Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çiroken Kurdi

Kayýt Ol SSS







 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 30-06-2008, 10:32 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jul 2006
Konum: Aishwarya Rai
Mesaj: 1,632
Üye No: 15544
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 16255
Rep Puaný : 1625161
Rep Derecesi
GuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond reputeGuLaZagroSa has a reputation beyond repute
Varsayýlan Kêr û Çetel (Çiroka zarokan..)

Mala me li gundekî Qersê bû. Rojekê dersdara gundê me nameyek da min û ez þandim Qersê. Mêrê dersdarê li Qersê karmend bû û du kurên wê jî li wir, li ba wî dixwendin.

Min ji destê dersdarê nameyek, tûrek û pereyên heqê xwe girtin. Heqê çûyina min, ez þa dikirim. Min bi eþq tûr avêt ser milê xwe, kaxez kire paþila xwe, piþta xwe qaîm girêda û berê xwe da bajêr.

Ez ku hatim nav bajêr, ez gelekî geriyam. Kesekî ew kuça mala dersdara me nîþanî min neda. Paþê ji niþkê va hate bîra min, ku dersdarê gotibû, "mala me li nêzî îstasyona otobozan e". Çawan ku ez çûm aliyê îstasyonê, min di dest xwe de kuça wan dît.


Ez nêzîkî xaniyekî bûm, min nihêrî ku du zarok ji xwe re dilîzin.


Min dîna xwe da wan herdu kurên ku dilîstin, niqitî dilê min, ku ev kurên xanimê ne. Min kaxez dirêjî yekî kir.

Wî kir gazî û got :

"Bavo, bavo ji cem diya me name hatiye."

Ez ecêbmayî mam. Wî çawa usa zû tê derxist ku ev kaxez ji cem diya wan hatiye, wî kengê ez dîtime?

Ez hîn difikirîm, min hew nihêrî ku mêrikekî bilind û bi berçavik ji hundur derket, kaxez ji dest min girt û xwend. Zarok jî hatin dora min girtin. Wî mêrikî da pêþiya min ez birim xênî. Zarokan jî da pey me hatin û bû pistepista wan, bi hev re xeber didan. Min þerm dikir. Ez soro-moro bûm. þermbûnê ez kûvî kirim.

Paþê ez pê hesiyam, ku xanimê di wê nameyê de nivisîbû, "ê ku kaxezê tîne kurd e". Lema ew wisa li dora min tijî bûbûn û li min dinêrîn. Kifþ bû, xanimê di nameyê de nivisîbû, ku mêrê wê jê re hûr-mûr bikire. Mêrik çû bajêr ku kirîna xwe bike.

Berdestîya wan teyfikek tijî þorbe kir û li ber min danî. Kevçî, kêr û çetelek jî li teniþtê danîn. Ez ecêbmayî mam. Min nizanibû ku ji bo çi ew kêr û çetel danîn ber min. Min þorbe bi kevçî xwar. Kêr û çetel jî kirin bêrîya xwe. Min got qey ew lîstokên zarokan in û wek diyarî dan min.

Berdestiya wan yeka qalind û sûretsor bû. Wê qet çavên xwe ji min nedibirîn. Wê dît, ku min çawa eþkere kêr û çetel kirin berîya xwe. Çû û ji xwediyê malê re got.

Xwedîyê malê, bi du qutîyên hesinî hat hundur û got :

"Van herdu qutîyan têke bêriya xwe."

Wî ev yek bi qestî usa kir, ku bizanibe, ez kêr û çetelê çawa vediþêrim. Lê ez dilsax bûm. Min kêr û çetel bi serfirazî ji beriya xwe derxistin, ku ez têkim paþila xwe ku ji qutiyan re cih vala bibe.

Gava ku wî kêr û çetel dîtin, pirsî, "te çima ev kêr û çetel kirine beriya xwe ?"

Min got, "çima, ma we ew diyariyê min nekirine ?"

Mêrik got,"çi diyarî çi hal. Ew dane te ku tu pê xwarinê bixwî.

Hîn ev gotin di devê min û mêrik de bûn, zarok reviyan cîranan û gotin, "vî Kurdî kêr û çetela me dizîye."

Mitbax ji cîranên wan tijî bû. Hin jinan ji hev re digot, "Kurd tev wisan diz in, qaçax in. Hele binihêr... evê piçûk hatiye vira, dîsa bê dizîyê nahewe..." Hinan jî digot, "bigrin, bikutin, paþê berdin bira here."

