Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 29-11-2007, 04:24 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: faili meçhul
Mesaj: 7,945
Üye No: 10
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 5400258
Rep Derecesi
Albatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond repute
Varsayýlan Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991


BERIYA ZAYINÎ

GUTÎ (QURTÎ, GUTIUM)

Gutî di dirokê de yek ji pêþiyê Kurdan e li çiyayê Zagros û li kêlêka çemê zapê jiyan e, 2700 sal berya mîladê, dewletek xurt û serbixwe sazdikin û tênê heta mezrabota, lewre axa wir gelek xwes û bijun bu.

Di sala 2649 pêþiya mîlade êrîþ dibin ser Sumer û Akadiyan welatê Akadiyan ji zevt dikin du qerna wan îdare dikin, peþe di sala 2400 berya mîlade da bi biraye xwe gele Lolora yekbunê cedikin dewlata wan bi vî rengî gelek xurt û peþve diçe. Lê piþtre li hember Akadayi dîsa mexlûb dibin û diçin warê xwe yê kevn çiyaye Zagrose. Piþtre di sala 2270 B.Z. di dema padiþahê Asûriyan Salmanasarê yekemin de bi wan re þereki giran datinin.

Navê padiþahê dawiya Gutiyan Tîrîgan bû.


MÎTANÎ (MITTANI)

Li gor dîrokvan Spayizerî, Mîtanî beþek ji Sobariyan in. Sobarî jï beþek ji gelên Arî û bapîrên Kurdan in. Di sedsala 16ê B.Z. da, hukmeteka pir xurt u capuk avakir. Paytexta wan bajarê Wassognê bûye. Suriye, Emûriye, welatên Aþûrî û Kurdistan, heta herêma Kerkûkê hemî di bin hukmê wan da bune. Dewleta wan yek ji dewletên mezin û rûmetdar yên wê demê (Misir, Haysi, Qasi, Mitani) bûye. zimanê wan xweser bûye. Ew hukumet li beranberî êrîþen Aþûriyan ducaran ma û hindek ji axa xwe winda kir. Qirale Aþûrî, Aþûr Nesir Pal, dûmahi bi desthilata wan anî.



Mîtaniyan gelek salan hukim kiriye. Mîtaniyan jibo cara yekê di dîrokê da, maadena asinî vedîtîye û bi kar anîye. Aþûrî parçeyek biçûk ji împratoriya Mîtanî bûn, lê ji ber hêrîshên ji hemî layan þikestin. Aþûriyan û Hittiyan dest li ser wan navçeyan dana.



LOLO

Lollo an Lolo gelek ji civaken Zagrosa mezin ku ji zuda li herema Silêmaniye jiyane u kalên me Kurdan e. Di gelek caxen diroke da dewlet saz krin, xwediye serxwebun û azadiye bûne. Di ilm û karbend û cand û pisporiye da gelek pesda cûne. Ji bo parastina ax Û welate xwe bi gele Asur û Aqadra pir cara ceng û serr kirine. Bi gora lewha entika kevnara, ya caxe qirale Lolo´wan ku di 2800 sal beriya buyina Isa de ku li herema Zehawê hitye ditin, ji herema Halman (Hilwan) ê heya herema Zehaweyê hemû di bine deste Lolo´wandan büwe. Sinoren dewlete wan, di xweda bajarê Silemaniye, Sexan, Zehawe, Þehrizor û Kerkûke ji digirt. Paytexta wan bajare Zimriye buwe.

Dewleta Lolo
Gelê Lollo dewletek xurt ü heja saz kiribun. Ev dewleta hanê nêzikî hezar sali dom dike. Di sala 18000 beriya Miladê de Aqad´î êrisê tînîn ser wan û wan dixin bin desten xwe. Dema ku Goti welatê Aqad´iyan zeft dikin, gele Lollo ji li hember wan ser dikin Û dibin xwediye serxwebun û azadiye û bi Gotiyan ra peyvendi û dostiye cediken.

Di sala 1000 beriya miladêda Asûrî erîsê tînin ser welatê wan. Kayayê wan Amixa, direve kela (Pîrmîgron) ê Asurî paytextê wan bajarÊ Zimriye zeft dikin. pistra Asûrî di nav xweda bi hev dikevin di welate Lollo´wandan gelek serhildan û nerihetê cêdibin, dewleta Asuriya dipelis e û Imperetoriya Mediya te sazkirin



IMPARATORIYA MED (MEDIA, MEDIAN, MED, MEDIYAN)



Imparatorîya Kurdan ya BZ.500'an ya bi navê MED / MEDYA

Med þûn û diyara gelekî kevn bû, li rojava Îranê ku wek yek ji gelên serekî a bapîrên Kurdan tên naskirin.

Ew diyar, rojhilat û baþûrê Kurdistan û baþûrê Azerbaycan ku wek Meda biçûk dihat binav kirin û hemû Çiyayê Zagros ku wek Meda mezin dihat binav kirin li xwe digirt.

Paytexta Med bajêrê Hêgmetane bû.

Gelên wê demê yên akincî yên zagrosê ku birîtî bûn ji Gûtî, Lolo, Kasî, Horî... û hwd zimanê Mediyan qebûl kirin.


Derketin
Piþtî helmatên qurs û xwînawiya Aþûrîyan bo ser deverên Med, Mezin û serokên Med girdî zana û mêrxaseke xwe bi navê Diyako kom bûn, dewleta Aþûr li nav birin û yekemîn emperatoriya Aryayî li Rojhilata navîn damezrandin. Diyako 700 B.Z. bû patþahê Med.


Çend Padiþahên Med

Diyako (708 heya 655 B.Z) 53 sal patþa bû.
Frortîþ (655 heya 633 B.Z) 22 sal.
Hewxþter (633 heya 584 B.Z) 49 sal.
Ejî Dehak (584 heya 550 B.Z) 34 sal.


Sinorên împeratoriya Med

Sinûrên împeratoriya Med li bakûr degeheþte rûbarê Eres, le baþûrewe heta Xûzistan, le rojeelatewe heta belx û le rojavaþewe degeyþte rûbarî halîs wate ew çomey ke ewroke pêyî delên qzl îrmaq. em nawçe berbilawe, beþêkî giringî asiyay bçûk û deverekanî Azerbaycan û Kurdistan û Hemedan û erak û rey û damxan û fars û belx beþêk le xûzstan û tewawî maznderanî degirtewe.


Cînarên Med

Li dewruberî Med gelek xelk û netewe û hozên din hebûn. Bo nimûne le dewruberî Gola Urmê xelkek bi navê Skayiyan dijiyan. Hinek le rojavatir împiratoriyek bi bavê împiratorî xaldîyan hebû. Li rojavayê Mediyan împiratoriyeke mezn hebû bi navê împiratorî aþûriyekan. Paytextî wan bajarî Neynewa bû ku dikeve nêzîkî Mûsil a îro.

Ew li bineret de Samî bûn u ji navçey Erebstan ve hatbûn û lewê bo xo împiratoriyekî mezin pêk hînabû. Imperatorî Aþûriyekan zor behêz û bêbezeyî bû û herdem bo perepêdanî molgey xoy hêrþî debirde ser dewruberekanî û twanîî le mawey deselatdarîî xoyda gelê împiratorî û dewlet birûxênê û biyanxate jêr deselatî xoyewe, bo nimûne împiratorîî hîtiyekanî rûxand, Filistînî dagîr kir, împiratorîî hezaran saley 'îlamiyekan ke le lay xwaruwî rojeelatî iêstakey Kurdistanda bû têk da. le rojeelatewe heta çiyaî demawend û kewîrî lût kiþan û beser pars û Medekanda zal bûn. aþûriyekan le gelê netewey nawçeke pîtak û seraneyan be zor werdegirt, tenanet le parsekan û Medekanîþ weriyan degirt.

împiratorîî aþûrî deselatêkî behêz û metirsîdar bû bo hemû xelkanî nawçeke.

belam dwatir le nêw hoze ariyayiyekanda take hozêk bo yekem car serî helda û bû be împiratoriyek û dwatirîþ kewte giyanî impiratorîî drndey aþûr û ew împiratoriyey le rûperî mêjûda bo hemîþe sriyewe. ewîþ împiratorîî behêzî Medekan bû, bapîrey Kurdanî ewroke.

împiratorîî Med, împiratoriyeke ke Kurdan debê hemîþe be þanaziyewe yadî lê biken. debê kor û komelî pspor û taybetî terxan bikirê bo lêkolînewe leser ew împiratoriye mezne.

KARDUK (KARDOX, CORDUENE)








  • HURRÎ
  • KASÎ
  • NAYIRÎ
  • KAVUSAN (KAYUSID)
PIÞTÎ ZAYINÎ

HEZEWAN (ADIABENE)

Hezewan (Adiabene), qraliyeteka kurdî a kevnar li bakûrê Mezopotamya bi pêtextiya Hewlêrê bû. Li sedeya 1em paþ zayinê ji hristaniyetê vegeryane cuhûtiyê [1].


Hakimên Adiabene
Izates I Nêzîk. 15 zayini
Bazeus Monobazus I 20?-30?
Heleni nêzîk. 30-58
Izates II bar Monobazus Nêzika. 34-58
Vologases (a Parthian rebel oposing Izates II) c. 50
Monobazus II bar Izates 58-70'yan
Meharaspes ? -116
Emperatoria Romiyan 116-117
Narsai c. 170-200
ne naskirî 200. 310
Aphraates . 310
emperatoriya Sasaniyan 226-649

Qeþeyên Adiabenê
Pkidha (104-114)
Semsoun (120-123)
Isaac (135-148)
Abraham (148-163)
Noh (163-179)
Habel (183-190)
Abedhmiha (190-225)
Hiran (225-258)
Saloupha (258-273)
Ahadabuhi (273-291)
Sri'a (291-317)
Iohannon (317-346)
Abraham (346-347)
Maran-zkha (347-376)
Soubhaliso (376-407)
Daniel (407-431)
Rhima (431-450)
Abbousta (450-499)
Joseph (499-511)
Huana (511-?)



ÞEDDADÎ (SHADDADID) (P.Z. 951 -1199)

Þeddadî navê dewleteke kurdan e ku di sala 951'ê (340´ê hicrî) de ji aliyê Þeddadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Baþûrê Qafqasyayê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164'an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê/Tirkiye), Tiflîs (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Nexcîvan, Gence (li Azerbeycanê ye), Duwîn (li Ermenistanê ye)




Dewleta Þeddadiyan, di sala 951´ê miladî da bi deste Muhemmedê kurê Þedadê li (Baþurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji wan dewlaten Kurda yên ku di dema islamiyete da hatine sazkirin. Bi rasti ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj buyê. Sinoren wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayi bûne. Di wê demeda li baþur ji, hukumeta Merwaniyan, li rojhilat hukumeta Hesnevî hebûye. Ev devlet ji aliye cardeh hukumdaren Þedadi ve hatiye idarekirin. le belê bi eriþa Melîkþah hukumdare Selçuqi li ser wê herême di sala 1075´an da dawî lê hatiye.

Piþtî dîlketina Salar Marzûban Mihemedê keyayê Musafirogullari di sala 948'an de Mihemed Þeddad Qartû (Mihemedê Kurê Þeddad jî tê gotin) cîhe wî girt. Mihemed Þeddad Qartû pêþî tenê keyayê Debîlê bû, lê di 951'ê de li tevahiya Azerbeycanê bû desthilat. Herçend tê gotin ku dewleta Þeddadiyan di sala 1164'an de hilweþiyaye jî em ji kîtabeyeke ku Key-Siltanê Þeddadî li Aniyê daye nivîsandin dizanin ku wî heta 1198'an desthilatdariya xwe meþandiye. Li gor hin çavkaniyan Þeddadî bi êrîþa xundekarê Selçûqiyan Melîkþah bi ser vê herêmê de di sala 1075'an de hilweþiyane, lê xwiyaye ew bi vê êrîþê qels bûne û heta sala 1198'an jî xwe girtine.


