|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Arami' (her wiha: Suryanî) gelekê Rojhilata navînê ye.
Anegorî texmînan di navbera milyonek ta çend milyon Suryanî li rûerdê belavbûyî dijîn. Welatê wan Mezopotamya ye ku ew jê re dibêjin Bethnahrîn. Îro di navbera dewletên Tirkî, Iraq, Sûriye û Îranê de li hev hatiye parkirin . Piþtî þerê cîhanê yê dûyemîn Suryanî bi çar aliyên cîhanê ve belav bûn . Kevnariya Suryaniyan Bi teybetî piþtî ku bi awayekî girseyî kesên ji gelê Suryanî ji welatê xwe dûr ketin û diasporaka bi hêz li derveyî welatê xwe avakirin, bi xurtî hewl dan ku li binyada xwe bigerin. Sedêmên vê yekê di serî de gihiþtina bîreke neteweyî bû ku bêhtir bi derfetên li derveyî welat bi hêz bûbû. Ev hewldan ji ber lêgera gotinek nû ya îdeolojîk bû. Îro gelek îdiayên dîroknasên Suryanî û yên din li ser vê xalê hene. Anegorî dîtina herî belav bûyi ku ji aliyê piraniya dîroknasên Suryanî tê pejirandin, Suryanî (yên berî zayînê împaratoriyeke mezin ava kiribûn û xwediyê þaristaniyeke gelekî dewlemend bûn) ne. Kesên vê dîtinê dipejirînin û lê xwedî derdikevin di wê baweriyê de ne ku hemû gelên kevnar ên Mezopotamya wekî Asûrî, Babîlî, Ken’anî, Fenîkî, Aramî û hwd. Ji yek binyadê ne û Samî ne. Ji ber vê sedemê ew gel bi hesanî tevlihev dibûn û di nav hevdu de diheliyan. Zimanê wan nêzîkî hev bûn, ev jî dibû sedema ku wan zimanê hevdu zû bipejiranda an jî bi hêsaniya tevlihevbûna zimanên wan zimanekî nû yê Samî diafirandin. Piþtî belavbûna ola mesîhî li nav van gelên Mezopotamyayê ev gel bêhtir di nav hev de heliyan û bûn yek. Di serî de Suryanidûvre Akadî, Babîlî û Aramî bi xêra zimanê hevbeþ, rabûn û rûniþtina hevbeþ û êdî ola hevbeþ gelekî nû anîn holê ku ev jî gelê Suryanî ye. Ditina din dibêje ku Suryanî Aramî ne. Ev dîtin piþta xwe dide rastiyeke dîrokî. Em îro dizanin ku piþtî sedsala VIII. û VII. berî zayînê zimanê Aramî li Mezopotamyayê belav dibe û dibe zimanê bazirganiyê. Dîsa dema ku Axamenî (Pers) Aramî weke zimanê fermî dipejirînin (sedsala VI. berî zayînê) ev ziman di nav hemû gelên samî yên Mezopotamya de tê bi karanîn . Dîrokvanê Suryanî Hanna Dolaponu dibêje ku meriv nikare di mijara binyad û daheçûya Suryaniyan de li gor krîtera nîjadê lêbigere. Dolaponu dîsa davêje holê ku Suryanî ji tevlûhevbûna gelên kevnar wek „Aramî, Asûrî, Kaldeî, Fenîkî, Ken’anî û Hind – Iraniyan“ pêk hatine. Li gor vê dîtinê navên kesên ku dêra Suryaniyan dihebînin bi giþtî Suryani ne. Gotina Suryanî bi teybetî piþtî belavbûna ola mesîhî hêdî hêdî bêhtir hate bikaranîn. Dîroka Mezopotamya jorîn Êdî li gor ku ev çend gotin li ser mijara „Arami – Suryanî ji ku hatine“ me bihîstin em dikarin hindekî bahsa dîroka Mezopotamya jorîn bikin. Dîroka Demên Kevin Dîroka nivîskî (dema nivîsê) ya Mezopotamyaya jorîn bi Akadan dest pêdike. Di salên berî zayînê 3 hezaran de li bakûrê Sumeran Akadan gelek dewletên serbixwe, yek bajarî avakiribûn. Ew ne diþibana Sumeran û zimanê wan jî cihe bû. Zimanê wan zimanekî Samî