe Mamitanli Mehmet Beg bûye. Ew serokê Ordiya Osmaniya yî Rojhilat bûye. Di salên 1916 an qismekî xwe ji Serhat- Araratê hatine. Lê Îro li gundê Omerê qebileka bi navê Mamitan tên xwandin heye.Atmanikan: Bi qasî 5000 mal ji Kurdistanê barkirine. Ji aliya Bedlîs û Derbend û Rûhayê hatine. Li serdaneka mina Rihayê ez rastî gelek Atmanîkan hatim. Wan komeleka xwe bi navê eþîreta Atmanîkan vekirine. Ew dixwazine bi vê komelê têkilyên xwe bi Atmanîkên din re daynin. Îro li qeza Balê nêzîka Anqerê gundek bi navê Gundê Atmana heye.Têrkan: Li heremê bi qasî 400 malî ne li rojavaya Ankerê îkametgah dikin. Dîrokzan Osman Sabrî ji bona wan wiha dibêje, "Bi qasî 1000 malî di sala 1800 an da sûrgûna aliyê haymanê bûne. Têrkan beþek ji beþên Mirdesî ya ne. Hinek dibêjin ew eþîreta Tirk bûyê. Ew bûne Kurd. Lê ne rast e. Li Polatlý, Heymanê, Sivrîhisar û Çorumê hene.Erkecîgan/Helkecikan: Ev eþîreta Dimilî ye. Li herêma Aksaray û Konyê dijin. Eþîreteka pir oldar/dîndar e. Ew ji mezheba Þahfî ne. Ji Navça Anadoliyê gelek kes diçe wir wek dewrêþan li wêderê dikevin zikir. Aksaray di dema Osmaniyan re herêmeka wek sancax dihat naskirin. Ev kurdên herêma Aksarê jî wek Reþûya demeka dirêje ku li Aksarê jîyan e. Li gor ku rûspî dibêjin, "em ji aliya Agirî, Dersim û Xarpitê hatine." Hinek rûspî jî dibêjin, "ew ji nijada/soya Abdulkadir Geylanî hatine." Bi piranî devoka dimilî/zazakî diaxivin. Kurdên Akserê bi navê eþîreta Erkecîgan tên naskirin.Þêxbizînî: Li gor gotinan Þêx Bizînî ji derdorên Kerkûk û Hewlerê hatine. Bi qasî 450 mal jî Erzorumê hatine li deþta Haymanê bicîh bûne. Devoka xwe wek devoka Soran û dimilya ye. B: Kocadað di derheqê Þêxbizinan da wiha dibêje, "Li aliyê Çewlîk/Bîngol û Þerefedînan mirov rastî wan tê. Ji wan kêm ziravayê Kirmancî deng dikin." Ez jî bi xwe li Samsûrê bûm mêvanê gelek kesên Þêxbizînî.
Îzolî/Îzoðlu: Ew ne wek eþîret hatine Navça Anadoliyê. Ew di van demen nêzîk da di salên 1930-40 an da hatine Qonyê li gundê Omera bicîh bûne. Ew ji aliya Meletyê hatine. Ew hersal diçin cem merivên xwe û serdana wan
Canbeg: Eþîreta Canbega ti têkilyê xwe bi Reþîyan re gelek kêm in. Ew jî wek Reþûya ji ber þer, ji ber eskerî yê û ji ber ku haywanên xwe têr bikin li gelek deweran gerîne û hatine li Cîhanbeyliyê bi cîh bûne. Navê Cîhanbeyê ji vê eþîretê tê wergirtin. Berê navê Cîhanbeyê Înevî an Hespî Keþan bû. Mirovên vê eþîretê gelek camêr û dest bi ço ne. Tirs li ba wan tune. Lê di nava wan eþîretan da gelek qebilê mezin hene hejmara wan gelek bilind in. Her qebilek bi malbata xwe xwe dipesînin. Herkes dixwaze malbata xwe mezin bikin. Serok eþîret bi begitiyê hatin nîþankirin. Ew girêdayê Boy Begê bûn. Boybeg jî girêdayê dewletê bûn. Ew boybegên ku em dibêjin jî mala Midûr ve girêdayê xwe hene. Mala Midur li Yozxatê bûye. Dewlet ji wî pere pul dixwastin û wî jî xeber dida Begên herêmê bi destê wan ji dewletê re pere û mal dihatin berhevkirin. Li ber deriyê kê çi hebû û çi tune bû ew dibirin. Tu nikarî li dijî wan derkevî. Lê gava ku wan ji dewletê re ew alîkarî dikir, dewletê jî ew bi madalyonên tenekê xelat dikirin û kurk dida wan.Oxçîyan: Li Mihîna, Karcadax û Yazgat û Omera hene.Reyhanli: Ev jî eþîreteka mezine tê gotin ku ew di sala 1870 an da li deþta Amîk/Edenê bi cîh bûne.Taburoxlu: Ev eþîerta gelek gelek mezine. Li derdorên Ankerê û Kirþehrê dijîn. Serok eþîrtê Tabûroxlû bûye. Li Kirþehrê nêzîka 25 gundên xwe hene. Li gor ku rû spî dibêjin, Tabur mirovekî rast û Kurd hezbûye. Ew ti cara wek axa û Begên din ji dewletê re nebûye xulam. Ji bona vê dewletê pir ji wî heznedikiriye. Her tim bi dewletê re wek dijmin bûye. Ji ber van buyarna dewletê ew bi dardakiriye.
KURDÊN POLATLIYÊPolatli qezeka nêzîka Ankerê. Navbera Polatliyê Ankerê 80-90 km yê. Bi ser haymanê ve ye. Ji niþtecîhên Polatliyê ji 3 yan 1 kurd e. Hêjmara wan digihêje 50 û 60 hezarî. Eþîretên Millî, Mikaîla, Zirkî, Têrkî, Þêxbizinî û Rûta hene.
Ew jî wek eþîretên din bi xwe re Gawestî û Gamiran jî dibêjin. Hatina Kurda Polatliyê teqribên di salên 1700 an da belkî jî hîng zû bû. Ew dibêjin em ji deþta Îranê ji eþîreta CAF in. Îro mirov li Mêrdîn û Dêrîkê rastî eþîreta Rûta tê. Li Qerejdaxê Têrkî hene. Li Erzoromê û Muþê Zirkî hene. Badilî li Riha/Urfa ye hene.KURDÊN BALÊ:
Bala qezeyeka girêdaye Ankerê. 65 gundên xwe hene ji wan 19 gundê xwe Kurd in.
Bilkî, Atmanî, Kîkan û Hecîban hene. Li gor rûspiyên balê ew 200-250 salî di ber vê hatine li vê derê bi cih û war bûne. Dr Mikaîlî li ser Kurdên Balê lêkolinek kiriye û wiha dibêje, "Li Balê gelek mirovên navdar jî hebûne. Wek nûnerê Kurd Tealî Cemiyetî Hecî Osman Zadê Hecî Beg di navê vê cemiyetê da cîye xwe li Stanbolê girtiye."
Ji bona Hesenî Reþ jî wiha dibêje, "Di þerê di navbera Yunan û Tirkan da Atatûrk Qerergaha xwe anî Ankerê. Kurdên Navça Anadoliyê di navbera þer da man e. Kurda hîngê cîyê xwe li cem Mistefa Kemal Atatûrk girtine. Hesenê Reþ bi 500 sûwarî xwe tevlî êniya Mistefa Kemal bûye. Serhildana Çapanoðlu çewsandine. Gava ku di vî þerî da Yunan bi serneketin û Tirka þer qezenç kiriye. Mistefa Kemal ev serok eþîrên ku alîkariya wî kirî daweta Ankerê kirine û bi wan danûstandina pêk aniyê.
-Ji hesenê Reþ pirsiye, "Hesnê Beg eger îro dîsa þer destpê bike, tu çiqas esker bidî me?
-Ez bi 500 sûwarî tevlî þer bûm. Lê ez dikarim bi 5000 sûwarî din bidim.
Mirovên dine ku tevlî dawetê bûyî bi Hesenê Reþ re dibêjin, "Te baþ nekir. Niha serê te çû ber kêr e. Ji ber ku Mistefa Kemal naxweze ku ti kes li hember wî bi hêz û quwet bibe."
Gava ku Hesen bi hevalên xwe ve vedigerê gundê xwe esker tên wî dibin û davêjin hepisê Demekê di hepisê da dimîne û piþt re wî berdidin. Dîsa tên wî digirin dest û lingê wî girêdidin wî bi gund bi gund digerînin. "Eger hûn li dijî min derkevin. Ez ê we jî di vê rewþê kim."
Çîrokeka wiha min li Gundê me Omera bîhstî bû. Di salên 1950-55 an da. Elî Beg bi Abbasê Katê re dibêje, "hespa ji tewlê derxîne û erebê ji kerma/tezek tijîkê bibe Cîhanbeyliyê ji qereqol re." Ew erebê tijî kermê dike û ew kerma ji qereqol re dibê.
Gav diçe hûndirê qereqol bi eskeran dibêje, "min ji we re kermê anin." Abbasê digirin li wî têxînin, lê wî xiþ dikin. Ew bi vê lêdanê mat dimine. Ew paþê pê tê gund.
Tê oda Elî Begê civat jî rûniþtiy bûye. Ji wan rûreþiya ku qereqol li wî kirî qal dike.
-Çima lo! Te ji wî bênamûsî re kermê birin.
Elî Beg dibêje, "Ew dewletê dikare her tiþtî bike. Hiþê xwe bi serê xwe din ti kes li dijî dewletê dernekeve.

