|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Çaxa ku em zarok bûn, di nava gel da ji pirr bûyeran dihate bahskirin. Mijara van bûyer û gotinan cûre cûre bûn. Ji vana hinekên wan mîna çirokan dihate peyivandin. Dihate zanîn ku vana bûyerên civakî yê pirr kewn bûn. Bi van gotinan re tewr û timsêtên însanan digewirîn. Kelij liser ruhê însanan rûdinist. Çavên gotar û gohdaran ji aliyê der û hundir ve rê dikirin. Însan diketin bandora keserkûriyê. Yên cixarekês qutiyên xwe ji berîka(cêba) xwe derdixistin, cixareyên xwe dipêçan û bi hesteyên xwe vêdixistin û kûr kûr nefes 1ê dixistin. Em zarok bûn jî, di wan tewran da, di zikê me da jî likimandin çû dibûn. Dilê me jî jan dida, mîna yê mezinan.
Dihate fêmkirin ku ev meselana hêjî perçeyekî jiyana gel bû, ya me hemûyan bû. Dihate zanîn ku ruh û dilê însanên me. miroven me û gelê me, bi van gotinên bi vî awayî, jîr û qewîn dima. Van gotinan dibûn pêgirtiyên mirov û jiyana mirovan. Dibûn hîmê pêwendiyên kesan. Van galgalan, domandina jiyana însanan ya sexsî û civakî diedilandin. Ji van qalekana yek jî, mesela evîna Hesen û Asê- Asyayê bû. Jibona wanan tistên ku qise dikirin, devkî bûn. Însanan bi tevayî xwendin û nivîsandin nizanîbûn. Welatê me, welatê Serhedê bi tevayî hemû wisa bû. Kêm merivan xwendin û nivisandina wan hebûn. Jibona vî awayê, neqilkirina bûyera wan û kilama jibona wan, Ii her derê wekî hev nedihate gotinê. Her meriyekî goranî zanîn û rûh û hîs û qabilyet û ziman û îfadekirina xwe sor dikirin û distiran. Qasî ku tê bîra min, di wan çaxan û deman da xemgînî bi tevayîtî bû. Kesertijî bûn , dil helûk bûn, dilra bûn, rûh lemî lemî bûn, taybetî û nemazetiya însanan bû. Ewaha bûn, bingehîna kûrahiya hundirê hemu merivan bû. Wexta ku ev mijaran besdarî dihatin peyivandin, gotar û gohdar hemu bihevra diketine rews û tevgereke dinê. e Wê tawê ez zaro bûm jî, lê zik û dil û mêjiyê min jî tijî dibû. Hejandin Ii can û cededê min çê dibû. Di heyiya min da birusk lê diketin. Dibû sirqe sirqa wan. Ez bi tevayî dihatime hejandin, lerizandin û dihatime vejendin. Sorbûn, sotbûn û germbûn û gesbûn di min da xwe nîsan dida. Qasê ku ez diketim binî, daha hîn zêdetir hêz û armanc û pêsketin bûnê xwe di rûhê min da didomand. Coseke tîr di canê min da xwe diyar dikir. Wê gescosiy ez dorpêç dikirim Ew çi halê me bû? Ew çiqas zor û zerb û tenganî- tengasî û bêkesî bû liser jiyana me hemûyan bandor dikir. Di vî awayî da zordariya biyaniyan û nezanî û xizaniya me, ku liserê me bûbû teyrê ecelê- qasidê mirinê çawa dihate rakirinê. Van tistên neçê, bi her awayî em sunda xistin- xistibûn. Em bi hemû awayî wezalok ketin- ketibûn. Hevgirtin û peywendiyên pehet jî, di nava me da nedihate Tîtin. Malxirabî û ocaxkoriyê di naveroka navenda jiyana me da hêlîn çêkiribû. Têde, di