Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 10-12-2007, 10:49 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Post Þerê Þêx Seîd û salên Þewatê


http://tbn0.google.com/images?q=tbn:...xayinka_dd.jpg
Þerê Þêx Seîd û salên Þewatê

”Ha rabû ha rabû
Þêx Seîd efendî rabû
Gulleyên van zaliman
Diçirsin wekî çiran
Topên van kafiran
Dizûrin wekî guran.
Heylo li me hewarê
Delîl li halê Îslamê
Kes bi îmdada me nayê
Gola xwînê pir kûr e
Debra nû nade qamê!

Þerê Þêx Seîd û salên Þewatê Wek tê zanîn serhildana Þêx Seîd di sala 1925 an de dest pê kiribû. Herçiqas serhildanê li Pîranê dest pê kiribe jî, di eslê xwe de navenda þoreþê li herêmên Licê û Darahênê bû. Licê û Darahênê cîranên hev û wek heremek in. Ji xwe paytextê þoreþê Darahênê bû. Licê ji sala 1918 an ve, bi rêxistinî bû. Fehmiyê Bîlal di sala 1918an de bi Ekrem Cemîl Paþa û çend kesên din re li Amedê beþê Komeleya Pêþketina Kurdistanê vekiribû. Ew Di sala 1922an de jî bûbû damezravanê Rêxistina Azadî ya beþê herêmê. Piþtre ku Serokê Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî ji aliyê dewletê ve tê girtin, vê carê Rêxistina Azadî Þêx Seîd wek serok hildibjêre. Þêx Seîd ji pêþewayên Tarîqata Nexþebendî yek bû. Di nav tarîqata Nexþebendî de ew þêxekî paye bilind bû. Þêx Seîd dibe serokê þoreþê û Fehmiyê Bîlal jî dibe sekreterê wî.
Þêx Seîd bi 500 siwarî ve, ji Darahênê tê herêma Dimbilyan. Komîteya Licê di bin serokatiya Fehmiyê Bîlal de Mele Mistefayê Licî, Tahar Axa, Eliyê Þewêþ, Eliyê Hewro û bi sedan kesên çekdar ve diçin herêma Dimbiliyan pêþiya Þêx Seîd. Li wir, li gundê Emê Faro civîneke mezin çêdikin û rêzek biryar digirin. Þêx Seîd ji wir jî bi ser Hênê re derbasî Pîranê dibe. Wek tê zanîn dewlet li Pîranê provakisyonekê derdixe û ji bêgavî û neçariyê þer dest pê dike. Di 8ê Sibata 1925an de serhildan li Pîranê dest pê dike û nûçeya wê gehîje Hênê û Licê, di du roj piþtre 10ê Sibatê de, birayê Þêx Tahîr bi komîteya Licê re dest dide ser postexanaya Licê.Di navbera çend saetan de hemû dem û dezgehên dewletê tên dagîrkirin û kontrola birêvebiriyê dikeve destê komîteya þoreþê. Esker û memûrên dewletê nayên kuþtin û ji derî çend bûyerên nexweþ êþkence li wan nayê kirin.

1 Çûna ser Amed û dorpêçana wê
2 Berxwedana Tahar Axa û Eliyê Þewêþ
3 Þerê gerîlayî
4 ”Þikeftên Sêwiyan, nexweþxanên Birîndar û Kuþtiyan”
5 Programa wê Þergehê
6 Þikefta Birqleynê
7 Hejmara kesên ku hatin kuþtin


Çûna ser Amed û dorpêçana wê
Þêx Seîd ji 8 kesan Konseya Þer ava dike. Ev konseya rêxistina herî bilind e û hemû rêxistin û komîteyên din di bin biryar û dîrektîvên wê de dixebitin. Endamên Konseya Þer ji van kesan pêk tê: 1. Þêx Seîd (serok), 2. Fehmiyê Bîlal Efendî (sekreter), 3. Seîd Begê Medragî, 4. Þêx Îsmeîl, 5. Reþîd Axayê Têrkî, 6. Salih Begê Hêneyî, 7. Sidîqê Pîranî, 8. Mele Mistefayê Licî. Komîteya Þer di pênc cepheyî de dest bi þer dike:

