Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 28-08-2007, 11:32 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Suriye
Yaþ: 35
Mesaj: 2,441
Üye No: 3481
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 8731
Rep Puaný : 872617
Rep Derecesi
nisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond repute
Varsayýlan Li Ser Jiyana Bedîuzzeman Seîdê Kurdî


Li ser mijara serhildana Þêx Seîd Kovara "Dava" bi Evdilmelîk Firat re hevpeyvînek pêk tîne. Firat di vê hevpeyvînê da vana tîne ziman: "Rojek ez çûm serdana Bedîuzzeman. Wî ji min ra xewna xwe wûsa qal kir: Min dî ku kalê te (qala Þex Saîd dike) hat ber min. Min jê ra got ku: 'Ka! meyê bi hevudû re li hember dijmin þer bikirana?' Hinekî tebessûm kir û wûsa go: 'Min peywira xwe anî cî îcar jî dora te ye'.” Dîsa di vê hevdîtina Bedîuzzeman û Evdilmelîk Fýrat de Bedîuzzeman ji Fýrat ra wûsa dibêje: “Þex Saîd gihîþtiye merteba þehadetê û þehîd bûye”.
Mahmut HOCAOÐLU
Di nav gel da tê gotin ku:"Bedîuzzeman ji Þêx Ehmedê Xanî îlham û feyz girtiye"
Ustad Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî di sala 1876'an de li bajarê Bedlîs'ê, navçeya Hîzan'ê, li gundê Nurs'ê ji dayik bûye. Di sedsala bîstemîn de Bedîuzzeman bi jiyan, tekoþîn, îlm û îmana xwe, deng daye cîhanê. Heyama ku Ustad tê da dijiya, Ommet ji nava îmtehanek mezin û dijwar derbas dibû.

Ew jî di biçûkiya xwe da di çarçova imtihanê da dest bi xebat û tekoþînê kiriye. Ewul perwerdehî û dersa xwe li ber kekê xwe girtiye. Ustad di pêvajoya perwerdehiya xwe da pênç sal li medreseyên bi nav Tax û Pîrmîs xwendiye. Li hemberê bêdadiyê qet tehammul nedikir û her dem li hemberê van bêdadiyan serî radikir. Ji bona ku li hemberê zilm û zordariyê bêdeng nedima, li medreseyek jî pir nedisekinî. Wexta ku li Hîzan'ê îlm hîn dibû, rojekê çar heb feqî bûne yek û bi wî ra þer kirine. Li ser vê yekê Bedîuzzeman derketiye huzura Þêx û jê ra wûsa gotiye: "Þêxê min, wexta bi min ra þer dikin, bila her çar bi hev re nêyn, bila du heb-du heb werin". Van gotinan ji Þêx re pir xweþ hatiye û Þêx di derbarê Bedîuzzeman da wûsa gotiye: "Tu xwendekarê min î. Kesek nikare li te tadayî bike".

Bedîuzzeman demek jî li Hizan'ê ma. Paþê, bi kekê xwe yê Mela Evdillah re çû gundê Norþîn'ê. Wexta ku li gund bû xewnek dît. Bedîuzzeman di xewna xwe da dît ku: "Qiyamet qetiyaye. Kaînat ji nû ve hatiye vejînbûn. Di vê hengamê da difikire ku wê çawa biçe serdana Pêxemberê me, Hz Muhammed (s.X.l.). Tê hiþê wî ku li ser pirra siratê bisekine. Wexta ku li wir disekine, diçe serdana hemû pêxemberan. Piþtî serdana hemû pêxemberan, diçe serdana Hz Muhemmed (s.X.l.) jî" û ji xew þiyar bû. Bedîuzzeman di bin bandora vê xewnê da ma û hêz da tehsîla îlmê.

Wî perwerdehiya xwe ya pir û herî girîng, di heyama ku li Doxûbeyazit'ê dima de, stend. Li Doxûbeyazit'ê, serê sibê li ber Þêx Muhemmed Celalî ders digirt. Êvarê jî diçû ser gora Alimê Kurd, Þêx Ehmedê Xanî. Pirî þevên xwe li ser gora Þêx Ehmedê Xanî derbas dikir. Ji aliyê din, di nav gel da tê gotin ku: "Bedîuzzeman ji Þêx Ehmedê Xanî îlham û feyz girtiye". Te zanîn ku Bedîuzzeman rojek çûye ser gora wî û li wê derê wûsa gotiye: "Þêx Ehmedê Xanî mamostê min ê manewî ye". Li Doxûbeyazit'ê sê meh perwerdehiyê dibîne û îcazet distine. Di nav gel da jî Saîd-ê Kurdî bi vê leqebê li her derê, navdar dibe.