BEGLi Omeran Elî Beg hebû. Li Bilka Hecî Musê Beg hebû. Xelka Usivê Mele Hebû. Încovê Nasir hebû. Torna Kosê Beg hebû. li Gundê Buldix Mehmê Hecî Bekteþ hebû. Li Mihîna Elî Begê Îsotê hebû. Li Qeregedîkê Mistefa Beg hebû ew mirovê dewletê yî herî mezin bû. Dewlet mohr û Kurkê axatiyê dabû wî. Lê wî jî gelek alîkariya dewletê dikir. Li gor Karegedikliya Ew ji dora Samsûrê Besniyê hatinê deþta Ankarê û Hayman ê. Serokê eþireta Nasirliya ewil Osman Beg kalê Mistefê Begê bû. Mistefa Beg di sala 1883 an da ji dayik bûye. Di sala 1941 an da jî diçe ser rehma Xwedê. Mistefa Begê di þerê Sakarya da gelek alîkariya dewletê lojistik kiriye. 25 hejtir û 400-500 mîh/pez hiba dewletê kiriye. Gava ku Yunan herêma Haymanê dagirkirine. Mistefa Begê qonxa dewletê kiþandiye mala xwe. Li gor gotinên kal û pîra, "Rojekê civat li mala Mistefa Begê rûniþtiyê ketina nav behs û meselê giran. Mistefa Begê ji civîta lêborina xwe xwastiye ku lingê xwe dirêþ bike. Gotiyê, "civatê li qusura min nemînin ez dê jûnîyê xwe dirêþ bikime." Ji civatê kalek gotiyê, "Direþkê Mistefa Beg direþkê. Wexta ku te 12 bavê Reþû cîhþtin te çû Tirkek ji me re anî vê male, me hîngê zanî mal li Reþû þewiti."
Mistefa Beg bi vê gotina wî gundî gelek xemgîn dibe. Dibe, "te ez bikuþtama ji wê rintir bû lo!." Mistefa begê kurekî xwe ji Tirka zewicandibû. Ew zewaca ne bi dilê eþîr bû. Ji bona wê wî mêrxwazî wiha gotiye, "Ev mala ku jê keçik anî jî malekê bi kok û binyat bûye."GOÇERÊN DEMA KOMARA TIRKIYÊ
Wekî em hemû pê dizanin piþtî demizrandina komara Tirkiyê hat avakirin, Kurd hatin înkar kirin. Ew Kurdên ku duh alîkariya wan kirî bi wan re bûyî dost, nan û ava xwe bi wan re parve kirî hatin ji bîrkirin.
Di sala 1925 an de dest bi Þerê Þêx Saîd kirin. Bi hincêta wî þerî bi deh hezaran kurd ber ve Navça Anadoliyê goçber kirin. Ev malbat û aîlê ji aliyê komara Tirkiyê ve hatî sûrgûn kirin vê carê jî li Rojava hatin sûrgûn kirin. Xwastin malbatên wan ji hev biqetînin. Hinek avêtin Kayserî, hinek avêtin herêma Behra Reþ û hiinek avêtin Edîrnê. Malbata mala Þêx Saîd jî avêtin Sakarya.
Gava ku va sûrgûnî û goçberiya bi dawî bû. Vê carê jî di þerê Araratê de dest bi sûrgûnî û goçeberiyê kirin. Piþtî þerê serhildana Arartê vê carê jî þerê Dersimê destpêkir. Li vî þerî jî bi sed hezaran kes ji welatê wan kirin þandin goçeberiyê.
Daxwaza wan ku herêma Kurdistanê vala bikin û Kurda asimilê bikin. Li herêmê ew wek mûacîr hatin bi nav kirin.
Ev goçeber û sûrgûnên di dema komara Tirkiyê re hatî Anadoliyê gelek tengasî dîtin. Piþtî efûya sala 1950-55 an ji van eþîretan dîsa vegerin ser axa xwe.