bû. Ew ji rojava (ji çolên Surî) ve hatibûn û nasên gelê (klanên) li rojava bûn. Cihê Akadan di navbera Dicle û Ferat de cihekî navendî bû. Seba vê jî Akadan fethên mezin di demeke kurt de karîbûn bikin. Suryani (yên kevnar) ji herêmên Akadan ber bi bakûr ve belav bûn û gelek bajar avakirin ku yek ji wan jî bajarê Asûr bû. Asûr herwiha navê xwedayê vî bajarî bû û navê aþîra ku dema paþê navê xwe li hemû herêmê kir û hemû gelên herêmê di bin bandora xwe de hiþtibû bû. Bê gûman çand û þaristaniya Asûran nêzîkî ya Akadan û Babîliyan bû.Sedema vê yekê ev e ku Asûran ji ber ku Akad û Babîl jî samî bûn hesanî xwedî li çand û þaristaniya wan xwedî derketin û þaristaniya xwe li ser vê bingehê ava kirin. Sedsala XV. berî zayînê qurnê ku êdî Asûr li temamê Mezopotamya jorîn belav dibe ye. Vê demê Asûran pir bajarên wek Asûr, Nînova, Koloh û hwd. Ava kirin. Lê li bakûrê Mezopotamya jorîn tim bi hêzên eskerî dikarîbûn bimînin. Bi vî awayî Asûr bû navenda bazirganiya bi Mezopotamya jêrîn (navend û baþûrê Iraqê), Kapadokya (Anadol) û Mezopotamya jorîn (Kurdistan û Ermenîstan) re. Sedsalên VIII. û VII. berî zayînê Asûr bi serdegirtinên eskerî ber bi Bakûr û Bakûrêrojava ve fereh bûn û bi riya Koloniyên xwe ev der dagîr kirin. Berî zayîne di sedsala VIII. de kralê Asûr Salamansarê I. bi artêþeke mezin bi ser gelên ku li Bakûrê Asûr dijîn de diçe û heya bi keviya gola Vanê dixe bin destê xwe. Divê navberê de di destpêka sedsala XII. berî zayînê êdî Aramî tên Mezopotamyayê û carcaran bi ser bajarên Asûr de digirin û talan dikin. Lê di sedsala X. de êdî winda bûn ji ber ku wan jî êdî dest bi jiyana þaristanî kirin û tevlî Asûriyan bûn. Û divê navberê de ji xwe Asûr gelek seferên Eskerî biribûn bi ser Aramiyan de û ew kole kiribûn û di avakirina avahiyên mezin yên Asûr de bi kar anîbûn. Pey vê yekê re êdî Arami bêhtir bi bazirganiyê mijul bûn. Ev bû sedema ku di demeke kurt de Aramî bibe zimanê bazirganiyê. Piþtî ku emperetoriyan Asûr þikest û herwiha ya Babîliyan jî êdî hemû gelên samî ketin bin destê Axameniyan ku bi xwe Pers bûn lê zimanê xwe yê fermî weke Aramî pejirandibûn. Ev yek bû sedema ku gelên samî vê demê yên Mezopotamya jorîn zimanê Aramî bi kar bînin. Belavbûna Ola Mesîh Çaxê ku mesîhîtî li Rojhilatanavîn belav bû gelên Mezopotamyaya jorîn yên Asûr, Aramî û Kaldeyî ev ol zû pejirandin. Bi vê re gelên ku mesîhîtî pejirandin di nav hev de çêtir heliyan û bûn yek lê yên ku mesîhîtî ne pejirandin li derveyî vê yekîtiyê man. Bandora mesîhîtiyê herwiha jiyan da çanda herêmî . Êdî mîrasa kevnar û dewlemend ya Mezopotamyayê dîsa xwedî ji xwe re dîtin û gavên mezin avêtin. Navenda dêra Suryanî li bajarê Riha bû. Ji vir tevgera misyonê ya mezin destpêkir û mesîhîtî di nav piraniya Asûrî, Aramî û Kaldeiyan de belav kir. Lê gelên ne samî yên Mezopotamya jorîn mesîhîtî ne pejirandin . Di vê navberê de Bîzans hêza herêmê ya mezin bû lê navbera wê û dêra Suryanî hedî hêdî vedibû. Ev yek bi cihe bûna dêra Bîzans û dêra