|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Di sala 1930an de dugela Iraqê û Brîtanyayê di nav xwe de peymanekê saz dikin û li hev tên. Digel vê peymanê, Iraq ji bin bandûr û dagirkeriya Brîtanyayê rizgar dibe û dighêje serxwebûna xwe. Di vê hengama lihevhatinê de, qorek kedkar û welatparêzên kurd, li bajarê Silêmaniyê dest bi serhildanê dikin. fiêx Mehmûd jî, ji Îranê tê û ji vê serhildanê re serokatiyê dike. fiêx, herçiqas li dijberê dagirkeriya Brîtanyayê û hevkarên wê dîrokek qehremanî û gernasiyê dinivîsîne jî, lê mixabin ev serhildan têk diçe. Li pey vê têkçûnê, fiêx Ehmed þopa fiêx Mehmûd dimeþîne; îcar ew dest bi têkoþînê dike. Bi qasê sê salan di bin serokatiya wî de li hember dagirkeriya Brîtanyayê þer tê domandin. Di hundirê vî þerê sê salîn de birayê fiêx Ehmed, Mele Mustefa Berzanî digihe û dipije. Rojbiroj di nêv tevgerên çekdarî û çalakiyan de tîj dibe. Lêbelê, tevgera fiêx Ehmed jî bi ser nakeve, ew jî têk diçe. Malbata fiêx, ji neçariyê koçber dibe. Bi qasî deh salan di koçberiyê de dimînin. Lê di vê pêvajoyê de Mele Mustefa ji koçberiyê vediqete û dizivire herêma Berzanê. Dîsa, digel þervanên xwe, dest bi þer û serhildanê dike. Dagirkerên Brîtanî û artêþa Iraq, bi ser Mele Mistefa de êrîþên gelek dijwar pêk tînin. Mele Mistefa û sê hezar çekdarên xwe digel pazdeh hezar layendarên xwe derbasê nav sînorên Îranê dibin. Wê demê li Kurdistana Îranê Komara Mehabadê tê damezrandin. Mela di Komarê de peywir û berpirsiyariya serokgiþtî ya leþkerî (General) hildigre. Lê mixabin, ev Komar jî temenkurt dibe; ango ji hêla dugela Îranê ve digel arîkariya Rûs tête hilweþandin. Ser vê bûyerê re, Mela Mistefa diçe Yekîtiya Komara Sovyetî ya Sosyalîst. Ango, xwe dispêre dijminê kurdan û li wir bi qasî 12 salan penaber dimîne.
1958an de li Iraqê desthilatiya Faysal -ku xulamê Îngîlîz bû- hildiweþe. fiûna wî Ebdulkerîm Qasim têt ser desthilatiya Iraqê. Ebdulkerîm diyar dike ku, ji kurdan re êdî otonomî û di mafan de wekhevîtî daye naskirin. Ser vê daxûyaniyê, Mela dîsa vedigere Kurdistanê. Lêbelê Qasim jî bêbext derdikeve; ew jî li ser soza xwe namîne, daxwaziyên PDKê paþrû dike. Li hember vê xiyanetê, þerê pêþmerge û yê fermandariya Iraqê bi hawakî dijwartir dest pê dike. Di meha Çiriya Paþin (Sermawêz) a sala 1963an de bi þoreþeke arteþî fermandariya Iraqê dikeve nav lepên Abdusselam Arif –ku ev zilam bi Nasircîtiya xwe dihat naskirin– Digel piþtevaniya Rûsyayê ew jî êrîþên dijwar bi ser kurdan de dibe. Artêþa Iraqê rastê berxwedanek xurt û tund ya pêþmergan têt. Ji êrîþên diwar yên pêþmergan gelek ziyan dibîne. Abdusselam Arif, ji naçarmayinê, di sala 1964an de biryara agirbestiyê distîne. Di ber vê biryargirtina agirbestiyê de, serokê Rûsî Nîkîta Kruþçev jî Abdusselam dipesinîne. Lê di nav PDKê de yên vê biryarê naecibînin û rexneyên tûj lê dikin, ji partiyê vediqetin. Sedemê