MERWANÎ (DOSTKÎ, MARWANID) (P.Z. 990 -1085)

Sedsala 12 'anda, ji pirtûka destnivîsa gerîdokekî Roavada wêneya Seroke Dewleta Dostkî Emîr Ebu Nasr Dewleta Dostikî (Merwanî) di sala (982 an, BZ) de hatiye damezirandin Damezrênerê vê dewletê Badê Dostikî bû (1). Bad jî, di wexta xwe de, bi mêranî û cegerdarî û bi bîrtûjî û þarezayiyê hatibû naskirin.Ibin Elesîr di pirtûka xwe de ya bi navê (Elkamil Fî Eltarî) de dibêje ko xelîfeyê Ebasiyan (Udid Eldewle) wexta bi Badê Dostikî re civiya, bi dizî ji wezîrê xwe re gotiye ko ev zilam mirovan ditirsîne. Wa dixuye ko Bad bi xwe jî di çavên xelîfê de hin tiþt xwendibûn , lewra þiya ligel siwar û leþkerên xwe ji qesrê bireve û xwe ji tora xelîfe û leþkerên wî rizgar bike. Piþtî wê dest bi avakirina dewleta xwe ya di çeþnê stiraneke kurdî de, dike. Di destpêkê de êrîþa xwe dibe ser Ardîþ (2) û yeko yeko piþtî hinartina nameyan, keleh û bajarên kurdan dergehên xwe bê xwîn rijandin li ber wî vedikin. Bi vî awayî navûdengê Bad belav dibe û dewletên cîran ji tirsa xwe re, bi taybetî dewleta Biweyhî û xîlafeta Ebasî dest bi amadekirina hêz û betalyonên xwe dikin da ko li bermberî destkeftin û berfirehkirina dewlata wî rawestin. Gelek caran hewl dane ko wî bikujin. Di êrîþa xwe ya li ser Mûsilê de, Bad vê carê bi rastî têt kuþtin. Rawestana li ser þexsiyeta Bad pêdiviyî lêkolîneke taybetî ye digel ko jiyana wî tarî û di çavkaniyên dîrokî de ne ewqasî zelal e. Navê wî Husênê Ebdulahê Dostikî ye, ji kurdên Harbexî ye ji mîrên Botan e. Piþtî Mirina Bad, Ebasiyan û Biweyhiyan û romê wa texmîn kirin ko êdî ji tirsnakiya dewleta dostikiyan xelas bûn, lê belê berevajî gumana wan, cîgir û mîratgirên Badî, bi taybetî Ebû Elî kurê Merwanî, di demeke kurt de þiya bajarên xwe ji nû ve asê bike û hêza xwe jî careke dî berhev û tundtir bike. Ibnû Kesîrê Dîmeþqî vê yekê bêtir zelal dike:" xelîfeyê Fatimiyan þandeyeke giranbuha digel diyarî û entîkeyan hinartibû cem Mîr Ebû Elî û hebûna dewletê pejirandibû, herwilo xelîfeyê Ebasiyan û Imperatorê pîzantiyan jî her yekî ji milê xwe ve daxwaza hevalbendî û sînorbendiyeke hêja jê dixwestin"

Firehbûna Dewleta Dostikî
Destnîþankirina firehî û zemîna ko dewlet li ser ava bûbû, hinekî aloz e. Lê eger em navçe û herêmên di bin destê dewletê de bi sînor bikin renge em bikaribin di vî warî de wêneyekê di hiþê xwe de ji berfirehiya wê dewletê re dirust bikin (3): Miyafarqîn (Paytext), Diyarbekir, Ardîþ, Nisêbîn, Mêrdîn, Reha (Urfa), Mûþ, Wan, Hesen kêf, Xerbût, Botan, Qamiþlo, Amûdê, Serêkaniyê û Dêrikê. Diyare ko hemî xaka kurdan neketibû bin destê Dostikiyan. Lewra ji bo ko em wêneya giþtî ya vê dewletê bizanibin gerek nexþeya siyasî ya wê serdemê li ber dest be, gerek em biþên nakokiyên siyasî û hêzên leþkerî û rengên pevçnê, binasin, û em bikaribin çawatiya danûstendina Dostikiyan bi xwe bi wan rûdan û bûyeran re, têbigihêjin. Dewleta Biweyhî û xîlafeta Ebasî wê wextê li Bexdayê bûn, û xîlafeta Fatimî jî li Misrê bû, di navbera wan de her û her li ser serkêþiya Misulmanan pevçûn ranediwestiya. Li milê dî, Imperatotiya Pîzantî jî fileh diparastin û di navbera van hersê dewlatan de, berî hatina Selcûkiyan (4), pevçûna ji bo daqurtandina dewletên biçûk li dar bû. Digel ko Mîrên Dostikiyan carcaran diyarî ji pîzantayê re, lê ne wek Hemedaniyên Helebê di þûna bacê de, diþndin. Herweha peywendiyên wan ên siyasî û aborî wek ko çawan ligel Ebasiyan hebûn wisa jî ligel Fatimiyan berdewam bûn. Vê siyaseta bê alîgirî hiþtiye ko dewleta Dostikî, hem cihekî taybetî di herêmê de ji xwe re qezenc bike û hem jî dewleta xwe ji þer û pevçûna bi cîranan re biparêze. Lewra wextekî pir hêja ji bo avakirin û pêþvebirina dewletê bi destxistibûn, bûbû penageha hemî perîþan û renckêþên navçeyê. Di qûmistana dorhêlê de dewleta Dostikiyan ji ber geþbûn û lêewlebûnê bûbû bazargeha bikaranînîna sermiyanên bazirganên herêmê, tenê li wê dewletê dikarîbûn bê rêbirr û pêxwas û bêyî tawankariyan bazirganiya xwe berdewam bikirana. Ibnû Kesîr Eldîmeþqî di vî warî de wisa dibêje: " Kurê Nebhan ê bazirgan di rojekê de 500 Dînarên pîzantî qezenc dikir " . Ibnulfariqî jî dibêje ko, Dewleta Dostikî li rada desthilata xwe sermiyanê tu kesî ji wan nedistend, ji bilî mirovekî Ereb ko çek di mala wî de dîtibûn, wek nokerekî ji bo welatekî dî hatibû nav wan dixebitî. Dîroknasên ko li ser qonaxa dîrokî ya navçeyê radiwestin didin xuyanîkirin ko (Nesir Eldewle) Mîrê Dostikiyan, mirovekî siyasî, þareza û hiþmendekî bê hempa bû. Di têgihiþtina hunera desthilatdariya dewletê de dûrbîn bû, lewra þiya gelê xwe di aþîtî û xweþiyê de bihêle. Li seranserî 53 ê salan bi hiþtûjî danûstendin ligel dewlet û imperetorên herêmê dikir bêyî ko welatê xwe hogirî asteng û nakokiyên siyasî bike. Herweha beþdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera dewletên navçeyê de, dibû.

Dewleta Dostikî û hunera avahiyê
Jibermayî û kavil û þûnþopên hunera avahiyê yên dewleta Dostikiyan mirovan mit û mat dikin. Di wê wextê de, û di wê navçeya ko bi þer û pevçûnan mijûl bû, Dostikiyan berê xwe dabûn avakirina pêdiviyên jiyaneke xweþ, hewl didan ko xwe ji ber pevçûnan bidin alî da ko xwe ji avakirina þaristaniya mirovane re û xwe ji avakirina welatekî bajarvanî û xweþkirina jiyana xelkên wî welatî re, vala bikin. Ji nû ve tekûzkirina Keleha Amedê û ji nû ve tebûtkirina sûra wê û keleha Batmanê û sûrên Miyafarqîn û pirên asê li ser çemê Batmanê û kelehên Botan, tev, çend nimûne ne ji hunera avhiya Dostikiyên ko navên xwe û navên avahîkar û hostayên kurd li ser wan kavilan kolandine . Herwisa, Dostikiya bi awakî pir balkêþ guh dabûn avakirina bazaran û kolanan û hewl dabûn ko ava paqij li hemî mal û taxan belav bikin. Bêguman hemî avahî û eywanên ko di wexta Dostikiyan de avadibûn, wek pîþe û hunereke spehî; bi taybetmendiya giyanê kurdan ve girêdayî bûn. Lewra ji yên herêmê û ji hunera avahiya Romanî pir cihê bûn.


DEWLETA EYÛBIYAN (AYYUBID) (1175-1348)

Malbata Eyûbiyan li hawîrdorî Aranê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke kurd bû, ji êla Rewadiya bû. Ji vê êlê Þadî bi herdû kurên xwe re Þêrko (Esededîn) û Eyûb (Nicmedîn) ji gundê Acdanqanê çûne Bexdayê û ji wir jî piþtre çûn li Tekrîtê bicihbûn. Þadî li Tekrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Micahededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala 1136 li Tekrîtê Selahedîn bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedînê Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Balebekê.

Piþtî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Þamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Þêrko jî rêkire Misrê, da þerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî Þawîrê kiribû. Þêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Þêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Þêrko piþtî demekê vegera welatê Þamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpêkir û berz bû.

Ji ber ko Francan çavên xwe berdane Misre, Þêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Þêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Þêrko karûbarê Misrê gerand. Piþtre li wir Selahedîn bû wezîrê pêþî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû þahê dilê misriyan. Selahedîn Franc di þerê li Dimyatê de þkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piþtî mirina xelîfê fatimî Aladdid êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piþtî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê Maltaba Eyûbiyan sazkir.

Bi þer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Þam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di þerê Hitînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Þahê Inglîstanê Richard (bixwêne rîtçard!), yê bi Dilê þêr navkirî careke din êrîþî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û þer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titiþt di destê xaçperestan de nema.


Selehaddîn Eyûbî

Silhedînê Eyûbî (Selahedîn, Selaheddîn, Selahedîn Eyûbî, Simko) serleþkerê misilmanan bû li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filîstînê ji bo ola xwe biparêzin) û di bidestxistina bajarê Qudsê (Orþelîm) de û qewirandina xaçperestên Ewropî ji Rojhilata Navîn serketî bû.

Piþtî ku Selahadînê Eyûbî di 4 adara sala 1193an de li Þamê wefat kir, Maldara(Dynastie) Eyûbî ya Kurd di heman salê de hilweþiya. Împaratoriya Eyûbî, ji aliyê Selehadînê Eyûbî ve di gulana sala 1175an de hate damezirandin.


Sultan Selahaddîn, sala 1138 li Tikrîtê hatîye dinê. Navê bavê wî Necmeddin el-Eyyubî bîn Þadî bin Mervanî ye. Malbata wî ji eþîreta Revadî ye û Revadî jî digihîjin Hîzbanîya. Derheqê piçuktîya wî da zêde tiþt nayê zanîn. Gorî lêkolîna Dr.Ahmet el-Bilî, bavê Selahaddin Necmeddîn Eyyubî û Esededdîn Þerko ji Tikrîtê diçin Musilê. Li wir tekilî ordîya Imadeddîn el-Zengî dibin û ji wî ra gelek xizmetê dikin. Sala 1140’î da wexta ku Imadeddin el-Zengi Baalbekê zeft dike, bavê Selahaddin dibe hukumdarê Baalbekê. Piþtî mirina El-Zengî, dibe qumandarê ordîya Þamê. Wê demê birê wî, Þerko jî qumandarê ordîya Sultan Mahmut Nureddîn bin Imadeddin el-Zengî ye.

Zarokatîya Sultan Selahaddîn li Baalbekê derbas dibe. Xwendina xwe li wir diqedîne. Piþtra bi bavê xwe ra diçe Þamê, li wir warê çekdarîyê da perwerde dibe. Piþtî xwendina xwe gorî lîyaqata xwe dibe xwedî maqam û di demek kurt da jî dibe walîyê Þamê. Sala 1164’an da bi apê xwe Þerko ra diçe Misrê. Li wir têkilî þerê Bilbîsê dibe. Sala 1168’â da li dijî hukumdarê Filistîn Amorî ra þer dike û bajarê Iskenderîyê digre. Dijî êriþên ordîya Frenkan berxwe dide. Piþtî lihevhatînê, bi apê xwe Þerko ra vedigere Þamê.

Piþtî vegera wîya Þamê, ordîya Filistînê dikeve Misrê. Li ser ricaya Xelîfe El-Adid el-Fatimî û Wezîrê wî Savar Sultan Nureddin, carek din Serko û Sultan Selahaddîn berê xwe didin Filistînê. Serko ordîya Frenk teslim digre, Savar dikuje û dibe wezîrê Adidi el-Fatim. Duh meh þunda piþtî mirina Serko, Sultan Selahaddin 22 salîya xwe da cîyê apê xwe digre û dibe wezîrê El Fatimî. 25’ê Adarê sala 1169’an da Xelîfe El-Fatimî navê El Melîk el-Nasir Ebu el-Muzaffer Selah el-Dunya û El-Dîn lê dike û ordîya Surîyê dikê bin qumqndarîya wî. Sultan Selahaddîn berê êrîþa Sudanî ya ku li ser welatê wi da hatibu, berteref dike. Bi alîkarîya birayê xwe Turanþah bajarê el-Nobe digre û berê xwe dide bajarê El-Quddus’l Þerîf û Filistînê.