nav da qurt bûbû. Têda liser pûnikê sekinî bû, rûnistîbû. Jiyana me ji xelîtiyê, ji neponijandina bas, ji tarîtiyê, ji bêraman û bêarmanciyê, ji serhiskiyê, ji hûndirê xwe da dîl hatiyê, ... avis bûbû. Gelo awakîno dibû? Ez kurekî koçer bûm. Jiyana me di navbera gund û berrî û zozanan da derbaz dibû. Rêwîtî û koçeriya me jî, perr û baskê wê jiyana me bû. Bi deh rojan koçerî rê dirb dihata kudandin. Xêncî kêmasiyên me yên dinan, pirr caran nigên- lingên min xwasî bûn. Di nava heyiyê de me tuneyî dikisand. Diya min her timî ji jiyana xwe ya qewimî û serpêhatiyan qise dikir. Vana yên sexsî û malbatî û esîrtî û civakî û gelêrî bûn. Wexta ku ji van serdrbazbûyiyan/serbihuran dipeyivî pirir helûk dibû. Pirr caran xwe nedigirt digirya. Lemî lem lê diket, mîna ava Muradê diwêliya û diwêland û dilorand. Agir bi dil û kezeba min diket. ez jî bi wê ronedî û belengazê ra digiryam. Wê dema hanê can û cesed û rûhê min dikete nava agir, disewitî. Mîna sewafa êzingan xirtinî û qirçinî jê dihat. Dayika min, heyanî roja mirma xwe jï ev rûhê kelejî bi xwe ra domand. Nod salî zêdetir payan kir, qet tist jibîr nekiribû. Tistên ku bihîstibûn, tistên ku jiyabû pirr xwes, fireh û rast- birastî dahanî- dihanî ziman. Ji 'Tertela Fillan", "Tevkûjiya Fillan", "Seferbêrlik" ê, "Hatina Ûris" , "Hedîsa Efendî' , "Mesela Dêrsim" , "Mesela Gûrûbê" , "Birçîtî" û 'Xela'yê, û ji pirr tistên cûr be cûr- cûre cûre xeber dida. Qezîkirina wê tev bi axîn û waxîn û keser û heyifandin û hesretên kûr derbaz dibûn. Jiyana "ronedî'yan bihevre pêgirtî û girêdayî ye. Lewra ku tev bihevra ji kaniya rojnedîtiyan avê vedixwin. Bi hezaran sale Ii welatê hanê, bi her awayî, kesayetî di binê kotekiyê da tê kudandinê. Bi van gotinana û jiyana me da ez, zêdetir bi bûyera "Hesen û Asê" û yên mîna wana yên dinê pêgirtî dibûm. Evê weha diketine nava rûh û canê min û têde sax davêt, reh didan. Dibûne hîmê rûh û jiyana min û yên mîna min. Ji van sedeman peywendîke zexm di nava min û bûyer û kilama Hesen û Asê da çê bûbû. Bi vê yeka jî nemabû. Pevgirêdana navbera min û welatê me yê Serhedê, Murad û Ferat û koçeriyê û jiyana însanî û jiyana serhedîtî da jî pêk hatibû. Vê pêvebûna hanê, xwe avêtibû dîrok, tevgerî û civakiya welatê çiya, welatê rojêSerhedê. Çiyayîtî, zozanîtî û Serhedîtî bû rewsa min, bû hêsinê min. Vê yeka van timtêlana di rûhê min da zîl didan. Mîna giyayê Serhedê di bihara nû da , di bingeha rûhê min da serîdan, piskuvî, sax avêtin, pel dan, pêl dan, lem dan, perçav bûn, berdarî dan. Bûne heyiya xweser, bi serê xwe. Ez bûme meriyê, merivê- mirovê peyayê Serhedê. Bi rûh û can, dil û mêjî û dilêriya peyayekî serhedî, bi doza bûyera serhediyê xwe ketim. Bingeha jiyana wan û min û me yek bû. Qurmê heyiya me yek bû. Min bi deh salan binaxa bûyera wana