|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
B.Z 500 000 Li Kurdistanê Serdema neolotîk....B.Z 200 000 – 100 000 Li Kurdistanê Serdema Berdîn(Kevir) a Sîqalkirî û Serdema Berdîn(Kevir) a Depêştinî(Yontma). B.Z 52 000-35 000 Derketina çanda Neandartel.(Şikeftên Şanîdar –nêzî Slêmanî- ku li başurê Kurdistanê ne) B.Z 5000 Desthilatdarîya Gutîyan. Başurê Mezopotamya dikeve destê Gutî û Lulubîyan. B.Z 3000 Vedîtina nivîsê ji alîyê Sumerîyan ve. B.Z 2000 Nivîswarên Sumerîyan ku li ser wan de “Welatê Karda-Karduk” tê nûsîn. B.Z 1100 Qiralê Asur gelên Gutî-Mittanî-Kasî digre bin desthilatdarîya xwe. B.Z 1000 Eşirên Medan rojhilatê çiyayên Zagrosê de bi cîh bûn. B.Z 900 Li Kurdistane derketina ola Zerduştî B.Z 652 Li hemberî nijdîya Îskîtan, Kurdan ber bi başur ve çûn. B.Z 612 Bi hevkarîya serokê Medan Kiaksares(Huxştere) û Babîlîyan girtina Nînova.Destpêkirina salnameya Kurdî. B.Z 401 Rastîhatina Ksenefon bi -pêşiyên gelê Kurd- Kardukan re. B.Z 300-200 Destpêka dagirkeriyan. Dagirkirina Kurdistan ji alîyê Mekedoyayîyan di bin fermandarîya Aleksandir a Mezin(îskender) de. B.Z 100 Dagirkirina Kurdistan ji alîyê Partan. B.Z 50 Pêkhatina û Pêşketina hîma zimanê Kurdî û ketina konaxekî nû. B.Z 40 Dagirkirina Kurdistan ji alîyê Romayîyan. P.Z 200 Dagirkirina Kurdistan ji alîyê Sasanîyan. P.Z 600 Destpêka dagirkerîya Ereban. P.Z 637 Têkîlîyên pêşîn ên Kurdan bi Erebên ku ola Îslamîyê pejirandinê re. 639 Li Huzistanê şera Kurd û ereban a bi xwîn. 643 Îşgal kirina Silêmanî (başurê Kurdistanê) ji alîyê ereban ve. 645 Kurdên ku bi darê zorê ola Îslamîyetê pejirandinê bi avayekî girseyî ji vê olê vediqetin. 708 Li ecemîstanê serhildana Kurdan. 743 Rêberê Kurd Ebu Muslim li dijî Emevîyan têdikoşe. 750 Kurd bo serketina Abbasîyan alîkarî didin lê tên xapandin. 839 Li başurê Kurdistanê li herêma Musilê raperîna Kurdan. 866 Kurdên Musilê piştgirî didin bo Haricî ku Musilê bi dest dixe. 875 Kurd tevlî serhildana reşikên xulam dibin. 897 Bi pêşengîya Ebu Leyla sehildana gelê Kurd li başurê Kurdistanê. 906 Bi pêşengîya Muhammed Ibn Bilal serhildana Kurdên Hezbanî. 951 Dugela Kurdî Şeddadî bi pêşengîya eşîra Ravadî tê ava kirin.Li Kurdistanê pêvajoya feodalîzmê destpêdike. 959 Avakarina Dugelekî Kurdî ji alîyê Hasanveyh ve ku jieşîra Barikanîye. 979 Li dijî Kurdên Şehrîzurê hewldana sefera cezakirine. 980 Li dijî Kurdên Hekarîyê seferek çêdibe. 990 Avabûna dewleta Mervanî. 1029 Li Rayê navbere Kurd û Oxizîyan re pevçunên pêşîn. 1100 Ruxîna Dewleta Mervanîyan. 1100 Seferên Kurdan arasteyî Merdî,Dudyal û Surîyeyê. 1101 Li Surkabê ji alîyê Tirkmenan qetlkirina 2 hezar Kurd. 1120 Ji alîyê Sileyman Şah Ayba ve damezirandina eyaleta “Kurdistan” li bakurê Hemedanê. 1171 Dim bin rêberîya siltanê Kurd Selahhadînê Eyyubî desthilatdarîya Eyyubîyan. 1217 Têkçuna arteşa Kazim Şah ê li hemberî Kurdên Zagrosê. 1245 Rûxandina Diyarbekirê ji alîyê Moxolîyan. 