|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
DEMPARTIYA DEMOKRATA GULÎSTANA TIRKIYÊ (PDKT)
(1965- 1970) Zinar Soran (Berî niha bi 42 salan, di 11 tirmeha 1965an de li Diyarbekirê ji aliyê 5 welatperwer û rewþenbîrên kurd ve ”Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiye” (PDKT) hate damezrandin. Bi vê munasebetê, ez vê kurtelêkolînê diweþînim. Hevîdarim ku wê cîlên me yê nû ji vê bûyera dîrokî dersên pêwîst derxînin! Z. Soran) Di 27ê gulana 1960î de, cûntayeke leþkerî dawî li desthilatdariya hukûmeta Adnan Menderes anî û desthilata dewleta Tirkiyeyê xiste destê xwe. Piþtî vê mudaxeleyê bi çend rojan, di 1ê hezîrana 1960î de, ji gelek navçeyên Kurdistanê 485 axa, þêx, serokeþîr û kesên navdar hatin girtin û ew li bajarê Sîwasê, li kampekê civandin. Ew kes bi qasî þeþ mehan, di vê kampê de girtî man. Piþtî vê girtinê bi çend mehan, di 18yê çirya pêþîn ya 1960î de, “qanûna sirgûnê ya bi hejmara 105an” ji aliyê Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî ve, hate qebûl kirin. Karbidestên dewletê, ji nav wan girtiyan 55 kes neqandin û yên mayî berdan. Li gor qanûna sirgûnê ya 105an, ew 55 kes li Antalya, Burdur, Izmir, Muðla, Afyon, Isparta, Manisa, Çorum û Denizliyê hatin cîwar kirin. Di nav wan 55 kesan de, kesên welatparêz ku di pêþdexistina tevgera neteweyî de rol dilîstin jî hebûn. Yek ji nav wan Av. Faik Bucak bû ku di pêþ de ew dê weke hîmdar û serokê PDKTyê derkeve pêþiya me. Cuntayê li hemberî gelê Kurdistanê siyaseta berê ya dewleta Tirkiyeyê ya nîjadperest û kolonyalîst bi awakî dijwartir dimeþand. Karbidestên leþkerî dixwastin ku bi riya zilm, zor û çavtirsandinê, pêþiya þiyarbûn û pêþketina tevgera neteweyî ya kurdî bigrin. Di gotinên endamên Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî de, ev helwest bi awakî vekirî derdiket holê: “Eger me tevgera 27ê Gulanê pêk neaniya, wê welatê me perçe biba. Ji ber vê yekê 27ê Gulanê pêwîst bû” (1). Karbidestên leþkerî dijîtî û dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd, ne tenê bi girtin û sirgûnkirina wan kesan dan diyar kirin; herweha wan ev helwesta xwe di efûya giþtî de jî berdewam kirin. Piþtî ku leþkeran desthilat xistin destên xwe, efûyeke giþtî derxistin. Lê belê, Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî 49 girtiyên siyasî yên kurdan ji derveyî vê efûyê hiþtin. Cûntayê li hemberî gelê Kurd polîtîkaya resmî ya berê ku li ser bingehê asîmlasyon û înkarê hatibû ava kirin, bi awakî berfirehtir û dijwartir didomand. Piþtî destguherandina desthilatiyê, li ser esasê înkar kirina neteweyê Kurd û zimanê kurdî kampanyayên nû yên berfireh hatin li dar xistin û ji bona ku kurd bi tirkî bipeyivin jî program û hewldanen taybetî hatin meþandin. Navên gund, hinek bajar û navçeyên Kurdistanê yên kurdî hatin guherandin û navê tirkî li wan kirin. Ji bona guherandina navên kurdî û ermenî qanûneke taybetî ya bi hejmara 1587an derxistin: “Navên ku ne li gor kultura me ya neteweyî ne û qaîdeyên ehlaqî, urf û adetên me û yên raya giþtî diêþîne, wê bêne guherandin” (2). Karbidestên dewletê, ji bo ku zarokên kurdan ji biçûkanî de, di nav kevirên aþê asîmlasyonê de hûr bihêrin, wan ji ziman, adet û kultura kurdî bi dûr bixînin û bi kultur û bîrûbaweriyên nijadperestiya tirkan mezin bikin, dest bi avakirina “Dibistanên Herêmî yên Leylî” kirin. Ji bona avakirina van dibistanan, ji aliyê Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî de, di 5ê çeleya paþîn ya 1961ê de, bi hejmara 22an qanûneke taybetî hate derxistin. Li gor xalên 6 û 9an yê vê qanûnê, di sîstema perwerdekirina Tirkiyeyê de sazûmaneke nû dihate bi cih kirin. Armanca vê yekê jî, bêguman asîmlasiyona zarokên kurdan bû. Heta sala 1970yî, bi qasî 70 dibistanên weha hatin ava kirin. Li derdora 60 dibistanan ji van li Kurdistanê hatibûn ava kirin û yên din jî li Anadoluyê, ew cihên ku kurd bi girseyî lê hebûn, hatibûn ava kirin (3). Li hemberî vê politîkayê û van kiryarên kolonyalîst û nîjadperest deng ji pêþverû, çep û demokratên tirkan dernediket. Lê rojname û weþanên tirkan bi peymandariyeke mezin ji bo armanc û politîkaya karbidestên xwe dixebitîn; bi þovenîstiyeke dijwar êrîþî ser neteweyê Kurd, welatparêz û rewþenbîrên kurdan dikirin. Qanûna bingehîn ya 1961ê jî, li ser bingehê neteweyîya Tirk û nîjadperestiyê hate amade kirin. Hebûna gelê Kurd hate înkar kirin. Mafên azadiyê tenê ji bo neteweyê Tirk hebûn. Ji bo mirov li Tirkiyeyê bikariba ji “maf û azadiya qanûna bingehîn” îstifade bikira, divyabû mirov Tirk bûya. Eger yên ne Tirk bûna û bixwastina ji “maf û azadiya qanûna bingehînê” îstifade bikira, divyabû hebûna xwe ya neteweyî înkar bikira û xwe Tirk qebûl bikira. Ji bo ku vê rewþê dide diyar kirin, ez çen xalên vê qanûna bingehîn yên di vî warî de li jêr dinivîsim: “Hakîmyet bê qeyd û þert yê neteweyê Tirk e” (xal: 4). “Desthilatdariya hukumdayinê, li ser navê neteweyê Tirk ji aliyên mahkemeyên azad vê tê xebitandin” (xal: 7). “Her kesê ku bi hevwelatiyê bi dewleta Tirk ve girêdayî be, tirk e” (xal: 54). “Her tirk mafê wî heye ku di karûbarên gelemperî de bixebite” (xal: 58). “Beþdariya parastina welêt maf û wezîfeya her tirkî ye” (xal: 60). “Her tirkê ku sî salên xwe dagirtibe, dikare parlamenter bê hilbijartin” (xal: 68). “Di hilbijartinên Meclîsa Neteweyê û Senatoya Komarê de, her tirkê ku xwedî deng e, deng dide... Her tirk dikare bibe endamê Senatoya Komarê” (xal: 72). Teva vê helwesta nîjadperest û kolonyalîst jî, piþtî qebûlkirina qanûna bingehîn ya 1961ê, bi hindikayê be jî di warê serbestî û azadiya giþtî de, hinek pêþketin dihatin dîtin. Di hilbijartinên sala 1961ê de ”Yeni Turkiye Partisi” ku serokê wê navdarekî kurd Dr. Yusuf Azizoglu bû, 92 parlementer xist parlementoyê û bû þirîkê hukûmetê. Gelek endamên Partiya Dr. Yusuf Azizoglu kurd bûn ku yek ji wan jî rewþenbîr, welatparêz û zimannasê kurd Kemal Badili bû. Hinek rewþenbîr û welatparêzên kurd jî Ali Karhan ji Hekarî û Ziya Þerefhanoglu ji Bitlîsê weke namzetên serbixwe hatin hilbijartin. Di hilbijartinê sala 1965an de Pariya Karker ya Tirkiyeyê TIPê 15 parlamenter xist Meclîsê. Di nav TIPê jî gelek rewþenbîrên kurd yen xwe çep didîtin hebûn û di vê hilbijartinê de roleke girîng ya dengên kurdan bû. Ji aliyekî ev bûyer û rûdanen li Tirkiyê çedibûn ji aliyê din dengvedana þoreþa Kurdistana Baþûr ya di pêþevaniya PDK Iraqê û Mele Mustefa Barzanî tesîreke mezin li ser rewþenbîr û welatparezên Bakurê Kurdistanê dikir; hevî û hestên neteweyî geþtir û xurtir dikir. Rewþenbîr û welatparêzên kurdan jî xwestin ji vê rewþa nû îstifade bikin û dest bi hewldana weþandina hinek kovar û rojnameyan kirin. Di van kovar û rojnameyan de, bi awakî sergirtî ya jî sînorkirî be jî, li ser hinek derd û kulên gelê Kurd jî dihate rawestandin. Lê karbidestên dewlata Tirkiyeyê tehamulî vê yekê jî nedikirin. Ji ber zilm, zordarî û çavsoriya dewletê, ev kovar û rojname nedibûn xwediyê jiyaneke dirêj. Ev zilm û zordestiya li ser kovar û rojnameyên kurdî, bahoza firtoneyeke nû bû. Ji ber sedemê vê bêtehamuliyê û helwesta nîjadperest ya dewleta Tirkiyê, hinek xwendekarên kurd yên ji perçeyên Kurdistana Iraq û Îranê hewl didin ku li Stenbolê liqekî “Komeleya Xwendevanên Kurd li Ewropayê” bi awakî veþartî damezrînin. Di 4ê hezîrana 1963an de bi fermana wezîrê karê hundur Hýfzý Oðuz Bekata operasyoneke berfireh li ser xwendekar, rewþenbîr û welatparêzên kurdan dest pê kir. Polîsên siyasî yên Stenbolê, di eynê wext û seatê de girtin ser malên Awûqat Ziya Þerefhanoðlu, Musa Anter, Doðan Kýlýç Þihhasenanlý, Sait Elçi, Medet Serhat, Edip Karahan, Enver Aytekin, Ali Anagür û ew girtin. Di vê operasyonê de, 13 kes hatin girtin û bi dû re hejmara girtiyan gihaþt 23 kesan. Ev, di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, weke bûyera 23an tê nas kirin. Ji bûyera 23an jî diyar dibe ku rewþenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan, ji bo pirsa kurdî bînin rojevê, hewldanên xwe her berdewam kirine. Lê ev hewldan û xebatên dihatin kirin ji rêxistinên siyasî, demokratîk, kulturî û meslekî yên kurdan bêpar bûn. Pêwîstiya rêxistiniyê her ku diçû, bêtir xwe derdixist pêþ. Lê dewleta Tirkiyeyê bi tu awayî kês û firset nedida kurdan ku komele û rêxistinên xwe yên eþkere û demokratîk damezrînin. ![]() Ji mahkemeya 49îyan. Gava hat dîtin ku karbidestên dewleta Tirkiyeyê tu maf, kês û firsetê nadin kurdan ku di warê weþanî û çandî de dahî xebatên xwe bi awakî eþkere û demokratîk bidomînin; nerîna damezrandina rêxistineke siyasî ya veþartî, bêtir derket pêþ. Ji bo vê armancê, di nav rewþenbîr û welatparêzên kurdan de, danûstendin roj bi roj xurttir dibû. Lê di warê damezrandina rêxistineke siyasî, îllegal û serbixwe ya kurdî de, rewþenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan weke hevdu nedifikirîn. Di vî warî de, êdî riya wan ji hevdu vediqetiya. Di wê demê de, hinek rewþenbîr û xwendekarên kurdan yên çep û komunist di nav TIPê (Türkiye Ýþçi Partisi) û hinek komeleyên çepên tirkan de cih girtibûn û bi wan re dixebitîn. Lê hinek welatparêzên kurdan jî, ji bo damezrandina partiyek siyasî ya serbixwe û îllegal dest bi hewldan û xebateke taybetî kiribûn. I- DAMEZIRANDINA PDKT`YÊ Piþtî van guherandin, bûyer û pêþketinên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dibûn, çend rewþenbîr û welatparêzên kurd, ji bo damezrandina partiyeke siyasî, serbixwe û îllegal dest bi xebat, hevdîtin û hewldaneke taybetî kirin. Di encamê vê xebat û hewldanê de, “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) di 11ê tîrmeha 1965an de,li bajarê Diyarbekirê û bi awakî veþartî (îllegal) hate damezrandin. Di destpêkê de, Av. Faik Bucak ne di nav endamên damezrîner yên vê partiyê de bû. Partî ji aliyê Sait Elçî, Ömer Turhan, Derwþê Sado, Þakir Epözdemir û Av.Þ.Elçî hatibû damezrandin. Sait Elçî weke serok, Av. Þ. Elçî weke sekreter û Þakir Epözdemir weke muhasib, Derweþê Sado û Ömer Turhan jî weke endamên hîmdar hatibûn hilbijartin. ![]() Lê dûre ji bo razîkirina Av. Faik Bucak katibê Þêx Saîd Fehmî Bîlal du caran dihere Rihayê cem Faik Bucak û wî ji bo endametiya damezrîner razî dike. Destûr û programa PDKTyê bi pêþniyarên Faik Bucak û lêzêdekirina pêþgotinê awayê xwe yê dawî digre û ew jî beþdarî nav endamên hîmdar dibe. Piþtî beþdariya Av. Faik Bucak, Sait Elçi ji serektiya Partiyê istifa dike û Faik Bucak weke serek tê hildibijartin; Dûrnas jî ji sekeretriya Partiyê istifa dike û Sait Elçi weke sekreterê PDKTyê tê hilbijartin. Naznavê Av. Faik Bucak yê di nav Partiyê de (Zinar), yê Sait Elçi (Pêþmergê Welat), yê Þakir Epözdemir (Evîndarê Welat), yê Þ.Elçî (Dûrnas), yê Derwêþê sado (Jîrek) û yê Ömer Turhan jî (Bendeê Welat) bû. Destûr û programa PDKTyê bi hevdu re hatiye amade kirin û bi kurdî hatiye nivîsandin. Di vê destûr û programê de, naznav û wezîfeyên hîmdarên PDKTyê weha hatiye nivîsandin: Serek: Zinar Sekreter: Pêþmergê Welat Mûhasîb: Evîndarê Welat Aza: Dûrnas Aza: Jîrek Aza: Bendeê Welat Li gor agahdariyên Av. Þerefattin Elçî dide; di biryargirtina damezrandina PDKTyê de, roleke taybetî ya Fehmî Bilal (Fýrat) çêbûye. Fehmiyê Bilal katibê Þêx Saîd bû. Ew yextiyariya xwe dike sedem û nakeve nav hîmdarên Partiyê. Di amadekirina destûr û programa Partiyê de alîkarîyek hêja ya Faik Bûcak û Kemal Badili û Av. Þerafettin Elçi çêbûye. Gava destûr û progrma Partiyê hatiye amadekirin her sê huquknas rewþa qanûnên cezayê yên Turkiyeyê jî dane ber çavan. Wan xwestine ku gava Partî eþkere bibe û programa wê di mahkemeyên Turkiyeyê de biparêzin ne li gor xala 125 an, li gor xala 141/ 4 ya qanûna cezayê bêne mahkeme kirin.Herweha di dema amadekariya damezrandina PDKT de pêwendî bi gelek siyasetmedarên Kurdistana Sûriyê re jî weke Nureddîn Zaza, Cegerxwîn û Mecîde Haco hatiye danîn û nerîn û pêþniyarên wan jî hatine girtin. Piþtî ku her pênc heval biryar didin ku partiyek siyasî ya îllegal ava bikin, ew di ser riya Kurdistana Sûriyeyê re, destûr û programa Partiya Demokrat ya Kurdistana Iraqê û ya PDK Suriyeyê didin anîn. Jîrek erebî baþ dizanîbû û wan destûr û programan ji erebî werdigerîne kurdî. Ew ji wan destûr û programan jî istifade dikin û li gor mercên Tirkiyeyê destûr û programa PDKTyê bi kurdî amade dikin. Said Elçî, Þ. Elçî, Derwêþê sado, Þakir Epözdemir û Ömer Turhan li ser program û esasê rêxistinê li hev dikin û di 11ê tebaxa 1965an de, li Diyarbekirê li bexçeyê Koþka Gazî sûnd dixin û Partiyê didamezrînin. Saît Elçi dibe serok, Þ. Elçî dibe sekreter û Þakir Epözdemir jî dibe muhasib. ![]() Hayên Faik Bucak û Kemal Badýllý ji damezrandina Partiyê hebûn. Di amadekirina destûr û programê de alîkariyên wan yên hêja çebûne. Kemal Badýllý xebatên xwe yên li ser ziman û nehezkirina xwe ya ji siyasetê nîþan dide û endametiya hîmdariyê qebûl nake. Faik Bucak, bi karekter û nerînên xwe û bi rûmeta xwe ya di nav civata kurd de, ji bo lîdertiya Partiyê kesekî îdeal bû. Faik Bucak di destpêkê de dide diyar kirin ku ew vê gavê ji bo xebatê ne amade ye û ji bo vê yekê jî daxwaza hîmdariya Partiyê qebûl nake. Piþtî damezrandina Partiyê, hîmdarên Partiyê, du caran Fehmî Bilal diþînin Rihayê cem Faik Bucak ku wî ji bona endametiya hîmdariyê Partiyê razî bike. Faik Bucak vê daxwazê qebûl dike. Piþtî Av. Faik Bucak endametiya hîmdariyê qebûl dike, sekreterê Partiyê Dûrnas dihere Rihayê û li mala Faik Bucak li ser program û destûrê dixebitin. Li gor daxwaz û pêþneyarên Faik Bucak guherandinên dawî tên çekirin. “Pêþgotin” li wê derê dikeve pêþiya programê û bi vî awayî li ser program û destûrê li hevdu dikin. Faik Bucak di 21ê tebaxa 1965an de tê Diyarbekirê. Pênç damezrînerên PDKT û Av. Faik Bucak li Otêla Turistikê dicivin. Ew li wêderê sûnd dixwe û beþdarî nav Partiyê dibe. Di wê civînê de, Sait Elçî ji seroktiya Partiyê îstifa dike û Faîk Bucak dikin Serokê Partiyê. Dûrnas jî ji sekreteriyê îstifa dike û Saît Elçî dibe Sekreterê Partiyê. Bi vî awayî damezrandina “Partiya Demoqrata Tirkiyê” awayê xwe yê dawî digre (4). Têbiniyek balkêþ e ku gava