|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() Şoreşgerê Arjantînî Che Guevara, di 9'ê kewçêr (Cotmeh) a sala 1967'an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî Bolîvyayî ve hate kuştin. Che Guevara, di sala 1928'an de li bajarê Arjantinê Rosarioyê ji dayîk bû. Di sala 1953'an de li Buenos Aires'ê, bû bijîjk. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Emerîkaya Latîn ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkayê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê. Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos'ê şeva 7’ê Cotmeha 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hieguras'ê de hepis kirin. Che, li hemberî ti kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi wate bûn. "... Mirina Li Ser Pêyan Ji Jiyana Li Ser Çogan Çêtir e". Û roja 9 Cotmeha 1967an, saet 13:10an de bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Emerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi erêkirina Serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî yên Barrientos bû, bi neh guleyan can da. Piştî kuştina Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê têkoşeriyê. Dujminên wî difikirîn ku eger sax bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê belav nebûya. Wisa jî -ji SNCCyê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: "Mirina Che, ne girînge, ya girîng ewe ku mirovekî wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me hemû xelkên xîzan tune bikin; ev yek jî bê îmkane." Bi yek gotinê, ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya dagirtî, bi azwerî û xwestika têkoşînê û alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê herkesî de cîh girt. Piştî 35 salan jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye di dilê hemû mirovatiyê de ye. Ya girîng jî, meşa mirovên ku bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di gotineke xwe de serok Apo wiha digot, "Heta ku mirovatî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike". Di felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye. Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî dijî û dixwaze ku tim mirov ji bo rastiyê têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be. ![]() Che 3 salî li sêr Kerekî ![]() ![]() Piştî têkoşina Santa Clara* ,Che li bêr tanka Sherman (1 rêbendan 1959) *Têkoşina Santa Clara kir ku Şorêşa Kûba destpêke ![]() Che li komcivîna Yêkitîya Netewe --New York City - 11 Berfanbar 1964 ![]() Kovara TIME ,8 Gelawêj(Tebax) 1960 Bu mesaj en son " 02-07-2008 " tarihinde saat 05:01 PM itibariyle rojdi_440 tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
![]() Bêri Kuştina wî Che li Bolîvya ![]() Che li sêr hespake li Las Villas (Kûba) Sermawez(Çirîya Paşîn) 1958 ![]() ![]() Che û Chairman Mao di seramonîya hatina Che.Li Çîne. Sermawez(Çirîya Paşîn) 1960 ![]() Che li Qeda SOR dimeşe.Moskova.Sermawez(Çirîya Paşîn) 1964 ![]() Che di 35(sih û penc)e xwê dê li Kongo .1965 ![]() Laşe Che ji alî leşgeren Amarikî hatê giredan ji bo bi firoke(helikopterê) ji La Higuera bibin Vallegrande. ![]() Laşe Che ye mirî li Çiloka(Çamaşirhane) nexweşxaneya Vallegrande.Çapemenîya Cîhane laşe Che nûçedikin ![]() Gora Che li Santa Clara, KÛBA .
__________________ Bu mesaj en son " 03-07-2008 " tarihinde saat 11:19 AM itibariyle rojdi_440 tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ernesto Che Guevara şiirleri | özgür | Şiirler | 17 | 29-12-2007 05:54 PM |
| Ernesto Che Guevara Bolivya Günlüğü | κяаLίсε | Kitap Tanıtım Ve Eleştiri | 1 | 03-11-2007 02:06 PM |
| ölümünün 40. yılında che guevara | marx47 | Genel Kültür | 5 | 24-09-2007 07:48 PM |
| Ernesto Che Guevara | renuma | Biyografi | 0 | 15-04-2007 02:10 PM |
| ernesto che guevara | wolwox1 | Sınırsız Muhabbet Burada | 4 | 08-01-2007 09:24 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.