Suryanî bi encam bû (sedsala V. û VI: piþtî zayîonê). Erebên Misilman û Suryanî Çaxê ku Erebên misilman hatin Mezopotamyayê dêreke yekgirtî ya Suryaniyan ditîn. Herçi ku Suryaniyan bawerdikir ku bi hatina artêþên îslamê ew dê ji zilma Bîzans rizgar bin jî di demeke kin de dîtin ku ew bûne dîlên dewleta Erebên misilman. Merivên ne misilman divabûn bêyî bac û xeraca ku misilman didin bac û xeracên zêde bidin. Êdî ji ber ku Îslam bû ola herî mezîn ya herêmê û ji bo ku ji barê bacê yî giran rizgar bibin gelek endamên dêra Suryanî yên ku li bajaran dijîn misilman bûn. Van kesên ku ola xwe diguhertin nikarîbûn netewayetiya xwe biparêzin û di demeke kurt de di nav gelê ereb de winda dibûn. Piþtî hatina Ereban bo Mezopotamya Piþtî ku bandora Ereban kêm bû û Selçukiyan hikmê xwe li ser Rojhilatanavîn danîn rewþa Suryaniyan hinî anegora berê baþtir bû. Selçukiyan memurên xwe yên herêmê ji Suryaniyan hildibijartin. Ev bû sedema ku zimanê Suryanî dîsa xwedî hêz bibe û were bi karanîn. Gelek bend û cild pirtûk hatin nivîsandin. Mixabin vê tevgera çandî ya pozîtîv zêde nedomand. Bi serdegirtina Moxolan re gelên herêmê hatin qirkirin û çand û þaristaniyên wan hatin talan kirin. Ji sedsala XIV. heya XV. gelek Suryaniyên ku li baþûrê Mezopotamyaya jorîn dijîn çûn çiyayan. Hatina Osmaniyan ne weke ya Ereban olî bû. Her çiqas mafê Suryaniyan û gelên misilman di bin hikmê Osmaniyan de ne wek hev bû jî bi hatina Osmaniyan talaneke mezin çênebû anku Osmaniyan hêzên avaker yên herêmê talan ne kirin . Danûstandinê gundên (li baþûr „aþîrên“) Suryaniyan li gor bercewendiyên xwe bi gelên cîran yên weke Kurdan re jî hebûn. Lê belê piþtî ku Abdulhemîdê II. hate ser hikim (1876 – 1909) bi planên xweyî panîslamîst herêmên Kurd û Suryaniyan xiste nav gelacê. Kurd û Suryanî êdî pev diçûn. Herwiha pir cara Suryaniyan serî li hember Osmaniyan jî hildan û hatin qir kirin. Qirkirina yekemîn ya demên nêzîk di sala 1843 an de hate holê. Di vê salê de Osmaniyan bi hezaran Suryanî qir kirin. Qirkirina duwem di sala 1914 an de rû da. Suryanî vê salê weke sala þûr bi nav dikin. Di vê qirkirinê de bêhtirî sedhezar Suryanî ji aliyê Osmanî û aþîrên Kurd (di serî de alayên Hamîdiye) ve hatin kuþtin . Em hevî dikin ku bivê nivîsa kurt xwendevan bûbin xwediyê çend agahiyan li ser Suryaniyan ku perçek ji jiyana Kurdistanê ne. Asûriyên navdar;
Ji bonî kesên ku dixwazin bigihêjine bêhtir agahiyan:
|
|||||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
spas jî wera jî hevalno ![]()
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Osman Sebrî (1905–1993) | Mirza | Helbesten Kurdi | 6 | 14-03-2008 08:46 PM |
| Em Ji Ku Hatin ? | PCkopat | Dirok | 23 | 05-12-2007 11:07 PM |
| Dîroka LICÊ | heci | Dirok | 2 | 02-08-2007 01:05 PM |
| Seîdê Kurdî - Nêrînek Analîtîk Ser Jiyana wi | Mirza | Çandi Giþti | 4 | 14-05-2007 04:51 PM |
| Þardewlete Ewropa de | berxwedan | Çandi Giþti | 0 | 01-05-2007 04:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.