Av. Faik Bucak li Otela Turistikê sond dixe, beþdarî nav PDKT dibe û weke serokê Partiyê tê hilbijartin, seroka TIPê Behice Boran, Dr. Tarik Ziya Ekinci û Canip Yildirm li eynê otelê ji bo hevdîtinê li benda Av. Faik Bucak bûn. Di vê hevdîtinê de Behice Boran Av. Faik Bucak dawetî nav TIPê dike û weha dibêje ”cihê te divê li cem me be”. Faik Bucak jî bersiva wê weha dide: ”Bê guma, lê bi þertekî. Hun pêþneyarên çareserkirina pirsa kurdî têxin programa xwe; hebûna kurad qebûl bikin û di programa xwe de bînin zimên; wê gavê cihê me hemûyan wê TIP be’. Li ser vê bersîvê ruyê Behîce Boran tê guherandin û weha dibêje: ”Faik beg em dikarin pirsa kurdî têxin programa xwe, lê roja din wê partiyê bigrin”… (5) PDKT li navendeke girîng ya siyasî li Diyarbekirê hatibû damezrandin. Danerên Partýyê programa xwe bi kurdî amade kiribûn. Kesên Partî damezrandibûn ji cihên cihê yên Kurdistanê dihatin. Yek ji Bîngolê, yek ji Swêregê, yek ji Kurtalanê, yek ji Eruhê û yek jî ji Baykanê bû. Du kes ji wan Awuqat, du kes muhasib û du kes jî memûr bûn. Weke tê zanîn di wê demê de ji dervî Kurdistana Bakur li her sê beþên Kurdistanê partiyên bi nasnameya kurdî hatibûn ava kirin. Di vî warî de jî damezrandina PDKT xwedî cihekî taybetî û dîrokî ye. Di wê demê de, avakirina partiyek îllegal ya kurdî, ne ewqas hêsa bû; fedekarî û cesareteke gelek mezin jê re dixwest. Zilm û zordariyeke mezin li ser gelê Kurd hebû. Dewleta Tirkiyê, propogandeyeke berfireh û polîtîkayeke dijwar ya asîmlasyonê li dijî gelê Kurd dimeþand. Karbidestên dewletê ji bo ku çavên neteweyê Kurd bitirsîne û wî di nav kultura xwe de bihilîne, gelek metodên hov û kirêt bi kar dianîn. Wan hebûna neteweyê Kurd înkar dikirin û ji bo ku vê derewa xwe têxe serê xelkê, bi profesor û doktorên pêgirtiyên dewletê, îdea û teoriyên nedîtî diafirandin. Wan tehamulî nivîsen li ser edebiyat û çanda kurdî dahî nedikirin. Zilm û zordestiya li ser gelê Kurd, li ser rewþenbîr, xwendekar, nivîskar, rojnamevan û welatparêzên kurdan, bi awakî dijwartir dihate meþandin. Karbidestên dewletê gelek caran, ew bi sedemên hêç û pûç digirtin, davêtin binê zîndanan, cezayên giran li wan dibirîn û sirgûn dikirin. Hemû riyên eþkere û demokratîk li ber wan dihatin girtin. Ji lewra jî, gelek hewldanên di warê rojnamevan û weþanî de nedibûn xwediyê jiyanek dirêj û di cih de dihatin qedexe kirin. Nivîskar û xwediyên weþanan jî dihatin girtin tade û îþkenceyên neînsanî li wan dihatin kirin. Teva wê politîkaya kolonyalîst û asîmlasyonî û teva wê zilm û zordestiya hov û dijwar ya li ser gelê Kurd, di warê þiyarbûna neteweyî de pêþketinên berbiçav çêdibûn. Bi kurtayî qolincên pêvajoyeke nû dest pê kiribûn; lê di vî warî de, hîn gelek pêwîstî jî hebûn. Di warê awayê mudaxeleya pêvajoyê de, rewþenbîr û welatparêzên kurdan weke hevdu nedifikirin. Li gor hinekan hîn rewþ ji bo avakirina partiyek îllegal ya serbixwe nehatibû stewandin. Hinek rewþenbîr û welatparêzên kurdan, di nav TÝPê û komeleyên çep yên tirkan de cih girtibûn û dixebitîn. Lê hinek jî gihaþtibûn wê baweriyê ku divê êdî Kurd partiya xwe ya serbixwe damezrînin û bi awakî rêxistinî mudaxeleyî pêvajoyê bikin. Bê guman di warê siyasî û îdeolojî de jî rewþenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan weke hevdu nedifikirin û carcarna ev cihêfikirandin dibû sedemên dubendî û sarîtiya nav wan. Musa Anter di pirtûka xwe ya bi navê ”Bîranînên Min” de bi kurtayî li ser vê rewþê weha dinivîse: “Di Harbiyê de, di nav me de dubendiyek ku koka wê ji kevn dihat, dest pê kir. Bê guman ev dubendî ne millî bû, politîk û îdolojîk bû. Beþek ji me rast û beþek jî çep bûn. Serkêþiya baskê rastan Ziya Þerefhanoðlu dikþand û bi hejmar ji çepan hindiktir bûn. Kesên ku di hiþê min de manin ev in; Þehabettin Septioðlu, Mehmet Ali Dinler, Abdurrahman Efe, Ali Karahan, Sait Elçi, Selim Kýlýçoðlu, Haydar Aksu, A.Efem Dalak bûn. Yên çep jî; Cezmi Balkaþ, Halis Yokuþ, Nazmi Balkaþ, Ýsmet Balkaþ, Mehmet Aydemir, Ökkeþ Karadað, Fevzi Avþar, Canip Yýldýrým, Sait Kýrmýzýtoprak, Naci Kutlay, Medet Serhat, Yaþar Kaya, Esat Cemiloðlu, Necati Siyahkan, Örfi Akkoyunlu, Nurettin Yilmaz, Hasan Akkuþ, Faik Savaþ, H. Oðuz Üçok, Halil Demirel, Muhsin Þavata, Þevket Turan, Yavuz Çamlibel, Yusuf Kaçar, Ziya Acar, Fadil Budak û ez” (6). Ew rewþenbîr û welatparêzên ku dixwestin partiyek kurdî ya serbixwe damezrînin, berî avakirina “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê”, bi gelek rewþenbîr û welatparêzên kurdan re peywendî danîne û xwestine ku nerîn û helwestên wan yên di vî warî de bigrin. Weke gelek rewþenbîr û welatparêzên kurd, bi Musa Anter jî pêwendî hatiye danîn û nerînên wî yên ji bo damezrandina PDKTyê jê hatiye pirsîn. Musa Anter di vê derheqê de weha dinivîse: “Di sala 1964an de, ez di girtîgeha Sultanahmetê de bûm. Faik Bucak ku em ji sala 1941ê de bi hev re bûn û min pir jê hez dikir, hate dîtina min. Ji min re got ku em dixawzin bi awakî weþirtî Pariya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê damezrînin û nerînên min yên di vî warî de pirsî. Herweha ji min pirsî, bê ezê beþdarî vê Partiyê bibim ya na. Bi xwe re destûra Partiyê ya muwaqet jî anîbû. Min ew xwend û li henberî van nokteyan derketim: 1- Ez naxwazim, di tu rêxistinên îllegal de bixebitim. 2- Tiþtên ku di destûrê de dixwaze bêne kirin, bi fedekariyek hindik bi awakî legal dikare bêne kirin. 3- Di destûrê de ruhekî meyla rast hekîm e. Ez neketim vê partiyê. Lê hevaltiya min, bi hevalê ezîz Faik re berdewam kir...” (7). Þarefettin Elçi jî di serpêhatiyeke xwe de, li ser wê demê û hewldanek Saît Elçi weha dinivîse: “Di dema damezrandina Partiyê de, Sait Elçî li Diyarbekirê pêþneyara avakirina Partiyê ji avûqatekî welatparêz û navdar re dibe. Avûqat vediceniqe û bi dijwarî li dij derdikeve û bi ser Sait Elçi radibe: “Ma tu dîn bûyî, te hiþê xwe wenda kiriye?” Sait Elçi bi awakî gelekî rehet û jixwebawer lê vedigerîne: “Ez dîn nebûme, hiþê min jî li serê min e. Ez sûnd dixum ku kesê mîna te nêzîkî vê pirsê nebin jî, ezê li kûçeyên Diyarbekirê du hemalan bibînim û Partiyê ava bikim”. Partî li ser bingehê hezkirinê hate ava kirin. Ne bîrûbaweriya ku xelkê bi kar bîne; nerîna ku xwe ji xelkê re feda bike hakîm bû” (8). Gotinên Sait Elçi bawerî, cesaret û qerartiya wan kesên ku dixwastin Partiyê ava bikin dida nîþandan. Ew di zanebûna girîngî, giranbûn, tehlûke û zahmetiya vê meseleyê de bûn. Lê wan baweriya xwe pê anîbûn ku divê êdî gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyeyê jî, bi nasnameya xwe ya neteweyî û bi rêxistina xwe ya serbixwe, dakeve qada têkoþînê û bi vî awayî xebat û têkoþîna xwe ya neteweyî û demokratîk bidomîne. Weha diyar dibe ku rewþenbîr û xwendekarên çep û sosyalîst yên kurdan, di wê dema damezrandina PDKTyê de, hîn xwe ji bona avakirina rêxistinek serbixwe ya Kurdistana Bakur amade nekiribûn. Li Tirkiyeyê di nav ronakbîr, xwendekar û ciwanan de çepitî, sosyalîzm û gotûbêjên li ser Marksîzm- Lenînîzmê gelekî populer û moda bû. Ev rewþ li ser rewþenbîr û xwendekarên kurdan jî tesîrek berbiçav dikir. Gelekan ji wan bawer dikirin ku bi xebat û têkoþînek giþtî ya di nav çepên tirkan de, wê pirs û pirsgirêkên gelê Kurd jî çareser bikin. Helwest û baweriyên veqetandina doza neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ji tevgera sosyalîst ya Tirkiyeyê û avakirina rêxistinek serbixwe, ji aliyên çepên tirkan ve bi neteweperestî dihate gunehbar kirin. Di wê demê de, tevgera neteweyî ya Kurdistana Bakur zêde ne bi hêz bû û ne jî xwediyê programek siyasî û rêxistineke serbixwe bû. Mercên damezrandina partiyeke eþkere ya kurdî tunebû û damezrandina rêxistineke veþartî jî ne ewqas hêsa bû. Tehlûke û rîskên wê yên mezin hebûn. Di vî warî de, tecrûbe û pêmayî jî gelekî kêm û hejar bûn. Hinek rewþenbîrên kurdan yên çep û sosyalîst di nav TÝPê de dixebitîn û hinek xwendekarên çep yên kurdan jî di nav “Fikir Klüpleri Federsyoni” (Federasyona Klûbên Ramanî) ya tirkan de cih girtibûn û li pêþneyara damezrandina partiyek kurdî ya serbixwe germ nedinerîn. Di warê pirsa kurdî nerînên soyalîst û çepên Tirkiyeyê yên wê demê jî, bi kurtayî weha bûn: “Gelê Kurd heye. Lê ev pirs, ne pirsa sosyalîst û þoreþgera ye. Bi îqtidareke sosyalîst, ev pirs jî wê çareser bibe. Ji ber vê yekê jî, ji bo avakirina sosyalîzmê divê em hemû mil bidin hevdu û bi hev re têbikoþin. Ji hev perçekirin û îdarekirin, siyaseteke emperyalîzmê ye. Ji bo ku em nan li ser rûnê emperyalîzmê nedin, divê em ji hev veneqetin û perçe nebin” (9). Ji ber vê yekê jî, PDKT bi însiyatîfa neteweperwerên kurdan hate ava kirin. Gelek rewþenbîr û xwendekarên kurd yên ku di dibistanên metrepolê de xwendibûn ya jî dixwendin, beþdarî nav PDKTyê nebûn. Lê rewþenbîrên ku di medreseyên olî de xwendibûn û gelek ji wan di mizgeftan de meletî dikirin, di birevebirin, hûnandin û xebata Partiyê de roleke gelek girîng lîstin. II- DI WARÊ DAMEZRANDINA PDKT`YÊ DE HINEK AGAHDARIYÊN ÞAÞ Di warê damezrandina PDKTyê de, gelek hêl hene ku divê mirov li ser hûr raweste. Lê ew dê çarçeweya nivîsek weha de, hinekî zahmet be. Ez dê bi giranî û bi xetên qalind li ser hinek beþên bingehîn yên vê partiyê rawestim. Loma jî, dibe ku di hinek mijaran de, li ser hinek detayan nehatibe rawestandin. Hêvîdarim ku xwendevan vê rewþê bidin ber çavan. Weke ku tê zanîn, heta niha di warê damezrandin û dîroka PDKTyê de, lêkolînen piralî û berfireh nehatine kirin; ger hebin jî nehatine nivîsandin. Nivîs û agahdariyên ku di vî warî de hatine nivîsandin jî di çarçeweyeke sînorkirî de mane. Di derheqê damezrandina “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” de, heta îro gelek agahdariyên þaþ û çewt hatine nivîsandin. Di nav rastiya hinek meseleyan û îmajên ku di nav xelkê de belav bûne de, nakokî hene. Gelek caran, bê ku rastî û nerastiya agahdariyan lê bête kolandin, di hinek pirtûk, gotar û belavokan de, ew þaþî hatine dubare kirin. Heta hinek nivîskar û “lêkolînvanan” ew agahdariyên þaþ weke çavkanî dahî nîþan dane. Yek ji wan kesên ku di vî warê damezrandina PDKTyê de agahdariyên þaþ û çewt nivîsandiye, Vedat Þadilli ye. Gelek kesan jî, agahdariyên wî weke çavkaniyeke rast qebûl kirine û di nivîs û pirtûkên xwe de, ew þaþî dubare kirine. Vedat Þadilli li ser damezrandina PDKTyê weha dinivîse: “Sala 1965an di tevgera kurdayetiyê de saleke girîng e. Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê ku weke partiyek îllegal hatibû avakirin û Diyarbekir navend qebûl kiribû, derdikeve pêþiya me. Dendika destpêkê ya vê partiyê, weke “Kürdistan Demokrat Partisi Mesüllüðü” (Mesûltiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê) di sala 1961ê de, li Silopî hatibû çandin. Esasê vê Mesûltiyê, di sala 1961ê de, ji aliyê Abdülkadir Ökten ve li Silopiyê hatibû avêtin û xebat hatibûn pêþ de xistin. Di dawiyê de, di sala 1965an de “Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê” ku serokê wê Sait Kýrmýzýtoprak (Dr. Þivan), endamê Komîteya Birêvebir jî Dr. Faik Savaþ, Hikmet Buluttekin (Çeko), Nazmi Balkaþ (Soro), Hasan Yýkýlmýþ (Burûsk) dimeþandin, hat damezrandin û bi metodeke nû tevgerên xwe yên kurdî domandin. Destûr û programa vê rêxistina îllegal ku xebatên xwe di nav çarçeweya prensîbên Marksîstî û Leninistiyê dimeþand, weha bû...” (10). Vedat Þadili di binê van agahdariyên þaþ de, bê pêþgotina programê, xalên program û destûra “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” bi navê “Destûra Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiye” nivîsandiye. Piþtî wê jî programa “Partiya Demokrata Kurdistan Li Tirkiyê” ku ji aliyê Sait Kýrmýzýtoprak (Dr.Þivan) û hevalên wî ve hatibû damezrandin, weke programa “Pariya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” nivîsandiye. Ji bo ku di gelek pirtûk, kovar û nivîsan de, ew agahdariyên þaþ û çewt yên Vedat Þadilli weke çavkanî hatine nîþandan, pêdivî jê heye ku mirov bi taybetî li ser van agahdariyên þaþ û çewt, hinekî raweste. Berî her tiþtî, Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê ne di serokatiya Sait Kýrmýzitoprak û endamên Komîteya Birêvebir Dr. Faik Savaþ, Hikmet Buluttekin (Çeko), Nazmi Balkaþ (Soro), Hasan Yýkýlmýþ (Burûsk) de hatiye damezrandin. Weke li jor jî hatiye diyar kirin; piþtî damezrandina PDKTyê awayê xwe yê dawî digre, Faik Bucak dibe Serek, Sait Elçi dibe Sekreter, Evîndarê Welat dibe Muhasîb û Dûrnas, Jîrek û Bendeyê Welat jî dibin endamên hîmdar yên Partiyê. Agahdariya ku “dendika destpêkê ya vê partiyê, weke Mesûltiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê di sala 1961ê de, li Silopiyê hatibû çandin” jî ne rast e. Li gor çavkaniyên ku vê gavê di destên me de hene; hebûn û tunebûna tevgirêdaneke bi navê “Mesûltiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê” bi awakî misoger, ne diyar e. Di vê meseleyê de, ji hebûn û tunebûna vê ”Mesûltiyê” bêtir, gelo vê “Mesûltiyê” di damezrandina PDKTyê de roleke bingehîn lîstiye ya na. Li gor agahdariyên ew kesên ku ji destpêkê de, di nav hewldan û xebata damezrandina PDKTyê de bûn, didin; Partî li ser vê “dendikê” nehatiye ava kirin û Abdülkadir Ökten di nav damezrînerên PDKTyê de cih negirtiye. Bê guman, di wê demê de, Þoreþa Kurdistana Iraqê li ser kurdên Kurdistana Bakur jî gelek tesîrên dorfireh dikir. Bi awakî giþtî, di nav kurdên her çar perçeyan de û bi taybetî jî di nav kurdên ku li derdora sînoran de diman de, sempatî û piþtgiriyek mezin ya Þoreþa Kurdistana Iraqê û serokê wê Mustefa Berzanî hebû. Þoreþa Kurdistana Iraqê ji bo her çar pêrçeyên Kurdistanê jî hêvî û navendeke gelek girîng dihate dîtin. Ji ber vê yekê jî, gelek welatparêzên kurdan di warê maddî û manewî de alîkariya Þoreþê dikirin. Heta li gor hinek agahdariyên taybetî, di wê demê de li derdora Silopî û Cizîrê û bi “Pariya Demokrat ya Kurdistana Iraqê” (PDKI) ve girêdayî “Koma Alîkariyê” hatibû ava kirin. Ev Kom, weke baskekî alîkariyê ya PDKI hatibû avakirin û çend komikên vê Komê jî hebûn. Mensûbên vê Komê, alîkarî ji nav kesên welatparêz didan hevdu û digîhandin Þoreþa Kurdistana Iraqê. Peywendiyên “Koma Alîkariyê” bi rêxistina Zaxo ya PDKI re hebû. Koma Alîkar, di “Êrîþa Geliyê Sipî” de, di warê pêþmergetiyê de jî alîkariya Þoreþa Kurdistana Iraqê kiriye. Lê, di damezrandina PDKTyê de, roleke taybetî ya vê Komê çênebûye. Piþtî ku di sala 1965an de PDKTyê hat ava kirin û dest bi hûnandina rêxistina xwe ya vê herêmê jî kiriye, “Koma Alîkariyê” xwe belav kiriye û gelek kesên ku di nav komikên wê de xebitîbûn, beþdarî nav PDKTyê bûne. Eger mebesta Vedat Þadilli ya ji “dendika PDKTyê”, Koma Alîkar be jî, agahdariyên ku ew di derheqê navê vê Komê û rola ku di damezrandina PDKTyê de lîstiye de dide, ne rast in. Weha diyar dibe ku Vedat Þadilli ew agahdarî ji “Îdeanameya PDKTyê ya 1973an” girtiye. Lê agahdariyên ku ji wê derê girtiye jî tevlihev kiriye. Ez dê pêjde li ser vê îdeanamêyê rawestim. Lê niha, ez dixwazim tenê bi kurtayî li ser beþê ku bi vê meselê ve girêdayî ye, rawestim: “Abdülkadir Ökten ji bo ku li ser sînorê baþûrê rojhilat yê nêzîkî Iraqê rûdiniþt, ji têkiliyên sînor îstifade kiriye û cara pêþî di dawiya sala 1965an de, têkilî bi berpirsiyarên PDKI re daniye û bi hevalên xwe Agit Tanrikulu, Þebab Bilgeç, Hurþit Onuk û Mehmet Gündüz re, li gor modela PDKI, bi navê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê rêxistinek veþartî damezrandiye. Berpirsiyarên PDKI û Qerargaha Berzanî ev xizmeta Abdülkadir Ökten danin ber çavan; ew weke serokê rêxistinê qebûl kirine û di vê riyê de wezîfe jê hêvî kirine...