Demek paþê Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî ji Wan'ê diçe Sêrt'ê. Ji wê derê jî diçe Bedlîs'ê. Li Bedlîs'ê Þêx Emîn dibîne. Dîsa vedigere Sêrt'ê û ji Sêrt'ê jî diçe gundê Tîllo'yê. Li Siirt'ê demê xwe yê pir, bi îbadet û bi îlmê derbas dikir. Þevek di xewna xwe da Þêx Evdilqadirê Geylanî dît. Þêx Evdilqadirê Geylanî jê ra wûsa go: 'Mela Saîd here ber serokê Eþîra Mîran, Mustefa Paþa û ji wî ra bêje ku bila qenciyê ferman bike, bila dest ji zilm û zordariyê bikþine û bila nimêj bike. Heger ku van fermanan nêyne cî, wî bukije'.

Li ser vê xewnê Bedîuzzeman diçe herêma Eþîra Mîran û li wê derê ji diçe çadira Mustefa Paþa û pê ra hevdîtinek pêk tîne. Mustefa Paþa ji Bedîuzzeman dipirse: “Tu ji bona kîjan sedemê hatî vira?” Li ser pirsa Paþa, Bedîuzzeman bersivek wûsa dide: “Yan tuyê dev ji zilm û zordariyê berdî û tuyê werî ser rêya rast û nimêj bikî, yan jî ezê te bikujim”. Paþa þûra Bedîuzzeman nîþan kir û go: “Tuyê min bi vê þûra qirêj bikujî?” Bedîuzzeman li ser vî gotina Paþa, bersivek wûsa da: 'Þûr jênake, lê dest jêdike'. Di aliyê din da Mustefa Paþa jî wûsa go: 'Di Cizîrê da Alimên ku ez nas dikim tu wan têk bibî, ezê mavzerek bidim te û ezê hemû gotinên te bînim cî’. Bedîuzzeman vê pêþniyarê qebul dike û di munazara îlmê da hemû aliman têk dibe. Mustefa Paþa jî, gotinên Bedîuzzeman tînê cî. Demek li Cizîrê dimîne. Paþê di sala 1884'an de diçe li Mêrdînê dimîne. Dema ku li Mêrdîn’ê bû, rojek sîleyek li leþgerek Osmanlî xist. Vê bûyerê di jiyana Bedîuzzeman da rûpelek nû vekir.

Bedîuzzeman li ser vê bûyerê dest avêt xebatên sîyasî. Heta sala 1921'an di herêma Kurdistan’ê da li hemberî rêvebiriya îstîbdata Osmanlî û hevkarên wî têkoþînek Îslamî bilind kir. Leþgerên Osmanlî piþtî bûyera Mêrdînê, destê Saîd-ê Kurdî li kelemçê xistin û wî nefiyê Bedlîsê kirin. Bedîuzzeman, demekê li Bedlîsê ma. Li vê derê her dem mirova ji xirabiyê dûr dixist û wan vedixwende tiþtên baþ û bixêr. Li Bedlîs'ê gellek alim hebûn. Lebelê li Wan'ê alimên bi nav û deng tunebûn. Ji ber vê yekê Walî'yê Wan'ê, Bedîuzzeman dawetê Wan'ê kir. Li ser dawetkirina Walî'yê Wan'ê, Hesen Paþa, Bedîuzzeman çû bajarê Wan’ê. 15 sal li Wan'ê ma. Dema ku li wir bû, ji aliyek îlim hîn dibû, ji aliyê din jî di nava eþîretan de digeriya ku wan îrþad bike.

