Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-10-2007, 12:22 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2007
Mesaj: 164
Üye No: 134617
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 514
Rep Puaný : 51294
Rep Derecesi
bervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond repute
Varsayýlan Xwîþk û birayên delal,


Xwîþk û birayên delal,
Îro babeta me dîroka Kurd e. Li ser dîroka Kurd cara pêþîn e ku di konferanseke han da qise dikim. Ji xwe konferansên me piranî li ser sîyasetê, carina jî li ser zman û edebîyatê ne; lê yên ser dîrokê ne bûne adet, yan jî gelek kêm in. Spas ji rêvebirên Federasyona Kurd ra ku civîneke han amade kirin û gazî me jî kirin.
Berî ku li ser babeta xwe bisekinim, dixwazim behsa bûyereke mihîm yên van rojên dawî bikim. Wekî hûn jî zanin, dîrokzanê Kurd ê namdar, Prof. Þekroyê Xudo çend roj berê li Moskowê çû heqîya xwe. Þekro Kurdekî jîr, dilgerm û zanayekî hêja bû li ser dîroka Kurd. Bi mirina wî me rewþenbîrekî baþ winda kir. Lê kar û xebata wî û berhemên wî her bimînin. Neslên teze navê wî jî, wek yên dinê ku ji zman, edebîyat û dîroka Kurd ra xizmet kirine, wê bi hurmet bînin bîra xwe.
Dîsa ez bêm ser mijara îro. Belê, mijara me dîroka Kurd e. Gelo em Kurd dîroka xwe çiqas dizanin? Yan çiqas giranîyê didin dîroka xwe? Mixabin, Kurdên ku firsend ne dîtine ne çûne mekteban, baþ perwerde ne bûne bila li wir bimîne, lê Kurdên ku xwendine, jîmnazyum û zenîngeh xilas kirine, heya gelek Kurdên “nivîskar” û “rewþenbîr” jî, mixabin dîroka xwe baþ nizanin.
Ez çend caran rastî hevalên nivîskar û sîyasetmedar hatim ku, hayê wan ji dîroka Kurd tune. Du caran di înternetê da rastî nivîsên usa hatim ku, digotin “Kurdan dewlet çênekirine...” Carê jî hevalekî huquqnas û sîyasetmedar dîsa usa nivîsandibû; digot “herçiqas me Kurdan tu dewlet çênekirîye jî em gelekî baþ in, me xirabî ne kirîye...”
Bi rastî, ez li himber van gotinan þaþ û metel mam. Gelo çawa dibe, ma hayê van hevalan ji dîroka Kurd tune? Min ew kes rexne kirin û min li ser vê babetê nivîsand . Xuya ye hayê wan ji dîroka Kurd tunebû!
Lê herdu heval jî, li cîyê ku kêmasîya xwe bibînin û qebûl bikin, ji min aciz bûn û acizîya xwe bi nivîskî jî nîþan dan...
Belê, heya nivîskar û rewþenbîrên me jî qîmetê nadine dîroka xwe, xwe nawestînin ku vê dîrokê nas bikin, baþ hîn bin.
Malûm e, Kurdistana Baþûr jê derxe –ew jî vê dawîyê bû xwedî îmkanên baþ- dibistan û zanîngehên me Kurdan tunin ku zmanê Kurdî, her usa jî dîroka Kurdî hînî me bikin. Wek nimûne, me Kurdên Bakûr di mektebên dewleta Tirk da xwend. Zman zmanê wan, dîrok, dîroka wan bû. Dîrokek ku li ser vir û derewan çêbûbû. Ji destpêka dîroka mirovetîyê digirtin her tiþt wek malê xwe nîþan didan. Wekî hemû nebe jî, piranîya dewletên dinyayê wan çêkiribûn!
Gor vê dîrokê Hîtîtên Anadolê Tirk bûn! Ûrartu Tirk bûn! Hûn Tirk bûn û hukimdarê wanê bi nav û deng Atîlla jî, yek ji wan Tirkên namdar bû! Dewleta Cengîz û Têmor Tirk bûn! Heya Silheddînê Eyûbî jî Tirkekî temam bû!
Hewce ye ku ez bêjîm? Hîtît qewmeke Aryan bûn û tu eleqê wan bi Tirkan ra tune. Hurrî û Urartû jî Aryan bûn û li ser coðrafya Mezopotamya Bakûr û Kurdistanê hukim kirin. Dema ew hebûn, hîn navê Tirkan li dinyayê tunebû. Atîlla Macar bû, Cengîz Moðol bû û Têmor jî Teter...
Asya welatê bi dehan, belkî bi sedan xelkan e. Tirk yek ji wan in û yek ji wan irqên “zer”in, mîna Çînî, Korî, Japon, Mongol. Teter û hwd.. Her usa jî di dîrokê da gelek dereng derketin ortê..
Lê gor wan kitêb û mamosteyên Tirkan, em Kurd ji xwe tunebûn. Ne zmanê me hebû ne dîroka me! Helbet me tu dewlet jî çênekiribû! Di mekteban da serê zarokan, her usa jî serê me Kurdan bi van derewan tijî dikirin. Malbatên me jî piranî nezan bûn ku me hiþyar bikin. Yê ku bizane jî ditirsîya ku dijî van derewan derkeve.