1257 Kurdistan ku paytaxtê wî Bihare -di dewra Selçuqîyan de hatibû avakirin- ji alîyê Moxolîyan tê dagirkirin. 1260 Di herêma Hekarîyê kuştina Kurdên ku ketibûn destê Moxolîyan. 1313 Parêzgehên Kurdî edî layê Moxolîyan ve têne birêvebirin. 1350-1400 Ji ber îstîlayên Moxolîyan rola polîtîka Kurdî lawaz dibe. 1401 Timur dema ku ji bexdayê vedigere Azerbayacanê rastê êrîşên Kurdan tê. 1470 Cizirê bi temamî dikeve desthilatdarîya Akqoyinîyan. 1514 Şerê Çaldiranê.Di vê şerêde Farisan têk diçin.Piştî vê şerê bi qasê 300 sal Kurdistan dibe qada pêvçunên Îran û Osmanîyan.Tirkan li hemû Kurdistanê piştigrî didin bo dugelên Kurdî ku bi sîstema vesaretê tên birêvebirin. 1596 Ji alîyê dîrokzanê mezin a gelê Kurd Şerefxanê Bidlisî ve nûsîna yekem pirtûkê ser dîroka Kurdistanê. 1638 Peymana Qasrê Şêrîn di navbeyna Osmanî û Îran de tê çêkirin.Bi vî avahî Kurdistan tê perçe kirin. 1747 Avabûna dugelê Zend. 1788 Serhildana Baban. 1820 Serhildana Kurdên dimilî-zaza. 1830 Di bin pêşengîya Bedîrxan Beg,Said beg,Mîr Muhmmedê Rewanduzî serhildan çêdibin. 1831 Mîr Muhmmedê Rewanduzî piranîya xaka Kurdistana başur bi dest dixe. 1835 Li Badînanê tevgera Ismaîl Paşa. 1842 Li Botanê tevgera Berdixan Paşa. 1843 Li Hekkarî serhildana Nurullay beg. 1847 Arteşekê bi hêz ya Osmanîyan êrîşî Kurdan dikin.Piştî şerekî dijwar Bedîrxan Beg û nurullah Beg têk diçin û têne sirgûn kirin. 1854 Raperîna Yezdan şêr. 1877 Di bin rêveberîya kurê Bedîrxan Beg de serkildana Kurdên Badînana,Botan û Hekarî. 1880 Serhildana Şêx Ûbeydûllah. 1889 Serhildana Bêdlîs. 1894 Li Sasonê navbeyna Kurd û Ermenîyan de pevçun derdikeve. 1895 Serhildenek din li Hekkarîye bi encama neserketî çêdibe. 1889 22 Nîsan, Yekemîn rojnameya Kurdî “Kurdistan” ji alîyê Miqtad Berdixan ve hat derxistin. 1905 Li Kurdistana rojhilat tevgera Qazi Fettah.Heman demê de Kurdên Şikak bo otonomîyê serîhildan. 1908 Îlon, “Kurd Teavun ve Terakî Cemiyetî” hate damezirandin. 1913 Gulan,Komaleya “Hêvî”hate damezirandin. 1913 Serhildana Bêdlîs. 1914 Berî ku Şerê Cihanê yekemîn destpêbike,Kurd li dijî arteşa Tirk şerekî serkeftî kirin. 1918 Li başurê Kurdistanê tevgera Şêx Mehmud destpêdike. 1919 Gulan,”Kurd Tealî Cemîyetî”hate damezirandin. 1920 Li rojhilatê Kurdistanê tevgera Simko. 1920 Peymana Sevrê de Kurdistaneke serbixwe tê raberkirin.(10.08.1920) 1921 Meha adarê de berxwedena Koçgirî pêkhat. 1923 Peymana Lozanê de mafên rewa a gelê Kurdistanê nayê qebul kirin û Kurdistan bi fermî edî dibe çar perçe. 1922 Şêx Mehmud hikumata Kurdistanê avadike û xwe weke Melikê Kurdistanê radigîhîne. 1925 5 Sibat –Li bakûrê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîd li Pîranê dest pêkir. 1925 5 Sibat,Rêxistina Azadî hate damezirandin. 1925 2 Adar - Hêzên Şêx Seîd dora Diyarbekir girtin. 1925 4 Îlon Tirkên Kemalîst Şêx Seîd û 52 hevalên wî - Şûkrî Beg û Nûrî Beg jî tevde- bi sêdereyê ve kirin. 1927 Damezirandina Komîteya Netewîya Kurdî “Xoybûn” ê. 1927 Li Çiyayê Agirî pêşengîya Xoybunê de serhildana Agirî diqewime. 