Wexta ku Bedîuzzeman li Wan'ê dima, rojek di rojnameyekî da nûçeyekî xwend. Nûçe wûsa digo: "Wezîrê Îngilîzîstan'ê Gladson Avam, li meclîse diaxive û di axaftina xwe de diyar dike ku; Heta Qur'an di destê Mislimanan de be, em nikarin li ser wan desthilatdariya xwe deynin. Divê yan em Qur'an'ê ji nava wan derxin, yan jî em wan ji Qur'an'ê sar bikin." Li ser van gotinan, Bedîuzzeman pir zêde li ser Qur'an'a Pîroz xebitî û li ser wî ponijî. Bediüzzaman di vê derbarê de wûsa digo: "Ezê meziniya Qur'an'a Pîroz nîþanê hemî cîhanê bidim." Dema ku Bedîuzzeman li Wan'ê dima, tespît kir ku pirsgirêkên gel ên herî giring ê gel, bêperwerdehî ye. Ji bona wekî medreseya navdar El Ezher, medreseyan li Amed, Wan û Bedlîs'ê veke û navê Medresetûl Zehra bide van medreseyan, Bedîuzzeman di sal 1907'an da diçe Stenbol’ê û li Stenbol’ê Abdulhamîd'ê duyemîn dibîne. Bi daxwaznameyekî fermî, hêvî û daxwaziyên xwe pêþkêþ dike. Daxwaznama Bedîuzzeman di rojnameyên "Þark û Kurdistan'ê" da wûsa hatiye weþandin: “Di Kurdistan'ê de vekirina dibistanan rewþek xweþ e. Lebelê tenê mirovên ku Tirkî dizanin, dikarin ji van dibistanan sûd werbigrin. Ji ber vê yekê zarokên Kurd, îlmên ku li dibistanan tê xwendin, fahm nakin. Dibistanen ku nû vedibin, mamostê van dibistanan bi Kurdî nizanin. Ev rewþ jî howîtî û tevliheviyê tînê holê. Herweha rojavayî ji bona vê sedemê dengê xwe bilind dikirin. Ji aliyê din, gel di nava teqlît û wehþetê da di ciyê xwe da dijmêre. Ji ber vê yekê gel di nava wehm û gumanan da dimîne.

Îro ji ber ku Gelê Kurd di ciyê xwe da disekine, ew jî ji vê rewþê îstîfade dikin. Em dikarin çareseriya van pirsgirêkan wûsa pêþkêþ bikin: ‘Ji bona zanebûn û pêþveçûna Gelê Kurd, divê li her derê Kurdistan'ê medresên nû bên vekirin. Ewê ku hene jî divê werin avakirin û ji nû ve werin ganîkirin’. Hingê herkes bibîne ku Gelê Kurd çawa di her warê de pêþ ve diçe û çawa cewherên di nav xwe de derdixe holê”. Hewildanê Bedîuzzeman hemû vala diçin û van hewildanê wî bêencam dimînin. Rêvebiriya Osmanlî, ji bona van hêvî û daxwaziyên Bedîuzzeman, wî davêjin timarxanê. Bedîuzzeman di timarxanê da dema tê muayenekirin, ji dixtor ra wûsa dibêje: “Ey Dixtor! Tu min gohdarî ke! Wexta ku tu min muayene dikî, bila bala te li ser van noqteyan be: ‘Ez li çiyayên Kurdistan'ê mezin bûme. Ewê ku birastî jî nexweþ in, Dixtor in. Bi raporên xwe dînîtiya xwe nîþan didin. Ey dixtor! Pêþî van neçaran tedawî bike. Paþê were min tedavî bike’.” Li ser van gotinên Bedîuzzaman, dixtor wûsa go: "Heger ku vî mirovê jî dîn be, li cîhanê kesek baqil nemaye".
Bedîuzzeman Seîd-ê Kurdî demek di nava ciwata(cemîyet) Îttîhat û Teraqqî’yê da dixebite. Piþtî Meþrûtiyetê fahm dike ku ciwata Îttîhat û Teraqqî'yê fikr û ramanên nijadperest diparêzin û girêdana wan bi Masonan ra heye, li hemberê ciwata Îttîhad û Teraqqî, di nava refên ciwata Kurt Teavun û Teraqqî'yê de cî digre û sazgeriya ciwatê dike.

Di vê heyamê da nivisên Bedîuzzeman di rojnameyan de û di Kovarên "Tanîn, Volkan, Þark, Kurdistan û Serbestî'yê da dihatin weþandin. Di 31'ê Adar a sala 1909'an de provakasyona 31'ê Adar'ê tê amadekirin. Dewlet vê provakasyonê dike bahane û 15 heb Alimên mezin digre. Bedîuzzeman jî tê girtin. Dadgerê Mahkemê ji Bedîuzzeman dipirse: "Tu jî þerîatê dixwazî?". Bedîuzzeman bersivek wûsa dide: "Bila hezar canê min fedayê heqîqetek Îslamî be". Bedîuzzeman ji bo xwe cezaya dardakirinê texmîn dikir. Lêbelê dadger biryara ber danê da. Wexta ku derket mahkemê li ber girseya gel wûsa go: "Ji bo zaliman bijî dojeh". Girseya gel, bi vê dirûþmê meþiya.


