|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
(Ev nivîs careke din li ber çav hatiye derbaskirin û lê hatiye zêdekirin. Herweha li ser daxwaza çendek xwendevanên me, em ji nû ve diweþînin.)
Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: sî û mir. Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye, çar wate û texmînên cuda hene. 1. Sîmir teyrekî pir xweþik û rengîn e. Loma di wateya teyrê sî (30) reng de navê Sîmir lê kirine. 2. Sîmir teyrekî ku bi qasî sî (30) teyran mezin bûye. Loma jê re gotine sî û mir ango sî (30) teyr. ”Mir” di kurdî û farisî de tê wateya mirîþk û teyr. 3. gotina ”sî” di etîmîlojiya kurdî ya çûkan de jî heye ku di navê çend çûkan de kîteya ”sî” heye. Gotina sîmir jî, ji wan gotinan yek e. wek: Sîmir, sîsalek, sîmanok, sîberk û hwd… 4. Hinek jî dibêjin ku koka gotinê ji ”mirinê tê.” Ji ber ku Sîmir teyrekî pîroz e. Di serdema kevir de ew sembola ruh û vîyanê bûye û ruhê mirov biriye bihuþtê. Loma li herêma Kurdistanê di serdema me de jî li ser hin tehtên gorên kevn mirov rastî weneyên teyrên Sîmir tê. Sîmir semboleke totemîk e. Navê Sîmir di Avestayê de "mereyo Saêna" ye. Yanî çûka (teyrê) Saêna. Ev nav di Sanskrîtî de jî "syena“ derbas dibe û tê wateya qertêl an jî baz. Bi farisî ji Sîmir re ”Sîmurg” dibêjin. Li gor farisan cîwarê Sîmurg li çiyayê Elburzê (nêzîkî bajarê Tahranê) ye. Di çîrokekê de Îsfendiyar li çiyayê Elburzê Sîmirek kuþtiye. Weha diyar dibe ku Sîmir ne yek e, cureyek ji teyran e. Îro hemû arkeolog û dîrokzan hemfikir in ku rehîbên Heliopolîs çîroka Teyrê Sîmir ji rojhilat girtine û birine Misra kevn. Di serayên Misra kevn de naveroka wê guhertine û li gor xwe gotine û formeke nû danê. Ereb ji Teyrê Sîmir re ”Anka” dibêjin. Di efsane û çîrokên ereban de jî welatê sîmir carnan Aryana ye ango Kurdistana îroyîn e û carnan jî li çiyayê Qaf e. Li gor ereban çiyayê ”Qaf” ango çiyayên rojhilat. Zagros dikeve rojhilatê ereban û jê re gotine Qaf. Tirk wek gelek çîrokên din vê çîrokê jî ji kurd û farisan girtine û guhertine. Tirk jî, ji Sîmir re dibêjin ”Zümrüte Anka kuþu” û li gor çîrokên tirkan jî cîwarê Sîmir çiyayê Qaf e. Ewropî jî, ji Sîmir re dibêjin ”Phoenix” û ev nav ji grekiya kevn derbasî Ewropa bûye. Di çîrokên hîndî de vê rol û wezîfeya Sîmir dane qertêla ”Garûda” û di çîrokên çînî de jî dane ”Tannîao”. Hinek dibejîn ku teyrê Sîmir weha bi temen e ku wî sê -çar car dîtiye ku dinya xerab û ji nû ve þên bûye. Di hinek varyantan de tê gotin ku temenê Sîmir 1700 sal e. Di pirtûka heywanên Fantastîk de dinivîsîne ku teyrê Sîmir herî kêm 500 sal jiyaye. Teyreki sor e û duvê wê mîna zêr diçirise. Li gor efsaneyê dema êdî dawiya umrê wê te, pûrtên wê agir digrin û pêdikevin, ji xweliya pûrtên xwe ji nû ve tê afirandin. Ango xwe di nav agir de vedijîne û carek din tê dinyayê. Ev bûyer ji baweriya xelkê agirperest tê. Ji vir jî dîyar dibe ku li Zagrosan e û efsaneyeke kurd û îranî ye. Belê, efsaneya xelkê agirperest e. Sîmir, di piraniya çîrokan de ne goþtxwir e, lê di hinek çîrokan de jî goþt dixwe. Di çîrokên kurd û farisan de Sîmir teyrekî efsanewî ye û bi zimanê mirovan dizane. Teyrê Sîmir eqildar, hêzdar û dilovan e. hemraz (sirdaþ), alîkar û qencîxwaz e. Sîmir di warê tenduristiyê de zanyareke mezin e. Bi taybetî rêwitiya dûr û dirêj dike. Weha rêwitiya dûr û dirêj ku ne bi tenê li ser