Ku em mezin bûn, di nav me da hin kes hêdî hêdî di derheqa van derewan da hiþyar bûn. Bi taybetî di salên 1960 vir da Kurdên Bakûr jî komele ava kirin, weþan derxistin û di derheqa zman û dîroka Kurd da jî hat nivîsandin û kitêb derketin. Em pê hesîyan ku em Kurd yek ji wan xelkên berê ne ku di destpêka dîroka nivîskî da xwe nîþan daye. Me di dîrokê da, berî Îslamîyê û piþtî Îslamîyê gelek dewlet çêkirine. Ew dewletên me ne bi derewan, lê bi rastî çêbûne!
Zmanê me jî, dîroka me jî gelek kevn û dewlemend e û divê em pê serbilind bin. Bona vê yekê jî divê zmanê xwe baþ bi kar bînin û vê dîroka xwe nas bikin...
Neyarên me dema zmanê me û dîroka me vediþêrin, pîçûk dibînin, helbet armancek wan heye. Ew bi vî awayî dixwazin me bihelînin, wek millet winda bikin. Gelê ku zmanê xwe qels û winda be, dîroka xwe nasneke, nasnama xwe jî winda dike.
Dîrok jî wek zman, yek ji stûnên hebûna me ye.
Dîrok ne tenê dewlet çêkirin e, ne tenê þer û feth û nav û dengê hukumdaran e. Her usa jî bajarvanî ye, avadanî ye, berhemdarî ye di warê zanîn û hunerê da. Di bajarvanîya Mezopotamya, Anadol û îranê da me Kurdan roleke mezin lîstîye.
Îro êdî em baþ dizanin ku, bav û kalên me ji hezaran sal berê li ser axa Kurdistanê jîyane. Lolo, Qasî, Gutî û Eleman, Subarîyan û Hurrîyan (Ku hemdemên Þumîr û Babîlîyan bûn) 4-5 hezar sal berê li ser axa Kurdistana îroyîn, Mezopotamya Bakûr û li Zagrosan, ji dor Gola Wanê heya Meletyê, ji Kerkûk heya Antakyê jîyan, nivîsên mixî û hîyeroglîfî bi kar anîn, qesr û qele û bajar ava kirin. Piþtî wan Xaldî (Ûrartû), Mîdî û yên din tên.
Îro dîsa baþ eþkere bû ku di dinyayê da þoriþa neolîtîk li ser axa Kurdistanê dest pê kirîye. Ango mirovan cara pêþîn 10-11 hezar sal berê li dor çemê Dîcle, li Rewandûzê û li hêla Dîyarbekrê pez û kûçik kedî kirine, ceh û genim çandine, xanî çêkirine û gund ava kirine...
Belê, îro wek berê nîn e. Êdî di derheqa dîroka Kurdan da gelek malûmatên zanistî, gelek þop û berhem hene û bi destê bîyanîyan û bi destê Kurdan gelek kitêb çap bûne. Em Kurd êdî dikarin dîroka xwe baþ hîn bin û bi vê dîroka kevn û dewlemend serbilind bin.
Helbet ne tenê ji bo serbilindî, her usa jî divê em dîroka xwe baþ bizanin ku ji þaþî û kêmasîyên xwe dersan jî bistînin. Gelê ku dîroka xwe baþ nezane, nikare dahatûya xwe jî baþ rêz bike.
Xwendevanên delal, ez bêm ser babeta xwe ya vê konferansê. Bebeta min Dewletên Kurd in di dema Îslamê da.
Lê berî ku behsa van dewletan bikim, divê bi Kurtî behsa Kurdan û Kurdistanê bikim ya berî Îslamîyetê.
Min li jorê, piçek behsa dema antîk kir. Malûm e, Mîdî jî wek bav û kalên Kurdan têne qebûlkirin. Mîdî dora hezar salî BÊ (Berî Êsa) gihan rojavayê Îranê û Kurdîstana îro, di sala 612 da (BÊ) Nînova girtin, dewleta Aþûr hilweþandin, di eynî demê da welatê Xaldîyan jî dagîr kirin, heya Çemê Xalîcê (Kizilirmak) çûn. Împaratorîya Îranê Mîdan avakir û piþtra kete destê Farisan (Persan). Helbet Mîdî gelê pêþîn ne bûn li Kurdistanê, lê xuya ye bi gelên heyî ra (Xaldî û Naîrî) kelîyan.
Di dema sefera Ksenofonê Grêkî da, mintiqa Baþûrê Gola Wanê, ango Kurdistana Merkezî wek Gordîene (Kurdîyene) dihate nasîn û li vir Kardûk dijîyan ku hema hema temamîya dîrokzanan dibêjin ew Kurd bûn.
Mîdan, piþtî ku hukimdarî winda kirin jî di dîroka Îranê da rol û granîya wan tim hebû. Mîdya heya hatina Erebên Îslam hebûna xwe parast.

Hukumdarîya Persan bi destê Îskenderê Mezin hate ruxandin û Kurdistan demekê kete bin destê wan. Piþtî Makedonîyan Romî hatine mintiqê. Li Îranê jî berê Part (Eþkanî), piþtra jî Sasanî hukum bi dest xistin. Di vê demê da Kurdîstan di navbera împaratorîya Îran û Romîyan da ma, parçe bû, bi sed salan bû warê þer û þewatê.
