|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
![]() Hebû carek ji caran, qancî û xweþî bibarin li hazir û guhdaran. Dibêjin rojekê hewa ecêb sar bû; ji serê sibê ve berf dihat; dinya hêdî hêdî tarîdibû. Ew roj, roja dawîn a salê bû, yanî þeva sersalê bû. Dora rojê wê bûbûya saleke nû. Li derve bayekî sar, sermayeke mîna qeþa hebû. Di wê roja sar de keçikeke biçûk li kolanan dimeþiya. Ne þewqeyek li serê wê, ne jî cotek gore li piyên wê bûn. Serê sibê dema ew ji malê derketibû, cotek þimik ê pir kevn û jê re pê re mezin xistibûpiyê xwe. Gava ku keçika biçûk derket derve û xwest zûzûka xwe ji erebeyan bide alî, þimikên wê ji piyên wê derketin. Ew li hêviyê ma ku erebe tev derbas bibin û here þimikên xwe ji cadê bîne. Lê belê tam di wê kêliyê de kurikekî biçûk û sûm rahiþt ferek þimika wê, bazda çû; fera din jî di bin tekerên erebeyan de perçiqîbû. Êdî keçika feqîr pêxwas mabû. Keçika biçûk çend pakêt niftik xistibûn nav çenteyeke kevn û avêtibû stûyê xwe.Wê pakêtek jî girtibû destê xwe û ji bo ku wan bifiroþe, kolan bi kolan digeriya. Lê ji ber ku hem hewa pir sar bû, hem jî ew roj, roja dawîn a salê bû, herkesî dilezand,haziriya xwe ya sersalê dikir û qet bala xwe nedidan halê perîþan ê keçikê. Êdî bûbû þev û keçikê pakêtek tenê jî niftik nefirotibû. Ji sermayê bedena wê diricifî, ji birçînan jî dilê wê dibihurî. Lê ew hê jî li bendê bû ku niftikên xwe bifirose. Kuliyên berfê xwe li porê wê yê reþ radipêçiya. Porê wê ji berfê spî bûbû. Hemû paceyên xaniyan bi ronahiya lampeyan dibiriqîn; hema hema ji hemû malan bêhna xweþ dihat, bêhna goþtê qazên birastî. Ew qaz ji bo þîva sersalê hatibûn biraþtin. Ji birçînan û ji ber wê bêhna xweþ gavên wê sist dibûn û wê hew dikaribû bimeþiya. Keçika niftikfiros wisa westiyabû û wisa cemidîbû ku dawiyê fikirî li navbera du xaniyan, li quncikekî rûnê, bêhna xwe vede. Keçik li wî quncikî rûnist û piyên xwe yên biçûk ber bi xwe ve kisandin; lê belê ew ji berê zêdetir dicemidî û dilerizî, lê dîsa ![]() jî wê nediwêrî vegere mala xwe. Ji ber ku wê banknotek tenê jî qezenc nekiribû û bavê wê jî lê bidaya. Destên biçûk ên keçikê ji sermayê qerisîbûn. Wê kêliyê tiþtek hat bîra wê. Wê di dilê xwe de got “Ma wê çi be ez tenê darikekî niftikê biþewitînim û tiliyên xwe piçek germ bikim?”. Wê wisa got û piþtre rahiþt darikekî niftikê þewitand. Weyy, ew çi ronahiyeke geþ, çi germahiyeke þîrîn bû! Bi germahiya agirê darikî keçika niftikfiroþ ket nava xeyalan. Wê digot qey ew li ber sobeyeke mezin û germ rûniþtiye. Keçika feqîr tam piyên xwe yên qerisî ber bi sobeyê ve dirêj bikirana ku bi carekê agir tefiya û sobe ji ber çavên wê winda bû. Keçikê dît ku ew bi tena serê li quncikê rûnistiye û di destê xwe de wî darikê niftikê ku heta nîvî þewitiye digire. Keçika niftikfiros darikekî din jî þewitand û dîsa ket nav xeyalan: Bi ronahiya agir, êdî dîwarê malê jê re xuya nedikir. Li nava malê, li salona mezin, maseyeke xwarinê