|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Nizanim we qet dîtibû yan bihîstibû ku nanê tenûrê ketiye bazarê? Fermo çîroka ketina bazarê ya nanê tenûrê ku heba wê bi 50 qirûşî tê firotin…Wê rojê ez çûm Îzmîrê û tevî kurê apê xwe em geriyan, em rastî bazara nanê tenûrê jî hatin. Lê em ji serî dest pê bikin: Em çûn Kadîfekaleyê. Kadîfekale li Îzmîrê cihekî dîrokî ye. Bi giştî kurd li wê taxê rûdinin, bêhna nanê tenûrê ku li bazarê tê firotin, heta bêhna titûnê qaçax, dengê mirîşk û elokan, heta çêkirina berikan a li nav meydanê taybetiya kurdan xwe nîşan dide. Em derketin gera li Kadîfekaleyê. Hin ji Kadîfekaleyê re “Kurdistana Biçûk” dibêjin, hin “Mêrdîna Biçûk” û di destê me de makîneya me ya wênekişandinê, bi her kesê ku em dibînin re bi kurdî xeber didin, bi vî awayî têkiliyeke germ saz dikin û digerin li Kadîfekaleyê. Em ê ji nêrdewanên berjorkî yên ku qet naqedin, ji kuçeyên ber jorkî bi jor de hilbikişin Kadîfekaleyê. Di van kuçeyên evraz de her ku em diçin laşê me germ dibe dema em digihîjin ser girê Kadîfekaleyê li ser me tenê îçilik (gomlek) heye. Di rojeke bi tav de em diçin wir, rastî zarokên ku gogê dilîzin, mirovên ku ji bo bêhnvedanê xwe li ser erd dirêj kirine, û em rastî jinên ku fistanên wan dirêj, li serê wan melhefên sipî ku ji her halê wan diyar e ku kurd in tên. Em dayikeke bi melhefa sipî dibînin qût dide mirîşk û elokên xwe û diçe ber dîwan rûdine ji bo hay ji wan hebe dibînin. Em bi kurdî silavê lê dikin, rûyê wê geş dibe. TENÛRÊN LI SER KELEHÊ Li ser girê Kadîfekaleyê çend tenûr hatine danîn. Li ber yekê dayikek nan dipêje. Dayika ku hevîrê xwe ji hev vedike û bi hundirê tenûrê ve dizeliqîne, ji aliyekî ve jî li me dinêre. Ew çiqas diyar bin ku kurd in bi cil û berg, bi kirinên xwe, em jî ew qas diyar in ku ji derveyî Îzmîrê hatine vê derê. Em bi kurdî silavê didin û jê dipirsim; “Tu çawayî xaltî?”, bi gotina “Saxbî kurê min” bersiva me dide. Em wêneyê wê dikişînin, qet deng nake, yan berê jî wisa wêneyên wê hatine kişandin, yan ew germbûna me ya bi kurdî ev rehetî pêşkêşî wê kiriye. Piştî kişandina yek-du kareyan em “Bi xatirê te” dibêjin, wekî her dayikeke kurd ku yekî ji ser tenûrê dest vala naşîne ji me re dibêje, “Bila nan çêbe, nanî werbigirin.” Em hinekî disekinin, nanê tenûrê çêdibe, em hinek jê dikin û didomînin riya xwe. Em hinekî din dimeşin û digihîjin ber dîwarên keleyê em dezgeyên ku jinên kurdan vekirine dibînin. Li meydanê li ber çavan berikan çêdikin, berhemên destan ên din jî wekî li gundekî kincên xwe daliqandibin û dabûn ber tavê li dezgehan daliqandine û difiroşin. Bi hewisîneke herdemî em dest davêjin makîneyê, wêne dikişînin. Pêşî em bi serhejandinê silavê didin, dûre em buhaya berhemên ku ji destên wan derketine dipirsin. Çenteyê biçûk 2,5 YTL heta 5-7 YTL, xemlên deriyan, heqîb û tiştên din ji 15 YTL heta 35 YTL; wiha namedank, laçik, berik û gelek tiştên din bi buhayên cihê cihê têne firotin. JI STÎLÎLÊ HATINE Her du keçên kurd ku em wêneyên wan dikişînin deng nakin, lê dema em wêneyê jina li ser dezgeha dawî dikişînin bi bişirînê dibêje, “Hûn min nedin qeztê ha.” Dibe ku ne hewceyî pirsê ye, lê dibe ku ji bo destpêka sohbetekê em bi kurdî dipirsin ku ji ku derê ye, dibêje, “Ez ji Mêrdînê me.” Navê wê Xezna ye, mêrê wê ji navçeya Apê Mûsa ji Stîtîlê ye. Dema qala Stîlîlê dibe, em pirsa “Apê Mûsa jî ji Stîlîlê ye, tu Apê Mûsa nas dikî?” dikin, ew dibersivîne, “Bêşik ez nas dikim.” Em meraq dikin şaredarî tiştekî dibêje ji bo