|
|
#6 (permalink) | ||||||
|
Di wê heremê de dû nêçirvanê egid hebun. Dû bira bun. navê wan Arjeng u Bijweng bu. Ev herdu bira jiyana xwe bi nêçirê derbas dikirin.
Rojek ji rojê xwedê serê demsala payizê bu. êdi havinê xatir dixwest. Ewrê reşê baranê li ser çiyayê jor xwe nîşan dabun. u peşkê baranê li ser tehtê ber pîyê nêcîrvanan dikir. Nêçirvan hilkişîyabun nivê çiyayê bilind u asê. Arjeng ji ji birayê xwe Bijweng ra got: -- Xwuya ye ku wê baran were. Ev ewrê reş elametê bahozê ye. em îroj vegerin. Bijweng: Qet xem neke. emê bikevin şikefta sixwran. Dema ku baran bi dawî bibe emê derkevin nêçira xwe bi domînin. Çikas ne bi dlê Arjeng be ji wî wek Bijweng kir u herdu bira ketin hûndirê şikeftê. Baranek payîzê bi hişm di barîya. Lehîyê bi erdê xistibu. Piştî Du seat bi şunda baran sekini. u hewa sahî bu. Arjeng u Bîjweng derketin ber devê şikeftê. li binya wan çar - pênç karxezal li serê Zinarekî sekinî bu. Arjeng ji Bîjweng ra got: ----Tû jêla here bi zinarve hilkişe û wan xezala bi ber min de bajo. Ezê xwe veşêrdim. Bijweng ji birajê xwe Arjeng veqetîya u di şivarêyek teng da xwe berî binya zinarê ku xezal li serêne da. jêla di binê zinar de şikeftek piçuk u li ber derê şkeftê ji tehtek mezin hebu. Bîjweng jêla bi zinar ve hilkşîya. ji ber baranê zinarê ku pêva hildikşîya şil bubu. êdî hindek mabu ku derkeve ser zinar. kevirê ber destê wî ji cîhê xwe di filîtîn. lê Bijweng xwe bi cîhekî dinê re digirt. Bi awayek heft kotekê derket ser zinar. Dema ku Bîjweng derket ser zinar Xezala hisa wî kir u berê xwe hervaz kirin u li ser kevir u tehta da bi ber Arjeng ve hilkişîyan. Di wê demê da Bîjweng li serê kevîneka zinar bu. ji ber baranê kevirê ku pîyê wî li ser bu him şil bubu, him jî cîhê kevir sist bubu. Bi yekcarî kevir çi cîhê xwe filitî u Bijweng ji serê zinar berjer ket. Bijweng li ser tehtê ku li ber derê şikefta binê Zinar da bu ket u piçek xwîn ji guhê wî hat. Di wê demê da Arjeng bi tîr u kewanê Xezalek kuştibu. Lê qêrîna Bijweng jî hati bu guhê wi. Arjeng dev ji xezala berda u di nav kevrê asê de bi zorê xwe gîhand ba birayê xwe Bijwêng. Dema ku serê wî da ser çokê xwe Bijweng hilma xweyî dawî yê da u çu ser dilovanî ya xwe. Arjeng ji wê rojê virde dev ji nêçîrvanîyê berda. Mîr, Hesp, Xulam. ---------------------------------------------------------------------- Saps ji bo vê mijara ku bi naveroka xwe u giranîya xwe hêja ye. Bijî Kelagerm. Bu mesaj en son " 05-02-2008 " tarihinde saat 11:43 PM itibariyle Artin tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||
|
|
|
|
#7 (permalink) | |||||||||||
|
Arjeng dev ji nêçîrvanîyê berda u qu dît îdî li gund ji nêçîrvanîyê rê xêr nema ye,serî rakir çu bajêr ,çu amedê.mala xwe ,jin u zarok tev li du arjeng hatin.
