Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 27-07-2008, 03:39 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 265
Üye No: 3124
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6289
Rep Puaný : 628603
Rep Derecesi
Bendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond repute
Varsayýlan Di dîrokê de îroj: Tîrmeh


Di dîrokê de îroj: 27 Tîrmeh
Amadekar: Mahabad F. ARDA

27 Tîrmeh

1914: Avusturyayê li hember Sirbistanê þer îlan kir û Þerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir.
1794: Yek ji serokên Jakoben ê þoreþa Fransayê Maximilien Robespierre ji desthilatdariyê hat xistin û ew avêtin girtîgehê. Robespierre di 28ê tîrmehê de hat þeniqandin.
1953: Þerê Koreyê bi dawî bû. Di vî þerî de zêdetirî du milyon kes mirin. Peymana Agirbestê li Panmunconê hat îmzekirin.
1970: Dîktatorê Portekizê Antonio Salazar mir.
1980: Þahê Îranê yê ji desthilatiyê ketî Riza Pehlewî ji ber kanserê mir.
26 Tîrmeh
1856: Rojnamevan, rexnegirê muzîkê û nivîskarê îrlandî George Bernard Shaw li Dublinê ji dayîk bû.
1923: Endezyarê îskoçî John Logie Baird, patênta yekem televizyonma mekanîk girt. Logie di sala 1926an de li Enstîtuya Kraliyetê ya li Londonê yekem car rapêþîna televizyonê kir.
1928: Derhênerê fîlmên mîna '2001: Serpêhatiyên Fezayê', 'Spartacus', 'Porteqala Otomatîk' Stanley Kubrick ji dayîk bû.
1933: Adolf Hitler daxuyand ku nivîþkanên alman ên wekî kor û kerr dê bên xesandin.
1943: Ji avakarên koma muzîkê Rolling Stones Mick Jagger ji dayîk bû.
1945: Li Îngiltereyê Sir Winston Churchill hilbijartinan wenda kir û Partiye Karker di dîroka Îngilistanê de yekem car bû desthilatdar.
1951: Li Kurdistanê, li Çiyayê Ramanê ku nêzî bajarê Êlihê ye petrol hat dîtin.
1952: Jina Serokê Arjantînê Juan Peron, Eva Peron mir.
1953: Þoreþa Kubayê bi êrîþbirina bi ser leþkergeha Moncadayê dest pê kir. Rêberê þoreþgeran Fidel Castro hat girtin.
1956: Serokkomarê Misirê Cemal Evdilnasir Ciha Suweyþê bi dewleta xwe ve girê da.
1967: Li navçeya Dêrsimê Pilêmûriyê erdhejeke 6.0 bû û di encam de 95 kes mirin, 127 kes birîndar bûn.
1987: Li Yunanistanê ji ber germê, li seriya 700 kesî mirin. Hukûmetê rewþa awarte îlan kir.
25 Tîrmeh
1905: Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 1981î nivîskar Elias Canetti li Bulgaristanê, li bajarê Rusçukê ji dayîk bû û heya sala 1911an li Rusçukê jiya. Paþê bar kirin û çû Îngiltereyê. Ji ber mirina bavê xwe jî di sala 1912an de derbasê Viyanayê bû û li wir bi cî bû. Elias Canetti di berhemên xwe de bi giranî lêpirsîna têkiliyên navbera girseya gel û desthilatiyê kir.
1814: Lokomotîfa ku ji aliyê Robert Stevenson ve hat çêkirin, hat xebitandin.
1917: Dansoza Hollandayî Mata Hari, ji aliyê dadgeha fransiz ve bi casûsî hat tewanbarkirin û darezandin. Dadgehê cezayê îdamê da Mata Harî.
1943: Bi daxistina Benito Mussolini ya ji desthilatdariyê, li Îtalyayê Faþîzm hat qedexekirin.
1951: Þair Nazim Hîkmet Ran, ji hemwelatiya tirk hat derxistin.
1956: Keþtiya îtalî ya bi navê 'Andrea Doria' bi keþtiyeke mezin a swêdiyan ve li Okyanûsa Atlasê li hev ketin û binav bûn. Diencam de ji 1706 rêwîyî 51 rêwî mirin.
1958: Yekîtiya Sovyetan dewleta tirk hiþyar kir ku nekeve Îraqê, an na dê encamên xirab der bidin.
1978: Yekem pitika di tûpê de (bebeka tûpê) Louise Brown, li Îngiltereyê hat dinê.
2000: Balefireke Concorde ku ji balefirgeha Parîsê rabû, piþtî demeke kin ket û di encam de 113 kes mirin.
24 Tîrmeh
1923: Kurdistan bû 4 parçe. Li Lozanê dewletên dagerker û împeryalîst li hev kom bûn û bi lîstikeke ku di serî de Îsmet Înonu, xwefiroþê kurd serkêþî kirin, piþtî peymana Qesra Þîrîn (1639) ku Kurdistanê di nav Osmanî û Sefewiyan de kirin du parçe, bi vê peymanê re jî Kurdistan di navbera Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê de kirin çar parçe. Kurdistan car din bû gorî ji berjewendiyên gemar ên hêzên navneteweyî re. Destiyê bivirê dîsa mîna gelek caran kurdên xwefiroþ bûn. Di 24ê tîrmeha 1923an de, di biserketina hevdîtinên Lozanê û îmzekirina peymana Lozanê de û di parçekirina Kurdistanê de Îsmet Înonu xwedî roleke grîng bû û rola xwe baþ lîst.
1793: Sîmon Bolîvar ku rêberiya serxwebûna Baþûrê Amerîkayê ya ji Îspanyayê kir, ji dayîk bû.
1802: Nivîskarê fransî Alexander Dumas Pere ji dayîk bû, Pere bi romanên xwe yên bi navên 'Kontê Monte Cristo' û 'Sê Çekdar' tê nasîn.
1908: Meþrutiyeta Duyem, bi fermana II. Evdilhemîd bi daxuyaniyeke fermî hat îlankirin.
1974: Yunanistan derbasê rêveberiya sivîl bû. Konstantin Karamanlis ku ji Fransayê vegeriya, hukûmetê damezirand.
1980: Lîstikvanê îngiliz Peter Sellers mir.
23 Tîrmeh