Cephê Bakur û Bakurê Rohilat. Qada þer Mûþ û Varto ne. Komutan Þêxê Melikan Þêx Ebdullah e. Di bin komutaniya wî de Xalid Begê Hesenanî, lawê Þêx Seîd Elî Rîza û Xelîlê Xeto ne.
Cephê xarpêtê, komutan Þêx Þerîf e.
Cephê Erxeniyê, komutan Þêx Þerîfê Gokdereyî ye.
Cepheyê Farqînê,komutanê Þêx Þemsedîn e.
Cephê Diyarbekirê ji rojhilat ve Heqî Beg û ji rojava ve Emê Faro ye.
Herweha Komîteya Licê bi talîmata komîteya Giþtî ya Þer seferberlik îlan dike. Ji gom û gundên Licê bi hezaran kesên çekdar li navenda Licê dicivin. Li gor îmkanên xwe çek peyda dikin. Li Licê du serfermandarî ava dikin. Her fermandariyek bi qasî 3.000 çekdarî pêk tê. Yek di rojavayê Çemê Dîclê de û ya din jî di rojhilatê çemê Dîclê de ber bi Amedê ve diçin. Serfermandarê rojava Emê Faro û ya rojhilat jî Heqî Beg bûye. Bi siwarî û peyatî dikevin ser riya Amedê. Li nêzîkî Amedê þer di navbera çekdarên Liciyan û hêzên dewletê de dest pê dike. Siwariyên canfîda dajon ser top û mîtralyosan. Hêzên dewletê nikarin li ber xwe bidin û bi paþ ve vedikiþin nav bajêr. Ew top û tifingên xwe di hundirê bedenê de bi cî dikin. Hêzên di bin serokatiya Heqî Beg û serleþkerên din de pira Dehlengerî derbas dibin û nêzîkî li Derê Mêrdînê dikin. Eniya din di bin serokatiya Emê Faro de di rojavayê çem de hêla Deriyê Rihayê lenger dikutin. Hêzên Emê Faro û yên birayê Þêx Seîd, Þêx Evdirrehman ku serfermandariya eniya Made- Ergenî û Pîranê dikirn li ba bedenê dibin yek. Ji xwe ev hersê hêz tenê diçin ser Amedê. Ji sê hêzan du yên herêma Licê ne. Herwha di roja 29ê sibata 1925an hêzên Kurd ji her alî ve derûdor li bajêr digirin.

Belê cephê Amedê dibe cephê Liciyan. Di þerekî dijwar û bêbav de ew xwe digîhînin bin bedena Amedê. Êrîþên dijwar dibin ser top û makînan. Cemîlê Seyda û gelek kesên din di vî þêrê top û mîtralyosan de serketin û destketinên mezin bi dest dixin. Bi tifingên kurmancî top û makînên cengê ji dijmin digrin. Di dawiya þerekî dijwarde, di rojên 7 û 8ê Adarê de eskerên Þêx di Derê Mêrdînê de dikevin hundirê bajêr û dest didin ser gelek top û cebilxane. Lê hezar mixabin dijmin di Xeta Fransawî de esker dikþîne Mêrdînê û di riya Mêrdînê digijîne alîkariya hêzên xwe yên nav bajêrê Amedê ku dor li wan hatiye pêçan. Hêzên Þêx Seîd li hember wan top, tank, balafir û eskerên dewletê bêgav dimînin û xwe ji bajêr û derdora bajêr bi paþ ve vedikiþînin.
Di 27ê Adarê de hêzên herêmên Licê û Darahênê bi paþ ve, ber bi çiyayên Licê ve vedikiþin. Aliyê Kurdan têk diçe. Çend roj piþtre Di 3-8 Nîsanê de eskerên Tirk hemû herêmên Licê, Darahênê û Cebexþûrê digirin bin kontrolê. Di 14 Nîsanê de jî Þêx seîd dikeve destê hêzên Tirk.1 Gund û navçeya Licê dikevin destê eskerên Tirk. Komutanên artêþa Tirk bînbaþî Elî Heyder li Licê, li Pilolagê konê xwe vedigire. Gaziyê cehþ û sîxuran dike. Bavê Hîkmet Çetîn Seîdê Mehmo rêberî û serokatiya sîxur û cehþan dike. Lîsteya malbatên ku esker û alîkariyê dabû Þêx Seîd pêþkêþî komutanên Tirk dike.
Li Licê her kes dikeve hundir û paçê spî li ser dîrekekê dixin û li ser xaniyên xwe dadiçkînin. Piþtre sîxur didin pêþiya eskeran, mal bi mal digerînin û ew kes û malbatên ku giliya wan hatine kirin, berhev dikin û dibin Pilolagê ba komûtanê Tirk. Hinek ji wan li wir dikujin û çendek jî diþênin mehkema Îstîqlalê ya li Amedê. Yên ku diþênin Amedê piraniya wan bi paþ ve venagerin. Yên beþdarên þer bûne dema tên girtin, serên wan jê dikin, li ser singekî dixin û didin destê delal û carcî bi wan didin bangkirin. Ji mehela Qerehesen heta ya Þeer û Goyê Gomgo diçûn û tên. Bi dengekî bilind diqîrin:
”Derkevin, derkevin û vê îbretê bi çavên serê xwe bibînin! Mirov nikare li hember dewletê þer bike. Yên ku bên xapandin û li hember dewletê þer bikin, dawiya wan ev e. Bibînin… bibînin ji xwe re hukmê dewletê bibînin!…”
Berxwedana Tahar Axa û Eliyê Þewêþ
Berxwedan û serpêhatiya du qehremanên Licî ji wê demê ve heta niha dê û bav ji zarokên xwe re dibêjin. Bûyer weha ye: Dewlet ew malbatên ku beþdar û piþtgiriya serhildanê kirine, malên wan dike girtîxane. Tê gotin ku girtîxana herî mezin û bi nav û deng mala Fehmiyê Bîlal bûye. Herweha li mehela Mela gelek mal û camî dikin girtîxane. Gelek kesî digirin û dibin li wir bi wan êþkence dikin û piþtre jî dibin û dikujin. Ji wan girtiyan yek Tahar Axa û yê din jî Eliyê Mala Þewêþ bûye. Herdu jî mezinên malbatên xwe bûne û endamê Komîta Licê bûne. Her ku bi Tahar Axa û Eliyê Þewêþ îþkence dikin, ew jî heta ku ji wan tê bi sloganên netewî diqîrin û li dij dewletê gotinên nebaþ dibêjin. Malên nêzîk dengên wan dibîhîsin. Eskerên Tirk di dawiyê de ji bo dengên wan bibirin lêvên herduyan yên jêrîn û jorîn qul dikin û quflik lê didin û devên wan kilît dikin. Ji bo kuþtina wan medota gulebaranê bi kar nayînin. Herduyan di kêleka hev de, li ser piþtî davêjin erdê û darên mezin û giran didin ser zikê wan, bi rojan weha di bin êþkence de dihêlin ku heta ku þehîd dikevin.