1930 Sermawêz, Serhildana Pilêmorî dest pêkir. 1930 Rojnameya Riya Teze dest bi weşanê kir. 1931-1932 Serhildana Şêx Ahmed Barzanî li başurê Kurdistanê. 1931 Têkçûna Şêx Mehmud Berzencî li hemberî Îngilîzan de. 1932 Serhildana Xelîl Xosrev. 1932 15 Gulan, Kovara HAWAR ji alîyê Celaled Bedîraxan ve har dexistin.Bi kovara Hawarê di zimanê Kurdî de yekem car elfebeya latinî hate bikaranîn. 1932 Gulan, Piştî serhildana Agirî qanûnên sirgunê bo Kurdan hat derxistin. 1936-1938 Li bakurê Kurdistanê rêberîya Seyîd Riza de tevgara Dersîm. 1937 Di navbera Iraq,îran,Tirkîye û Efqanîstan de li dijî gelê Kurd Pakta Sadabatê. 1943-1945 Li Barzanê General Mistefa Barzanî serhildanê dide destpêkirin. 1945 Gelawêj-Tebax, Avabûna Partîya Demokrata Kurdistanê(Îran) PDK-Î. 1945 Mistefa Barzanî bi navê Azadî rêxistinek avakir. 1946 13 îlonê de Komara Kurdistan a Mahabad hate îlan kirin.Serokkomarê Komara Kurdistan Qazî Muhammed û Mistefa Barzanî jî serokê arteşê bû. 1946 16 Gelawêj-Tebax, Avabûna Partîya Demokrata Kurdistanê(Başûr-Iraq) PDK. 1947 17 çileya pêşin de arteşa îran ket Mehabadê .Komara Mehabad hilweşiya,Qadï Mihemed û hîn endamên Komîta Merkezî ya PDK-î hatin girtin. Serokkomarê Komara Kurdistan Qazî Muhammed ji alîyê Îran ve bi sêdereyê hat kirin. 1947 Mistefa Barzanî û Pêşmergeyên Kurd dest bi meşa mezin kirin. 1956 Navbera Iraq,îran û Tirkîye de dijî gelê Kurd Pakta Bexdaye hate çêkirin 1958 Bi darbeya General Kasim Iraq wekî Komara hevbeş a Ereb û Kurdan hate bi nav kirin. 1958 7 Cotmeh - Mistefa Barzanî ji Sovyetê vegerîya Kurdistan. 1960 18 Mijdar, Bo Kurdan li Kurdistana Bakûr biryara îskana mecbûrî hate girtin. 1960 13 Mijdar,li Başurê-rojavayê Kurdistanê Sînemaya Amûdêyê hate şewitandin encama vê bêbuyerê de 280 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da. 1961 11 Îlon – Li başurê Kurdistanê dijî rejima Iraqê şerê çekdarî ji nû ve destpêkir. 1962 8 Mijdar, Li Sûrîyeyê jimartina nufûsê de 120 hezar Kurd wekî biyanî hatin jimartin. 1964 Tîrmeh, Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkîye hate avakirin. 1967-1968 Partiya Demokrata Kurdistanê li rojhilatê Kurdistanê serhildan da destpêkirin. . 1969 23 Gulan, Li Kurdistana Bakûr û Tirkîye avabûna DDKO(Komaleyên Çandî yên Rojhilat ên Şoreşger). 1974 Li başurê Kurdistanê qanuna otonomîya Kurdistan 11 Adarê de hat ragihandin. 1974 Nîsan, Firokeyên Iraqê bajarê Qeladiz bombebaran kir.Encam de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. 1974 Li bakurê Kurdistanê PSK (Partiya Sosyalîst ya Kurdistan) hate damezirandin. 1974 Li başurê Kurdistanê Leyla Qasim û Hewalên wê ji rejima îraqê ve hatin îdamkirin. 1975 8 Adar- Iraq û Îran bi peymana Cezayîrê lihevkirin.Iran piştgirîya xwe ji tevgera başurê Kurdistanê kişand û Kurd dîsa hatin xapandin. 1975 Hezîran, Damezirandina Yekîtîya Niştimanê Kurdistan YNK. 1975 5 Îlon, Li navçeya Amed Liceyê encama erdhêjekî de 3 hezar kes mirin. 