1784: Li Ezirganê erdhej bû û di encam de 5 hezar kes mirin.
1829: William Austin Burt, tipografiyê dît.
1888: 'Enternasyonal', cara yekem li Fransayê, li bajarê Lille yê ji aliyê karkeran ve hat gotin.
1939: Rêveberiya bajarê Hatayê ket destê hukûmeta tirk.
1948: Hosteyê mezin ê dewra fîlmên bêdeng, afirînerê fîlma bi nave 'Zayîna Neteweyekî' derhênerê DYAyî D.W. Grffith mir.

22 Tîrmeh
1822: Zanyarê genetîkê yê avusturyayî Johann Mendel ji dayîk bû.
1917: Alexander Kerenski bû serokwezîrê hukûmeta demî ku piþtî daxistina Çarê Rûs hat damezirandin.
1922: Ji rêveberên Îttihat û Terakkiyê Cemal Paþa, li Gurcistanê di encama êrîþekê de hat kuþtin.
1924: Olîmpiadên Parîsê dest pê kirin.
1980: Li Tirkiyeyê, Serokê Giþtî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Þoreþger (DÝSK) û Serokê Giþtî yê Sendîkaya Maden-Ýþê Kemal Türkler, di encama êrîþeke faþîzan de li Stenbolê hat kuþtin.
2003: Her du kurên serokê dewleta Îraqê yê daxistî Saddam Huseyîn Uday û Kusay, li Musulê di encama þerekê de hatin kuþtin.
21 Tîrmeh
1889: Ernest Miller Hemingway, li Oak Park, Illinoisê ji dayîk bû. Hemingway di sala 1961î de xwe kuþt.
1904: Rêya hesinî ku seranserê Sibîryayê diçe, hat çêkirin.
1940: Litvanya, Letonya û Estonyayê biryara tevlîbûna Yekîtiya Sovyetan girtin.
1946: Li Tirkiyeyê cara yekem di navbera partiyên cuda de hilbijartin hatin kirin.
1969: Amûra fezayê Apollo-11 çar roj piþtî ku hat pekandin, gihîþte hîvê. Neil Armstrong, bû yekem mirovê ku pê li rûyê hîvê kir.
1994: Yilmaz Uzun û hevalên xwe hatin þehîdkirin. Uzun û 5 hevalên xwe di encama komploya þofêrkî ku li erebeya wî siwar bûbûn de hatin girtin. Yilmaz Uzun bi rengekî hovane hat parçekirin û kuþtin. Guh, poz û milên wî jê dikin, lê ew hîn jî li ber xwe dide û di dawî de serê wî jê dikin û dixwazin bi vî rengî dawî li berxwedana wî bînin. Yilmaz Uzun ji Sêregê ye û di sala 1980an de Têkoþîna Azadiya Netewî ya Kurdistanê nas dike û ew jî tevlî refên vê têkoþînê dibe. 12 sal di girtîgehê de dimîne, berxwedana Mazlûm, 14ê Tîrmehê û Çaran didomîne. Di hemû demên berxwedanê de cî digire û êrîþên dijminan vala derdixe. Uzun, dema li Girgê Amo li gel 5 hevalên xwe tê girtin, cara dawî ji hevalê xwe re weha dibêje: ”Em ê tu carî çêja têkbirina me nedine kexwaran”.