(Abdulkadir Ökten) komîteya pêþîn li Silopî û Cizîrê ava kiriye...” “Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê, bi riya komiteyên Cizîrê û Silopî ku weke dendika damezrandina vê rêxistinê tê dîtin, pêþketin û berfirihiyeke ku me di beþê damezrandina partiyê de behs kiribû, bi dest dixîne...” (11). Ev îdeaname ji aliyê “Dadgiriya Leþkerî ya Fermandarê Örfî îdereya Diyarbekirê” ve hatiye amade kirin. Di vê îdeanameyê de, karbidestên dewletê xwestine ku hinek sûcan ji ronakbîr û welatparêzên kurdan re peyda bikin û wan pê ceza bikin. Gava mirov li wê îdeanameyê dinere, bi awakî eþkere derdikeve holê ku tu belge û wesîqeyên misoger di destê dadgir (savcî) de tuneye. Ew îdeaname, li ser bingehê çend nameyan hatiye ava kirin û bi agahdarî û îdeayên li dîjî hevdu hatiye nepixandin. Yek ji wan kesên ku di vê îdeanemeyê de navî wî heye, Þerafettin Elçi ye. Li gor agahadiyên ku Þerafettin Elçi dide; hayên damezîneren Partiyê ji wê Komîteya Silopî tunebûn. Heta niha jî, hayê wî jê çênebûye. Lê di wê demê de, gelek kurdan yeko-yeko bi serê xwe ya jî çend kes bi hevdu re alîkariya tevgera kurdên li Iraqê dikirin. Piraniya wan di warê erzak û dermên de alîkarî dikirin. Li Silopiyê jî hevalên ku alîkarî dikirin hebûn. Lê ne di dereceya ku ji rêxistinekê re bibin bingeh (12). Ji derveyî wan agahdariyên Vedat Þadilli, yên ku di warê damezrandin û wezîfeyên hîmdarên PDKTyê de jî, çend agahdariyên þaþ di raya giþtî de, hatine belav kirin. Ji bo ku ew agahdariyên þaþ zêde dubare nebin, divê bi kurtayî be jî mirov li ser wan raweste. Di warê damezrandina PDKTyê de, bi giranî, îmaja ku di nav raya giþtî ya Kurdistana Bakur de çêbûye, ev e ku PDKTyê weke baskekî “Partiya Demokrat ya Iraqê” (PDKI) ya jî bi destê PDKI ve hatiye damezrandin. Ev îmaj, ji aliyên gelek rêxistin, partî û kesan de, gelek caran weke rastiyeke misoger, hatiye îdea kirin û nivîsandin. Heta di hinek weþan û belavokên PDKT yên piþtî sala 1977an de jî, ev nerîn û îdea hatine dubare kirin. Lê hinek caran propoganda û îmaj dikare raya giþtî bixapîne û weke mijeke qalind ser rastiyê bigre. Li gor agahdariyên ku heta niha min ji gelek kesên damezrînerên vê Partiyê girtiye, ew îdeaya jor ne rast e. Bêguman vegera Melle Mistefa Berzanî ji Sovyetê û bi taybetî þoreþa Kurdistana Iraqê ku di pêþengiya PDKI û Serokê wê Mistefa Barazanî de dihate dayin, tesîreke gelekî mezin li ser gelê Kurdistana Bakur jî dikir. Ev tesîr, di warê þiyarbûna neteweyî de roleke girîng dilîst. Þoreþa Kurdistana Iraqê, ji bo kurdên her çar perçeyan hêvî û navendeke gelek girîng dihate dîtin. Hîç þik tuneye ku ev tesîr li ser hîmdarên PDKTyê jî çebûye. Lê wan ne rastûrast dîrektîfek ji PDKI girtine û ne jî weke baskekî wê partiyê, PDKTyê damezrandine. Herweha, hîmdarên PDKTyê ji bona damezrandina vê partiyê, peywendiyekî taybetî bi Þoreþa Kurdistana Iraqê û PDKI re dananîne. Di wê demê de, têkiliyên rewþenbîr û welatparêzin kurdên Kurdistana Turkiyeyê bêtir bi kurdên Kurdistana Sûriyê re hebûn. Di damezrandina PDKTyê de, bêtir tesîra welatparêz û siyasetvanên Kurdistana Sûriyeyê, li ser rewþenbîr û welatparêzên kurdên Kurdistana Bakur çêbûye. Bêguman, kêm ya jî zêde tesîra Þoreþa Kurdistana Iraqê, nerîn û pêþneyarên rewþenbîr û welatparêzên kurdên li Kurdistana Sûriyê, têkoþîna neteweyên bindest yên wê demê, rewþa Rojhilata Navîn û bûyerên li Tirkiyeyê dibûn, li ser damezrandina PDKTyê û hîmdarên wê çêbûne. Lê teva vê yekê jî, avakirina PDKTyê berhemê rewþa aborî, siyasî, çandî û þiyarbûna neteweyî ya gelê Kurdistana Bakur bi xwe ye. Di warê peywediyên PDKT yên bi PDKI û Þoreþa Kurdistana Iraqê re, çend peryod û qonaxên berbiçav hene. Di destpêkê de, pêywendiyên resmî û navendî yên PDKTyê bi PDKI û Þoreþa Kurdistana Iraqê re tunebû. Hinek endam û dilxwazên PDKTyê yên ku li derdora sînorên Kurdistana Iraqê dimen, bi awakî aktîf piþtgirî û alikariya þoreþa Kurdistana Iraqê dikirin. Di vê çarçeweyê de, peywendiyê wan bi berpirsiyarên PDKI yên herêma Zaxoyê û derdora wê re hebûn. Herweha berpirsiyar û hevalbendên PDKTyê di nav xelkê de bi germî propogandaya þoreþa Kurdistana Iraqê dikirin û ew weke hêvî û navendeke bingehîn ya têkoþîna neteweyî nîþan didan. Ev dibû sedemê ku di nav gel de îmajeke weha çêbibe ku têkiliyên PDKTyê bi PDKI re hene û ev têkilî gelekî xurt in. Weha diyar dibe ku ev îmaj hatiye hesabê berpirsiyarên PDKTyê jî. Heta pirsa hebûn û tunebûn ya jî dereceya peywendiyên resmî û navendî yên PDKT û PDKI bûye sedemek ji nav sedemên nakokiyên nav Sait Elçi û Sait Kirmizitoprak. Ez dê di wî beþî de, li ser vê yekê û rewþa pêwendiyên di nav PDKI û PDKTyê de, rawestim. Li gor bîrûbaweriya Þerafetin Elçi jî, di dema damezrandina PDKTyê de, têkiliyên damezrînerên wê bi PDKTyê re çênebûye û ew di vî warî de weha dinivîsîne: “Ne di dema damezrandina Partiyê û ne jî mehên piþtî damezrandinê, tu têkilî û peywendiyên PDKTyê bi Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê re çênebû. Ancax piþtî damezrandinê bi heft, heþt mehan, di bihara 1966an de Serokê giþtî yê PDKTyê Faik Bucak, bi nameyekê ji Serokê giþtî yê PDKI General Mistefa Berzanî re ku serokê hemû kurdan dihate qebûl kirin, dide diyar kirin ku PDKTyê hatiye damezrandin û dest bixebatê kiriye û dipirsê ku bê tu emrê wan heye ya na. Berzanî bersîva vê nameyê neda. Ji ber ku li gor politîkaya Barzanî dimeþand, wî ne dixwast hergav bide nîþandan ku ew bi kurdên Tirkiyeyê re eleqeder dibe. Lê teva vê yekê jî, PDKTyê di nav sînorên îmkanên xwe de, alikariya bi tevgera Berzanî re, weke wezîfeyeke neteweyî dîtiye” (13). ![]() Yek ji wan agahdariyên þaþ û nerast jî, di warê wezifeyên hîmdarên PDKTyê de ye. Weke li jor jî hate diyar kirin, piþtî damezrandina Partiyê temam dibe; Faik Bucak weke serek û Sait Elçi jî weke Sekreterê Partiyê tê hilbijartin. Lê heta niha, di gelek pirtûk, kovar, rojname û nivîsan de, bi awakî þaþ, Faik Bucak weke Sekreterê Giþtî ya jî tenê Sekreterê yekem yê Partiyê hatiye nivîsandin. Piþtî þehîdkirina Av. Faik Bucak cihê wî, yanî wezîfe û payeya seroktiya Partiyê vala hatiye hiþtin. Saîd Elçî weke Sekreterê Giþtî lîdertiya partiye meþandiye. Piþtî wê bûyerê, em êdî wezîfe û payeya Serokê PDKTyê di tu kongre û dabeþkirina kar û barên ku di nav berpirsiyarên PDKTyê de çêbûne, nabînin. III- PROGRAM Û DESTÛRA PDKT Damezrandina PDKTyê, di tevgera neteweyî ya Kurdistana Bakur de, xwediyê cihekî gelek girîng û taybetî ye. Bê ku em çalakî û xebatên “Civata Azadiya Kurd” û “Xoybûn”ê ji bîr bikin; bi damezrandina PDKTyê, tevgera neteweyî ya Kurdistana Bakur piþtî demeke dûr dirêj, gihaþtiye programeke siyasî û rêxistineke serbixwe. Gava pêþîn ya girîng ya bîrûbaweriya pêwîstiya xebatek siyasî û rêxistinî, bi damezrandina PDKTyê ketiye jiyanê. Eger em bixawazin damezrandina PDKTyê û programa wê ya siyasî þîrove bikin; divê em zahmetiyên ji destpêkirinê dihatin, þert û mercên wê demê, têgihiþtin û qonaxa ku þiyarbûna neteweyî gihaþtibûyê, dûrçav nekin. Ne bi metodekî weha be, em dê nikaribin bi awakî objektîf girîngî, erênî û kêmasiyên bûyereke weha dîrokî rave bikin. Program û destûra PDKTyê cihê-cihê nehatiye amade kirin. Bi pêþgotinê û 7 xalên pêþîn daxwaz û armancên Partiyê yên siyasî hatine diyar kirin; di bin sernivîsa “Honandina (Teþkîlata) Partiyê” jî hûnandin û prensîbên rêxistinê hatine nivîsandin. Tevayiyê vê program û destûrê ji 51 xalên esasî û 2 xalên muwaqet pêk hatiye. Ev destûr û program bi kurdî hatiye nivîsandin. Bi qasî ku tê zanîn, li Kurdistana Bakur ev, destûr û programa yekem e ku bi kurdî hatiye nivîsandin. Programa partiyê ji aliyê sê huquknasan Av. Faik Bucak, Kemal Badili û Avuqatê stajiyer Þ. Elçî ve bi hurgulî di ber çavan re hatiye derbaskirin, da ku rojeke dawe bê vekirin, ne bi xala 125an, bi xala 141/4 an bêne mahkeme kirin. ![]() Rûpela pêþîn ya prorma û destûra PDKT. ![]() Rûpela dawî ya program û destûra PDKT Ango ji destpêkê de, damezrînerên PDKT xwe li gor xala 141/4an ya qanuna cezayê amade kirine ku vê programê biparêzin. Ji bona armanc, nerîn û perspektîfên PDKTyê nîþan dide, ez pêþgotin û 7 xalên pêþîn û 2 xalên muwaqet yên vê progrm û destûrê weke ku hatiye nivîsandin, li jêr dinivîsim: Bu mesaj en son " 19-07-2007 " tarihinde saat 04:06 PM itibariyle newalaqesaba tarafýndan düzenlenmiþtir.... |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
PÊŞGOTIN
Milletê Kurd, milletekê tarîxî û kevn e. Ew xwehîyê medeniyet û dewlet bû. Ev rastîya dîrokî nayê veşartin. Di jîna milletan de dewrên ketî û tarî hene. Van deman de carna millet hinda dibin, em di rûpelên tarîxa de wan milletan dibînin. Bindestîya milletan ne hindabûne, lewra hindabûn: Tarîxa millî, Ezînîya millî, Harsên millî û Zimanê zikmakî bîrvekirine. Milletê Kurd xwe hinda nekirîye û sitûnê wî yên millî di cîdane. Lewra milletê KURD DIJÎ. Lê belê ev jîyan ne jiyanekî serfiraz û azayî ye. Kurd, îro bindest in. Heqqên mirovanî û millî jê hatine sitandin. Daxwaza me: Milletê Kurd, wek milletên CÎHANÊ azad û serfiraz bî. Ji bona pêkanîna ARMANCÊ: (PARTIYA DEMOQRATA KURDISTANA TIRKÎYÊ) hatiye danîn. Xebata Partîyê, rexekî AŞTÎ, Demoqratî, Mirovanî û Komelayîtî dimeşe. Partî, parastîyê “Mîsaqa Millîye”. Lewra Partî bawerîye bi yekîtî û birayîtî û hemberîya Kurd û Tirk’a tîne. Partî, alîkarê hemî milletên êsîr e. Partî yekîtî û himberîya hemî milletan qebûldike. Hevketina Milletan de aştî dixwaze û bawerîya Felsefî, DÎN’î û fikrî de, herkes aza û serbest digre. Partî, bi “PEYMANA MILLETÊN YEKBÛYΔ ve, girêdayîye. Û bi her awayî xwînmêjîyê (sümürgeyîtîyê) naxwaze û red’dike. Partî li alê nîzama HUQÛQÎ ye, lê belê di gaspa heqqên insanî û millî de, ber’rabûn û şûreşîyê nîşan dide. PARTIYA DEMOQRATA KURDISTANA TIRKÎYÊ (Mohra Partiyê; "P. D. KURDİSTAN T. *E.S*") Madda: 1- Navê Partîyê: “Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê”. Madda: 2- Daxwaz û dozên PARTÎYÊ: Partî, dixwaze li Cumhûrîyeta Tirkîyê`da, heqqên Siyasî, Îqtîsadî û Zanyarî (kültürel) ji milletê Kurd’ re bide naskirin. Madda: 3- Ji bo pêkanîna van şertan: a) Lazime di ANAYASA Tirkîyê de, bi cî bibe kû: “Dewleta Tirkîyê’yê ji Kurd û Tirk’a çêbûye û ev herdû MILLET di her awayî de wekhevin.” b) Di Parlemana Tirkîyê de, ligora nifûsa xwe Kurd têne temsîl kirin û di HEY`ETA WEKÎLA de cî bistînin. c) Tixûbên Kurdistana Tirkîyê bê kifşkirin û di axa Kurdistanê de tû mihacir neyên bi cî kirin. Navên gunda û bajarên Kurdan neyên guhartin û yên kû hatine guhartin jî, navên xwe yên kevin bistînin. ç) Di herêmên Kurdistanê de, Walî, Serekên Îdarî, Edlî û giş memûr ji Kurdan çêbin. Tor û adetên Kurdan di qanûna de bi cî bibin. d) Di Kurdistana Tirkîyê de, zarê resmî bi Kurdî bî. e) Di Bîhîstanên Kurdîstanê de, xwendin bi zarê Kurdî bî, lê Tirkî jî bê hînkirin. Unuversîta Kurdistanê bê danîn. Xwendayên xizan ji aliyê dewletê ve bidine xwendin. f) Li Kurdistanê de Radyo û Telewizyon bi zimanê Kurdî vebin. g) Kitab, Kowar û Rojname bi zimanê Kurdî bên çapkirin. h) Ji zanyarî (ilim) û îbadeta DÎNÎ re mela û ÎBADETXANEYÊN lazim bi destê dewletê, bê kêmayî bên pêkanîn. Madda: 4- Partî dixwaze: Dewlet, azayî û serkeftin û pêşveçûna Kurdistanê, bi lez û bi ber’rî destpêbike. JI BO PÊKANÎNA VA: a) Ji gundîya re: Xanî, erd, tov û qirêdî pêk bîne. Çandin û firotina titûnê serbest bike. b) Ji bo karker û cotker û pala re: Şuxul û kar peyda bike. c) Ji esnaf û bezirgana re: Qirêdî zêde veke. d) Bicîkirina koçeran li deşt û zozanan. Temînkirina çêrê û debarê ji terşê wan re. Madda: 5- Çêkirina rê, sed, baraj, fabrîqe û sinetên giran û nexweşxanan. Madda: 6- Petrol û meden bên derxistin û di welatê Kurdistanê de bê tasfiye kirin. Madda: 7- Petrol û medenên li Kurdistanê dertên, lazime % 75 kara wan li Kurdistanê bê xerekirin. Madde´ên Mûwaqqet: Madda:1- Heta Civata Civîna Mezin, hemû wezîfe û selahîyetên Koma Navkom û Civîna Mezin di destê damezrandowan de ye. Madda:2- Heta 5 sala yê kû Partî damezrandine, dikarin Civîna Mezin kom nekin. (Kilîşeya "PARTÎ DEMOQRATÎ KURDISTAN TIRKIYE") SEREK SEKRETER MUHASÎP Zinar Pêşmerg`ê Welat Evîndar`ê Welat AZA AZA AZA Dûrnas Jîrek Bende`ê Welat Armanca PDKTyê ne damezrandina dewlete serbixwe bû û ne jî avakirina otonomiya Kurdistana Bakur bû. Weke ku di pêşgotin û madeyên li jor jî hatiye diyar kirin, armanca Partiyê di nav sînorên “Mîsaqa Millî” de, bi riyeke “aşîtî, demokratî, mirovanî û komelayetî” bidestxistin û “naskirina mafên siyasî, aborî û kulturî yên neteweyê Kurd” bû. Bêguman ji bo neteweyekî bindest û welatekî kolonî, ew daxwaz gelekî mutewazî bûn. Lê gava mirov rewşa wê demê ya Tirkiyeyê û Kurdistanê dide ber çavan, bi nasmeya Kurdî, bi daxwazên neteweyî û demokratîk û bi rêxistineke serbixwe ya Kurdî derketina qada xebat û têkoşînê, gaveke gelekî girîng û dîrokî bû. Li gor îdeayên hinek agahdariyên taybetî, berpirsiyarên PDKTyê difikirîn ku di pêşerojê de, gava rewş û merc bêne stewandin, weke partiyek eşkere û legal derkevin qada siyasî û bixebitin. Loma jî, bi van daxwazên mutewazî ku li gor berpirsiyarên Partiyê jî "mafên herî basît" bûn, derdikevin qada xebatê. Ji bo pêkanîna armanca xwe, PDKTyê di warê xebat û têkoşînê de, du alternatîf daye pêşiya xwe. Di pêşgotinê de hatiye diyar kirin ku Partî têkoşîneke ku şerê nav neteweyan pêwîst dike naxwaze. Armanca wê milletê Kurd jî weke milletê cihanê azad û serfiraz be. Partî dixwaze ku bi riyeke aşîtî, demokratîk û însanî mafên siyasî, aborî û kulturî yê milletê Kurd bê naskirin. Ew hevalbendê nîzama huqûqî ye; lê belê, ji bo bidestxistina mafên neteweyî û mirovî yên gaspkirî jî, tevgereke şoreşgerî û serhildanê alternatîf nîşan dide.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