ji pirr kesan pirsî. Di nava derfetên xwe yên kêmî ve pê ketim. Liser wana fikirîm. Gengazên min yên zêde, fireh tunebûn ku di demeke kurt da, jibona bûyerê bizêdeyî agahdar bibim. Kilama wana dihate gotinê. Ez jî bi gotinan wê hîn bûm. Min gewsînek dabû kilamê. Di deng û dîlana min da awartî hebû. Min ji vê kilamê ra meqamekî nû afirandibû. Wexta ku min ev kilam digot, ew mercên ku bûyer afirandibûn dibûn hêsinê min. Her ku zeman diherikî, derbaz dibû, ez û bûyer û kilamê lihev dihatine sidandinê. Hîn zêdetir alîgiriya Asê ketibû hundirê min. Ez jî bi evîna wana ve têkildar bûbûm. Ez bi dil û rûhê Asa ronedî ra her demê heval bûm. Ji rûhê wê yê ku di bedena wê da di girtîgehê da bû, alîgir û parastvan bûm. Astengiyên ku Ii rûhê wê, Ii evîna wê hûrmetê neyînî çêdikirin, bi wê ra li min jî kar dikirin. Jibona vê yekê jî bi min hînbûyina bûyera wana pêwîst bû. Ku mesela wana bi bingehîn neyê zanînê, kilama wan jî, bi erênî nayê fêmkirin û hilçinînê. Gotar. guhdar, dengbêj û sitranbêj ku bûyera kilamê zanibin, hîn kilam tê famkirinê. Cewher, armanc û bingeha wê gora eslê wê tê hisyarbûnê. Wexta wan tistana, rais û tevgera serhediyan bi tengasî û maciriyê ve, bihevra neyin fikirandin û darezandinê, kilam ji ruhê xwe yê eslî resenî, ji wateya xwe ya bingehîn tê xericandinê. Qasê ku hatiye zanîn, evîna Hosen û Asê awha biskuviye û sax avêtiye: Hatiye crotin ku Hesen xortekî cindî, çeleng û zîrek bûye. Ji malbateke Hesenî bûye. Endamekî esîreta Hesenan bûye Asê jî keçeka, qîzeka liser xwe bîye. Xwesik û sipehî bîye. Rind û rengînî bîye. bejinxwes û navkêl- navend zirav bîye. Rû û sûret û hinarê wê narinc û gozelî bîye. Çavên wê mîna zok kaniyê di ber hev da ji bin zinarekî, Zozanê Serevdînê derket û herikin bûye. Çavên wê belek.. zelal û sewledayî bûne. Dev, poz, lêv û didanê wê hûrmetê lihevhatî bûne. Qirika wê gewr û dirûj bûye. Taxima sing berê wê mîna gelî û bilindiya çiyayên serhedê pirr saxî û xalî bûne, rind bûne, hêvî mayin bûne. Eslê wê ji maleka Zirrkî bîye. Herdu jî gundî- koçer bûn. Ji der û dora Melazgirê bûne. Di serê sedsala bîstemîn de herdu jî xort û xama bûne. Berzewac, bermiraz bûne. Dilê wana lihev hebûne. Ji hevûdu hezkirine. Malbata Hesen çend caran hatine, ji malbata Asê wê xwestine. Lê aliyê Asê qîza xwe nedane. Gotine em keça xwe ji nava esireta xwe dernaxînin. Lêbelê bi nedayinê, hezkirina wan nehatiye birrînê. Evîna wana timî 1ê zêde bûye. Esqa wana xurt bûye. Bi deng ketiye. Liser hevûdu kilam gotine. Evîn û evîndarî wana, bengîtiya wana belav bûye. Kilama wan bihêz pêl daye. Roj bi roj qewîn bûye. Mesela evîna wana bi deng ketiye. Li her derê hatiya xeberdanê. Kilama jibona wana her derê hatiye sitranê. Kilam û dengê esqa wana bûye mijara qisedana însanên herêmê. Dengê kilama wan