1976 Li başurê Kurdistanê di bin rêberîya Partîya Demokratê Kurdistanê de serhildenek mezin destpêkir. 1976 Li bakurê Kurdistanê rexistina KAWA hat damezirandin. 1979 1 AdarSerokê Netewîya gelê Kurd Nemir Mistefa Barzanî li DYE çû ser dilovanîya xwe. 1979 17Gelawêj-Tebax,Bajarê Mehabad ket destên hêzên Kurd. 1979 Hêzên rejîma Îranê êrîşî li ser Kurdistan kirin. 1980 Îlon,Destpêkirina şera Iraq û Îran.Di vê şerê de Kurdistan gelek zîyan dît. 1980 12 Îlon,Li Tirkîyeyê darbeya leşkerî.Girtin,kuştin û êşkence kirina sedhezaran Kurd. 1981 Federasyona Komeleyên Kurdistan li swêdê ava bû 1983 Hêzên Çekdar ên Tirkli başurê Kurdistanê yekem operasyonê xwe li dar xist. 1983 TîrmehRejîma Iraqê ji eşîra Barzanî 8 hezar girtin hatin qetlkirin. 1984 PKK dest bi şerê çekdarî kir 1987 Li Parîsê Konferansa Kurdî pêkhat. 1988 16 Adar,Rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser Helebçeyê.Encamê de 6000 Kurd hate kuştin. 1988 Li başurê Kurdistanê bi beşdar bûna 8 partîyên Kurdistanî “Enîya Netewîya Kurdî” hate damezirandin. 1989 13 Tîrmeh Sekreterê Giştî yê PDK-Î li Viyanayê ji alîyê sîxurên îranî ve hate kuştin kirin. 1990 Adar, Li Bakurê Kurdistan bajarên Amed,Şirnex,Mêrdîn,Nisêbîn, Qoser,Silopî,Kurtalan,Cizîr de serhildan destpêkirin. 1991 5Adar, Li başurê Kurdistanê raperîn. 1991 7 Adar, Li başurê Kurdistanê li bajarê Silêmanî serhildan. 1991 11 Adar, Bajarênbaşurê Kurdistanê Hewlêr û Xaneqîn hate rizgarkirin. 1991 14 AdarBajarên başurê Kurdistanê Dihok û Amêdî hate rizgarkirin. 1991 10 Tîrmeh kuştina Vedat Ayin û serhildana Amedê. 1991 5 Nîsan, Sedhezaran Kurdên başûrê Kurdistanê ji ber tirsa bombebara kimyewî û ji zilma sedam revîyan Kurdistana Bakur û tirajedîyek mezin pêk hat. 1992 19 Gulan, Li Başurê Kurdistanê hilbirtinên giştî yên Parlementoya Kurdistanê pêk hatin.1992 4 Cotmeh, Parlemena Neteweyîya Kurdistan “Dewleta Federe a Kurdistan” îlan kir. 1992 Yekemîn Mihrîca Navneteweyî ya Kurdistanê bi beşdar bûna des hezaran kesî li Elmanyayê pêk hat. 1992 20 Îlon, Li Kurdistana Bakûr li bajarê Amedê rewşenbîrê Kurd Musa Anter hat kuştin. 1992 Serokê PDK-Î Dr. Seîd Şerefkendî û hin hewlanên wî bi destê rejîma îranê li Berlîne hatin qetlkirin. 1993 Bi darbeyekî girtina parlementerên Kurd ên li parlemena Tirkîye. 1994 Gulan, Şerê birakujîyê di navbera PDK û YNK. 1995 30 Adar, Yekem televîzyona satalaytî ya Kurdî Med Tv dest bi weşanê kir. 1996 Îlon Li başurê Kurdistanê ji ber sedema şerê birakujîyê di navbera PDK û YNK de Hikumeta Kurdistanê perçe bû. 1998 27 Mijdar, Li başurê Kurdistanê televîzyona satalaytî Kurdistan TV dest bi weşanê kir. 1998 17 Îlon, Li DYEê navbera serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê YNKê Celal Talabanî de peymana Waşinton(Washington)ê hatê îmze kirin. 1999 15 Sibat, serokê PKKê Abdullah Ocalan li Kenyayê teslîmî Tirkîye hat kirin. 1999 Tîrmeh,PKK dev ji şerê çekdarî berda. 