IV- KUŞTINA SEROKÊ PARTIYÊ AV. FAİK BUCAK
Damezrînerên PDKTyê ji destpêkê de texmîn dikirin ku di wan şertan de û bi wan îmkanan, hûnandina rêxistineke weha veşartî ne ewqas hêsan e. Ew di zanebûna giranî û zahmetiya wê wezîfeyê de bûn. Loma jî du xalên taybetî û muwaqet li destûra Partiyê zêde kiribûn ku ger mercên kongreyê çênebe, heta pênc salan kongreyê necivînin. Piştî damezrandina PDKTyê, komek însan bi evîndariyek mezin dest bi xebatê kirin. Bîr û baweriya pêwîstiya xebata siyasî û rêxistinî di nav gelê Kurd de roj bi roj bêtir belav dibû. PDKTyê di nav gel de, reh û rêçikên xwe berdida. Li gelek gund û bajarên Kurdistanê komikên Partiyê dihatin ava kirin. Partiyê,bi taybetî di nav gundî, esnaf û memûran de piştgirî û sempatiyeke berbiçav digirt. Rewşenbîrên ku di medreseyên olî de xwendibûn ku gelek ji wan di mizgeftên gund û bajaran de meletî dikirin, di pêşketin, belavbûn û hûnandina Partiyê de roleke mezin dilîstin. Li gor agahdariyên ku berpirsiyarên berê yên PDKTyê didin; karbidestên dewleta Tirkiyeyê ji vê pêşketin û berfirehiya Partiyê gelekî nerehet dibûn. Ji bona pêşiya vê pêşketinê bigrin, dest bi hazirî û planên taybetî kirin. Hedafa pêşî serokê Partiyê Av. Faik Bucak bû. Îstiqbarata dewletê ji nakokî, berberî û dijîtiyên herêmî û eşîrî jî îstifade kir û li hemberî serokê PDKTyê Faik Bucak, komployek amade kir. Di 4ê tebaxa 1966an de, li benzînxaneyek nêzîkî “Karaköprü”yê kemînek li pêşiya serokê PDKTyê Av. Faîk Bucak danîn. Di vê erîşî de, Faik Bucak ji lingê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Rihayê. Rewşa Av. Faik Bucak ne ya mirênê bû, lê karbidestên dewletê di nexweşxanê de jî, dev jê bernedan. Di warê kuştina Av. Faik Bucak de, nerîn û baweriyê cihê hene. Weke ku li jor hate diyar kirin, li gor berpirsiyarên Partiyê, Av. Faik Bucak di encama kompleyeke istiqbara dewleta Tirkiyê hatiye kuştin. Di vê koployê de, istiqbaratê dijminatî , berberî û nakokiyên mehelî û eşîrî bi awakî hostayî bi kar anîye. Mustefa Remzî Bucak jî di vî warî de weha difikire. Li gor wî jî Av. Faik Bucak bi wasita MİTê (Millî İstihbarat Teşkîlati) hatiye kuştin. Li Ruhayê, li mintiqeya Qerekopriyê bi destê Mİtê kemînek tê danîn. Gava ku texsiya Faik Bucak nêzî kemîne dibe, şofêrê wî texsiyê disekinîne, deriyê texsiyê vedike û direve. Di texsiyê de Faik Bucak û du kurên wî hebûn. Texsî tê gulebaran kirin. Faik Bucak birîndar dibe. Bi dû re, Faik Bucak li nexweşxanê wefat dike. Piştî çendakî şofêrê Faik Bucak jî tê kuştin (14). Kuştina Av. Faik Bucak, di kovara "Yeni Akış"ê de jî, weke bûyereke girîng cih digre. Di sernivîsa “Mirineke Xemgîn” de, bi kurtayî li ser jiyana Av. Faik Bucak hatiye rawestandin û di warê awayê kuştina wî de jî weha hatiye nivîsandin: “Bûyera herî xemgîn ya meha çûyî, bê gûman ji ber dijminatiyê kuştina Av. faik Bucak bû” (15). Dr. Sait Kırmızıtoprak jî li ser kuştina Av. Faik Bucak weha dinivîse: “Av. Faik Bucak yê ku ne tenê hevalên û gelê Kurd jê hez dikirin, herweha dijmin jî qenciya şexsiyet û qerektera wî dipejirand, di 4ê tîrmeha 1966an de bi destên kesên tarî, di kemîneke bi bêbextî û pûştî de hate şehîd kirin” (16). Kuştina Av. Faik Bucak derbeyeke gelek mezin li Partiyê xist. Ji bo partiyek weha ciwan, wendakirina serokekî weke Av. Faîk Bucak bêşansiyeke mezin bû. Di ser damezrandina Partiyê de, hîn salek derbas bûbû. Partî, di qonaxa xwehûnandin û berfirehiyê de bû. Pêwîstiya wê bi beşdariya rewşenbîr û kadirên din yên ku ji derveyî Partiyê mabûn hebû. Di vî warî de, yek ji wan kesên ku herî hêvî jê dihat kirin ku dikarîbû wan bikşîne nav Partiyê, Av. Faik Bucak bû. Di wê demê û wan şertan de, dagirtina dewsa serokekî weke Faik Bucak ne hêsan bû. Piştî kuştina serokê Partiyê Av. Faik Bucak, Komîteya Navendî ya PDKTyê bi taybetî dicive û biryar digre ku cihê serokê Partiyê Faik Bucak vala bihêlin û Sait Elçi weke sekreterê partiyê lîdertiya partiyê bimeşîne. Damezrînerekî PDKTyê, li ser vê civênê weha dinivîse: “Rahmetiyê Faîk Bûcak di sala 1966ê, di meha Tîrmehê da hate şehîd kirin. Civînên Koma Navkom (Qomîta Navendî) wek hercaran civînên xwe berdewam kir. Civîna ji bo kuştina Faîqê rahmetî, bi taybetî ji bo ka piştî vê bûyera zor û bextreş wê Partî xebatên xwe çawa bimeşîne û valayiya Serokê bê hempa tije bike. Di nava wan qerar û tedbîran de yek jî ew bû: Me biryar girt ku piştî Serok Faîq em wezîfa serokiyê nedin kesî û serokê me û hemî Kurda Serokê Netewî û bi nav û nîşan Serok Mela Mistafa Barzanî be. Piştî vê yekê Partî ji aliyê sekreter ve hat meşandin Sekreterê Partî Seîd Elçi`yê rehmetî bû. Yanê; ne bi paya serok, bi paya lîder û sekreterî xebat hat meşandin...” (17). V- HINEK XEBATÊN PARTIYÊ Û ÇEND BÛYERÊN GIRÎNG Piştî damezrandina PDKTyê, hîmdarên Partiyê dest bi hûnandina rêxistiniyê kirin. Rêxistiniya Partiyê, li gor destûrê bi awakî îlegal û li ser bingehê koman dihate hûnandin. Her endamê Partiyê naznavekî wî hebû û li gor destûrê divyabû tenê endamên koma xwe nas bikira. Bi riya berpirsiyarên koman û şîfreyên taybetî, peywendiyên koman bi hevdu re dihate danîn. Partiyê di demeke kin de, li gelek bajar û gundên Kurdistanê komên xwe yên rêxistînî ava kir. Bi vî awayî; hem di warê şiyarbûna neteweyî de, hem jî di warê têgihiştantin û zanebûna rêxistiniyê de, di nav kurdên Kurdistana Bakur de jî pêşdiketineke berbiçav çêdibû. Li gor agahdariyên Şakir Epözdemir di warê xebat û birêxistinkirina PDKT de dide: PDKT dixwest ku xeteke azadîxwaz, demokrat û aştîxwaz derxînin holê. Di nava salên 1965 û 1968an de, ji sê paran du beşên Kurdistana Turkiyê hunandin û teşkîlata Pariyê hate vê derceye ku di Mitîngên 1967an de roleke girîng lîst û nehşît ku Kurd ji maf û ramanên xwe yên neteweyî dûr bikevin; ber bi felsefe û bîr û baweriyên çewt ên berevacî ve herin. PDKT bê ku çepên kurdan nerehet bikin, xebata xwe ya rêxistinî dimeşandin. Di pêşandanên sala 1967an de, gava kurdayetî û daxwazên neteweyî yên kurdan derketin pêş, serokên TIPê pêşî şaş man, lê dûrê ew jî mecbûr man ku şîar û sloganên xwe bugeherin. Partiyê tucarî dostaniya navbêna xwe û TIPê sist nekir; herweha bi xebat û endamên xwe piştgiriya DDKOyê kir. Piştî damezrandina Partiyê bi salekê serokê PDKT av. Faik Bucak hate şehîd kirin. Herweha ji endamên damêzrîner Av. Dûrnas dihere leşkeriyê û êdî nikare beşdarî nav xebata rêxistiniyê bibe. Sektere Partiyê Sait Elçê jî di sala 1967an de tê surgûn kirin. Rêvebiriya Partiyê li ser milên çend kesan dimîne. Teva van bûyeran jî; PDKT di serî de li Diyarbekirê, Farqînê, Batmanê, Botanê, Sasûnê, Xerzan, Hezroyê, Baykanê, Bitlîsê, Wanê, Tatwanê, Sêrtê, Mûşê, Bulanixê, Liceyê, Patnosê, Siwêregê, Cizîrê, Nusêbînê, Qiziltepeyê û gelek deverên din di nav xelkê de belav dibe. Herweha li Ankara û Ewropayê jî nûnertiya xwe ava dike. Têkilî bi Partiya Demokrat ya Suriyê re tê danîn û Ömer Turhan û çend hevalên xwe di sala 1967an de beşdarî kongreya PDKS dibin. Kongre biryarê dide ku piştgiriya PDKT bikin. Ji bo ku di warê birêxistinkirinê de alîkariya PDKT bike PDKS Reşîdê Hemo dişîne Kurdistana Bakur. Gava dewleta Turkiyê dît ku PDKT di Mitîng û xwepêşandanên sala 1967an tesîreke berbiçav dike; di warê rêxistinî û belavbûna di nav xelkê de roj bi roj xurtir dibe, di 19 çileya pêşîn ya 1968an de bi operasyoneke mezin dest bi girtina berpirsiyar û endamên PDKT kir (19). PDKTyê li gel xebata xwe ya îlegal, nedixwest ji xebata eşkere û demokratîk jî bê par bimîne. Li gor rewş û mercên wê demê, heta ji dest dihat, Partiyê dixwest di nav xebatên eşkere û demokratîk de jî cih bigre; rol û wezîfeyên ku di wî warî de bikeve ser milên wê bi cih bîne. Di hilbijartina 1965an de, li cihên ku welatparêzî lê xurt û geş bû, Partiyê teşwîq kiriye ku welatparêzên kurd xwe weke namzetên serbixe nîşan bidin û piştgiriya wan kiriye. Li hinek deran jî alîkariya namzetên TİPê (Türkiye İşçi Partisi) yên kurd kiriye û di hilbijartina hinek parlamenterên ji wîlayetên Kurdistanê de, roleke taybetî lîstiye. Partiyê bi TİPê û hinek parlamenterên kurd re têkiliyên germ û taybetî daniye. Di nav partiyên siyasî yên wê demê de, tenê TİPê di propoganadyên xwe de, bi hindikî û sergirtî be jî behsa pirsa kurdî dikir. TİPê, di çarçeweya kedxwarina karker û kedkarên Tirkiyeyê de feqîrî, perîşanî û kedxwarina karker, gundî û kedkarên kurdan jî aniye zimên. Ji ber vê helwestê, PDKTyê ji aliyekî xwestiye ku nîzîkayê bi TİPê re deyne; lê ji aliyê din jî, ji bona TİP di Kurdistanê de zêde cih negre, hemberiyek siyasî jî, ji dest bernedaye. Sekreterê Giştî Said Elçi, di axaftina xwe ya mitînga Sêweregê de, helwesta xwe ya li hemberî partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê weha aniye zimên: “... Ez ne endamê tu partiyê me. Ez ne dost û ne jî dijminê tu partiyê me. Hûn kesên ku endamên gelek partiyan ne; pêşniyaz û rica min ji we, di nav tengasî û sofitiya partiyan de nemînin. Hûn endamên kîjan pariyê dibin bila bibin, gava menfaetên welatê we kete ortê, derdên xwe bi awakî eşkere bibêjin. Eger partiya we li derdên we xwedî dernekeve, bi ciwanmêrî îstifakirinê bizanibin. Kîjan partiya dibe bila bibe, hurmeta me ji wan re heye. Ew organên demokrasiyê ne... Partiyên ku li ser derd û kulên me ranewestin, tenê ji bona reyên me bigrin bên ber deriyên me, kîjan partiya dibe bila bibe, heta partiya we be jî, bizanibin wan biqewirînin, hîn bibin, ciwanmêr bin, li şexsiyeta xwe xwedî derkevin....” (19). Di tebaxa 1966an de, Mehmet Ali Aslan li Ankarayê bi navê “Yenî Akış” dest bi weşandina kovarekê dike. Kovar bi tirkî û kurdî dihate weşandin. Di hejmara pêşîn ya vê kovarê de, nivîseke İsmet Tümtürk ji kovara “Milli Yol” û nivîsek Nihal Atsız ji kovara “Ötüken”ê hatiye girtin û weşandin. Ez dê dûre li ser van herdu nivîsan û bûyerên ku bi xwe re anînê rawestim. Kovara “Yeni Akiş” tenê çar hejmar derketiye. Xwedî û berpirsiyariya sê hejamrên kovarê, Mehmet Ali Aslan û yê hejmara çaran jî, Abbas İzol kiriye. Av. Mehmet Ali Aslan û Abbas İzol ji ber berpirsiyariya kovarê û nivîsên xwe û Kemal Burkay jî ji ber nivisa xwe ya di vê kovarê de hatine girtin. Mehmet Ali Aslan di derheqê kovara “Yeni Akış”ê de weha dinivîse: “Di 1966an de, di nav me û hevalan de munaqeşeyek hebû. Bi giştî dihat gotin ku meriv nikare mesela Kurdan bi awakî legal (eşkere) munaqeşe bike. Min bi xwe tam eksê wê digot. Divê me ev biceribanda. Min bi navê Yeni Akış kovarek derxist. Ji ber ku min ceza dabû ber çavê xwe êdî ji bo min tu sînor nemabû. Û cara pêşîn li Tirkiyeyê mesela gelan bi her awayê xwe ve hate raberkirin. Me heta hejmara çaran kovar derxist, di hejmara pêncan de ez hatim girtin û kovar jî nema derket” (20). A- NÎJADPERESTIYA KOVARÊN “ÖTÜKEN” Û “MİLLİ YOL”Ê Nîjadperestên tirkan ji vê şiyarbûna neteweyî ya kurdan û xebatên dihatin kirin gelekî nerehet dibûn. Wan vê nerehetî û dijîtiya xwe bi her wesîleyê dianîn zimên. Nihal Atsiz di kovara “Ötüken” de, li ser vê rewşê weha dinivîse: “Erê... Eger dixwazin ji bona ku Kurd bimînin di ber xwe bidin, bi wî zimanê xwe yê îptidaî ku ji çar- pênc hezar gotinan pêkhatiye bipeyivin, weşanan derxînin, dewletê çêbikin, dikarin koç bikin, herin. Me ev erdan bi xwîna xwe ya weke zembîlê herikiye, bi qelandina koka ermeniyan, gurciyan û roman girtiye; herweha li hemberî şerkerên şovalyeyên xaçperestan bi xwîna xwe ya weke şurikê herikiye parastiye. Kurdan heta sala 1839an leşkerî dahî nekirine. Gava xwîna tirkan ji Wiyanayê heta Yemenê weke zembîlê diherikî, ew li çiya û gundên ku lê dijiyan, bizinên xwe çêrandine û her ku kês dîtine, bi diziyê û talankirinê jiyane. Di dema şerê ku me bi Îranê re kiriye û ji bona alîkariyê hatine jî, her gav li kês û firsetê geriyane. Di şerên ku tirk mexlûb bûne de, vê carê jî bi Îranê re bûnin yek û li tirkan xîstine. Di şerê cîhanê yê yekem de, ermeniyên ku bi tevayî îxanet bi me re kirin, eger bi awakî hov gelê Tirk yên cîwar qir nekiribûna û kurdên ku li çiya û gundên asê dijiyan ji vê qirkirinê nefilitîbûna, wê îro li wîlayetên ku piraniyê pêktînin weke kêmatî bijiyana. Lê ger ew sedî sed piraniyê pêk bînin jî, li navçeyeke Tirkiyê xeyala damezrandina dewletê, wê her xeyal bimîne. Weke xeyala yewnaniyan ya Bîzansê, xeyala ermeniyan ya damezrandina Ermenîstana Mezin... Ji bona vê yekê, berî serê milletê Tirk di belayê xîne û ew bi xwe jî mahf nebin, bila biteqizin herin. Bi ku de? Dilê wan ku derê dixwaze, çavên wan ku derê dibîne, bila harin wir. Bila herin Îranê, Iraqê, Pakîstanê, Hindistanê yan jî cem Barzanî. Bila muracatî Neteweyên Yekgirtî bikin û ji xwe re li Afrîkayê cîwarekî bixwazin. Bila ji hevnîjadê xwe ermeniyan bipirsin, hîn bibin û hişê wan bê serê wan ku nîjada Tirk gelekî bi sebir e, lê gava dewê wî tirş bibe û kef bide, weke şêrê şahan kesek nikare xwe li ber bigre. Vê gavê ewqas...” (21).