Ii welatê serhedê Ii her derê sax avêtiye. Di civatan da mesela wan hatiye nirixandinê. Biye mijara mijulayiyê. Vê weziyet û tewra wana heft salan kudandiye. Malbata Asê Ii goranî tore û adetên welat êsyane. Xwe di tengrasiyê da dîtine. Di aliyê namusê da ketine binê giraniya kelem û tore û astengiyên civakî. Jibona vê yekê ji xwe ra çareserkirina vê bûyerê fikirîne. Biryar dane ku Asê bizewicînin. Bi vî awayê, Asa reben bi darê zorê dane lawê Hesê Xello Xirmo yê pîsê heram, ji esireta xwe. Asa reben bi zewaca bêxêr, bi xwesî ketiye gornê(gor nîne,gorn e)Halê wê ne tû hal e.Ev weziyeta wan 6- 7 salan dikudîne. Sê heb zaroyê wan çê dibin. Kilama wan, kilama Hesen û Asê Ii her derê belav dibe, tê gotinê. Ku eslê xwe da vê kilama Asê liser Hesen gotiye. Gotinên vê kilamê Ii Xirno tû bandor nake û nekirine Ev koçerî, koçberî û rêwîtî ya ne bi kêfî ye, ne jî bona îdareya jiyan û dinyayé ye. Rêwîtî û rêbûhurtîke pêwistî ye. Armanca vê yekê, bi destên leskerên ûris neketine. Di war û ûrt û gund û welatê xwe yê serîn de dîl neketine, nekustine, zar û zêç erz û eyal ji talan û tecavûz û binpê kirina biyaniyan parastine. Jibona vê yekê bar dikine, rêwî dibine. Mirovên wî welatî di jiyana xwe ya civakî û dirokî de pirr bûyer û bêtorê ewha bi çavên xwe dîtine û bihîstine. Bi sed sal û hezar salan best û tevger û domandina jiyana wana werre qelibîne. Bê dilxwesî ro derbas dibin, koçeriyê ji hêla rojhelat da dest pêkiriye. Berê wana berve hêla rojava ye. Jibona wê yekê yên ku koçer dibin, tên di ber yên ku goranî wan rojava nin ra derbaz dibine. Wana jî ji tistên nebas xeber didine. Tirs, ês, elem, tevdanî, tengasî, tenganî, gef, tehdît, xeter, tewatilî û her neqencî bi nava hev ketine, lihev dikevine.Van bûyer, tewr, timsêt û tevgerana liser rûh û can û bedena merivan bandor kirine. Tirs û jê xilasbûn, bi dijwariyeke mezin xwelî ser heyîya kesan nisan dide. însan ji xwe revok bûbûn. Tirs bûbû her tist û ketibû nava her tistî. Tirsê û bêewleyiyê mêzîn û wezin ji navendê rakiribû, qewitandibû, ratorandibû, heyîwandibû. Tirs û bêbawerî bûbün mîna wêneya hawirdorê. Bêkêtî, bêkesî, bêhêvîtî û girêdandina, dorpêçkirina rûhê kesan weqas hatibû navendê, vê weqas pençe dabû,hej û pej dabû nedihate navandinê. "Terq" Ii însanan ketibû. Mîna terqa ku birr û keriyën deveyan diketin, terq Ii ïnsanan jï ketibû.Terq Ii jiyanê ketibû. Rev, qet û qetbûn û qutbûn bûbû rêk û pêkê nû. Qut û qutbûn ne disekinî, ne ditewitî, hûr dibû. Dibû mîna aringê, mîna ard. Mîna teyrên kombûyîne, bêxewîr ku di carek de xeter lê çêdibe, çawa pirrêbûn lê dikeve, însan jî wisa bûbûn Yên derfetên xwe hebûn û ji çûyinê ra daxwaz bûn bi xemgînî bar dikirin. Di dinyayê de ji tistên pirr zor yek jî ewe/eve ku, însan bi bêhemdî ji erd, war, ûrt, cîh, cangî û