|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Ew, ji dema ku hatibû vî bajarî, nedîtibû ku golê du caran heman kinc li xwe kiribû.
I Roj, bi hewranekê sor re xwe hêdî hêdî ji ser gira kelhê berdide paþ komasiya avê. Û her ku diçe, gol û ezman, ji aliyê vê hewranê alûlê ve tê rapêçan. Cihê ku þewqa rojê dikeve ser rûyê golê, bi her tonên sor ve dibiriqe, yên cihên mayî jî bi rengê sîmê ve ahengeke din pêk tîne. Ewrên rojavayê, ku tu dikarî wan li gor dilê xwe biþibînî her heyînê, bi rengê xwe, bi rengê ezmanê û bi rengê tîrêjên rojê re ketiye nav govenda biaheng a rengan… Kesekî dor bîst û heft - bîst û heþt salî, di hiþê wî de asîka kesekê, li ber þibakê ye. Li ser piyan sekiniye û bi vî awayî li vê govendê temaþe dike. Ji ber bêhngirtina wî cama þibakê hilm digire û hilm di heman kadê de ji holê radibe... Ev dîmena efsûnî, hemû hestên veþartî derdixe holê. Lehenga evîna wî ya neçûyî serî jî bi saya heman dîmenê ji kûrahiya dilê wî derdikeve û tê ber çavên wî . Çendîn dem bûbû ku ew, ji xwediya vê asîkê tu agahiyek nesitendibû. Bi rastî, ew piþtê veqetînê li ser soza xwe mabû û di demekê kin de hatibû serdana wî. Çend rojên bextewar derbas kiribûn bi hev re. Wê bi vê hatina xwe qerabalixa xwe jî anîbû vê bajarê. Kolan, bi hatina wê re bi çeþneke din diherikî. Piþtê vê hatinê, edî qîj qîja qijikên ber êvaran, ew eciz nedikirin. Gol jixwe her roj, her ber bi êvarê bi rengên cuda xwe dixemiland, bi hatina wê xemlên xwe yên herî xweþik herî rengîn li xwe kiribû. Zarokên ku her dem li ser lêvên wan, li ser bîbikên çavên wan ken kêm nedibûn, bi awayekê din, bi coþêke din dikeniyan, dibiþrîn. Dengê kenên zarokan bûbû amûra herî dengxweþik a senfonî ya vî bajarî… Wî, helbestên xwe yên nîvçemayî jî, bi hatina wê re qedandibûn. Û cara yekem bû ku wî ew qas hez ji helbestên xwe dikir û cara yekem bû ku wî, wan bêteredût dieciband. Dest bi çend helbestên nû jî kiribû. Ma ew pêriya wî bû? Ji wî re wisa dihat ku ev rojên xweþ wê qet neqedin. Mixabin… Mixabin ew rojên bextewar, nola qurtek ava, ku li ser axa bin tîrêja roja tebaxê de sotiye ve rijîyayî, ji niþke ve miçiqî. Ji bilî vê yekê, wî qet texmîn nedikir ku bi bandora çûyîna wê, ew qas dilsoj bibe. Roja ku wî û hevalekê wanê hevpar ji xeraja piçûk a bajarê ku, hestên xemxîn li hemû rih, beden û hiþa wî hiþyar dikir, ew bi rê kirin; tiþtekî wekî kevir hat li ser gewriya wî rûniþt. Ne girînî ji dest dihat, ne dilopek rondik ji çavan… Nedikarî ji nav her dû lêvên xwe yên xeyîdî peyvekê derxîne. Heman hîs qet xerîbê wî nebû. Ew hîs, di zarokatiya wî de jî ew tenê nedihiþt. Piþtê her ji hev veqetînê heman kevir dihat li ser gewriya wî rûdiniþt. Waye dîsa heman kevir li ser gewriya wî bû… Û ev veqetîn ji hemû veqetînên din cuda bû. Îcar delala wî jê vediqetiya. Piþtre, ji ber çavan windabûna otobosê, her tiþt; bajêr, kolan, çûk, zarok, gol ji niþke ve guherîbûn. Zarokên çavbiken, bêdil li kolanan dilîstin. Dengê