Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 31-07-2008, 02:43 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Sep 2007
Konum: Û tu, hê gavek berî niha, sed sal jî derbaz be gavek berî niha...
Mesaj: 973
Üye No: 151013
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 27037
Rep Puaný : 2703586
Rep Derecesi
feqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond reputefeqiyê_teyra has a reputation beyond repute
Varsayýlan Fîrar û Qaçaxê Dewletê / KOÇERO


Qaçaxçîtiyê di civaka kurdan de heta salên 60’î dema xwe ya zêrîn derbas dikir.Zarokên ku nû mezin dibûn, di jiyan, lîstik û henekên xwe de kesên ku ji xwe re mînak digirtin, qaçax bûn. Ev yek bi taybetî ji bo ciwanên ku li gundan dijiyan, nirxeke taybet û hêja bû. Weylîiwî ku ciwan rojekê li civata hin firar û qaçaxan biqesidiyan. Dema ku ez zarok bûm, salên 80’yî bû. Ligel ku qaçaxçiîtî û qaçaxî nemabû jî, çîrok û serpêhatiyên wan her hebûn. Bo nimûne; pîrika min Þefiqeya Ferman û bapîrê min Seyîdê Mamo bi dehan car kilam û serpêhatiyên Cemîlê Çeto, Biþarê Çeto, Filîtê Quto, Emê Gozê, Bavê Fexriya û Çûro di þevbihûrkên Gundê Badayê de ji min re digotin.

Hebûna qaçaxiçîtiyê di nava civaka kurd de ji têkiliyên soyso-ekonomik ango feodalîzmê diqewimî. Bi têkoþîna neteweyî ya gelê kurd re têkiliyên feodal, ekonomîk û sosyal bi taybetî di salên 60-70’yî de bi aþînabûn û nasîna ciwanên kurd a îdoelojiya sosyalîstiyê re têk çû û qaçaxçîtî jî mir. Niha ser axa welat qaçax û firarên dewletên tune ne.

Wê çaxê ji kesên ku li hemberî pergal û li hemberî dewletê serî hildabûn re qaçax û firar dihate gotin. Qaçax ji kesê ku bi her awayî bi dewletê re pirsgirêkek hebûya re dihate gotin. Gelek caran ji wan re firarê dewletê jî tê gotin. Ev yek bi baþî di berhemên dengbêjê navdar Þakiro de jî derdikeve holê û tê dîtin. Li hêla din bi dehan dengbêj û goranîbêj di stran, bacî û kilamên xwe de behsa qaçax û firaran kirine.

Nivîskarê navdar Yaþar Kemal li ser qaçaxan û qaçaxçîtiyê wiha dibêje: “Bi dîtina min qaçaxçîtî cureyeke serhildanê ye. Qaçaxçîtî dê di her serdemê de reng û rûyê xwe biguhere û di civakê de rola xwe bilîze. (...) Dê bi mirovatiyê re bimeþe û here qaçaxî..’

Rojnameger Îsa Taþ di nivîsarekî xwe de diyar dike ku helbestvan Ahmed Arif der barê vê yekê de wiha gotiye: ‘Wateyeke zanistî ya qaçaxçîtiyê tune ye. Li hemû cîhanê ew encameke serdema feodalîzmê ye. Pîvanek e ku pergalê afirandiye. Helbet qaçaxçî ne xwediyê siyaset, aborî û agahiyên felesefeyî ye û nabe jî. Kesên qaçaxçî ew kes in ku ji ber hin sedemên cur bi cur serî hildane û li dijî dewletê derketine û bûne firar. Ew bi camêrî û egîdî li ser piyên xwe radiwestin û li ber xwe didin. Heger na, wê þansêwan a liberxwedana li dijî jiyanê û jiyana di nava gel de tunebûya. (...) Her yekî jî li gorî xwe sedemên diyarkirî hene. Bi giþtî jî li ser bûyera namûsê derdikevin serê çiyan. Ew bênamûsiyê û bêþerefiyê nakin. Diziyê nakin. Ew li hember zilm û zoriyê derketine serê çiyan. Civaka wê serdemê wisa pêwîst kiriye û wisa bûye....’

Koçero jî yek ji karkerên petrolê bûye. Piþtî ku babê wî tê kuþtin û dibe þerê malbatî û xwîndarî, dibe qaçax û firar. Di dîrokê de her kesê ku bûye qaçax û çûye serê çiyan, ne ji bo ku li dijî zilmê bûye çûye ser çiyan. Lê ku mirov rastiyê bibêje wan camêrî, mêranî, rastî û durustî pejirandiye û pêk anîne paþê çûne çiyan. Piraniya qaçaxçiyan ji ber ku li dijî dewletê bûne û hin kes ji wan jî ji ber ‘namûsê’ û hin ji wan jî ji ber ku cezayê wan hebûye çûne serê çiyan. Ji ber vê yekê ye ku di nava civaka kurd de ew wekî qaçax û firarê dewletê têne qebûlkirin û nasîn.



Qaçaxçîtî di stran û çîrokên kurdan de cihekî girîng digirin. Kilama ‘Filîtê Quto’, ‘Biþarê Çeto’ û hwd. di nava çanda kurdewarî de xwedî cihekî girîng in.

Yek ji wan qaçaxçiyan jî Koçero bi navê xwe yê rastî Mehmet Îhsan Kilît e.

Koçero di êrîþeke ku anîbû ser ofîseke Petrolê de hate kuþtin. Koçero maweyeke 14 salan li çiyan ma. Wî ji piþta xwe derbeyek xwar û xatirê xwe ji çiyan xwest.

