|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Gotinên pêşiyan netewî ne. Edet û marîfetên gel, hestên kurdayetiyê nîşan didin. Ceribandinên jiyana hezar salan e, serpêhatiyên wan yê çê û xirab in, ramanên gel bi van gotinana hatine ziman. Kal û pîrên me bûyer û tofan û xafilqeda û bobelatên serê wan de hatine, ders jê derxistine. Ji bo em ji wan ceribandinan îbretan bigirin, wek temîn û şîretan li me kirine. Bi Kurmanciyek zelal û fesîh, bi zimanek xweş hatine gotin. Di vegotinê de ciyek pir girîng dirgirin. Divê em rûmeta van pêşniyaran bizanibin. Mixabin her kal û pîrê dimire van gotinên giranbuha jî bi xwe re dibin. Di vê dewra ragîhandina teknolojiyê de pir ji bîr dibin. Neyên nivisandinê wenda dibin. Lewma min ew berhevkirin û weşandin. Ji îro şûnda êdî wenda nabin. Ez kêfxweş im û xwe serkeftî dibînim.
Çima Du Ferheng? Pir caran meriv gotinên pêşiyan û biwêjan ji hev zor vediqetînin. Ristên, darazekê didin nîşandan gotinên pêşiyan in. Ristên mînakek resen didin nîşandan biwêj in. Mebesta gotinên pêşiyan, rê nîşandayin, şîret lê kirin e. Mabesta biwêjan, têbiniyekê bi qalibek xweş rave kirin e. Wek: Adarê li min ba da, min boza xwe bi tak ka da. (biwêj) Dinya bi sebrê ava bûye. (gotina pêşiyan) Afirê gamêşa bû warê mêşa. (biwêj) Yê bixwe sawarê, dê biçe hewarê. (gotina pêşiyan) Hin gotinên pêşiyan hene angorî lêvkirinê wateya wan diguhere. Di zarkirinê de piçîk bête guhestin ristê dike biwêj an gotina pêşiyan. Yek bibêje "Tu guran ji gaziyê ditirsîn î." biwêj e. Yek bibêje "Gur ji gaziyê natirsin." dibe gotina pêşiyan. "Kes bila dilê xwe bi miriya xweş neke. (biwêj) "Kes dilê xwe bi miriya xweş neke. ( gotina pêşiyan)" Min Çawa Berhev Kirin? Bûm mamoste şûn de min dest bi berhevkariyê kir. Min dixwest alikarî û rêberiyê ji gel re bikim. Lewma ez tim di nav civata wan de bûm. Angorî edet û marêfeta civatê, meriv çawan xeber dide an çawan parêza devê xwe dike, meriv qiseyan çawan lihevtînin, mabesta xwe çawan diniximînin û dibêjin, bi qisa çawan qapizî dibe, yek qiseya xwe wek tîrê çawan bi yekê din ve dizeliqîne, şarezayên qiseyan, çawa civatê bi alî xwe dixin, çawa daxwaz û ramanên xwe bi civatê didin pejirandin, dijberê xwe çawa tînin ser qisa xwe, ez ji şêwrên gundiyan hîn bûm. Di qîz xwestinan de, piştê qîz revandinê di doz çêkirinê de ez li cem wan bûm. Qiseyek şîrîn an peyvek di cî de çer dilê şikandî xweş dike, dijberan bervî hev tîne an qiseyek çors çer dibe sebeba dijberiya bi salan di kudîne, bi ziman pahn çer aloziyên mezin çareser dibin, yên qehirîne bi qiseyên xweş çer tên girêdanê, dilê wan çer tên kirîn, çer nerm dibin, yan jî qiseyek çewt çer merivên rihet diazirîne, dixeyidine. Devçepel, qaşo bo çêkirinê di axifin, gotinek ne di cî de, çer dibin sebeba pevçûnan. Şareza ji hin sigûtan re çer rêya çareseriyê dibînin. Min li wan navbênçiya guhdarî kir. Ez di wan dozan de hînî peyvên dilkirînê bûm. Di nav şînan de bûm. Di taziyan de rûniştim. Min li seydeyan guhdarî kir. Wan çer av li wê kezeba şewitî dikirin. Bi kîjan qiseyan kesera di dilan de belav dikirin. Ji derd û kulên lêzimên miriyan re çer riyek xweş ya pê sebir bikin didîn. Ew kezeb şewitiya çawa aşt dikirin? Ji wan aliman hînê peyvên xemrevînê bûm. Li quncê odeyan min li zarxeşan û qiseçorsan guhdarî kir. Zarxweş neheqbin jî, bi qisa nerm û xweş çawa li pêş civatê xwe diparêzin, civatê bi alî xwe dixînin? Devçepel çawa nikarin ji heqê xwe