Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çiroken Kurdi

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 25-08-2008, 10:20 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Mar 2007
Konum: xerzan
Mesaj: 3,648
Üye No: 87164
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 58608
Rep Puaný : 5860339
Rep Derecesi
kelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond repute
Varsayýlan Azad û Fasûlîya bisihir


AZAD Û FASÛLIYA BISIHIR
Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû, dibêjin carekê li gundekî, bi navê Azad kurikek hebû. Azad tevî diya xwe li
cotgeheke biçûk dijiya. Li cotgehê herdu jî gelek dixebitîn, karê pir giran dikirin, lê dîsa jî debara wan
çênedibû. Rojekê, dayîka pîr biryar da ku çêleka xwe bifirose, çimkî çêlek êdî sîr nedida wan.
Azad ji diya xwe re got:
--Dayê heyran, bihêle ez wê bibim bazarê û bifirosim.
Diya wî got:
--Madem tu dixwazî, bila be kurê min, lê bas bazara xwe bike, wê bi erzanî nede! Herî hindik
deh wereqe bixwaze!
Û Azad bi benê stûyê çêlekê girt û ket riya bazarê. Ew hê ji malê zêde dûr neketibû ku kalekî
rîspî û delalok rastî wî hat.
--“Rojbas Azad”, got kalê rîspî. “Tu bi ku ve diçî wisa bi vê çêlekê?”
Azad got:
--Rojbas Kalo, ez ê wê li bazarê bifirosim û jê pereyekî bas qezenc bikim.
Kalê rîspî got:
--Eger tu bixwazî, dikarî pir dewlemend bibî. Ez dixwazim çêleka te bikirim, lê ez ê di sûna
wê de ha vê fasûliyê bidim te.
Azad sas û metel ma, û got:
--Hûn henekê xwe bi min dikin, kalo! Ji bo vê çêlekê ez herî hindik deh wereqe dixwazim.
Him! Ma tu bawer dikî ku ez ê wê bi fasûliyekê biguherînim ! ?
Kalo got:
--Lê belê ev fasûliyeke bisihir e! Eger tu wê biçînî, tenê di sevekê de ew ê bigihîje heta
asîmanê.
Azad sas ma. Û di dilê xwe de got:
--Heta asîmanê ?!
Bi vê pêsniyarê kêfa Azad gelek hat û fikirî ku dema ew vê fasûliya bisihir biçîne hem wê kêfa
diya wî were, hem jî hemû cîranên wan wê werin bexçeyê wan û li wê fasûliya mezin bi heyranî temase
bikin.
Îca Azad çêleka xwe bi fasûliyekê da û bi coseke mezin û pir ji xwe qayil bi lez û bez vegeriya
mala xwe.
2
Lê gerek nake mirov zêde behsê bike ka pistî ku wî çîroka xwe ya bazariyê ji diya xwe re got,
çawa morala wî bi carekê xera bû. Çimkî diya wî pir pir aciz bû û ji Azad re got “ehmeqo, kero,
bêaqilo”. Dûre jî dayîka pîr li ser kursiyekê rûnist û dest bi girînê kir.
Azad, ji ber girîna diya xwe pir xemgîn bû. Îca feqîro bi wê hêrs û xemginiyê, rahist wê
fasûliyê ji paceyê avêt derve û ew jî giriya.
Dora rojê, Azad beriya diya xwe ji xew siyar bû û bi lezûbez derket bexçeyê ji bo ku ji diya
xwe re li bexçeyê tastê amade bike. Lê belê dema wî gavê xwe avêt derve, sas û metel ma. Çi ku ew
fasûliya ku kalo dabûyê sîn hatibû û bûbû dareke pir mezin. Ew wisa mezin û wisa bilind bûbû ku
guliyên wê di nav ewran de winda bûbû.
Azad qet dudilî nekir û hilkisiya ser dara fasûliyê. Îca hilkisiya, hilkisiya, hilkisiyaaa... heta ku
ew gihîst asîmanê. Pasî, ew derket ser ewran û li wir mesiya. Azad pistî meseke dûr û dirêj gihîst
qesrekê. Di wê qesrê de wekî ku kes nedijiya. Azad çû derî vekir, ket hundir û li nav qesrê ode bi ode
geriya. Waw, çiqas delal bû ew der! Hemû bi mobîlya û bi tistmistên pir delal hatibûn xemilandin.
Lê belê, bi carekê dêweke mezin derket pêsiya Azad.
Azad qet cesareta xwe winda nekir û ji dêwê re got:
--Rojbas Xanima delal, ji kerema xwe hûn dikarin piçek xwarinê bidin min? Ez gelek birçî me.
Dêwê got:
--Kurikê delal, tu hatiyî vê derê çi dikî ? Mêrê min hûtek e. Li sûna ku em xwarinê bidin te, tu
ê bibî xwarin ji mêrê min re!
Azad hê bersivek nedabû ku bi carekê dengekî ecêb ji derve hat. Gurm ! Gurm! Gurm! Gurm!
Dêwê got:
--Zû xwe li pist dolabê vesêre, zû.
Azad xwe vesart û dît ku hûtek ket hundir. Di destekî wî de torbeyek, di yê din de jî miyek
hebû. Hûtê qerase torbe avêt goseyekê û zêrên tê de rijiyan erdê. Pistre jî wî derdora xwe bêhn kir û bi
dengekî bilind qiriya:
--Bêhna gostê teze tê pozê min!
Dêwê, yanî jina hût lê vegerand got:
--Helbet wê bêhn were. Ew bêhn, bêhna miya di hembêza te de ye. De zû here wê amade bike
ji bo ku ez jî wê bipijînim !
Hût bi ya jina xwe kir. Dêwê jî rabû ew mî pijand û danî ber mêrê xwe. Hût xwarina xwe xwar
û çû raza. Pistî demeke kurt ji ber xurexura hût dîwarên qesrê hejiyan. Îca Azad jî bi hêdîka ji cihê xwe
derket, ew torbeya zêran avêt ser pista xwe û bi reverev, çawa hatibû wisa jî vegeriya mala xwe.
Di vê navberê de, diya Azad jî li her derê li kurê xwe geriya û ket nav fikaran. Pistre di dilê
