|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Bazara Stalin a li ser kurdan
Di Sedsala 20-ê de Amerîka, Îngilîstan û Sovyetistanê ji bo Ewropaya Rojhilat li ser pişta kurdan bazarên mezin kirine û kurd ji bo berjewendiyên xwe kirine alet. Ligel hişyarbûna neteweyî ya gelê kurd, bazarên gemarî yên li ser kurdan hatine kirin jî yek bi yek aşkera dibin. Di sedsala 20’-ê de gelek welatan gelê kurd wekî aletê pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anine. Bikaranîna herî balkêş jî ya Stalîn e. Stalîn li hemberî polîtîkayên ji bo Ewropayê bi Tirkiyeyê re bazar daniye. Ligel Şoreşa Oktoberê (cotmeh) gelê kurd baweriya xwe bi Sovyetistanê anî û hêviya piştgiriyê jê kir. Lê tu caran ev hêvî bi cih nebû. Ji hêla Sovyetistanê ve nêzîkbûneke stratejîk ji bo neteweya kurd çênebû. Pirtir gelê kurd wekî aleteke ji bo berjewendiyên xwe yên navdewletî bi kar anî. Mela Mistefa Barzanî vê helwesta Sovyetîstanê dema li Moskowayê bû wiha îfade kiriye: “Gelê kurd di wan serîhildanan de ku herî kêm ji sedî 60’ê wan li hemberî tirk, ereb û eceman pêk anîne ji bo alîkarî serî li Rûsyayê daye û wekî qaîdeyekê alîkarî negirtiye.” Bi giştî Stalîn, kurd ji bo hevsenga polîtîkayên xwe yên ji bo rojhilat û rojava wekî amûr bi kar anîne. Stalîn ligel cînarên xwe yên başûr Tirkiye û Îranê ew ji bo polîtîkayên bi Ewropayê bi kar anîne. Di sala 1945’an de Tirkiye û Sovyetistan hatibûn asta şerekî germ. Tirkiyeyê hem îtifaqa xwe ya bi Almanyayê re aşkera kiribû û hem jî bi Sovyetistanê re peymana dostaniyê îmze kiribû. Tirkiye 4 rojan beriya ku Almanya êrîşî Sovyetistanê bike, di 4’ê Îlona 1941’ê de bi Sovyetistanê re peyman îmze kiribû. Lê îtifaqa bi Almanyayê re gumanên Sovyetistanê bi dawî nekiribûn. Heta Sovyetistanê di sala 1945’an de peymana 1931’ê ya ji bo êrîşnekirinê ya bi Tirkiyeyê re betal kir. Bi vê biryarê Sovyetistanê peyama nasnekirina sînorên Tirkiyeyê anîbû ziman. Stalîn di konferansa Potsdamê de got ku divê Tirkiye axa ji Ermenistan û Gurcistanê girtiye paşde bide. Di sala 1946’an de Sovyetistan û Tirkiye hatin asta şerekî germ. Piştre Amerîka û Îngîlistanê bi Sovyetîstanê re hin bazar danîn. Di van bazaran de Sovyetistanê li hemberî domandina firotina petrolê ya ji bo Îranê dayina Polonyayê ya ji bo Sovyetistanê bi Amerîkayê re li hev kir ku leşkerên xwe yên rojhilatê Kurdistanê paşve vekêşe. Bi vê lihevkirinê, Komara Mehabadê ya kurd têk çû, Qazî Mihemed hate darvekirin û Mela Mistefa Barzanî qalmecal bû ku li Sovyetistanê bibe penaber. Sovyetistanê Barzanî û kesên pê re li Nexçivanê bi cih kirin. Sovyetistanê ligel bazara li ser Polonyayê hîn bûbû ku gelê kurd karteke xurt e ji bo bazarên bi Amerîka û Îngîlistanê re û biryar hate dayîn ku kurdan ji bo armancên xwe yên ‘pîroz’ bi kar bîne. Ji vê dîrokê pê ve Stalîn biryara polîtîkayeke nû ya ji bo bikaranîna kurdan da. Ji bo vê yekê jî Cafer Bagîrov hate peywirdarkirin. Bagîrov û Osman Yusubov ji bo sazkirina yekîneyên leşkerî yên kurd li Ozbekistanê dest bi kar kir. Bi heman armancê di sala 1948’an de Barzanî jî şandin vî welatî. Pişt re serhildêrên kurd jî şandin û kampên leşkerî ava kirin. Kamp li ser sînorê Ozbekistan û Qirxistanê bûn. Li van kampan kurdên ji Qefqasya û Asyaya Navîn hatine sirgûnkirin hebûn. Li gorî îdiayeke ku Babeyev piştre di bîranînên xwe de jî piştrast dike, di wê demê de ji bo livbaziyên sîxurî yên li hemberî Amerîkayê Bagîrov Mihemed Babayev û komeke sîxuran pê re şandiye Kurdistanê. Babeyev di bîranînên xwe de îdia bi van gotinan piştrast dike: “Ocalan ji min xwest ku bi Talabanî re biçim Tirkiyeyê lê min got ji ber ku min li hemberî Tirkiyeyê xebatên îstîxbarî pêk anîne nikarim biçim.” Cafer Bagîrov kesekî azerî ye û di rêveberiya Azerbeycanê de cih digire. Di heman demê de endamê Partiya Komûnîst e. Bagîrov plana tora îstîxbaratê ya Azerbeycanê qels da hiştin û li Kurdistanê xebatên xurt meşandin. Di vê demê de Tirkiyeyê Amerîka û Rojava girt cem xwe û serweriya xwe ya ji bo kurdan tekûz kir. Di sala 1947’an de Amerîkayê li Tirkiyeyê baregehên îstîxbarî xurt kirin. Li Tirkiyeyê jî bi taybetî Kurdistan ji bo baregehan hate tercîhkirin. Her wiha Sovyetistanê jî sîxurên xwe şandin Kurdistanê. Di çarçoveya sozên ku Truman û Rozvelt dabûn Stalîn de mafê Sovyetistanê yê ji bo baregehên îstîxbarî yên li Lîbya û Tirkiyeyê hebû. Di vê pêvajoyê de derketina holê ya Tîto bû sedema tengezariyan û helwesta Stalîn a başûr zeîf hişt. Projeya Stalîn a li ser kurdan têk diçû û ligel xwe vekişandina ji Îranê rewş kambax dibû. Di sala 1951’ê de Tirkiye û Amerîka û Îngîlistan ji bo baregehên hewayî li hev kir. Li gorî vê yekê Amerîka û Îngîlistanê li Tirkiyeyê dest bi avakirina baregahan kir. Di dewama vê yekê de NATO hate sazkirin û Amerîkayê bikaranîna van baregehan daxwaz kir. Di sala 1952’an de ligel beşdarbûna Tirkiyeyê ya ji bo NATO’yê ev daxwaz bi cih hat. Ligel mirina Stalîn projeya Sovyetistanê rawestiya. Di gulana 1953’yan de Moskowê diyar kir ku sînorên Tirkiyeyê qebûl dike. Kuruşçev bi riya bolyozê tirk diyar kir ku wan neheqî li Tirkiyeyê kiriye û lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| E.Xanî | Bedirxan | Çandi Gişti | 2 | 10-08-2008 03:55 AM |
| Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan? | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 23-03-2008 06:22 PM |
| 150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 25-02-2008 10:45 PM |
| Adarname | tubiranes | Çandi Gişti | 1 | 01-11-2007 10:58 AM |
| Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsine | nisan | Dirok | 0 | 25-05-2007 12:49 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.