derkevin, gotinên bi kerb dikin, di civatê de xwe neheq dikin? Zanî çawa rê li ser qisa pîs diguherîne, wateyek erînî didin wê gotinê? Civat li kijan qiseyan guhdarî dikin, bi kîjan qiseyan qurfê xwe dikin? Qisa xweş û çors çawan ji hev tê gerandin ji wan hîn bûm. Li ber diwaran, ez di nav gundiyan de bûm. Çawan qisa bi hev ve davêtin? Qise çawan li newqa hev dixistin? Bi qisa nerm dijberê xwe çer di tengijandin? Çer paşgorinî û fesadiya hev dikirin? Hezkirina xwe bi kijan gotinan digotin? Pexîliya xwe çer dianîn ziman. Qisa di cî de kijan e, qisa kûçik pê dikene kîjan e? Li cem yekê çawan tê xeberdan, li paş yekê çawa tê xeberdan? Sirra dizî çawa bi qiseyekê tê eşkera kirinê? Çima her qiseyek li her derekê an li cem herkesê nayê gotinê? Ev biwêjana min ji axaftinên wan berhev kir. Ez di nav şer û şonikê gundiyan de bûm. Min li dijmînên ji hev re dikirin guhdarî kir. Min di nav neyaran de xêrdaşî kir. Yekê hêrs bûyî, bi kijan qiseyan nepxa wî dadine, kijan gotin wî nerm dike hinê wan peyvan bûm. Qisa mê kijan e, qisa nêr kijan e, çi wextê qisa nêr, çi wextê qisa mê pere dike? Halan çawa tên hildan. Dijmin çer gef û gura li hev dixwin? Dijber, bi kijan qiseyê diazirin, bi kijan qiseyê tên girêdanê, navênçî çawa dijberan ber bi hev tînin elimîm. Di nav dawet û şahiyên gundiyan de bûm. Coşa dilê xwe çawan tînîn ziman? Çer qurfê xwe bi hev dikin? Bi kîjan qiseyan dikenin, bi kijan laqirdiyan kêf dikin? Tevlî pêkenokên wan bûm. Qursa Zimanê Kurdî ya Amedê ji min re bû dibistan. Min li wir mamostetî kir. Alî rêziman û rastnivîsê de min kêmasiyên xwe bi saya wan qursan temam kir. Belkî ji şagirtek zêdetir ji şagirtan hîn bûm. Dan û standinên me yên xweş çê bûn. Em bûn dost û hevalên hev. Hewldan û hewesa wan ya hînbûna zimanê dayikê, eşqa min ya li ser zimanê Kurdî zêdetir kir. Ez ji wan hemî hevalan re sipasdar im. Daxwaza Min Xwendevanê birêz, ji bo di vê ferhengê de kêmasî û şaşî nemînin ez pir xebitîm. Ji alî rastnivîsê de heta ji destê min hat, min nivîs sererast kir. Lê belê dîsa ez baş dizanim ku xebatên bi vî rengê, divê zanîngeh an komela zimanzana bikin. Ji bo saziyên Kurdan ên wilo tune ne kar dikeve stûyê kesên wek me. Ji bo em vê ferhenga bi hev re xweştir û tekûztir bikin, pêşniyarek min ji we re heye. Dibêjim; hûn dixwazin di ferhengê de gotinên çewt û kêm sererast bikin an hin gotinên pêşiyan li ferhengê zêde bikin, pêşniyar û rexneyên xwe ji min re bişînin. Ez dibêjim ku; di amadekirina vê ferhengê de negihîştim pir rewşenbîran, min ramanê wan ên di vî warî de negirtin, ji bo vê kêmasiyê berteraf bikim. Ezê Ferhengê her carê hindikek çap bikim. Dê bigihîje destê pir kesan. Xwendevan û zanyar ger pêşnîyar û rexneyê xwe ji min re bişînin, ezê di çapa duwem de şaşiyê ferhengê sererast bikim, cî bidim pêşniyarên wan. Kêmasiyên xwe temam bikim car din çap bikim. Di çapek din de dîsa angorî rexneyan û pêşniyaran, çewtiyan sererast bikim û çap bikim. Wilo heta emrê min heye bi alîkariya we xwendekar û rewşenbîrên birêz, tev de bixebitin heta Ferhengek herî qenc û rast û tekûz derxînin meydanê. Wexta rind sererast bûn, emê îndeksa bêjeyên fehengê derxin. Dewlemendiya zimanê xwe pêşkêşê Kurdolox û zimanzanê cihanê bikin. Ez li benda alîkariya we me û bi alîkariya we bawerim. Bi vê hêvî û armancê ev ferheng hatin amadekirin. Bi rexne û pêşniyarên we ewê çêtir sererast bibe. Sipas dikim. |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.