Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 21-07-2007, 02:54 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,368
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 22732
Rep Puanı : 2272808
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan Îskenderê Mezin


Îskenderê Mezin

Eskenderê Mezin (an jî Eskenderê Gewre) patşahê Makedonya u yek ji serkeftîtirîn serdarên eskerî yên cihanê di dîrokê de bû ye.



Îskenderê Mezin

Zayîn

20 Tîrmeh B.Z. 356 - Makedonya

Mirin

10 Pûşper B.Z. 323 - Babil


Îskenderê Mezin, bi Grekî Megas Aleksandros (Μέγας Αλέξανδρος / Αλέξανδρος ο Γ' ο Έλλην Μακεδών) an jî Alexander III. (356 b.z. - 323 b.z.) yek ji keyserên Makedonî ye û di dema desthilatdariya xwe de (336 b.z. - 323 b.z.) dawî li keyaniya Persiyan aniye û ji Hellenistanê heya Hindistanê împaratoriyeke mezin ava kiriye. Çanda û şarezayiya Hellenî li rojhilatê bi destê wî belavbûye. Serleşkerekî jîr bûye. Kurd jê re "Îskenderê Sergir" jî dibêjin.

Lawê Philippos II. keça keyserê Epeiros Neoptolemos, Olympias e. Di zaroktiya xwe de ji Arîstoteles re şagirtiyê dike. Piştî kuştina bavê wî dibe keyser. Cara pêşîn hemî reqîbên xwe ji holê radike. Dest bi xeyalên bavê xwe ku bicihneanîbû dike. Bavê wî artêşeke taybet bo seferên Asya yê amadekiribû. Eşîrên Trakî, Getaiyan û Hyrîa dibe xwarina Îskender a yekemîn. Li Thebai û Athena xebere mirina wî belav dibe û gel radibe ser piyan li dijî Îskender. Dema ku vê nûçeyê dibihîse, artêşa xwe radike ser Athena. Ji xeynî mabedan û mala helbestvan Pîndaros seranser Athenayê dişewitîne. Di heman rojê de 6.000 mirovî dikuje û yê mayîn dîl digire. Li ser vê çalakiyê Yewnanî dikevin bin bandora Makedoniyan.

Îskender Antîpatros ê Sîbonî dike cîhgirê xwe û dest bi sefera Asyayê dike. Artêşa wî ji 30.000 peya û 5.000 siwariyan pêk dihat. Rojê 30km dimeşiyan. Gorî wê demê ev artêşeke bêhempa bû. Artêşa wî bi dijminê mezin Persiyan re li Granîkos tên pêşberî hevûdu. Di vê şerî de Îskender biserdikeve û deriyên Asya biçûk yê jê re vedibe. Ew dijminê tîranan bû, herçendî bi xwe jî keysereke zalim bû, sefera wî demokrasî ji bi xwe re dianî. Navê wî roj bi roj li nav gelan belav dibû. Cihê ku ew tê re derbas dibû, navê wî lê dikirin.


Îskenderê Mezin şare bi Seroke Persiyan III. Dara dikê.

Piştî dagirkirina Anatoliya Rojava, bi riya Derya Spî riya xwe didomîne. Ankyra (Enkere), Kapadokya , Kîlîkya digire û 333 b.z. ´î de di şerê Îssos de artêşa Dara têkdibe. Sûriya û Fenikyayê digire û dixwaze hêza deryayî ya Dara bişikîne. Li bajarê Tyros Dara berxwedaneke mezin nîşan dide. Dagirkirina bajêr 7 mehan didome. Îskender biserdikeve ku eva jê re dibe naveke pirr mezin. Bajar tê talankirin, qirrkirin. Li ser riya Gazze di sala 332 b.z. ´î de dikeve Misrê. Wê zivistanê li wir dimîne. Bi biharê re dest bi sefera Kurdistanê dike. Di tîrmeha 331 b.z. ´î de bajarê Nîniv, Thapsakos û Hewlêr ê digire. Li deşta Gaugamela dîsa bi Dara re tên rûbirû û Dara têk dibe. Babîlê digire û li ser riya Çiyayên Zagrosê re dikeve Persiyayê. Pîştre Medyayê dagir dike û li paytext Ekbatana yê bêhna xwe vedide. Êdî hewcehiya wî bi leşkerên Yewnanî namîne û dest bi xeyalan dike. Xwe bi navê "Mîrê Asyayê" binavdike û heyraniya wî bi çanda Medya û Persiyayê re çêdibe. Ev yeka han dibe sedem ku hin caran serkanên Makedonî û Yewnanî li dijî wî dikevin çalakiyan.

Beriya zayînê 327´î de bi 35.000 leşker û bi qasî 100.000 jî alîkaran dest bi sefera Hindistanê dike. Mixabin polîtîkaya wî ya yekgirtina Makedonî, Medyayî û Persî ji aliyê gelekan ve nayê pejirandin. Gelek caran li dijî serhildan pêk tên. Bi keça Dara re dizewice û 30.000 xortê Îranî bo perwerdeya leşkerî dişîne Makedonyayê. Hemî leşkerên xwe yên Makedonî dişîne male.

Di sala 324 b.z.´î de Loristanê dadigire. Amedekariyên xwe yên bo sefera Hindistanê diqedîne, lê di pîrozbahiyekê de pirr vedixwe û bi giranî nexweş dikeve. Di 33 saliya xwe de dimire û laşê wî di nava tabûteke zêrîn de tînin bajarê Îskenderiyeyê. Piştî mirina wê bi qasî demeke kurt lawê wî Îskender IV. tînin ser text lê ew tê kuştin.

Îskenderê Mezin wekî Medya û Persiyayê desthilatdariya xwe bi rê ve dibir. Gorî dîrokvên 70 bajar avakiriye Îskender. Desthilatdariya wî bandora Helenîzmê heya tixûbê Hindistanê aniye. Miroveke jîr, zîrek, xwedî vîzyon, zana û cengawer bûye. Desthilatdariya wî 12 sal û 8 meh berdewamkiriye lê di vê demê de bi qasî ku hîç kesê nekiriye tiştinên girîng û bêhempa kiriye.





Emperatoriya Eskenderê Mezin


Bu mesaj en son " 21-07-2007 " tarihinde saat 03:00 PM itibariyle rojdi_440 tarafından düzenlenmiştir....
rojdi_440 is offline  
Eski 02-07-2008, 07:13 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,368
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 22732
Rep Puanı : 2272808
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan


Mijar rojane ye.....

__________________
rojdi_440 is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Newala Qesaba newalaqesaba Çandi Gişti 3 03-02-2008 10:44 PM
Amed berxwedan Dirok 7 19-11-2007 09:16 PM
Gotinên Pêşiyan heci Çandi Gişti 16 09-09-2007 02:41 PM
72 saliya şehîdbûna lîderê Kurd, Simkioyê Şikak Numberone Dirok 7 04-04-2007 05:11 AM
Sê şairên kurd yên mezin di şiêra dîwanê da:Fuzûlî, Nefî, Nabî Mirza Çandi Gişti 7 11-01-2007 03:32 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 12:01 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.