20 Tîrmeh
1923: Li Meksîkayê Panço Villayê þoreþger ji aliyê tolhildêrekê ve hat kuþtin.
1944: Li dijî Adolf Hitler suîqestek hat kirin. Generalên ku dîtin dê di Þerê Cîhanê yê Duyemîn de têk biçin, li hev kom bûn û li dijî Hitler suîqestek li dar xistin. Hîtler van derbekaran ji hev belav kir û gelek kesî da gulebarankirin.
1948: Hunermendê Rockê Carlos Santana ji dayîk bû.
1974: Girava Qibrisê ji aliyê yekîneyên hewayî, bejayî û deryayî yên tirk ve hat dagerkirin.. Ev êrîþ û dagerkerî di dema serokwezîriya Bulent Ecewît de hat kirin û nave “Tevgera Aþtiyê ya Qibrisê” lê hat kirin.

19 Tîrmeh
1954: Elvis Presley, albuma xwe ya yekem 'That's All Right Mama' derxist.
1834: Wênesazê empresyonist ê fransiz Edgar Degas ji dayîk bû.
1928: Li Misirê Kral Fuat, dawî li parlamenterîzmê anî.
1929: Wênesazê îtalî Fausto Zonaro, li San Remoyê mir.
1943: Welatên hevalbend êrîþeke hewayî bi ser Romayê ve birin û di encam de 1400 kes mirin.
1974: Li Îspanyayê General Fransisco Franco, ji ber pirsgirêkên xwe yên tendrustî, rêveberiyê dewrê Kral Juan Carlos kir.
1980: Serokwezîrê Tirkiyeyê yê dema 12 adarê Nîhat Erîm, li Stenbolê hat kuþtin.
1980: 22. Lîstikên Olîmpîadê, li paytexta Yekîtiya Sovyetan Moskovayê dest pê kirin.
1996: Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Kahraman got: “Piraniya civakê ji Gulaþên Rûnî yên Kirkpinarê hez dikin, lê ne pekan e mirov heman tiþtî ji bo opera û baleyê bêje.”
2000: Polîsê tirk Gurkan Îlhan ku ji ber di bin çav de bi jopê tecawizê du keçikên diçine lîseyê kiriye dihat darizandin, ji aliyê Muduriyeta Ewlekariya Hatayê ve hat xelatkirin û Xelata Serkeftina Bilind danê.

18 Tîrmeh
1904: Þerê navbera Rûsya û Japonyayê dest pê kir.
1918: Rêberê reþik ê Baþûrê Efrîkayê Nelson Mandela ji dayîk bû.
1922: Nivîskarê ”Hîmê Þoreþên Zanistî” ku yek ji berhema herî grîng a felsefî û dîrokî ya sedsala 20an e, siyasetmedarê zanistê yê DYAyî Thomas Kuhn ji dayîk bû.
1925: Adolf Hitler, pirtûka xwe ya bi navê 'Þerê min' weþand.
1955: Konferansa Çar Mezinan ku pêþeroja Almanyayê lê dihat nîqaþkirin, li Cenewreyê dest pê kir.
1998: Peymana ku ji bo dadgeha navneteweyî bê damezirandin, li Romayê hate îmzekirin. Armanca daxwaza damezirandina vê dadgehê ew bû ku kesên tewanbariyên mirovahiyê û yên þer kirine lê bêne darizandin.
2004: Pîlotê DYAyî ku di Þerê Cîhanê yê Duyem de bombeya atomî avêt bajarê Japonyayê Nagazakiyê Charles W. Sweeney di 84 saliya xwe de mir.

17 Tîrmeh
1487: Avakarê xanedana Safewî Þah Îsmaîl ji dayîk bû. Þah Îsmaîl Îranê ji mezhebê sûnîtiyê derbasê þîîtiyê kiribû. Safewî di navbera salên 1501 û 1524an de desthilatdarên Îranê bûn.
1790: Aborînas Adam Smith mir.
1928: Serokkomarê Meksîkayê Alvaro Obregan ku mehek serokkomarî kir, hat kuþtin.
1929: Yekîtiya Sovyetan bi Çînê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîn.
1936: Li Fasa Îspanyayê General Fransisco Franco li dijî hukûmetê serî hilda. Þerê navxweyî yê Îspanyayê dest pê kir.
1945: Serokê Yekîtiya Sovyetan Josef Stalîn, Serokê DYAyê Harry Truman û Serokwezîrê Îngiltereyê Winston Churchill, li Almanyayê civiyan û piþtî Þerê Cîhanê yê Duyem, cîhanê di navbera xwe de parve kirin.
1968: Li Tirkiyeyê xwendkarê Zanîngeha ITUyê Vedat Demircioglu ji aliyê polîsan ve ji qata duduyan a wargeha xwendekaran hat avêtin û piþtî heftiyekê ku di komayê de ma, mir.
1975: Hevdîtina Yekîtiya Sovyetan û DYAyê ya li fezayê.
1976: Girava Tîmorê ji aliyê Endonezyayê ve hat dagirkirin.
1992: Parlamentoya Slovak serxwebûna xwe îlan kir. Çekoslovakya, bû du du dewlet. Komara Çek û Komara Slovak. Serokê Dewleta Çekoslovakyayê Vaclav Havel istifa kir.
1994: Di fînala Kupaya Cîhanê ya Futbolê de, di encama penaltiyan de Brezîlyayê Îtalyayê 3-2 bir, Brezîlya cara çaran bû þampiyonê cîhanê.