2001 21 Adar, Li bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê nêzî milyonek kes beşdarî pîrozbahîyên Newrozê bûn. 2002 4 CotmehParlemena Kurdistanê ji nû ve bû yek û hat vekirin.2003 3 Adar,Li Kurdistana Federal(başûr) bajarê Hewlêrê bo şermezaran kirina helwesta Tirkîye ku dixwest Kurdistana başur dagir bike nêzî milyonek kes daketin kolanan. 2003 9 Nîsan, Bi rûxandina rejîma Iraqê ji alîye DYE ve,xaka hemû Kurdistana Başur rizgar bû. 2003 14 Mijdar, Dîktator,bikujê sedhezaran Kurd Sedam Huseyîn ji alîyê DYE ve hate girtin. 2004 1 Sibat,Li Kurdistana Federal(başûr) bajarê Hewlêrêterorîstan êrişên xwekuj birin ser barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê .Di van êrişan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140 kesan hatine kuştin.Piştî vê buyerê li hemû Kurdistan û Cihanê xwepeşandanên sermazarkirinê û piştgirî dayînê bo Kurdistana Başur pêk hat.2004 21'ê sermaweza sala 2004'an de Ugu Kaymazê 12 salî li ber mala xwe ji hêla hêzên dewleta Tirk ve hate kuştin. 2004 13-14-15-16-17-18 Adar, li Kurdistana başurê-rojava de êrîşên rejîma Surîye ser neteweya Kurd û di serî de Qamişlo hemû bajarên Kurdan de pêk hatina serhildanên gel. 2004 9 Hezîran 4 parlementrê Kurd ku 10 sal di zindanê T.C de man Leyla Zana,Hatip Dicle,Salim Sadak û ….. hatin berdan. Piştî ku derketin dilsozîya xwe bo Dewleta Tirkan vêgotin. 2004 9 Hezîran Li Tirkîye di televizyona ferya a dewletê TRT de yekem car bi zimanê Kurdî weşan hat kirin. 2004 Tîrmeh, Li Brîtanya Koma Govendê ya Kurdistan di “Lêca Govendên Cîhanê” bû yekemîn û Ala Kurdistan hate daliqandin.Tv’ên wekî BBC,SC4,OPOUS û gelek televîzyonên Cihanê serkeftina Kurdistanê di nûçeyên xwe de weşandin. 2005 Sibat,Li Kurdistana Azad û Iraqê hilbijartinên giştî pêk hat.Di vê hilbijardinê de Neteweya Kurd encamekî dîrokî bi destxist.Listeya Hevpeymanîya Kurdistan ku gelek partîyên Kurdistanê tê de cih digirt li seranserî Iraqê de %30 deng vergirt û 70 parlementier xist parlemane Iraqê.Her wiha bi vê hilbijartinê hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî hat kirin.Parlemena Kurdistanê de jî listeya ku PDK,YNK û hin partiyên din têde cih digirtin ji dengan bi qasê %90 deng vergirtin.Bi vê avahî Hikumetên Kurdistan bi temamî bû yek.Di vê hilbijartinan de Kurdan serkeftinek mezin di Kerkûkê de jî bi destxistin.Kerkûk, carekî din eşkere bû ku bajarekî Kurdistanîye.Her wiha di hilbijartinên Iraqê de li ber hemû Cihanê eşekere bû ku angaştên Tirkan vikûvalaye,Enîya Tirkmenan ku bo bêistiqrar kirina Kurdistan bi destê Tirkîyê hatibû damezirandin tenê li dora %1 deng girt.2005 Îlon Ji Kurdistana Azad bo Ewropa û Rojhilata Navîn seferên firokeyan destpêkir. 2005 Kewçêr:-.Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di meha Kewçêrê de bi avayekî fermî bo Washington(Waşinton) hat dawet kirin.Ku îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekê dewletek serbixwe ji alîyê Serokê DYE ve hat pêşvazî kirin.Ev tevgera DYE yê wek “Qebûl kirina rastîya Kurdistanê” tê şîrove kirin.Her wiha Serokê Kurdistanê piştî serdana xwe ya DYE welatên wek Brîtanya,elmanya,Austuya û Îtalyayê de jî wekî serok dewletekê hate pêşwazî kirin.Gera Emerîka û Ewrûpa ya Serokê Kurdistanê di riya serxwebûna Kurdistanê de alîyê dîplomasî de gavekê mezin bû. 2005 15ê Berfanbara 2005ê de hilbijartina giştî bo Hikumeta daîmî li Iraqê pêk hat.Berîya hilbijartinan wekî hilbijartina berê biryar hate dayîn ku dîsa bi lîsta hevpeymanîya Kurdistanî Kurd tevlî hilbijartinan bibin.-Yekgirtu Îslamî Kurdistan bo vê hilbijartinê tevlî lîsta Kurdistanî nebû.Piştre daxûyanîyên Yekgirtû Îslamî Kurdistan(YÎK) li dijî hevpeymanîya Kurdistan û Hikumetên Kurdistan û her wiha beşdar nebûna YÎKê bo vê hevpeymanîyê di nava gel de li beramberî Yekgirtu nerazîbûnek derxistibû holê û ev nerazîbûn rê li bûyerên nexweş vekir.-Li nava Kurdistanê û li dervey Kurdistanê gelek grup û kes hewla perçe kirina hêza Kurd kirin lê encamên dawî nîşan dide ku hewldanên wan derdoran vala bûye.Lista Kurdistanê li hemû bajarên Kurdistanê de ji hilbijartanê berê zêdetir deng vergirt. 2005 17 Berfanbarê de Li Amedê, ji bo çareserkirina pirsa kurdî, qasî 250 rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li hev kom bûn. Di civînê de rewşenbîr û siyasetmedarên kurd diyar kirin ku divê li Bakurê Kurdistanê jî pirsa kurdî, bi şêweyeke demokratîk û federatîf bê çareserkirin. 2005 Di 2005an de jî rejîma Îranê zordestîyên xwe li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê dom kir.Hatina Ehmedînecad bo Serokkomarîyê, pêla faşizm û paşdamayîna li Îranê bilind kir. 2005an de li Rojhilatê Kurdistanê gelek weşanên Kurdî hatin girtin û hin Kurd jî hatin înfaz kirin. 2006 28 Adarê de li Amedê Polîs ser meşa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li dar xistin êrîş kiri bû û piştre tevahÎ Amed û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê de bi rojan navbera gel û hêzên dewleta Tirk ve alozî û pevçûnên dijwar derketi bû.Di encama êrîşên û terora dewleta Tirk de kir nêzî 20 Kurd bi avahekî hovane hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.Li Amdê serhildenek mezin destpêkir û 8 rojan berdewam kir.Di vê maweyê de di gelek cihên Amedê de hêzên Tirk neçar ma bûn ku ji cihên xwe vekişin. 2006 12 îlonê de bi teqandina bombeyek ji alîyê dijberên Kurdan ve 11 Kurd şehîd bû.Amed bi çalakîyên mezin nerazîbûna xwe dijî vê qetlîamê nîşan da. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
gelek spas dikim...her hebi...
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dîroka Kronolojîk | ßotan | Dirok | 0 | 29-11-2007 04:28 PM |
| Dîroka Ehmedê Xanî | MÊVAN | Dirok | 0 | 04-11-2007 11:51 PM |
| Xwîşk û birayên delal, | bervan21 | Dirok | 0 | 03-10-2007 12:22 AM |
| Yekemİn Romana DİrokÎ A Kurda Derket | berxwedan | Çandi Gişti | 0 | 13-03-2007 08:31 PM |
| Dîroka Wendabûyî (ya) "KURDISTAN" | Dino-Amed | Çiroken Kurdi | 1 | 02-03-2007 11:14 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.