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
İsmet Tüntürk jî, di nivîsa xwe ya di kovara “Milli Yol”ê de, tedbîr û operasyonên leşkerî yên Hekkariyê bi serê xwe têr netîtiye û daxwaz kiriye ku kirgizan ji Asya navîn bîne û di nav kurdên Hekkariyê de, cîwar bikin:
“Hêzên artêşê û cendirmeyan vala lingên xwe li erdê dixin û tiştek nayê guherandin. Yên ku wan deran baş nasdikin, vê rewşê bêçaretî dihesibînin. Dibêjin ku mercên av û hewayê, rewşa çiyan, rewşa riyan û hwd vê rewşê çarenûs dike. Ew erd li ser nexşeyê yê me ye. Lê ne di rastiyê de. Li wan deran ne tenê nîzamên dewletê, herweha tirkayetî jî biyanî ye. Ya rasttir weke ku tuneye. Ew derên req û rût, kaş û çiya tenê perê dewletê dixwin û bê sebep dixwin. Ji wan ne hezkirin, ne alîkarî û ne jî hêz ji dewletê re tê. Lê belê çareserkirina vê rewşê heye. Çareyek weke şûr bi tesîr û weke hêka Kristof Kolombo zelal heye: Ev jî li wê derê teva çekên wan bicihkirina penaberên kazak û kirgizan e...” (22). Xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan, li hemberî van weşanên nîjadperestî bêdeng neman. Ji çar aliyên Kurdistanê telgrafên protestoyê hatin şandin. 19 komeleyên xwendekaran yên ku li ser navên bajarên Kurdistanê hatibûn ava kirin, bi belavokeke hevbeş, ew nivîs û bîr û baweriyên nîjadperest protesto kirin: JI RAYA GIŞTÎ RE KÎ KÊ DIQEWIRÎNE? FERMO MEYDANÊ!.. Di welêt de faşîstên serkufikî ku tovê fesadiyê diçînin û xwîn ketiye çavên wan, di vê dema dawîn de, di kovara ku bi navê “Ötüken” derdixînin de, teva biryarên qanûna bingehîn yên vekirî û misoger, hevwelatiyên me yên ku ji ber taybetiyên xwe yên qewmî li Rojhilatê dijîn piçûk dibînin û hewl didin ku wan ji ser erdên ku bi sedsalan e lê jiyane, bê perwaz biqewirînin. Em bi ser wî kesê ku xwediyê zihniyeteke super bêhiş, bi zanebûn di nav hewldanek ku dixwaze bira bi bira bike dijmin û ji hevwelatiyên Rojhilatê re dibêje ku “...berî serê milletê Tirk di belayê xîne, ew bi xwe jî mahf nebin, bila biteqizin herin. Bi ku de? Dilê wan ku derê dixwaze, çavên wan ku derê dibîne, bila harin wir. Bila herin Îranê, Iraqê, Pakîstanê, Hindistanê yan jî cem Barzanî. Bila muracatî Neteweyên Yekgirtî bikin û ji xwe re li Afrîkayê cîwarekî bixwazin. Bila Ji hevnîjadê xwe ermeniyan bipirsin, hîn bibin û hişê wan bê serê wan ku nîjada tirk gelekî bi sebir e, lê gava dewê wî tirş bibe û kef bide, weke şêrê xan kesek nikare xwe li ber bigre” û forta dike, diqîrin: Kî kê ji holê radike? Kî serê kê dixe belayê? Û kî kê diqewirîne? Tu hêzek ku bikaribe wan kesên ku ji dîroka herî kevn de li ser van erdan jiyane, ji van erdan biqewirîne, ne çêbûye û ne jî wê çêbibe. Di rastiya xwe de, yên ku bê qewirandin, xeyalperestên ku dixwazin gelan bera ber hevdu din. Em ciwanên Rojhilatê, ne di vê niyetê de ne ku “doza Kurd bi qurnaziya gur, weke doza Rojhilatê” bidin pêş. Em li dijî zihniyeta ku ji bona berdewama kedxwariya aborî ku ji sedemên paşdemayina Rojhilatê ye, cihêtiya qewm, ziman, ol û mezheban yên di nav hevwelatiyan de hene îstismar bike, wan weke kampên dijmin ji hevdu veqetîne, ne. Em berhemên siyasî yên xapandina manewî faşîzmê, nîjadperestiyê û ummetiyê bi nefret red dikin. Di çarçeweya qanûna bingehîn ya Tirkiyeyê de, yekitî û biratî şîara me ye. Herweha ew kes, ji bona îslahkirina hevwelatiyên me yên qereçî û pêkanîna “hevwelatiyên xweşikên mirovan” dixwaze wan bişîne nav “50000 kurdên paşdemayî” yên Hekkarî ku wan asîmle bike. Divê bê zanîn ku Hekkarî ne girtîgeh, ne tîmarxane û ne jî îslehxaneyek e. Ji bo Tirkiyeyê Îstenbol çibe, Hekkarî jî ew e. Yên ku bên îsleh kirin, ji qereçiyan zêdetir, pêşiya pêşîn û bi taybetî ew kesên ku îdeolojiyên weha beradayî diparêzin, bi xwe ne. Cihê ku lê bên îslah kirin jî Bakirköy e. Em, bi hêviya ku wê grûbên demokrat û dadgeh di hereketê kevin, rewşê pêşkêşî raya giştî dikin. Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind ya Agriyê, beşê Ankarayê. Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind ya Batman Petrolê. Komeleya Kulturî ya Bîngolê. Komeleya Pêşdebirin û Danasîna Bedlîsê. Komeleya Kulturî ya Cizîrê. Komeleya Kulturî ya Diyarbekirê. Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind ya Elezîzê. Pansiyona Xwendekarên Erziromê. Komeleya Kulturî ya Hekarîyê. Komeleya Kulturî û Perwerdekirinê ya Xinisê. Komeleya Kulturî ya Kahteyê (Semsûrê) Komeleya Kultur, Danasîn û Alîkariyê ya Karliovayê (Kanî Reşê). Komeleya Kulturî ya Mêrdînê. Komeleya Kulturî ya Mûşê. Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind ya Sêwregê. Komeleya Kulturî ya Tunceliyê (Dêrsimê). Pansiyona Xwendekarên Urfayê (Ruhayê). Komeleya Alîkariya Xwendekarên Wanê. Komeleya Kultur, Danasîn û Alîkariyê ya Vartoyê. Li gor hinek agahdariyên taybetî, di amadekirina vê belavoka hevbeş de, roleke taybetî ya hevalên Koma Azadiya Kurdistan(KAK)ê çêbûye. KAKê, bi hewldana vê belavokê, cara pêşîn bi tevgerî hebûna xwe daye hîs kirin. Vê belavokê li Kurdistanê dengekî mezin derxist û ji bo amadekirina Mitîngên 1967an bû bingehekî girîng (23). Piştî vê belavokê, “Qlûba Ramanî ya Fakulteya Zîraetê ya Unîversîteya Atatürk”, “Qlûba Ramanî ya Îktisadê ya Unîversîteya Atatürk”, “Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind ya Rojhilata Başûr” û “Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind ya Tunceliyê” di paralelî vê belavoka 19 komeleyan de û bi belavokeke hevbeş, kovara “Ötüken” û ew zihniyeta faşîst û nîjadperest protesto kirin. Wan qlûb û komeleyan di vê belavoka xwe de, “reaksiyona bi esil ya komeleyên ciwanên Rojhilatê” teyid kirine û gazî hemû grûbên şoreşger, gelperwer û demokrat kirine: “Li hemberî zihniyeta rûreş ya ku bi tevayî erîşî ser mafên civakî, aborî û jiyana mirovî dike, divê em di çizgiya heysiyata jiyana mirovî de bighêjin hevdu; ji dil û can dest bidin destê hevdu û bibin yek. Tirkiye ya hemû kesên ji Tirkiyeyê ne ku nîjadperestiyê û tespîtkirina nîjadê bi riya pîvandina serî û tahlîla xwînê dikin, nawazin û menfaetên welêt yên rastî diparêzin” (24). B- MITÎNGÊN 1967 AN Li Kurdistana Bakur, êdî qapax ji ser beroja kelandî hatibû rakirin. Ji hêlekê PDKTyê xebata xwe ya siyasî û rêxistinî pêş ve dibir; ji aliyê din jî xwendekar û rewşenbîrên li metropolê bûn di nav lêgerîn, gotûbêjeke germ de bûn. Xwendekar û rewşenbîrên kurdan yên ku di nav TİPê û komeleyên çep yên tirkan de dixebitin jî, pirsa milletê Kurd bêtir dianîn rojevê. Di gotûbêjên li ser pirsa kurdî de, giraniyeke berbiçav nîşan didan û ew weke grûb derdiketin pêş. Teva hemû zilm û zordestiya dewletê, rewşenbîrên kurdan di warê weşanî de jî bê deng nediman. Heta ji dest dihat li ser pirsa kurdî, paşdehiştin û feqîriya li navçeyên Kurdistanê ku bi navçeya “Rojhilatê” û “Rojhilata Başûr” bi nav dikirin, radiwestiyan; zilm û zordestiya li wan deran û derd û êşa xelkê bêtir radixistin ber çavan. Ev xebat û hewldan, bi awakî giştî tesîrên pozitîf li ser şiyarbûna neteweyî û pêşketina tevgera kurdî dikirin. Dengê şoreşa Kurdistana Iraqê jî, di vî warî de tesîrên erênî dikir û hevî û moralê milletê Kurd geştir dikir. Dewleta Tirkiyeyê û nîjanperestên tirkan jî, ji vê şiyarbûn û pêşketina tevgera kurdî gelekî nerehet dibûn. Ji ber vê yekê jî, bi dijwarî êrîşî ser neteweyê kurd, siyasetvan, nivîskar û welatparêzên wî dikirin. Qedexekirina kovara “Yeni Akış”ê û girtina nivîskarên wê, antî propoganda û dijminatiya nîjadperest û faşîstên tirkan û nivîsên di kovarên “Ötüken” û “Milli Yol”ê de, tenê çend nimûneyen berbiçav yên wê zilm û zordestiya kolonyalistin tirk bûn. Ev dijminatî û êrîşên li dijî milletê Kurd bû sedemê ku xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan jî bi awakî tevgerî xwe biparêzin û li hemberî van neheqî, êrîş, helwest û kiryaran bêdeng nemînin. Belavoka 19 komeleyên xwendekarên ji wîlayêtên Kurdistanê ya li dijî nivîsa nîjadperestê tirk Nihal Atsız û bi telgrafên ji çaraliyên Kurdistanê protestokirina wê zihniyetê bû mizgîna çalakiyên hevbeş yên neteweyê Kurd. Ew çalakî û hewldan, di amadekirina Mitîngên 1967an de, roleke taybetî listin. “Mitîngên Rojhilat û Rojhilata Başûr” di 13. 08. 1967an bi Mitînga Silîvanê dest pê kir û bi Mitînga Ankarayê ya di 18.11.1967an jî dawî hat. Di nav wê demê de, heft mitîng hatin amade kirin. Ev mitîng berî damezrandina “Devrimci Doğu Kültür Ocakları-DDKO”yê hatibûn çêkirin. Di îdeanameya Dadgirê Leşkerî yê Mahkemeya Fermandarê Îdareya Awarte ya Wîlayetên Diyarbekir û Sêrtê de ku di 23ê çiriya pêşîna 1971ê de hatiye amade kirin; li ser tarîx, komîteyên amadekar, beşdarî û kesên ku di van mitîngan de peyivîne de, weha hatiye nivîsandin: 1- Mitînga Silîvanê: Di vê mitînga ku di 13.08.1967an de hatiye çêkirin de, bi texmînî 1500- 2000 kes beşdar bûne. Weke komîteya amadekariyê Mehdi Bilici, Niyazi Tatlıcı, İsmet Özcan muraceat kirine. Di vê mitîngê de Tarık Ziya Ekinci, Sait Elçi, Edip Karahan, Turgay Budak, İdris Arıkan, Mahmut Koçkaya, Nevzat Nas, Mehdi Bilici, Said Bektaş, Mustefa Karacadağ, Talat İnanç, Mehmet Can, Şemsettin Polat, M. Şerif Issı, Nihat Sargin, Fevzi Dağlı, Osman Aydın, M.Ali Aslan, Mehmet Yağmur axaftinên cûrbecûr kirine. 2- Mitînga Diyarbekirê: Di vê mitînga ku 3.09.1967an de hatiye çêkirin de, Necip Başak, M. Şerif Issı, Talat Inanç, Mustefa Karacadağ weke komîteya Amadekariyê muraceat kirine. Di mitîngê de; Tarık Ziya Ekinci, Sait Elçi, Edip Karahan, Turgay Budak, İdris Arıkan, Bahri Koçkaya, Nevzat Nas, Kemal Burkay, Islam Azizoğlu, Adil Rastgeldi, Mustefa Düşünekli, Necip Başak, Nurettin Yılmaz, Tahir Ökten, Huseyin Kiraz, Hasan Akkuzu, Yahya ******** Cahit Bilgen, Yunus Kavak, A. Kadir Yazıcıoğlu di lehê kurdperestiyê û îdeolija çep de axaftin kirine. TİPê xwestiye ku vê mitîngê ji tevayê wîlayetên Rojhilatê û Rojhilata Başûr re bike mal û belav bike; lê ji ber ku teşkîlatên din bêdeng mane, dev ji vê fikra xwe berdaye, hewl daye ku mitîngê ji ciwanan re bike mal. Tê dîtin ku bi kesên ji derve hatine, bi texmînî 3000- 3500 kes beşdarî vê mitîngê bûne. 3- Mitînga Sêwregê: Komîteya amadekar ya vê mitînga ku di 24.09.1967an de hatiye çêkirin, ji Mustefa Düşünekli, Hamza Kaynak û Cemal Karahan pêk hatiye. Hatiye tespît kirin ku ji navçeyên Ruha, Silîvan, Wêranşehr, Diyarbekir, Lice, Hîlwan (Curnê Reş), Mêrdîn, Dêrik, Kızıltepe (Tilermen), Sêrt, Batman, Tunceli (Dersim), Bîngol (Çepexçûrê), Genç (Dara Hênê), Bedlîs û Tatwanê nûner hatine vê mitîngê. Li meydana mitîngê bi qasî 1000- 1300 kes civiyabûn. Yên di mitîngê de peyivine jî Tarik Ziya Ekinci, Sait Elçi, A. Kadir Kadırağagil, İdris Arıkan, Bahri Koçkaya, Kemal Burkay, İslam Azizioğlu, Adil Rastgeldi, Mustefa Düşünekli, Sadık Eren, Behice Boran, Nevzat Sağniç, Kemal Fevzi Bilgin, Himet Buluttekin, Ahmet Kotan, Cavit Coşkun in (971- 171 Dosya Esasî). 4- Mitînga Batmanê: Di vê mitînga ku di 8.10.1967an de hatiye çêkirin de, bi mirovên ji wîlayet û qezayên derdorê hatine, bi texmînî 2000- 2500 kes beşdar bûne. Weke Komîteya Amadekar, A. Kerim Ceylan, İbrahim Ramanlı, Haydar Azizioğlu, İhsan Ekinci, Sabri Yıldız muracat kirine. Di mitîngê de Tarık Ziya Ekinci, Davut Özkan, Münir Öztürk, İdris Arıkan, Nevzat Nas, İslam Azizoğlu, Cemil Aygün, Mustafa Düşünekli, Behice Boran, Nevzat Sağniç, Veysi Baykara, Nebil Oktay, Haydar Koyuncu, Tahir Sakin, Kemal Bandirli, M. Ali Aslan, Tahsin Ekinci, Haydar Azizoğlu, A. Kerim Şerefhan, M.Siraç Bilgin, İ. Hakkı Yücel peyivîne. 