Bedîuzzeman di sala 1910'an da vedigere Kurdistan'ê. Diçe herêma Amed, Bedlîs, Mûþ û Ruha'yê û diçe serdana eþîran. Ustad di sala 1911'an de çûye Emewî'yê ku li Þam'ê ye. Li vê derê li ser mijara Pirsgirêkên Ommeta Îslamî û li ser mijarên civakî, ramyarî û aborî sekiniye. Û di vê derbarê da çareseriyên xwe yên þexsî pêþkeþê Mislimanan kiriye.


Di sala 1914'an da Þerê Cîhana Yekemîn derket. Bedîuzzeman bi daxwaziya xwe dibe fermandarê Alaya Wan û Bedlîs'ê. Di nav eniya þer da cî digre û þer dike. Di sala 1916'an da di parastina Bidlîsê da Bedîuzzeman dikeve destê Rûsan. Wî dibin qampa Kostrûm'ê. Du sal li Sibîrya'yê di bin dest da maye. Dema ku Bedîuzzeman di bin esaretê da bû, bi perwerdehiya hevalên xwe mijûl dibû. Rojêk fermandarê Rus ê eniya Qafqas, Nîkolay Nikolayavîç di nava girtiyan da digeriya. Herkes li hemberê fermandarê Rûsya'yê rabûn piyan; lê Bedîuzzeman ranebû. Li ser vê yekê, fermandar hêrs bû û ji Bedîuzzeman pirsî: "Tu ji bona çi ranabî piyan?" Bedîuzzeman bersivek wûsa da: “Ez Alim im. Li ber xeyrîmisliman ranabim piyan”. Fermandarê Rusya'yê vê gotinê ji xwe re wekî heqaretek hesiband û ferman da ku bila Dîwana Herbî damezrînin. Dadgeh, ji bo Bedîuzzeman biryara cezayê dardakirinê da. Bedîuzzeman bi dilfirehî ji wan ev tiþt xwest: "Ezê du qamet nimêj bikim". Fermandar, berxwedana Ustad dibîne û fahm dike ku helwesta Bedîuzzeman ji ber bîrûbaweriya wî ye. Ji Bedîuzzeman lêborîna xwe dixwaze û vê biryarê diguherîne. Bedîuzzeman di 17'ê Cotmeh a sala 1917'an da li Rûsya'yê girtî bû. Þoreþa 17'ê Cotmeh'ê pêk tê. Bedîuzzeman di vê rewþa tevlihev da fîrar dike. Ji ser rêya Petersbûrg, Warþova û Vîyana'yê ve diçe Stembolê. Bedîuzzeman li Stembolê bi Seyyîd Evdilqadir re di nava xebatên damezrandina "Kurdistan Tealî Cemîyetî" da cî digre. Bi her awayî alîkarî û piþtgirî dide vê civatê û di nava vê civatê da xebat û tekoþînek çalak dide.

Di sala 1922'an da ji bona ku di meclîsê da biaxive, wî dawetê meclîsê kirin. Bedîuzzeman mêze kir ku pirî sîyasetmedar nimêj nakin. Li ser vê yekê Bedîûzzaman, bigiþtî qala giringiya îbadetan, bi taybetî jî qala nimêjê kir. Serokê meclîsê M. Kemal ji ber axaftinê bêzar bû û bêzariya xwe anî ziman. Li ser axaftina M. Kemal, Bedîuzzeman hêrs dibe û wûsa bersivek dide: "Paþa paþa! Di kaînatê de heqîqeta herî mezin îman e. Piþtî îmanê nimêj e. Ewê ku nimêj neke xayîn e. Hukmê xayîna merdûtî ye. Hukmê merdûtan jî kuþtin e". M. Kemal li ser vê bûyerê ji Bedîuzzeman ra sîyasetmedariyê (mebûs) û waîziyê teklîf dike. Bedîuzzeman vê pêþniyarê napejirîne. Têkiliyê xwe yên bi hukumetê ra dibirre û diçe Wan'ê.


