Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çiroken Kurdi

Kayýt Ol SSS
Eski 21-07-2008, 02:04 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jul 2008
Mesaj: 89
Üye No: 360587
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1512
Rep Puaný : 151133
Rep Derecesi
farqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond repute


Varsayýlan RovÎ Û SÊr


ROVÎ Û SÊR
Rojek ji rojan serokê daristanê, kekê sêr nexwes dikeve. Heywanatên daristanê hemû diçine zîyareta wî. Gur jî dikeve rê hêdî hêdî dimese ber bi qesra sêr diçe. Rê de rastî rovî tê. Gur dibêjî:
-Birayê rovî tu nayê em herin serêdana kekê sêr. Çawa ku tu jî zanî kekê sêr nexwes e?
Rovî got:
-Ma lawo sêr kurê bavê xwe. Ez jî kurê bavê xwe. Ezê çima biçime ser wî?
Di navbera rovî û gur de ev axaftina derbas bû. Dûv re ji hevûdu qetîyan. Gur çu qesra sêr. Rovî jî di aliyekî din ve mesîya. Dema gur çû nav civata sêr, civak silav kir çû destê sêr ramûsî û got:
- Serokê me; çawa me bihîst ku tu nexwes î em hemû hatin ziyareta te, lêbelê dema ez dihatim vira, bi rê de ez rastê rovî hatim. Min wezîyet jê re got, ku em bi heûdu re bên cem te. Lêbelê ewî ji te re da çêra û got:" Ew kurê bavê xwe, ez jî kurê bavê xwe. Ezê çira herim ziyareta wî?"
Hêrsa sêr hat. Bi hiddet got:
- Dema ku ez rehet bibim, ezê hestîyê wî biskênim.Ewê ji min re bê vira!
Di navberê de mehek û çend roj derbas bûn, rovî derket hat. Rê de çend mirovan jê re gotin ku gur çûye fesadîya wî li cem sêr kiriye. Sêr jî sond xwarîye ku rovî vegere, wê "hestîyê wî biskêne. Nav civakê de wî rezîl û ruswa bike." Dema ku rovî ev bûyer û ew gotin bihîst, hêdî hêdî ber bi qesra sêr çû. Dêrî kuta û kete hundir. Civak silav kir, sêr bi se^re poz silava wî vegerand û got:
- Ji xwe re li wê jêrê rûne.Ka heya niha tu li kûderê bûyî?
Rovî li ser çokê xwe rûnist, bi melûlî dest bi axaftina xwe kir û got:
- Kekê sêr! Serokê min! Ruhê min! Ez Qurban! Ka qe tu li halê min napirsî? Hingî tu nexwesî ez çûme ji te re li doxtora û hekîma û Loqmanan geriyam. Ji bo dermanekî ji te re bibînim. Ji ber vê gerê dezîyên pêyên min qetîyan, ez mirim, pêrîsan bûm.
Sêr bi hêrs got:
-Ger wusan e ka dermanê te? Te çima derman nedît?
Rovî got:
- Ez heyran! Doxtor û hekîmên vî welatî neman ez lê gerîyam. Lê ez li hekîmekî pirr bas rast hatim. Nexwesîya te min jê re got. Min xwe avête dest û pêyê wî, ji bo ku dermanekî ji nexwesîya te ra çê bike.
Sêr bi hêrse hêrs qîr kir:
- Lawo tu çima virra dikî? Madem wusan e ka dermanê te?
Rovî:
- Ez xulam! Hêrs mebe ku ez ji te re bûyerê sîrove bikim. Ewî hekîmî got; ku hûn kapê gursaxe sax derxînin û laçikê derbas kin, bidne nexwes hema wê demê wê rehet be.
Wexta gur ev gotin bihîst hêz da xwe ku rabe. Mîrata hirçê wek qesabekî bêînsaf lekmek li nav çavê gur xist anî nav erasa meydanê. Çîpa gur bi xwînê girt pêda sor kir. Bû tîrqe tîrqa rovî kenîya û got:
- Gîzmesor! Kurê kerê tu îxbara min dikî? Dawîya muxbîra û fesadan ev e, ha ha!..
Gur jî kûre kûr dinaliya û digiriya. Hirçê û heywanên din kapê gur hûr hûr kirin û laçikê re derbas kirin, dane sêr. Ku sêr ew dermana vexwar pê re rehet bû. Li ser vê yekê sêr û heywanatên din ji rovî re digotin:"Apê rovî." Jê re hurmet dikirin.
Çend roj sûn de, sêr li seyrangehê ji xwe re digeriya. Mêze kir ku "Apê rovî" ji wê de ber bi wî ve tê. Rovî hat sêr silav kir. Sêr silava wî bi dilsadî vegerand û jê pirs kir:
