|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Klasîzm
Mînakên pêşî yên klasîzme di çerxa navîn de derketine holê. Di qonaxa Ronesansê de li ser bingehê Yewnana antîk, bi bergeheke mirovanî berhem derketine holê. Ên ku bingehê vê rêbazê danîne Rebalaîs û Montaîgne ne. Wan hewldane ku ramanên weke mejî, hestiyarî, rastîn, pîvan, girêdana rêzepîvanan ku xwemalê Arîstoteles in, gihandine xwendevanan. Di sedsala 17. de vê neqlê jî nivîskarên weke Malîere, Racîne, Boîleaû vê rêbazê ji nû ve di ber çavan re derbas kirine û bîçimekî nû danê. Klasîzm, nêzîkatiya hunerî û dîrokî ya Yewnana kevin û Romayê diderbirîne. Her wiha ev nêzîkatî bi çonayetiya xwe ve payeyeke estetîkî dihewîne. Jixwe zayîna wê ji ber ku di qonaxa Ronesansê de pêk hatiye, di wan berhemên wê demê de vi aliyê payebilind dîtin ne zor e. Ji ber vê çendê jî ev rêbaz ji bo berhem û afirandinên xwe hinek şert pêwîst kirine: şayeseyî, zadeganî, delalî, hevsengî, vekirîbûnî, gerdûnî, sînordarî û pîvanî. Vê rêbazê mirovê kamil hildaye dest û pêwîst kiriye ku berhem guncavê ehlaqa heyî be. Di nav nivîskarên vê rebazê de navdarên weke Monteigne, Descartes, Racine, La Fontaine û Moliere hene. Romantîzm Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku ev rêbaz li hember pîvan nêzîkatiyên rêbaza Klasîzmê xwe nîşan daye. Ev rêbaz di sedsala 18. de derketiye û hetanî navîna sedsala 19. berdewam kiriye. Romantîzm vajiyê klasîzmê girîngî daye pîvanên weke takekes, derveyî aqilaneyî, hêza xeyalê, jixweberî û repbûna hestên raserî. Ev rêbaz zêdetir bûye raderbirîna bîçemê jiyana burjuvaziyê. Serekê belavkirina vê rêbazê fîlozof û nivîskarê Firensî Jean Jacques Rousseau ye. Di nav vê rêbazê de navdarên mînanî William Wordsworth, Samuel Taylor, William Blake, Friedrich Hölderlin, Johann Wolfgang von Goethe, Jea Paul, Novalis, Chateaubriand, Madame de Stael, Victor Hugo, Alphonse de Lamartine, Alfred de Vigny, Nodier, Soumet, Deschamp, Alfred de Musset hene. Realîzm Ev rêbaz weke têgîneke estetîkî di sedsala 19. de derketiye holê. Çawa ku Romantîzm li hember Klasîzmê derketibû û xwe bi pîvanên xwe di jiyana civaka nû de dabû pejirandin, ev rêbaz jî li hember pîvanên romantîzmê derketiye holê. Vê rêbazê xwestiye ku hunerê ji lasayiya jiyanê derbixîne û berhemên nûjen biafirîne. Ji ber vê çendê jî bergeha xwe ne ji çîna raseran, ji navbera çînên nav civakê hilbijartiye. Jiyana rojaneyî bêyî pêşdarezan daye û xwestiye ku bi rengekî zanistî hilbikole. Lewma vê rêbazê gelek aliyên navcivakî weke zayendî û şidetê girtiye ber mercekê. Di nav nivîskarên vê rêbazê de navdarên weke Gustave Flaubert, Emile Zola, Honore de Balzac, Stendhal, Lev Tolstoy, Îvan Turgenyev, Fyodor Dostoyevskî, Charles Dickens û Anthony Trollope hene. Naturalîzm Ev rêbaz di dawiya sedsala 19. de derketiye û wan qezancên ku Darwîn li ser esasê zanistiyê afirandibû di warê wêjeyê de sepandiye. Di vê rêbazê de vegotin dûrê darezên eplaqî û bergeha hilbijêr maye. Ji ber ku daneyên zanistî bingeh girtiye bi vî aliyê xwe ve ji rasteqîniyê veqetiyaye. Nivîskarên vê rêbazê mêyla xwe dananîne ser çonayetiya ehlaqî û aqilî, zêdetir danîne ser aliyên weke rasthatî û fîzyolojîk ên mirovan. Bi gora vê rêbazê mirov berhemekê derdor û genetîkî ye, lê belê di bin nîrên weke zextên ku ji aliyê civak û aboriyê ve tên dinale. Takekes li hember vê rewşê bi ajoyên hundirî tevdigerin û pêmen in ji diyarkirina çarenûsa xwe. Ji ber vê çendê jî li hember kiryarên xwe ne berpirsiyar in. Di vê rêbazê de berhemên weke Dîroka wêjeya Îngilîz ku Hippolyte Taine nivîsandiye, romana Germinie Lacarteux ku birayên Goncourt nivîsandiye û her wiha Romana Ezmûneyî ya Emîle Zola hene. Sembolîzm Ev rêbaz ji xwe re dike armanc ku vegotina xwe bi rêya jimar û şiklan bide çêkirin. Li ba jimar û şiklan her şiklê geometrîk ku di çarçoveya jiyana mirov de peyda dibin, sembolîzm tê dîtin. Çendî ku mirov di jiyana xwe de rastê van tên û wateyekê li bar nakin jî, ev rêbaz li wan jimar û şiklan wateyên cuda û nebînayî lê dike. Ev rêbaz dihesibîne ku ew jimar û şikil berevajiyê ku tên xuyakirin, di xwe de wate û enerjiyeke cewaz hildigirin. Sembolîzm di derbirîna vê yekê de pêk tê. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku sembolîzm bûye zimanê gerdûnî yê nepeniyan. Şêwaza wê jî yên vekirî û eşkere ne bi rengekî veşartî, yên veşartî ne jî bi aweyekî vekirî diderbirîne. Di vê rêbazê de mijara qisetê yekser nayê dayîn. Empresyonîzm Empresyonîzm di dawiya sedsala 19an de li Firenseyê derketiye holê. Di warê wêje û muzîkê de bibandor bûye. Di vê rêbazê de vekirîbûn na, girtibûn û veşartîbûna mijara qisetê heye. Surrealîzm Di sala 1924an de ev rêbaz derketiye. Despêkerê vê rêbazê helbestvan Andre Breton e. Bi gora wî surrealîzm rêya yekkirina zanebûn û derveyîzanebûnê .e Gava ku ev biyekkirin pêk tê, cîhana xeyalî bi rengê rastîna mitlaq an jî bi wateya raserrasteqînî di nav hev re derbas dibe. Helbet tevkariya Sigmun Freud di warê zanistê de li ser vê rêbazê gelek çêbûye. Vê rêbazê ji xwe re armanc kiriye ku wan hêmayên xeyalî yên cîhana raserrasteqînî pêş bixe. Ji bo vê jî gelek ezmûne hatene lidarxistin. Lê belê ev rêbaz demeke dirêj berdewam nekiriye. Di nav nivîskarên vê rêbazê de navdarên mînanî P. J. Jouve, Pierre Reverdy, Robert Desnos, Louis Aragon, Paul Eluard, Antonin Artaud, Raymond Queneau, Philippe Soupault, Arthur Cravan û Rene Char hene. Existentalîzm(hebûnparêzî) Ev rêbaz di warê wêjeyê de û di heman demê de jî weke rêbazeke felsefîk pêş ketiye. Vê rêbazê bingehê xwe ji hebûniya mirov girtiye û weke pîvan pêşitî û ewilîbûna heyînê diparêze. Ev rêbaz di navîna sedsala 20. de li Firensayê derketiye û di roja îroyîn de jî, him di warê wêjeyê de û him jî di warê felsefeyê de bandordar e. Hemû hewldanên vê rêbazê pêkanîna heyînê ye. Ew jiyana mirov ku di nav rasthatî û bêewlehiyan de ye, di nav heyam û dîrokê de, dikare xwe pêk bîne. Divê xwe ji xwe derbas bike, bigihîne asta derbaskirina hebûniya heyî. Albert Camus û Jean Paul Sartre destpêkerên vê rêbazê ne. Dîsa di aliyê felsefe û wêjeyê de Kierkegaard, Karl Barth, Maurice Blondel, Friedrich Nietzsche, Martin Heidegger navdarên vê rêbazê ne. |
|||||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Realîzm
Ev rêbaz weke têgîneke estetîkî di sedsala 19. de derketiye holê. Çawa ku Romantîzm li hember Klasîzmê derketibû û xwe bi pîvanên xwe di jiyana civaka nû de dabû pejirandin, ev rêbaz jî li hember pîvanên romantîzmê derketiye holê. Vê rêbazê xwestiye ku hunerê ji lasayiya jiyanê derbixîne û berhemên nûjen biafirîne. Ji ber vê çendê jî bergeha xwe ne ji çîna raseran, ji navbera çînên nav civakê hilbijartiye. Jiyana rojaneyî bêyî pêşdarezan daye û xwestiye ku bi rengekî zanistî hilbikole. Lewma vê rêbazê gelek aliyên navcivakî weke zayendî û şidetê girtiye ber mercekê. Di nav nivîskarên vê rêbazê de navdarên weke Gustave Flaubert, Emile Zola, Honore de Balzac, Stendhal, Lev Tolstoy, Îvan Turgenyev, Fyodor Dostoyevskî, Charles Dickens û Anthony Trollope hene. abe di peşiyé da zor spas......mijarık xweş..... ![]() em ji bejin her tişt ji bo realizmé... ++montesque...u dalton... ![]() ![]() ![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Rêbazên Fizîkê | orphales | Çandi Gişti | 7 | 05-02-2007 08:57 PM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 23-11-2006 09:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.