Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 26-02-2007, 04:39 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: Rotterdam Nederlands
Yaþ: 29
Mesaj: 3,386
Üye No: 6272
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1373
Rep Puaný : 136762
Rep Derecesi
Kajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond repute
Varsayýlan Alfebêta Erebî û Zimanê Kurdî


Kengî cara pêþî di dîroka mirovayetiyê de ziman hatiye nivîsîn, heta roja îro bi awayekî zanistî ne hatiye diyar kirin.



Herwekî wê jî heya roja îro ti bingihên zanstî ji wê yekê re, ka gelo kîjan ziman pêþî di destpêka dîrokê de peyde bû ye, nîn in.



Erê, rast e, zanyarên arkologî di lêkolînên xwe de gelek berhemên dîrokî yên hêja û bi nirix kom kirine, belê dîse jî ew di xebatên xwe yên zanistî de rastî gelek pirsgirêk û çetnahiyan tên.



Di derbarê gelek berhemên kevinare de zanyar hê jî nizanin, ka gelo ew nîgarokên (rismên) hûnermendî ne, yan ew nivîs in.



Vêce zaniyar vê rastiyê dizanin, heke berhemek nîgarokeke hûnermendî be, hingê ew hesta dilê xwediyê wê, yan jî dîtina wî li ser tiþtekî yan bûyerekê derdibire; û heke nivîs be, ji xwe divê ew berhemek be, ya ku komek mirov di nav xwe de li ser þêweyê danîn û bikaranîna wê li hev hati be.



Vêce gava ew berhem nîgarokine hûr û bi awayekî endazyarî (hendesî) li pey hev û bi rêzik bin, hingê gelekî çetin e, ku mirov bizane, ka gelo ew berhemên nîgarkêþî ne, yan nivîs in.



Belê weke encameke zanyarî ew rastî diyar bûye, ku saziyên (sistêmên) nivîsînê yên têvel (ji hev cida) û her yek serbixwe li gelek deverên cîhanê hatine afirandin, weke Navbera Herdû Çeman (Mêsopotamiya), Çînê, Emêrîka Navîn û hin deverên dî li dinyayê.



Neqþên nivîskî li ser alavên qehfikî yên ku ji xaka þewitandî hatine çêkirin û li hin deverên Rojhilata Navîn û bþur-rojhilatê Ewropayê hatine kom kirin, bi dîroka xwe ve vedigirin nêzîkî sala 3500î berî zayînê (berî Îsa).



Hin ji van neqþan li bajarê kevnar, Sûsa, yê ku cihê wî îro li baþur-rojhilatê Kurdistanê, li navçeya Êlam dikeve, hatine dîtin.



Bi pêþveçûna dîroka mirovayetiyê re du sistêmên nivîsînê peyde bûn. Sistêma 1ê ew sistêm bû, ya ku her nîgarokekê (resmekî) tiþtek dida xuya kirin, mînak: Nîgarokeke bi çend xêzikên piþttewandî û di bin hev re bi awayê pêlên avê, çê li çem yan deryayê dikir.



Û sistêma 2an ew bû, ya ku her nîgarokekê (resmekî/þeklekî) bêhtir ji tiþtekî û heta têgînên axêverî, yên ku ne li ber çavan in jî, didan xuya kirin.



Di nivîsîna sûmeriya kevin de nîgargaroka ezmanekî sayî û bê stêr gelek wateyên xwe hebûn, weke „þev“, „tarî“, „reþ“;



lingek bi wateya „çûn“, „rawestan“ û hin wateyên dî yên nêzîk bû.



Di piþt re û bi pêþveçûna demê re di hezarsala 4an de berî zayînê nivîsîna bizmarî (mîxî) hate afrandin û ji gelek zimanan re hate bi kar anîn.



Herdû sistêmên berî niha, sitêma 1ê û sistêma 2an di gelek demên dîrokê de hatine bi kar anîn.



