Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çiroken Kurdi

Kayýt Ol SSS
Eski 30-08-2007, 11:26 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Dec 2006
Mesaj: 868
Üye No: 42176
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14976
Rep Puaný : 1497265
Rep Derecesi
jannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond repute
Thumbs up Bûk û tûtûk


Hebû tunebû, çûkek hebû.

Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vediniþt.

Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê veniþt. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êþand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê veniþt, ji pîrê re got:

- Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.


Pîrê got:
- Baþ e!


Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:
-- Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.


Pîrê got:
- Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.


Çûkî got:
Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî z ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.


Pîrê got:
-- Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.



Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
-- Ya sitiriyê min yan jî heft nan!


Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.

Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku þivanek li per pezîye. Þivanî þîr dotiye tasa þivaniyê, biþkulan diçîne çîrî dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber þivanî veniþt got:
-- Þivano, a ji te re heft nan. Biçîne þîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!


Kêfa þivanî hat. Nan û þîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku þivanî got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber þivanî veniþt, got:
-- Ka nanê min!


Þivan þaþ ma, got:
-- Min nanên te çand þîrî û xwar!


Çûkî got:
-- Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...


Þivanî got:
-- Aman, yeman çûko wiha meke.


Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
-- Ya heft nan, yan jî heft beran!


Þivanî mecbûr heft berandan çûkoyî.

Çûko heft beranên xwe girtin firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan þerjê kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê veniþt, got:
-- Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!.


Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran þerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got:
-- Kanî heft beranên min bidin min!


Xwediyê dawetê got:
-- Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.


Çûko got:
-- Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez ez bûkê dixwazim.


Gotin:
-- Eman, yeman çûko wiha meke!


Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:
-- Yan heft beranên min yan jî bûkê...


Mecbûr bûk dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got:
-- Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!


Kêfa berxvanî hat got:
-- Lê çawa!


Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî veniþt. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
-- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!


Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poþman bû. Lê poþmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got:
-- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!


Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Dest vala frriya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...

Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.


jêgýrtýn.......

jannas is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 05:44 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.