veqetanê herçiqas biryara agirbesityê jî xuya be, ya rastî êlperestî û îdeolojîk bû. Goya, li ser navê çepgiriyê redkirina desthilatiya êla Berzaniyan dimeþandin. Lêbelê, ev çepgîriya wan pir nekiþand. Pêþiyê xwe sipartin fiahê Îranê, dûv re jî xwe avêtin hembêza Iraqê. Heta bi desthilatiya Iraqê re þolyekerî kirin. Digel leþkerên Iraqê re carnan êrîþ didan ser pêþmergên PDKê Îranê. Lepên xwe dixistin xwîna birakên xwe. Aþtiya pêþmerge û fermandariya Iraqê pir nedomî. Dîsa destûrdarên Iraqê soz û bextên xwe avêtin ser çiyan. Dest avêtin çekên giran. Pêþmergan serî netewandin; bi þerekî rûmetkar gernasiya xwe carek din raber kirin. fier, heta sala 1970î berdewam kir. Di vê pêvajoyê de jî artêþa Iraqê gelek telefat û wendahî da. Çare nedîtin, di 11ê Adara sala 1970yî de Seddamê xwînrij bi PDKê re li ser maseya aþtiyê rûniþt. Di vê çerçevê de otonomiya kurdan hat nasandin. Ev aþîtî, ji 13 mijaran pêk dihat. Di nav van sêzdeh mijaran de digel otonomiyê, çand û zimanê kurdî jî bi þêweyek fermî hatibû pejirandin. Ji hêla konseya îcrayê ve sînorên herêma otonom hate xêzkirin. Li bajarê Silêmaniyê Zanîngeha Kurdî ava bû. Ev rewþ, hetanî Peymana Cezayirê (1974) berdewam kir. Piþtî vê peymanê –ku ev peyman bi navçêtiya serokê Cezayirê Bumedya pêk hatibû– Îranê desteka xwe ya lojîstîkî ji ser kurdan vekiþand. Kurd, dîsa xapiyan û ketin kemîna ereb û eceman. Dugela Iraq û Îranê li hemberî kurdan tevgerên xwe yek kirin û bi hev re êrîþ dane ser kurdan. Li pêþ vê êrîþa hovane, hêza pêþmergan têkçû. Seyda Berzanî reviya Kurdistan Îranê. Ji vir jî, ji bo hêviyekê çû Amerîka. Ango, ji bo azadiya welatê xwe û rizgarikirina gelê xwe... Lê pir mixabin, hemû serlêdanê wî yên li cem berpirsiyarên Amerîkî pûç û vala derketin. Ji ber van perîþanbûn û belengaziyan merezdarî dibe. Herçiqas ji bo tenduristiya wî gelek bijîjk dixebitin jî, lêbelê bi tevlî evîna Kurdistanê ji mirinê nafilite. Peymana Cezayirê çi ye (1974) Têkoþîna netewê kurd ya Iraqê pirsgirêkek mezin bû. Di navbera PDK û rejîma BAAS de di sala 1970ê de peymanek hate sazkirin. Di vê peymanê de xoybûna (otonomî) kurdan hatibû pejirandin. Di vê hengamê de, Iraqê neftên xwe, bi awayê neteweyî îlan kir. Evê jî, dugela Iraq û Amerîkayê ji hev da xeyidandin. General Qasim ji desthilatdariya dewletê hate daxistin. Iraq, 1971î de nêzîkê Sovyeta Komelî ya Sosyalîst bû. Bi gor zagona xoybûnî, divê sînorên herêma otonomiyê û nifûsa herêmê were bicîhkirin. Heger hilbijartin pêk bihata, neftên Kerkûkê dê biketa destê PDKê. Rejîma Baas, evêya nepejirand. Ewê dixwest ku hilbijartina 1957an bingeh bête girtin. Lewra, li gor hilbijartina wê dîrokê, Kerkûk bajarê ereban dihat qebûlkirin. Sovyeta dagirker û mêtinger, nihêrî ku Kerkûk nakeve destê pêþmergan, destegîriya xwe bi paþ ve kiþand. Di 1972-1973an de di navbera Pêþmergan û dugela Iraqê de þerekî dijwar ê