|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Hebû tune bû, bizinek û heft karikên wê yên biçûk hebûn. Çawan dê û bav li ser zarokên xwe dilerizin û li wan miqate dibin, ew jî her wisan li karikên xwe miqate dibûn. Bizin rojekê diviya here daristanê ji bo çêreyê. Berî ku here gazî karikên xwe kir û got: - Divê ez herim daristanê. Heta ez vegerim divê hûn li xwe baþ miqate bin û xwe ji gur biparêzin. Heke ew were hundir dê we hemiyan bixwe. Ew fêlbaz dê bixwaze we bixapîne. Lê hûn dê wî tavil binasin. Ji dengê wî yê stûr û pencên wî yên reþ. - Karikan got: Em dê li xwe miqate bin. Tu ji bo me xeman nexwe. Tu here. Û her wisan bizin bi dilekî aram da ser riya xwe û çû. Pir di ser re neçû yekî li derî da û bang kir: - Derî vekin karikên min ên delal! Ez diya we me. Min ji we re tiþtekî pir xweþ aniye. Lê karikan dengê gurî yê stûr nasîn. - Karikan bersiv da: Em derî venakirn. Ji ber ku tu ne diya me yî. Dengê wê zirav û nerm e. Dengê te stûr e. Tu gur î! Gurî bazda çû dikanê qalibek tebeþîr kirî û xwar. Dengê wî êdî mîna berê ne stûr bû. Bi lez û bez vegeriya û dîsan li derî da. - Derî vekin karikên delal! Ez diya we me. Min tiþtekî pir xweþ ji we re aniye. Lê gurî penca xwe ya reþ û mezin di pencerê re dirêj kiribû. Karikan ev yeka han dît û bang kirin: - Em venakin. Pencên reþ ên diya me tune ne. Tu gur î. Gurî lezand, çû ba nanpêj got: - Min ev penca xwe piçek êþand, tu dikarî ji kerema xwe re hinek ard bidî ser? Nanpêj bi ya wî kir. Piþtre gurî bazda ba qeraþ (aþvan) û got: - Hinek arvan li penca min bike! Qeraþî welê bawer kir ku gur wî dixapîne. Loma jî got, na. Hingê gur bi ser wî de qêriya: - Heke tu bi ya min nekî ez dê te bixwim! Qeraþ tirsiya û bi ya wî kir. Êdî penca gur spî bû. Gur cara sisiyan hat ber derî, lê da û got: - Derî vekin karikên delal! Diya we dîsan vegeriya malê. Min tiþtekî pir xweþ ji we re ji daristanê aniye. Karikan bersiv da: - Pêþî penca xwe binimîne me, da em bizanin ku tu diya me yî. Gurî penca xwe di pencereyê re dirêj kir. Karikan dît ku penc spî ye, welê bawer kirin ku tiþtên gurî gotî , rast in û derî vekirin. Lê yê ku ket hundir gur bû! Karikên bizdiyayî reviyan û xwe veþartin. Yek ket binê maseyê. Yeka din xwe di nav livînan de veþart. A sisiyan ket nav kuçikê, ya çaran çû metbexê, ya pêncan ket dolabê, ya þeþan ket binê teþtê û ya heftan jî ket dolaba saetê. Wî ew yek bi yek dîtin û daqurtandin. Karik di hûrê wî de wenda bûn. Bi tenê karika herî biçûk rizgar bûbû. Ya ku xwe di dolaba saetê de veþartibû. Gurî ew nedîtibû. Gur têr bûbû. Berê xwe da der û çû di binê darekê de ket xeweke giran. Pir neçû bizin ji daristanê vegeriya, hat malê. Çi bibîne! Derî li ser piþtê vekirî ye, mal serî li binî ketî ye. Mase û kursî qelibî ne, teþt þikiya ye, livîn li erdê belav bûne. Ew li karikên xwe geriya. Lê ew nedîtin. Wê yek bi yek bi navê wan bang kir. Lê tu yekê bersiv neda. Di dawiyê de, dema navê ya biçûk bang kir, dengek tirsiyayî bersiv da: - Ez di dolaba saetê de me! Bizinê karika xwe ji dolabê derxist. Karikê ji diya xwe re got ku gur ketiye hundir û karikên din xwarine. Bizin pir xemgîn bû û li ser karikên xwe giriya. Di wê þîn û giriyê de ew çû derve karika biçûk jî da dû. Wan dît ku gurî xwe li binê darê dirêj kiriye û raza ye. Ji ber xirexira wî guliyên darê dihejiyan. Bizinê ji hemî aliyan ve bi baldarî li gurî nihêrî. Dît ku tiþtekî di zikê gur ê qelew de xwe dilivîne. - Axînek kiþand û got, dibe ku karikên min ên reben hîn li jiyanê bin! Karika xwe ya biçûk þand malê da meqes, ta û derzî bîne.Piþtre bizinê zikê gurî qelaþt. Tavilê karikekê serê xwe derxist. Piþtî ku zikê gurî baþ çirand, her þeþ karikan xwe avêtin derve. Yek li pey a din. Hemî jî li jiyanê bûn û tu birîn jî li wan tune bûn. Gurê birçî ew daqurtandibûn. Çi dilxweþiyek mezin! Karikan li dora diya xwe govend gerandin. Ji þadî û bextiyariyê êdî nizanibûn çi bikin. Bizinê got: - Bilezînin kevirên mezin berhev bikin. Em zikê gurî bi keviran dagirin berî ku ji xew þiyar bibe. Karikan bi lez û bez kevir berhev kirin. Heta ji wan hat zikê gurî bi keviran tije kirin. Paþê bizinê zikê gurî dirût bê ku haya wî jê hebe. Dema þiyar bû ji ber kevirên di zikê wî de, pir tî bûbû. Rabû ji bo ku here ser bîrê. Lê çawan xwe livand kevirên di zikê wî de li hev ketin û qêrînek jê çû: - Heywax zikê min! Tu dibêjî qey ev zik bi keviran hatiye dagirtin ne bi karikan! Gur hat ser bîrê û xwe çemand da avê vexwe. Ji ber giraniya keviran ket bîrê û tê de xeniqî. Karik êdî neditirsiyan ku dê gur wan bixwe. Ji dilxweþiyê li dora bîrê bi diya xwe re govend digerandin û distrîn: - Gur mir! Gur mir! Werger: Robîn Rewþen |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| bûk û tûtûk | farqînli | Çiroken Kurdi | 0 | 21-07-2008 02:58 PM |
| bûk û tûtûk | hevale_egit | Çiroken Kurdi | 3 | 04-05-2008 10:00 PM |
| buk u tutuk | gulamem | Çiroken Kurdi | 0 | 19-01-2008 09:14 AM |
| Bûk û tûtûk | jannas | Çiroken Kurdi | 0 | 30-08-2007 11:26 PM |
| Heft Bira | kiremit | Çiroken Kurdi | 4 | 02-02-2007 08:37 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.