Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çiroken Kurdi

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 06-06-2008, 02:35 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Apr 2007
Mesaj: 178
Üye No: 99116
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 2134
Rep Puanı : 213228
Rep Derecesi
ebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond reputeebulenin has a reputation beyond repute
Varsayılan Zebeşên Amedê û Çîroka Elo û Memo


Ji rojan rojekî li gundekî kurdistanê du bira hebun. Navê yên bi sala mezin Elo navê yê piçuk jî Memo bu. Bavê wan rojekî te re ber rehma Xwedê û ji dinê koç dike. Hîn erdê bavê Elo u Memo zuha nebi bu ku Elo ji birayê xweyê piçuk ra dibêje „malên bavê me ji min ra dikeve,“ Memo qebul nake û navbera wan çend roj bi şer u pevçunê derbas dibe. Lê davîyê herdu jî qerar didin ku bi ruspî yên gund ra bifikirin bi biryara wan razî bin.
Kal û pîrên gund li odekî rudinên û biryarek digrin û dibêjin: “Kî di jîyana xwe da rupelekî balkêş ravayê me bide, emê mal û milkê bavê we bidin wî.“ Birayê mezin dest bi jîyana xwe ya kevn rupelek tine ziman. Di wê da dibêje; „Ez rojek çum Amedê, li (sukê) çarşîyê tiştekî bala min kişand, min bi çavê xwe bawer nekir. Min çavê xwe girt û vekir, carek din dîsa mêzekir ku erê raste. Min berê jî zebeşên mezin dîtubu, lê qasî yên li wir mezin min nedîtibun. Her zebeşekî di derîyê mêrgehmet derbas nedibun. Ka we tu carî zebeşê mîhna vana mezin dîtîye? Pişt ra birayê piçuk dest pêdike u dibêje;„Rojek li mala me arvan qedîyabu, gere ez biçuyama aş. Lê ker a me çend roj berê hişk bibu. Ez çum malên hemû cîranên me gerîyam, lê tu kes kera xwe neda min. Bê çare ez vegerîyam mal û min ji xwe ra got, ezê arvan bi dîkê xwe bibim. Ez çum axur, min dîkê xwe derxist, hefsarê kerê avêt ser u du torbe genimê xwe li ser kir. Li ser torbê genim ez jî lê siwar bum û min ajot. Di demek şunda li pêşîya me çemek derket. Li ber çem ez ji dik peyabum û min ji cêba xwe kefkenîka xwe derxist.
Min berê genimê xwe yek bi yek avêt hêla din, dur re dîkê xwe jî avêt. Dawîyê da min xwe jî xist kefkanîkê, avêt û bi wî awayî em derbasî walî din bûn. Li wir min genime xwe ji erdê tovkir. Lê min nihêrî ku torbê min li ser dîk nayê terazîyê, lewra ji genimên min yek hebek kêm bu.
Min li der dora xwe nihêrî û dit ku heba genimê min di zike çuçikekî, çuçika ku li jorî me sekinîye, sor dike. Min carek din kefkanîka xwe ji cêba xwe derxist û kevirekî picuk xistê û avêt çuçikê. Kevir çu li çuçikê ket, çuçik ket xwarê. Min jî ji cêba xwe kêra xwe derxist û zikê çuçikê qelişand. Heba genimê xwe ji zikê wî derxist û anî danî ser torbe, torbe hat terazîyê. Dur re zikê çuçikê dirut û berda. Çuçik bi firê ket û çu, ez jî ketim ser rê ya xwe û berê xwe da aş.
Genimê xwe li aş hêrand û dîsa berê xwe da gund wê şevê şun da hatim mal.Sibe bu, ez çum axur ku li dikê xwe mêzekim, ew çava ye. Li axur, min dit ku li pişta dîkê min kullekî xeddar derketîye. Ez çum ba cîrana û min ji wan pirsî. Wan ji min ra gotin, ‚guz bîne, bicu û deyne ser birîna wî, ewê rehet be.’ Lê guz jî li herema me nema bun. Ez sê rojan gerîyam, min nedît. Pişt ra yekî ji min re got, ‚heger tu herî cem Pîrika Çîyayî, tu yê bikaribî ji wir guzekî bigrî.’ Li ser van gotinan ez çum hinda pirekê, min selav da û derdê xwe jê ra got. Pîrika Çîyayî jî ji min re got:- Welle layê min, min mehekî berê guzekî xwaribu, dixwazî kefçîkî bigre û têkev nav diranê min, belkî tu dîrhemek bibînî.
Min kefçî girt û ketim nav diranê wê. Di demek kurt da min nêzîka kîlokî guz berhev kir û jê xatir xwest û ketim rê. Hatim gund, guz danî ser birîna dîkê xwe. Serê sibê carek din çum axur ku min nerî pişta dîkêmin firîyaye û dirêj buye. Serê axur qul kirîye û serê pişta wî derketîye ser xanî. Lingê dîkê min li erdê ye lê serê wî li ezmana jî xuya nake. Min ji erdê kersekek ji xalîyê girt u avet serê dik.
Dilê xwe da got, kerseka min ê bighîjê serê wî. Lê kerseka ku min avêt, nehat xwarê. Dur re hilkişîyam ser dikê xwe û ber jor çum. Li jor min hew nerî ku ez li ezman nav ewran da me. Li ser ewran da hinek meşîyam, min dît ku kerseka min avêt jor, heft cotkar li ser wê cot dikin û li wir zebeşên qelew dirişînin. Min ji cêba xwe kêra xwe derxist û çum ber zebeşekî. Çer kêra xwe li zebeşê xist, kêra min ji destê min firya û ket xwarê. Dîsa vegerîyam jêrê û herim kêr a xwe bibînim. Ez çum ketim nava dikanên heddadan. Min li wir dit ku heft heddat ketinin ser kêr a min û li ser dişixulin ku heft satilê mezin ji kêr a min çêkin.“Birayê mezin tahamul nekir û di wir da gotina wî birî, ket navberê û got: „Ma çer kêrekîye ku jê heft satil çêdibin“. Birayê biçuk jî jê ra got: „Ew zebeşên te yên mezin ancax bi wî kêr a min tên kerîkirin.“Pişt ra ruspîyên gund her duh bira li kêkan hev dan runişkandinê û ji wan ra biryara xwe eşkere kirin û ji birayên piçuk, ji Memo ra gotin „Em mal û milkên bavê we didin Elo, lewra tu ne hewceyê wî yî, tu bi vî hunerê xwe ne tenê Amedê tu dikarî hemû dinê qezenc bikî“. alıntı

ebulenin is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -I. 2.3.4.5.......22 marksdede Zanisti 33 22-01-2008 09:29 PM
karışık şarkı sözleri zorewa Kürtçe Lyrics 5 16-10-2007 11:02 PM
Sitranên Kurmancî MÊVAN Kürtçe Lyrics 5 13-04-2007 07:34 PM
Kurmancî Tevlîhev Numberone Helbesten Kurdi 12 02-12-2006 03:37 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 10:03 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.