hebû: rûbereke spî û delal li ser maseyê hatibû raxistin, li ser jî sênîkên porselen ên muhteþem hebûn. Tam li ortê maseyê, di nav tepsiyekê de qazeke biraþtî hebû. Lê bi carekê qazê xwe ji maseyê çeng kir, ket erdê û bi kêr û çetela bi piþta wê ve daçikandî, berê xwe da keçikê û li ber sekinî. Lê di wê kêliyê de agirê darikî vemirî. Li pêþiya keçikê, ji dîwarekî stûr û pê ve dîsa tu tiþt nema. Keçikê darikekî din pêxist û wê xwe li ber dareke xemilandî ya sersalê dît. Bi sedan findên biçûçik ên rengorengo bi darê ve daleqandî bûn û tev pêketî bûn. Keçikê destê xwe dirêj kir ku yek ji wan findan bigire, lê belê ew darik jî vemirî û wekî ku dar ber bi asîmanê ve hilkiþiya û find jî li asîmanê tevde bûn stêrk. Yek ji wan stêrkan li asîmanê xetek kiþand, ber bi jêr ve þemitî û winda bû çû. “Aah, dîsa kesek wê bimire!” got keçika biçûk di dilê xwe de. Belê, dapîra wê jê re gotibû ku “Gava stêrkek bixurice, yanî biþemite, wê çaxê canek wê hilkiþe jorê û here bihuþtê.” Ax, ew dapîra delal, yekane kesa ku pir ji keçika biçûk hez dikir û jê re qenc bû, berî bi demekê ew jî mîna stêrkekê xuricîbû. Keçikê darikekî din pêxist, ronahiyeke geþ çêbû û dapîra wê ya ixtiyar hat li ver keçikê sekinî. Keçikê xwe avêt hembêza wê û qîriya got: “Pîrê ! Dapîra min a delal, min jî bi xwe re bibe! Ez dizanim dema ku ev darik vemire, tuyê jî herî. Wek sobeya germ, wek qaza biraþtî û wek dara xemilandî ya sersalê, tuyê jî ji ber çavên min winda bibî. An li vir li ba min bimîne, an jî min bi xwe re bibe.” Û keçikê darikekî din jî þewitand, piþtî wî yekî din û yekî din…, heta ku wê hemû pakêt xilas kir ji bo ku dapîra xwe ya delal hinekî din jî li ba xwe bigire. Wê demê dapîra wê keçik girt hembêza xwe û ew herdu bi hev re ber bi asîmanê ve firiyan û çûn. Dora rojê, serê sibê, kesên ku ji wê kolanê diboriyan, di wê quncikê de cendekê keçikê dîtin; hinarikên wê sor bûbûn û biþirîneke sivik li ser rûyê wê bû. Ew di wê þeva sersalê de ku gelek bextewar jî bûbû, ji sermayê miribû. Darikekî niftikê yê þewitî di destê wê yê biçûk de bû û darikên din ên þewitî jî li erdê belav bûbûn. Ji nav wan kesên ku li ser serê wê bûbûn, yekî bêwijdan ji bo wê got “Ev çi ehmeq e! Çawa wisa fikiriye ku bi darikan wê karibe xwe germ bike!” Lê yên din li ser keçikê hêstir barandin; û ji wan kesî nizanibû ku keçikê çi tiþtên xweþ û spehî dîtibûn di wê þeva sersalê de. Û dîsa kesî nizanibû ku keçik di hembêza germ a dapîra xwe de ketibû sala nû. Çîroka me qediya, qancî û xweþî li hazir û guhdaran bariya. Hans Christian Andersen |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Keçika Te Çû | resko | Çiroken Kurdi | 9 | 14-02-2008 10:42 AM |
| Christian Slater | SeReN | Biyografi | 0 | 10-09-2007 04:15 PM |
| Kürt Müziði - Christian Poche | nezan | Genel Kültür | 5 | 22-04-2007 04:05 AM |
| Keçika te çû | rojekanu | Çiroken Kurdi | 1 | 07-12-2006 01:24 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.