Qumandar û Emirê Sultan Nureddîn gelek caran jê ra gilîyê Sultan Selahhadin dikin. Lê tucarî nikarin navbera wî û Sultan Nureddîn xirabikin. Sultan Selahaddîn bi zanayîya xwe û bi cesareta xwe tim li ba Sultan Nureddîn cîyekî girîng digre.

Sultan Selahaddîn, piþtî mirina El Xelîfe el-Adid, sala 1172’an da dibe hukumdarê Misrê. Du sal þunda, sala 1174 da Sultan Nureddîn wefat dike. Rêya hukumdarîyê ji Sultan Selahaddîn re ve dibe, lê ew xwe grêdayî hukumdar El-Melik el-Salih Ismaîl bîn Nuerddîn dihesibîne.

Sultan Nureddin li ser eriþên birê xwe yê bi navê El-Emîr Seyfeddîn el-Melik el-Salih alîkarî ji Sultan Selahaddin dixwaze. Sala 1175’an da Sultan Selahaddîn bi ordîya xwe êriþî Þamê dike, Þam, Humus û Hamayê digre û davê ser Halebê. Ser vê yekê El_Emîr Seyfeddîn bi Frenkîya ra itiifakê çêdike û Sultan Selahaddîn tehdît dike. Lê Sultan Selahaddîn li nêzikî Hamayê berî ordîya wan dide. Hemû bajarê ku di destê El Emîr Seyfeddîn da hene, digre û vedigere Þamê. El Xelîfe el-Bagdadî, sala 1175’an da liyaqata Sultanîye li Selahaddîn dike. Bi navê wî pere derdikeve û li ser navê wî wek El_Melîk el-Nasir Yusuf ibn Eyub, xutbe dide xwendin.

Bi alîkarîya birê wî Turanþah Yemen û Aden jî dikeve bin hukumdarîya Sultan Selahaddîn. Sala 1178’an da bi Frenkîyan ra dikeve þerekî giran û bi zaîyatek mezin þer winda dike. Lê di zemanekî kurt da ji bo heyfa xwe carek din berê xwe dide Filistînê. Li Mecr el-Uyunê berî Frenkîya dide û gelek prensê wan êsîr digre. Piþtî wî þerî sunda berê xwe dide Ermenîstanê û wê derê jî li hukumdarîya xwe girêdide. Vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve. Carek din dîsa berê xwe dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn davê ser Musulê, Sîncar û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û Halebê. Sala 1185’an da cara duduya êriþî Musulê dike. Piranîya Mezopotamyayê û Kudistanê dike bin hukumdarîya xwe. Nav hukumdarê misilman da dibe xwedî cîyê herî bilind. Lê dilê wî da daxwazek wîyê girîng dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.



Sultan Selahaddin li Filistîn e

Hukumdarê El-Kerk, peymana ku navbera wî û Sultan ve çêbibu, dide alikî û sala 1186 da eriþê hecîya dike. Ser vê yekê Sultan jî bi hazirîyek mezin, carek din berê xwe dide Filistînê. Salek þunda, sala 1187 da li Hutînê ordîya Frenk ji hev bela dike û Kralê Qudus û Prensê El-Kerk êsîr digre. Ala xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê dardixe. Meha Recebê sala 1187 Qudusê jî bi hukumdarîya xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.

Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê da dijîyan, bê tade û bê ezîyet jîyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû dirokvanên Frenkan jî, derheqê Sultan Selahaddîn da gelek tiþtên baþ dinivîsînin.

Ser girtina Qudusê Imparatorê Alman, Kralê Ingilîz û yê Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordîyek mezin amade dikin û berê wî didin Filistînê. Ordîya wan wexta ku êriþî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî sultanek misilman ji bo alîkarîya Sultan Selahaddîn tu tiþtek nakin.

Ordîya Frenk, serîda tê Akkayê û wir iþgal dike. Ordîya Sultan jî, alîkîda dijî wan berwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî þunda dikiþe. Dawîya þer da Akka dikeve destê Frenkan. Frenkan li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetildikin. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa Sultan û ya Frenka jî eþkere tê xuyakirin.

Þerê nevbera Ordîya Sultan û Frenkan da derdikeve, pênc sal berdewamdike. Sultan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe. 2 Ilonê sala 1192 an da navbera wan da peyman çêbdibe, gorî wê peymanê Sultan Selahaddîn ji þer muzzafer derdikeve û vedigere Þamê. Ser hatina Hacac ya Þamê, Sultan diçe pêþîya wî, lê di rê da nexweþ dikeve. 4 Adarê sala 1195 an de, di 57 salîya xwe da wefat dike. Sultan Selahaddîn li Camîya Ummeyê de tê definkirin.

Sultan Selahaddîn, bavê 18 zarokan bu, ji van 17ê wan kur yek jî qîz bû.


Kirinên wî

Þerê dijî ordîya Frenk qezenckir û yekitîya emirên misilmanan çêkir.
Suriyê û Misirê kir bin hukumdarîya xwe. (Her du dewlet alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
Sînorê hukumdarîya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji Sudanê heya Yemen û Adenê freh kir. Hukumdarîya xwe bi rewþek baþ domand. Ew, sultanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek mina hev didît. Derê wî ji hemû kesan ra vekirî bu. Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendîyê. Wexta ku walîyê Þamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik buye, nine. Alîyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be, ne ji bo jîyana koþk û sera be.“ Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal, milk û xwelî wek mîna hev in.“ Prens Muhammed Ali dibêje; „Piþtî mirina wî, di berîka wî da 47 Dirhemê wî tenê hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek kêmtir e.“

Mirovên di bin hukumdarîya wî da dijîyan, wî wek mirovek bi þewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun. Ew ji bo refah û emnîyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina wî hemû kesên di bin hukumdarîya wî da, þînek mezin kirin.

Jiyana wî di þer da derbas bu. Di saxî û nexweþîya xwe da tim li ser piþta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida; „Wexta ku pîyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweþ dihesibînim.“


Wesîyetê wî

Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesîyetê xwe dike û jê ra weha dibêje: „Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neþkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baþ çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e“

Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi þûrê min ve defin bikin ku bila roja mahþerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re þahidîyê bike.“


Gotinên ji bo wî

Imparatorê Alman, piþtî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweþim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin bû.“

Berî þerê navbera wî û Xaçlîya, Qumandarê ordîya Xaç Perest Richard (Richardê dil Þêr), ji eskerê xwe ra dibêje; „Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî þêrî ji dilê þêrê we mezintir e.“ Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê þuphe ew, mirovek xwedî þeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“ Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wîyê baþ tên rêzkirin.

Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baþ texmîn dikir û gorî wan planên þer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û þixulê kû dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û temûla wî bû“.

Jiyana Selahaddîn Eyubî di þer da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.

El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka tirba Imam Þafii hatîye avakirin.
El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina dînî hatîye avakirin.
Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatîye avêtin.
Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatîye inþakirin.
Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li baþurê Kahirê li ser bilindayîyek mezin wî daye çêkirin.


DEWLETA BEHDÎNAN (BADINAN) (1376-1843)

Mîrniþîna Badînan ya ko di navbera çerxên 13 û 14 de li ser destên Behaeddîn Þemdînî hatiye avakirin. Wekî tête zanîn ko ev mîrniþîne bi hêztirîn mîrniþîn bu li deverên Kurda di wî serdemî da. Mîrniþîna Badînan Hikomranî di kir di navbera salên 1262 ta 1842. Herwesa leþkerekê(40.000) bi rêk û pêk hebu. Paytextê vê mîrniþînê Amêdiyê bo. Bajêrê Amêdîyê di kevite navbera çîyayên Metîn û Gare.

  • ÞARAZOR (SHARAZOR)
  • REWADÎD (RAWADID) (P.Z. 955 -1227)
  • HESENWEHID (HASANWAYHID) (P.Z. 959 -1015)
  • BANU ANNAZ (ANNAZID) (P.Z. 990 -1116)
  • BOTAN (CIZÎRA BOTAN, BOKHTAN) (P.Z. 990 -1085)
  • HADHABANÎ (SEDSALA 11)
  • BEDLIS (1182- ?)
  • EYARÎ (ENAZÎ)
  • ERDELAN (ARDALAN) (1182- ?)
  • SORAN
  • EMIRTÎYA MUKRIYAN () (NAVBERA SEDSALÊN 15-18)
  • EMIRTÎYA BABAN () (1649-1850)




Albatros is offline  
Eski 29-11-2007, 04:25 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: faili meçhul
Mesaj: 7,945
Üye No: 10
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 5400258
Rep Derecesi
Albatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond repute
Varsayýlan


SEDSALA 19-20-21 (DEMA MODERN)


Hikumeta Kurdistanê ya Þêx Mehmud (1918)

Di nîsana 1916'ê de Sazanov shalyarê derve yê Urisan nameyek bo balyozxaneya Fransî li Petrogradê hinart, tê de got, ku herêma Kurdistanê : Rojavayê Wanê û Bitlisê, di nava Mosh, Sêrt, Çemê Dicle, Cizîra Botan û xêzeka, ku ji çiyayên nêzîka Amêdiyê û heyanî bi Mergewerê, wê ji Urisan re bite hêshtin û Uris jî ji Fransa re herêmên, ku di nava Aladax, Qeyseriyê û Xarpotê de, dihêlin.

Wilo em dibînin, ku welatê me ji biyaniyan re, mîna Iraqa erebî giring bû û giringiya welatekî jî pir caran dibe egera bindestî, sohtin, pashvemayîn û parçekirina wî...

Ji ber vê yekê, Ingilîzan ji zû ve ajanên xwe di teviya Iraqê û bashûrê Kurdistanê de belav kiribûn. Ji wan Major Bell û jina wî Xanim Bill di dîroka têkiliyên Ingilîzî bi kurdan re bi nav û deng in.

Dewleta osmanî digot, ku wê Ingilîz Kurdan têxînin bin zora xwe û dewletê ji wan vehese, lê nizanî, ku wê Ingilîz hêdî hêdî teviya Iraqê û bashûrê Kurdistanê ji dewleta osmanî bistînin û bidin Ereban.

Di ber karê ajaniyê re, rojhilatnasên Ingilîzî li ser gel û nijadên herêmê pir nivîsandin û li gor ramyarî û lishta xwe ya kolonyalîst nivîs belav kirin û derew jî pêda kirin.

Bi ser vê de jî, têkiliyên xwe yên bi dizî û ashkere bi serekên êlan re, bi shêx û melayên sist re çêkirin û ên ne diketin bin destên wan bi rêya ajanên xwe dikushtin an jî hêrish bi rêya hinde serekên ajan dibirin ser wan û hêza wan tune dikirin.

Ji sala 1913'ê ve shêx Mehmûd Berzencî xebitî, ku bi herdu kurên Bedirxanî ( Kamil û Husên Pasha) re bigihîne peymanekî bo rizgarkirina teviya Kurdistanê ji zordariya Osmaniyan û bo avakirina dewleteka kurdî ya federal.

Di 04.09.1914' ê de Osmaniyan shêx Evdilselam Barzanî di bendexane ya Mûsilê de bi dar ve kirin û bi destê zorê berxwedan a kurdên Barzanî pelixandin. Eve jî sedemek bû, ku dan û standina Barzaniyan bi Ingilîzan re di 01. 11. 1919'ê de çêbû û ji ber ku Ingilîzan dixwastin kurdan û Asûran li hember dewleta tirkî rakin. Lê Tirk jî her dixebitîn, ku bi navê Islamê di nava kurdan û Asûran de, di nava Kurdan û Ingilîzan de dijheviyê pêda bikin. Kurdan jî pirs ne dikirin, ma çi demê Islamê gotiye, bila Tirk her û her zordariya xwe li gelan bikin û mafên gelê kurd bidizin û welatê wan talan bikin û bo xwe Tirkan Islamê bikin debanê (silahê) kolonyalîzmê!?.

Di dawiya sala 1914'ê de, pishtî ku cenga cîhanî ya yekê dest pêkir û Tirkan xwe dane rex Qeyserê Almaniya dijî Ingilîz, Fransis, Uris, Italî û Yonanan. Ingilîzan bi terzekî leshkerî ketin Iraqê bo "parastina lishtên xwe yên petrolî di bashûrê Iranê de ". Lê bi rastî çavêd wan ne tenê li Petrolê bûn, dixwastin hemû xêr û bêrên vî welatî bimêjin û ji xwe re baregeh û pêgehekî leshkerî yê herheyî pêda bikin bi mebesta zepkirina gelên wê herêmê û parastina rêya Hindistan û rojhilatê.