Piþtî ku dînê Êsa (Xaçparêzî) derket, di hêla Sûrîyê, Anadolê û Kurdîstanê da jî belav bû. Li vê mintiqê bi taybetî mezheba Suryanî bû. Romî berê dijî Xaçparêzî bûn û cezayên mezin dane wan. Lê piþtra ku Xaçparêzî qebûl kirin (di dema Konstantîn da, sedsala 4’an) hingê ev ol di hêla Kurdistanê da, cîyên ku di bin destê wan da bûn, wek Mêrdîn, Farqin, Dîyarbekir, bi taybetî di nav Ermenîyan da xurt bû..
Di sedsala 7. da jî Erebên Îslam Kurdistan û Îran fetih kirin.
Malûm e, Misilmanî piþtî derketina xwe, bi rîya feth û þer ber bi çar alî zû belav bû. Hîn di sala 633 da (BÊ) ordîyên Ereb, ber bi bakûr û rojhilat çûn û þerê Îranîyan kirin. Hingê Îran di bin hukumdarîya Sasanîyan da bû. Þerê pêþîn ê mezin di navbera Ereb û Îranîyan da di sala 637 da li dora Dîclê, li Qadîsîyê çêbû û Îranî þikîyan, hukumdar Yezdegerdê III. xwe avête Mîdyayê. Piþtî wê Ereban hêla Mûsilê dagîr kirin û ber bi bakûr û rojhilat çûn, Kurdistana Baþûr ket bin destê wan.
Di navbera Ereban û Îranîyan da þerê duduyan ê mezin di sala 642 da, di dema Xelîfe Omer da li nêzî Hemawendê çêbû û dîsa Ereb bi serketin. Dîrokzanê Ereb El Balazurî dibêje ku hêla Þehrezorê ber xwe da, lê fermandarê Ereb Utba di 643 da zora wan bir û dijî Kurdan þer kir, gelekî wan kuþt û ev mintiqe heta Azirbaycanê zeft kir.
Di sala 936 da Ereban li Yarmukê bi ordîya Bîzansê ra ketin þer û ew þikandin, Sûrîye bi dest xistin. Piþtî wê heya sala 939 carina bi þer, carina bi hevhatin Cizîr, Nisêbin, Mêrdîn, Heskîf, Ruha, Farqîn, Amed (Dîyarbekir), Egîl, Bitlîs û Xelat bi dest xistin. Amedê li himber wan pênc meh ber xwe da.
Þerê Kurdan û Ereban piþtî wê jî nesekinî. Cî û cî Kurdan misilmantî bi zora þûr qebûl kirin, lê li hin cîyan jî bi Ereban ra li hev hatin. Razî bûn ku beþ û bac bidine Ereban, alîkariya leþkerê wan bikin, wan jî soz dan ku ji ol û adetên Kurdan ra hurmet bikin. Lê piþtî ku leþkerê Erep diçû, Kurd cardin vedigerîyan ser ola xwe yê berê, ku Zerdeþtî bûn.
Ev lec û berxwedanên Kurdan nêzî sê sedsal ajot û di vê demê da mirov dikare bêje Kurdistan kelîya. Li mintiqa Kurdistanê gelek serhildan çêbûn, wek serhildanên Babek, Daysam û ya Reþikan (Zînc) ku Kurdan jî piþtgirîya wan kir. Bîr û bawerîyên wek Xarîcî, Hurremî, Yêzdî li gelek cîyên Kurdistanê derketin ortê yan jî li wir xurt bûn.
Di sala 750 da Eba Mûslîmî Xorasanî ku bi eslê xwe Kurd bû, pêþengîya þoriþekê kir dijî Emewîyan, zora Xelîfe Merwan bir û li Bexdayê xelîfetî teslîmî Abbasîyan kir.
Piþtî Abbasîyan jî þer û pevçûnên Kurdan ne sekinî, heya destpêka sedsala 10. Hingê êdî Kurd westîyan, Misilmanî qebûl kirin û vêcar jî ew parastin dijî Xaçparêzan û yên dinê..
Her usa jî van serhildanên Kurdan hêza Xelîfeyên Ereb sist kir û li vir û wê Kurdan dewletên serbixwe yan jî nîv serbixwe çêkirin.
Tarîxa Kurd Þerefname, devlet û mîrekîyên Kurdan dike sê beþ: Beþa yekem ew in ku devletên serbixwe avakirine û dîrokzan wan wek sultan û padþa bi nav dikin. Þerefxan dibêje ewana pênc in:
1- Merwanî; Hukumdarên Cizîr û Dîyarbekirê ne;
2- Xanedanê Hasanweyh; hukumdarên Dînawer û Þehrezorê;
3- Lorên Mezin; hukumdarên Fedlawî;
4- Lorên Piçûk;
5- Eyyûbî; hukumdarên Misir û Þamê...
Beþê duvem her çiqas, wek sultan û padþayan dewleteke serbixwe çênekirine jî, carina bi navê xwe pere derxistine û xutbe dane xwendinê. (Hukumdarên Erdelan, Hekkarî, Îmadîye-Badînan, Cizîra Botan). Beþê sêwem jî mîr û hukumdarên dinê ne. (Þeref Xan di kitêba xwe, beþa çaran da behsa Mîrekîya Bitlîsê dike.)