van dezgehên wan an na, ew dibêje, jixwe şarederî ev cih daye wan. Dûre ji meraqa xwe em dipirsin; “Kî van berheman distîne, kesên ku bistîne hene?” Ew dibêje, “Hene. Hinek ji bo xemla mala xwe, hinek ji bo odeyê Şerqê çêbikin distînin.” Me ew qas mijûl kiriye, em tiştekî jê bistînin, her tiştê ku em dixwazin bikirin, dibêje “ew qas e, bila ji we re ew qas be” û dixwaze buhaya wê daxe, lê em naxwazin, derdê me ew e ku kedeke me jî bikeve nava vê kedê. Em erzaniyê qebûl nakin, ji dezgehê hin tiştan dikirin û vediqetin. Em ji dîwarên kelehê ber bi jor dikevin, diçin jor. Ji jor de li Îzmîrê dinêrin, dûre dîsa dadikevin û derbasî aliyê kelehê yê din dibin. Li ber mizgeftê hin mirovên bi şelwar û yêlekên xwe, bi kumên xwe û tizbiyên xwe diyar in ku kurd in rûniştine. Hin ji titûnê xwe yê qaçax cixareyê çêdikin, yê hinan wekî trênê dû jê derdiçe û hin jî şeqîna tizbiyên wan e. Û li Kadîfekaleyê her tişt nasnameya kurd nîşan dide: “Şiyar Foto”, “Yoldaş Berber”, “Meyir Doner Izgara.” Li ser camên dikana kasetfiroş afişên fîlm û albumên kurdî dibêjin ez li vir im, dengê muzîka kurdî ji xwe li holê ye. NANÊ TENÛRÊ BI 50 YKR YE Û dema em çend gavên din dimeşin, em li ber dikanekê camekanek ku tê de nanê tenûrê difiroşin dibînin, bala me dikişîne. Jinek nanê tenûrê yê germ ku nû hatiye dixe camekanê û ji bo firotinê amade ye. Em nêz dibin û navê wê dipirsin, “Elmas” dibêje, em paşnavê wê dipirsin, xaloyek dikeve navberê, dibêje; “hûn ê çi bikin”, em diyar dikin ku dixwazin nûçeyekê li ser vê çêbikin, “Aman ha” dibêje û didomîne; “Em li vir nanê xwe jê kar dikin, hûn bidin rojnameyê şaredarî filan dê xwe tevî me bikin.” Em bi kurdî xeber didin pê re, diyar dikin ku dê tiştek nebe, lê em nikarin xalo qanî bikin, ew her li ser a xwe ye. Ew nabêje ji kengê de ye nanê tenûrê li wir difiroşê, rojê çend heban difroşe diyar nake, lê di nav sohbetê de em xwe digihînin nav kîteyên biçûçik; Ku ew ji Qosera Mêrdînê ye, eleqeyeke mezin ji bo nanê tenûrê heye, gelek kes ji nanê tenûrê hez dikin û dikirin. Dema hîn dibe em ji Stenbolê hatine, dibêje, “Yên ku ji Stenblê tên bi 5’an, 10’an dikirin dibin, gelek nan distînin.” Nanê tenûrê di nav camekanê de medê me vedike, wekî bêje werin min bixwin disekine. Nanê ku yeka wê bi 50 qirûşî tê firotin em çendan jê dikirin, bazara nanê tenûrê li wir dihêlin û xatir ji xalo dixwazin. Dema em çend gavên din dimeşin, xaloyek li pişt dezgehê mêweyan nan dixwe tevî pîrê, em silavê lê dikin, dibêjin, ‘Noşî can be’, ew dibêje bi hemû mêwanperweriya kurdewarî, ‘Xwedê ji we razî be. Ka werin em bi hev re bixwin.” Lê dema me nîn e, em xwe berjêr ve bera xwarê didin û berê xwe didin daweta ku em ji bo wê hatibûn vî bajarî. MAHDÊ MIROV VEDIKE Nanê tenûrê di nav camekanê de mahdê me vedike, wekî bêje werin min bixwin disekine. Nanê ku yeka wê bi 50 qirûşî tê firotin em çendan jê dikirin, bazara nanê tenûrê li wir dihêlin û xatir ji xalo dixwazin. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
heval anladığım kadarıyla kadife kalede mahsus bir şey
![]() bana merdinden geliyor zaten hasret gideriyorum hemide beleş.![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| ajdar sevenler derneği | leheng | Sınırsız Muhabbet Burada | 158 | 27-02-2007 12:34 PM |
| Nane nane /ajdar..:) | lehenk | Türkçe Lyrics | 2 | 30-01-2007 12:34 AM |
| gelmiş geçmiş en güzel şarkı | malazgirtli | Sınırsız Muhabbet Burada | 1 | 04-08-2006 12:23 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.