rûyê erdê, herweha di navbera erd û ezman de difire. Li gor pirtûkên dînî dinya heft tebeq e, lê di çîrokeke Sîmir de dinya 14 tebeq e. Heft tebeq li jêr û heft tebeq jî, li jor in. Sîmir carnan di nav van tebeqan de difire. Ew mirov li piþta xwe siwar dike û di nav van tebeqên dinyayê de dibe û tîne. Ji mirovan re alîkarî dike û piþtre jî du perikên xwe dikþîne û dibêje ”ha ji te re, dema tu ketî tengasiyê, tu dikarî van herdu perikên min di hev re bidî, wê demê, ez di cih de peyda dibim û têm alîkariya te….” Li gor efsanan di serdema Sumeran de Sîmir li Zagrosan giyayê Xama (Homa-Xaoma, bi zazakî ji Xwedê re Homa dibêjin) parastiye. Ew gîya li lûtikê (kopê) çîya, li ciyekî nependî û asê bûye. Dema hewcedarî peyda bûye Sîmir çûye ji Yezdan û mirovan re aniye. Sîmir bi vî giyayê nemir dikaribûye temenê xwe û mirovan dirêj bike. Di hin çîrokan de, tê gotin ku tifa Sîmir jî derman e û dema tifa xwe li birînan dide, birîn pê re derman dibin. Firdewsî di berhema xwe ya epîk Þahname de di vê mijarê de weha dinivîse: ”Ji Sam re kurek dibe. Navê Zal lê dikin. Bi Zal re nexweþiya albîno hebûye . Laþ û porê Zal wek pembû çîlspî bûne. Pêþî Zal ji Sam veþartine, piþtre dema ku Sam kurê xwe yê spî dîtiye ”haho ev ji tovê îblîs e û emir daye xulamên xwe ku ew bigrin û bibin li çiyê berdin û werin. Hinek dibêjin ku gotiye ” bibin li çiyê” bikujin û werin”, lêbelê xulaman ew ne kuþtine û li çiyê hiþtine û hatine. Teyrê Sîmir li çiya Zal dibîne û Zal digre nav pençên xwe û dibe li hêlina xwe, bi çêlikên xwe re xwedî û mezin dike. Sîmir Zal perwerde dike. Ew fêrî gelek huner û zanînan dike. Sal derbas dibin, rojekê nêçîrvan Sam agahdar dikin ku Zal di hêlîna Sîmir de bi çêlikên wê re dijî û çi babeegîtekî jê derketiye! Sam çend xulamên xwe diþêne ku herin Zal bînin. Xulam diçin ji Sîmir rica dikin ku Zal bibin cem bavê wî. Sîmir razî dikin û Sîmir perikeke xwe dide Zal û jê re dibêje,”dema tu ketî tengasiyê wê biþewitîne, ez ê di cih de bêm alîkariya te. ”Xatir ji Sîmir dixwazin û diçin. Dem diçe dewran tê Zal mezin dibe û tê ber zewacê. Zal bi Rûdabayê re dizewice. Rûdaba ducanî dibe û piþtî neh mehan dikeve ber birînên zarokanînê. Li gor varyantek, Sîmir tê bi nikulê xwe li zikê diya Rustem dide zikê wê diqelîþîne û Rustem ji zikê wê derdixe û bi tûka xwe ciyê birrîn û birînê rehet dike" ku îro ji vê metodê re dibejin metoda sezeryanî. Piþtre hinek dibêjin ji ber ku Sezar jî bi vê metode ji diya xwe re bûye, di termînolojiya bijûndariyê de navê sezeryanî lê kirine, lê li gor varyanteke din, tê gotin ku Sezar pir mirov jê kirine, loma ev nav li vê metodê hatiye danîn. Îro piraniya arkeolog û dîrokzanan li ser dîtina ku di zamanê berê de, li Zagrosan hindek balindeyên (teyrên) gelek mezin jîyane, hemfikirin. Di sala 1959an de ji zankoya Îllînoîsê Dr. Charles Reed bi komek hevalên xwe yên arkeolog û dîroknas ve çûne li Baþûrê Kurdistanê li þikefta Þandiyarê ku dikeve ber ava Zêyê Mezin, dest bi kolanên arkeolojîk kirine. Firehiya devê þikeftê 25 metre û bilindiya wê jî 8 metre ye. Di vê lêkolîna arkeolojîk de tiþtên weha derketine ku dîroka 100 hezar salan ronî dike. Di serdema neçîrvaniyê de ev þikeft navenda neçîrvanan bûye. Di dawiya lêkolîna xwe de rastî 17 cure skelet, per û baskên teyrên dema berê hatine. Per, bask û skeletên wan gelek kevn û mezin in. Wek