qijikên þaqizî serê wî diêþandin, li kolanan zêde kes nema bûn, yên mayî jî tiral tiral, nola çemên dawiya demsala havînê, bêmad rê digirtin. Ma bi kêmbûna kesekê/î tenê, bajareke mest û mezin, bajareke nola xax wisa wêran dibû? Kemasiyeke mezin hat li ser dilê wî rûniþt. Ezman xwe danî ser serê wî, ew di bin vî ezmanî de pelçiqî. Xwe, wekî kesekî bêkêr hîs dikir. Nola kesekî gemarî… Lê hîn ew rastê jana resen nehatîbû. Gava gihiþt mal, menzelên xaniyê bi kox ve çûbû. Hemû perde vekirîbûn lê dîsa jî hundir, bi taritiyeke ku, nayê terifkirin ve hatîbû rapêçan. Kir teyibê veke lê destê wî neçû. Vê gavê tehamûla wî ji tu dengê re tunebû. Li pirtûkxaneya xwe nêrî…Pirtûkên ku herî hêsan dihat xwendin û wî jî ji xwendina wan hez dikir, pirtûkên helbestan bûn, lê ew jî pir dûrê wî bûn. Li nav xaniyê her tiþt ber bi jêr diçû. Li hindirê menzelê hinekê doþbû. Li derûdora xwe nêrî. Hizra hin tiþtan dikir, lê bi xwe jî nedizanibû ew tiþt çi ne. Xwe avêt ser qoltixê, lingên xwe çiqê hewayê kir. Hê nû fêm kir ku lingên wî, çîpên wî, hemû laþê wî, ji westanê diêþiyan. Ew û hevala wan a hevpar ji xeraja otobusan -xeraj û bajar gelekî dûrê hevbûn- peyatî hatibûn. Çavê wî li qaxiza ku li ser sêpayê bû, ket. Rahiþte wê; helbesta wî ya dawîn. Lê nêrî, ew… wî ew xwend, her ristê wê kêm bûn. Di navbera bendan de tu eleqe nedît. Lê duh êvarê çendîn hez ji vê helbesta xwe kiribû. Li binê helbestê, mêjû û cihê nivîsînê hatibû nivîsîn. Kir çîr bike, lê destê wî neçû. Jixwe heya niha tu helbestekê xwe çîr nekiribû. Ne xirab ne yên din… Qaxiz virê ser sêpayê kir, qaxiz ji ser sêpayê wekê pelçêkê ku ji þaxa darê bikeve, wisa sivik, wisa çeleng ket erdê. Çavê xwe jê veqetand. Kûr û kûr bêhn girt, ew çend rojên dawîn ji ber çavên wî derbas bûn. Nêrînên wî li arikê, bi maxan ve daliqî. Maxên xêniyê jimerî, du sal bû ew li vê xaniyê dima, lê cara yekem bû ku maxan dijimerî, donzdeh max… Dîsa ew tenetî û bêzariya wî ket bîra wî. Ne di destê wî de bû… II Donzdeh max. Donzdeh meh... Dema ku ji wan rojan vegeriya îro, êdî roj xwe gihandibû paþ gira kelê. Nedihat dîtin. Tenê li pey hewrana wê þopekê rengîn mabû, lê ew jî her ku diçû rengê xwe bi ser rengê reþ ve diqeliband. Dem tiþtekê wisa bû; þopa her tiþtê dibir. Her çiqas bi herikîna rojan þopa tenêtiyê jî sivik bûbûya tenetiya wî û tenetiya vî bajarî wekî xwe mabû. Lê ew hînê vê rewþê bûbûn. Jixwe êdî rewþa awarte ji bo wî û ji bo vî bajarî bûbû rewþeke asayî. Ta ku piþtî salekê dîmena esirê dîsa wê bîne bîra wî. Ji niþke ve ji ber pacayê dûr ket. Xwe li ber pirtûkxaneyê dît. Destê wî bi hîndarî li nav pirtûkan geriya. Û dûre tiþtekê ku lê digeriya dît. Pirtûka Çîroka Ciwaniya Yilmaz Guney. Ji nav pirtûkê qaxizekê derxist. Qaxiz zer bûbû. Ji çend cihan derzîbû. Têra xwe qurmiçî bû. Rahiþt, pêþî li mêjûyê nêrî. Wî, ew xwend. Ne xirab bû. Mirov dikarîbû çend cihên wê biguherîne… Lê bi vî awayê jî nexirab bû. Wî, bi baldarî ew qet kir. Kir ku wê