|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
NEWROZ, KURD, KAWA Û FIRDEWSÎ
Rûpelek ji ÞAHNAME ya FÎRDEWSÎ Efsana Newroz û Kawa gelek kevn e. Di pirtukên Zerdeþtî wek Zand jî cih girtî ye. Nivîskarê Îranî yê bi nav û deng Fîrdewsî (940 – 1020 z.) di pirtuka xwe ya navdar ÞAHNAME de behsa hilweþandina serdestîya zulmdar DEHAQ û li darxistina cejna Newrozê dike. Li gorî þirovevanan Dehaq împaratorîya Babîl û Asur temsîl dike, kî 1000 sal gelên Îranî bindest kirine. Firdewsî di þerrê dijî Dehaq da qala gelek qehremanan wekî Cemþîd, Ferîdun, ku wek Medî tê nasîn, dike. Fîrdewsî dibêje, Cemþîd kurrê Tahmuras e. Hût (dêw), teyr û perî guhdarî wî dikirin. Cemþîd digot, “ez bi birqandina xûda hatime xemilandin. Ez qiral û mobed im”. Cemþîd hesin diheland û 50 salan çek çêdikir. 50 salên din jî tiþtên din diafirand. Di 50 salên peyra 4 çîn, Amuzîyan, nîsarîyan, Nesudîyan û Ahnuxþîyan kom kir. Pê wê re bi hutan kerpîç da çêkirin û qesr û xanî da avakirin. Di 50 salên din jî aqut, almas û derman afirand. Hûtan textê wî ber bi asmana hildan. Mirov roja yekema meha Ferwardîn li dora wî dicivin û cejnekê pîroz dikin. Navê vê cejnê NEWROZ e. bi vî awayî 300 sal bê mirin, bê siza derbas dibin.Hût jî hatibun girêdan. Ev cejn wek Îdî Kurd (Cejna Kurd) jî tê naskirin. Cemþîd gewî bû. Îbadeta bo Xûda red kir. Êdî îbadetê jib o xwe dixwest. Digot, “min dinya bi dermanan rehet kir, da ku êdî mirin û nexweþî nema.” Ji ber vê yekê rehma Xûda jê bi dûr ket. Di nava 23 salan de mirov û artêþ jê bi dur ketin. Mardas, bavê DEHAQ bû û QIRALÊ EREBAN bû. Mirovekî bawermend bû. Lawê wî DEHAQ PEYWERESP, ango HEZARHESP , xudanê 1000 hespan bû. Îblîs wî dixapîne û dibêje, êdî wê bi ya Dehak bike. Dibîjê ewê bavê wî Mardas di korteka bexçêde bikuje. Rojekê Îblîs di þiklê aþbazekî xort de derdikeve huzura wî. Wan deman xwarin gellek sade bûn û xwarinên ajelan (heywanan) nebûn. Rojekê Îblîs jê re dibêje, „bona xizmeta, kû min ji te ra kirîye, ka bihêle, ezê milên te maç bikim û çav û ruyê xwe tê bidim.“ Dehaq îcaze didê. Li ser vê yekê ji her milekî wî marek reþ derdikeve. Gelek piziþk û sihirbaz çi dikin nakin, çarakê ji vê re nabînin. Îblîs xwe dike þiklê piziþkekî û tê ba wî. Pêþnîyarê dike, van maran bi mejîyê mirovan derman bike. Nêt û merama Îblîs ew bû, kû dinyê bê mirov bike. Wan deman Îran ji Yîma, Yezdan , bi dûur diket. Tevlihevîyek mezin hebû Artêþek diçe Erebistanê û daxwaz dike, da were li ser textê qirêl rûnê. Dehaq li ser vê yekê tê Îranê. Yîma direve û 100 salan veþartî dimîne. Carê li Çînê xuyan dike, lê Dehaq wî digre û wî bi birrekê diperçivîne. Dehaq 1000 salan hukum dajo. Bi wî re hemu cinsên xerabî û neheqî hukum dikin. Di vê demê de bi aqilê her du keçên Yîma, ango Þehrînaz û Arnewaz dileyîze. Ev marên li ser milên Dehaq roje du mejîyên mirovên ciwan dixwe. Du Îranîyên giranbiha bi navên Ermaîl û Kirmaîl ku navê wî yê gelêrî PÎÞDÎN bû, bi hevra diþêwirin, ka wê çawa vê zilmdarîyê bi dawî bînin. Xwe dikin aþbazê qirêl, ango Dehaq û li cem wî dest bi kar dikin. Her roj divêt du mêjî bê bikaranîn. Lê belê Ermaîl û Pîþdîn, her carê mejîyekî mirov u mejîyekî pezekî bi kar tînin. Xortê din nakujin û li jîyanê dihêlin. Bi vî awayî mehê 30 xort xelas dibin. Piþtî jimara xortan digihêje 200 ciwanan, wan bi hindek bizinan û pezan diþîne çolê an jî çîyê. Ji van xortên xelas dibin MILLETÊ KURD diafire . Kurdan ji xwe re konan çêdikin û bê tirsa xwedê li çîyê dijîn. 40 sal berî mirina xwe Dehaq di xewna xwe de Ferîdun dibîne. Arnewaz pêþnîyarê dike, kû bangî mobedan bike, ka ew çi dibêjin. Mobed 3 rojan ji tirsa nabêjin, çi li pêþîya Dehaq heye. Roja 4an Dehaq tirs davêje wan, kî jê re bêjin, ka çi li pêþîya wî heye. Yek ji mobedan bi navê ZÎREK dibêje, „Ferîdun dê tê ji ser texta bixe. Ev Ferîdun hîn di zikê dîya xwe de ye. Ferîdun dê tê bi cineheka serê wê wek serê ga ye, te bikuje û girêde.