Piþtî van xeberan, ez bûm mîna mirovekî sûcdar. Ez soro-moro bûm. Min nizanibû ku ez çawa bersiva wan bidim. Kûrîn kete min, ez giriyam.

Di nav wan jinan de jineke Ermenî hebû. Hat nêzîkî min û dest bi pirsiyaran kir. Min zimanê Ermenî zanibû.

Çawan qewimî bû min jê re got :

Jinikê dît ku rast e, min ji nezanî û nefamiya xwe ew kêr û çetel hildane. Wê ji xwediyê malê re îzeh kir. Tevan dît ku ev yeka ji nezaniya min qewimiye. Hin dikeniyan û hinan jî guneyê wan bi min dihat.

Malxuyê malê berdestî temî kir, ku çeteleke kevn bide min. Berdestî çû, du çetelên zengarî anîn ku bide min. Lê ez xeyidî bûm, min hilnedan. Malxuyê malê gelek li ber min geriya þûnde min hildan.

Min çetelên xwe kirin paþila xwe û ez ber bi gund bi rê ketim. Di rê de ez ecêbmayî mam, ew çi bû bi serê min de hat ! Lê dîsan jî ew çetelên ku dabûn min, ez þa dikirim. Min di rê de çend caran çetelên xwe ji pasila xwe derxistin pê lîst û giya top kir.

Ez hatim gund. Çawa ku ez nêzîkî dersxanê bûm, min nihêrî ku dersdar û qîza wê li baxçeyê dibistanê sekinîne. Gava ku wan ez dîtim, ber bi min hatin. Min pêþî nameya mêrê wê dayê. Paþê jî min qutuyên hesinî danê. Wê name dixwend û di bin lêvan re dikeniya û paþê ji niskava bû pîrqîniya wê, keniya. Keça wê lava kir û got,"dayê tu bi çi dikenî, ji min re jî bibêje". Dersdarê ji qîza xwe re jî mesela kêr û çetelê gilî kir. Min tûrê wê yê devnevekirî jî da wê. Wê razîbûna xwe nîþan da û min berê xwe da mala me.

Ku ez hatim nêzîkî mala me bûm, min nihêrî meriyê mala me hemû hatine ber derî. Ez tirsiyam, ji min tirê qezayek qewimiye.

Diya min ber bi min hat û min jê pirsî :

-Dayê çi qewimiye ?

-Qet, lawo, tiþtek neqewimiye. Em li hêviya te bûn. Me digot, dibe ku tu li bajêr winda bibî.

Ew nanê ku ji min re dagirtibûn, ku ez bi rê de bixwim, min da diya xwe. Pereyên heqê riya xwe jî dirêjî bavê xwe kirin. Dê û bavê min þa bûn, ku ez bere-bere peran qezenc dikim û didime wan.

Erebê Þemo (1898-1978)
(Ji romana Berbangê)

Maneyên van bêjeyan li jêr binivîse.

dersdar, name, teyfik, diyarî, berdestî, sûcdar, nezanî, nefamî, malxu, zengarî, sabûn, pasil, karmend, ji min tirê, qumendar, lezekî þûnda, dîna xwe dayin, kûvî, kifþ bû, firavîn, eskere, lava kirin, gilî kirin
Top of Form 1
Bottom of Form 1


Bersiva pirsan binivîse.
Bersîv :

1.Erebê Þemo ji bo çi çû Qersê ?
Bersîv :

2. Çima wî kêr û çetel kirin bêriya xwe ?
Bersîv :

3. Cîranên ku li mitbaxê civiyabûn çi gotin ?
Bersîv :

4. Wî di rê de bi çetelên xwe çi kir ?
Bersîv :
GuLaZagroSa is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Rizgarkirina Zarokan Rizgarkirina Pêþerojê ye! PCkopat Beþa Rojane 1 14-02-2008 07:05 PM
Rizgarkirina Zarokan, Rizgarkirina Pêþerojê Ye-1- zilan_80 Çandi Giþti 0 06-02-2008 04:50 PM
GotinÊn Zarokan Li Ser Hezkirin Û EvÎnÊ heci Çandi Giþti 4 19-07-2007 04:30 PM
Kêr û Çetel (Çiroka zarokan..) berxwedan Çiroken Kurdi 7 12-02-2007 10:23 PM
Peymana Mafên Zarokan Numberone Çiroken Kurdi 0 12-12-2006 09:59 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 03:01 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.