Bipêþveçûna van þêweyên nivîsînê xwe kiþande heta bi sedsala 1ê berî zayînê.



Sistêma 2an li Çînê bi pêþ ve çû û xwe gihande heya roja me ya îro. Ji vê sistêma nivîsînê re têgîna logographie tê bi kar anîn, ango her nîgarokek li þûna peyvekê ye.



Kesekî ku bxwaze hînî zimanê çînî yê îro bibe, divê bi kêmayî xwe fêrî 2000 nîgarokê bike.



Hêjayî gotinê ye, ku Yapaniyan jî di piþt re sistêma nivîsa çînî wergirt û li gor zimanê xwe hinek guhertin xistinê.



Di xwendegehê de ji pêngava 1ê seretayî heta bi pêngava 6ê seretayî divê zarok li Yapanê li gor zagonên perwerdeyî bi kêmayî hînî 881 nîgarokê bû bin.



Nivîsîna hîroglof di Misira kevin de berî nêzîkî 3000 sal hate peyde kirin û di dîrokê de bi pêþ ve çû.



Ew jî awayek ji sistêma 2an bû, ya ku berî niha axaftin hate ser, belê nîgarokên wê bi wî awayî bûn, ku her 2, yan 3 nîgarokan bi hev re peyvek ava dikir.



Hîroglof peyveke ji zimanê yûnanî hatiye û wateya wê „pîroz“ e.



Nivîsîna hîroglof bi Yûnanî hieroglophik grammata, ango „nivîsîna Pîroz“ bi vî navî hatiye nas kirin, ji ber ew di cihên pîroz, weke mizgeft, gorin û perêzgehan (me’bedan) de dihate bi kar anîn.



Ev navê ha, ango hîroglof li nivîsên kevnare yên hin çandên din jî, weke çanda Hêtîtan, ya Maya, ya Indus û ya hine din jî tê kirin.



Nivîsîna hîroglofî di kar de ma, heya bi demeke kurt berî zayînê, gava sistêmeke nû cihê wê girt.



Ev sistêma nû ji aliyê Qubtiyên Misirê ve hati bû danîn. Qubtiyan jî ev sistêma nivîsê ji nivîsina kîteyî ya ku li girava Qubrusê hati bû afrandin, wergirti bû.



Sistêma nivîsîna kîteyî hê ji mêj ve li ser girava Qubrusê dihate bi kar anîn.



Qubrusiyan jî bê goman ji nivîsên gelên hawîrên xwe ev sistêm bi pêþ ve xisti bû.



Sistêma wê jî ew bû, ku tîpeke dengdar (konsonant) bi tîpeke dengdêr (vokal) re bêjeyek ava dikir. Ew ji destê rastê ve dihate nivîsîn.



Piþtî vê demê Fênîqiyan, yên ku peravên Deriya Navîn li Sûriya, Filistîn û Lubnanê di bin destê xwe de dihiþtin, hatin û sistêma nivîsîna Quptiyên Misrê wergirtin û hin guhertin li gor sistêma zimanê xwe xistine nav.



Ji ber zimanê Fênîqiyan zimanekî samî bû, wan dît, ku bikaranînîna tîpên dengdêr (vokal) ne xwedî giringiyeke mezin e ji zimanê wan re, ji ber vê yekê wan sistêma tîpên dengdar (konsonant) xiste bingehê nivîsîna xwe.



Li gor zanîna me ya îro, êdî ew cara pêþî bû, ku di dîroka mirovatiyê de alfabêteke bi sistêm hatiye danîn. Ango Fênîqî ne, yên ku cara pêþî di dîroka mirovayetîyê de alfabêt afirandine.



Di nivîsîna zimanên samî de, yên ku tîpên dengdar (konsonant) stûna zimanê wan in, nivîsîna tîpên dengdêr (vokal) ne hergav pêwist bû.