dayne cem helbestên din… lê ji bo careke din xwendinê serebero wê danî ser pirtûkan. Fêm kir jana wan rojan ketiye bîrê… Lê zêde nedixwest ber bayê wan rojan bikeve. Dizanibû çendin li hundirê xaniyê bi serê xwe tenê bimînê bê îradeya xwe ewê noqê wan rojan bibe. Loma xwe avêt der. Nedixwest çavê kesî lê bikeve, ne jî çavê wî li kesî... Ji ber vê yekê li dûrê çirayên sikak, panoyên ronak a banqeyan, camekanên dikanên mezin, li kolanên tarî ya vê bajarê geriya. Dotira êvarê têra xwe, xwe westand. Gava gihiþt mal, bi hemû westanê xwe avêt nav nîvînê. Do êvarê hemû karê xwe li cih, nîvî hiþtibû, ji ber vê yekê bi destpêka roja nû re xwe bi karê malê ve danî. Menzêlê raketinê hinekê berhev kir. Li salonê cihê hin tiþtan guherand. Li gor zilamekî ezeb mala wî, malekê zêde sererast bû. Tu tiþt xeynî cihê xwe yê asayî li cihêkê din nebû. Ew rewþa sitatîk divê bihata guhertin. Bi vî awayî cihê her tiþtî guherand, lê pirtûk… ya cihê pirtûkan. Lingê wê, ew nedibirin ba pirtûkan. Mecbûrî çend gava ber bi pirtûkan ve avêt…Di vê navberê de, ku wî dixwest bi dûrketina pirtûkan, xwe ji ber bayên wan rojan dûrbixîne, ji niþke ve derî lêket. Ew bi lêketina derî re veciniqî. Lê ev yek ji bo dûr ketina pirtûkan bûbû meheneyekê baþ. Bilez berê xwe da deriyê. Bi bayê leza wî, qaxizê ku helbesta jana wan rojan hilgirtibû, ji ser pirtûkan ket erdê. Ew bi vê rewþê werneqilî. Xwe gihand deriyê û pirsî. - Ew kî ye?, gava pirs ji devê wî derdiket ew dengê xwe nas nekir. Dibe ku bîranînên kevn, ji niþke ve lêketina dêriyê û veciniqîn bûbû sedema biyanîbûna dengê wî. Ji paþ deriyê qet deng nehat. Qiriqa xwe paqij kir û dîsa pirsî; - Ew kîî ye? Îcar dengê wî hinekê din nas bû. Ji der jî dengek hat, dengê keçikekê. - Ez im! Lê ew ne li benda kesî bû. Demekê guhê xwe da wî dengî… Ev, ev dengê wê bû, dengê delala wî. Derî vekir. Bi vebûna derî re çavên wî qemiþîn. Pêþî çavên wî xeynî ronahiyekê sipî ku dikarîbû çavê mirovan kûr bike tu tiþt nedît. Piþtî çend saniyeyê siyek li ber çavên wî peyda bû. Hew ku mirov dikarîbû wê siyê biþibîne siya mirovekê, keç an zilam bûna wê ne diyar bû. Lê encax piþtî çend saniyeyên din sî bûbû siya keçikekê. Keçikeke ku porê wê têra paþde girêdanê hatîbû qusandin. Lê porê wê nehatibû girêdan, vekirîbû. Bi qasî ku ji sîluetê kifþ dibû ew keseke bedew bû. Bedewa wî. Lê niha dê ji wê re bigota çi? Ji vê keçika ku bûbû sedema wêran bûna wî, xerabûna vî bajarî… ew li ber xwe nediket, lê ev bajer û rûniþtvanên wê… Qet deng jê derneket. Gotinên ku ji bo hatina wê berê de amede kiribû fikirî. Çavê xwe ji ber wê þewlqê rapripand. Li ber xwe nêrî. Dûre, nêrîna xwe noqê cihekê-wextekê pir dûr kir. Wisa sekinî… Yê ber deriyê hîn benda vexwendîbûna hindirê bû. - Na. Naxwazim tu werî. Jixwe te berê jî bi gura min nekir û tu ji van deran çûyî. Niha dîsa tu bi gura min nakî û qala hatinê dikî. Ez ji te tika dikim, careke din van deran hînê xwe neke? Kolan, çûk û zarokan wisa