|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Keçik û xortan xwe xemilandibûn, destên wan di destên hevda, bi coşeke mezin, bi ken, bi klaman, bi stranan govend dikişandin. Li gund dîlan hebû, dawet hebû; dîlana Husîn, daweta Husîn. Husîn dizewice.
Dema ku keçik û xortan govenda dîlana Husîn dikisandin, Husîn li ser pêlingên merdîwena ber male rûnistibû; her du henîşkên pîyên wî li ser junîyên wî û serê wî di navbera her du destên wî da bû. Wî li govende mesdikiribû, li govenda xwe. Govenda ku bi coşeke mezin dihate kisandin, Husîn têda nedilîst, tene mesdikir. Dem dema lîstike bû, dem dema ji xwe derbasbûne bû lê ew nedilîst. Ew qet nedilîst di goveda xwe da, çima nedilîst? Husîn li gora rîtma muzîke nikare, şa nake govende biksîne, şa nake lingên xwe mîna govendkêşên din bilivîne. Wî nedizanî muzîk tiştek çinge, wî nedizanî rîtm, melodî çi ye, di dinya ya Husîn da van tiştana tunebûn. Dinya ya Husîn bêdeng bû. Ji ber ku her du guhên wî nedibihîstin, Husîn xwedîye dinyayeke bêdeng bû. Ji dema ku ew hate dinyaye pê va wî nedibihîst, loma jî dinya ya wî bêdeng bû. Dema ku Husîn hate dinyaye, mîna her zarokekî ew jî bi qîrînekê hate dinyaye, lê wî qîrîna xwe nebihîstibû, ew hatibû dnyayeke bêdeng! Dayika wî ew li ser junîyên xwe ba dikir, ji wî re lorîk digotin qet tu caran ew lorîk neketin guhên wî. Ew mezin bû. Li baranan şil bû, lê nizane dengê barane çawa ye, dema ku brûsk li ewr vetenîn, dengên hov derdixistin wî nedizanî brûsk bi deng in, wî li şewqa brûskan mesdikiribû. Ew şivan e, dengê kalîna kar û berxên xwe nizane, nabihîze dengê kûçikên xwe. Ew şivane pezê xwe ye, pir caran şevedar dima, li hêla keriyê pezê xwe bizben diavête lingê mîya herî eqis, dikete nav kilavê xwe, dengê xîşexîşa giyayên ji her rengê ku li dora xwe nabihîze, wî li hîve mesdikir radiket. Dinya ya Husîn weha bû, ew çawa di govenda xwe da bilîze? Dî û bavê wî ji wî re keçikek dî bû, ew bi zewaca xwe bikêf e, dilşa ye. Roka hene hat. Xeber şandin yên ku li gund erebe, wasite xwe heyî. Yên ku texsi, qamyon, traktorên xwe heyî gîşk hatin ji bo roka hene, ketin rêze. Edet bû, rêza wasiteyan, erebeyan çiqes dirêj dibû dîlan ewqas şên dibû, mezin dibû. Keçik, xort, kal, pîr, kurik gîşk li erebeyan nîştin. Qonvoya dîlane birê ket, toz û dûman bi ser xwe xist, toz û dûman, qorneya erebeyan, dengê coşa keçik û xortan lihev qelivîbûn. Zava ye Husîn, di erebeya pêşiye da ye, hevalên wî li hêle ne, Husin di cama erebe ra li toz û dûman, li pirî ya gundîyan mesdikir. Qonvoy hate ber mala bûke. Zurnevan klama xwe lêxist: "Hene bînin di teşte kin, şîr û şekir tê çekin, Kevçi bi kevçi bînin lêkin, Bînin li destê bûke kin, Bînin li destê zava kin" Dergîsta Husîn bi hevala xwe va, li ser balqone male xuya kir, hevala xwe di dest re girtibû, berve govende tîna, koma li ber male bi pêşwazîye ke mezin dest lihevdixistin. Edet bû, bûk bi zava va di destê hevkevin û govende bikşînin. Hevalên Husîn jî ew zor kirin û kirin destê bûke ji bo govende. Destê Husîn di destê bûke da bû. Husîn li govendkêşan û li lingên dergîsta xwe mesdikir û lingên xwe xwest bilîvîne, lê dîsa jî govenda wî ne mîna govenda govendkêşan bû. Li navberekê Husîn serê xwe çexkir û li çavên dergîsta xwe meskir, dergîsta wî serê xwe kir ber xwe, fedî dikir, edet bû, bûk divê giran be! Cara sifteh bû ku destê Husîn di destê dergîsta xwe da ye, destê dergîsta xwe germ bû û wî sifteh li wir bihîst germîya dergîsta xwe, ew germî ji dest derbase dilê wî bû û dilê wî pê germ bû. Govend xelas bû. Herkes derbase mala bûke bû, edet bû, zîyafet hebû, herkes li dora sifreyan rûniştin, xwarinên xwe xwarin û belavbûn. Roka bûk derketine ye. Seda ye, hewa pak û zelal e, germîya ro bi nermîya xwe li ser herkesî bû. Kincên zavayî li Husîn bûn û buke xwe xemilandibû. Husîn di destê dergîsta xwe re girtibû û giran giran berve derîye mala xwe bi merdîwene da heldikişt. Îdî ew zewicî bû, jineke wî jî hebû, xanimeke wî jî hebû. Dergîsta wî îdî bermalîya wî bû. Kêfxweşîya wî, dilşayî ya wî di serçavên wî re xuya dikir. Ew îdî li ber deriye male bûn. Husîn serê xwe çexkir û li kesên ku li ber male bi kom kom civîn meskir, di wan re di bin çavan re kenîya û bi bermalîya xwe va lingên xwe avêtin hundire male. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||||
|
Alıntı:
bırçi olduğun için anlamıyosun şimdik öle mi
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.