Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 29-11-2007, 04:33 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Mesaj: 27,927
Üye No: 5117
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 0
Rep Derecesi
ßotan is an unknown quantity at this point
Varsayýlan Diroke Alaye Gülistanê ..


DÎROKA ALAYA KURDISTANÊ HISTORY OF KURDISH FLAG


Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920-an de ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin.



Mistefa Pasha Yamûlkî yek ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku þiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Þêx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya Þêx Mehmûd ku di 10.10.1922-an de hatiye tesbîtkirin jî bi pêshniyara wî hatibe qebûlkirin.



Her millet, netewe, xelk û dewlet aleke wan heye. Al nîþana huwîyeta wan e, sembola hebûna wan e. Ala her milletî bi shiklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ye. Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojek zer heye.



Di tarîxê de Kurdan kengî al, an jî sembolek ku þûna alê bigre bikaranîne, em baþ nizanin. Lê ew Kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. ó wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alek, an jî li shûna alê sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de rolek mezin lîstine, leshker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bav û kalên Kurdan in, divê ku xwedî al bin. Dîsa ew îmaretên Kurdan, wek Þedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî leshker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li Kurdistanê hukum kirin, gerek alek an semboleke wan a ku li þûna alê bi kar dianîn hebûya.



Mîr Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin hukmê wî de bû, xwedî pere û top û tifing bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê têkilî bi Ewrûpayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan shandibû Ewrûpayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û tîcareta dewleta xwe kêshtîyên sher û tîcaretê dabû çêkirinê. Gelo meriv dikare bibêje ku Mîr Bedirxanê ku hewqas tisht kirîye, bê al be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu belgeyek ji dewra berê di destê me de tuneye, em nizanin alên wan çawa bûn.



Wex efsane her Kurd bi çîroka Kawa dizane. Kawa hesinger e. Pêshtimalek wî heye. Pishtî ku li hember Dehaq bi ser dikeve, dibe hukumdarê welêt û pêshtimala xwe jî wek al bi kar tîne. Her çendî efsane ye, lê têde al hatiye bi kar anîn.



Dîsa di klasîkên Kurdî de jî gelek shaîr û nivîskarên Kurdan wek gotin al bi kar anîne. Çend mînak:



Zalimê kushtim shepalê,



Nazikê, qencê delalê,



Bûn hîcaba zilf û xalê,



ædek û ala û tox.



(Ji Dîwana Melayê Cizîrî, 1407-1481)



Bejn û bala tox û ala



Min kirin vêkra mitala



Çîçeka terhînî wala



Dil ji min bir, dil ji min.



(Ji Dîwana Melayê Cizîrî)



Lê me hêvî wasiq e ez feqîr



Jêrî alaya te bim roja -esîr.



(Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)



Ya Reb îmanê dixwazin em midam



Jêrî alaya Muhemmed wesselam.



(Ji Mewluda Melayê Batê)



Îsharet wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret shîn,



Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîshan.



(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)



Ala Kurdî ya îro

system free valid delivered price offre to wehen you i am


Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin bi bashî ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka salên 1920-î de ji alî rêxistinên Kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela wê wextê Kurdistan Teali Cemiyetî li ser qerta huwiyetê a komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkirine ku ev al jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye" (1).

Li gor Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Pasha) ala Kurdî ya îroyîn ji alî Teshkîlati Îctîmaîye Cemiyetîyê hatîye tesbîtkirin ku shiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya Kurdan tesbîtkirine û îlan kirine.


Her çendî di destê me de tu belgeyek din an jî rismek alê ya wê wextê tuneye, lê dîsa jî li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin di 1920-î de ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan hatîye çêkirin (2).