din jî derket. Çekdarên Berzanî hetanî navçeya Bexdayê çalakiyên xwe pêþ ve birin. Rejîma Baas, ji ber sedemên bêçaremayîna li hember van çalakiyên xurt yên pêþmergan, dîsa li bazara aþtiyê rûniþt, peymanek nuh li dar xist. Lê mixabin, kurd beþdarê vê peymanê nebûn. Seddam, li ser navê kurdan bi Dugela Îran û Amerîkî re rûniþt. Lewra, di vê demê de van herdu dugelan piþt didan Berzanî. Ev peyman, Peymana Cezayirê ye... Ev peyman, ji þerê navbera Îran û Iraqê re jî dibe bingeh. Li gor vê peymanê bandûr û destûrdariya kendavê dikeve destê Îranê. Li hemberî vêya, ji Îranê dihate xwestin ku arîkariyê bi pêþmergan neke û deriyê tixûbên xwe li pêþ wan bigre. Bi tevlî van, divê arîkariyê bi Iraqê jî bike. Li ser vê peymanbirînê, Îran û Iraq hêzên xwe yek dikin û bi hev re êrîþ dibin ser kurdan. Seydayê Berzanî, digel hêzên xwe têk diçe û ji naçariyê penaber dibe. Piþtî vê têkçûnê pêvajoya koçberî û penaberiyê dest pê dike, ji qehr û qotikên xiyanetê, Seyda, jiyan û temenê xwe yê suriþtî tije dike û wefat dike. Wê demê, ji ber ku biryarên di vê peymanê de têne girtin li gor berjewendiyên Îranê bûn, Amerîka jî kêfxweþ bûbû. Lewra, berjewendiyên Îran û Amerîkayê bi ser hev ve diçûn. Jixwe hefsarê fiahê Îranê di destê Amerîkayê de bû. Piþtî þoreþa Îranê ya 1979an Amerîka nihêrt ku berjewendiyên wê qut bûn, îcar bi tevlî Îranê, bû neyarê vê peymanê jî. Piþtî mirina Mela Mistefa, fermandariya PDKê ket destê kurê wî Mesûd. Dema Mesûd bû serokê partiyê, dijberên ku ji sala 1964an ve nakokî xistibûn navbera PDKê, heryekî partî û rêxistinek serbixwe ava kirin. Celal Talebanî YNK, Dr. Mehmûd Osman PASOK û Samî Ebdurrehman jî PDGK damezirand. Sed hezar mixabin ku, ji vê hengamê þûn de dîkên Kurdistanê bêhtir bûn. Her partî û rêxistin, neyarên kurdan yên herî mezin jibîr kirin, bi canê birayên xwe ketin, serê hevûdin nukilandin û di xwîna hev de gevizîn. Piþta gelê kurd tewandin, lê piþta dijminên kurdan herî zexm û xurt kirin. Herçiqas di sala 1992an de “Bereya Demokrat ya Netewî” saz kirin jî, lêbelê ev yekîtiya ji ber xatirê Tevkujiyê Heleçeyê bû. Dema ev tevkujî jibîr kirin, þerê navxweyî dîsa dest pê kir, bere û biratî hilweþandin. Dema berjewendiyên Amerîkaya mêtînger li ser Îranê qediyan, di Peymana Cezayirê de wendahiyên Iraqê da ber çavê Iraqê. Bi rastî, tizê Iraqê kir û rabezand ser Îranê. Armanca Amerîkayê yek jî ev bû ku rejîma Îranê bide hilweþandin. Lewra, ev rejîm dijberî mêtingeriya Amerîkayî bû. Bi her awayî ev herdu dugelana xurt dikir, li hember neftên wan, bi hezaran ton bombe û çekên giran firote wan. Her çiqas bêhtirîn ev desteka xwe bi comerdî bexþê Iraqê jî dikir, lê dîsa jî bi nepenî û veþartî difrote Îranê jî. (Herwek di skandala Îrangatê de ev eþkere bû.) Hemû dugelên mêtinger yên neyarên Îslamê û gelê rojhilata navîn, ji bo wêrankirina van dugelan û ji bo mijandina nefta wan, bi