“ Zîrek dibêje bavê wî Ferîdunî dê ji hêla Dehaq bête kuþtin. Bavê Ferîdun xwe bi çêlekekê xwedî dike. Dehaq dê wê çêlekê jî bikuje. Ji bona tola bavê xwe hilde, dê Ferîdun jî bi vî cinehî Dehaq bikuje. Dehaq li her derê Ferîdun digere. Lê Ferîdun nayê dîtin. Fer, ango birqandina Yîma tê ser wî. Lê belê Dehaq bavê Ferîdun, kî navê Aptîn bû, digre. Dîya Ferîdun Fîranak direve, xelas dibe. Kurê xwe dispêre gavanê çêlekê. Gavan 3 salan Ferîdun bi þîrê çêlekê xwedî dike. Firanak tê û kurrê xwe digre û diçe Hîndustanê, di hindek jêderan de Zebelistan, paþîya Elburz. Li wir kurrê xwe dide xelkê wê derê, muhtemelen Haoma. Di vê navberê de Dehaq çêlekê, ku navê wê Purmaye bû, di parkekê de dibîne kû diçêre. Çêlekê dikuje. Dema Ferîdun dibe 16 salî ji çîyê dadikeve û tê cem dîya xwe. Li bavê xwe Aptîn, ku ji regeza Tahmurasê qehreman e, dipirse. Firanak jê re qala serhatîya bavê wî dike. Li ser vê yekê Ferîdun sond dixwe, dê tola bavê xwe hilde. Di heman dem de hesinkar KAWA li dijî Dehaq radibe. Ta wê dema 16 kurên Kawa ji hêla Dehaq hatine kuþtin û Dehaq dawa kurê wî yê 17mîn dike. Kawa bi gellek tawanan Dehaq sucdar dike. Dehaq ditirse û kurê wî lê dibexiþîne. Lêbelê daxwaz dike, ku Kawa daxuyanîyekê li ser birehmbûna û mafperwerîya Dehaq destnîþan bike. Dehaq vê nake û beyana amadekirî didirîne/diçirîne. Kawa berdilka xwe ya hesinkarî wek alekê dikþîne ser tîra xwe û bi piþtgirên xwe re diçe ba Ferîdun. Ferîdun jî ala Kawa dixemilîne. Du birayên Ferîdun hebun. Navê yekî Keyanu, yê din Purmaye bû. Bi wan ra diþewire û bi destê hesinkaran cinehekî serî ga dide çêkirin. Ferîdun roja xordadê bi birayên xwe ve bi rê dikeve. Melek wî di sihrê de perwerde dike. Diçe Arwend û paþê Bexdad. Tê teniþta qesra Dehaq. Li wir keçên Yîma dibîne û wan diþo. Ev keçan dibêjin, Dehaq çuye Hîndustanê, ku li wir sihran bike. Kenderw, rêvebirê Dehaq yê bajêr, serdarîya Ferîdun qebul dike û dikeve bin hukmê Ferîdun. Dehaq vedigere û êriþê dibe ser qesra xwe. Hemu kes xwe jê bi dur dixin. Lê belê bi werîsekî 60 pî dirêj hildikþe û bi dizî dike dikeve qesrê. Ferîdun bi wê cinnehê le dixe. Lê belê melek Seroþ eyan dibe û dibêje wî nekuje, wî li çîyayê Demawend girêde. Efsane nivîsekî din yê binavê Mucmîl heman efsaneyê nêzîkî Fîrdewsî bi awayekî û hindek navê din pêþkêþ kirîye. Dehaqê Ereb nêzî 1000 salan hukum ajotîye. Gellek neheqî û zilimdarî kirîye. Li ser milên wî du ejderha peyda bune. Van ejderhan her roj daxwaza xwarina mejîyên du xortan kirine. Piþtî 700 salan hikumarîya Dehaq ermaîl û Kîrmaîl (Pîþdîn) her roj di þuna mejîyê xortekê mejîyê pezekî daye ejderhan. Bi vî awayî gellek ciwan xelas bune. Ermaîl û Krmaîl wan xortan þandine çîyê û ji wan MILLETÊ KURD çêbuye. Ferîdun Dehaq girtîye û çil salan bi hoþtirekê ve girêdaye û li dinyayê wî gerandîye û riswa kirîye. Paþê wî birîye çîyayê Demawend û di þikeftekê de girêdaye. Gorî Mucmîl ejderhayên li ser milên Dehaq her yek 3 serî û 6 çavên wan hebûne. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
sipas heval...
qet nebe em bi rêberîya kuçikan ne afirîne u xelas(rizgar) ne bune.. bi serê xwe û bi rûmet derketine holê... efsana me, ji ya lawê kûçikan xweþtire... ![]()
__________________ Bu mesaj en son " 04-07-2008 " tarihinde saat 06:23 AM itibariyle feqiyê_teyra tarafýndan düzenlenmiþtir.... |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Adarname | tubiranes | Çandi Giþti | 1 | 01-11-2007 10:58 AM |
| RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? | heci | Çandi Giþti | 3 | 31-08-2007 01:10 PM |
| BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! | sezi | Dirok | 4 | 28-06-2007 02:36 PM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Giþti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
| Newroz AteÞ Ýsyan...kadin AteÞ Ýsyan | JuSTiN__TiMM | Hikayeler, Denemeler | 2 | 15-06-2007 10:52 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.