mamûd û dînazoran neslên wan balindeyan jî niha li dinyayê nemane. Ji wan çend ên ku hatine tespît kirin navên wan ên latînî weha ne: Çar skelet Gyptaeus barbatus (sîsaleka bi rih), skeletek Gryps fulvus (sîsaleka grîfîn), heft skelet Halîaetus albîcîlla (qertêla dûv spî ya deryayê) û skeletek jî, Otîs tarda (bet). Niha bi tenê Otîs tarda li herêmê maye û cînsên din nemane. Îro jî hîn li çiyayên Kurdistanê sîsalekên ku bi latînî jê re dibêjin gyps fulvus hene. Grîfîn di wateya nikul çengel de ye. Di çîrok û xebroþkên îranî û kurdan de Teyrê Sîmîr þahê teyran e. Civata çemê Zê ya wê demê hêzeke îlahî ya mezin di van teyrên leþxwir de dîtine. Di girê Çetalê de jî, li diwarê þikeftê hinek wêne li ser zinar hatine kolandin û perên wan teyrên kovî û goþtxwir di laþên wan de hatine nexþ kirin. Weha tê texmîn kirin ku ew mirovên ku di wan þikeftan de jiyane, teyr girtine, rûçikandine û ji bo tilsimiyê perên wan bi xwe ve kirine. Him di çîroka Ristemê Zal de û him jî di peykerên girê Çetalê de Sîmir mê ye. Harold Lamb di romana xwe ya Rêwîtiya Dawiya Cîhanê -Îskenderê Mezin (Dünyanýn sonuna yolculuk - Büyük Ýskender) de dinivîse ku ”Qertelê magiyan ê mezin wek sembol – teyrê ku di navbera însanên ku li ser rûyê dinyayê dijîn û Xwedayên ku li ser rûye asîman dijîn de difire, diçe û tê - ev sembol bi awayekî hatiye Ewropayê jî. Piþtre ev qertel bûye xoþewîstê Zeus û wêneyên wî li ser sancaxên lejyonerên Romayê hatine nexþandin. Serê qertêl an jî ejdiya sembola efsane ya Rojhilat e. Yanî ya teyrê Sîmir ê pîroz e. Bîzansiyan piþtre bi eflatûnî rengandine. Lê çiqas kêm û ne zelal be jî diþibe ejdiya. Piþtre împaratorên Alman, qiralên Polonya û çarên Rûsan di armayên xwe de teyrên yekserî an jî duserî bi kar anîne.” Li ser pereyên împaratoriya Romayê ên madenî wêneyên Sîmir hebûne. Qertelê ku niha jî sembola armaya parlamentoya Almanyayê ye û li ser perê wan e jî, ji wê demê tê. Herweha qertêla duserî ya ku li ser birca Heftbirayan a Amedê ye jî di dema Romayê de hatiye çêkirin. Yanî wek ku Harold Lamb di romana xwe ya bi navê Ýskenderê Mezin de nivîsiye ku ewropiyan ji kurd û îraniyan girtine û ji xwe re kirine mal. Yani ev îlhama teyrê Sîmir e. Herweha teyrê Sîmir ne bi tenê semboleke efsane û çîrokan e, ew di nav pêvajoyeke dûr û dirêj de bûye sembola ariyan a hêz û dewletê jî. Çavkanî 1- Andrew Collins, Meleklerin kullerinden Gunahkar bir irkin yasaklanmis mirasi, Avesta yayinlari 2001 istanbul, sayfa 309 2- Harold Lamb, Dünyanýn sonuna yolculuk Büyük Ýskender, Yurt kitap yayýnlarý,sayfa362, Ankara-2002 3- Þevket Baysanoðlu, Diyarbakýr Tarihi-1, sayfa 137, Diyarbakýr Büyükþehir Belediyesi Yayýnlarý. 1997 Bu mesaj en son " 21-07-2008 " tarihinde saat 02:08 PM itibariyle farqînli tarafýndan düzenlenmiþtir.... Neden: daha önce forumda verilmiþ |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| kalo u polis | ebulenin | Çiroken Kurdi | 3 | 30-06-2008 10:28 AM |
| admin karakolda:)) | By_BuLeNt | Komik Yazýlar, Fýkralar | 0 | 23-06-2008 12:29 PM |
| kalo û polîs | KeÇa kurdame | Pekenok | 12 | 24-03-2008 11:41 AM |
| Polis`e vur-kýr-parçala yetkisi | özgür | Sýnýrsýz Muhabbet Burada | 5 | 26-05-2007 12:41 PM |
| polis ev sahibi diyaloglarý | hezann | Komik Yazýlar, Fýkralar | 4 | 14-08-2006 07:44 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.