Celadet Ali Bedirxan
Celadet Alî Bedir – Xan di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew di salên bîstî de ji bo doktorayê diçe Almanyayê. Doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de vedigere Samê. Sam hingî di destê fransizan de ye. Celadet li wir dest bi têkosîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêsengên tevgera Xoybûnê yê girîng. Pistî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir– Xan destê xwe ji siyasetê dikisîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932an de dest bi wesandina kovara HAWARê dike. Ji sala 1932an heta 1943an 57 hêjmarên HAWARê derdikevin. Ji bilî kovara HAWARê jî wî ji nîsana 1942an heta adara 1945an bi navê RONAHÎyê kovareke din derxistiye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî kovarên HAWAR û RONAHÎyê Celadet Bedir–Xan ev pirtûkên ha jî nivîsandine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Elfabeya kurdî, Rûpelnine Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji Mustafa Kemal pasa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî… Herweha Celadet Bedir–Xan digel birayê xwe Kamiran bi riya wesanên Hawarê bi dehan pirtûk pêskêsî pirtûkaxaneya kurdî kirine.
Celadat Bedir–Xanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anîne, di 15.07.1951ê de mîna gelek pêseng û rewsenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li Sûriyê wefat kir. Ew niha li Samê vesartî ye.
|