dîn û har neke. Li dû xwe van deran wisa sêwî, wisa wêran û xirabe nehêle. Jixwe em bi zorê hînê tenetiyê bûbûn. Lê tu hatî û carekê din dixwazî xwe hînê me bikî. Em, her çiqas bajarek mirov bin jî, bajerekê afirende, tu dizanî piþtê çûyînan em xwe wekî arteþên têkçûyî dibihîsin. Wekî konên ji hev de ketî, di payîzan de wekî rezên piþt kergeyê… Ez dizanim tu yê dotira jiyaneke li vir, li ba me nemînî, nêz dereng tu yê dîsa herî. Loma ez naxwazim tu werî. Ez bawerim di dawî de ezê nexefilim. Na ev gotinên min…hîn peyv di devê wî debû ya ber deriye êdî sebra xwe wida kir û got; - Ma tu yê nehêlî ez bikevim hundir? Gava ew gotin ji devê wê derdiket êdî seranser diyar dibû ku yê ber derî kê ye. Bi vî dengî re ew careke din jî veciniqî. Bi her dû destên xwe çavên xwe mist da. Di navbera vebûna derî û axaftina mêvana wî de herî zêde neh-deh saniye derbas bûbû. Xew û xewnekê neh-deh saniyeyî. Gava ji xew rabû, êdî mevana wî nas dibû û niha ew þikir dikir ku axaftina xwe ya ku ji berê de ji bo roja hatina wê amade kiribû bi dengekê bilind neanîbû zimên. Lêborîn ji mêvana xwe xwest û wî, ew dawetê hundir kir. Yê berderiyê; - Wisa dixuye ku tu dîsa dereng rabûyî. Çavên te hê di deryaya xewan de digewizin. - Na ji zû de ye ji xew rabûme. Min pirtûkxaneya xwe hinekê sererast kir. Lê rast e duh bi þev hinekî dereng raketim. Ji komeleyê dereng hatim. - Nola ku tu li benda min nebûyî. Ma min ji te re negotîbû ezê sibê hinekê zû werim? Emê hinekê danûstendinê bikin. Îro dê û bavê min jî li benda me ye. Te ji bîr kir, îro tu yê min ji wan bixwazî? - Na min ji bîr nekirîbû, halbûkî hemû tiþt hê nû dihat bîra wî, bise çayeke deynim ser, min hê taþtê nekiriye, got û berê xwe da mitbaxê. Keçik, ket odeya rûniþtinê. Cihê her tiþtê guherîbû. Hinekî li derûdora xwe nêrî. Çavê wê ber pirtûkxaneyê, li erdê, gihîþte qaxizekê. Ber bi pirtûkan ve çû. Qaxiz ji erdê girt. Bi meraqeke mezin, hizra xwendina qaxizê kir. Pir caran li vê menzela hevalê xwe qaxiz dîtibû, lê tu car li hundirê wê wisa meraqeke mezin peyda nebûbû. Hestên xof û meraqê ketibû nav hev. Dîsa jî wê, ew vekir. Helbesteke bû. Dest bi xwendinê kir. Her ku rist dihatin xwendin, dengeke nas li nav guhên wê olan dida. Dengê hevala wê ya herî nêz. Gava ji xeraja bajêr ji hev vediqetiyan. Hevala wê, ev helbest ji wê re xwendîbû û ser de gotîbû, “Duh êvarê ji bo min helbesteke nivîsî. Helbesteke pir xweþ. Dotira þevê heman helbest ji min re xwend. Waye min jî ji ber kir.” Ji hudir dengê kurikê hat. - Te taþtê kiriye!? |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Apo Osman Sebrî pênc helbest | mezopotamyalim-47 | Helbesten Kurdi | 3 | 20-02-2007 06:56 PM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 03:57 PM |
| Helbest çi ye 5 | Kajîn Jîr | Helbesten Kurdi | 0 | 14-12-2006 09:34 AM |
| kürçe çirok bilen yokmu | rojaberza | Ýlginç Konular | 2 | 14-09-2006 09:13 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.