hezaran ton çekên wêranker, çekên navokî, xerdelî, siyanor û bombeyên gazê, bi taybetî difirotin Iraqê. Di 8 salan de, 3 milyon mirovên xwe dane kuþtin; bi sed hezar milyon dolaran wendahî danîn der. Kevir li ser keviran nehiþtin. Di encamê de ev dugelên dagirker bi mutahîd û avahîsazên xwe daketin navçeyên van welatên wêranbûyî û ji bo avakirina wêraneyên wan, dîsa bi pere û neftên wan mêtiyan û hîn jî dimêjin. Di þerê Îran û Iraqê de, jî nîvê þer þûn de Îran kete nav axên Iraqê. Kurdan, di vî þerî de destegîrî dane Îranê, ango bûn þolyekerên Îranê. Ji vê pêvajoyê þûn de, pêþmergên kurd, di dîtina hemû ereban de bûn hevkarên dijminê Iraqiyan. Dostên dijminên xwe jî dijmin pejirandin... Ya rast ev bû ku, divê kurdan di vî þerê qirêj de, layendarî ji ti hêlê re nekin. Ev, jî ji bo pêþeroja kurdan gelek giring bû. Heger nehiþtana leþkerên Îranê têkevin nav axên Kurdistanê û piþt nedana Îraniyan, helbet wê rewþa wan çêtir û baþtir bibûya. Çi maddî dibe, çi jî manewî, zêdetir windakirina kurdan, di xwesipartina neyaran de ye. Mela Mustefa, di sala 1960an de pêþveçûnek gelek mezin bi destê xwe xistibû. Lê dema piþta xwe da fiahê Îranê bi wî bawer bû, qezencên xwe yek bi yek wenda kir. Bi kurtî, tevlî nebûna siyaseta kurdan, serokên kurdan ji tarîxê jî tu car dersê nastînin. Bi vî awayî, hem xwe hem jî gelên xwe ji neyaran re herdem dikin leyîstok, an jî dikin qurban... Belê divê mirov têkilî û xwespartinê ji hev cuda bigre. Pîþeya konevaniya þoreþgerî eviya ye: 1–Digel dostan, divê têkiliyên dostanî werin geþkirin. 2–Divê ewlewiya hevbend yên dudilî û erênatan werin qezenckirin. 3–Divê bêterefiya neterefan jî, di leh û hêla xwe de xira bikin. 4–Divê li rêka bêterefhiþtina qorekî dijminan jî were lêgerîn. 5–Hem divê, bi dostan re danûsitandinên mirovane û bi dijminan re muameleyên aþtîkarane werin pêkanîn. Belê, di destpêka þer de, divê mirov dost û dijminên xwe jihev xweþ cuda bike. Pêwîst e ku stratejî, herwek teqtîkê neyête derdestkirin. Ya rast, teqtîk parçeyek ji stratejiyê ye û divê ji startejiyê re xizmetê bike. Belê, gelê kurd, hertim bûye qurbana sofîtî û safîtiya xwe. Pêwîst û giringiyek mezin e ku, gelê kurd bê siyaset û bê zanîna dîrokê tu car nalive. Lewra, diyar e ku gelê kurd, qezencên ku di meydana þer de bi dest xwe xistinin, di qada siyasetê de evanan bi tev de wenda kirine. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Bi hozan Comert re li Gulistanê hevpeyvîn | heci | Çandi Giþti | 3 | 29-08-2007 01:14 PM |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 08:05 AM |
| kurdi | kelagerm | Çandi Giþti | 0 | 30-06-2007 04:29 PM |
| TelevÎzyonvanÎya KurdÎ | PCkopat | Çandi Giþti | 3 | 10-06-2007 09:10 PM |
| Rêzgirtina cudatîyên me, dilsozîya gel û perspektîva îqtidarê | berxwedan | Çandi Giþti | 5 | 10-02-2007 04:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.