welatê xwe koçber be û biqete, qut be. Di dîroka însanan da hatiye dîtinê ku di wan tewr û timsêtan da birçîtî, xela û nexwesîn jî xwe nîsan didine. Hatiye zanîn û çavkirin ku di van demên weha û awakîno da dê/dayik weledên xwe davêjin. Heta dibêjin hinekan ji birçiyan gostê zarokên xwe jêkirine, birijandine û xwarine. Di van tewrên han da dêya/dayika însan û însanetiyê, mirovahiy û kesayetiyê tê gîrandinê. Van rojên bêhed, bi zor û zerb Ii dinyayê neyin serê tû însanan. Lê însanên vi welatî pirr caran bi hûr û kûr û dûr van tistana, bûyerana, qewimandinana di jiyana xwe da dîtine. Jibona vê yekê bi xwe dîtine, lê naxwazin neyarê wan jî bin, kesek Ii rûyê erdê nebînin, Bi vî awayî dilxwaziyê diyar dikine. Bagêr û bahoz û balîstok ji jiyanê rabûye, lê daketiya reh û rîçikî jiyanê rakirin, armanc bûye. Feleka xayîn û malxirab Ii van însanan neyartiyeke girîng xwiya kiriye. însan bi heyî û jiyana xwe ve liserê xwe bûne ezab û bela. Siûda gelê welatê Serhedê dîsa çep filitiye.Her tist tevlihev bûye. Kêm tist û însan weke xwe yê berê di dewsa xwe da mane. Hinek însan û tistan qîmet û rûmet wenda kiriye, hinekan jî zêdetir rexbet girtiye. Hinekê wan bi sewle tarî bûne, hinekên tarî diçirûsine. Hinek mîna sêran dihatine zanîn, xwe xeripandine, hinek bûne mîna roviyan. Hinekên ku berî vê wextê mîna roviyan dihatine dîtin û zanînê sewq dane, hêz û berradan ketine, weke sêran xuya dibine. Hewar û fîgan e. Evana bûne mîna birûsk ji navenda ewr,asîman û ezmanan vedane. Li navenda wê herêmê, wê hêlê, wê der û dorê xistine. Pergal û raîs hejiyaye. însan hatine badandinê. Li binê çeng û guhayê hevûdu ketine. Asa reben çi bike, çawa bike. Tû tistek ji destê wê naye ku ji çarenusa xwe ra rêyek bixetine. Pê keve, hewl bide xwe û wê rê bidomîne. Jiyana wê weke hebê genim di binê kevirê asê da tê hûrkirinê. Çarenusa wê qewinîne, qewimandine. Bîr, his û biryar nîne. Destên wê da jibona wê û berjewendiyên wê tistek tunîne. Siûd û çarenusa wê hûrmetê ji berê de, çewt û tews lêketiye. Roja ku heskiriye, evindarê wê Hesenîkê delalî bêhêvî kiribûn û bi destê zorê kiribûne ber Xirmo. Wê demê xistik û birûsk 1ê ketibû. Hatibû hejandin. Bêhis bûbû. Vê bûyera hanê jî jêra bûbû derdê liser derdan, kul û keder û mereza giran. Bûbû barê liser baran. Di binê bîreke kûr de careke dinê binbîr bûbû. Tewr di erdê de çûbû xwarê. Mêjiyê wê tinginî jê dihat. Îstiqameta wê xêza wê wenda/winda kiribû. Rûhê wê dêsiya. Dilê wê hatibû guvisandinê. Xirno jî lihev ketibû. Ji merivekî neçar bû jî, ne dewlemend bû. Tistên wê yê pêgirtî tunebû. Di gund û wargeh de merg û zevî, erdê xwe yê dinê tunebû. Ajalên xwe jî zêde nebûn. Wî jî biryara barkirinê daye. Hinek tistên ku heyanî wê demê di kesên dinê û wî da nexuyayî bûn, di xwe da nedîtîbûn, pêda berçav