16 Tîrmeh
622: Hazreti Muhammed û yekem musulmanên pê re hicreta xwe bi dawî anîn û gihîþtin Medîneyê.
1683: Artêþa osmaniyan ku êrîþê Viyanayê kirin, artêþa Avusturyayê têk birin û dorpêça li ser Viyanayê domandin.
1872: Vebînerê norveçî Roald Amundsen ku Cemsera Baþûr vedît, ji dayîk bû.
1888: Pierre Degeyter, Enternasyonalê mîna marþ beste kir. Gotinên Enternasyonalê, piþtî xerabûna Komuna Parîsê, li ser navê têkoþîna komunparêzan Eugene Pottier nivîsîbû.
1918: Çarê Rûsyayê Nikola û endamên din ên xanedana Romanof, ji aliyê Bolþevîkan ve li Uralan, li navçeya Yekaterinburgê hatin kuþtin.
1926: Yekem kêþanên bin avê yên rengîn, di kovara National Geographic de hatin weþandin.
1945: Li DYAyê, yekem bombeya atomî ya ji aliyê Robert Oppenheimer ve hatibû pêþxistin, li çolekî nêzî New Mexicoyê hate teqandin.
1979: Saddam Huseyîn bû Serokê Dewleta Îraqê.
1985: Nivîskarê navdar ê alman Henrich Boll mir. Henrich Boll di sala 1917an de ji dayîk bû û li almanyayê di bin baweriya katolîkiyê de ma. Di sala 1972an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê girt. Boll li gel romanan her wiha lîstikên radyoyê û gername jî nivîsîn.
1989: Þefê orkestrayê yê Avusturyayî Herbert von Karajan mir.
1994: Dûvstêrka bi navê 'Shoemaker Levy' li Jûpîterê ket. NASAyê vê lihevketinê zindî weþand.
1998: Yek ji generalên faþîst ên tirk ku cuntaya faþîst a 12ê îlonê pêk anîbûn Serleþkerê Giþtî yê Cendirmeyan Orgeneral Sedat Celasun mir.
2000: Zanyarên îngiliz, zindiyê herî bi temen ê cîhanê dîtin. Bakteriyek 260 salî.

15 Tîrmeh
1904: Yek ji hosteyên herî grîng ên kurteçîrokên moderen û yek ji nûnerê herî pêþ ê dibistana rastiyê ya sedsala 19an nivîskarê lîstik û çîrokan ê rûs Anton Pavloviç Çehov mir. Çehov di 29ê çileya 1860î de ji dayîk bû. Çehov demek sond xwaribû ku dê êdî lîstikan nenivîse.
1099: Artêþên xaçparêzan Qudûsê dager kirin.
1606: Wênesazê hollandî Rembrandet ji dayîk bû.
1683: Êrîþa artêþa osmaniyan a bi ser Viyanayê ve dest pê kir.
1795: Merþa 'Marseillaise' ku gotin û awaza wê ji aliyê helbestvanê fransiz Rougel de Lislie ve hatibû nivîsîn û çêkirin, mîna merþa netewî ya Fransayê hat îlankirin.
1904: Nivîskarê mezin ê rûs Anton Çehov mir.
1908: Bîyologê fransiz Dr. Alexis Carrel, yekem veguhêziya organan a navbera ajelan pêk anî.
1928: Dr. Alexander Flemingê skoçî, penîsîlînê dît.
1951: Mîr Celadet Alî Bedirxan çû ser dilovaniya Xweda. Malbata Bedirxaniyan di dîroka Kurdistanê de xwedî ciyekî grîng e. Di derbarê ciyê bûyîna Celadet Bedirxan de gelek ciyên cuda tên gotin lê bêtir tê gotin ku di sala 1893an de li Sûriyê ji dayîk bûye. Celadet Bedirxan bi bandora malbata xwe û der û dora xwe, welatparêz mezin dib. Di ciwaniya xwe de li gel xebatên çandî û wêjeyî, xebatên siyasî jî dimeþîne. Xebatên xwe yên siyasî jî, bêtir bi birayên xwe re di nav rêxistina Xoybûnê de dimeþîne. Celadet Bedirxan prwerdeya xwe di nîvî de dihîle û di sala 1922an de li gel birayên xwe diçe Almanyayê û li wir perwerdeya xwe didomîne. Li Almanyayê gelek dibistanên bilind û akademî diqedîne. Li gel birayê xwe Kamîran Bedirxan, Kovarên Hewar û Ronahiyê derdixe. Mîr Celadet Alî Bedirxan xizmeta xwe ya herî mezin jî di warê zimanê kurdî de dike ku alfabeya kurdî-latînî çê dike û rêzimana kurdî dinivîse. Hîn jî kurd bi giranî alfabe û rêzimana ku bingeha wî ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye avêtin, bikar tînin.
1975: Junko Tabel, bû yekem jina çiyager ku derket serê Çiyayê Everestê.
1997: Modevanê îtalî Gianni Versace li mala xwe mirî hate dîtin.