Wan didît, ku bi nivîsîna tîpên dengdar (konsonant) ew zû digihane jihevtêgihishtinekê. Ji ber vê yekê û ji ber nebûna dengdêran (vokalan) ji alfebêta Fênîqî re BCD û ne ABC tê gotin.



Ev dem êdî bû dema jidayikbûna alfebêtên zimanên samî weke, Aramî, Ibrî û Erebî. Dîroka bipêþveçûna alfebêta Fênîqî, wergertin û bipêþvebirina wê ji aliyê êlên samî ve digihe nêzîkî 1700 salî berî zayînê.



Gava gelên hindo-ewropî, weke Yûnanan û hin gelên din rastî vê sistêma ha hatin, wan dît, ku bi arîkariya tîpên dengdêr (vokal), êdî derfeteke gelekî mezin ji bona avakirina peyvan heye.



Di vê biwarê de mirov ji bo têgihiþtinê kare îro vê mînaka zimanê kurdî bide: Di rêza tîpên dr de, heke em her 8 dengdêrên zimanê kurdî tenê di navbera „d“ û „r“ de deynin, em digihine vê encamê: dar, der, dêr, dir, dîr, dor, dur, dûr. Ji van her 8 peyvan 4, ango dar, der, dêr û dor peyvên zimanê kurdî ne.



Ji xwe ji berê ve, tîpên dengdêr (vokal) li ber çavên Yûnaniyan keti bûn, ji ber dan û standina wan û Qubrisiyan, yên sistêma kîteyî bi kar tanîn, bi hev re hebû.



Bi vê yekê Yûnanan li gor sistêma zimanê xwe yê hindo-ewropî alfebêta fênîqî wergirt, guhert û alfebêteke yûnanî afirand.



Her weke Yûnanan, Etrûskan jî, yên ku lêkolînên zanistî li ser bingeha wan bi dawî ne hatine, alfebêta xwe ava kirin.



Piþtî ku Yûnaniyan alfebêta Fênîqî wergert û li gor sîstêma zimanê xwe guhert, bi demê re Etrûskan jî alfebêta yûnanî wergirt û di nêzîkî sala 800î berî zayînê de guhertinên xwe avêtine nav.



Di piþt re Îtaliyan elfebêta etrûskî wergirt û li gor sistêma zimanê xwe bi pêþ ve bir, ango ev yek bû dema jidayikbûna elfebêta latînî.



Ji tîpên yûnaniya kevin, tîpên kirîlî jî hatine girtin û guhertin.



Niha mirov dikare bêje, ku bi kurtî ev dîroka bipêþveçûna nivîsînê li Rojava bû.



Li Rojhilat me got, ku sistêma nivîsîna zimanê çînî xwe da pêþ, belê ew li her deverê bela ne bû.



Gelên li rojhilat, yên ku zimanê wan hindo-ewropî bû, alfebêtên xwe yan ji alfebêta aramî wergirtin, weke sanskrît li deverên weke Hindistanê, û yan jî ji elfebêta erebî weke Pakistan, Îran û Afganistanê wergirtin.



Hijmara tîpan di piraniya elfebêtên ku îro hene de di navbera 20 û 30 tîpî de ye.



Belê li gor sistêma dengkariyê ya her zimanekî, elfebêtên kintir û yên dirêjtir jî hene. Elfebêta herî dirêj ya Khmêr e, ya ku 74 tîp tê de hene.



Sistêma nivîsînê li gor tîpan, ango li gor alfabêtê îro ew e, ya ku baþiya xwe ji hemû aliyan ve di nav dîroka mirovatiyê de daye pejrandin.



Belê elfebêta herî bi rêk û pêk ew elfebêt e, ya ku her tîpeke wê nîþana dengekî taybetî û serbixwe ye, ango gava di nivîsînê de, tîpek were guhertin, hingê wateya bêjeyê hemûyî tê guhertin.