Di Nîsana 1915'ê de, Tirkan " Fetewa Cîhadê " dijî " Gawiran " belav kirin, dema dîtin, ku leshkerê Ingilîzî dixwaze Basrê li bashûrî Iraqê bistîne.

Di wê demê de shêx Mehmûd hêzeka kurdî ya mazin (1000 mêr) bi hev xist û çû bajarê Basrê, ku nehêlibe Ingilîz bi rêya leshkerî Iraqê bistînin.. lê gava bihîst, ku leshkerê Uris ji jor ve derbas Kurdistanê bûye, vegeriya û hêza Urisan ji Rewandozê derxist û loma wan berê xwe da Iranê û bi rojhilat ve çûn. Lê berî derketina Urisan ji Rewandozê gelê Kurd dane ber shûr û sungiyan û gelek ji kesên bê çek û bê guneh kushtin.

Roj bi roj Ingilîzan shar û gundên li ser rêya Bexdayê standin û li dawiyê gihane Bexdad û Diclê û pishtî gelek shikandin û serkeftinên xwînî û dayîna soz û peymanan bi shêxên Ereban re, Ingilîzan destên xwe danîn ser Iraqa erebî. Bi rastî bêyî pêdakirina milîsên LîFî ji rûnishtvanên gund û bajarên ereb û ji Asûran, Ingilîzan çi caran nikanî bûn bi asanî xwe bigihandana Bexdayê.

Di 11.03.1917'ê hêzên Ingilîzî di Bexdayê de cî girtin û ber bi bashûrê Kurdistanê ve çûn.

Rewsha gelê kurd û Kurdistanê di cenga " Seferbirlikê " de wekî ku me ji bav û bapîrên xwe bihîstiye, giha bû ber mirinê. Tirkan welatê me mêtibûn, bi sedhezaran xurt û lawanên kurd ajotibûn qadên cengê, bajarên Kurdistanê hatibûn talan kirin, birçîbûn, zêwirî, mirin û bi ser ve jî revandina jin û zarokan, arkirin û talankirina malan bûbûn karên rojane. Qozaqên ku ji bashûrê Rusiya jî hîn ji Tirkan pîstir kiribûn, di nava Qars û Mûsilê de gelê kurd ketibû ber candanê û tunekirinê, li kolan û rêkên welatê me mirovên birçî bi sedan diketin û ranedibûn, ên mayîn jî goshtên seg, pisîk û hespan dixwarin û dibêjin, ku heyanî leshên kushtî û mirdaran jî dixwarin..

Pishtî serkeftina shorisha Oktoberê ya sala 1917ê li Sovyêtstanê ji gelên cîhanê re peymana Sayks Picot hat ashkere kirin û diyar bû, ku Ingilîz û Fransis nehatine bo rizgarkirina gelan, ewan bo zepkirin, talankirin, parvekirin û mêtina welatan hatine rojhilata navîn.

Li hember va cerisîna mazin a, ku rûyên kolonyalîstan resh kiriye, Ingilîz û Fransisan belavokek bi hev re derxistin, tê de gotin, ku amanca Fransa û Brîtaniya ya Gewre di cenga rojhilatê de, a ku ji ber malxuriya Almaniya vêketiye, ewe ku herdu dewlet dixwazin gelên ji zû ve di bin koletiya Tirkan de dinalin, rizgar bikin û sermîriyên netewî yên, ku li ser daxwaz û hilbijartina rûnishtvanên netewî ne, ava bikin.

Berî ku ceng bigihe dawiyê, Ingilîzan destên xwe danîn ser bajarên kurdan jî, mîna Xaneqîn, Kifrî û Kerkûkê. Lê eve bi asanî ne çû serî, kurdan berxwedaneke gewre nîshan dan û ziyaneke mazin gihandin leshkerên biyanî. Bi rastî ne tenê Ingilîzan dixwastin Kurdistanê zep bikin, Uris û Tirkan jî bi hêzên xwe di wan bajar û çiyan de hebûn. Em dibînin, ku Xaneqîn û Rewandoz her carê diket destê hêzekê, lê gava Ingilîzan Kerkûk bir, hêviya Kurdan di azadiyê de mazintir bû ji ber ku ewan ji zordariya Tirkan rizgar bûn, ewên ku çavên gel bi navê Islamê û bi " Xîlafetê " kûr kiribûn û bi xwe jî ji Islamê gelek dûr bûn. Ji aliyê dî ve, cara yekê bû, ku mezinên Kurdan ên netewî bi rêyeke diplomasî li Parîsê, pishtî kutabûna cenga cîhanî û shikestina Tirkan, pirsa dewleteka kurdî ya serbixwe anîn ser masê û di wî karî de General Sherîf pasha ristekî gewre û bash lîst, lê di wê demê de jî sê rengên daxwazan di nava gelê Kurd de hebûn:

1) Daxwaza Serxwebûna gishtî, li bakurê Kurdistanê General Sherîf pasha û Mîr Emîn Elî Bedirxan, li bashûrê Kurdistanê Shêx Mehmûd û li rojhilatê Kurdistanê Simko Axa yê Shikakan bi va daxwazê ra bûn.

Têkiliyên komik û kesên, ku ev daxwaz dixawstin bi dewletên mazin re hebûn, bi mebesta ku cîhanê bi xwe re li dijî dewleta tirkî bo mafê gelê kurd rakin.

2) Daxwaza Otonomiyê, Shêx Evdilqadirê Neqishbendî û mala Shêx Evdilselam Barzanî yê, ku Tirkan darve kiriye.

3) Daxwaza dewleteke Islamî, ya dijî destdirêjiya Ewrupiyan û dijî Urisan, van jî digotin, eger dewleteke kurdî hat avakirin, divê ne di bin destê dewleteke mezin de be. Ewan dij bûn, ku Kurdistan mîna Iraqê be. Serekên va daxwazê jî, bi piranî di bakurê Kurdistanê da bûn û gava dîtin, ku Dewletên mezin bi Tirkiyê re peymana Lausanne pêda kirin, xwe li dor Shêx Saîdê Pîranî civandin û serî li dewleta tirkî hildan. Lê heya wê demê bi " Islametiya Ataturk " hatibûn xopandin.

Kolonyalîstên Ingilîz yên, ku bi hemû serekên Kurdan re didan û distandin, di bîr û baweriyeke dî de bûn, Sr. Arnold Wilson Li ser daxwaza Simko Axa gava wî mirovek di sala 1919'ê de bo dan û standinê li gel Ingilîzan pêda bike, bi mebesta Kurdistana bin destê Farisan tev dewleta kurdî bike, shiyand, dibêje:

" Diviya bû me pishtgirtiya xebatên cudakariyê yên Kurdên, ku li Iranê dijîn, nekira, ne jî Kurdên, ku di bin destên Tirkan de, pêwîst bû, me Kurdên dervey wilayeta Mûsilê bi serê wan bihêshtana ."

Di 30.10.1918ê de, berî ku Ingilîz bigihin bajarê Mûsilê peymana Modurs hat muhrkirin û Tirkan jî bajarê Suleymaniyê ji Shêx Mehmûdê Berzencî re hêshtin. Bo wî delîve çêbû, ku daxwaza ji zû de di dilê Kurdan de mayî, bi cih bîne. Dan û standin bi Ingilîzan re pêda kir, ku shêxê kurd bibe qeralê (Hakimê) Suleymaniyê û pareka mezin ji herêmê. Ingilîzan hukumdariya wî pejirandin û ji dawiya sala 1918ê de mehane dane wî (15000 Rubêh hindî), Major Noel jî li ba wî kirin serkarekî ramyarî û yê shêwrê û zimanê kurdî bû zimanekî mîrî. Lê belê Ingilîzan pir têkilî bi shêx û serekên êlên Kurdan re, li hemû bajar û deveran pêda kiribûn, ji wan qeral û berpirsiyarên ramyarî bi cih kiribûn. Wan ji xwe re ajan û berdevk jî, têkil û berdest, rêçbir û bermalî kirrî bûn, mîna Mustefa pasha ji serekên Bacilan, shêx Hemîdê Talbanî ji herêma Kerkûkê, Serekên Dawodê, Pismamê Mîr Seîd begê Yezîdî ( Ismaîl beg) ê, ku rêberî bo Ingilîzan di çiyayê Shengarê de sala 1918ê kiriye, û Hemo Shêro yê, ku Ingilîzan ew gelek erzan kirrîne û kirine xudanê çiyayê Shengarê.


Ingilîzan ji vê pê ve xwastin dan û standina xwe di civata kurdî de xurtir bikin û hemû shêx û serekên êlan li dij hev û din rakin. Ajanên wan mîna Bell xanimê û Mr. Hay xwe gihandin serekên êla Caf û bi taybetî Adle xanimê li herêma Helebçe, a ku hemû hêza xwe alîkariya Ingilîzan kir û dawiyê vegeriya aliyê Shêx Mehmûd, bi ser de jî xwe gihandin kesên mîna Shêx Taha yê Shemzînî, ku nehêlin têkilî di nava bakur û bashûrê Kurdistanê de çê bibe, û hinde kesên bi hêz mîna Babekr axayê Pishdarî, yek ji gewretirîn axayên Kurdistanê bi aliyê xwe xistin û kirin destik bo dijminê gelê Kurd. Di rojhilatê Kurdistanê de jî dan û standina Ingilîz bi mezinên Kurdan re pêda bûn, bi mebesta, ku di dema bixwazin, kanibin Shêx Mehmûd bi tenê bihêlin û wî di cî de bipelixînin. Ji ber ku amanca Ingilîzên kolonyalîst ne avakirina dewletekî kurdî bû, daxwaz û mebesta wan ji teviya têkiliya xurtkirina bargehên xwe yên leshkerî û hebûna xwe ya ramyarî û aborî û firehkirina hikarî û posîdeyên xwe di Kurdistanê û Iraqê de û bi ser de jî civandina Kurdan li hember Uris û Tirkan.

Shêx Mehmûd destelatiya di bin saya Ingilîzan de nepejirand û bi taybetî zimandirêjiya Major Soane ê, ku dixwast hêzên kurdî mîna milîsên Lîfî bo xwe bi kar bîne. Di 22.05.1919ê de serî li biyaniyan hilda, xwe bi "Shahê Kurdistanê " nav kir û têkiliyên xwe bi Kurdên Shirnaxê, bi Adle xanimê re û bi êlên Horman û Merêwanê re çê kirin. Ev karê wî yê dij Ingilîzan, ewan hêrs kirin û di cî de hêribirin ser hêzên kurdî, bi tang û top û balafiran û bi pishtgirtiya cash û axayên Hemawend çûn ser Shêx Mehmûd û roja 22.06.1919ê li Derbendî Baziyan sherekî mezin çê bû, tê de 200 kes ji aliyê kurdî shehîd bûn û 80 kes dî jî birîn bûn, yek ji wan Shêx Mehmûd bi xwe û loma Kurdan navê zinarê, ku Shêx li ber wê berxwedan dikir, kirin ( Berde Qareman ). Shêx Mehmûd girtin û anîn Bexdayê, li wir ew avêtin bendexanê û fermana darvekirinê danê. Pisht re fermana darxistinê daxistin deh salan û di demeka kin de avêtin Hindistanê û li wir heyanî sala 1922ê hêshtin. Lê belê pêshmergeyên kurdên qehreman sherê xwe yê çiyayî dijî Ingilîzan berdewam kirin û bi taybetî êlên Zîbarî û Barzanî. Ingilîzan 4000 Asûrî tev kirin û shiyandin ser Barzaniyan, lê bi sedan ji wan li nêzîkî çemê Zab û li Barzan hatin kushtin û hêrisha wan bû sedema qirkirina wan. û heya demeke dereng leshkerê Ingilîzî ne kanî bû zora Barzaniyan bibira. Vê berxwedanê hêsht, ku sermîriya Londerê Shêx Mehmûd dîsa ji Hindistanê vegerîne Iraqê.

Em dizanin, ku di sala 1920ê de, General Sherîf pasha di peymana Sevres de mafê dewleteka kurdî di qada diplomasiya navnetewî de stand. Eve jî ji Shêx Mehmûd re pishtgirtiyeke mezin bû. Lê ji ber ku amanca Ingilîzan avakirina dewleteke Iraqî yê girêdayî wan bû, her xebitîn, ku têkilî di nava bakur û bashûrê Kurdistanê de bi ser nekeve û kurd nekanibin Mûsilê ji dest Ingilîzan derxînin.