(alýntý)..spasi
__________________

Bu mesaj en son " 22-08-2007 " tarihinde saat 09:16 PM itibariyle PCkopat tarafýndan düzenlenmiþtir....
PCkopat is offline  
Eski 11-12-2006, 07:26 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2006
Konum: KOVBOYA KARÞI
Yaþ: 26
Mesaj: 8,052
Üye No: 20284
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 36991
Rep Puaný : 3698088
Rep Derecesi
toprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond reputetoprak has a reputation beyond repute
Varsayýlan

em juku hatine yeki mı xend ma dudu eze söz nedim evji duxunım heval spas jı bo kedate deste te sagbe ....

heval zorbıkın buxının zimaneme serkeftin dibe......
__________________
toprak is offline  
Eski 12-12-2006, 01:51 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,746
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 57035
Rep Puaný : 5700535
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan

spas keke toprak...u asurr
__________________
PCkopat is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Siwan Perwer ( Part 8 ) ALiSeR Kürtçe Lyrics 5 23-08-2008 08:37 PM
Kurmancî Tevlîhev Numberone Helbesten Kurdi 12 02-12-2006 02:37 PM
CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 23-11-2006 09:18 AM
Hz. ELÎ B. EBÎ TALÎB berxwedan Ýslami Sohbet 0 22-11-2006 08:51 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 11:03 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.