dibûn. Di binê postê/çermê wî erdonekî, ne tistekî de jî têl û bijuyê sêr, piling, sepal, keftar, gur û hinek dirindeyên dinan biskuvîn û serî dan, serî rakirin. Xirno jî ji barkirinê ra xwe heleste kir. Rojeke navenda payîzê bû. Lawê Hesê Xello "Xirno" jî barkir. Koç bi rêxist. Lê rêwitiya wana ne bi êlayîtî bû. Mala "Xirno" tenê bû. Sê heb barbirên wan hebûn, mal Ii sê bargiran/bergîran bar kiribûn. Barek firaq, fol, ard, arvan, hûr û mûrê lazimî bû. Barek jî têr, tûr, so, berso, berr, gelt, carcim û xasi bû. Barê sêyemîn jî nivînê wan bû Nivîn Ii bergîrekî sernerm û herdu zarokên mezin liser wî barê nerm, di nava lehîfa duqatî da bînteng kiribûn. Wê demê wan zaroyana yek pênc salî, yek jî sê salî bûye. Zarokê sêyemîn jî yek salî bûye. Asê ji roja ewilî da vayê piçûk/qicik bi çarsefekê Ii pista xwe girêdaye û serê hespa ku herdu zarokên din 1ê siwar bû dikisand. Vana bi vî awayî rêwî bûne. Berê xwe dane hêla welatê xwe yê dinê. Berve basûr, germistanê. destê, berriyê, Herranê, Amedê, Rûhayê, Sirûcê, Mêrdînê, serêkaniyê, ... ciyê ku ji bandora herbê, ya leskerê ûris dûr û zivistana xwe bi nermayî derbaz dibin, diçin. Zarok qicik in, haya wan ji pirrê tistan û bûyeran tû nîne. Dizanin di jiyanê da awarteyî çê bûye, lê pirr pê nehesyane. Xirmo û Asê jî ciyê ku berê xwe danê navên wana, wan derana bihîstine, 1ê bi çavên xwe nedîtine.Bi barkirin û danîn, koç bi,, hefteyan rêgir dibin. Di geverê/gedûkê Solxan da diqelibin. Ji Çawaxçurê r\é dibûhurin. Kaniya Yado, Sargehê û Mendo sunve dihêlin. Di qeverê xezikê ra xwarî/ xarî aliyê Depê dibin. Bi derbazbûna darabestê ve berve Palli yê derin. Li ber Palli yê(Palu/Palo) pirek heye, bi nav pira Palli yê ye, liser wê re Murd a renginî derbaz dibin. Çemê Behro yê û Maden ê Ii pêsiya xwe zirav dikin. Hinekî rê dikudînin, têne gundekî. Navê wî gundê Xamel e. Li wirê xaneke bazirganiyê kevnareyê kevirî jî heye. Dikevine evrazekî, berwarekî, berpistekî, berpalekî birrekê dimesin. Herdu bargirê dinê wekî her demê Ii pêsiya wana ne. Asê jî mîna her rêwîtiyê zaroka biçuk Ii pistê ye. Ev zarok Ii pistê bi çarsevê girêdayî ye. Asê mîna her demê serê hespa zarokên dinê diksîne. Xirno jî Ii dawiya wana ye. Wê tawê nixêl bûne û biponijandin dimesin. Di jorê wan de, dengê dengbêjekî tê. Guhê xwe didinê destana ku Asê liser Hesen gotiye ev e. Ku sivaneke dibêje. Li bilindê rû kerîk birrek pez e. Belav bûye, rev avêtiye, hêl daye, çeng daye diçêre. Sivan jî kêfa wî xwes e. Li hêla pez kilama Hesenîko bi dengekî bilind dibêje. Wê demê rûhê Asê diheje, dilerize, serûbinî dibe, lihev dikeve û dihêrife. Bi birûskan, xiskan, xistikan û çekên giran tê agirkirin. Dikeve binê xisim û barana vana. Lê di nava vê dilsotî, diljana bêsînor da kêfxwesî jî heye. Vê gavê hezkirin , keser û evîna