Dîrokzanê Kurd Mehmet Emîn Zekî jî di kitêba xwe ya “Tarîxa Kurd û Kurdistanê” da tevî vana, hin dewletên Kurd ên dinê jî wek xanedanên serbixwe nîþan dide:
  • Þeddadî;
  • Benî Înaz (mîladî 986-1116)
  • Þebankare (li Farsê, di sedsalên 11-14 da sê sedsal hukim kirîye);
  • Salarîyên Ezirbaycanê (mîladî 910-1030)
  • Mîrên Erdelanê (hîcrî 617-1284);
  • Zend ( hîcrî 1167-1202)
  • Mîrekîya Horasanê (hîcrî 643-785)
  • Brahuyîyên Belucîstanê (hîcrî 1172-1300)
Guhdarên delal, helbet, babet fireh e û waxt jî kêm e. Bona vê yekê ezê di nav van dewletan da behsa yên sereke bikim.
Dewleta Þeddadî.
Her çiqas di Þerefnamê da behsa Þeddadîyan nabe jî, di çavkanîyên dinê da ev dewlet tê nîþan dan wek dewleteke mezin yê Kurd. Mirov dikare bêje dewleta Þeddadî, di dema Îslamê da dewleta Kurd ya herî pêþîn e ku li beþekî Bakûrê Kurdistanê û li Azirbaycan û Arranê ava bûye. Tevî Azirbaycanê, Ermenîstan û Gurcîstan jî di bin hukumdarîya wan da bûye (Tevî Tebrîz, Tiflîs, Qerebax û Nahcîwan).
Avakirê dewletê Benî Þeddad e ji qebîla Rewadî. Gor gelek çavkanîyan, Eba Muslîmî Xorasanî û Sileheddînî Eyûbî jî ji vê qebîlê ne. Payîtextê wan ê pêþîn bajarê Dabîl (Dwîn) bû, nêzî Erîwanê. Piþtra Gence kirin payîtextê xwe.
Hin çavkanî destpêka vê dewletê 951 nîþan didin ku heya dawîya sedsala 12, ango 250 sal devam kirîye. Ji vê malbatê 14 kes sultanî kirine. Lê hîn di despêka sedsalê 10 da ew li vê heremê xwedî mîrayetî bûn û mîrê wan Yaqûp As Þadya bû (901-928) û bi navê xwe pere derxistibû. Gor van çavkanîyan dewleta Þeddadî qasî sê sedsal hukum kirîye.
Bazîl Nîkîtîn dibêje piranîya nifûsê mintiqê Ermenî bû. Lê malûmatên dinê nîþan didin ku di wê demê da, bi taybetî mintiqa Azirbaycan û Aran da Kurd pir bûn. Ji xwe Tirk hîn ne hatibûn mintiqê û tu eleqeyê navê “Azirbaycan” (Adirbaycan) bi Tirkan ra tune. Gor gelek çavkanîyên Grêkî, Ereb û Ermenî wê demê ev mintiqe warê eþîrên Kurdan bû. Kurdan dijî êrîþên Ereban gelek þer kirin û bi wan ra peyman çêkirin ku ola xwe biparêzin û cejnên xwe jî bi serbestî bikin. Dîsa, di sala 944 da, Kurdan dijî êrîþa Ûris û Wîkîngan bajarê Barzayê (Barda) parastin.
Tirkên Oguz di destpêka sedsala 11 da hatin vê mintiqê, di sala 1054 da Tebrîz girtin, lê hukma Þeddadîyan li mintiqeyên dinê berdewam kir. Di sala 1072 da hukumdarîya Þeddadîyan bû du beþ, payîtextê beþekê Gence, ya dinê jî bajarê Anî bû. Di sala 1088 da hukumdarê Tirk Melîkþah Gence zeft kir, lê beþa Anî heya sala 1199 berdewam kir; hukumdarê dawî Kay Sultan bû.
Þeddadîyan li vê herêmê gelek avadanîyên balkêþ çêkirin. Yek ji wan pira mezin li ser Erezê bû. Bajarê Anî, ku Mînorskî dibêje “Bajarê hezar û yek dêran e”, baþ parastin, li wir mizgeftên xweþîk jî ava kirin. Dîroknivîserê bi nav û deng Îbn ul Esîr ji bo Genceyê dibêje ku “bajarê bajaran bû li welatê Arranê.” Yakut Hamawî jî dibêje li vî bajarî gelek edîb, zana û mihendîz civîyabûn.
Dewleta Hasnawî (Hasanweyh)
Ev dewlet li Cîbalê, ango li ser axa Kurdîstana Rojhilat (Îran) di sala 959 (mîladî) ava bû. Avakirê vê dewletê Hasanweyhê Kurê Hûseyîn ji eþîra Barzikanî (Barzinî) bû.
Hingê li Bexdayê Buheywî li ser hukim bûn. Hasanweyh, tevî Ruknuddewleyê hukumdarê Buheywî tevî sefera Horasanê bû, di vê seferê da nav û dengê xwe da bihîstin. Piþtra pêvendîyên wan xirab bû, di nav wan da þer derket û Hasanweyhî ji bin sîya wan xilas bûn.
