Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çiroken Kurdi

Kayýt Ol SSS Konularý Okundu Ýþaretle



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 21-07-2008, 01:58 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jul 2008
Mesaj: 95
Üye No: 360587
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1512
Rep Puaný : 151133
Rep Derecesi
farqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond repute
Varsayýlan bûk û tûtûk

Bûk û tûtûk


Hebû tunebû, çûkek hebû.
Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinist.
Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venist. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êsand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê venist, ji pîrê re got:
- Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.
Pîrê got:
- Bas e!
Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:
-- Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.
Pîrê got:
- Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.
Çûkî got:
Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî z ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.
Pîrê got:
-- Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
-- Ya sitiriyê min yan jî heft nan!
Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.
Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku sivanek li per pezîye. Sivanî sîr dotiye tasa sivaniyê, biskulan diçîne çîrî dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber sivanî venist got:
-- Sivano, a ji te re heft nan. Biçîne sîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!
Kêfa sivanî hat. Nan û sîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku sivanî got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber sivanî venist, got:
-- Ka nanê min!
Sivan sas ma, got:
-- Min nanên te çand sîrî û xwar!
Çûkî got:
-- Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...
Sivanî got:
-- Aman, yeman çûko wiha meke.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
-- Ya heft nan, yan jî heft beran!
Sivanî mecbûr heft berandan çûkoyî.
Çûko heft beranên xwe girtin firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan serjê kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê venist, got:
-- Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!.
Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran serjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got:
-- Kanî heft beranên min bidin min!
Xwediyê dawetê got:
-- Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.
Çûko got:
-- Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez ez bûkê dixwazim.
Gotin:
-- Eman, yeman çûko wiha meke!
Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:
-- Yan heft beranên min yan jî bûkê...
Mecbûr bûk dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got:
-- Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!
Kêfa berxvanî hat got:
-- Lê çawa!
Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî venist. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
-- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, posman bû. Lê posmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got:
-- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Dest vala frriya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
farqînli is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
bûk û tûtûk hevale_egit Çiroken Kurdi 3 04-05-2008 09:00 PM
buk u tutuk gulamem Çiroken Kurdi 0 19-01-2008 08:14 AM
Bûk û tûtûk jannas Çiroken Kurdi 0 30-08-2007 10:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 01:07 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.