14 Tîrmeh
1683: Artêþên Osmaniyan, cara duyem dor li Viyanayê girtin.
1789: Gelê Parîsê serî hildan û Girtîgeha Bastîlleyê ku mîna sembola zordestiya kraliyetê didîtin girtin û li ser vê Þoreþa Fransayê dest pê kir. 14ê tîrmehê bû roja netewî ya fransizan.
1933: Li Almanyayê Naziyan tevgerên muxalif qedexe kirin.
1938: Îtalyayê modela Nazîzmê pejirand.
1958: Li Îraraqê yekîneyên artêþa þoreþger a di bin serokatiya general Evdilkerîm Qasim de bi derbeyeke bi xwîn rêveberiyê kirin destê xwe. Kral Faysal, Prens Abdulîllah û Serokwezîr Nûrî Seîd hatin kuþtin.
1958: Amûra fezayê ya DYAyê Mariner-4 gihîþt Marsê û 24 wêneyên Marsê yên ji nêzîk ve hatine kiþandin, þand dinyayê.
1987: Dewleta tirk li heþt bajarên Bakurê Kurdistanê Walîyetiya Herêma Rewþa Awarte saz kir.

13 Tîrmeh
1793: Ji rêberên Þoreþa Fransayê Jean-Paul Marat, ji aliyê muxalifê xwe Charlotte Corday ve hat kêrkirin û kuþtin.
1878: Di navbera Rûsya, Almanya, Avusturya, Macaristan, Îngiltere, Fransa û Dewleta Osmaniyan de Peymana Berlînê hat îmzekirin.
1930: Yekem Kupaya Cîhanê ya Futbolê li Uruguayê dest pê kir û xwediyê malê Uruguay bû þampiyon.
1937: Fransayê serxwebûna Hatayê bi fermî îlan kir.
1941: Yekîtiya Sovyetan û Îngiltereyê peymana alîkariya beranber îmze kirin.
1943: Yekîtiya Sovyetan di þerê tankan a li Kurskê de Almanan ji hev belav kir. Di vî þerî de 4 milyon leþker, 13 hezar tank û 12 hezar balefir cî girtin. Nîv milyon leþkerên alman hatin kuþtin. Her wiha 1500 tang û 3700 balefirên almanan jî hatin rûxandin û alman ji hev belav bûn. Þer 50 roj berdewam kir.
1949: Papa Pius daxuyand ku kesên bûne endamê Partiya Komunîst, dê bêne afarozkirin.
1951: Bestekar Arnold Schonberg mir.
1976: Bersûcê kuþtina dozgerê Yumurtalikê Yilmaz Guney, bi 19 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin.
1981: Li Îngiltereyê reþikan serî hilda.
1985: Ji bo birçiyên Efrîkayê konsera 'Live Aid' hat lidarxistin.
1988: Serokê Partî Demokratî Kurdistan a Îran (PDK-Î) Abdurrahman Qasimlo û du endamên partiyê li Viyanayê hatin þehîdkirin.
1993: Hat ragihandin ku parçeyê qumaþê 9 hezar salî ku di vedanên li navçeya Amedê Erxeniyê de hat dîtin, parçeyê qumaþê yê herî kevin e.