Herweha ji gundên ku kes beþdarên þer bûbûn an jî alîkarî dabûn, bê lêpirsîn û îfade mêrên gund li meydana gund kom dikin û piþtre gullebaran dikin. Gelek jin û zarok dikin lodên çilo û agir berdidin û bi lodên çilo ve ew diþewtînin.
Mala Mehmo heta salên 1930 û xebata xwe ya sîxur û muxbîriyê didomînin. Di sala 1928 an de dema hukimeta Mistefa Kemal înqilaba þewqê çêdike, mala Mehmo bi riya dewletê þewqe tînin Licê û difroþin. Þewqeyekê bi 25 quriþî dikirin û tînin bi darê zorê bi du lîrayî difroþin xelkê. Dema xelk di hember vê zilm û kedxwariyê disekine, mala Mehmo diçin ji dewletê re dibêjin ku ev kes û malbat li dij qanûna þewqê ne. Çend kes ji bo þewqê jî tên bi dar ve kirin. Yek ji wan Emrê mala Emîn Axa ye ku niha paþnavên wan Ekinci ne. Li ser giliya Mala Mehmo Emer û çend kesên din digirin û dibin Amedê li mehkmeya Îstîqlalê bi dar ve dikin.
Li herêma Licê bi tenê gundên Pêþêkevir beþdarî Þerê Þêx Seîd nebûne û dewletê dest nedaye wan gund û gundiyan. Pêþêkevir gundên baþûrên Licê ne ku dikevin navbera Licê, Hezro û Silîvanê. Piraniya wan gundiyan mirûdê Þêxê Hezanê, Þêx Selîm bûn û Þêx jî bi dewletê re bû. Tê gotin ku Atatirk madelye û saeteke zêr wek xelat daye Þêx Selîm. Þêx xelatên xwe bi dîwar ve kiriye ku xelk bibîne. Hîn di dema Osmanî de Mistefa Kemal bi rutba yuzbaþî li Farqînê dixebite. Þêx Selîmê Hezanê wê demê Mistefa Kemal wek lawê xwe yê manewî qebûl dike. Evirrehmanê Benî ku mêrkujekî dijwar bû peyayê Þêx Selîmê Hezanê bû. Di dozekî xwînî de 17 kesî di dema nimêja înê li nav camiya Benê kuþtibû. Þêx Selîm û dewletê piþtre wî qatlî kirê kirin û li hember kes û hêzên welatparêz bi kar danîn. Evdirrehmanî Benî serokê mifreza bakurê Licê ya herêma Mistan Mûso û Mehmed Elî bi çend hevalên wî ve li þikeftên Qediþtê di xew de dikuje û laþên wan tîne Licê li ba sereya Mehmed Begê li kêleka hev rêz dike. Li gundê Zengê bi tenê Malbata Hecî Mihemed ji ber ku ne mirûdê Þêxê Hezanê bû, xaniyê wî hat þewitandin û pênc lawên wî Ezîz, Elî, Arif, Reþîd û Sebrî hatine þehîd kirin.2

Þerê gerîlayî
Piþtî girtin û bi darvekirina Þêx Seîd, þoreþ carek din xwe li herêma Licê ji nû ve bi rêxistin dike. Bi grûbên biçûk dest bi þerê çekdarî dikin. Herweha heta sala 1928 an þer li herêmên Licê û Darahênê dom dike.Dewlet bi zanebûn efûyeke giþtî derdixe ji bo ew kesên ku þerê gerîlayî didin û ew kesên ku çûne Binxetê bi paþ ve werin û yek bi yek ji navê rabikin. Û weha kirin. Efû derxistin gelek serokên Kurdan ji Binxetê vegeriyan û yên din jî çekdanîn. Dewletê hîn di rê de dest bi kuþtina wan kir. Yên mayî hinek jê mecbûr dimînin û carek din dest davêjin çek û derdikevin çiyê. Di sala 1929 an de þerê Agiriyê dest pêdike. Hinek ji wan koman diçin beþdarî þerê agiriyê dibin û hinek jî dixwazin ji bo dewlet bi tevî bi ser Agiriyê ve neçe li gelek herêmên Kurdistanê mifrezên çekdar pêk tînin û dest bi çalakiyan dikin. Hesen hiþyar wê rewþê weha tîne zimên:

”… Di sala 1929an de ji bo ku dewleta Tirk hemû giraniya xwe nede ser Araradê Kurdên ku ji ber efuyê vegeriyabûn û yên ku heta wê rojê teslîm nebûbûn û li çiyayên Kurdistanê komên biçûk avakiribûn. Ji wan komên mifrezan hinek jê ev bûn:
Li çiyayê Mereto Mala mufreza mala Eliyê Yunis.
Li Botan eþîreta Garisan
Farqîn Þêx Fexrî
Li Licê û Hênê Hesen Hiþyar
Têrkan Mehmedê Perî û Îbo
Bakurê Licê li herêma Mistan Mûso û Mehmed Elî
Xançûk, bakurê rojavayê Licê ku dikeve rojavayê riya Amed û Cebexçûrê. Eþîra Emê Faro, piþtî Emê Faro Mufreza Ehmê Huseyn
Cebexçûr, mufreza Zaza Huso
Li Palo li herêma Sîwanê mufreza Hesen axayê Meman.

”Þikeftên Sêwiyan, nexweþxanên Birîndar û Kuþtiyan”
Destpêka þoreþê di 13. 2.1925 an de me li pênc qadan derî li þerê leþkerên Tirk vekiribûn. Di van pênc eniyan de 45 hezar leþkerên me li hember 118 hezar leþkerên Tirk þer dikir. Di sê mehên pêþîn de, me bi awayekî cepheyî û berfireh þer kir. Di wê plana þer de, gelek dijwarî û asteng derketin pêþ me. Bi wan tecrûbe û zanînan sercengiya þoreþê, þerê me wergerandin þerê mîlîsî (gerîla) û qerargeha me kete çiyayê Xançûkê. Ew diket bakurê qeza Licê. Di navbera Licê û Darahênê de bû û 50 km ji Licê dûr bû. Di vê herêmê de 25 gund hebûn lê leþkerên Qolorduya Heþtan tevahiya rûniþtvanên wan gundan bi jin, mêr, kal û pîran ve kuþtibûn û herêmê vala kiri bû. Þoreþê dixwest herêma vala dabigre.


Programa wê Þergehê
Ji þerê qadan pê ve, her roj tîpên canbêzaran (grûbên fedayî) bi kiþandina çîtikên reþ dihatin niqandin. Her tîpek 50 fedayiyên sîlahþor di bin serokatiya serbazek de diketin eniya þerê dijmin. Derketina van fedayiyan bê atlahî pê der pê bûn lê kiþandina fîtikên reþ jî ne tiþtekî hêsan bûn! 2 Ji wîqasî min xwe jê hinek vedigirtin lê axaftvanê þoreþê di gotaran de bi pirsên dilbirîn agir bere dilê mirov didan ku ew tirsa mirinê ji bîra mirov dibirin. Bi wan dilgermiyan rojekê min jî dest xiste tûrê fîtikan û kaxizeke reþ kiþand lê dilê min spî û ronik bû. Belê mirin hate ber çavên min lê dîroka welat jê mezintir bû. Ew perde li hiþê min vegirt. Bi wê ramanê min xwe bextiyar dît. Daxwaza xwe ji komelê re derpêþ kir û rêzan ji wan xwest. Tavil 50 xortên cengewar xistin rajêriya (bin emrê) min û qada çûna me bi min dane zanîn. Em tev de bi cilên leþkerên dijmin û hespên me jî yên wan bûn. Ji bo ku dijmin me ji dûr ve nas neke heya em bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku gera me bi roj bû, ji dêla ku ew li me bigerin, em li wan digeriyan. Lewre plana fedayî ew e ku ber bi mirinê ve zêdetir gav davêtin.

Gava em ji þergehê (qerargahê) derketin êvar bû. Êdî þevê perda reþ li çiyan vegirtibû. Bergeha me wek behreke reþ û tarî destên me ji me xuya nedikirin. Rênerî li benda awirên çavên hespan mabû. Rê wek kemeran li pesarên çiya dizivirîn. Bayê sar di geliyên bilind û kûr de li hev vedigeriya. Kovikên berûyan bi dar û deviyan di nav pêlên bayê de difîkandin. Du siwar pêþdar û du domdar li pê me em rêwî bûn. Bê deng û bê cixare kiþandin þev giha bû nîvî. Min dît ku herdu pêþdar sekinîne û ji min pirsîn:
– Ezbenî li van dorana gund, avahî hene an na?
Bersiva min:

– Li milê çepê bi navê Dereyê Sayer gundek hebû lê Tirk þêniyê (kes, nifûs) wî tevde kuþtin û niha gund vala ye. Wî got:
– Ezbenî li wê hindavê dengê giriyê zarokekî tê.
– Min got:
– Du ji we dakevin, bê ka çi deng e?
Diduyan hespên xwe dan destên hevalan û daketin nizmaniya çiyan. Di gehîþtin û dîtinê de li fîrfîrikê dan, hingê me zanî ku tiþtek heye. Ez û pênc heval daketin û çûn ba wan ku çi bibînin! Newaleke kûr û dirêj ji kuþtiyan (jin, zarok, kal, pîr) dagirtiye! Ew girîna zarokekî yeksalî li ser sînga diya xwe ya mirî bû û dev di pêsîra bê þîr de bû! Wê dergûþê bi pencên xwe xwîn ji birîna diya xwe anî bû der. Li ser singê wê wek kaxizeke spî bi xetên sor hatibû neqþandin! Bi vê dîtinê hîn hevalên ku ew bûyera weha dijwar ne dîtîbû û ne bihîstibû, hêstirên çavên wan diherikîn ser simbêlên wan, hingî min ji wan re got:

– Xortên dilower û dilovan, li ber kirinên dijmin girî ne þanê Kurd e. Divê em dijminê sitemkar bi girî vekin û heyfa wan hilînin.
Ji wan dîtin û dilên birîn me rahiþte wî zarokî, bi xwe re anî ba hevalan. Em siwar bûn û berê hespên xwe bi þikefta Birqlînê ve kir. Bergehekê þoreþê li wir jî hebû.


Þikefta Birqleynê
Ew þikefta bi navûdeng dikeve bakur-rojavayê qeza Licê ku sê çaviyên çemê Dîclê ji wir dertên. Jê re Biriqleyin tê gotin. Di rex bilindiya çiyê de, ew þikeft di bin çiyayekî bilind de bi awayekî kemer wek kesk û sora nav ewr bi derekî mezin lenger veda ye. Di gelîyekî kûr de ye. Di pozê bilindiya dûr de tîrêjên rojê bi rengê memûþag li þax û kulîlkên darên kevot, qizwan û godîþan wek elektrîkên renga reng vedidan. Di nav bilindiya pêlên derya ba de, li ber çavên mirov dilerizîn. Nemaze ew giyayên ku bi daran ve hilkiþiyane jor wek têlên tembûran ku mirov bawer nake ew ronahî ji tayên giya vedijene.

Çawa ku ji bîna wan gul û giyan tevî kulîlkên daran dibin pelên derya dadikevin nizmanî û newalan û li rûyên mirov vedigerin! Gezokên ku li dar û deviyên mazî û hesindar bariyane, dema roj li wan dide pelên wan dar û deviyan wek mirikên ku roj li wan xe, tevde diberiqîn û çavên mirov li ber wan venabin!
Ava Dîclê di bin siya daran de wek lefên maran di ser hev re pêl didin û digindirin. Tîrêjên rojê di nav pelên daran de pelek pelek li rûyê avê didin wek perên zîv têne jimartin! Di kenaran de pêlên avê li zinarên mezin dikevin, di ber qefan de bi kefa þîn pingêr vedidin. Ji lat û zinarên bilind çirên avan dema dadikevin nizmaniya kûr wek caweke spî li hev ditewin. Li erdê wek sabûna tayîd kef didin. Dengên þalûl û bilbilan dikevin nav hev.
Di valayî jorên geliyan de, li gor bilindiya kumbetên serê çiyan, ezman wek çadireke þîn ji hev qet qetî xuya dike. Dar, ber û hêþînayî ku di pesarên çiyan de bergeh girtine wek xaliyên Ecem bi rengên tewir tewir rewiþdar in. Çi kesên ku zanistiyên mîtolojî û pesindariya bihuþtê bîstibe, bawer dike Baxê Îrem ew der e.
Ew zaroka ku me ji nav kuþtiyan anîbû bi me re bû, em ber bi þikeftê diçûn. Nîvê þevê em gihan Kevira Bazdê. Di newalên pêþ û rix me de garanên berazan hevgel dibûn. Çawa ku li serê zinarên bilind piþkênên pezên kovî û dengê goyînê wek nalîna birîndaran bi zîz diketin guhên me. Li ezman istêrk hûr û dûr diçirisîn. Helm û gulma ji çaviya çemê Dîcle radibûn wek mijê, ew newal û nizmanî dagirtibûn.
Em gîhan nêzîkî þikeftê. Devera ku hespên me nikaribûn derkevin jor, me hesp li benda hevalan hiþtin, bi peyatî ez û çend heval hilkiþiyan jor. Ji niþka ve deng hat û gotin:
– Hûn kî ne, me hûn kuþtin?
– Em jî ji we ne, ne bîyanî, destên xwe bi xwe bigrin!
– Yek tenê ji we werin jor ba me.
– Ez bi tenê çûme ba wan û þevbixêr li wan da ku çar kalên emrên wan li derdora 60-70yîne. Di dest wan de tifing û li ber wan bombeyên destavêj komkirine. Bi wê dîtinê min ji wan re got:
– Apên mêrxas û cengawer, ez gelek xweziya xwe bi we tînim ku hûn bextîyar in. Tevî vê kalîtiya xwe hûn payedarên jin, zarok û birîndaran in. Li welatên bîyanî kalên wek we timî bi derziyên vîtamînan jîndar in, dîsa nikarin zivistanê ji ber soban dûrkevin. Ev quwet dîsa ji ba û hewa paqij a diya me Kurdistan tê. Ku tevî vî emrê mezin û xwarinên kêm hûn hêj xurt û hêzdar in. Yekî ji wan ji min re got:
– Birarzê delal ma ne þerm e, te cilên zabitên dijmin li xwe kirine?
– Apê delal ez zabitê Kurd im, ne yê dijmin lê min cilên dijmin li xwe kirine ku bikaribim xwe bigihînim nêzîkî wan û keysê li wan bînim.
Piþtî pirsyar û bersivan, min xeber da hevalan û ew jî hatin. Du bar beksemat û goþtên qutîkan tevî hin ”Îtalya harb paketî” ji bona birîndaran ên ku me ji leþkerên dijmin girtibûn bi xwe re anîn û em derbasî þikeftê bûn.

