|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Sê mirovên hevalê hev. Biryar didin, ew ê herin diziyê bikin. Xwe bi dilqê derwêşan girê didin. Tûr û hebanan diavêjin milê xwe. Erbanê dikin destê xwe. Diçin li gundan digerin. Diziyê dikin. Diçin malekê. Li ser kuwarê miqilkek heye, tas jî di nava miqilkê de ye. Derwêşekî dibêje:
- Ala nûr, ala nûr. Pê bigire bike tûr. Tasê digire dike tûr. Dibêje: - Dox dirêj e naçe tûr. Dox dirêj e naçe tûr. Yê din dibêje: - Bitewîne bike hûr, têxe nava tûr. Miqilkê jî dike tûr. Diçin. Rastî pîvazan tên. Havîn e, erd hişk û biringo ye. Dibêje: - Em pîvazan bidizin. Yek pê digire kaş dike. Pîvaz diqurmiçe. Dibêje: - Her hirç e, hirç e, ez pê digirim serî mîna kuç e, kaş dikim diqurmiçe. Yê din dibêje: - Heyo heywano avê berde ser wano, rake reh û mehano, em ê bar kin barê kerano. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.