12 Tîrmeh
B.Z 100: Împarator û generalê herî navdar ê dîroka Romayê Julius Caesar ji dayîk bû. Gaius Julius Caesar, di 12ê tîrmeha B.Z 100'de ji dayîk bû û di 15ê adara B.Z 44an de hate kuþtin. Yek ji serleþker û siyasetmedarê herî grîng ê Romaya Kevin bû. Ceasar heya împaratoriyê bilind bû. Caesar mîna împaratorê herî navdar ê dîrokê jî tê zanîn.
1536: Ji parazvanên têgihên raman û azadiyê Desiderius Erasmus mir.
1878: Dewleta Osmanî, rêveberiya Girava Kibrisê dewrê Îngiltereyê kir.
1904: Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê yê yê sala 1971î þairê Þîlîyî Pablo Neruda ji dayîk bû.
1969: Serokwezîrê Tirkiyeyê Silêman Demirel ji kesên ku kar dixwestin re got: ”Ma karê we hebû me ji destê we girt?”
1998: Di fînala Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya li Fransayê de, Fransayê Brezîlyayê 3-0 bir û bû þampiyon.

11 Tîrmeh
1921: Îngilizan, Feyselê ku li Sûriyê nedihat xwestin, li Îraqê mîna kral îlan kirin.
1975: Bermayiyên paytexta kevin a Çînê Xian'da Terrakotta derxistin holê. Terrakotta ku ji du hezar salî ve maye, ji peykerên 6 hezar leþkerên bi kincên þer girêdayî pêk tê.
1989: Lîstikvan Laurence Olivier di 82 saliya xwe de mir.

10 Tîrmeh
1509: Reformîstê protestan, teologê fransiz John Calvin ji dayîk bû.
1871: Nivîskarê fransiz Marcel Proust ji dayîk bû.
1895: Bestekarê oratoryaya 'Carmina Burana' Carl Orff ji dayîk bû.
1900: Metroya Parîsê vebû.
1947: Li Pakistanê ku li ser parçebûna Hîndistanê ava bû, Muhammed Ali Cinnah bû waliyê giþtî.
1962: DYAyê peyka bi navê Telstar ku dê di navbera parzemînan de karê ragihandiniyê bike, þand fezayê.
1971: Hin yekîneyên artêþa Fasê, li dijî rejîma kraliyetê, ketin nav hewldana þoreþekê. Li welat komar hat îlankirin.
1973: Giravên Bahamayê, piþtî desthilatdariya 300 salî ya îngilizan, serxwebûna xwe îlan kirin.
2000: Piþtî mirina Hafiz Esad, kurê wî Beþþar Esad bû Serokê Dewleta Sûriyê.

9 Tîrmeh
1401: Artêþên împaratorê mogolan Tîmûr, Bexdayê dager kirin, wêran kirin û þewitandin.
1816: Arjantînê serxwebûna xwe ji Îspanyayê girt.
1901: Nivîskara îngiliz Barbara Cartland ku zêdetir ji 500î romanên romantik nivîsîne, ji dayîk bû.
1932: Dahênerê DYAyî King Camp Gilette mir. Gilette, bi dahênandina jilêtê ya rûkurkirinê hatibû nasîn.
1993: Metîn Altiok ku li Sêwasê ji aliyê nijadperest û olperestan ve otêla wan Madimak hat þewitandin û ew jî tê de birîndar bû, li nexweþxaneyê mir.

8 Tîrmeh
1977: Lîstikvana îngiliz a fîlma bi navê 'Mîna Bayê Derbas Bû' Vivien Leigh mir. 'Mîna Bayê Derbas Bû' (Gone with the Wind), bi heman navî ji ber romana bi xelat a Pulitzer a Margaret Mitchell hatibû girtin û di sala 1939an de bûbû fîlma sînemayê.
1621: Helbestvanê fransiz Jean de La Fontaine ku bi fablên xwe tê nasîn, ji dayîk bû.
1937: Piþtî ku Îtalyayê Hebeþistanê tevlî axa xwe kir, di navbera Îran, Îraq, Tirkiye û Afganistanê de peymaneke êrîþnekirinê Peymana Sadabadê hate îmzekirin.

7 Tîrmeh
1893: Ji helbestvanên Þoreþa Sovyetê Vladimir Mayakovsky, ji dayîk bû. Vladimir Vladimirovic Mayakovski di 7ê tîrmeha (di rastiyê de baþ nayê zanîn) 1893an de li Gurcistanê, li gundê Bagdadî ku li ser bajarê Kutaisê ye ji dayîk bû. Bavê wî Vladimir Konstantinovic Mayakovski, Gerînendeyê Daristanê yê Bagdadiyê bû.
1929: Piþtî lihevkirina Benito Mussolini û Papa, Vatîkana serbixwe hat damezirandin.
1930: Nivîskarê 'Sherlock Holmes' Sir Arthur Conan Doyle mir.
1937: Îngiltereyê Rapora Pell weþand. Di raporê de dihat pêþniyazkirin ku ji sisiya duduyê Filistînê ji ereban re û ji sisiyan yek jî ji yahûdiyan re bimîne.