- Apê min î delal, wuha xêr e, tu bi kû de dimesî?
Rovî:
- Welleh birazî! Ezê herime gundê han. Hinek deynê min ser mirovekî ye, ku ez jê bistînim, dibe ku ji zarokên xwe re bidim kel pel.
Sêr:
- Ger destûra te hebe ezê jî bi te re bêm. Hem bîhna min jî derdikeve, tu jî tenê namînî...
Rovî:
- Birazî bi te nebe zehmet, ez dikarim bi tenê herim.
Sêr lavayê apê rovî kir ewî ji daxwazya biraziyê xwe neskênand. Bi hev re mesîyan ber bi wî gundî çûn. Xêleke rê de çûn. Rêya wan kete çiyakî. Derketin ser çiyê. Rovî çû ser çavkanîyekê lekmê xwe sil kir û li ser çavê xwe bir û anî. Wek ku hêstira dirêjîne. Xiste pirme pirm û giriya. Sêr bala xwe dayê ku Apê rovî digrî, meraq kir, got:
- Apê minê delal! Xwedê xêr ke tu ji bo çi wer digrî?
Rovî pirme pirm xwe bêhtir zêde kir û got:
- Aaaxx kurê min aaaxx! Qe nepirse? Kula min vegere!
Sêr lava kir, rica kir ka ji bo çi digrî, ku jê re bêje. Rovî dîsa axe ax kir û got:
- Kurê min î delal! Ez û bavê te yî rehmetî em di xortaniya xwe de dihatin vira digeriyan. Bavê te yî rehmetî ser van birrekên han re çindik çindik dileyîst, ser re baz dida. Ew roj hatin bîra min. Li ser vê dilê min sewitî, ez giriyam.
Sêr got:
- Apê hêja! Tu xeman neke, sayîsa neksîne. Ma bavê min ê rehmetî îro tune va dewsa wî de ez heme. Qey ez nikarim wek wî bileyzim û di ser birrekan re baz dim.
Ku sêr wuha got û çû di ser birrekan re baz da û vegerîya hat got:
-Apê delal! Çawa ye? Qe disibihime bavê xwe yî rehmetî yan na?
Rovî got:
- Na kurê min na! Kes naghêje rehmetî. Ew tewrek din bû.
Dîsa sêr bi hêrs çû ser qeya û di ser birreka re baz da û leyîst, meydan avêt hat û got:
Apo vê carê çawa ye? Wek bavê min î rehmetî ya ne wilo?
Rovî:
- Êhh, kurê min hinek disibihe rehmetî. Lê ne wek wî ye! "Sûna sêra nagre kundê dêra!"
Sêr bêhtir hêrs bî î çû. Vî alî, wî alî baz da ser birrekan re xwe avêt û leyîst. Lê navbera du heb birrekan gellek fireh bû. Dema ku sêr ser wan re baz da, pêyê wî semitî û newala kûr de firiya heya ku hat erdê ket. Pista wî li kevirekî ket û bi heft ciya sikest. Rovî dît ku sêr ket û nikare rabe. Hate cem û li pist vî sekinî. Sêr fehm kir ku rovî ew xiste dafikê. Xiste nale nal û got:
- Apê min ê sêrîn! Ez dizanim ku xêra min tune. Ezê bimrim. Lê qencîyên te pirr gihîstine min. Ez wan qencîyan nikarim bîrve bikim. Ji bo wan qencîyên te ka hela tu qasekî pês de were, ez herdu çavên te yên resbelek ramûsim. Bila ew kesera te jî di dilê min de nemîne. Pasê ezê bi dilekî rihetî bimrim. Bila gostê min jî ji apê min re xwes helal be.
Rovî dizanîbû ku here pêsîya sêr wê lêxe bikuje. Bi dilekî sewat got:
- Na kurê min na! Min bavê te yê rehmetî jî ji dawiyê ve xwar.
Pasê pist ve sekinî û bi dilekî rehet hêdî hêdî dest bi xwarina xwe kir...

farqînli is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Rovî û Þêr Mirza Çiroken Kurdi 3 28-11-2007 08:23 PM
Ker, SÊr Û RovÎ Çengzerîn Çiroken Kurdi 0 01-09-2007 02:56 AM
Rovî Rindik bykorsan Çiroken Kurdi 1 28-08-2007 08:20 AM
Ker, SÊr Û RovÎ renuma Çiroken Kurdi 3 23-02-2007 12:33 PM
Rovî bû Zembîlfiroþ Mirza Çiroken Kurdi 1 13-12-2006 04:34 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 11:51 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.