|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
![]() Her çi ewrê li asmanê welatê me heyî, pênc hizar cara agir pêket. Her çi çîyayê heyî pênc hizar cara xwe çemand. Her çi dara buharê kesk kirî, pênc hizara cara xemla xwe werand. Her çi çem û rûbarê heyî pênc hizara cara şêlî bû. Her çi gul û nêrgiza heyî, pênc hizar cara çirmisî. Her çi befra li serê çîyayê me mayî, pênc hizar cara bihujî. Her çi kevokeka spî li ser takê darekê dadayî, pênc hizar cara di xwînê werbû. Her çi dayîka heyî, pênc hizar cara kirasê xwe yê reş, di reşî veda. Û her çi şehîdê heyî, pênc hizar cara ji gora xwe rabû û pênc hizar cara hawar kir: HELEBÇE! Temenê buharê şazde roj bû... Her bihosteke axa welatê me karê xwe kiribû û li benda Newrozê bû. Newrozê jî karê bûkaniyê kiribû û wekî her bûkên çîyayî, bej û bala xwe bi sê renga xemilandibû; sor spî û kesk. Û ji nişkave ji dilê rojë derket û riya HELEBÇE girt. Lê riya HELEBÇÊ jehrê girtibû! Temenê buharê şazde roj bû… Esman yê ducanî bû û xemek jê za, pênc hizar cara bi qasî HELEBÇE. Wê xemê dilê geş yê Newroza me poşî.. Newroza me ji bi carekê xemla xwe werand; Sor ... bû reş. Sipî… bû reş. Kesk… bû reş. Û ewrekê reş çavê rojê girt û kire bû şev, şeveka tarî jehr û seqem jê dibarî. Xewa mirinê bi çavë Newrozê de hat, lê hîn raneza bû. Pênc hizar zarok li Hîroşîmayê hatin û rengê sor anîn. Pênc hizar zarok ji Awşîwîdzê hatin û rengê sipî anîn. Û pênc hizar zarokên birçî ji Afrîkayê hatin û roj li ser destan bû. Careka dî Newrozê xemla xwe girt. Û careka dî riya sor a HELEBÇE girt. Temenê buharê şazde roj bû… Li xopana HELEBÇÊ govenda zarokan bû. Pênc hizar zarok ji Dêsimê bûn. Pênc hizar zarok ji Amûdê bûn. Pênc hizar zarok ji soryan û Dekan bûn. Pênc hizar zarok ji Mehadê bûn. Ho ey bîst û pênc mîlyon şehîdên li ser axa Kurdistanê dijîn! Rê vekin… Newroz birîndar e û dixwaze di hembêza HELEBÇê de şehîd bibe! Temenê buharê şazde roj bû… Newroz di himbêza Helebçê de şehîd bûbû. Saet yazde bû. Her ewrê li asmanê welatê me heyî, pênc hizar cara agir pê ket û pênc hizar cara nivîsî HELEBÇE Her çi pêşmergê heyî, pênc hizar cara sond xwar! Bi wî zarokê di himbêza xwe da, kenî li ser lêva mirî! Bi wî zarokê li ser destê dayika xwe , jehrê xewna wî lê birî, Bi wî dêmê geş yê li nav gîyayê buhar; vemirî, Pênc hizar cara sond xwarin. Pênc hizar cara tola Helebçê bistînin! Mueyed Teyîb ![]() ![]() ![]() ![]() |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Newroz Nedir - Tarihçesi - Hakkında Aradıklarınız | marx47 | Genel Kültür | 5 | 02-04-2008 12:13 PM |
| newroz nedir? | hozan_ahmet_ | Genel Kültür | 2 | 22-03-2008 09:22 AM |
| Newroz AteŞ İsyan...kadin AteŞ İsyan | JuSTiN__TiMM | Hikayeler, Denemeler | 2 | 15-06-2007 10:52 AM |
| Newroz ya da Nevruz'un içeriği | Kajîn Jîr | Sınırsız Muhabbet Burada | 0 | 12-04-2007 11:09 AM |
| Newroz Ve KürtLer.. | MÊVAN | Tarihte Bugün | 4 | 21-03-2007 08:52 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.