wê ya jibona Hesen dîsa serî hildide û ji nû ve tîr dibe. Lê Xirno jî wê çaxê hejandineke mezin di rûh, dil, mêjî û canê xwe da hest dike û dibîne. Ev Xirno yê ku heyanî wê kêlê, wê seetê, wê tawê, weqas, bi salan ew sitrana jina wî liser merivekî, liser evîndarê xwe Hesen gotiye, guhdarî kiriye bêdeng maye. Wê demê di wê taxê ra, jibona wê yekê, wê bûyerê teng dibe, bêxulq dibe. Pirr û pirr Ii hal dikeve. Ji derve û hûndir de heyîya wî , rûhê wî tê gullebaran kirin. Rûhê wî di bedena wî hilnaye. Bêhesab zora wî diçe. Di dilê xwe da dibêje "Hela Ii min û vê ecêba giran, derdê min ji min ra bes nîne, di vî halî de, ez bi weqas rojane ji cih û cangiyê xwe ewqas dûr ketime, ewqas diltengiya min heye, lê wirê jî ev kilama tê gotinê. Min digote ka ev kilam Ii cihê me hebû. Li wê derê dihate gotin. Li wir ma? Ez dibînim û dibihîsim ku heyanî vira jî hatiye. Ma qey Ii her derê jî ez ji vê kilama xilas nabim?" W demê "Xirno" dibe asêyekî mezin. Dibe serî rakirê birra û tûj.Dibe mêrîkuj.Dibe rûhistîn. Rûh û dilê wî tê gewirandin.Dibe tolhiIdêrê jiyana xirab.Ewê ji kê tolê hilde? Xencî Asê kesek heye? Lê dîsa jî bê pirsîn û bê bersiv, bê merc nabe. Merca tolhildanê di bersiva helwesta Asê da ye. Gulle ketiye xizna çekê, linga wî kisandin maye. Ev jî di pirsîn û bersivan da ye. Xirno mîna mêrkuj û ajalên dirinde diqelibe ser Asê. Bi helwest û dengeäî jê nedîtî ji Asê dipirse. Dibê: "Asê! Ewê va sitrana heyanî çi wextê û kê derê bê gotin?" Asê di kêlekê da bersiva wî dide ,, dibêje: "Heyanî dinya û însan hebin, ew Ii her derê û her wextê dê were gotin."Ji Xirno ra, ji aliyê Asê va bersiv hate dayin û helwest hate diyar kirin. Va yeka ji aliyê Xirno ve neyînî ye. Pêwist e, kustin çê bibe. Xirno biryardar e, kiryar e. Xirno ji xirnotiyê der dikeve . Her tistî Ii cîh dihêle. Bi tenê kustina Asê biryar dike. Biryara bêhed, bêsînor tîr dibe. Weqas tîr dibe, têde sik namîne. Sesagira wî gulle têde ne, Ii pistê ye. Dibe: Asê cihê van zarokan Ii ser hespê xirabin, evê ku Ii pista te ye, wî dayne, emê bihevra ciyê zarokan biedilînin. Asê mîna gotina wî dike. Zarokî ji pista xwe vedike, datîne. Asê wê kêlê amaca Xirno hest dike nake naye zanînê. Tête gotin Asê bêxewîr e. Xirno liser hev sê gullan berra Asê dide. Sê caran sesagirê liser Asê diteqîne. Asa bêdil dayî, Asa ronedî ji pêda ket. Bi timsêteke civakî û dirokî dêla bi hezarên yên mîna xwe va jî, bi hawar û zarîn Ii erdê ramediya, dirêj bû û vezelya. Xwîna wê wanan/ ewên mînanî wê liser erdê seridî, nuqûtî, çizirî, ... Hê! Hey! Te dinyayê! Te felekê! Te xayinê! Te wêranê! Nezanîn, jarîn, bêhêzî yeknebûn jehra/axûya jiyanê ye. Xirno cenazeyê, cesedê, meytê lasê Asê di xwînê da daçikandî Ii erdê dihêlîne û rêya xwe didomîne. Asa reben, xêrnedî ji aliyê toreyan û jiyana