|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
SERHILDANA ÞÊX SEÎD (r.a.) ![]() ![]() Piþtî ku dewleta Osmanî ji cenga cîhanê ya yekemîn ketî û bindest derket, pirrê erdê vegirtî winda kir û bi gora biryara peymana Mondrosê di 30.08.1918’an de çek û sîlehên xwe danîn. Þert û xwestekê Dewletên Hevgirtî hemû qebûl kirin. Liser vê yekê Dewletên Hevgirtî di serê sala 1919’an de Kongra Sulh û Aþitîyê li bajarê Parîs’ê amade kirin. Ev kongre, ji wan gelên ku demekê dirêj de di bin bandora Osmanîyan de mabûn re banga serhildanê û ji cîhanê re banga peliþandina dewleta Osmanîyan bû. Di wê navberê de gelê Kurd jî di encama tevger û xebata xwe de komelek bi navê Komela Bilindahîya Kurd ( Kurd Tealî Cemîyetî ) li bajarê Îstenbol’ê saz kir. Di demekê kurt de sê þaxên wê komelê li Dîyarbekîr, Xerpêt û Bidlîs’ê hatin vekirin. Serokê Ermenîyan Bagos paþa di 13.02.1919’an de erzûhalek ji bo daxwazên Ermenîyan pêþkêþê Kongra Parîs’ê kir. Di wê pêþnîyaza xwe de daxwaza dewletek Ermenîya ya serbixwe dikir ku bajarê Wan, Dîyarbekîr, Bîdlîs, Sêwas, Edene, Kozan, Mereþ, Tirabzon û Erzirom di nav sînorê wê dewletê de bûn. Li ser vê erzûhalê Tirkên Osmanî gelek tirsîyan û li xwe heyirîn. Osmanîyan li hemberê van tiþtan minafiq û hîlebazê xwe yê mezin Mistefa Kemal derxistin pêþîyê- ku mirovekî wisa minafiq û durû bû, rojek dibû dîndar û roja dinê dibû dînxwar, li cihekî Misilman bû û li cihekî dinê kafir bû. Wisa dek û dolab dizivirandin ku em dikarin bibêjin pîlan û teqtîk û hovîtîyê îro ( ozel harp dairesi, kontr gerilla hwd. ) berhemê wî ne. Bi rastî jî ji gelê Kurd re gelek dijmin û neyar hebûn, lêbelê dijminek weke Mistefa Kemal dîrokê nîþan nedaye. Lewra ewî ji mêj ve li Kurdistanê kar dikir û bi xapandina gelê Kurd re meþxûl dibû. Di sala 1916’an de ku serbaz û zabit bû, di þaxê artêþa 7’a ku navenda wê li bajarê Farqîn’ê bû. Di wê demê de gelek gavên pêwendî û têkilîyan bi serokeþîr, axa û þêxên Kurdistan’ê re avêtibûn. Xwe ji rojê pêþ re amade dikir ku bi hêsanî bikaribe di rêya wan de gelê Kurd bixapîne. Di piþtî erzûhala Bagosê Ermenî re, Mistefa Kemal di 16.05.1919’an de diçe Samsûn’ê. Li wê derê lêkolînek mezin li ser dabaþa Kurdistanê dike, hinek dek û dolab û hîleyan saz dikk û biryar xwe ya wiha dide: Em fîtne û fesadîyê tenê bi rêya dîn dikarin bêxin nav Kurdan û wan ji hev biqetînin û wan bînin alîyê xwe. Li ser vê ramanê biryara amadekirina Kongreyekî li bajarê Erzirom’ê dide. Diçe Erzirom’ê, pirrê þêx, axa û serokeþîrê Kurda li wir dicivîne. Di navbera 23 Tîrmehê û 7’ê Tebaxê di sala 1919’an de Kongreyekî saz dike û vê hinare û mesaja minafiqî dide: ”Gelî Kurdan! Em birayên hev in, dînê me yek e. Kafir dixwazin me bixin bin destê xwe, me teslîmî Ermenîyan bikin. Dîn ji dest dice, welat ji dest dice. Ez soza namûs û þerefê didim we ku em bi hev re weke bira li hemberê van kafiran derkevin, wan ji welat dûrxînin, emê weke bira bi hevre rûnin, mafên we