Þikeft bi awayekî pehn û dirêj wek bajarekî sergirtî di hundir de kuçe û kolan bi birrandinek hendesî ji hev dihate qetandin. Di her kuçekî de bi dehan þikeft hebûn. Tevde çarçik li dorhêl wek kursiyan ji kevir pêçandibûn. Dîwarên wan tevde ji çîn û neqiþan (niha ewropî diçin fotografên wan digrin û dixin albûmên xwe) di kevir de kolandî li ser deriyê der ê mezin bi xetên Kurdan ên kevin ”Masî Soratî” (Abdîn Uzmen mufetiþê Tirkan li Diyarbekir, yê bê ol, çar silim ji Licê birin û xistin serhev û 500 pangnot da yekî. Wî bi çakûçan ew nivîsarên giranbiha wek li pira Batman û bedena Diyarbekirê giþt xira kir.) nivîsandibû. Dema di hundir de em digeriyan refên þivþivokan di ser mere difiriyan. Ji baweþînên baskên wan bayekî sar li rûyê me dida. Berê ku em gîhan þikeftên Sêwiyan, ên ku dê û bavên wan hatibûn kuþtin, hinên ji wan re bûbûn dê û bav û wan xwedî dikirin. Ew zaroka ku bi me re û me ew ji nav kuþtiyan anîbûn ew jî me sparte wan. Ew jî kete nav hevalên xwe ên sêwî! Ew nan û qutîkên ku bi me re bûn, me, ew dan wan û em derbasî þikefta birîndaran bûn!
Dema em derbasî þikefta birîndaran bûn, me xêrxweþî li wan dan û min ji wan re got:
– Gelî birayên dilawer û cengewar, divê hûn bizanibin heya ku em birîndar nebin miletê me bi hêsanî û bi azadî najî! Ev xwîna birînên we ne ku pê dîroka hunerweriya gel tê nivîsandin. Rengê ala me ya pîroz ji xwîna we reng vedaye! Divê hûn bextiyar û payedar bin. Her bijîn fedekarên milet!
Lê sed mixabin doþekên bin birîndaran ji pûþ û pelên çilo bûn. Bi kesereke mezin min ji wan pirsî:

– Birînên we kî derman dike û dermanên we çi ne?
– Pêþî mîlên hingiv û xwê, paþê ji benîþtê daran, þima û rûnê nivîþk.
– Ka bijîþkên (doktor) we kî ne û li kû ne?
Em derbasî ba bijîþkên bê dîplome, dermanxane û bê derman bûn. Me dît ku li wir jî sê kal hene. Her yek bi dermanekî ve bendewar bûn:

l- Hingiv û xwê di nav hev de dikelandin heya ku dibûn hevîr, paþê dikirin mîl, li ser sêlikan ziwa dikirin û dibûn wek bizmar. Bi wan birîn dikewandin.
ll- Rûnê nivîþk, benîþtê qizwanan û þima hingiv di nav hev de dikelandin û berê qutîkan didan. Ev dikirin fitîl ji bo birîndaran. Ji vê pê ve dermanên wan tune bûn.
lll- Yê sisêyan nêrevanê ser herdu bijîþkan bû. Wî pîvan û demdirêjiya kelandinê bi wan dida zanîn. Ew serbijîþk bû. Li ser vê dîtinê min ji her sêyan pirsî:
– Xwarina we tevî birîndaran û zarokan çi ye û ji ku ji we re tê?
– Xwarina me giþan tenê goþt û nan e. Ji her çend rojan carekê þoreþ ji me re 15-20 pez û 10 çiwal ard diþîne. Em wan pezan serjê dikin. Pîrek jî nan li ser sêlan dikin.
Piþtî van pirsyaran, min ”Îtalya har paketî” ji bo birîndaran da wan hersê doktoran û ji wan re got:

– Doktorên dilovan, birînên nû bi van derziyan derman bikin, ji wan mîlên hingiv û xwê gelek çêtir in. Her ji wan bi destên me ketin em ê hinên din ji we re bînin. Ger em vegeriyan wargeha þoreþê em ê ji wir ji we re biþînin. Niha bere me li qada þer e; em nizanin em jî birîndar dibin an têne kuþtin û navê me derbasî dîroka me ya pîroz dibe!
Dîsa min ji wan pirsî:

– Ezbenî ew birîndarên ku dimirin û diçin dilovaniya Xwedê hûn li ku vediþêrin?
– Hêdî bipeyîve, dengê xwe hilmede ku birîndar nebihîsin. Werin em herin þikeftê miriyan pêþ we bikim.
– Ew li pêþ me û em li paþ wan debasî zivîngên dawîn bûn ku þehîd tevde di ber hev de dirêjkirî ne! Wek ku di xewa þêrîn de bin! Ji ber ku þikeft cemidî bû û laþên wan xirab nedibûn. Hingê bi axîn û keser min got:
– Hey peyarî û mezintirîn milet, we ji bona azadiya welat û gel ruhê xwe yê þêrîn bi derda! Niha li ber çavan hûn mirî û ji civaka me bi dûr ketine lê giyana we ya paqij di ezmanê welêt de ronahî vegirtiye! Hûn nêrevanên kirinên me ne. Heya roja dawî em minetkarên we ne. Hîmê azadiya me bi zendên we tên danîn. Çawa ku navdariya dîroka me ji hunermendiya we dagirtî ye! Serbilindiya me hûn in. Pesindariya me bi we ye! Niha dengê me nayê we lê sibê dengê welatiyan nayê me jî, ji ber ku em jî li pê we rêwî ne. Em heyfa we digerin! Belê dengê me nayê we lê dûxana tifingên me di valayî jora erdê welêt de li dor giyanê we yê pîroz weke hîvê bênder girê dide. Heya ku ala azadiyê wek kesk û sora nav ewr li dor giyanê we tevan vede, hingê em bextiyar û hûn jî peyar in!
Bi van gotinên dilbirîn me ew goristana bê mezel hiþt û vegeriyan ba birîndaran. Dîsa dilgermî da wan û hatin ba koma sêwiyan. Wek pêwirê ezman li hev kom bûn. Me destên xwe li serên wan gerandin, girî kete qirika me û em ji þikefta Biriqlîn derketin û hatin li hespên xwe siwar bûn û ber bi qada þerê dijmin ve çûn ku vî þerî sê sal û çar meh dirêj kir. Lê sed mixabin ku siyaseta dûwelî bi tu awayî ji me re nebû destgîr. Belê di þervaniya sê salan de tenê ev danezana þevag bûn ku jê re tê gotin ”Þîkeftên Sêwiyan, Nexweþxanên Birîndar û Kuþtiyan.”

Dema em ji þikeftê derketin êdî ronahiya sibê lenger vedabû. Heya em gîhan wan deverên ku dijmin lê hebûn, bû roj. Em li riyên mezin rêwî bûn. Dema leþkerên dijmin ber bi me ve dihatin, bawer dikirin ku em leþkerên wan in heya ku em digîhan nêzîkî wan, me dor li wan digirtin. Bi vî awayî her roj þer bû. Heya ku perda þevê ser me digirt þer bû û paþê me dikarî bêna xwe û ya hespan vedidan û xwarin dixwar. Me birîndarên xwe bi wan ”Îtalya harb paketî” deman dikirin. Yên dihatin kuþtin bê çare me li cî dihiþtin. Di vê gera þervanî de em 13 roj man. Tenê rojek bê þer derbas bû. Bergeha em têde derbas bûn 130 km. bûn. Heya em dîsa gîhane wargeha xwe ji 50 siwarî 15 þehîd û 10 birîndar ketin. Hespên me dihatin kuþtin lê dîsa me ji dijmin digirtin. Piþtî em hatin wargehê, me serpêhatiyên xwe bi nivîskî spartin serdariya þoreþê…” (Hesen Hiþyar, berhevoka kovara Çiya, hejmar 6.7, sal 1969)
Di dawiya sala 1928 an de, grûbên çekdar êdî nikarin xwe biparêzin û xwe ji herêmê vedikiþînin. Dewlet carek din gund û navçeyên Licê û Darahênê diþewitîne. Ji ber vê yekê Licî ji van salan re dibêjin Salên Þewatê. Licî salên Þewatê dikin du beþ. Sala Þewatê ya Mezin û ya Biçûk. Ji þewata sala 1925 an re Þewata Mezin û ya 1928 an re jî Þewata Biçûk dibêjin. Di Þewata Mezin de piraniya gund û navçeya Licê diþewitînin. Lê di Þewata Biçûk de, bi tenê ew gundên ku þerê gerîla li derdorê bûne û ji wan re alîkarî kirine tên þewitandin.