Ev dewlet her usa ji hemdemê dewleta Þeddadî bû; Þeddadîyan li bakûr, Hasnawîyan li baþûr, li mintiqa Þerezor, Dînawer heya Hemedan û Nîhawendê hukim kirin.
Piþtî Mirina Hasanweyh kurê wî Bedr bû hukimdar (979). Di dema wî da dewleta Hasnawî xurttir bû, ber bi baþûr û rojhilat firehtir bû; Ahvaz, Hûzîstan, Berûcerd û Esadabad jî kete nav sînorên wan. Bedir di sala 1015 da di þerê Qela Koscîdê da hat kuþtin û kurê wî Tahir cîyê wî girt.
Piþtî Tahir xanedana Hasnawî giha dawî û hukim kete destê Îyaran. Ew jî qebîleyeke din bûn ji eynî eþîrê. Wana 130 sal li mintiqa Þerezor û Kîrmanþah hukim kirin. M. Emîn Zekî wan wek “Dewleta Înaz” bi nav dike.
Gor M. Emîn Zekî, Buheywîyên ku wê demê li Bexdayê hukim dikirin, ew jî bi eslê xwe Kurd bûn. Berê li Baþûrê Behra Hazarê ciwar bûbûn. Di destpêka sedsala 10. da Navçe û Baþûrê Îranê bi dest xistin û piþtra jî li rojava Cîbal (Kurdîstan) û Fars girtin û piþtî wê jî Bexda zeft kirin û dewleta Buîd (Buheywî) ava kirin, li Bexdayê sed Salî zêdetir hukim kirin (945-1055). Xelîfeyê Abbasî di bin sîya wan da û bê tesîr bû, wek þeyxulîslam... Cîgerxwîn jî di “Tarîxa Kurdistan” da dibêje ku ew Kurdên Dimbilî bûn.
Dewleta Merwanî
Xanedana Merwanîyên Kurd li dawîya sedsala 10 xwe nîþan da û li Farqîn (Silîwan) û Amedê (Dîyarbekir) hukim kirin. Di derheqa vê dewletê da di çavkanîyên Bîzansî û Ereban da gelek malûmat heye. Lê her usa jî dîroknivîserê Kurd Îbn’ul Ezraq, ku bi xwe jî ji Farqinê ye û di dema Merwanîyan da jîyaye, bi navê “Dîroka Amed û Meyafarqînê” kitêbek taybetî ji bo Merwanîyan nivîsandîye.
Avakirê dewletê ji eþîra Humeydî bi navê Bad (Baz) bû. Hin çavkanî dibêjin Badê kurê Dostik berê þivanek bû, hin kes li dora xwe kom kirin û herêma Hîzanê û derdora wê kir bin hukmê xwe. Di sala 985 da (mîladî) çû ser Farqinê û bajar bê þer teslîm bû. Piþtî wê jî Nisêbîn û Cizîr zeft kir û hukimdarîya xwe êlan kir. Hingê di navbera wî û hakimên Bexdayê Buheywîyan da þer derket; lê Bad zora wan bir, piþtra jî ajote ser Mûsilê. Li hev hatin û Çîyayên Tûr Abdîn bû sînorê herdu dewletan.
Bad piþtra bi Hemdanîyan ra kete þer, di þer da hate kuþtin û brazîyê wî Ebû Alî Hasan bû hukimdar. Hemdanî þikestin û vekiþîn Þamê. Ebû Alî bakûrê Sûrîyê ji dest Bîzansîyan girt. Navê bavê Ebû Alî Hasan, Merwan bû. Bona vê yekê ji vê dewletê ra gotin Merwanî.
Di sala 993 da li hêla Xelat, Ercîþ û Bargirîyê jî di navbera Merwanî û Bîzansîyan da þer çêbû, lê Bîzansî þikestin û bi þunda vekiþîyan, di navbera herdu alîyan da peyman çêbû ku deh sal þerê hevdu nekin. Bi vî awayî di welatê Merwanîyan da aramî çêbû.
Di sala 998 da li bajarê Amedê xelk dijî Ebû Alî rabû, ew kuþt û Ebû Tahîr Dîmne ji xwe ra kire mîr. Textê Merwanîyan jî ket destê birayê Ebû Alî, Saîdê bavê Mansûr. Amedê jî ev yek qebûl kir û xutbe bi navê Ebû Mansûr hate xwendin.
Mîrê Amedê Dîmne bajar 28 sal îdare kir. Xelk jê razîbû. Di dema wî da sûrên dîyarbekrê hatin bilindkirin û li alî rojhilat qesrek çêkir, ji qesrê heya çemê Dîclê rîya avê vekir. Bi Xelîfeyên Bexda û Misrê ra û bi Împaratorê Bîzansê ra pêvendîyên baþ çêkir.
Ebû Mansur jî li Farqinê 13 salan hukim kir. Wî jî bi Xelîfe ra û hukimdarên derdorê ra pêvendîyên baþ çêkîr, sûrên Farqîne xurt kirin. Lê Ebû Mansûr di sala 1011 da bi destê wezîrê xwe Þêro hat kuþtin. Birayê wî Ehmed zora Þêro bir û bû hukimdar.
