Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 11-09-2007, 08:31 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Mar 2007
Konum: xerzan
Mesaj: 3,658
Üye No: 87164
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 63050
Rep Puaný : 6304555
Rep Derecesi
kelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond repute
Varsayýlan Wesiyetnameya Qazî Mihemed di demên dawiya jiyana xwe de


Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan


Gelê minê kurd û birayên min yên hêja, biryên min yên behr xwarî, gelê min yê zorlêkirî, vama ez di gavên herî dawîn yên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê îdî dujminayiya hev nekin û pi?ta xwe bidin hev, li hember dujminê zordest û zalim derkevin, xwe bela? mefiro?in dujminan, dujmin her ewqas we dixwaze tanî karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabuhure.

Dujminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, pi?tgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti ti?tê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pê?tir in jî.



Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê yekîtiya ên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dujminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin, birayên min îdî bi dujmina neyên xapandin, dujminên Kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dujmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide ku?tin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dujminên gelê Kurd, dujminê Ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, tema?a kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê ?ikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pi?t wan vekir û ca pir bi nemerdî ew ku?tin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xwe?bawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên dane Kurdan pêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û ti carî pi?ta hev ber medin, pi?trast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, bi sond û sozên direwên eceman mexapin, ku ger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixe û soz bide we, bi tenê niyaza wî xapandina weye, ji bo hîlekê li we bike.

— Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedê yê mazin ez we ?îret dikim ku a ji destê min hat bi ser can û teko?în, bi ?îret û nî?andana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rew?ê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi eceman mexapin û ji sond û dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin, soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dujminên dilre? de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirand, ên ku eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û ku?tine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, ku?tin e.

Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi ?andina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta ecem û ?ah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û e?îrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

?îret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti ti?tê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen pa?ve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Pi?trast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we ba? be, hunê pir ba? bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. ?ênabe bi ku?tina min û bi ku?tina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.

Pi?trast im pi?tî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.

Pi?trast im pir kesên ku wê pi?tî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im ku?tina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.

Wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel kir, alîkarê we gel be, pi?trast im Xwedê yê mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de dibêjim, bi Xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.

Xwe?tiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye, her wek di malê de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê ti kesî ti ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

?dî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bê?e ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Pi?trast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn ba?tir e û ger berpirsiyariyên mazin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin, ên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xwea ?irîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me û wa ezê demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di sitoyê min de nebûna, ez jî wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de di xewa ?irîn de bûma, ku ez niha ji bo pi?tî çûyîna xwe jî we ?îret dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitoyê min de ye, pi?trast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitoyê xwe, niha ewê li ?ûna min di bin darê sêdarê de bûya, ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di sitoyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya çakiyê de, min ev ?îret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya ?îretên min bikin, bi hêviya Xwedê yê mezin we bi ser dujminên we de serbixe.

1- Baweriya we bi Xwedê û ti?tê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

2- Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

3- Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pê?ve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

4- Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.

5- Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe mefiro?in dujminan, ji ber dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6- ?xanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.

7- Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

8- Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexo?xane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.

9- Hun ji xebat û hewl û teko?înê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne ti?tek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her ti?tê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nî?timanê we jî hebe.

10- Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir ti?tikî wî li cem min e, min malekî pir hi?tiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Tanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber Xwedê pir zû zalim ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil tîne.

Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Ango: Mirama me ?îret bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat


Qazi Mehemmed

kelagerm is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Dîroka QAZÎ MIHEMED heci Dirok 9 08-11-2008 09:24 PM
BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! sezi Dirok 4 28-06-2007 02:36 PM
Mehabad(1946) Mirza Dirok 10 01-06-2007 09:52 AM
Dadgehkirina Qazî Mihemed berxwedan Çandi Giþti 0 17-05-2007 08:59 AM
Bîyografîya Qazî Mihemed MÊVAN Biyografi 0 26-04-2007 03:27 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 11:33 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.