|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Mihemmed Pêxember
Hz. Mihemmed Sela Allah Aleyh We Sellem, (Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Haþîm bin Abd Manaf al-Qureyþî) di sala 571 da li bajarê Mekkê hatiye dinê û di sala 632 da jî li Medînê da çûye ser heqîya xwe . Hz. Mihemmed (S.A.W) pêxemberê Xwedê yê dawîyê ye. Jîyana Wî Pêxember Mihemmed (S.A.W) di bajarê Mekkê li Erebistan a Suud ê di sala fîlan li dû mirina bavê xwe hatîye dinê. Navê bavê wî Abdullah û navê dîya wî jî Amîne ye. Hz. Mihemmed (S.A.W) ji malbata Haþimî û ji eþira Qureyþîyan e. Di þeþsaliya xwe de diya wî Amîne dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe ba bapîrê xwe Abd-ul-Muttalib. Du salan þûnde bapîrê wî jî dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe mala apê xwe Ebû Talib û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortanîya xwe de Hz. Mihemmed (S.A.W) ji bo eþira xwe bi salan þivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Hz. Mihemmed (S.A.W) bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mîrovan ji wî re "Mihemmed el-Emîn" digotin. El-Emîn bi Kurdî tê maneya "yê ku mîrov dikanî jê bawer bike, dilsoz". Xortanî û Destpêka Pêxemberiyê Di sala 595 an da Hz. Mihemmed (S.A.W) bi jinikeka bî û dewlemend bi nav Xedice bint Huveylit re , ku 40 salî bû, zewicî. Hz. Xatice rihma xwedê lê be yêk ji musilmanên yêkemin e û di sala 606 an de keçek bi nav Fatima ji wan re dibe. Heta ku Hz. Xatice dijiya pêxamberê Xwedê (S.A.W) bi qet jinekî din re nezewiciye. Dema Hz. Mihemmed (S.A.W) nêzikî 40 salîya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vî yekê ji gellê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê þikeftekî de li ser çiyayê Hîra li nêzikî Mekkê derbaz dike. Bi rojan di wî þikeftê de dimine û li ser jiyana mirovan mijul dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekkê pûtperest bûn. Di 40 salîya xwe de, li çiyayê Hîra yê, wahiya yekemîn ji wî re hat. Wahî ji ayetên yêkemîn yê sûreta bi nav "Îqra" (bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta feriþteh Cibra’îl hatî bû þandin. Cibra’îl milê wî girt û got „bixwîne!“, ewî (S.A.W) got „ez çi bixwînim?“. Cira’îl car din pirsî, û Resûlê Ekrem, ew Zatê Muþerref (S.A.W) car din ji serferiþtahê Cinnetê re got „Ez çi bixwînim?“. Piþtî sê caran Cibra’îl got „Bismîllehî-r-rihmanî-r-rihîm. Îqra b’îsmî Rebbî-ke `l-lazî xeleqe `l-însene min `elaq…, bi navê Xweda yê ku meriv ji perçeka ‚xwînê’ çêkiriye“ bixwîne.“ Li ser vî buyerê Hz. Mihemmed (S.A.W) bi heyecanekî mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Hz. Xaticê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Hz. Xaticê re buyera ku hatî bû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatî bûn þandin xwend. Êdî ji Hz. Ebû Bekir, Hz. Elî û Hz. Zeyd re jî pêxemberiya xwe eþkere kir û hemû bûn musilman. Hz. Mihemmed (S.A.W) ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wahî ji wî re nehatin. Piþtî sê salan gava pêxemberê Xwedê (S.A.W) dîsa li þikeftê de bû wahîya duyemin hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eþkere kir û ji gellê Mekkê xwest ku bi Wî bawer bikin. Di pêþiyê de serokên eþîra Qureyþê guhê xwe nedan gotinên Hz. Mihemmed (S.A.W) û bi wî yariyê xwe kirin. Lê Ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyþê ji bo xwe ketin telaþê û dest bi îþkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsîyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îþkenceyan jî, Hz. Mihemmed dest ji doza xwe nekiþand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeþistan ê. Bûyerek mezin ku yê li ser Hz. Mihemmed (S.A.W) tê gotin jî þeva pîroz Mîraç e. Di vî þevî de Hz. Mihemmed (S.A.W) bi alikarîya Xwedê ji bajarê Mekkê çûye bajarê Qudis ê mizgefta Mescid î Aqsa yê û li wê derê jî bi tev feriþtan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eþîra Qureyþ Hz. Mihemmed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekkê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Hz. Mihemmed (S.A.W) çû Ta’îfê û li wê derê pêxamberiya xwe eþkere kir. Lê ta’îfiyan bi bin bandora serokên Mekkê heqeret li wî kirin û ji bajarê xwe derxistin. Koç Kirin (Hîre) Êdî Hz. Mihemmed (S.A.W) biryar da ku bi hemû musilmanan koç bike here bajarê Medîne (Ewdem navê bajêr „Yesrîb, „yathrib“ bû. Dema Hebîbullah çû wir êdî ji bajar re gotin „medînet en-nebî, bajarê Pêxember“. Ew nav li Yesrîbê ma û navê wê bû Medîne, „bajar“.) Ji ber vî yekî bi çend serokên eþîrên Medînê, yên musilman, dizî hevdîtinek ava