Berî vegerandina Shêx Mehmûd, Ingilîzan hukumdariyeke erebî ya ajan û girêdayî li Iraqê çêkiribûn, lê dizanîn, ku bê razîkirina Kurdan wê dewleta Ereban bi ser nekeve. Lew re di 24.12.1922ê de daxweyaneke Ingilîzî Iraqî derket, tê de "Mafê gelê kurd di avakirina hukumdariyeke kurdî ya otonom de di çarçiva dewleta Iraqî de " û "Para Kurdan di sermîriya gishtî de " hat diyar kirin. Berî wê Mustefa Ataturk di 01.11.1922ê "Meclîsa netewî ya mazin" ava kiribû, sultaniya osmanî rakiribû û xwe boyî peymaneke taze li ciyê peymana Sevres de amade kiribû. Hêzên wî yên leshkerî jî derbas herêma Rewandozê dibûn û sermîriya tirkî bangeshiya " Mafê Tirkiyê di wîlayeta Mûsilê de " belav dikir.

Di 21.07.1922ê de, di mizgefta " Seîd Hesen " de li shahnishîna kurdî ( Suleymaniyê ) yekemîn partiya ramyarî di dîroka tevgera netewî ya gelê Kurdistanê hat avakirin, bi navê ( Partiya Kurdistanê ), serekên wê jî Mustefa pasha Yamulkî, ewê ku berê General bû di leshkerê osmanî de û pisht re di dewleta kurdî de bû serekê dadmendan û wezîrê ragihandinê û bi wî re Shêx Mehmûd jî berpirsê partiyê bû. Partiya Kurdistanê PK ji maldar, ronakbîrên burciwa, serbaz, bazarvan û gundiyan pêda bûbû, daxwaza Kurdistaneke serbixwe, di bin saya avahiya civakî ya heyî de, dikir, ji xwe re hinde amancên aborî û çandî yên netewî dana bûn. PK sê salan berdewam kir û di sala 1925ê ji hev ket.

Ji ber ku Ingilîz pêdiviya hêza kurdî bo parastina lishtên petrolî yên, ku di wîlayeta Mûsilê de, didîtin, Shêx Mehmûd kar û barê xwe yê mîrî mîna "Shahê Kurdan" li Suleymaniyê berdewam kir, birayê xwe kir serekê wezîran û di sermîriya wî de 8 wezîr hebûn, Shêx Mehmûd bi xwe wezîrê parastinê bû, Kerîm Alaka yê (filleh) bo diraviyê, Muhemmed Xalib wezîrê hundirî bû, Heme axa wezîrê kar bû, Shêx Elî Kildirî yê dadmendiyê bû, Hecî Mustefa pasha bo ragihandinê bû û Mîrza Ehmed serekê Polîs bû. Ala kurdî jî bi van rengan bû : Kesek di hindir wê de bi giloverî rengê sor hebû, di hindir rengê sor de jî heyveka zer hebû. û boyî poste pûlek hebû, li ser wê du xencer hebûn û ( Hukmetê Bashûrê Kurdistanê ) hatibû nivîsandin.

Rojnamevaniya kurdî li Suleymaniyê li ser serxwebûna Kurdistanê dinivîsî. Rojname ya ( Rojî Kurd ) li ser têkiliya Kurdistanê bi sermîriya Iraqê re diyar dike, ku zanîna dîrok û cugrafiya xweya dikin, ku netewa kurd ji berê de yekbûneke bi serê xwe ye û bi cî buye. Rastiyên zanyarî diyar dikin, ku bingehên netewî yên va netewê hene û kurên wê ne kêmtir çand û sharistanî ne ji yên netewên dîtir. Di warê bazarvanî û çêkirinê de jî eger ji wan ne bashtir bin û di pirsa mafên mirovî de û di hebûna erd û rûnishtvaniyê de jî mîna wan in. Mafên netewî û sînorên herêmî yên, ku Koma Netewan bo wan gelan mîna mafekî biryar kirine, bo me jî biryar kirine û ji bo parastina para xwe ji wî mafî emê her qurbanekî pêwîst bidin.

Ji wê demê de navê Sovyêt û Sozyalîzmê di Kurdistanê de bi qencî û rindî belav bûbû, di straneka kurdî de li herêma Mukrî navê Lenîn dihat ser zimên:



" Lenîn estêrey gesh e

Helhat li ser Rûssiyat.."


Shêx Mehmûd ji ber ku bawerî bi Ingilîzan ne dikir û dizanî bo çi ew ji Hindistanê hatiye vegerandin, di 20.01.1923ê de nameyek bo Lenîn hinart, bi dirêjî li ser pirsa gelê Kurdistanê û têkiliyên bi shoresha azadiya gelan re rawesta, tê de dibêje:



" Em baweriya xwe bi sermîriya sovyêtî tînin û wê ji xwe re mîna pishtekî dinasin û ez dikarim tenê bibêjim, ku teviya gelê kurd gelê sovyêtî mîna rizgarvanekî rojhilat dizane û loma wî biryar dayî û amade ye, ku qedera xwe bi a gelê sovyêtî ve girê bide.. "


Lê em nizanin, ka Lenîn bersiva Shahê Kurdan da an na.

Shêx Mehmûd ji shêxên rêya qadirî bû, bi zimanên erebî, tirkî, farisî û kurdî xwesh dizanî. Mirovekî çavdêr ê îngilîzî yê bi navê Edmonds bû, digot ku Shêx Mehmûd fermanên Ingilîzan napejirîne, ji ber ku di nav bayê Kurdistanê yê sert de jiya ye. Lê rastî ew e, ku gelê kurd azadiya xwe dixwest. Edmonds dibêje, ku Shêx Mehmûd berî vegere Suleymaniyê soz da bû, ku li gel Ingilîzan kar bike û serdestiya wan bipejirîne, lê çaxa ew bi rê ve çûye Suleymaniyê û bayê Kurdistanê hilkishandiye, dît ku gelek mezinên Kurdan hatine pêshiya wî li Stationa Kinkirbanê û Major Noelê îngilîzî yê li gel wî bû, mîna qunsulekî xwe diyar dikir, ne mîna serdestekî.

Pishtî, ku Ataturk hêza xwe di Tirkiyê de xurt kir û ji Ewrupiyan re diyar kir, ku ewê saziya ewrupî di civat û aboriyê de bi kar bîne, Ingilîzan xwastin xwe nêzîk Tirkiyê bikin, bi taybetî berî girêdana Kongra (Lausanne ) û bi wan re li ser rewsha herêma kurdî ya tijî petrol biaxivin û bi rêyeke diplomasî wê herêmê di bin destên xwe de bihêlin. Li ser vê bingehê Lordekî Ingilîzî li gel Ismat Inunu di 20.11.1922ê de rûnisht û li ser wîlayeta Mûsilê axivt. Lê ji aliyê din ve, ev jî ji rovîtiya Ingilîzan tê, bi sê mezinên Kurdan re axivîn, ku ewan bi pishtgirtina Ingilîzan li hember Turkan rabin, gava Tirkan xwestekên Ingilîzan bi cî ne hînan.

Serekên Kurdan Shêx Mehmûd, Simko yê Shikakî û Mîrza Taha yê Nihrî bûn. Ji wan tenê Mîrza Taha hat xapandin û hêrish ser sharê Rewandozê kir, ew sharê, ku wê demê dîsa ketibû destê Tirkan. Lê hêrisha wî badlihewa çû û gelek Kurd hatin kushtinê. Ingilîzan dît, ku ewan nikanin zora Tirkan bibin û nikanin Shêx Mehmûd jî bixapînin, dest bi pîlaneke dijî gelê Kurd kirin. Bi sermîriya erebî ya Bexdayê re, daxweyaniyek derxistin, tê de gotin, ku sermîriya xwediyê Celaletê Brîtanî û sermîriya Iraqê dipejirînin û biryar dikin, ku " Mafê Kurdan di hevjînê û avakirina sermîriyekî kurdî de di hindir sînorên Iraqê de heye û herdu sermîrî hêvîdarin, ku Kurd di nava xwe de bigihin peymanekê li ser terzê sermîriyê û li ser sînorên, ku bo sermîriya xwe divên " û nûnerên xwe bishînin Bexdayê bo dan û standinê li ser têkiliyên wan ên aborî û ramyarî li gel sermîriya xwediyê Celaletê û sermîriya Iraqê.

Lê dîsa jî Shêx Mehmûd nehate xapandin û seriyê xwe ji Ingilîzan û ji dûvikên wan re danexist. Di wan deman de Kongra (Lausanne) ya yekê di Reshemeha (shubata) 1923ê de têk çû.


Shêx Mehmûd li ciyê, ku seriyê xwe ji Ingilîz û Erebên girêdayî wan re daxîne, têkiliyên xwe bi shêx û serekên (shîee) re li bashûrê Iraqê û bi taybetî li Kerbela û Necef xurt kirin, bi mebesta shoresheka kurdî erebî dij serdestiya Ingilîzan û sermîriya ajan a Bexdayê. Di wê demê de jî xwe amade dikir bo avêtina ser bajarê Kerkûkê. Bi ser de jî têkiliyên xwe bi malbat û serekên Kurdan re yên li bakur û rojhilatê Kurdistanê fireh dikirin.

Eve jî bo Ingilîzan mîna amadekirina serhildanekê dijî kolonyalîstan bû, lew re biryara tunekirina Shêx Mehmûd û dewleta wî dan. Di reshemeha 1923ê de ji Shêx Mehmûd xwastin, ku bi xwe re teviya endamên hukmetê xwe bîne û were Bexdayê. Shêx Mehmûd guh neda xwesteka wan û zanî bû, ku wê bi darê zorê bite gêrkirin û shikandin. Hema di cî de têkilî li gel hêzên Tirkan yên, ku li Rewandozê bûn çê kirin. Ingilîzan 20 balafirên ( Air Royal Force ) shiyandin ser Suleymaniyê bo hilweshandina baregehên dewleta kurdî, lê piraniya wan firokan di mij û dûmên de wenda bûn. Ji 03.03.1923ê de hêzên xwe li gel balafirên (Air Royal Force ) careka dî shiyandin ser sharê Suleymaniyê û bombe lê barandin, ji bombeyên ku neteqiyane, yek 250 kg bû.

Shêx Mehmûd ji bajêr derket û serokatiya leshkerê xwe bir shikeftekê ya li nêzîkî Serdeshtê bû û di 8ê Avdarê de rojnameyekî nû yê bi navê ( Bangî Heq ) derket, tê de banga cîhad û berxwedana netewî kir. Hêzeka îngilîzî ya bi top û tang ber bi Kioysenceqê ve û yeka dî jî ber bi Rewandozê ve çû, bi mebesta, ku tirk û kurd bi hev re alîkariyê dij Ingilîzan nekin. Kolonêl Ozdemirê, ku berpirsiyarê hêza tirkî bû li wir, di 22 Nîsanê 1923ê de ji Rewandozê kishiya û wilo Shêx Mehmûd bi tenê xwe ma, li hember leshkerê Ingilîz, leshkerê Erebên, ku bi wan ve girêdayî û cash, axa û maldarên dinên, ku ji ber hinde lishtên xwe yên kesanî, bûn dijminên gelê xwe.

Leshkerê Ingilîz yê fêrkirî û gelek bi çek û hêz, bi sher û pilan berxwedana kurdî shikand, di dawiya Nîsanê de Rewandoz stand û di 16.05.1923ê de ket hindirê Suleymaniyê. Lê ji ber ku berxwedana netewî berdewam kir, Ingilîzan dev ji bajêr berdan û komîtiya, ku dana bûn shûn sermîriya Shêx Mehmûd, di 14. 06.1923ê de ji kar derxistin. Lê berî, ku ji Suleymaniyê bi derkevin hinek guhartinên mîrî yên bo wan giring bûn, pêkanîn û teviya bajarên Raniya û Keladize ji bakur ve, Qeredax û Helbçe ji bashûr ve, Çeçemal ji rojava ve, ji Sulemaniyê cuda kirin û dan dest sermîriya erebî ya li Bexdayê bo wan ajanî dikir. Lêdana dî ya, ku li pishta þêx Mehmûd ketiye ji dervey Kurdistanê ve hat, di 22.07.1923ê de peymana Lausannê giha biryarekê, ku "mafê gelê kurd di dewletekî serbixwe de nîne", ew mafê, ku di peymana sévres de berî sê salan di nav netewan de, bi amadebûna Tirkiyê û nûnerên Kurdistanê, hatibû pejirandin. va biryarê rê da herdu dewletên sitemkar (Tirkiye û Brîtaniya Gewre ) bo pelixandina daxwazên gelê kurd bilivin û Kurdistanê li gor daxwaz û lishtên xwe parve bikin.