Di 1921-an de Mistefa Pasha Yamûlkî li gel hin ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaiye Cemiyetî; Xelîl Rami Bedirxan, Kemal Fewzi, Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Bashûr, lê Îngiliz nahêlin ew derbas bin, tenê Mistefa Pasha Yamulkî ji ber ku ji Silêmanîyê ye, derbas dibe. Mistefa Pasha diçe Silêmaniyeyê û di hukumeta Kurdî ya ku di 10.10.1922-an de di bin hukumdarîya Shêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdekarîyê (2). Her wê demê ji alî Shêx Mehmûd ve alek Kurdî hatibû qebûlkirin û pûl jî çapkiribûn (3). Di destê me de ev al jî tuneye ku em bibêjin shiklê wê çawa bû. Lê ji ber ku Mistefa Pasha Yamûlkî yek ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku shiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Shêx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya dewra Shêx Mehmûd jî bi pêshniyara wî hatibe qebûlkirin.


Rismê Ala Kurdî-1928

Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928-an li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û cemiyetên Kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan pishtî salên 1925 û 1930-yî hatine li Sûriye bi cih bûne. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weshan û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920-de hatiye tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin.


Dîsa tê gotin ku di serîhildana Agrîyê de Îhsan Nûrî her ev ala Kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê meye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin.

Mesela li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî "Flag of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928)


Di Gulana 1993-an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana Sûrîyê. Li Qamishlîyê li malekê, Kurdekî alek Kurdî nîshanî me da û got ku "Ev al ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her çendî em ne pisporê qûmash in, lê ji qûmashê wê welê dixuya ku gelek kevn bû. Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rewshen Bedirxan yên nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alê jî kishand.


Kovara Hawarê û Ala Kurdî, 1932


Di Hawarê de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin.

Celadet Alî Bedirxan di vê gotarek xwe de (gotar hem bi herfên Latînî û hem jî bi herfên Erebî hatîye çapkirin) di qismê behsa alê de ala me ya îroyîn tarîf dike û weha dibêje:

".....Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise. ("Welat, Welatînî û Al", Hawar, No: 9 (30 Îlon 1932), r. 1-2)

Ala Kurdî di 1932 -an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortêde jî tavek 18 tîrêjî (an jî stêrkek 18 niçikî) heye. Celadet Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina Shêx Evdirrehmanê Garisî nivîsek nivîsîye û têde weha dibêje:


"...Belê Shêxê min, min ji te re kefenekî welê bijart ko hêj tu kelash pê nehatîye pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî neketinê.



Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veshartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand.

Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit.


Tirba te tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî dishike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweshe, ne axa wê bi baran û lehîyê qul dibe û ji hev dikeve.

Tirba te kitêbek e, ko nifshên milletê me deste-desta bikin û her nifsh ji nifshê din re heta pashîyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin.


Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland....." ("Shêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, No: 11(10.11.1932), r. 2-3)


Dîsa di Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4-an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala Kurdî nivîsîye ku çend malik jê ev in:

Alê Kurdan


Ala Kurdan di nav rok


Çi bedew û bi heybet


Bi çar reng î, rengên te

Çi delal û çi xweshkok


Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek


Ev li jêr û ew li jor

Herekol Azîzan

b. Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4

Di Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsîye û di malikên pêshîn ên vê helbestê de ala Kurdan weha tarîf dike:

Ala Kurdan

Ronahiya dil û çav,

Diyarîya dê û bav

Pêsîra wê roj û tav

Spehitiya ax û av

Ala Kurdan ser be ser

Sor û gewr e kesk û zer.

Dr. Kamûran Alî Bedirxan

b. Dilê Kurên Min , Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, Sham, Çapxana Tereqqî, 1932, r. 25 û Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7


Di çîrokeke Nureddîn Zaza de Ala Kurdî

Nûredîn ósif (Nûreddîn Zaza) di Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de behsa dewra Shêx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, pashê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê dadixînin û ala Kurdan hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber derîyê serayê ye û pashê çîrok weha dom dike:

"...Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tishtê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe geriyam. Leshker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî:

-Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?

-Ev ala me ye kurê min! Ev shan û sherefa milletê Kurd e!

-Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo?

-Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite.

Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê.........."


Pisht re li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên eshîrtî, neliserhevbûnê, serketina wan pir dom nake. Dijmin dîsa dikeve welatê wan ala Kurdan ji dîregê datînin û çîrok weha dom dike:

"...Ala rengîn, shan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li shûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5)



Li Mehabadê Ala Kurdî, 1946



Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Pasha) derheqê Ala Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje: "Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pisht wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin"(4).



Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Cumhurîyeta Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, Îshret Azmî ya li ser ala Kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala Kurdî em çen rêzan ji wê axaftinê li jêrê dinivîsin:



"...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîshana bilindîya Kurdistanê!...Rengê te yê sor shahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîshana dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê ye......"(4)



William Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye: "Di Gulana 1944-an de rêxistina Komel, bi alîkarî û hevkarîya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya milî hazir kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xetek wê rengek bû. Li jorê sor, li ortê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi ters qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pisht wan jî çiyayek û qelemek hebû"(5)



"...Serê sibeha meha Çileya Pashîn a 1946-an bû. Tav diçirisî, rojeke xwesh bû....Ji gundên dorê gundî û serok eshîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çwarçirayê tijî bûbû. Caddeya ku ji herdû serîyên bajêr digihîsht Meydana Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(6)



Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948-an de li gel Yusif AzizoÛlu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datianîn ser Ala Kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje: "Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapalõçarshõyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmash kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li ortê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, ashîtî ye, sor, xwîn û shoresh r, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê millî yê Kurdan Zerdûshtî ye...."(7)



Bulletin Du Centre D-Etudes Kurdes, 1948



Di bin berpirsîyarîya Dr. Kam ûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950"yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên Îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala Kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li ortê, kesk li jêr û li ortê jî roj zer (8).



NASÎNA ALAYA KURDISTANÊ Alaya Kurdistanê ji sê zeviyan pêk tê û li ser wan sê rengan jî tava rojê heye.

SÊ ZEVÎ: Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zevîya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Li jêr tu dikarî drêjî û frehîya alaya kurdistanê bîbîne. Drêjî ji frehî 3/2 mezintir e. Drêjî 90 cm bibe, frehî jî 60 cm dibe.



Wêne 1

TAVA ROJÊ ( tav) : Sîmbola (symbol) ala kurdistanê ji tava rojê ( tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21-baskan nîshana NEWROZ Û YEZIDÎBÛN e. Newroz cejna neteweyê kurd e û kurd jî berê misilmantî yezidî bûn.



Wêne 2

Ji drêjî û frehîya alaya kurdistanê (3/2) dîsa tava rojê li ser zevîya navîn ya bi rengê spî hundir da bi glovera stêrkê 0,5 blind e û bi baskên stêrkê jî 1.0 blind e. Li jêr binêre.



Wêne 3

Tava Rojê di navenda alayê da cîhê xwe digire. Li jêr binêre û bibîne.

Wêne 4

Dîsa gerek stêrka tavê ya bi 21 baskan di navendê da be. Li jor tu dikarî bibîne, baskek stêrkê tuj rava dike û li jêr jî navend di nav du baskên stêrkê da derbas dibe.



Wêne 5

RENGÊN ALAYÊ: Zevîyên Alaya Kurdistanê bi van rengan e:

Sor PMS 032
Kesk PMS 354
Zer PMS 116

ßotan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Dengê Dîrokê....Kanî Gûlîstan? Heyv Karikaturen Kurdi 2 22-08-2007 12:44 AM
Tu dizani!!! Hinek ji Dîrokê Heyv Dirok 7 22-08-2007 12:35 AM
Qirkirin an jî jenosîda dîrokê Nick 99 Çandi Giþti 2 01-12-2006 07:54 PM
Berî dîrokê mirov û ziman*** PCkopat Ýlginç Konular 1 26-09-2006 08:37 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 11:51 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.