6 Tîrmeh
1535: Nivîskarê 'Utopya'yê mirovê dewletê yê îngiliz Sir Thomas More, ji bo ku Kral VIII. Henry mîna sere dêra Îngiltereyê nepejirand, hat îdamkirin. Thomas More,di 7ê sibata 1478an de li Londonê ji dayîk bû. Bavê wî Sir John More di dema xwe de dadgerekî grîng bû. Sir Thomas More ji bo perwerdeya xwe ket Zanîngeha Oxfordê. Di sala xwe ya pêþîn a Oxfordê de dest bi nivîsandinê kir. Berhema wî ‘Utopya’ (1516) yek ji þaheserê Ronesansê tê dîtin.
1885: Mirovê zanistê yê fransiz Louis Pasteur dermanê hariyê (qudûz) dît.
1893: Nivîskarê fransiz Guy de Maupassant ku bi kurteçîrokên xwe tê nasîn, mir.
1917: Lawrence yê erebistanî, bi serhildêrên ereb re êrîþ bir ser bajarê Akabeyê.
1924: Hans Berger amûrek di sere kurê xwe de bi cî kir û bi wê amûrê pêlên mêjî diyar kir.
1935: Serokê olî yê tîbetê û xwediyê Xelata Aþtiyê ya Nobelê Dalay Lama (Tenzin Gyatso) ji dayîk bû.
1942: Hêzên hevalbend almanan li bajarê Misirê El-Alameynê dane rawestandin. Leþkerên îngiliz derketin Fas û Cezayîrê. Almanya ji Bakurê Efrîkayê derket.
1960: Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê romannûsê DYAyî William Faulkner mir.
1971: Hunermendê cazê yê DYAyî Louis Armstrong mir.
1989: Mirovê Dewletê yê Macar Janos Kadar mir. Kadar di navbera salên 1956-58 û 1961-65an de du car bû serokwezîr û di paralêla Moskovayê de polîtîka meþand.

5 Tîrmeh
1811: Sîmon Bolîvar bi bernavkê 'El Libartador' (Rizgarker) serxwebûna Venezuellayê ya ji Îspanyayê îlan kir.
1830: Fransiyan Cezayîrê dager kir.
1889: Helbestvan, romannûs, wênesaz û derhênerê fransî Jean Cocteau ji dayîk bû.
1924: Lîstikên Olimpiadê bi beþdariya 42 welatan li Parîsê dest pê kirin. Almanya tevlî olimpiadan nebû.
1961: Leþkerên fransiz li Cezaîrê xwepêþandêran gulebaran kirin û 80 kes hatin kuþtin.
1967: Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Moþe Dayan, diyar kir ku Gazzeyê tevî Îsraîlê kirine.
1977: Li Pakistanê derbeya leþkerî bû. General Ziya Ul-Heq, serokwezîr Zilfîqar Alî Butto daxist.

4 Tîrmeh
1776: Kongreya Amerîkayê ji Brîtanyayê serxwebûna xwe îlan kir.
1848: Manîfestoya Komunîzmê ya Karl Marx û Friedrich Engels hat weþandin.
1848: Romannûs û siyasetmedarê fransiz François Rene de Chateaubriand mir.
1934: Fizîkzana fransiz Marie Curie ku elementa Radyumê vedît û du carî Xelata Fîzîkê ya Nobelê wergirt, mir.
1946: DYAyê serxwebûna Filîpînê nas kir.
1976: Komandoyên îsraîlî, 100 rêwiyên balefirê ku ji aliyê filistîniyan ve hatibûne revandin, li Ugandayê bi operasyonekê rizgar kirin.
1980: Li Tirkiyeyê, piþtî kuþtina Gun Sazakê ji partiya nijadprest MHPê, hêzên dewletê li bajarê Çorumê provakasyon kirin û êrîþ birin ser elewiyan. Deh elewiyên ku dîl hatibûne girtin hatin kuþtin. Di bûyerên Gulan û Tîrmehê yên bajarê Çorumê de bi giþtî 50 kes hatin kuþtin, nêzî sed kes birîndar bûn, nêzî sed xanî hatin rûxandin û þewitandin. Piþtî van bûyeran gelek malbatên elewî Çorumê terikandin. Serokwezîrê wê demê Silêman Demirel li ser van bûyeran weha gotibû: ”Dev ji Çorumê berdin, li Fatsayê binêrin.”
1996: Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Enqerê, Serokê Giþtî yê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) Murat Bozlak û 39 rêveberên partiyê girt.
1997: Amûra vedîtinê 'Pathfinder' li rûyê Marsê danî.
2002: Polîsê Yunanistanê daxuyand ku cara yekem endamekî rêxistina 17ê mijdarê ku 27 sal in xebat dikin, hatiye girtin.