Ehmed bîn Merwan 52 sal hukim kir. Di sala 1025 da Mîrê Amedê Dîmne hat kuþtin û mifteyê bajêr teslîmî Ehmed Bîn Merwan kirin. Dema wî bi aþitî derbaz bû. Li Farqinê û derdorê gelek qesr, mizgeft, nexweþxane, kerwansaray, çarþî, hemam û baxçe ava kirin. Ji dûr va av anî bajêr. Li ser çemê Ambarê pira bîst derî çêkir. Li dor çemê Erqenîsê bajarê havîngeh Nasrîye ava kir.
Li qesra wî gelek mirovên zana û hozan civîyabûn. Li Amed û Farqinê kitêbxane rast kir.
Di sala 1043 da ordîyeke Tirkan bi 10.000 suwarî hêla Dîyarbekrê talan kirin û dora Farqinê girtin. Lê piþtra þevekê fermandarên wan bi hev ketin, hevdu kuþtin. Kurdan jî êrîþ birin ser wan, leþkerê wan belav kirin, beþek jî hêsîr girtin.
Ehmed Bîn Merwan di sala 1062 da çû heqîya xwe û kurê wî Nîzameddîn bû hukimdar. Di dema wî da êrîþên Tirkan ji Îranê ber bi Anadolê zêde bûn. Tirkmenan ji hêla serhedê heya Meletyê diçûn û talan dikirin. Bona vê yekê Bîzansîyan Merwanî gunekar kirin û di sala 1063 da êrîþ kirin, dora Amedê girtin. Lê Kurdan zora Romîyan birin û ew revandin.
Di sala 1072 da li hêla Milazgirê di navbera Alpaslanê Selçûkî û împaratorê Bîzansî Romen Dîyojen da þerekî giran çêbû. Romî þikîyan û rîya Anadolê li ber Tirkan vebû. Di vî þerî da Kurdan jî piþtgirîyeke baþ dane Selçûkîyan. Ji çaryekê ordîya Alpaslan ji Kurdan pêk dihat.
Lê ev yek ji bo Kurdan baþ nebû. Berê hêla serhedê kete destê Týrkan. Piþtra, di sala 1084 da êrîþî ser Amed û Farqinê kirin. Herdu bajararan jî nêzî salekê baþ ber xwe dan, lê li Amedê xelayî çêbû û avên Farqinê hatin birîn, herdu bajar jî mecbûr man teslîm bûn (1085). Bi vî awayî dawîya dewleta Merwanî hat.
Dewlata Eyûbî
Di nav xanedanên Kurd da yên bi herî nav û deng dane Eyûbî ne. Wana li Þam û Misrê, her usa jî li Kurdistanê hukim kirin. Di dema Sileheddînê Mezin da sînorên vê dewletê ji Trablûs heya Þerezorê, ji Xelat heya Yemenê dirêj dibû.
Hukumdarîya Eyûbîyan ber bi dawîya sedsala 12 xwe nîþan da û piþtî ku demên xwe yên herî geþ derbaz bûn jî hin milên wê, li hin welatan heya nîvê sedsala 14. hukim kirin.
Bapîrê Sileheddîn, Þadî Bîn Merwan, xelkê bajarê Dwînê (paytextê Þeddadîyan), ji qebîla Rewadî, eþîra Hezbanî bû. Kurên wî Necmeddîn Eyûb û Þêrgoh li vir hatin dinyayê. Piþtra koç kirin hatin Bexdayê û Selçûkîyan Parêzgerîya qela Tîkrîtê da wan. Piþtra jî ketin xizmeta Zengîyan, atabegên Mûsilê. Sileheddîn hingê hate dinyayê (1138).
Necmeddîn û Þêrgo tevî hin seferên Îmadettîn zengî bûn û di zeftkirina bajarê Baalbekê da alîkarîya wî kirin. Necmeddîn Eyûb bû parêzgerê Baalbekê. Di wê navberê da Îmadettîn mir û kurê wî Nûreddîn Zengî bû hukimdar. Di dema wî da bi alîkarîya Necmeddîn û Þêrgo bajarê Þamê jî kete destê Zengîyan û Necmeddîn bû Walîyê Þamê (1154). Þêrgo jî bû fermandarê ordîyê, her usa jî parêzgerê Humsê.
Di wan salan da frengan êrîþ dibirin ser Misrê û Xelîfeyê Fatimî El Adîd ji Zengîyan alîkarî xwest. Hingê Þêrgo bi ordîya xwe sê caran çû Misrê, Freng qewirandin û di çûna dawî da wezîr Þewra kuþt û bû wezîrê Xelîfe (1169). Çend meh derbaz nebûn, Þêrgoh çû heqîya xwe û Sileheddîn, hîn di 31 salîya xwe da bû wezîr.
Sileheddîn di sala 1071 da dawîya selteneta Fatimîyan anî, xutbe bi navê Abbasîyan, ango Xelîfeyên Bexdayê da xwendin û bi xwe li Misrê hukim bi tevayî girte destê xwe. Piþtî Mirina Nûreddîn Zengî dest danî ser Þamê û bi vî awayî Sûrîye û Iraq jî kete destê Eyûbîyan, heya çemê Feratê.
Yemen di sala 1174 da bi destê birayê Sileheddîn, Turan Þah hate zeftkirin. Birazîyê Sileheddîn, Ferh Þah jî bi ordîyekê çû zeftkirina Maxrîb (Bakûrê Afrîka) û heya Trablûsê (Libyayê) çûn, ev der ji dest Frengan girtin.
