26-06-2008, 12:33 PM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: May 2006 |
Konum: rêwî |
|
Mesaj: 9,972
|
|
Üye No: 3220
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
İtibar Gücü: 25872
| Rep Puanı : 2586029
| |
|
| |
|
Gomada
Gomada an jî Gaumata serhildêrekî Medî ye ku bixwe ji êla Magîyan bû. Di sala 522'yên berî zayînê (B.Z.) de piştî serhildana (destpêka sehildanê : 11'e Adarê) xwe nêzîkî heft mehan bû desthilatdarê împaratorîya Medopersî. Di dawîya heft mehan de serhildana wî ji alîyê Daryûş I ve hat şikandin(29'ê Rezberê) . Piştî ku Dara/Daryûş Gomada dîl girt ew da kuştin û bo ku tu kes mîna wî serînehildê li Bêstûn li ser zinarekî wêneyê Gomada yê ku destê wî girêdayî mîna êsîrê Dara hat xêzkirin. Gelek magî ku parêzvanên ola Zerdeşt bûn ji alîyê Dara ve hatin kuştin û şikandina serhildana Gomada mîna cejnê hat îlan kirin. Navê vê cejnê Begadayîş (ev nav ji heyva ku Gomada tê de têkçû ve tê) an jî li gorî Heredot Mogudayis tê wateya kuştina magîyan bû. Her sal di vê rojêde magî nikarîbûn derkevin derve ji ber ku heke derketibana wê hatibana kuştin.
Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Gomada" hatiye standin.
|
|
|