xwe de got:
3
--Feqîrê min! Doh êvarê ez wisa bi ser de pir qîriyam ku herhal ew ji malê çû û careke din hew
vedigere.”
Lê dema ku Azad ji dara fasûliyê daket erdê, diya wî sas û metel ma, û bi kêfxwesî çû cem wî
ji bo ku wî maçî bike. Lê Azad ji diya xwe re got:
--Dayika min a sîrîn! Tu dibînî ku ew fasûlî bi rastî jî bisihir bû. Kerem bike, ev ji bo te ye!
Û wî ew torbeya tijî zêr da diya xwe.
Jinika feqîr serê xwe rakir asîmanê û spas kir ji ber ku kurekî ewqas jêhatî daye wê û ew herdu
bi rojan, bi saya wan zêrên hûtî di kêf û xwesiyê de jiyan.
Pistî çend mehan, zêr hemû xelas bûn û Azad biryar da careke din here wê qesra nav ewran.
Îca ew dîsa hilkisiya ser dara fasûliyê û çû xwe gihand wê qesrê.
Dema ew ket nav qesrê, bi kubarî silav da dêwê û got:
--Rojbas xanima delal, ji kerema xwe hûn dikarin tistekî xwarinê bidin min?
Dêwê bi ser wî de qîriya got:
--Pîso! Ma tu fedî nakî ji min xwarinê dixwazî? Cara din tu hatî vir û te torbeyek zêrên me
dizîn.
Berî ku Azad devê xwe veke û tistekî bibêje, qesir dîsa hejiya û dengê piyê hût hat: Gurm!
Gurm! Gurm! Gurm !
Dêwê bi lez got:
--Zû bazde xwe di nav firûnê de vesêre.
Azad ji bo xwe vesêre, xwe avêt nav firûnê, lê belê wî deriyê firûnê hinek vekirî hist ji bo ku
bikaribe bibîne ka hût wê çi bike.
Hûtê qerase berazekî qelew û qefesek danîn ser maseyê. Pistre hût derdora xwe bêhn kir û bi
dengekî bilind got:
--Bêhna gostê teze tê ber pozê min!
--Erê rast e, got dêwê, lê ew bêhn, bêhna vî berazî ye. Ka aliyê min bike em wî hazir bikin û
bipijînin.
Hût got:
--Erê, jixwe dilê min jî pir dibijiya berazekî ku di firûnê de hatibe pijandin.
--Na, got dêwê, bastir e em vî berazê bidohn di koza agir de bipijînin.
Îca dêw û hût bi hev re ew beraz di argûnê de birastin û bi îstaheke ecêb xwarin. Pistî xwarinê
jî hût deriyê wê qefesa vekir û jê mirîskeke zêrîn derxist. Wî ew danî ser maseyê û got:
--Hêkeke zêrîn bike.
Û mirîsk hêkeke zêrîn kir.
4
Hût mirîska zêrîn girt û hinek miz da, dûre çavên wî hatin girtin û ew di paldanka xwe de di
xew re çû. Tam di wê kêliyê de Azad ji cihê xwe vesartibû derket û bi carekê mirîska zêrîn girt û bi
reverev dîsa çawa hatibû wisa jî bazda çû mala xwe.
Ji wê rojê û sûn ve, êdî halê Azad û diya wî pir xwes bû çimkî mirîskê her roj hêkeke zêrîn
dikir.
Lê belê pistî ku çend meh derbas bûn, Azad ji jiyana xwe ya aram aciz bû. Wî dixwest careke
din here wê qesrê û xezîneya hût û dêwê bibîne. Îca ew rabû dîsa çû wê qesra nav ewran û fikirî ku wê
bastir be xwe nîsanî hût û dêwê nede. Azad vê carê xwe li pist çewalek arvan vesart. Pistî demekê dîsa
deng hat: Gurm ! gurm ! gurm ! gurm !
Hût ket hundir û dîsa dora xwe bêhn kir û bi qîrîn got:
--Bêhna gostê teze tê pozê min ! Bêhna gostê teze tê poze min !
Jina hût, yanî dêw, çû li pist dolabê nihêrt, ku Azad cara pêsî xwe li wir vesartibû, pistre jî çû
li nav firûnê nihêrt, lê belê wê tistek nedît.
Ew herdu li her derê malê li Azad geriyan lê qet nehat bîra wan ku li pist çewalê arvan binêrin.
Dawiyê, ew wisa fikirîn ku xelitîne. Dûre ew rûnistin çêlekeke birastî xwarin û Azad jî li wan temase
kir. Pistî xwarinê hût çû ji nav dolabê çengeke zêrîn derxist, danî ser maseyê û got:
--Lêde, çenga zêrîn.
Û çenga zêrîn xwe bi xwe dest bi lêdanê kir. Muzîka wê wisa bi aram û delal bû ku hût û jina
wî ji xwe ve çûn û serê xwe danîn ser maseyê û razan. Dema ku xirexir û pufepufa wan dest pê kir,
Azad ji cihê xwe derket, çenga zêrîn girt û bazda. Lê ew tam ji qesrê derdiket ku ji ber lezûbezê, çenga
di destê Azad de li derî ket û wê dîsa dest bi lêdanê kir: Rong ! Rong ! Rong !
Hût bi dengê çenga zêrîn siyar bû û dît ku Azad çenga zêrîn girtiye bin çenga xwe û bazdide.
Îca wî jî bazda ji bo ku Azad bigire. Û Azad li pês hût li pas, beziyan û beziyan. Azad dawiyê xwe
gihand guliyê dara fasûliyê û xwe berda jêr. Pistî Azad, hût jî xwe ji guliyê dara fasûliyê berda.
Lê hût hê tam daneketibû ku Azad xwe gihand malê û ji bo ku dara fasûliyê ji binî ve jêke, çû
bivirek anî û hat li binê darê da. Wî çawa lê da, dara fasûliyê bi carekê qelibî û hûtê qerase jî bi wê
giraniya xwe serserkî ket erdê û bi erdê ve zeliqî.
Ji wê rojê û sûn de, Azad êdî nikaribû here wê qesra nav ewran. Lê jixwe ew wisa tirsiyabû ku
dilê wî bi xwe jî êdî nedixwest tistekî wisa bike.
Bi saya hêkên zêrîn, halê Azad û diya wî pir bas bû, û çi cara ku wan dixwest bêhna xwe
vedin, diçûn li muzîka xwes a çenga zêrîn guhdarî dikirin.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.