Sileheddîn di sala 1178 da jî Heleb ji dest Zengîyan û bê þer girt. Piþtra ji cîhad vekir, li Libnan û Filistînê bi Xaçparêzan ra kete þer û vî þerî bi salan ajot, bû sedemê Seferên Xaçparêzan. Lê di dawîyê da Eyûbî bi ser ketin, ev mintiqe, tevî Qudsê ket destê Misilmanan. Lê Sileheddîn ne hiþt ku li Xaçparêzan tu zulm bê kirin. Wî, wek serok û fermandarekî di van þeran da gelek bi nav û deng da, wek “Sileheddînê Mezin” hate bi navkirin. Tevî hêla Þerezorê li Baþûr, ji Cizîrê heya Xelatê, Bakûrê Kurdistan jî di nav sînorê dewleta Eyûbî da bû.
Sileheddîn di sala 1193 da çû heqîya xwe. Tirba wî li Þamê ye. Tê qebûlkirin ku Sileheddîn him wek fermandarekî, him jî wek serokekî xwedî hesletên gelek baþ bû; jîr û jêhatî, lê bi merhemet û edalet bû. Di dema wî da li Misrê û Þamê avadanî gelek pêþve çû, gelek tiþt hatine çêkirin wek mizgeft, medrese, qesr û qela...
Piþtî Sileheddîn kurê wî Melîk El Azîz bû Sultanê Misrê, apê wî Melîk el Adil jî bû walîyê Þamê.
Di dema Eyûbîyan da di navbera Kurdan û Tirkan da bi taybetî li ser qontrola Kurdistanê gelek þer derketin. Wê demê li hêla Mûsilê Zengî, li hêla Xarpit û Dîyarbekrê Artuklu û ber bi rojava jî Selçûklu hebûn. Þerê Kurdan û Tirkmenan bi salan ajot. Þerê ku di sala 1185 da derket li Sûrîye, Dîyarbekir, Cizîr, Mûsil, Xelat, Azirbaycan û Þehrezor çêbû û du salan ajot. Lê Kurd di van þeran da bi serketin û qontrola mintiqê bi dest xistin.
Beþekê giran ji eskerê Eyûbîyan ji Kurdan, beþek jî ji Tirkan pêk dihat. Di sala 1187 da dema Sileheddîn ji bo cîhadê gazî Kurdan kir, eþîrên Kurdan tevî ordîya wî bûn. Di warê eskerî û îdarî da di miqamên bilind da gelek Kurd cî digirtin. Yek ji wan Kurdê Hekkarî Ebûl Heyca bû, ku fermandar bû û piþtra bû Walîyê Qudsê.
Eyûbîyan her usa jî qîmet dane karê ticaret, zireet û zanistîyê. Di zemanê wan da ticaret bi taybetî bi bajarên Îtalyê ra geþ bû. Her usa jî arîstokratên Ewrûpî gelek orf-adet ji Eyûbîyan girtin, ku sîstema armayan (nîþan û sembolên eskerî û hukimdarî) ji wan in. Di qesrên Eyûbîyan da gelek mirovên zana, wek dîrokzan, zmanzan û hozan civîyabûn. Yek jê Îbn ûl Esîr e, yek Îbn Halîkan e, ku herdu jî Kurd in. Ebûl Feda ku di warê dîrok û erdnîgarî (cografya) da zana bû, bi xwe ji malbata Sultanên Eyûbî bû.
Hukumdarîya Eyûbîyan li Misrê heya sala 1254 devam kir. Hingê eskerên ku jê ra digotin “Memlûk” (kolemen) serî hildan û hukim bi dest xistin. Yemen di sala 1230 da ji dest derket. Heleb û Þam di sala 1260 da, Hums di sala 1262 da ji dest derketin. Mîrayetîya wan ê Hamayê ya herî emirdirêj bû û di bin sîya Memlûkan da heya sala 1341 xwe parast.
Dewleta Selçukî ya Mezin ku li Îranê ava bûbû, di dawîya sedsala 12 da belav bû û Harzemî derketin, Îran dagîr kirin. Pir ne borî êrîþa Moxolan dest pê kir di bin serokatîya Cengîz da. Moxolan berê xwe dan Îranê û Kurdistanê. Piþtî wan jî, ber bi dawîya sedsala 14 da Teter hatin di bin serokatîya Têmurê Leng da. Ev êrîþgerên han wek kulî û qimil her der talan kirin, hilweþandin û hukumdarîya Eyûbîyan ji Kurdistanê rakirin û rê nedan avakirina dewleteke teze. Lê mîrayetîyên Kurdan li gelek cîyan ber xwe dan, xwe parastin. Êriþên Mongol û Teteran wek Refên kulî û qimil hatin û derbaz bûn, lê vêcar jî Kurdistan ket navbera du dewletên mezin, dewleta Osmanî û Îran. Wan bi sedsalan li ser Kurdistanê þer kirin û li dawî jî ew di nav xwe da parçe kirin.
Dewleta Lorên Mezin (Hukumdarên Fedlawî) (1161-1423)
Malûm e, Lorîstan di Kurdistana Rojhilat da ber bi baþûr heremeke mezin e ku li wir Kurdên Lor û Bextiyar dijîn. Gor Þerefnamê ew dewlet li Lorîstanê çêbû û hukimdarê pêþî Ebû Tahir bû ji malbata Fedlawî.