Shahê Kurdan careke dî destê xwe danî ser shahnishîna xwe û bizava xwe bo berxwedaneke mezintir kir.

Di 16.08.1923ê de firokên Ingilîzî careke dî hêrish birin ser Suleymaniyê û bombe bi ser baregehên Shêx Mehmûd de barandin. Shêx Mehmûd hêzên xwe kishandin Berzence û pisht re çû Penciwînê û ji wir de hêrish heyanî tixûbên Suleymaniyê anîn. Dawî ji ber ku firokan gellek bombe barandin ser hêzên wî û dijî gelê kurd ramyariya sohtina erd û zeviyan, gund û çiyan derketibû, Shêx Mehmûd hêza xwe kishand Iranê.

Di 16. 11.1925ê de Koma Netewan sînorên di nava Tirkiyê û Iraqê de pejirandin û bi wî terzî bakur û bashûrê Kurdistanê ji hev birrîn û gelê kurd ji hev cuda kirin. Lê berxwedana netewî dijî Ingilîzan û sermîriya Iraqê berdewam kir. Shêx Mehmûd di Tîrmeha 1926ê de dîsa di sînorê re derbas dibe û herêma pishder de hêzên Ingilîzî, Iraqî û Iranî bi hevre dijî Shêx Mehmûd sher dikin, hema nikanin zora wî bibin, Shêx Mehmûd firokvanekî Ingilîz jî destegîr (êxsîr) girt. Lê ji ber ku firokên Ingilîzan her dihatin ser hêzên wî û ziyanin mezin digihandin wan hêzan û ji ber ku Ingilîzan ji roja, ku ketine Suleymaniyê de rêyên çûyîn û hatinê li hêzên kurdî birrî bûn, hêzên polîsî jî, ên gerok û ên yekser dimînin di herêmê de belav kiribûn, Shêx Mehmûd dît, ku çare nîne, li hember her sê dewletan û hêza wî ya ku di Penciwîn û Barzan de livbazî dikir, ew jî hêza wî ya giringtir bû, nema dikare hêrishên xwe pêsh ve bibe, di meha Çêleyê pêshîn de 1926ê, li gundê Xormal li gel Ingilîzan rûnisht û xebitî bi rêyeke diplomasî hikariyê li Ingilîzan bike, lê çi hode ji wa rêyê jî nehat. Ingilîzan ji wî xwast, ku ew dev ji xebata ramyarî berde û kurekî xwe bishîne Bexdayê bo xwendinê, Shêx Mehmûd nepejirand û bersiva Ingilîzan da, got: " Qedera min a xweyî ji min re ne giringe, lê ez nikarim bibînim, her tishtê ku min bo gelê Kurd hêvî dikir û jîna xwe jê re qurban kir wilo hilweshe ." Ingilîzan daxwazên Shêx Mehmûd ên ramyarî û netewî ne pejirandin, wî berxwedana xwe berdewam kir û di bin zora firokan de kishiya Iranê. Di salên 1927 1931 de , Shêx Mehmûd carna bi qehremanî sher dikir û carina bi diplomasî diçû Ingilîzan, lê çi caran wan daxwaza gelê Kurd ne pejirand.

Di Hizêrana 1930 de peymana Ingilîzî Iraqî hat muhr kirin, a ku tê de Ingilîzan serxwebûna Iraqê pejirand, lê hemû tishtê dewleta nû xistibû bin lepên xwe, ji boyî ku Iraqê mîna stationekî li ser rêya Hindistanê bihêle.

Berî wê li bashûrê Kurdistanê komela " Gelî Yekîtî Kurdan " di Reshemeha 1930 de ava bû û kosaniyeke (berxwedaneke) gelêrî yê ramyarî di bajaran de dij bi Ingilîz û Iraqê nîshan da û daxwaza pêdakirina sermîriyeka kurdî ya di bin saya Koma Netewan de belav kir. Ingilîzan bi gullebarandinê li hember rêçûnên gelêrî derket. Shêx Mehmûd gelek daxweyan û belavok û gilî kirin, tê de xwe mîna qeralê Kurdistanê diyar kir û daxwaza " Idareya kurdî ya serbixwe“ kir , bo Koma Netewan jî daxawazên xwe bi rê kirin. Shêx Mehmûd sherê reshnîzamî (partîzanî) li rojhilatê Suleymaniyê û bakurê Helebçe gudand û di destpêka Avdarê de li Qeredaxê, Kifrî û heyanî çemê Diyalî sher kir. Di gundê Awbarîka de li bakurê Tozxirmato hêzên wî û yên neyaran bi hev çûn û demeke dirêj berxwedan kir û li dawiyê leshkerê erebî û yê Ingilîzî shikestin û Shêx ber bi ciyê xwe ve li gundê Pîran di rojhilatê Kurdistanê de çû. Lê gava bihîst, ku wê leshkerê farisî jî ji pash ve li wî bide, sê rojan bi Ingilîzan re dan û standin çê kir û li dawiyê di 13.05.1931ê de xwe da dest Ingilîzan û li penahiyê jiyana xwe bi birçîbûn û belengazî borand, heyanî roja 09.10.1956ê çû diyarê rehmetê.

Shêx Mehmûd, shahê Kurdistanê, yek ji rêberên berxwedana netewî bû, di dema ku hemû dijminên kurd bi hev re li hember daxwazên gelê me bi darê zorê alîkariya hev û din dikirin. Gelê me bi têkoshîna wî dê her serbilind be û wê ruhê berxwedanê di hishyariya Kurdistanê de her geshsh bike.



Jêder û serçavikên gotarê:
------
bi Almanî:

1) Ferdinand Hennerbicler, ên ku bo azadiyê dimirin Dîroka gelê kurd, Edition S, 1988 Osterreich.

2) Fadel Khalil, Kurd îro, Europaverlag,1985 Wien

3) Zuhdi Al Dahoodi, Kurd dîrok, çand û têkoshîna bo jînê, Umschauverlag, Frankfurt 1987

bi Erebî:

1) Iraq dewleteka bi zorê ye, Pêresh, Kurdolociya Nr. 2,1986, London.

2) Jewad Mella, Kurdistan nishtiman û gelekî bê dewlet, Kurdolociya London 1985

3) Dr. Ezîz El Hac, Pirsa kurdî di salên bîstan de, Beyrût 1984

4) Idmon Xerîb, Tevgera netewî ya kurdî, Beyrût 1973

5) Dr. Bilec shêrguh, Pirsa kurdî, Qahîre 1930

6) Dr. Kemal Ehmed, Kurdistan di salên cenga yekê de, Bexdad 1984

û hinde pirtûk û nivîsên din..




Kurdistana Sor

Guhertinên dîrokî çawa girîngiya xwe ya neteweyî hene wiha jî di çaroveya welatek de girîngiya xwe hene. Guhertinên dîrokî ew in, ku nexþeya (xerîte) cîhanê diguherînin û bandora xwe li ser paþeroja polîtîkaya navnetewî dikin.

Di encama van guhertinan de hin dewlet têne herifandin û hinên din derdikevin holê. Bi gotineke din, sîstema pêwendiyan a li navbera dewletan tê guhertin. Guhertinên di çarçoveya welatek de bi tenê rola xwe di qedera wî miletî ku li ser xaka wî welatî dijî de dilîze.

Di vê nivîsê de em dê bi tenê li ser guhertinên dîrokî yên di sedsala bîstem de çêbûne rawestin. Êdî pirs ev e, ku gelo di vê sedsalê de çend guhertinên dîrokî pêk hatine?


Ji kêmbextiyariya vê qonaxê sê car þerên navnetewî çêbûn. Her þerek guhertinên navnetewî bi xwe re anîn. Ji ber vê çendê ew guhertin wek guhertinên navnetwî têne nîþandan.

Bi vê yekê re em dikarin bibêjin ku guhertinên dîrokî yên pêþî di sedsala 20an de, di navbera salên 1914 û 1918an de çê bûn. Ji ber encama vî þerî du împaratorî herifîn: Împaratoriya Osmanî û Rûsyaya Qeyserî. Û di nexþeya cîhanê de dewletên wek Polonya, Fînlandiya… peyda bûn. Helbet dabeþkirineke nuh pêk hat û welatê me jî duyemîn car hate parçekirin.

Bêguman di vê guhertinê de hin dewlet herifîn û hin jî hatin damezrandin, ji bilî parçebûna Kurdistanê, pahra me ji van guhertinên dîrokî çi bû? Berî her tiþtî, pêkhatina peymana Sevrê û danîna Kurdistana Sor, du guhertinên girîng bûn di dîroka me kurdan de.

Wek ku tê zanîn, li gor peymana Sevrê, li ser bingeha xalên 62. û 63. û 64. diviyabû ku di nav salekê de -ger kurdan bixwesta- ew dikarîbûn bi awayekî serbixwe bijîn. Li ser vî esasî Yekîtiya Netewan (Y.N) dê piþtgiriya daxwazên wan bikirana û mafên wan biparastina. Û her wisa tê zanîn ku ev peyman (Sevr) piþtî biencambûna peymana Lozanê têk çû. Lê heçî Kurdistana Sor e, em dê li dawiya vê nivîsê li ser rawestin.

Guhertina dîrokî ya din, di Þerê Cîhanê yê duyem de dest pê kir ku di navbera salên 1939 û 1945an de çê bûbû. Di encama vê guhertinê de jî împaratoriya Almanî herifî û dîsa nexþeya cîhanê hate guhertin û bi dehan dewletên nuh ên serbixwe hatin damezrandin.

Ji vê guhertinê pahra me kurdan Komara Mahabadê bû, ku di sala 1946an de hate damezrandin lê mixabin piþtî salekê (11 meh) ev pahr jî ji destê me kurdan çû û em dîsa man bêdewlet.

Guhertina dîrokî ya sêyem jî di encama þerê sar de (1991) têkçûna Yekîtiya Sovyetan bû.

Di encama vî þerî de Împaratoriya Sovyetan herifî û nêzîkî 20 dewletên nuh hatin ser nexþeya cîhanê. Ji encama vî þerî pahra me kurdan aniha Kurdistana azad e ku îro li baþûrê welatê me peyda bûye.

Gelo çima kurd nikarîbûn di wan her du guhertinên pêþîn de mafên xwe biparêzin? Em dikarin bi kurtî bibêjin, ji ber ku vîyana (îrade) me di wan biryarên navnetewî de nîn bû!

Lê heçî Kurdistana azad e, ku di despêkê de em baþdarî biryara damezrandina wê nebûn jî, lê ji ber gelek merc û hoyan ev sîwan hate parastin û niha jî em bi awayekî eþkere dikarin bibêjin ku qedera gelê me li baþûrê welêt di destê me kurdan de ye. Bêyî beþdariya nûnertiya gelê kurd, çi herêmî û çi navnetewî, êdî tu hêz dê nikarîbe biryaran bistîne. Bi gotineke din, azadiya welatê me bi hêzên me yên sereke ve girêdayî ye û digel wan jî, dê vîyana gelê me di paþerojan de rê nede þerên birakujiyê!

Wek ku me di destpêkê de got, niha em dê hewl bidin xwe ku bi berfirehî li ser Kurdistana Sor rawestin.

Kurdên Rûsyayê û Sovyetan

Di sala 1966an de pirtûkek bi navê “Kurdên Li Pey Qafqasyayê” derketibû. Nivîskara vê pirtûkê kurdnasa (kurdolog) sovyetî T. A. Arîstova ye. Ew dinivîse:

“Li Azerbaycanê kurd li Zengîlan, Kelbajar, Kubatî û Laçînê kom dibin û her wiha, li herêma Îsmaîlîye jî hene.”

Di heman demê de Arîstova dibêje, ku di îstatîstîkên sala 1959an de li Azerbaycanê kurdan xwe wek azerî nîþan dane. Gelo çima van kurdan xwe ji neteweya xwe bêrî kirine, nivîskara kitêbê ji me re nade xuyakirin! Lê Arîstova rastiyeke din a ji rastiyên tal ji me re dibêje:

“Li Azerbaycanê naþiyên (ciwan) kurdan bes bi zimanê azerî dipeyivin, lê kesên navsere du zimanan dizanin.”

