Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 12-09-2007, 02:33 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: İrLaNDa
Mesaj: 6,036
Üye No: 174
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 88462
Rep Puanı : 8845308
Rep Derecesi
Dino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond reputeDino-Amed has a reputation beyond repute
Varsayılan Ji bo dîrok dîsa dubare nebe


Gotinên pêşiyan de heye (ku di encama ceribandinan de hatine gotin): “Dîrok ji dubarebûnê pêk tê.” “Borî neynika paşerojê ye.”

Li ser van gotinên pêşiyan, nêrînên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ku nêzîkî sed sal berê di Munazarata xwe de aniye ziman û rewşa îro didim ber çav tu cudatiyek nabînim.

Her çiqas gotinên Bedîuzzeman ên sedsal berê bin jî, ji ber derd û êş û kul yek in mirov dibêje qey gotinên îro ne.

Ji Bedîuzzeman dipirsin:

“Ên ramanan tevlîhev dikin, azadiyê û meşrûtiyetê pesend (teqdîr) nakin kî neş”

Bersiv: “Saziyek di bin serokatiya nezanî axa, rik efendî, xerez beg, tolhildan paşa, peyrewî hezret û geveze û musyo de ku ji însanan pêk tê û çavkaniya dilşadiya me meşrûtiyetê diêşîne.”

“Ji mirovan yên endamên wê ne kesên ku; dîrhemek berjewendiya xwe fîdayê hezaran berjewendiyên gel nakin, hem jî berjewendiyên xwe di xesara gel de dibînin, hem jî wateyên bêpîvandin û bêhelsengandin didin, hem jî hê meyla tolhildan û xereza xwa şexsî ya xwe fîda nakin, radibin bi quretî doza giyanfîdakirina gel dikin, hem jî... û hem jî...”

Belê van gotinên me li jor rêz kirin, ne gotinên van rojan in. Gotinên sedsalî ne. Mixabin ji ber derd yek derd e, êş yek êş e, kul yek kul e, hêvî yek hêvî ye, ew gotin hê jî di rojevê de ne.

Kesên ku naxwazin kurd jî wek mirovan bijîn, ew jî wek gelên din xwedî maf û dad bin, ew jî bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û pê amojkariyê bikin, bi nasnama xwe werin naskirin, hê jî di nav me de hene.

Çima naxwazinş

Lewra nezan in, cahil in.

Lewra bi xereza nava xwe nikarin.

Lewra berjewendiyên wan wê kêm bibin. Gel hişyar bibe wê bibe pardarê wan.

Lewra ew tenê zanin rêvebiriyê!

Lewra asoyên ramanên wan kurt in, teng in. Ew di şexsên xwe de difikirin hê nebûne netewe.

Lewra bêxîret in, pozê wan naşewite. Ji bo menfeet û rehetiya wan xera nebe, kumê rezîltiyê kişandine serê xwe.

Lewra wê meqam û rutbên wan ji hêla desthilatdaran were girtin.

Lewra bihayê azadî û mirovatiyê ne erzan e.

Dîrok şahid e ku tim neheqî û heqî di ber hev de bûne. Evîn û dijminetî, başî û nebaşî, mezlûm û zalim hwd. jî tim di ber hev de bûne. Lê ên wek Bekoyê Awan tim li hêla neheqî, zilm û nebaşiyê cih girtine. Her çiqas tu car bi ser neketibin jî.

Ên li hêla neheqiyê cih girtine, herdem bi nefret, bi lanet hatine bîranîn. Hem li vê dunyê rezîl bûne û hem jî li wê dunyê agirê dojehê li hêviya wan e.

Mixabin mirov hê jî ji wan dîmenê dîrokê ders nagirin û di xeletiyên xwe de israr dikin û dimeşin.

Di jiyana netewan de û di jiyana mirovan de hinek firsend hene carekê dikevin destên mirov û hinek jî hene dubare dibin. Mirov û netewe bi wan fersenda tên azmûnkirin (îmtîhan)

Kes û neteweyên wan firsendan baş bi kar anîbe bi ser ketiye.

Em di vê çarçovê de li dîroka kurdan binêrin, emê gelek dersan jê fêr bibin. Bûyerên borî wê pêşiya me rohnî bikin. Lewra me di serî de jî gotibû; “Borî neynika paşerojê ye.”

Ji ber ku em dîrokê û bi taybetî dîroka xwe nizanin, an jî li ser nafikirin, an jê ders nagirin, bûyerên ku sed sal, heftê sal, sîh sal berê li me dubare dibin, em tim bi bin dikevin.

Neslên borî ji ber wan fersendên ku ketine destên wan baş bi kar neanîne, di îmtîhana xwe de winda kirine û bi ser neketine. Ên ku hişyar û hayda bûne jî, ji ber ku hindik bûne, tenê bi şerefa xwe derbasî dîrokê bûne. Vê tenê, wan xelas kiriye lê gel dîsa xelas nebûye.

Îro jî nifşa îroyên (hemdem) di azmûnek de derbas dibin. Ev îmtîhan her roj, her saet ji me bersivek dixwaze.

Dîsa du enî, du rê û du encam hene: Eniya heq û neheqiyê, eniya piştgiriya mezlûm û zaliman, eniya başî û nebaşiyê, eniya aşitî û şer, û serkeftin an binketinê.

Ev azmûn ne saetek ne rojek ne jî salek e. Dawî û encama vê pêvajoyê, wê piştgiriyên herdu aliyan karibin eşkere bikin.

Dibe em negihîjin dawiya vê pêvajoyê. Lê misoger ewê nifşên me yên nû, wê bibînin. Em jî li wê dunyayê li gor livandinên xwe bi cih bibin.

Hezaran aferîn ji wî kesî re ku nesla nû jê xweş biaxife û di dunya din de cihê wî bihişta rengîn be.

Dino-Amed is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -I. 2.3.4.5.......22 marksdede Zanisti 33 22-01-2008 09:29 PM
Kurtedîroka Çîroka Kurdî PCkopat Çandi Gişti 4 03-09-2007 10:26 PM
Îro Disa. kelagerm Kürtçe Lyrics 8 31-07-2007 04:52 PM
iro disa KeÇa kurdame Kürtçe Lyrics 4 27-06-2007 12:06 AM
İro Dİsa hmpoo Kürtçe Lyrics 9 14-06-2007 08:00 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 11:41 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.