Ebû Tahir berê di xizmeta Atabagê Selçûkîyan yê eyaleta Faris da bû û wek fermandar çû þerê hakimê Þabankare, di þer da bi ser ket. Ji ber vê, Atabeg Sungur ew bi leþkerekî xurt þande ser Lorîstanê. Ebû Tahir carina bi þer, carina jî bi rindî Lorîstan zeft kir. Berê navê atabegîyê li xwe kir, piþt ra jî serxwebûna xwe êlan kir (1161 mîladî).
Piþtî mirina wî kurê wî Hezar Esp bû hukumdar. Di dema Hezar Esp da Lorîstan gelek þên bû, dewlemend bû û di nav aþitîyê da jî. Her usa jî sînorê hukimdarîya wî fireh bû, Xelîfê Bexdayê jî ji îdara wî kêyfxweþ bû, jê ra xelat þandin û hin welatên dinê dan bin îdara wî.
Piþtî wî kurê wî Tekle bû hukimdar. Di dema wî da Moxolan li ser Îranê û Kurdistanê girtin. Xulagû di sala 1258 da Bexda girt û þewitand, qetlîameke mezin kir. Tekle, ku berê ji wan ra bîat kiribû, piþtra dij derket, þerê wan kir, þikest û hat kuþtin. Piþtî wî birayê wî Alp Ergun bu hakimê Lorîstanê. Di dema wî da welat cardin ava bû û pêþve çû.
Piþtî hatina Moxolan hakimên Lorîstanê ji wan ra bîat kirin, ketin xizmeta wan û bi vî þiklî text û hukumdarîya xwe parastin. Di dawîya sedsala 14 da Têmurê Leng Îran û Kurdîstan dagîr kir. Di dema wî da jî Lorîyan textê xwe parastin. Lê di sala 1423 da dawîya vê dewletê hat.
Lorên Piçûk
Ev xanedanê Kurd ku li herêma Lora Piçûk derketîye di nîvê duduyan ya sedsala 12 da (1156) xwe nîþan daye. Ev herem li Baþûr e, ji bajarê Huremabad heya Hûzîstanê diçe. Di Þerefnamê da tê gotin ku ev herem hingê di bin destê Xelîfeyên Beydayê da bû û eþîrên Kurd bi destê wan û Tirkên Selçûkî dihatin þêlandin, zêrandin û zulmeke mezin didîtin. Bona vê yekê li dora Þucaeddînê kurê Xurþîd yek bûn ku xwe ji vê zulm û zêrandina giran biparêzîn.
Hakimên Lorên Piçûk ji pênc sedsalî zêdetir li vê mintiqê hukim kirin. Carina bi xelîfeyên Bexdayê, carina bi sultanên Selçûkî, bi xanên Moxolan ra, bi Têmurê Leng ra, bi Safevîyan û Osmanîyan ra þer kirin, carina jî li hev hatin û xizmeta wan kirin. Lê her usa jî bo hukim, di navbera bav û biran da, kur û pismaman da þer û xwînrêjî tim hebû...
Li Îranê hukumdarîya Zend (1759-1794)
Cîyê eþîra Zend, ku eþîreke Lorî ye, li nêzî Hemedanê ye, di dema Nadir Þah da sirgûnî Xorasanê bûbûn. Piþtî mirina Nadir Þah vegerîn. Kerîm Xanê Zendî zora reqîbên xwe bir û piranîya Îranê kir bin hukmê xwe, bajarê Þîrazê kir payîtextê xwe û bi vî awayî di dewleta Îranê da seltenet kete destê xanedaneke Kurd.
Birayê Kerîm Xan, Sidik Xan êrîþ bire ser Besrayê û piþtî þerekî 13 mehan zora Osmanîyan bir û bajar zeft kir. Besra heya dawîya hukumdarîya Zendîyan di dest Îranîyan da ma.
Di dema Kerîm Xan da ji bo pêþvebirina ticaret û zireetê, bo aramîya welat gelek kar û xebatên hêja hatin kirin. Bi xwe ummî bû, lê qesra wî bi zana û hunermendan tije bû. Bi taybetî li bajarê Þîrazê gelek mizgeft, xan û hemam ava kirin. Turbeya hozanê bi nav û deng, Sadî nu kir û turbeya Hafiz bi mermer çêkir. Mînorskî ji bo wî dibêje: “Hukumdarê herî baþ bû, ku Îranê heya wê rojê dît.”
Piþtî mirina Kerîm Xan di navbera bira û zarokên wî da þerê hukumdarîyê dest pê kir. Zendîyan berekî va di nav xwe da, berekî va jî bi xanedanê Tirk Qaceran ra þer kirin û sist ketin. Di sala 1794 dewleta Zendî giha dawîyê.

bervan21 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
ROJHAN BEKEN Evina Azadi CDsi Tüm Þarký sözleri (TÜrkçe çevirisiyle birlikte ) bircan_47 Kürtçe Lyrics 6 13-10-2007 02:08 AM
Sitranên Kurmancî Çengzerîn Çandi Giþti 0 14-08-2007 06:05 PM
Delal........... toprak Þiirler 17 16-01-2007 04:05 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 11:57 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.