Divêt careke din bête pirsîn, gelo çima kurdên Ermenîstanê yên ku sînorên wan bi sînorê Azarbaycanê ve ye zimanê xwe parastin û her wiha bi pêþ ve jî birin, lê li Azarbaycanê birayên wan dest ji zimanê xwe berdan? Li gor min ev diyardeyeke (fenomen) balkêþ e, divêt diroknasên kurd mijûlî vê zuhura anormal bibin. Ne dereng, aniha, di vê heyam û serdema nuh de kurdnasên me divêt li pirêzeya xwe vegerin û gotina rast çi ye, bêtirs bînin ser zimên.

Ji bo ku dîsa em ji problema li ber xwe dûr nekevin, ez dê cardin vegerim ser rûpelên pirtûkên ku derheqê kurdên Azerbaycanê de ne. Arîstova, di pirtûka xwe de bi berfirehî li ser têkoþîna gelê kurd radiweste û vedigere ser miþextîbûna wan a ji Îranê û akincihbûna wan a li Azerbaycanê. Arîstova, miþextîbûna kurdan dibe sala 1807an û dinivîse, ku di vê salê de serokê malbatê Mihemed Sefî Soltan ji Îranê bi 600 malî ve derbasî sînorên Rûsyayê bûn û li Qerebaxê niþtecih bûn. Jê pê ve jî, kurd di salên 1813, 1828 û 1914an de hatine Azerbaycanê.

Piþtî Þoreþa Oktobrê û sazbûna Yekîtiya Sovyetan, Arîstova dibêje ku “Herêma Kurdan a li Azarbaycanê di salên 1920an de hate avakirin ku ev herêm ji van bajaran pêk dihat: Laçîn, Kelbajar, Kotulîn û Zengîlan.”

Kevintirîn gotara ku li ser kurdên Azerbaycanê ew e, ku di sala 1925an de li bultena Akademiya Zanistî ya komara Gurcistanê hatiye weþandin. Lêkolîna ku di vê bultenê de bi navê “Kurdên Azerbaycanê” li ser kurdan hatiye weþandin, di bin vî sernavî de, di nava du kevanên mezin de nivîskar babeta lêkolîna xwe wiha rave kiriye: “Çend Peyvên Etnografî”. Li gor ku xwediyê vê nivîsê G. Çûrsîn dinivisîne, “Kurdistankî Ûyêzd” ango Herêma Kurdistanê wek herêmeke îdarî di sala 1923an de li devera ku pirraniya rûþtivanan kurd bûn, hatiye avakirin. Rûbera cografyaya Kurdistankî Uyêzd 3.105 fersex e. Lê rûniþvanên wê 44 hezar kes in. Ji sedî 80 (% 80) kurd û ji sedî 20 (% 20) azerî ne.”

Ji materyalên heyî tê xuyakirin ku Herêma Kurdistanê di nav þêngeha Azerbaycanê de bi hêsanî nehatiye avakirin, berovajiya vê yekê, di nav deh salan de xirecireke mezin li ser forma avakirna wê çê bûye. Ji ber vê yekê, di navbera du demên cihê de komîsyon û heyetên têkel hatine herêma kurdan û raporên xwe li gor dîtin û baweriyên xwe þandine cihên fermî yên ji xwe bilindtir. Komîsyona ku di bin serokatiya A. Bûkþpan de li sala 1930 hatiye þandin yek ji van komîsyonan e. Dû re, rapora komîsyona A. Bûkþpan wek pirtûkek bi navê “Kurdên Azerbaycanê” di sala 1932an de li Bakuyê tê belavkirin. Niha em dê bi firehî li ser vê pirtûkê rawestin.

“Þoreþa Oktobrê zincîrên kevin qetand û hin ji gelên windabûyî derxist meydanê, jiyan û pêþketineke nuh bexþî wan kir.(Stalîn)”

Nivîskarê pirtûka “Kurdên Azerbaycanê” A. Bûkþpan bi van peyvên Stalîn rûpelên pêþîn ên rapora xwe dixemilîne. Jê pê ve jî di þûna ku Gelên Windabûyî mafên xwe li ser rûpelên pirtûka A. Bûkþpan cihê xwe bigirin, ditemisin û winda dibin!

Rapora Bûkþpan di despêka salên 1930an de, ne di berjewendiyên kurdan de bû. Lê niha ev materyal giranbiha ye. Çunke ew mafên herî hindik ku hukumeta Azerbaycanê di wê heyamê de tesbît kiribûn di roja îro de ew maf jî tune ne! Ji bilî viya, em bi saya vê pirtûkê li ser materyalên din ên derheqê herêma Kurdistanê de agahdar dibin. Di vî warî de numûne pirr in û em dê pêþkêþî xwendevanên xwe bikin.

Wek mînak, di havîna sala 1929an de heyeteke pispor di bin serokatiya Prf. B. A. Gurke-Kryajîn de diçe Kurdistana Azerbaycanê (Diyar e ku di wê heyamê de ev terîm bikar dihat. Lê heçî Bukþpan e, navê “Kurdistana Azerbaycanê” bi gotina qaþo! bikar tîne.). Mixabin, materyalên vê heyetê nehatine belavkirin. Bes bi alîkariya du gotarên serokê vê heyetê Gurke-Kryajîn, ku li rojnameyeka gurcî ya bi navê “Zariya Votoska (Elinda Rojhilatê)” di 12ê Tebaxa sala 1929an (no: 186/2154) û di 18ê Tebaxa heman salê de (no: 188/2156) hatiye weþandin, ku ew ligel firehkirina statuya Herêma Kurdî bûye. Lêbelê, A. Bûkþpan li dijî vê nihêrînê bûye û li gor baweriya wî ev yeka han di pirsa netewî de rasterast li dijî nihêrînên Marksîzm-Lenînîzmî ye. Û di warê siyasî de jî pirr kêmasî têde hene! Ne dûrî aqil e ku ji ber van kêmasiyên siyasî rapora Prf. Gurke-Kryjîn nehatiye qebûlkirin û her wisa jî nehatiye belavkirin. Her wiha jî dê ne dûrî aqil be, ew komîsyona ku di bin serokatiya A. Bûkþpan de hatiye þandin da ku wan çewtiyan li ser bingehê rastiya hebûna kurdan a li vê herêmê bide xuyakirin! Loma jî, ew muhawele dike ku hejmara kurdan li wir kêm bike. Li gor nihêrîna A. Bûkþpan gelek tirkên Azerbaycanî li ser nufûsa kurdan hatine qeydkirin!

Diyar e, ji ber van pirsên bi nakokî dê ji xwendevanan re ravekirina naveroka pirtûka “Kurdên Azerbaycanê” bi firehî pêwîst be. Her wiha jî, dê nasandina formata wê jî pêwîst be. Ji ber vê yekê em dê li vir hin pêzanînan raxin ber çavan:

Pirtûk ji 92 rûpelan pêk hatiye, ji qalibê orte ye û 8 beþ e. Ew jî ev in:

1.Pêþgotin.

2.Kurdên Azerbaycanê.

3.Erd û Sînorên Kurdistanê (Mebest, Kurdistana azerbaycanê ye - Nivîskar.)

4.Rewþa aborî li Kurdistanê.

5.Pêwendiyên civakî û aborî di nav kurdan de.

6.Berdewamiya avakirina êlî (eþîrkî) û avakirina sosyalîzmê.

7.Terkîba netewî.

8.Problema kurdî li Azerbaycanê.

9.Xerîteya cihên ku kurd têde dijîn.

Di beþa “Problema kurdî li Azerbaycanê” de nivîskarê pirtûkê vedigere ser materyalên arþîva navendî ya Azerbaycanê. Jixwe, ji vana jî tê xuyakirin ku pirsa wek herêmeke îdarî cudakirina Kurdistana Azerbaycanê gelek caran di nav endamên komîsyona hukumetê (ewên ku mijûlî vê pirsê dibûn) de û her wiha jî di rêxistina partiyê de bûye meydana munaqeþeyan. Pirsa kurdî wisa serê xwe radike ku heya di komîteya navendî ya Partiya Komînîst a Azerbaycanê de dibe sedemê stendina biryara þandina komîsyonê ya ji bo tesbîtkirina sînor û forma îdarî ya Nagornîy-Qerebax û Kurdistanê.

Di nihêrîna A. Bûþkpan de ev hebû, ku “Di nav endamên komîsyonê de tu þik ji bo dayîna Nagornîy-Qerebaxê nîn bû, lêbelê, ji bo Kurdistanê ev pêwîstî tune bû.”

Di wê qonaxê de pirsa kurdî li Azerbaycanê di hundirê çend mehan de tê nîqaþkirin. Meclisa Bilind a Azerbaycanê sê biryaran distîne. Ev biryar çi ne, nivîskarê vê kitêbê ji me re nade xuyakirin lê bes dîroka wan ji me re dibêje.

Li gor ku ew dibêje, biryara pêþî ya 21. 10. 1922an e. Biryara duyem, ya 20. 11. 1922an e. Û biryara sêyem jî, ya 30. 12. 1922an e.

Lêbelê digel viya jî di 13ê Kanûna 1923an de pirsa Kurdistanê dîsa tê nîqaþkirin. Du protokolên vê komîsyonê di arþîva Estîtuya Dîroka Partiyê de, bi navê “Stîpan Þaûmyan” hatine parastin. Ji têksta protokola pêþîn tê xuyakirin ku nêhêrînên endamên komîsyonan li ser pirsa Kurdistanê ne wek hev in. Ev tiþtên han di nav biryar û pêþniyarên têkel de xuyanî dibin.

Têksta Protokola Pêþî

Du pêþniyar hene:

1.Cudakirina Kurdistanê wek herêmeke îdarî ya taybet, ku li ser bingeha mafên statuya herêmî ya ku pêwîst e ew bi desthilatiya navendî ve girêdayî be.

Kurdistan ji Cewanasîn, Þûngîn, û Kubatlî pêk tê. Sebeb (di têksta orîjînal de wisa hatiye gotin û mebest jê ev e, ku wek herêmeke îdarî sebeba cudakirina Kurdistanê): Dûrbûna Kurdistanê ji navenda Baku û veqetandina wê ji Qerebaxê û pirrbûna rûniþtvanên wê ku 40 hezar kes in.

2.Kurdistan wek herêmek bi ser Qerebaxê ve girêdayî bimîne.

Têksta Protokola Duyem

Protokola duyem li ser rojeva civîna 7ê Temûza sala 1923an bi vî rengî hatiye:

Me bihîst (Birûsk).

2.Li ser Kurdistanê.

Me biryar stend:

Ji bo avakirina Otonomiya Kurdistanê dê navend û sînorê wê bête danîn. Piþtî sînordanînê dê ji Otonomîya Nagornîy-Qerebax bête veqetandin.

Çi bi serê vê biryarê de hat û çima neçû serî? Em pê nizanin. A. Bûþkpan wiha rave dike:

“Dîroka pêþketina vê pirsê di pêþ de ji me ve nexuyaye, lê ji biryara ku li dû wê hatiye stendin, wisa dixuye ku meqamên bilind miwafeqa xwe nedan û ji ber vê çendê ev biryar têk çû. Lêbelê di heman wextê de Kurdistan wek formek îdarî di forma “Îdareyê” de hate avakirin û di Tebaxa sala 1923an de Gûsî Haciyev (dibe ku ev nav bi awayekî din bête xwendin, lê ji ber ku bi zimanê rûsî wiha hatiye loma me jî li gor wî nivîsad) bû serokê komîta karger.”

A. Bûkþpan di nav pirsa kurdî ya li Azerbaycanê de hinek jî vedigere ser dîroka her çar perçeyên Kurdistanê û li ser vê pirsê radiweste da ku ji me re bibêje, “Tiþtê ku me li azerbaycanê daye wan, zêdeyî serê wan e!” Ji bilî vî tiþtî gelek çewtî di nihêrîna Bûkþpan a li ser dîroka gelê kurd de hene. Wek mînak, Bûkþpan serhildana Þêx Seîd ne tenê kevneperest dihesibîne, her wiha ew kesên ku beþdarî serhildanê bûne jî wek ajanên îngilîzan dibîne.