5- Mitînga Tunceliyê (Dêrsimê): Di vê mitinga ku di 15.10.1967an de hatiye çêkirin de, bi mirovên ji wîlayet û qezayên derdorê hatine, bi texmînî 1500 kes beşdar bûne. Weke Komiteya Amadeker; Kemal Burkay, Kalman Yüksel, Hasan Aydin muraceat kirine. Kesên ku peyivîne jî Tarık Ziya Ekinci, Kahraman Ataç, İsmail Keskin, Dursun Söylemez, Bahri Koçkaya, Şaban Erik, Kemal Burkay, Ali Karcı, Mustafa Düşünekli, Sabit Eren, Kalman Yüksel û Ecdel Cineli ne. 6- Mitînga Agriyê (Qerekoseyê): Di vê mitînga ku di 22.10.1967an de hatiye çêkirin de, ji wîlayet û qezayên cihê kesên ku kurdperest tên naskirin beşdar bûne. Kesên peyivîne; Tarık Ziya Ekinci, M. Ali Aybar, İsmail Keskin, Turgay Budak, Ahmet Aras, Naci Kutlay, Kemal Burkay û Behice Boran ne. 7- Mitînga Ankarayê: Di vê mitînga ku di 18.11.1967an de hatiye çêkirin de, bi texmînî 350- 400 kes beşdar bûne. Piraniyek mezin ya beşdaran ji xwendekarên Rojhilatê û Rojhilata Başûr pêk hatibû. Li gor çavnêriya ku hatiye kirin; ev xwendekar sempatîzanên TİPê bûn û di mitîngê de hewldane ku beşdaran ber bi bêqanûniyê bikşînin. Kesên di mitîngê de peyivîne, M. Siraç Bilgin, Nevzat Nas, Haci Tahir Kızılkaya, Turgay Budak, Kemal Fevzi Bilgin, İdris Arıkan, Mahmut Esat Aslan, İbrahim Şahin, İskan Azizoğlu, Nezir Şemikanlı û Mustafa Düşünekli ne (25). Li hemberî van mitîngan, bi qasî 40 avayiyên xwediyê bîr û baweriyên rast û nîjadperest yên tirkan jî belavokeke hevbeş belav dikin û didin diyar kirin ku “bi çi awayî dibe bila bibe, em dê hergav li dijî zihniyeta ku hewl dide welêt perçe bike, rawestin”. Di 12.11.1967an de, ji aliyê Komeleyên Esnafan, Komeleyên Têkoşînê yên li dijî Komunîzmê, Komîteya birêvebir ya Yekitiya Neteweyî ya Xwendekarên Tirkan ya Erziromê û Yekitiya Mamosteyên Neteweperest li Erziromê bi navê “Anadolu Şahlanış Mitingi” mitîngek çêkirin (26). Di dîroka nêzîk ya tevgera Kurdistana Bakur de, cihekî gelekî girîng û taybetî yên van mitîngan hene. Care yekem bû ku kurdên Kurdistana Bakur bi vê berfirehiyê û ji herçar aliyên Kurdistanê beşdarî çalakî û tevgerek weha eşkere û demokratîk dibûn. Ev tevgereke muxalefetî ya girîng bû. Di rastiya xwe de, hejmara beşdarên van mitîngan, ji hejmarên ku di wê îdeanameyê de hatiye nivîsandin gelekî bêtir bû. Teva ku giraniya beşdaran ji rewşenbîr, gundiyên feqîr, karker û xwendekarên kurdan pêk dihat jî, ji her beşên civatê, ji her çîn û tebaqeyan însan beşdarî van mitîngan bûne. Heta hinek xwedîerd û dewlemendên kurdan ku li derdora xwe weke axa û serokeşîr dihatin naskirin jî ya rast û rast beşdarî van mitîngan bûne ya jî bi name û telgrafan piştgiriya xwe dane diyar kirin. Ev jî dide diyar kirin ku ji her beşên civatê welatparêzên kurdan bi ruhekî neteweyî beşdarî vê xebat û çalakiyê bûne. Ew kesên ku ev mitîng amade dikirin, kesên xwenda û şareza bûn. Wan rewşa têkiliyên siyasî, civakî, aborî û kulturî yên Tirkiye û Kurdistanê, sedemên paşdemayin û paşdehiştina Kurdistanê dizanîbûn û bûyerên dibûn ji nêzîk ve taqîb dikirin. Wan dixwastin ku di nav sînorên qanûna bingehîn de û bi qasî ku bikaribin vê rewşê ji gelê Kurd re bidin diyar kirin, bala gel bikşîne ser van pirs û pirsgirêkan. Herweha bi çalakiyên weha hevbeş û kîtlewî gelê Kurdistanê bikşîne nav xebata siyasî. Ji ber ku çavên gelê Kurdistanê ji demek dûr û dirêj ve bi zilm û zordariyek gelekî hov, bi qirkirin û sirgûnên berfireh hatibûn tirsandin. Dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêz û îmkanên xwe dixwast gelê Kurd asîmle bike û wî ji kurdayetiyê bi dûr xîne. Rewşenbîr, welatparêz û siyasetvanên kurdan jî dixwastin bi van mitîngan bêtir xwe bighêjinin gelê Kurd û wî di warê neheqiyên ku lê dibûn û sedemên van neheqiyan de, şiyar bike. Di van mitîngan de, bi giranî li ser newekheviya Tirkiyeyê û “Rojhilatê û Rojhilata Başûr”, paşdehiştina heremên kurdan û sedemên vê yekê dihate rawestandin û daxwazên aborî, çêkirina dibistanan û riyan, çareserkirina pirsên tendirûstî derdixistin pêş. Herweha di axaftinan de, li ser zilm û zordestiya li van herêman, nasnameya kurdî, sirgûna 55 axa û navdarên ji Kurdistanê û weşanên nîjadperestên tirkan, weke kovarên “Ötüken” û “Milli Yol”ê ku dijminatiya milletê Kurd dikirin, dihate rawestandin. Kesên di mitîngan de dipeyin, dixwestin ku bi mînakên weha taybetî û balkêş, bala milletê Kurd û raya giştî bikşîne ser pirs û pirsgirêkên ku hene. Hinek şîarên ku di van mitîngan de dihatin gotin û nivîsandin ev bûn: - Yên Rojhilatî ji bo mafên xwe yên qanûnî bixebitin! - Bi daxwazkirina mafan, yekitî xerab nabe. -Armanca me pêkanîna biratî, wekhevî û dilgeşiyê ye. -Em bi hemû têkoşer û gelên ku li dijî faşîzmê û emperyalîzmê şer dikin re ne. -Ji Rojavayê re medeniyet, ji Rojhilatê re cehalet. -Em cendirman naxwazin, mamosteyan dixwazin. -Em qereqola naxwazin, dibistanan dixwazin. -Em bi Rojhilat û Rojava tuneye, hatin xapandin. -Çarenûsa Rojhilatê birçîbûn, bêkarî û kêmdîtin e. -Rojava welat e, ya Rojhilat çi ye? -Yên Rojhilatî wê bi misogerî mirovatî û hevwelatiya xwe bide qebûl kirin. -Ji Rojavayê re fabrîqe û rê, ji Rojhilatê re qomando û qereqol. -Em qondaxan naxwazin, destên alîkariyê dixwazin. -Yê Rojhilatî şiyar bibe! -Demokrasî li ku derê ye? -Di şer de yê Rojhilatî lêdixe, di aşîtiyê de ledanê dixwe. -Rojhilat ne cihê sirgûna ye. -Petrol, sifir, krom li cem me, jiyan li cem we. -Em ê jî rojekê bikenin. -Li min binere hevalo! -Yekitî bi wekheviyê dibe. -Yê Rojhilatî şiyar bûye, wê doza mafê xwe bike. -Maf nayê dan, tê stendin. -Rojhilat ne mustemleke ye! -Ma heta kengî xwînmijandina maddî û manewî! -Ji zimanê me re hurmet bikin! -Bese sêkuçikiya axa, şêx û kompradoran! -Yên ku dixwazin bera rojhilatiyan bidin, wê ew bê qewirandin. -Tu hêz nikara qêrîna me ya bi heq bitefîne. -Zordestiya we ya aborî û siyasî, wê nikaribe agirê hundurê me bitefîne. -Dev ji muameleya dêmaritiyê berdin! -Em azadiya qanûnê, azadiya mirov û azadiya xwendinê dixwazin. -Em veqetandinê naxwazin, wekheviyê dixwazin. -Dev ji peyvê berde, li Rojhilatê binere! -Ji Rojavayê re îmar, ji Rojhilatê re îstismar (27).
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Bi van şîaran, amadekarên van mitîngan dixwastin ku ji karbidestên dewletê re bidin diyar kirin, ku ew perçebûn û veqetandinê naxwazin; armanceke wan ya siyasî weke kurdperestiyê tuneye. Tenê ew dixwazin ku hinek mafên di qanûna bingehîn de hatine garantî kirin, bi dest xînin û newekheviya ku di nav navçeyên Rojhilatê û Rojavayê ji holê rakin.
Mehdi Zana, di pirtûka xwe ya bi navê “Bekle Diyarbakır”ê de, li ser amadekirina mitînga Silîvanê û rewşa wê demê jî rawestiyaye. Li gor agahdariyên ku ew dide; wî bi navê “Zana” belavoka mitîngî hazir kiriyê û li wîlayet û qezayên derdorê yên Kurdistanê belav kiriye. Hemû teşkîlatên wîlayet û qezayên derdorê yên partiyan, ji bo beşdariya mitîngê dawet kiriye. Ji bona belavkirina wê belavokê, çend kes hatine girtin û polîs dest bi zilm û zordestiyeke mezin kiriye. Yek ji wan kesên ku di komîteya amadekirina mitingê de bû, ji ber zordestiya polîsan ji Silîvanê xwe daye alî û li Mûşê li Mehdi Zana rast hatiye. Ew li ser rewşa li Silîvanê, ji Mehdi re weha dibêje: “Birayo, li Silivanê qiyamet radibe. Em hemû reviyan. Polîs terorê dibarîne; zordestî nayê gotin! Herkes ketiye tatoleka xelaskirina canê xwe. Me jî, îmzayên xwe ji arzûhala serlêdanê paş ve girtin, tu tenê maye. Ez niha li vê derê li cem mervên xwe dimînim, rewş gelekî xerab e”. Ji ber ku komiteya amadekariya mitîngê ya berê hatibû belav kirin, bi îmzayên Mehdi Zana, Mele Mahmut Okutucu û Şêx Mahmut Yeşil komiteyek nû tê amadekirin û qaymiqam bi wî awayî destûra çêkirina mitîngê dide. Li ser rewş û beşdariya mitîngê jî, mêhdi Zana weha dinivîse: “Piştî du rojan herikandina beşdarên mitîngê dest pê kir. Ji her navçeyên însan dihatin. Di nav kesên dihatin de, mele û xwendekarên unîversîteyê di giraniyê de bûn. Ji nav ciwanên universîteyê çend kesan, ji sibeha mitîngê, li ser mitingê dest bi îtirazan kirin. Ji bona ku yên mitîng amade kiribûn em bûn, wan ger digotin: `Ev mitînga kurdan e, em naxwazin çep werin mohra xwe li vê mitîngê xîne`. Min jî got ku `Min ji navendên hemû partiyan re, ji hemû parlamenterên Rojhilat û Rojhilata Başûr re û herweha ji hemû teşkîlatên Rojhilat û Rojhilata Başûr yên partiyan re dawetname şand. Kesek nehat. Tenê TİPê dawetiya me qebûl kir. Ji bo ku hatine, wê biaxivin` û min ew pêşneyara wan bi zimanekî misoger red kir. Ji rojnamevanan jî kes hatibûn. Şîarên mitîngê ev bûn: “Bese zilm û xwînmijî”, “Ji erdên bi mayin, ber bi fabrîqeyan”, “Bese miamela zirewladiyê”, “Zarokên Mezra Botan Şiyar Bibin”. Silîvan weke ku hatibe dager kirin. Her der bi beşadarên mitîngên tije bûbûn. Mitîng bi axavtina min ya vekirinê dest pê kir. Piştî min, Tarık Ziya Ekinci, M. Ali Aslan, Nihat Sargin, Sait Elçi, Osman Aydın, Mustefa Düşünekli peyivîn” (28). Dadgirê Leşkerî yê Dadgeha Fermandarê Birêvebirina Awarte ya Wîlayetên Diyarbekir û Sêrtê, Said Dabak li ser armanca çêkirina van mitîngan radiweste û di îdeanameya xwe de weha dinivîse: “Mitîngên Rojhilatê û Rojhilata Başûr ne weke reaksiyoneke ji ber tevgerek diyar û ji nişka ve derketiye holê. Gava ji nêzîk ve lê bê nerîn, wê bê dîtin ku armanca rastî ya van mitîngên Rojhilatê û Rojhilata Başûr, di binê armancên eşkere de hatiye veşartin. Li gel partiyek siyasî, di nav grûbên cûr be cûr de, di warê daxwazên armanca dawiya dawîn de, hinek newekhevî hene. Bi qasî ku ji dest hatiye, ji bona menfaetên xwe yên siyasî TİPê ev rewşa hazir îstismar kiriye û bi kêmanî hewldanek hesabê hilbijartinê kiriye. Kesên ku armanca wan damezrandina Kurdistaneke serbixwe ne jî, hewl dane ku ji bo armanca xwe vê partiyê weke wasiteyekê bi kar bîne. Digel vê yekê, di tevger û helwestên kesên kurdperest (komunîst- nasyonalîst) de jî cihêtî tên dîtin. Ji bona têgihiştina van hemû tiştan, wê feyde tê de hebe ku armancên van mitîngan ji nêzîk ve bête analîz kirin...” a) ARMANCA DIYAR: Ji belavokên hatine belav kirin û agahdariyên hatine kom kirin, tê zanîn ku armanca diyar ya van mitîngan, di du xalên bingehîn de hatiye civandin. 1- Daxwaza li hemberderketina nerîn û îdeayên li ser hevwelatiyên me yên ku li Rojhilatê dijîn ku li cem rewşenbîrên Rojhilatê hêrsketinek mezin çêkiribû. 2- Rojhilat bi zanebûn paşde hatiye hiştin. Di planê pênc salîya duyem de dahî eleqeyek pêwîst nehatiye dîtin, îhmalî heye. Nîşanên ku bi herêmperestî tê hereket kirin hene û divê ev helwesta bêrê û kirêtî, bête dîtin. b) ARMANCA RASTÎ: Ji xebatên di pêvajoya amadekirina mitîngan û ji helwest û axaftinan diyar dibe ku du eniyên armanca rastî ya amadekirin û pêkanîna mitîngan hebûn. Bi îfadeyek hîn vekirîtir, armanca heqîqî ya mitîngan; 1- Propogandeya îdeolojiya çep. 2- Di nav girseya xelkê de geşkirin û bicîkirina bîr û baweriya kurdperweriyê” (29). Di van mitîngan de, hevalbendên PDKTyê û TİPê bi aktîfî cih girtine. Sekreterê PDKTyê Sait Elçî bi xwe di mitîngên Silîvan, Diyarbekir û Sêwrekê de axaftin kiriye. Herweha Serokê giştî yê TİPê Mehmet Ali Aybar û endamên komîteya birêvebir Behîce Boran û Tarık Ziya Ekinci jî beşdarî van mitîngan bûne û axaftin kirine. Di axaftinên ku di van mitîngan de dihate kirin de, bi awakî zelal derdiket holê ku di warê pirsa kurdî de, nerînên hinek endamên komiteyên amadekar yên mitîngan û welatparêzên din yên kurdan û yên berpirsiyarên TİPê ji hev cûda bûn. İsmail Beşikçi di pirtûka xwe ya bi navê “Doğu Mitingleri`nin Analizi” de, di wê baweriyê de bû ku întersa TİPê ya li hemberî van mitîngan, bûyereke geleke girîng û pozitîf bû: “Li gor baweriya min nîşandana întereseya TIPê ya ji mitîngan re, bûyereke pozitîf bû. Ji ber ku hinek komîteyên amadekar yên mitîngan, hewl dane ku bi Mitîngên Rojhilatê ji raya giştî ya tirk re bide nîşan dan ku pirsek Rojhilatê ya serbixwe heye. Lê kesên navdar yên TİPê weke Mehmet Ali Aybar, Behice Boran û Tarık Ziya Ekinci digotin ku pirsek serbixwe ya Rojhilatê tuneye, divê pirsa Rojhilatê bi awakî misoger di nav pirsa giştî ya pêşvebirina Tirkiyeyê de bê çareser kirin...”. Ismail Beşikçi di warê awaya lênerîna pirsa ”Rojhilat”ê de jî, piştgiriya siyaseta TİPê ya li jor dike û weha dibêje: “Jixwe armanc, çi li Rojhilatê û çi jî li Rojavayê be, azadkirina gelê kedkar û afirandina hebûna wî bû. Ji bo ku pirsa Rojhilatê ne weke pirseke serbixwe, weke pirseke di nav pirsa giştî ya pêşvebirina Tirkiyeyê de dihate pêşkêş kirin; ev pirs ji bikaranîna hinek siyasetên bi meqsed yê weke kurdperestiyê, hate rizgar kirin û li ser bîrûbawerî û bingehekî realîst hate bi cih kirin” (30). Karbidestên dewletê û partiyên siyasî yên Tirkiyê, Mitîngên Rojhilatê ji nêzîk ve taqîb dikirin. Piştî mitînga Sêweregê hinek kesên ji doza 49-an cezayên sirgûnê jî girtibûn, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin girtin û ew şandin cihê sirgûnên wan. Dewletê, bi vî awayî xwest ku hinek rewşenbîr û welatparêzên kurdan ji van xebat û çalakiyan bi dûr xîne. Walî, qaymeqam û polîsan ji komîteyen amadekar yên mitîngan re gelek asteng û zahmetî derdixistin. Ji bona kesên ji derve beşdarî van mitîngan nebin, riya beşdaran dibirîn. Herweha ji bo ku bala xelkê ji mitîngan bi dûr xîne, musabeqeyeyên taybetî yên navê û hespan amade dikirin. Agahdariyên taybetî ji memûran re dihatin şandin ku ew beşdarî mitînga nebin û li kesên diaxivin guhdar nekin. Di mitîngan de, bi awakî berfireh polîs û cendirme dihatin bi kar anîn. Di wê dema ku mitîgên Rojhilatê hîn dom dikirin; TİP, di serokatiya serokê giştî Alpaslan Türkeş de “Cumhuriyetçi Köylü Millet Partisi” (CKMP), di serokatiya sekreterê giştî Bület Ecevit de “Cumhuriyet Halk Partisi” (CHP) û “Adalet Partisi” (AP) her yek bi heyeteke taybetî dest bi gerên wîlayetên Kurdistanê kirin. Hukûmeta APyê ji destpêkê de bi awakî taybetî ev miting taqîb dikir û kesên ev mitîng amade dikirin bi “îxaneta welêt û cudaxwaziyê” gunehkar dikir. Di civînên Komîteya Ewlekariya Neteweyî de jî bi taybetî li ser mitîngên Rojhilatê û bûyerên li Kurdistanê çêdibûn, hatiye rawestandin (31). Di bersîva îdeanameya DDKO de, li ser sê encamên mitîngên Rojhilatê yên pratîk weha hatiye rawestandin: “1- Rewşenbîrên Rojhilatî li dijî feodalên weke axa, şêx, serokeşîran û sîstema sîtemkariyê ya ku wan pêkanîne ne. Ew di vê baweriyê de ne, ku çînên serdest yên Rojhilatî bi hevkariya çînên serdest yên Rojavayî keda gelê Kurd dixwin. 