kir. Lê di demekî kurt de serokên eþîra Qureyþ fêrê vî hevdîtinê bûn û ji bo ku Ola Îslamê li bajarên din belav û xurt nebe, biryar dan ku Hz. Mihemmed (S.A.W) bikujin. Lêbelê Hz. Mihemmed (S.A.W) ev plana wan bihîst û bi tev heval û apê xwe Hz. Ebû Bekir, Rihma Xwedê lê be, ji bajarê Mekkê derket. Herdu bi hev re sê rojan di þikefta bi nav Sewr de xwe veþartin û roja 20 ê Îlon ê sala 622 an gihîþtin nêzikê Medînê gundê Kûba yê. Li vê derê Hz. Mihemmed (S.A.W) bi tev hevalên xwe yên ji bajarê Medînê mizgefta yekemîn a Ola Îslam ê çêkir. Dema Medînê Yesrîb, El-Medîne, ewdem di civateke ji Mekkê cûdatir bû. Eþiretên Ews û Xezrec di þerr de bûn û li wir çend malbatên cihûdan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû Qureyze û Qeynûqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hirceyê bibûn musilman jî hebûn. Ji van re digoten „Yên alîkar, El-Ensar“. Di dawiyê de jî musilmanên Mekkê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medînê, muhacîrûn. Berî her tiþtî Hezretî Pêxember (S.A.W) eþîrên di þerr de li hev anî. Di peymana Medînê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate Musilmanan “umma” û civata cihûdan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cîhekî dewlwmend ket destê musilmanan û hemû cihûd ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî bi musilmaman dikirin. Resûlallah (S.A.W) sê caran bi Muþrîkên Mekkê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li Bedrê cengek qewîn cêbû. Musilman serketin û hemû qenîmeta Muþrikan ket destê wan. Di þerrê Uhudê de musilman perîþan bûn, ji ber ku ew leþkerên bi tîrkeban ku Resulallah (S.A.W) li sere çiya cîhkiribû û ji wan re goti bû “Çi dibe bila bibe, ji cîhên xwe neleqin”, dîtin ku wa musilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leþkerên muþrikan. Lê leþkerên sîwarî Muþrikan yên xwe veþarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi piþt ve li musilmanan xistin. Musilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û sehîd ket, wek Hz. Hemze, Rihma Xwedê lêbe. Diranê Bimbarek ê Resûlê Ekrem (S.A.W) jî di þerr de þikest. Cengeka din jî li Medînê çêbû. Muþrik ji Mekkê bi rê ketin û hatin Medîne. Resûlallah (S.A.W) ferman da û got bile li dora bajêr çelên kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha þerekî girîng çê ne bû û Muþrîk ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn. Musilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medînê teqîb kirin. Piþtî van cengan, 6 salan piþtî hicreyê Resûlallah (S.A.W) ummeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekkê Kabeyê toaf kin, “umre”.Li Hubeydiyê, gundekî nêzîkê Mekkê Muþrikan rê li wan girtin. Pêxemberê Xwedê (S.A.W) nexwest þerr çêbe û bi serokên Qureyþiyan peymanek damezirand. Herwiha Qureyþiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û musilmanan qebûl kirin: 1) Jib o 10 salan çekberdan, qedandina cengê. 2) Ewlehiya musilmanên ku wê werin Mekkê an baþûr jib o bazirganî an toaf û Hecc. 3) Ewlehiya Qureyþiyên wê biçin bakûr. 4) Kolên ku bê destûra xwediyên xwe ji Mekkê werin Medînê wê para biþînin. 5) Sala peymanê kes ji Medînê naçe Mekkê, li di salên dû re Musilmanê bikaribin biçin Mekkê jib o Hecc û Umre. Dema salên peymanê Resûlallah (S.A.W) çû Mekkê Leþkerên bi hêz wek Xalid bin Welîd û Amr bin As û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekkê de êdî tiþtek ne mabû. Du sal piþt peymanê Hz. Mihemmed (S.A.W) bajarê Mekkê bê þerr ji Muþrikan stand. Resûlallah (S.A.W) Pûtên Kabê bi destê xwe hilþand. Bi kesên derdorê Mekkê re cengek çêbû. Di wê cengê de musilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweþandin. Di sala 632 an de Resûlallah (S.A.W) ziyareta dawiyê li Mekkê kir. Li wir di Xutba xwe ya dawiyê de ji Ummeta Îslamê re nesîhet kir. Got “ Musilman birayê musilman e, ji hev re zulmê nekin, mafên birayên xwe ji wan negrin. Muheqqeq hûnê bigihîjin Xwedayê xwe. Ewê jî hemû kirinên we ji we bipirse. “ Ewsal çû ber Rihma Xwedê. |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Hunera Axaftina XweÞ Û NivÎsandina Rind | heci | Çandi Giþti | 34 | 05-10-2007 11:02 AM |
| Jiyana Mihemmed Pêxember (A.S.) | rojekanu | Çandi Giþti | 0 | 05-01-2007 09:10 AM |
| Mihemmed Pêxamber (A.S.) Jiyana wî | Numberone | Çandi Giþti | 1 | 12-12-2006 10:10 PM |
| Hz. EBU BEKIR ES SIDDÎK | berxwedan | Ýslami Sohbet | 9 | 23-11-2006 07:41 PM |
| Hazretî Elî Kerremellahu wechehû (599-662) | berxwedan | Ýslami Sohbet | 4 | 23-11-2006 07:16 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.