esaîriyê û çanda wakînoyê de bêkes, bêxwedî, liser erdê, liser xwezayê ma. Birînên wê hurmetê sar bûn. Ji qol û refên jindaran, jiyanokan qetiya. derket. Ji jiyanê, ji Hesenîko, ji zarokên xwe, ji hevalên xwe, ji merîvên xwe, ji gelê xwe, ji jîndaran, ji kesayetiyê, ji mirovahiyê, ... ferikî ma. Kete xewa bêdawî. Erd bû doseg û palifa/balgiya wê, ezman bû lehîfa wê. Mirîbû. Navbera erd û ezman bûbû gorna wê. Bi her awayî gorneke fireh, kûr û bilind. Gorna civakî, dîrokî û kesayetiyê. An jî gorna bêkesîtî û bêkesayetiyê. Meta/metika Seyrê digot: "Rojek ji nava demsala payîzê bû, hewa hênikayî bû. Kiswer bas derbaz dibû. Jixwe em koçer bûn. Goranî raîsa koçeriyê di dawiya payîzê de em diçûne berriyê. Wexta me hatibû. Demsalê pêwistî xistibû holê. Em berve berriyê koçber* bûbûn. Êla me, sêniyê me 8- 10 mal bûn. Me heywanên xwe barkiribûn. Em dimesyan. Me barbirên xwe dajotin. Em ketine nava erdê Xamelê, di nava erdê wî gundî de, di evrazekê de, di berwarekê de em bi koçayî dîçûn. Em pê hesiyan, bîhneke pirir giran, tûj û nebas hate pozê me, bîvila me. Em bi tevayî veciniqîn. Me bi destmal, pês û pêsmalên xwe pozên xwe girtin. Me jihevra got'va çiye, çi awa ye? "Barbirên, bergîrên, hespên me yên pêsiyê serê xwe rakirin. Fûrriyan. Ji rê xericîn. Me nihêrî ku jineka bi timsêta welatî, serhedê qasî 80- 100 rnîtroyî Ii pêsiya me, liber rê ye. Li erdê razandiye. Perçifiye. Va bîhna xiraba hanê ji wê, ji termê wê tê. Me got ev çi kare? Çawa dibe? Çima, jibona çi nekirine gornê. Eliyê birayê min got ku, xebera min jê heye. Ev pîreka hanê mirî, Ii erdê, ew Asa ku kilam liser Hesen gotiye, ev e. Du roj berê, mêrê wê Xirno bi sê gullan ew livira kustiye û çûye. Jibo ku em hîn zêdetir bîhnê negrin, ji rê fireh ketin, veqetyan. Em careke dinê Ii pêsiyê ketine ser rê û me koça xwe domand. Em çûn. Meyt Ii wê derê ma. Me Ii jorê jî got, qasê ku hatiye dîtinê termê Asê neketiye gorna taybetî. Mîna gornên dinan. Jixwe qasê ku ji bûyerê tê famkirinê, Asê di van gornan da mîna gornên dinê yê taybetî da nedihate hemilandin û hewilandinê jî. Gorna Asê pirr fireh bû. Ji xwe wexta ku însanên me ji meriyekî, kesekî xwes bin, di mirina wî da dibêjin: "gorna wî fireh be". Asê jî bi xwestinê nema, bi rastî werre bûbû. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Dîroka Çîroka Kurdî(Kurmancîya jor) û rewþa wê ya niha | PCkopat | Çandi Giþti | 1 | 12-02-2008 11:14 AM |
| Destana MemÊ Alan | heci | Çandi Giþti | 2 | 25-10-2007 03:24 PM |
| birakujî... | MÊVAN | Çiroken Kurdi | 0 | 24-03-2007 11:35 PM |
| YekemÝn Romana DÝrokÎ A Kurda Derket | berxwedan | Çandi Giþti | 0 | 13-03-2007 08:31 PM |
| Dîroka Wendabûyî (ya) "KURDISTAN" | Dino-Amed | Çiroken Kurdi | 1 | 02-03-2007 11:14 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.