bidin. Kurd û Tirk weke dost û bira wê bi hevre bijîn”. Bi vê axaftina xwe pirrê beþdaran qanî û qayîl dike. Di wê Kongirê de, ji 9 endaman komeke nûnerîyê tê kifþekirin ku ji wan sê heb Kurd bûn. Yek Hecî Mûsa Begê Xwêtî, yê duduyan Sadûllah Efendî yê Bidlîsî û yê sisîyan jî Þêx Fewziyê Erziromî bû. Mistefa Kemal bi vê hedef û armancê Kongreke din di navbera 4 û 11 Êlûnê sala 1919’an de li bajarê Sêwas’ê amade dike. Hinek hîle û xapên mezin di wir de jî dar dixe. Bi rastî ev liv û tevgerên Kemal ne bêfeyde û vala bûn. Hedef û armanceke mezin di bin wan gavan de hebû. Gelo çima ew Kongreyên xwe li Enqere û Îzmîrê saz nedikirin? M. Kemal xweþ dizanîbû di Kongra ku li bajarê Parîs’ê de hatibû amadekirin wê derheqê Kurd û Kurdistan’ê de hinek ferman û biryarên girîng bên dayîn. Hedef û armanca wî ew bû ku Kurdan bixapîne, wan xwestek û pêþnîyaza bipeliþîne. Gelo wê Kurd bi çi bixapandana? Belê bi hîs û dilînîya dîn. Lewra wî rind dizanîbû ku gelê Kurd gelek dîndar e, bi dîn û bawerîya xwe ve girêdayî ye. Dem hatibû 22’ê heyva Nîsana sala 1920’a, dewletên Hevgirtî dewleta Tirkan gazî bi bal Kongreya Parîs’ê kirin. Nûnerên Osmanîyan çûn Parîs’ê, bend û mercên wan hemû qebûl kirin. Di 10.08.1920’an de Peymana Sewr’ê erê kirin. Di benda 62 û 64’an de jî wê peymanê biryara hinek heq û mafan ji Kurdan re hatibû dayîn. Bi Sedemê vê peymanê, Þerîf Paþayê kurê Seîd Paþa (wezîrê derve yê kewn ) nûnerî û berdevîya Kurdan dikir, xwestek û pêþnîyaziyê Kurdan pêþkêþê Kongra Parîs’ê dikirin. Li ser vê bûyerê M. Kemal jehrîya dijminî û durûtîya xwe rijand, bi lez fît da axa û þêxên Kurdan yên ku di Kongra Erzirom û Sêwas’ê de bi soz û sonda þerek û namûs û dilîniya dîn xapandibûn- û kiþê ser Þerîf Paþa kirin. Di 22.12.1920’an de herkes ji hêla xwe ve têlgrafê ji Komîta Fransa ya Bilind re diþîne, nexweþîya xwe ji tevgera Þerîf Paþa re dîyar dike û neqayîlîya veqetandina ji dewleta Tirkan tîne ziman. Li ser vê rewþ û gavê Þerîf Paþa bi rêya rojnama ”El weqt” xwe ji nûnertî û berdeviya Kurdan paþve dikþîne. Di vê navberê de Xalid Begê Cibrî li Istenbol’ê dest bi hinek kar û xebatan dike, pêwendî û têkilîyan bi axa û mezinê eþîrê Kurdan re saz dike. Mistefa Kemal bi vê tevgerê agahdar dibe. Xalid Beg ji qolordûya Istenbol’ê surgûn û raweyî qolordûya Erzirom’ê dike. Li hêlek din Komela Bilindahîya Kurd ( Kurt Tealî Cemîyetî ) endamê xwe Nûrî Dêrsîmî di heyva Cotan’ê di sala 1919’an de diþîne herêma Dêrsimê. Nûrî Paþa li wir kar û xebatê dimeþîne û Kurdê wê herêmê ji fermandarîya Tirkan pêkanîna herdu bendên peymana Sewrê dixwazin. Mistefa Kemal di wê demê de jî dîsa rojîtî û hîlebazîyên xwe dimeþîne. Hinek axa û mezinên herêmê- weke Miço Axa, Diyab Axa, Ehmed Ramizî, Hesen Xêrî- bi nûnerîya Parlamentoyê, hinek din jî bi bertîla milk û zeviyan dixapîne. Hemûyan qayîl dike, dengê wan dibire. Di wê demê de cîhan dabaþa Kurdistan’ê re meþxûl e û li hêvîya dengê Kurda ye. Dewleta Tirk jî berê