Hejmara kesên ku hatin kuþtin
Li gor belavoka Xoybûnê, li tevaya Kurdistanê herî zêde gund û xanî li herêma Licê hatine þewitandin û mirov hatine kuþtin. Belavok weha ye:

gund xanî kuþtî
Elik 15 74
Bermal 10 49
Baqîn 150 848 – Barsam 23 64
Comelaþ 40 200
Çilkanî 40 200
Cofîn 25 120
Dêrqam 30 150
Dayla 30 147
Dizdênî 16 87
Ênkol 15 75
Fera 30 150
Fîs 60 298
Fitetîs 52 260
Fehad 18 90
Hezmaz 40 198
Herag 50 250
Hûrê 30 150
Markê 30 150
Kolî 75
Matmor 15 15
Milikan 50 249
Piþtet 40 200
Reza 60 292
Sitî 60 299
Sirê 50 249
Þeqlat 80 398
Þelê 120 585
Tipe 70 349
Xwêlîn 30 148
tevî 1.294 6.419

Dokumenta duyem jî dîsa ji aliyê Dr. Þêrguh Beleç ve di sala 1930î de li Qahîrê di La Question Kurde hatiye weþandin.4 Ez ojînala dokumentê weha ye:
Hejmara gund u þewitandin, xaniyên ku hatine þewitandin u kesen ku hatine kustin weha ne:
herem gund xani kusti
Licê 30 1284 6.370
Darahênê 54 2197 1.357
Erdoþîn 127 125 295
Cebexçûr 11 576 350
Nisêbîn 10 440 384
Habab 21 905 902
Eliyan 197 90 1706
Mîdyad 6 450 613
Becerîn 15 548 978
Kerboran 3 72 172
Heskîf 3 138 176
Darahênê 16 643 1094
Îfnot 13 590 809
Dîyarbekir 9 138 176
tevî 206 8758 15.206
Kêmasiyên van herdu dokumentan jî gelek in. belavoka Xoybûnê gelek in. Helbet li gor îmkanên wê demê ev belavok hatiye amadekirin. Mesela navên gelek gundên Licê yên ku zêde kes lê hatine kuþtin û gund bi giþtî hatine þewitandin tune ne. Wek nimûne Gundê Pêçarê hatiye þewitandin û ji gund 45 kes li newala Sor hatine gulebaran û þehîd xistine. Navê Pêçarê di vê belavokê de derbas nabe. Di vê belavokê de qet navê navenda Licê jî derbas nabe. Hal bû ku çend meheleyên Licê hatine þewitandin û bi sedan kes li Licê girtine û birine li Amedê bi qerara Mehkeme ya Îstîqlalê bi dar ve kirine. Ji derî çend malbatan hema hema ji her malbatî ne yek çend kes hatine bi dar ve kirin.

Piþtre hinek ji wan tên girtin. Wek Nimûne Mehmedê Reþîd tê girtin û bi salan di hefsa Dîyarbekirê de dimîne. Di wê demê dewlet Nazim Hîkmet jî sirgûnê hefsa Dîyarbekirê dike. Mihemedê Reþîd çend sal dibe hevalê Nazimê hefsê. Hesen Hiþyar û çend kesên din piþtî sê sal û nîvî derbasî Binxetê dibin. Yên din jî hinek ji wan þehîd dikevin û hinek jî bi salan li çiya dimînin û piþtre dikevin ber efûyê. Koma Hesen Keyayê Celkî, ji wan komên herî çalak yek bûye. Hesen Keya bi hevalên xwe ve bi qasî du-sê salî li ber xwe dide. Dewlet bi çeteyên xwe ve bi ser Hesen Keya ve diçe. Li Þela Heydan koma Hesen Keya dikeve kemîna eskeran. Di nav wan de þerekî gelek dijwar û mezin derdikeve. Bi dehan esker û çete tên kuþtin. Alaya Amedê di hewariyê de tê. Di dawî de Hesen Keya û herdu lawên xwe Selîm û Bekir û hevalên wî Hesenê Înco, Hesenê Babîxî û çendên din li ser tifingên xwe di kozikên xwe de þehîd dikevin. Dengbêjên Licî li ser Hesen Keya û þerê dewleta Romê straneke çêkirine. Stran weha ye

MÊVAN is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Prenses Wensa tubiranes Dirok 1 06-03-2008 08:03 PM
Dîrok û Ziman MÊVAN Dirok 0 10-11-2007 09:14 PM
Serhildane Þex Said JÝYAN ADAR Çandi Giþti 4 02-11-2007 04:17 PM
Seîdê Kurdî - Nêrînek Analîtîk Ser Jiyana wi Mirza Çandi Giþti 4 14-05-2007 04:51 PM
Fehmkirina Þêx Seîd / Þeyma YILDIZ hmpoo Çandi Giþti 6 11-12-2006 02:33 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 12:09 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.