Mirovek arjeng hebu li bajêr navê wî kuddus.kuddus rojek ji roja ji nişka gazî arjeng kir u got ka were min karek xweş ji tere dîtîye,tu bi vê karê dewlemend bibî ,ne tenê tu malbata te ,mala xalanên te tev hunê pê dewlemend bibin.hema arjeng di du vê gotinê da sola xwe li pê kir u çu ba kuddus. Arjeng wekî Hespek çar gavî bazda u hat ba kuddus.go kuro ka bêje karê ku te ji min re dît çî ye.Kuddus got:ka bise kuro piçek behna xwe bide ezê bêjim ,çay ki sor ji arjeng re xwest dawîya ku arjeng çay vexwar dest bi xeberdana xwe kir kuddus.Arjengo ji îro pêva tê li kuçê amedê dendikê zeveşa bifiroşî.bi telak perê ku di vî karê de heye ti tu kar de tune,hema em ket nesekinin herin j, tera dendik u zeveş,u teştokek bistînin.ev kar ket serê arjeng u wisa got: -bi xwedê tu rast dibêjî,hetta îro çewa nehatibu bîra min. U kuddus got:ma lawo Mîr jî berê dendika difirotin.kê ji dîya xwe nebun mîr.ew jî xulamî kirine.ku tu dixwazî bibî mîr u beg tê vî karî bikî pêşî. u arjeng ji wê rojê pêva ev kar kir. Jin Feqîrî Usifê Xelîl.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#8 (permalink) | |||||||||||
|
_____________Camêrîya Camêrek_____________
Dem dema rihmet li niviskar û xwendevana. Li bajarê Mirsicê Usifê Xelîl hebû. Ev mêrik aborîya mala xwe bi sol froşîyê dikir.Rastî rewşa aborîya wî zahf xirab bû. Ew xwedî ê deh zarokan bu.Dikkana wîya nav sûkê gelek biçûk bu. Ji xwe kiriyar, roj bi roj kêmdibun. Bela supermarket zêde vedibûn û kiriyar xwe didan, wî alîyê va. Sê çar roj, berîya îda qurbanê, kiriyarekî pirr pirr dewlemend hat dikkana wî û solek ji xwe re kirî. Usifê Xelîl vî kesê qet nasnedikir û ev cara yekem bû wî kesê didît.Piştî frotina solê mêrîk derket û ço. Bu dotira roje, şeveqê zû, Usifê Xelîl gavê gav avête nav dikkanê çav cuzdanek ket. Rahişta wî cuzdankê û lê mêzand.Weylo....rebeno çî bibîne, nava cuzdank tijî pereye. 1500 YÎRO, 3 hezar DOLER û 4 Milyar Tirk parasî. Wê wextê kesek re ne got. Dibe êvar diça mala xwe. Hal û meselê jina xwere bahsdike. Jina wî zana zilamê wê, ne yekî heramxware. Disa ji jêra di bêja: ---Usif tû dizanî em dinav feqîrî yê dene, ev pere têra me hete çende kî dika. Were vî nede Xweyî. Zarokê xwe pê têr bika. Usifê Xelîl qet goh nade Jina xwe. Û nasnamê di fekre, nav û navnîşana mêrik dixweyne. Abdurrahman KARAKOÇ- ji xelqê Serhed ê, ji bajarê Wan ê. Usifê Xelîl, radiba telefonê mêrik dika û jêra dibêja. Roja din mêrik tê pere xwe û cuzdankê xwe distîne. Pîştê milyarek pere dida Usifê Xelîl. Belkî ev pere wî ji feqîrî xilas nake. Lê belê ev bûyer dilê Usifê Xelîl pirr pirr aram dika. Mêrg Kanî Kîsok
__________________ Bu mesaj en son " 07-02-2008 " tarihinde saat 12:51 PM itibariyle kelagerm tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
|
|
#9 (permalink) | |||||||||||
|
PİKNİKA KÎSOKA
du hev kisok got em herin serê çiya...ji xwe ra kêf bikin... di nava mêrgan da derbaz bun u 2 sal ji derbaz bu hê ne gihiştin serê çiya.. .. welhasil kelam rojek ji roja xwedê gihiştin ber kanî kê.. kisok(kusî) got: -me tas jibirkiri ye...here wey ne... -belê ezê biçim ...şartek min heye...gere tu nanê me nexwi.. -temam ez beni !!!...... yek sal du sal sê sal derbaz dibe lê kisok tûn e... kisokê ku ma ye birçi dibe..nan derdixe u xwe amade dike ji bo xwarinê.. kevçiyê xwe daveje nan...deng tê.. -hahaha....ka tê ye ne xweriya nan.... kevnesopî Pêşeng dijraber
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#10 (permalink) | |||||||||||
|
Xalê Mihême ji ber extîyar bu û pir meşîya bu gellek westîya bu... Li binê dara guzê bêhna xwe da û xwe dirêj kir. bayê pelê dara guzê nermik nermik di leqand. Tîrêjên tavê di nav pelê darê da li ser çavê Xalê Miheme diket.
