|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Rojekê, Ehmedê Xanî şêst zaroyên kurd -keç û kur- birin mala xwe û ji wan re daweteke mezin da. Pişt re di nav wan de rûnişt û ji wan re pirsên jêrîn got. Divê hûn wan di dilê xwe de veşêrin, ji ber ku; rêber û zanayê me yê mezin ew ne ji wan şêst zarokan bi tenê re gotine, lê ji bo hemî zaroyên kurd re. Gotinên rehmetî ev in: - Hûn piçûk in, hûn geş in, bê derd û xem dileyîzin û dikevin: ev dema dilxweşiyê ye. - Eger hûn dixwazin her gav bextiyar bibin û tu caran pir bedbext nebin li du tiştan bigerin; hezkirin û xebat. - Kî hez ji we dike hez ji wî bikin: Îro hez ji merivên xwe bikin; hez ji diya xwe, hez ji bavê xwe bikin, hez ji hevalên xwe bikin, pişt re hûn ê hînî hezkirina diya me gişan; Kurdistanê bibin. - Ê duduyan; bixebitin; îro ji bo hînbunê, ji bo zanînê bixebitin; da ku halê dinê bizanibin, bi pêş ve herin, bibin meriv, bibin hêja, bibin serdest, bibin însan! Gava hûn dersên xwe baş dizanin, dilê mamosteyên xwe xweş dikin. Hûn dibînin ku hûn jî geş dibin, ji bin barekî giran xelas dibin, sivik dibin. Ew her gav holê ye. Bixebitin da ku wîjdana we her gav ji we razî be! Û gava wîjdana meriv rehet e û dilê wî bi kêf e, ew meriv tu caran ne bedbext e. Zaroyên min ên delal! Niha ji bo xatirê min têr bixwin, vexwin û bikenin! Ez bi we bextiyar im, ez dixwazim hûn jî bi min dilxweş bin, da ku welat jî bi hezkirina me ya hev û du her gav şa be! |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Xwendekaren Kurd û Ehmede Xanî | ronahi_hive | Dirok | 3 | 13-04-2007 03:54 PM |
| Lİ Ser Jİyana ŞÊx EhmedÊ Xanî | beyazöfke | Helbesten Kurdi | 0 | 25-02-2007 06:27 PM |
| Ehmedê Xanî | Roj73 | Çandi Gişti | 3 | 19-01-2007 06:45 PM |
| Li Ser Jîyana Şêx Ehmedê Xanî | hmpoo | Çandi Gişti | 0 | 24-12-2006 09:14 PM |
| Ehmedê Xanî ve eseri Mem û Zîn | Şoreşger | Çandi Gişti | 4 | 02-07-2006 08:39 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.