3 Tîrmeh
1883: Yek ji wêjevanên herî grîng ên sedsala 20an nivîskar û þairê çekî Franz Kafka ji dayîk bû.
1905: Li Rusyayê leþkeran ji 6 hezarî bêtir karkerên ku ketibûne greva giþtî, kuþtin.
1962: Serokkomarê Fransayê Charles de Gaulle, deklerasyona serxwebûna Cezayîrê îmze kir. Desthilatdariya 132 sal a Fransayê ya li ser Cezayîrê bi dawî bû.
1971: Solîstê koma muzîkê The Doors û bestekar Jim Morrison mir.
1988: Keþtiyên þer ên DYAyê li ser Kendava Besrayê balefira rêwiyan a Îranê xist: 286 rêwî mirin.
1992: Serdozgeriya Komarê ya tirk, ji bo girtina Partiya Keda Gel (HEP)ê doz vekir.

2 Tîrmeh
1556: Pêþgoyê fransiz Nostradamus mir.
1843: Damezrênerê sosyalîzma marksîst fîlozof Antonio Labriola li Îtalyayê ji dayîk bû.
1877: Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 1946an þair û romannûsê alman Hermann Hesse ji dayîk bû.
1900: Amûra hawayî ya Ferdinand von Zeppelinê alman hat ceribandin û bi ser ket. Navê Zeplîn liv ê amûra hewayî danîn.
1917: Yunanistanê li dijî dewleta Osmaniyan þer da destpêkirin.
1937: A. Earhart û Fred Noonan ku ji bo bi balewfirê yekem tûra cîhanê firiyabûn, wenda bûn.
1961: Romannûs û çîroknûsê DYAyî Ernest Hemingway bi tifinga nêçîrê xwe kuþt.
1964: Serokê DYAyê Lyndon Johnson, Qanûna Mafên Sivîl ku cihêxwaziya navbera nîjadan ji holê radike, îmze kir.
1972: Li Tirkiyeyê Bulent Ecevit, bû Serokê Giþtî yê Partiya Gel a Komarê (CHP).
1977: Nivîskarê 'Lolita' romannûs Vladimir Nabokov mir.
1986: Di Þampiyoniya Futbolê ya Cîhanê ya li Meksîkayê de, Arjantîn bû þampiyon.
1990: Li Siûdî Erebistanê, li bajarê Minayê, heciyên ku çûn ”þeytan” kevir bikin, di tunelê de asê bûn û 1426 hecî mirin.
1993: Li Sêwasê, piþtî axaftina provakatîf a li dijî elewiyan a Þaredarê Sêwasê yê ji Partiya Refahê (RP) Temel Karamollaoglu, komek ku ji limêja înê derketin ber bi Navenda Çandê ve meþiyan ku Þahiyên Pîr Siltan Evdal lê dihatine kirin. Êrîþkar li ber deriyê otêla Madimakê kom bûn û hemû roj bi pitgiriya esker û polîsan û li ber çavê wan, bêyî ku bi tu awayî bêne astengkirin, otêlê dane ber agir. Itfaiye jî ku qaþo hatibû agir vemirîne, avê li ciyekî din dikir, ne li otêlê. Di encam de 37 can bûn qurban.

1 Tîrmeh
1798: Napolyon, Bi ser Îskenderiyeyê ve girt û dest bi dagerkirina Misirê kir.
1961: Îngiltereyê bi hinceta ku dê Îraq dager bike, leþker þandin Kuweytê.
1968: Peymana bisînorkirina Çekên Nukleerî hat îmzekirin.
1971: Bi hinceta ku fîlma ”Umut” bê destûr þandiye Festîvala Fîlman a Cannesê, di derbarê Yilmaz Guney de doz hat vekirin.
1974: Serokê Dewletê yê Arjantînê Juan Peron mir; jina wî Isabel Peron ket þûna wî.
1988: Li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Komunîst polîtîkaya 'Perestroika' ya Gorbaçov tesdîq kir.
1994: Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê Yaser Arafat, piþtî sirgûniya 27 salî, çû Filistînê.
1997: Hong Kong, piþtî dagerkeriya 156 salî ya îngilizan, ket bin desthilatdariya Çînê.
2004: Serokê Îraqê yê daxistî Saddam Huseyin derxistin dadgehê.

amidakurd

Bendewelat is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Di dîrokê de îroj MÊVAN Çandi Giþti 1 24-05-2008 11:08 AM
Diroke Alaye Gülistanê .. ßotan Dirok 0 29-11-2007 04:33 PM
Tu dizani!!! Hinek ji Dîrokê Heyv Dirok 7 22-08-2007 12:35 AM
Qirkirin an jî jenosîda dîrokê Nick 99 Çandi Giþti 2 01-12-2006 07:54 PM
Berî dîrokê mirov û ziman*** PCkopat Ýlginç Konular 1 26-09-2006 08:37 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 11:30 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.