Li gor tê dîtin kurdên Azerbaycanê wisa bi hêsanî negihîþtibûn mafên xwe ku di formek herî piçûk ji formên mafê netewî ye. Her wiha jî, em pê dizanin ku ew li ser bingeha hejmara xwe ya pirr gîhane vî mafî. Loma jî þovenên Azerbaycanî bi her awayî xwestine ku hejmara wan kêmtir bikin. Di vî warî de em dê bi tenê numûneyek ji pirtûka A. Bûkþpan bidin, ku dibêje:

“Di civîneke giþtî de bi riya axiftina bi xelkê Çêraxê re me fam kir ku ji þeþ malbatan;

1.Wavîlî

2.Kezaxlî

3.Fatiklî

4.Xelefî

5.Çûrûllo

6.Tomisto

Bes malabata “Çûrûllo” ya ku bi eslê xwe ji Mîrekê ye kurd e. Û ji vê malbatê bi tenê 20 kes dikarin bi zimanê kurdî bipeyivin! Heçî malbatên din in, bi kurdî nizanin û xwe tirk dihesibînin.”

Ger xwendevan dêna xwe bide, navê pênc malbatên ku A. Bûkþpan wan dike tirk, dê bi hêsanî bibîne ku ev nav bi qertafa ‘lî’ bûne tirk!

Pirsa ku bête kirin ev e, ku çima di civîna giþtî de wan xwe kirine tirk? Em bi xwe pê nizanin lê tiþtê ku em pê dizanin, ew malbatên ku di sala 1931ê de xwe kurd didîtin, pirraniya wan di roja îro de li ser dokumantên fermî bûne tirkên Azerbaycanê. Û tiþtên din ên ku ji çavên kor jî nayêne veþartin jî ev in: Di sala 1923an de biryara Otonomiya Kurdistanê hebû. Wisa diyar e ku ev biryar ne li gor dilê hukumeta Azerbaycanê bûye. Ji ber vê çendê, bi lez û bez Îdareya Kurdî saz kirin û dû re jî ev mafê wan ê herî piçûk jî daqurtandin! Lê tiþtê ku em niha dikarin bibêjin ev e, neheqiya ku li kurdên Azerbaycanê hatiye kirin ji ber çavan nayête veþartin.

Gelo ev yek çi tiþtî bi pêþ me kurdên Kurdistanê dike? Xwendevan dikare bi dehan pirsên din bike lêbelê tiþtê ku divêt em ji bîr ve nekin ev e, mirovê bêxwedî kes lê nabe xwedî û ew neteweya ku xwe neparêze dê di ber lingan de here!…

Li gor ku tê gotin, di wê heyamê de ji bo bidestxistina kar û xwendina di zanîngehan de desthilata azerî kurdan tengav dikir; ger mirovek xwe wek kurd didît, riya pêþketinê li ber dihate girtin. Loma jî di dema jimartina akincihan de mirovên kurd ji tirsa windakirina karê xwe, di nasnemyan de li xaneya netew de kurdan “Azerî” dinivîsand. Û li gundan jî dema ku memûrên azerî ji wan dipirsî ku netewa te çi ye? Ger bersiv wek “Ez kurd im” bûya, hingê ewê memûr lê vedigerand û digot, “Ma tu ne musluman î?” Dema ku ewê kurd bigotana, “Belê” ewê memûr dîsa digot, “Em hemû musluman in, em hemû azerî ne. Ma çi ferq têde heye?!” Û bi vî awayî mirovên kurd bêyî zanebûn û îradeya xwe dibûn azerî!

Ji ber encama vê siyasetê hejmara kurdan ku di sala 1916an de nêzîkî 30 hezarî bû lê di hejmartina sala 1970an de dadikeve 250 kesî.

Lêbelê desthilata Sovyetan qet nepirsî, bê ev çawa bû ku ew civaka kurdî ya xwedî pirrzarok di hundirê 50 salan de di þûna ku ew zêde bibin de, ber bi tunebûnê ve çûn?! Lêbelê xêrnexwazên kurdan baþ dizanîbûn ku çi dikin, bi tunekirina kurdan re dê îdareya wan jî nas nekin. Her bi vî awayî di salên 1930an de Kurdistana Sor wek realîteyek li ser cografyayeke îdarî û siyasî rabûbû û ji bo xapandinê be jî di çapemeniyê (rojname) de bi navê “Kurdistan” heya sala 1964an jiyana xwe berdewam kir.

Dijminên kurdan xebata xwe kirin û gihaþtin armanca xwe. Gelo kurdan çi dikir? Bi vê pirsê em derbasî xala duyemîn a ji sedemên têkçûna Kurdistana Sor bibin.

Gelo me kurdan çima nekarî van kêmtirîn mafan biparastana? Ev gunehkarî ya kê ye? Beriya her tiþtî divêt bête gotin ku di wê qonaxê de Kurdistan di rewþeke dijwar re derbas dibû. Li Tirkiyê kemalîstan bi her awayî gelê me bêçare kiribûn, û li baþûr jî îngilîzan bi ereban re þerê kurdan dikir da ku ew bêmaf bimînin. Û li rojhilatê jî, þahînþahiyê bêhn li kurdan çikandibû. Bi gotineke din, kurdistan di nava dijwariyeke wisa de bû ku ew bi xwe pêwîstî bi alîkariyê hebû. Loma jî kurdên li welêt qet nikarîbûn ji birayên xwe yên li Sovyetan re bibine alîkar.

Lêbelê, heçî kurdên Sovyetê ne, yên ku xwediyê mafên bidestxistî bûn, bi her awayî li hember Kurdistana Sor xemsar man. Gelo çima? Pêwîst e ku li vir bête îþaretkirin ku civaka kurdî ji bilî belavbûna di nav Sovyetan de, belavbûneke wan a giyanî jî hebû! Belavbûna giyanî, ji tunebûna hestên netewî bû. Kurdên musluman ên nezan bêhtir ji pirsa netewayetiyê girîngî didan olê (ayîn, dîn). Kurdên yezîdî jî nasnameya xwe wek “Yezîdîtîyê” nîþan didan; ew jî dûrî hesta netewî bûn. Û zanayên civaka kurdî xwe wek komunîst nîþan didan ku enternasyonalîzm li ber wan ji netewayetiyê girîngtir bû. Ev herêm bi vî awayî ma li erdê û barê wê ketibû. Û tu dibêjî qey tunebûna Kurdistana Sor ji bo kurdan ji hebûna wê çêtir bûye!

Û heya bi zanayên kurd ên Sovyetan jî ne dûrî vê xemsariyê bûn. Rojek ji rojan ji van zanayan tu kesek derheqê babeta hebûn û tunebûna Kurdistana Sor de tu lêkolînek nenivîsand. Zanayên dîroknas ên kurd li ser hemû qonaxên dîroka Kurdistanê deqên xwe nivîsandin, bi saya vê yekê bûn lêkolîner, doktor û profesor, lêbelê kesek jî ji wan xwe bi nêzî babeta Kurdistana Sor nekir.

Ji bilî van sedemên li jor, sedemeke din jî ya olî (dîn) ye, ku hiþt Kurdistana Sor winda bibe. Kurdên musluman ên ku xwedîyê “Îdareya Kurdî” bûn, desthilata Sovyetan gelek ji wan surgunê komarên Asyaya Navîn kir, ku mafê vegerê jî ji bo wan tunebû. Ewên mayî jî, ji ber vê tirsa surgunkirinê, desthilatiyê çi bigota, wan nedigot “Na!” Û azeriyan heta dawiyê vê yekê li hember kurdan wek suîstîmalek bi kar anî. Ne dûrî aqil e ku ji ber vê yekê kurdan di bin sîwana olî de bi hêsanî xwe wek azerî qebûl kirin…

Lê heçî kurdên yezîdî ne, wan bi çavên dijminatiyê li birayên xwe kurdên musluman dinihêrî. Birîna yezîdiyan a ji ber qirkirin û talankirinê hîn necebirî bû. Ji ber vê çendê, ew jî xwedî li Kurdistana Sor derneketin… Ev jî ne bêyî alîkariya Ermenîstanê bû; ger azeriyan bi asîmilekirina kurdên li cem xwe, kurdên Krdistana Sor tune kirin, hingê ermenan jî bi riya xwedîlêderketina li kurdên li “Cem” xwe hiþtin ku ew jî bi dûr bikevin.

Lîstika van her du komaran (Ermenîstan û Azerbaycan) piþtî herifîna Yekîtiya Sovyetan jî berdewam bû. Di qonaxa þerê li ser Qerebaxê yê di navbera Ermanîstan û Azerbaycanê de ev lîstik bi þêweyeke vekirî hate lîstin. Dema ku Ermenîstanê di encama þer de Qerebax û herêma Kurdistana Sor xistin bin destê xwe, hingê ji kurdan xwestin ku ew vegerin herêma xwe û bi xwe jî îdareya xwe bikin. Tiþtê ku girî û ken bi xwe re dianî, danîna Hukumeta Kurdî li Erîwanê, ku wek ordiyeke bêleþker bû! Û dema ermenan dîtin ku kurd bi ya hukumetê nakin û venagerin ciyê xwe, çawa ku wê hukumetê bi destê xwe çêkiribûn, her wiha bi destê xwe xira jî kirin û pirsa Kurdistana Sor ji holê rakirin.

Ev dibe ji dehsalan zêdetir ku Qerebax û pê re jî herêma Kurdistana Sor di bin kontrola artêþa (ordu) Ermenîstanê de ne. Îcar pirsa Kurdistana Sor ji aliyê Ermenîstanê ve hîç nayête ser zimên. Kurd, çawa ku berê jî ne di bala kesî de bûn, niha jî her wisa ye. Lê tiþtê balkêþ ev e, êdî azerî kurdan didehfînin (teþwîk dikin) ji bo doza mafê xwe yê herêma Kurdistana Sor ji Ermenîstanê bikin.

Kurdên nuh jî, çawa ku li heyamên berê xwedî li herêma xwe derneketibûn, niha jî her wisa dernakevin. Û birîna Kurdistanê ji mêj ve bûye pênc birîn.





__________________
Albatros is offline  
Eski 29-11-2007, 04:26 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: faili meçhul
Mesaj: 7,945
Üye No: 10
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 5400258
Rep Derecesi
Albatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond reputeAlbatros has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Komara KURDISTAN YA Mehabad(1946)


Di sala 1945´an de li bajarê Mahabadê rêxistineke bi navê Komela Jiyana Kurd hat sazkirin. Di binê xebata vê rexistinê vê rexistinê de di sala 1945 an de bi serokatiya Qazî Mihemmed Partiya Demokrata Kurdistan hate damezirandin. Seroke partiyê Qazi Mihemed, 22.01.1946´an de li meydana Carcirayê komara Kurdi îlan dike.



Qazî Mihemmed wê rojê di axaftina xwe de hem behsa alikariya Sovyete ya matdî û manewî dike hem jî dostî û pewendiyen gele Azerbegcanê tîne ziman. Di 11.02.1946´an de parlementeren komarê sond dixun û dest bi karê xwe dikin. Di 23.04.1946´an de dostiya gelê Kurd gelê Azerbegcanê tê erêkirin. Di nava hukumeta Kurdi ya ciwan û nû de cawa mêran cih girtibun jinana ji wisa cihe xwe girtibun.

Komara demokratika Kurdistan ji kûr heya kûderê

Mihabad, navenda herêma Mukriyan e. Herêma Mûkriyan û navenda wê bajar Mihabadê herçend di coxrafya Kurdistanê de ciheki biçûk bin ji, lê di dergûþa xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên mezin perwerandine. Mihabad ji ber gelek bûyerên siyasi, ferhengi û mêjûyi di diroka serhildan û azadixwaziya netewa Kurd de xwedi ciheki taybetiye. Bi taybet di warê xebata ramyari de gelê herêma Mûkriyan xwedi kedek diroki ne.


Zivistana sala 1946’an e. Ev zêdetir ji mehekêye ku karbidestên HDK(Hizbi Dimokrati Kurdistan) bi hevkariya tevaya gelê herêmê ji bo kareki diroki mýjûli amadekariyên berfirehin. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û Urmiyê bigire heya Seqiz, Bane, Sine, Kirmaþan û Ýlam Kurd bûne mêvanên bajarê Mihabadê. Ji bona wê ji þêniya(nifosa) bajar di van rojan de pir zêde bûye û malên hemû xelkê Mihabadê di van rojan de xwedi mêvanin. Heya roja iro xelkê bajarê Mihabadê evqas mêvan dý nava xwe de neditine.


Di roja 26’ê Kanuna duyan ya sala 1946’an de ala Kurdistanê bi merasimek teji heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat bilindkirin.