Di sala 1924'an da Serokên Rêxistina Azadî, Yusuf Zîya û Xalidê Cîbranî bi komp loyek tên dardakirinê. Digihîjin merteba þehadetê. Þêx Seîd, li ser þehadeta Yusuf Zîya û Xalidê Cîbranî dibe serokê Rêxistina Azadî. Þêx Seîd li Wan'ê bi Bedîuzzeman ra hevdîtinek pêk tîne û wî dawetê serhildanê dike. Bedîuzzeman vê teklîfê bi kêfxweþî dipejirîne. Li ser vê yekê Bedîuzzeman ji bona ku amadehiya cîhadê bike, diçe Ruha'yê.


Di sala 1925'an da serhildana Þêx Seîd bi sazkirina provakasyonek ve zû dest pê kir. Þêx Seîd û hevalên wî têk çûn. Li ser têkçûna serhildana Þêx Sêîd, di navbera Þêx Sêîd û Bedîuzzeman de têkilî hat birrîn. Piþtî têkçûna serhildana Þêx Sêîd, bi hezaran gund ji aliyê dewletê ve hatin þewitandin. Bi hezaran Kurd hatin koçber kirin û hatin kuþtin. Bi kurtasî dewleta Tirkiyê piþtî têkçûna serhildana Þêx Seîd, li Kurdistanê dest bi operasyona tevkujî, komkujî, îmha û înkarkirinê kir. Bedîuzzeman ji ber ku piþtgirî û alîkariyê daye serhildana Þêx Sêîd û beþdarê serhildanê bûye, tê darizandin û wî nefiyê Bûrdûr'ê dikin.


Li ser mijara serhildana Þêx Seîd Kovara "Dava" bi Evdilmelîk Firat re hevpeyvînek pêk tîne. Firat di vê hevpeyvînê da vana tîne ziman: "Rojek ez çûm serdana Bedîuzzeman. Wî ji min ra xewna xwe wûsa qal kir: Min dî ku kalê te (qala Þex Saîd dike) hat ber min. Min jê ra got ku: 'Ka! meyê bi hevudû re li hember dijmin þer bikirana?' Hinekî tebessûm kir û wûsa go: 'Min peywira xwe anî cî îcar jî dora te ye'.” Dîsa di vê hevdîtina Bedîuzzeman û Evdilmelîk Fýrat de Bedîuzzeman ji Fýrat ra wûsa dibêje: “Þex Saîd gihîþtiye merteba þehadetê û þehîd bûye”.

Jiyana Bedîuzzeman di nava îlm, îbadet û tekoþînek dijwar da derbas bûye. Ustad, bigiþtî ji bona Ommetê, bitaybetî jî ji bona Gelê Kurd pir xebitiye û her dem tekoþînek Îslamî daye. Bedîuzzeman ji bo ku biçe li ser goristana Hz. Îbrahîm di 21'ê Adar'ê da çû Ruha'yê. Li Ruha'yê di 23'yê Adar a sala 1960 da wefat kir. Di dawiya vê nivisê da em soz didin Bedîuzzeman ku emê rêya wî biþopînin û ji bo bicîanîna armancên wî bixebitin.



-ALINTI-

nisan is offline  
Eski 29-08-2007, 12:12 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jul 2006
Konum: AMEDÝN HERYERÝNDE............
Yaþ: 22
Mesaj: 1,389
Üye No: 13023
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 2849
Rep Puaný : 284519
Rep Derecesi
yankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond reputeyankee has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas hewal wan tiþta gerek em hînbibin

__________________
yankee is offline  
Eski 30-08-2007, 11:00 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Suriye
Yaþ: 35
Mesaj: 2,441
Üye No: 3481
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 8731
Rep Puaný : 872617
Rep Derecesi
nisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond reputenisan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spass xweş....

__________________
nisan is offline  
Eski 30-08-2007, 11:16 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Yaþ: 26
Mesaj: 5,054
Üye No: 78744
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 26414
Rep Puaný : 2640754
Rep Derecesi
stranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas heval okudum ama malesef benim kürtçe çok zayır gerşek söylemesi gerekirse arşivliyim bunu

tekrar okuyacam Allah razı olsun heval bilgiler için

__________________
stranki_be is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî lêkolînek mezopotamyalim-47 Biyografi 7 25-11-2007 11:21 PM
Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî heci Çandi Giþti 3 05-09-2007 06:26 PM
Kurtedîroka Çîroka Kurdî PCkopat Çandi Giþti 4 03-09-2007 10:26 PM
kurdi kelagerm Çandi Giþti 0 30-06-2007 04:29 PM
Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 20-01-2007 09:33 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 12:07 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.