Di salên 1960’î de Koçero ango ‘Mehmet Îhsan Kilît’ ew mirovê biçûk, di nava gel de bûbû qehreman û her behsa bejn û bala wî û qehremaniya wî dihate kirin û ew wekî mêrxas û camêrekî dihate binavkirin û xelkê çav dida wî. Di nava ciwanên gundî de ji xwe re gelek sempatîzan peyda kiribûn û di nava civak û gel de bûbû qaçaxçiyekî qehreman û efsane.

Koçero di sala 1925’an de li gundê Hêlînê ya Silîvan (Farqîn) hatiye dinê. Dibistana seretayî di sala sêyem de terk kiriye. Demekê di petrola Batmanê de wekî makînîst kar kiriye. Ew ji aliyê derdora xwe ve wekî kesekî bêdeng, aram û feqîr dihate nasîn. Ji ber ku zavayê xwe yê bi navê ‘Xelîl Kartalkanat’ dikuje çeka xwe radike û di temenê 25 saliyê de diçe serê çiyan. Ew jî wekî qaçaxçiyên wê serdemê debara xwe ji çûna Suriyeyê û danûstandinên bazirganî dike. Êdî Koçero bi ‘Xeta Sûrî’ ango çûn û hatina ‘Mala Haco’ bi demên dûvedirêj li ‘milê binxetê’ dimiîne.



Koçero li Silîvan, Tetwan, Bedlîs û çiyayên li herêmê digeriya. Nav û dengê wî roj bi roj li herêmê belav bû. Her ku diçû ew dibû efsane. Ew babê mezlûman û dijminê zaliman bû. Hemû rojnameyên wê serdemê li ser Koçero wiha digotin û gel jî wisa ew nas dikir. Tevgerên wî yên wekî talankirina ofîsên petrolê û li gundan dayîna pereyê hêkekê û tevgerên wî yên wekî vê, ew di nav gel de kire qehremanekî mezin.

Di sala 1964’an de gava ku Înönü li ser desthilatiyê bû wî her tim bang dikir û digot: ‘Divê li dijî qaçaxçiyan têkoþîneke xurt bê meþandin.’ Koçero di wê serdemê de gelek zêde bi jandirmeyan re kete nava þer û pevçûnan. Di hemû þeran de jî bêyî ku birîndar bibe jî, xelas dibû. Koçero her roj dibû sermanþeta rojnameyan..’

Dîsa Koçero di þerekî ku li gundê Kurtikan qewimî, li hemberî jandirmeyan li ber xwe da û Yüzbaþiyek birîndar kir û astsubayek jî kuþt. Paþê jî rizgar bû. Di sala 1964’an de gava ku ew nameyekê ji parlementerekî re diþîne û li meclisê tê xwendin, wezîrên CHP’yî ji kerba dîn û har dibin.

Wezîrê Karên Hûndir, Kurtoðlu diçe li herêma kurdan digere û raporekê amade dike. Mirov dikare bibêje ku ew bi kurtî wiha diaxive: ‘Ji bo têkbirina qaçaxçiyan demeke dirêj pêwîst e ...’ Wezîrên din ên di kabîneyê de henekên xwe bi wî dikin û dibêjin: ‘Tu bi Xwedê di geþt û gera xwe de tu bi dû þopa qaçaxçiyan ketî û te berda wan?!” Di wê geþtê de Koçero li dijî Wezîrê Karên Hûndir çalakiyekê pêk tîne lê bi ser nakeve. Piþtî wê Wezîrê Karên Hûndir ji bo ku hikûmetê rehet bike, ji peywira xwe îstifa dike û dev jê berdide.



Rojnameyên wê serdemê li ser vê yekê wiha nivîsîn: ‘Tenê Koçero bi serê xwe, di vê dema teknolojiyê de li hemberî van firoke û bêtêlan, karî û têrê kir ku felaketekê li hemberî Wezîrê Karên Hûndir pêk bîne.’ Hikûmet li hemberî Koçero kete nava hewldan û tevgeran. Lê cihê Koçero diyar bû. Cihê wî çiya bûn. Di dema lêgerînê de Koçero gelek caran bi jandirmeyan re dikeve þer û pevçûnan. Di þeva 3’yê Tîrmeha sala 1964’an de Koçero þantiyeyekke petrola Tirkiyeyê raçav dike û êrîþê dibe ser wir. Koçero bi cil û bergên subayekî dekeve hundir, jandirmayek wî nas dike. Ew bi jandirme re dikevin qirika hev, lê ji piþt ve bi guleyê çifteyekê tê lêxistin û jiyana xwe ji dest dide. 14 salên wî yên camêrî û mêrxasiyê jî bi dawî dibe.

Koçero diçe, lê di nava gel de bi dehan stranên ku li ser wî hatin çêkirin, çîrok û serpêhatiyên li ser wî û bûyera wî ew kire qehreman û efsaneyeke nemir di nava gelê kurd de.

(salihê Kevirbirî)

feqiyê_teyra is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Em Ji Ku Hatin ? ebulenin Dirok 2 08-06-2008 06:01 PM
hasan hüseyin korkmazgil'den üçbeþ tane :) pukeleka Þiirler 3 03-11-2007 01:46 AM
Ahmet Kaya & Selda Baðcan - Koçero !! _malatyalý_ Türkçe Lyrics 4 23-10-2007 01:45 PM
KoÇero leila Þiirler 0 19-06-2007 10:30 PM
koçero...vatan þiiri KaRaCoCuK Þiirler 15 24-12-2006 01:06 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 12:10 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.