Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 26-06-2008, 12:31 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Arrow Qereyilan


Qereyilan, Mele Mihemedê Kurd Elîfê, Marê Reş, Xîzo yan Mihemedê Bazarcixê yek ji serîhildêrê Kurdan e. Di sala 1888 ´î de li mezreya Kurd Elîf a Bazarcixê ji dayîk bûye û di 24 Gulan 1920 ´î de li Dîlokê di şerê serîhildêrê Kurdan li dijî Frensiyan de jiyana xwe ji destdaye. Hin kes dibêjin ew ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye kuştin.
Mele Mihemed kesekî dewlemend, oldar û Kurdperwer bûye. Di 16 saliya wî de bavê wî ji aliyê Ermeniyek ve di şerê mêrkujiyê de hatiye kuştin û ew sêwî maye. Li mizgeft û medreseyan perwerdeya olî dîtiye. Ji ber ku bavê wî ji aliyê Ermeniyek ve hatiye kuştin, di zaroktiya xwe de bi hestên dijî Xirîtiyan û Ermeniyan mezin dibe. Di şerê dinyayê ya I. di artêşa Osmaniyan de li dijî Ûrisan şer dike û him madalya digire, him jî giran birîndar dibe.
Serkanên artêşa Tirk, jêhatîbûna Mele Mihemed dibînin û wî dikin çawîş. Le ji aliyekê ve jî ji Mele ditirsin. Lewra Mele hergav behsa Kurdistanê û mafê Kurdan dike. Dostaniya Mele û serkanê artêşa Osmaniyan ê mezin Kazım Karabekir çêdibe. Karabekîr navê "Qereyilan-Karayilan" pêve dike û êdî navê Mele dibe "Marê Reş-Karayilan". Karabekîr dixwaze Mele li dijî Serhildana Bozan Beg (Bozo) a bandora xwe li ser Kurdên Derya Spî heya Dîlokê kiriye bikarbîne. Dema Mele giranbrîndar ji şerê Ûris vedigere Bazarcixê Kazim Karabekîr jê re têlgrafan dişîne û soz dide wî ew dê piştî safîbûna problema Ermeniyan û şer, mafê Kurdan bidin. Ew ê Kurdistanê bipejirînin û berpirsiyariya herêmên Kurdan ên Derya Spî, eşîra Sînemilî , Gurgum û Meletîyê bidin Mele Mihemed. Pêwîst e Mele li van deveran Kurdan berhev bike û berê ji bo azadiya hemî Kurd û Tirkan bixebite.
Li aliyê din, li van herêmên Karabekîr behs dike Serhildana Bozan Beg pêl daye. Bozan Beg ji aliyê rêxistinî, leşkerî û sazkirina biratiya Kurd û Ermeniyan de bala hikumeta Tirk dikişîne û artêşa Tirk naçar e ku serî bi Bozan Beg re bikişîne. Hikûmet di wê tirsê de ye jî Mele Mihemed û Bozan Beg yekîtiyek di nava xwe de avabikin. Divê miheqeq nakokî û dijminahî di nava her du seriyan de pêk were. Peyayên dewletê gelek provokasyonan li dardixin û biserdikevin. Yekîtiya di nava herdu koman de xirab dibe.
Bi alîkarî û sozdayînên dûgela Tirk Mele Mihemed dest bi rêxistinîbûnê dike. Xwe li navenda Dîlokê bicihdike û tevlî parastina bajêr ji Frensiyan dibe. Di 24 Gulan 1920´de tê kuştin û meytê wî di mizgefta Qeregozê a Dîlokê de tê dîtin.
Gorî dîroka fermî ya dûgela Tirk Mele Mihemed li Girê Nîskê (Sarmisak Tepe) ji aliyê Frensiyan hatiye kuştin. Lê eşkere nîne ka bi çi awayî laşê wî hatiye mizgeftê. Hin jî dibêjin ew li ser nimêjê di mizgeftê de ji aliyê peyayên dûgela Tirk hatiye kuştin.

berxwedan is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 11:28 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.