Xalê Miheme hêdî hêdî di xew de çû. Xalê Miheme di xewna xwe da dit ku li wlatekî gellek rengin u hêşînayî ye. Lê ser hespekî boz e. Li serî wî miğfer u li laşê wî zirhek ji pola heye. Şurek wek şurê Hz. Eli di ber Cengawerê me da ye. Hesp zîn kîrîye. Hevsar di destê Xalê Miheme da ye. hespê bi zorê zevt dike. Li pişt Cengawerê me artêşek ez bêjim 10 hezar hûn bêjin 20 hezar heye. êrd ji ber meşa vê artêşê di hejikê .Cil u çekê vê artêşê tev ji çanda kevneşopî ya Kurdi pêkanîne. wek ku hûn jî di zanin pêşengê vê artêşê jî cengawerê me Xalê Mihemedo ye. Artêş ji nav Darıstanê derket. Çu deştek bê serî û bê bin. ji durahî ve atêşa neyarê kewmê Cengawerê me Xalê Miheme ji xwuya kir. Xalê Miheme ji piçukatîya xwe ve li hemberî vê artêşê ketibu nav tevgerek dijraber. Dilê wî bubu wek pola. Herdu Artêş li hember hev cîhê xwe girtin. Li ser direfşa artêşa cengawerê me nexşê li ser 3 rengê xwezayî stêrkek heye. li ser direfşa artêşa dijmin jî wênyê gurêboz heye. Bê dengî çê bubu. mêş ne difirîya. ev bê dengîya berya qiyametê bu. Egîde me şûrê xwe bilind kir rakir hewa u çik hişt. û ji şervanê kevneşopîyê Kurda re qîrîya: Lêxin êgîdê min. Roj roja hebûn û tinebunê ye. "Yan Mirin Yan Diyarbekir"... U çewa şurê xwe berjêr da weşand artêşa Qehramana bi yekcarî qêrîyan un bi ser artşê dijminre êriş kirin. Lêhengê qehreman artêşa gurêboz bi hevda tarumar kir. Lê tîmên bê bextê neyar li cîhekî ji paşvê şur daweşan çîma Cengawerê me. Xalê miheme li pişt xwe zivirî ji durve tîrêk feleqreş li enîya Xalê miheme ket. Di cîda qefilî. piçek xweyn ji ber tîrê derket u bi şer çavê xalê miheme da hat. Xalê miheme bi yekcarî ji xewa giran veciniqî u şîyar bu. Dî ku ewr derketîye u peşkê baranê li ser enîya Xalê miheme ketîye. Xalê miheme bi gopalê xwe rabu pîya û hêdî hêdî bi ber malê ve meşîya.. ----------------------------------------------------------------------- derûnî gerdunî tevger -----------------------------------------------------------------------
__________________ Bu mesaj en son " 10-02-2008 " tarihinde saat 05:53 PM itibariyle PCkopat tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| çîrokek pir xweş | azadi_47 | Çiroken Kurdi | 0 | 06-01-2008 01:56 AM |
| Hunera Axaftina XweŞ Û NivÎsandina Rind | heci | Çandi Gişti | 34 | 05-10-2007 11:02 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.