2- `Siyaseta surgûnê` ya ku hukûmeta Cumhûriyetê sê caran pêk aniye, ne xwediyê bingeheke zanyarî ye û berhemê helwesteke şovenîst e. Rewşenbîrên Rojhilatî li dijî vê helwestê ne. 3- Li gel paşdemayina Rojhilatê Anadoluyê, pirseke wê ya etnîkî jî heye. Ji xwe, piştî mitîngên Rojhilatê zanebûneke berbiçav dest pê kiriye û roj bi roj bi awakî berfirehtir pêş ve çûye. Di 16ê sibata 1969an de, li Entabê amadekirina `mitînga şerê li dijî emperyalîzmê`, di 22ê sibata 1969an de li Meletê `mitînga bêkarî, birçîbûn û şerê li dijî emperyalîzmê`, di 17ê adara 1969an de li Qersê amadekirina `meşa gundiyan`, di 13ê nîsana 1969an de li Diyarbekirê `mitînga protestokirina pêşneyara parastina nîzama qanûna bingehîn û azadiyê`, di 19ê nîsana 1969an de li Agriyê amadekirina `mitînga li dijî bêkarî û şer` encamê afirandina potansiyela mitîngên Rojhilatê ne” (32). VI- OPERASYONA 1968AN Û MAHKEMEYA ANTALYAYÊ PDKTyê bi beşdarî û çalakiyên xwe yên di van mitîngan de ji aliyekî hebûn û qewta xwe ya rêxistinî dida diyar kirin, têkiliyên xwe yên bi civata kurd re berfirehtir dikir û rêxistiniya xwe xurtir dikir; lê ji aliyê din jî bala karbidestên dewleta Tirkiyeyê bêtir dikşand ser xwe. Ji xwe pir derbas nebû, piştî Mitînga Ankarayê bi du mehan, di 19ê çeleya paşîn ya 1968an de li ser Partiyê operasyonek taybetî dest pê kir. Ligel 4 endamên damezrîner ên Partiyê 16 kes hatin girtin û mahkeme kirin (33). Operasyon ji aliyê Îstiqbarata Turkiyê ve diha te meşandin. Operasyon di eynê demê de li Diyarbekirê, Batmanê, Sîlwanê, Tatwanê, Nuseybînê, Qiziltepeyê, hate destpêkirin. Pirsiyariya polîs li Diyarbekirê dest pê kir. Ji îfadeyen girtiyan tê zanîn ku polîsan gelek eziyet, îşkence, heqaret û tehdît li wan kirine. Di vî warî de Şakir Epözdemir weha dinivîse: "Ew fedaiyên zihniyeta hov ku daxwazên me yên ku di zimanê zanyariyê de "Mafên herî basît" tê bi nav kirin, pir dibînin û dikin-nakin nikarin gotinên Kurd û Kurdistanê di hundirê xwe de qebûl bikin, em şev nivê şevê girtin û ber bi hedefên nediyar de birin. Her awayên îşkenceyê, tirs, fort û zirtên li dîjî mirovatiyê li me kirin. Bi rojan em di îşkencexanan de û 13 mehan jî di nav dîwarên qalind yên zînadanan de pelçiqandin. Weke ku ev têrê nedikir, wezîrê karê hundir Faruk Sükan bi daxuyaniyên resmî û di kursiya Meclîsa Neteweyê Mezin ya Tirkiyeyê de, em cûdaparêz da îlan kir..." (34). Teva ku pirsiyariya polîs li Diyarbekirê dest pê kir û kesên hatibûn girtin ji wîlayetên Sêrtê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Bîngolê, Bitlîsê, Mûşê bûn jî Hakimê Pirsiyariyê yê Diyarbekirê doza Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê, Ömer Turhan û hevalên wî, li gor xala 14/ 2an ya CMUKê û bi sedemê "parastina ewleyiyê" neqlî Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê kir. Li gor îdeanameya vê mahkemeyê, ev kesên navên wan li jêr, li gor bandên 141/ 4 û 173/ 3an yên Qagona Cezayê ya Tirk hatin mahkeme kirin. Şakir Epözdemir di vê derheqê de weha dinivîse: “Di 19 çileya pêşîn de MITê (Teşkîlata Îstiqbaratê ya Tirkiyeyê) em xistin pirsiyariyê. Pênc rojan em îşkence kirin û 70 rojî jî li zîndana Amedê hiştin Xov kete dilê dewletê. Mahkemeya me rakirin Antalyayê. Wan nikarîbûn me li mahkemeyên Amedê mahkeme bikirina. Me Kurd û Kurdistan vekirî diparast û me dê biparasta. Ev helwesta me dikarîbû Diyarbekir rakira ser lingan. Piştî 8 mehên me li Anyalyayê temam bûn, em derxistin Mehkemeya Ceza Giran....” (35). Di vê operasyonê de, mohr, program û destûr, nameya serokê PDKT Av. Faik Bucak ku ji Serok Mustafa Barzanî re şandibû, belgeya nunertiya Ewropayê ya ji Îsmet Şerîf Wanlî re hatibû şandin, belavokên Partiyê û hinek belegeyên din hemû ketibûn destê dewletê. Yek ji armanca vê operasyonê jî ew bû ku Reşîdê Hemo bigre û bi wî awayî îspat bike ku pêwendiyên me bi kurdên derve re heye. Lê ew di vî warî de bi ser neketin. (36). Navên kesên li Antalyayê dihatin mahkeme kirin ev bûn: 1- Ömer Turhan: Di 15.8.1936an de li wîlayeta Sêrtê, qeza Erûhê, gundê "Dih"ê hatiye dunyê û muhasibê Pansiyona Zarokan ya Diyarbekirê ye. 2- Mehmet Şakir Epözdemir: Di 3.4.1938an de, li wîlayeta Sêrtê, qeza Baykanê, gundê "Dilektepe"yê hatiye dunyê û li Diyarbekirê memûrê telgirafa ye. 3- Şefik İşi: Di 12.3.1331ê de li wîlayeta Diyarbekirê, qeza Liceyê, gundê "Hanyat"ê hatiye dunyê û karker e. 4- Mehmet Sadık Gül: Di 1.1.1948an de li wîlayeta Sêrtê, gundê "Koçpınar"ê hatiye dunyê û rêcber e. 5- Abdurrahman Ucaman: Di 1.1.1934an de li wîlayeta Diyarbekirê, qeza Xanê li nifûsê qeydkirî ye û teknîsenê radiyoyê ye. 6- Şemsettin Arıtıcı: Di sala 1934an de li wîlayeta Diyarbekirê li nifûsê qeydkirî ye û terzîtiyê dike. 7- Nezir Aydın: Di sala 1335an de li wîlayeta Mêrdînê, qeza Stewrê li nifûsê qeydkirî ye û li Kızıltepeyê dikandariyê dike. 8- Şükrü Alpergin: Di sala 1927an de, li wîlayeta Mêrdînê, qeza Nisêbînê, gundê Talatê hatiye dunyê û li Nisêbînê xwediyê otêla Başak Palasê ye. 9- Sait Elçi: Di sala 1341ê de li wîlayeta Bîngolê, gundê Zeynebê hatiye dunyê û li Diyarbekirê muhasibê serbet e. 10- Derviş Akgül: Di 6.9.1938an de li wîlayeta Sêrtê, qeza Kurtalanê, gundê "Ayinkasir"ê hatitiye dunyê û li Batmanê di Petrol Ofisê de memûr e. 11- Zübeyir Yıldırım: Di 1.1.1933an de li wîlayeta Mêrdînê, qeza Nisêbînê, gundê Çalê hatiye dunyê û cotkarî ye. 12- Musa Sağnıç: di sala 1341ê de li wîlayeta Bitlîsê, qeza Tatvanê li nifûsê qeydkirî ye û fabrîqeya daran dixebitîne. 13- Mehmet Ali Güneş: Di 5.6.1938an de li wîlayeta Bitlîsê, qeza Tatvanê, gundê Reşadiyê Herabiyê Cesûr li nifûsê qeyd kiriye û elektirîkvan e. 14- Alettin Laçin: Di 11.5.1927an de li wîlayeta Mêrdînê, qeza Kızıltepeyê, Xursanavê li nifûsê qeydkirî ye û karker e. 15- Saracettin Ünlü: Di 15.11.1933an de, li wîlayeta Mûşê, qeza Bulanixê, gundê "Gümüşpınar"ê li nifûsê qeydkirî ye. Li Patnosê rûdinê û bi tîcaretê mijûl dibe. 16- Mehmet İskan Azizoğlu: Di 16.7.1939an de li wîlayeta Diyarbekirê, qeza Silîvanê li nifûsê qeydkirî ye û cotkarî ye (37). Ji zebta Dadgeha Antalya ya Cezayê Giran (Esas no: 1968/ 235, Karar No: 1971/ 81, C.M.U. No: 1968/420) tê zanîn ku ji wan 16 kesan, tenê du kesan rast û rast li PDKTyê xwedî derketine; program û destûra wê di mahkemeyê de parastine. Weha diyar dibe ku ji bona ew kesên din cezayê nexwin, ev rê hatiye hilbijartin. Lê ji biryara dadgerên mahkemeyê eşkere dibe ku ji destpêkê cezayên van kesan li wan hatibûn birîn û bi îdeayên bêbingeh ew kesên din hatin ceza kirin. Di vê zepta biryara dadgehê de, bi kurtayê îfade û berevaniyên wan 16 kesan hatiye nivîsandin. Lê weha diyar dibe ku ew ne tevayiya îfade û berevaniyên wan e. Ji bona rewşa wê demê ya siyasî û helwestên dadgehê raxînim ber çavan, ez dê ji vê zebta dadgehê çend perçe nivîsan binivîsim: Berevaniya Şakir Epözdemir: (Zebta Dadgehê, r. 3-4) "Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ya sala 1965an ji bona pêşketina Rojhilatê û pêşvebirina ferdî û civakî, xizmetek nîşan nedida. Li gor dîrokê, navçeya rojhilatê ku ji berê de kurd li ser dijîn, weke Kurdistan tê zanîn; ji kesên li wê derê cîwar in jî Kurd tê gotin. Gelek paşde manin. Mafên wan bû ku ew jî weke mirova û bi awakî pêşketî bijiyana. Bi vê bîrûbaweriya esasî, em bi rê ketin û me biryar da ku rêxistinekê bi navê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê ava bikin. Pêşengê vê bîrûbaweriyê awûqatê ku hate kuştin Faik Bucakoğlu bû. Vî mirovî prensîbên bingehîn yên destûrê, naveroka wê, awayên bi karanîna wê û wê kengî têxe jiyanê bi dûr û dirêjî îzah kir. Me lê guhdarî kir û xwend. Mebesta me, tirk û kurd bi biratî dest bidin hevdu û navçeya Rojhilatê bipêşxînin. Em li dora vê armancê civiyan. Îro jî, di nav tirk û kurdan de newalên gelekî kûr û bêbinî hene. Yanî newalên kûr yên newekheviyê hene. Me xwest ku em bi hevdu re vê valayê dagrin. Tu bîrûbawerî û tevgereke me ya ku me xistiye jiyanê tuneye. Mebesta min ji newekheviya kûr û bêbinî ya di nav tirk û kurdan de, di warê aborî de bêbalansiya nav herêman e. Newekheviya kulturî, di maneya ku li dibistanan hakîmkirin û xwendina zimanê kurdî de ye. Destûr ne xerabxwaz e, li gor qanûna bimgehîn ya tirk e. Ji bona pêşketina xwe, me dest avêt vê riyê. Li Tirkiyê, li hemberî Rojhilatê helwest û zîhniyeteke şaş heye. Bi gotinek hîn zelatir, di hukûmetên wan de, esasê devjêberdan û îhmalkirina Rojhilatê heye. Kesên li vir dijîn, bi riya rewşenbîrên xwe serî li hukûmetên demê dan, lê pêwîstiyên ku divyabûn bihatan kirin, nehatin kirin. Piştî şoreşa 27ê Gulanê şiyarbûnek çêbû. Ewladên wê derê xwe spartin qanûna bingehîn ya 1961ê û dest pê kirin ku xwe biparêzin û pêşve bibin. Ji bona hevwelatiyên me yên ku li Rojhilatê rûdinên nekevin bin tesîrên ku ji derve tên, ev partî hate damezrandin......." Îzaha Sait Elçi: (Zebta Dadgehê, r. 6-7) "Tirkiye ji destpêka damezrandina xwe ve, xwediyê civateke etnîk e. Di nav de çerkez, ereb û kurd hene. Beşê mezin ji nîjada tirkan pêk tê. Ew bûn sedemên avakirina ji nav xirbeyê Împaratoriya Osmanî, damezrandina Tirkiyeyek ciwan. Di vê avakirinê de afirandin û fedekariyên weke hev hene. Zarokên welatên tirk, mebest çi dibe bila bibe, bi tu awayî ji hevdu nayên veqetandin. Destên alîkariyê dirêjê kesên ku li Rojhilatê rûniştine nebûye û li gor vê mafên pêwîst û jiyanek pêwîst ji wan re nehatiye nas kirin. Ne nexweşxaneyek me ya bi hacet û pergalên pêwîst xemilandî, ne fabrîqeyek me, ne jî dezgehên me yên civakî û aborî hene; nehatine avakirin û yên avakirî jî naxebitin. Ev cihêtî û kêmketina ku peywendiyên kulturî yên pêwîst neafirandin, em êşandin; lê em li hemberî welatê xwe nekirin dijmin. Hemû partiyên ku hene û hukûmetên wan, beriya werin ser hukum gotin ku em dê derdên Rojhilatê çareser bikin û tiştên pêwîst bikin. Gel ji wan bawer kir, lê vala derket. Ev, hêviya me şikenand. Em mecbûr man ku li çareya serê xwe bigerin. Amadekirina nîzamnameyê, ji vê bîrûbaweriyê derdikeve. Kurdistaneke serbixwe armanc nehatiye girtin. Mirovên birçî û tazî nikarin dewletan damezrînin. Gelek nivîskaran li dijî me nivîsîn û nerînên xwe empoze kirin. Tevgera me ne li gor benda 141/ 4an ya Qanûna Cezayê ya Tirk e.Ev qanûn, ji qanûna faşîst ya Îtalyayê ya benda 270yî hatiye girtin. Bi ruh dişibe wê. Nerîn, bawerî û fikir nayên mahkûm kirin. Di nîzamnameyê de, fikir, bawerî û nerînên me hatine diyar kirin; rewşeke fiîlî tuneye. Ev nabe sûc jî. Sedemên ku em derxistinin hemberî mahkemeyê ne bîrûbaweriyên cihêkirinê ne, berevaciyê vê bîrûbaweriyên hevgirtin û civandinê ne. Heger di radyoyên tirk de, li gor adetên kurdan muzîka wan bê weşandin, wê hukûmeta tirk tu tiştekî wenda neke. Ne curmê muzîkê û ne jî mahkemeya wê heye. Ev, zewqeke manewî ye. Mirov bi fesadiyên derve (Rusya û Erebîstan) û tesîra dewletên din nayê xapandin. Weşanên weke "tirk li we mêze nakin, we pêşve nabin" ne di wê hêza ku me ji Tirkiyeyê veqetîne de ne. Ji bona ku em vî mafê xwe biparêzin û ji berpirsiyarên xwe yên mezin re diyar bikin, em ketin vê riyê. Tu kurdekî ku li dijî welatê xwe casûsî nekiriye..." Teva ku wan kesên din xwe li endametiya PDKTyê nekirine xwedî û hemû îdeayên ku ji bo wan dihatin gotin qebûl nedikirin jî, dadgerên mahkemeyê weha digot: "Niha, em berevaniyên maznunên ku hatine tespît kirin, îfadeyên şahidan, program û destûra Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê û delîlên din bidin ber çavan, em dê bigihêjin vê encamê. Jixwe, gava em destûr û programa Partiya Demokrat şîrove bikin, baweriya ku hemû maznun tewanbar in derdikeve holê". Em ji zeptên mahkemeyê dizanin ku ji derveyî Sait Elçi û Şakir Epözdemîr tu kesekî din endametiya PDKTyê qebûl nekiriye û destûr û programa wê jî neparstiye. Lê teva vê yekê jî, dadgerên mahkemeyê hemû kesên hatine girtin li gor destûr û programê PDKTyê tewanbar dike û cezayê dide wan. Dadgêr piştî van gotinan, li ser pêşgotina destûr û programa PDKTyê radiweste û li gor dilên xwe şîrove dike. Ew ji bona mohrên partiyê jî weha dibêjin: "Herweha, gava mirov li ser van mohran hûr raweste, ev rewş derdikeve holê; li ser mohrekê nivîsa (P.O.Kürdistan T.E.S), li ser remzên din jî nivîsa (Parti Demokrat Kürdistan Türkiye) hene. Ji vêya ev mane derdikeve: Gava Kurdistaneke serbixwe pêkbihata, wê ev mohr bihata bi kar anîn". Dadgerên mahkemeya ji gotina hebûna milletê Kurd jî gelekî aciz dibe û ew jî weke îdeolojiya dewleta Tirkiyeyê ya kolonyakîst û nîjadperest vê rastiyê înkar dikin: "Qabîleyên ku li Anadoluyê cîwar bûnin, ji şaxên eşîrên tirkan hatine. Tenê hinek cûr şax û navên cihê girtine, kok û eslê wan yek in. Milletekî bi navê Kurd tuneye. Ew ji şaxê tûranî yê nîjadê Tirk in. Lê cih ya jî cihên ku ew lê cîwar bûne, di bin tesîra ecem û ereban de mane û di zimanê wan de guherandin çêbûye. Ev tesîr, urf û adetên wan û awayê jiyana wan ji kokê de xerab nekiriye. Ev urf û adetan, eynê urf û adetên tirkan ne..." Bi vê helwesta nîjadperest û kolonyalîst, dagerên mahkemeyê diyar kirin ku divê her şazdeh kes jî bi delaleta benda 64an ya Qanûna Cezayê ya Tirk û li gor benda 141/ 4an bêne ceza kirin. Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê di 5ê nîsana 1971ê de, ji bona 15 kesan sê sal cezayê giran û li gor aynê qanûnê benda 173 fikra dawîn jî sê sal cezayê surgûnê, ji bo Sait Elçi jî çar sal cezayê giran û çar sal cezayê sirgûnê da. VII- BEREVANIYEKE DÎROKÎ YA SIYASÎ Di doza PDKTyê ya li Antalyayê de, wesîqeyeke herî gîrîg jî berevaniya siyasî ya Şakir Epözdemîr e. Teva ku ev berevaniya li ser navê yek kesî hatiye kirin jî di eslê xwe de, ev berevaniya Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê ye. Şakir Epözdemir di destpêka vê berevaniyê de, wê weke "berevaniya doza neteweyê Kurd ya bo jiyaneke mirovî " dide diyar kirin. Ew vê berevaniya siyasî ya dîrokî di 25ê çeleya pêşîn ya 1969an de, bi awakî taahutkirî ji Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê re dişîne. Ev berevaniya, ji 31 rûpelên daktîloyê pêk hatiye. Şakir Epözdemir, bi gotinên Mahatma Gandî yên ku li hember dadgerên mahkemeya Îngilîzan gotibû, dest bi berevaniya xwe dike: "Ez berevaniya Milletê Kurd ya ji bo doza jiyaneke mirovî, bi van gotinên pir vekirî ku divê mirov li ser bifikire yên Mahatma Gandîyê ku li hemberî zilmê bê ku zorê bikarbîne heta dawiyê di ber xwe da, li dijî hemû şer û pevçûnan bû, berxwedana pasîfî û hezkirina mirovî ji mirovatiyê re mîras hişt, şervanên bêçek ku li rûyê dadgêrên kolonyalîstên Îngilîzan digot ku `gelo, gava li hemû girtîgehên Hindistanê cih nemîne, ev têkoşîna me ya mirovî û huqûqî wê dîsa sûc bê hesibandin?` dest pê dikim". Şakir Epözdemîr piştî vê destpêkê dide diyar kirin ku divê beriya bi derengî keve, li ser vê pirsa ku Mahatma Gandî ji dadgerên kolonyalîstên Îngilîzan pirsîbû, baş bê fikirandin. Ji bo menfaetên Tirkiyeyê jî ev kêsek e û divê ev kês neyê revandin: “Gelo roja bi milyonan kurdên ku ji mafên aborî, kulturî, siyasî û civakî bêpar hatine hiştin, ji dewsa vê zincîra bindestiyê heta dawiyê di stuyên xwe de hilgirin, ji bo weke mirovan bijî, bi kêfxweşî zîndanan tercîh bikin û hemû zîndanên Tirkiyeyê bi şeref û serbilindî dagrin; wê gavê jî ev nîzamnameya Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKTyê) ya di destên we de ye ku li gor mafên mirov daxwazên me yên maf û azadiyê armanc girtiye û di nav prensîbên "Misak-ı Milli" de, mafên wekhevî û biratiya tirk û kurdan dixwaze, wê sûç bê hesibandin?...." Di rastiya xwe hede, hêja ye ku mirov bi dûr û dirêjî li ser vê berevaniya dîrokî raweste û rave bike. Lê ev bi xwe jî dikare bibe mijarê lêkolîneke taybetî û pirtûkekê. Loma jî, ji bona ku çarçeweya vê berevaniyê bi awakî pir kurt be jî raxînim ber çavan, ez dê çend perçenivîsan ji wê li jêr binivîsim: "Birêz dadgêr, ceza ku hûn bidin çi dibin bila bibin, em jê natirsin. Em vê netirsiyê û cesaretê ji maf digrin. Tesadufan em dernexistine hemberî we. Bûyera ku em derxistine ser kursiya bersûcdariyê, hebûna rastyiyên dîrokî yên gelê min yê mezlûm e. Ji bona ku bûyerên dîrokî ez anîmem vêderê, ez jî xwe berpirsiyar dibînim ku rastiyan weke wan bibêjim..." "Em, bi îdeaya damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê û pêkanîna çalakkiyan li hemberî we ne. Di destê we de, nîzannameya partiyê heye. îdeaya we ev ku me "Cemyeteke îllegal" damezrandiye. Em vê îdeaya we ji bo lehzakê qebûl bikin jî, armancên me yên bingehîn ku di destûr û programê de cih girtine, ji ber ku pir însanî ne, ma ev nade îspat kirn ku di xebat û çalakiyên me yên îllegal de dahî, em ne "cûdaxwaz" in?...” Li ser daxwazên partiyê yên mutewazî, operasyona PDKTyê, eziyet, îşkence û neheqiyên karbidestên dewleta Tirkiyê, zihniyeta kolonyalîst û neînsanî jî, Şakir Epözdemîr weha dinivîse: “Di nav sînorên “Misak-ı Milli” de parastina mafên siyasî- aborî û kulturî yên neteweyê Kurd, ji bona ku di ronahiya qanûna bingehîn ya Komara Tirkiyeyê û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov de pêkanîna van mafên xwezayî û daxwaza nivîsandina hebûna me ya neteweyî di eynê qanûna bingehînî de, bi tu awayî ne cûdaxwazî ye. Berevaciyê vê, pêdiviya hevgirtin û biratiyê ye. Fedayiyên zihniyeta ku Kurd û Kurdistan kirine tabû û dikin nakin nikarin qebûl bikin, ev daxwaza me ku di zimanê zanistiyê de bi `Mafên Herî Basît` têne bibîranîn, pir dîtin; em di reşayiya şevê de girtin û ber bi îstiqameteke nenas de birin. Her awayên fort, çavsorî û îşkenceyên ne layiqî însaniyetê li me kirin. Em bi rojan di hucreyên reş û tarî de hiştin. Sêzdeh mehan, di nav dîwarên qalind yên zîndanên de eziyet bi me kirin....” “Erê, ez Kurd im... Û di çarçeweya armancên bingehîn yên nîzamnameya PDKTyê de jî neteweperwer im... Ji bona rawestandina li hemberî zilm û zoradariya siyasî, aborî û kulturî ku di her warî de li milletê min bûne û hîn jî dibin, tenê yek rê heye, ew jî neteweperwerî ye. Ez di vê baweriyê de me ku riya ku em weke netewe li ser linga bimînin, hebûna xwe ya neteweyî bidomînîn, tenê Têgîhîştina Neteweyî ye. Ji ber vê yekê jî, ez neteweperwer im...” Dadgerên mahkemeyê dizanîbûn, bi van armanc û daxwazên ku di nîzamnameya PDKTyê de hene, ew nikarin cezayên zêde giran bidin ew kesên hatibûn girtin. Loma jî wan dixwastin ku kesên girtî bi îdeayên “Kurdistaneke Serbixwe” ya jî “Komara Federal ya Kurdistanê” ceza bikin. Lê, ev daxwazan di destûr û programa PDKTyê de tunebûn. Ji ber vê yekê jî dadgerên mahkemeyê “Nameya Vekirî” ya parlementerê berê yê Diyarbekirê Mustefa Remzî Bucak ku di sala 1963an de ji serokwezîrê wê demê İsmet İnönü re şandibû, weke delîl qebûl dikir. Li ser daxwazên “Komara Serbixwe ya Kurdistanê” û “Komara Federal ya Kurdistanê” Şakir Epözdemîr weha dinîvîse: “Xwendekarekî ku dibistana destpêkê xwendibe û programa partiya me analîz kiribe, wê bibêne ku program daxwaza "dewleteke serbixwe ya jî federal" nayine; heta "otonomî"yê, yanî îdareyek xwe bi xwe dahî nayine...” “Gava ku em dibêjin, em îro komarek serbixwe ya Kurdistanê nafikirin, nayê vê manê ku em dê heta dawiyê di bin pençê zilm û zordestiyeke girand de bimînin...” Ez ne li dijî sîstema federalî me. Milletên ku çarenivîsa xwe kirine yek, di nav sîstemeke demokratîk de, bi rejîmeke wekhev û azad, ji bona heta dawiyê bi hevdu re bijîn, şiklên komarên federal alternatîfa herî munasib û hevdem e. Gelek dewletên mezin û piçûk yên dunyayê şahidên vê yekê ne. Lê, ji ber ku ez kesekî ji program û felsefeya PDKTyê bawer dikim, ez naxwazim ji çarçeweya programa wê derkevim. Gava hûn vê programê analîz bikin, hûn dê bibînin ku daxwazên me ji mafên siyasî, aborî û kulturî pêk hatine. Mafên siyasî: Di parlamentoyê de, li gor hejmara nifûsa me mafên temsîlê ye. Mafên kulturî: Bi zimanê xwe yê zikmakî xwendin, li Kurdistanê vekirina dibistanên pêwîst, di perwerdekirinê de pêkanîna mafên wekhevî û dawîlêanîna sîstema perwerdekirina asîmlasyonê ne. Mafên aborî: Rakirina newekheviya nav herêman e. Ji bona ku Kurdistanê ji paşdehiştinê rizgar bike û gelê Kurd ji sefaletê xelas bike. Ev daxwazan, dikevin nav sînorên "Mafê Herî Basît yê Mirov". Daxwazkirina van mafên demokratîk û têkoşîna ji bo van mafên xwezayî, ne hew wezîfeya rewşenbîrên kurdan e; ev wezîfe, di eynê wextê de dikeve ser milên rewşenbîrên tirkan jî". "Sebebê esasî yê ku ez derxistime huzûra we, rastiya Kurdî ye ku ev 46 sal in ji aliyên hukûmetên cumhûriyetê ve, hatiya înkar kirin û nehatiye pejirandin... Ez dê van tiştan hemûyan bidim ber çavan, rastiyan weke ku hene bibêjim û hewl bidim ku kêmaniyên heta niha hatine kirin û tên kirin, nekim. Di dewsa ez bibêjim `Rojhilat û Rojhilata başûr`, ez dê navê dîrokî û cografî yê vî welatî ku bi yek gotinê tê îfade kirin, Kurdistanê bi kar bînim. Di dewsa ez bibêjim hevwelatiyê tirk, ez gotinên hevwelatiyên Tirkiyeyê ya jî gelê Kurd, neteweyê Kurd rastir dibînim. Çawaku navê rastî yê cografya Kurdistanê ne `Rojhilat û Rojhilatabaşûr` e û divê em bibijin Kurdistana Tirkiyê, ji neteweyê Kurd jî divê em bibêjin neteweyê Kurd...” Şakir Epözdemir, ji dadgerên mahkemeyê re dide diyar kirin ku ew evîndarê serxwebûn û azadiyê ye. Gotina edaletê jî muqades dizane. Sedemekî ku piraniya gelê Kurd ji qanûna bingehîn ya 1961ê re gotine erê jî ev bû ku wê mahkemeyên serbixwe têketina jiyanê. Me digot qey mahkemeyên serbixwe hene û ew dê êdî li gor daxwazên hukûmet û îktidarên siyasî nemeşin. Loma jî, teva hemû israrên MİTê min tu îfade nedaye wan û di derheqê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê weha gotiye: “Eşyayên ku li otêla Mûşê hatiye girtin yên min in. Ez ê îfadeya xwe li mahkemeyê bidim”. Bi dû re jî, ew li ser eziyet, bêqanûnî û hovitiya karbidestên dewletê weha didomîne: “Mixabin ji îfadeya Dadgêrê Komararê yê Diyarbekirê diyar dibe ku bi destûra wî em pênc şevan di hucreyên nenas de hatin hiştin... Teva ku divyabû em di nav çar hefteyan derketina huzûra mahkemeyê, ev dem heyşt meh kişand. Ji bona ku di warê aborî de me biêşîne, me ji malbat û hogirên me dûr bixîne, herweha bi armanca ku me ji awûqatên kurd yên ku wê bê pere em biparastana bi dûr bixîne û bi behaneya "ewlekariya gelemperî" piştî rêwîtiyeke tam 36 seetan, em ji Diyarbekirê anîn Antalyayê... Li Tirkiyeyê ev 46 sal in ku nexweşiya fobiya kurdî heye. Ev fobiya hestên kevneperest û şovenîst, di serî de biryarên xwe dane... Li gor benda hênartinê divyabû em zêdeyî 8 mehan girtî nemana, ev dem 13 meh ajot....” Şakir Epözdemir, bi awakî dûr û dirêj li ser politika dewleta Tirkiyeyê ya ji bo Kurdistanê, bi zanebûn paşdehiştina Kurdistanê, feqîrî û perîşaniya gelê Kurd, belavnekirina erdê li gundiyan, guherandina navên gund û herêman, zilm, zordarî û bêedaletiya dewletê ya li ser gel, radiweste; bi gelek mîsal û mînakên balkêş û jîndar vê rewşê şîrove dike û rewşa Kurdistanê ya kolonî bi awakî pir zelal radixîne ber çavan: “Gotinê hevwelatiyekî Ruhayî ku di sala 1933an de û yê kalekî gundî ku di sala1966an de gotibûn, gelekî ramandar in; `heta ku Kurd negihêjin nasnemeya xwe, wê ev rewşê eynê berdewam bike û her ku herê wê xerbtir bibe`... Li ser wan mîsalên ku min li jor dan, em careka din bifikirin. Ewqas mînak nîşan didin ku li Kurdistanê tenê tabela hatiye guherandin û hukûmetên Cumhûriyetê di çarçeweya Turkiyê de, çavê xwe ji hebûna koloniyekê re girtine. We divê em ji vê re bibêjin Koloniya Sergirtî, we divê em bibêjin Nîvkolonî û we divê jî em bibêjin Koloniya Îndîrek. Tam 46 sal in ku Kurdistan weke Koloniya Tirkiyeyê ye. Heta û heta, gelek metodên hov û neînsanî ku li koloniyan dahî nehatine bikaranîn, iro li Kurdistana Tirkiyeyê hene û tê bikar anîn...” Şakir Epözdemir bi dû re li ser hinek bûyerên dîrokî, neheqî û bêbextiya li gelê Kurd hatiye kirin jî radiweste, bendên nîzamnameya Partiya Demokrat ya Kurdistanê şîrove dike û wan diparêze. Ew, vê berevaniya xwe ya siyasî bi van gotinan dawî tîne: “Hêza hov, dikare bi qasî ku dema hakîmyeta xwe bidomîne, dom dike. Serketin hergav wê ya maf û mafdar be. Em ji demokrasiyê û azadiyê bawer dikin; ew demokrasiya ku sînorên xwe her roj firehtir dike. Ev xala ku bi neheqî layiqî me tê dîtin, wê rojekê êdî derbas nebe û di pratîkê de nekeve jiyanê. Teva hemû encam, asteng, tehlûke û zordariyên ku ji min re werin, tevgera neteweyê kurd ya însanî û aştî wê neyê rawestandin û em ê dev ji mafên xwe yên neteweyî bernedin. Hebûna bingehê beşerê, li ser vî prensîbê ehlakî ye. "Hêviya me ne programa mirinê, programa jiyanê ye. Em bi xwe bawerin ku em ê bi ser kevin....” (38).
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.