kelagerm is online now  
Eski 25-08-2008, 10:26 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2006
Konum: Mardin
Mesaj: 1,926
Üye No: 23530
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 56823
Rep Puaný : 5681911
Rep Derecesi
Asur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond reputeAsur-Banipal has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Sipasi Jibo Mijarete keko..

__________________
Asur-Banipal is offline  
Eski 27-09-2008, 01:02 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,363
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 22732
Rep Puaný : 2272808
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Va ya ji wêrê Azad û Miriþka wî jî





Spas dikim heval çîrokên Cihane bi Kûrdî xwêþtirin

__________________
rojdi_440 is offline  
Eski 04-10-2008, 11:59 AM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Nov 2007
Konum: Nizanim
Mesaj: 564
Üye No: 191270
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 16260
Rep Puaný : 1625909
Rep Derecesi
dozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond reputedozero has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Gelek çîrokek(xemsok) base ez berî pir caran vê xemsokê guhdar kir
spas

__________________
dozero is offline  
Eski 04-10-2008, 12:04 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: Kü®t KokuLu DαG BαkýδLý Nεw®oz Yü®εkLi KαhtαLì
Mesaj: 12,828
Üye No: 53824
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 111465
Rep Puaný : 11145196
Rep Derecesi
NucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond reputeNucLeaR_02 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Spass xweş hewaLcan.

__________________
NucLeaR_02 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Dewleta Federe ya Kurdistan(1992) Lalê Bêziman Dirok 0 07-04-2008 12:46 PM
Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 Albatros Dirok 6 31-01-2008 05:07 PM
Azad Û FasÛliya Bisihir PCkopat Çiroken Kurdi 0 13-01-2008 08:24 AM
Siyabend Azad Ýle Röportaj beyazöfke Sýnýrsýz Muhabbet Burada 0 25-07-2007 05:30 PM
Nermalava azad berxwedan Çandi Giþti 0 12-04-2007 10:09 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 02:39 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.