xwe dizîvirîne Dêrsimê. Di 15.02.1921’ê de li herêmê urfî îdarê îlan dike. Di 11.04.1921’ê de leþkerek giran diþîne ser herêmê. Gund û bajaran diþewitînin, zar û zêç û pîr û kalan dikujin. Serhildana Qoçgîr’ê, piþtî girtina herdu serokên serhildanê ( Elîþan’ê kurê Mistefa Paþa’yê Qoçgîrî û Heyder Begê mudirê qeza Umranîyê) di 19.06.1921’ê de bi hovîtîyeke mezin bi giþtî hate tefandin. Dewleta Tirk gef û tirsên wilo mezin li ser Kurdan de diþand ku di wê demê de êdî ti deng ji Kurdistan’ê derneket, lewra Kurd hem westîyabû, hem jî tirsîyabû. Mistefa Kemal ev rewþa hanê firset dît û li hemberê Yewnan û Dewletên Hevgirtî cenga xwe bi rehetî domand. Di 12.09.1922’an de Mutareka Mondros’ê erê kir. Piþtî wê, dewleta Tirk serkeftin bidest xwe xist. Nûnerên dewletên cîhanê di 10.11.1922’an de li bajarê Lozan’ê civîyan. Nêzikî deh mehan Konferansa wan domand. Li ser gelek dabaþên cîhanê yê girîng axaftin kirin. Dewleta Tirk di wê Konferansê de karî daxwazên xwe yên dijminî û zordestî bi wan bide qebûlkirin û pejirandin. Bi vî rengî heq û mafên Kurdan li wê hatin mandelkirin. Kurdistan bû parçek ji erdê dewleta Tirkan, peymana Sewrê bê hukum ma. Lêbelê di dabaþa Musil û Kerkûk’ê de çareserî li Lozan’ê ne hate dîtin. Vê leyîstoka dewleta Tirkan dil û hinavê gelê Kurd dîsa þewitand û anî xîret û halanê. Serbaz û zabitên Kurdan yên di leþkerîya Tirkan de bûn, bi serokatiya Xalid Begê Cibrî destbi tevgereke konevanî kirin. Di sala 1923’an de komelek bi navê ”Komela Azadî” saz kirin. Di demek kurt de li pirrþ herêm û bajarên Kurdistanê nêzikê 23 þaxên wê hatin vekirin. Dewleta Tirk jî di 29.10.1923’an de Komaretîya xwe eþkere kir û hilbijartina nûneran ji bo demek pêþ girt binê biryarê. Di serê sala 1924’an de li Istenbolê di navbera Tirkan û Ingilîzan de civînek ji bo çareserîya dabaþa Mûsilê hate sazkirin, gengeþî û axaftina li ser vê dabaþê davêjin tarîxa 06.08.1924’a. Xwestekên Kurdan yên Fermandarîya Tirkan qebûl kiribûn ev bûn: 1) Di herêmên Kurdan hemûyan de wê îdarê Kurdî yên taybetî werin sazkirin. 2) Wê dewleta Tirkan alîkarîya dirav û pera bi ker( qiredî ) ji Kurdan re bike. 3) Efûyeke giþtî ji bo girtiyê heps û zîndanan were eþkerekirin. 4) Heya pênc salan wê leþkerîya zorakî ji ser Kurdan were hildan. 5) Wê dadgehên Þer’î ( Îslamî ) werin sazkirin û çek û sîlehên ku dewletê ji nav Kurdan civandibûn, werin vegerandin. 6) Zabit û kardarên Tirk yên nebaþ û nehezkirî wê ji Kurdistan’ê werin rewekirin. Çavkanî: 1) Prof. Robert Olson 2) Adým Þeyh Said: Ýlhami Arç 3) Varto Tarihi: M. Þerif Fýrat 4) Þeyh Said Ýsyaný: Behçet Cemal …………………………… ”KESÊ DI BER MALÊ XWE DE, DI BER CANÊ XWE DE, DI BER DÎNÊ XWE DE, DI BER NAMÛSA XWE DE WERE KUÞTIN, ÞEHÎD E” – Hedîs / Muttefequn eleyhî |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Seid Yusuf | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 5 | 23-02-2007 06:58 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.