Ji vê yeka han re di zanyariya zimên de fonologî dibêjin û ji dengên wisa re, yên ku bi wan yekser tevayiya wateya bêjeyê tê guhertin, fonem dibêjin.



Ji ber vê yekê ji elfebêta latînî ya zimanê kurdî re tê gotin, ku ew elfebêteke phonologî ye, ango tîpên wê fonêm in, mînak: bar, car, çar, dar, har, jar, kar, mar, par, sar, tar, war, yar, zar. b, c, ç, d, h, j, k, m, p, s, t, w, y û z fonêm in.



Weke elfebêta kurdî ya latînî ji hin elfebêtên din re jî tê gotin, ku ew elfebêtên fonologî ne, wek elfebêta spanî û ya fînlendî.



Belê di sistêma dengkarî ya zimanê kurdî de, ne tenê dengdar (konsonant) fonêm in, lê dengdêr (vokal) bi xwe jî fonêm in, mînak: bar, ber, bêr, bir, bîr, bor; kar, ker, kêr, kir, kur, kûr, kor.



Vêce li gor vê rastiyê em dibînin, ku sistêma dengkarî di zimanê kurdî de, weke zimanekî hindo-ewropî li ser fonêmên dengdar (konsonant) û fonêmên dengdêr (vokal) hatiye avakirin.



Bi gotineke din, em dikarin bêjin, ku binyata sistêma dengkarî ya zimanê kurdî dengdar û dengdêr in, ango mirov nikare wisa bi hesanî elfebêteke weke elfebêta erebî, ya ku –weke me berî niha dît- ji alfebêta fênîqî hatiye wergirtin û li gor sistêma dengkarî ya zimanên samî hatiye danîn, bêne û li sistêma dengkarî ya zimanê kurdî siwar bike.



Bi vê êdî em nêzîkî mijara xwe ya sereke dibin.



Pirs ne ew e, weke hin bawer dikin, ku em Kurd dixwazin xwe ji alfebêta erebî rizgar bikin, ji ber 2 parçeyên mezin ji xaka Kurdistanê bi sedema hin bûyerên rêzanî di dîrokê de ketine bin destên 2 dewletên erebî de.



Belê, em tenê dixwazin, rastiya wê yekê bizanin, ka gelo ji elfebêtên ku îro hene, kîjan ji wan bihtir li sistêma dengkarî ya zimanê kurdî tê.



Li gor þirovekirina berî niha em bi rastî dikarin zimanê kurdî bi her alfebêteke binivîsin, ango em dikarin bi elfebêta herî pêþ, ya fênîqî, bi ya aramî, ibrî, arebî, yûnanî, etrûskî, kîrîlî, latînî, bi sistêma kîteyî ya sistêma kevnare qubrusî û bi sistêma logografî ya çînî û yapanî jî binivîsin.



Weke belge li ser rastiya vê dîtinê, mirov dikare bi xweþkayî rewþa nivîsîna zimanê kurdî bide, yê ku îro di rastiyê de bi 2 elfebêtên cida tê nivîsîn, latînî û erebî, û heta berî demekê bi kîrîlî jî.



Gava Yûnanan di sedsala 9an berî zayînê de elfebêta fênîqî wergirt, ew zû gihan wê encamê, ku elfebêta fênîqî ji sistêma dengkariya zimanekî samî re hatiye saz kirin.



Wan dît, ku elfebêta fênîqî li ser bingeha dengdaran (konsonantan) hatiye ava kirin.




Bu mesaj en son " 26-02-2007 " tarihinde saat 04:42 PM itibariyle Kajîn Jîr tarafýndan düzenlenmiþtir....
Kajîn Jîr is offline  
Eski 26-02-2007, 04:43 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: Rotterdam Nederlands
Yaþ: 29
Mesaj: 3,386
Üye No: 6272
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1373
Rep Puaný : 136762
Rep Derecesi
Kajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond repute
Varsayýlan Devamý


Ji ber wê yekê wan kelk (fêde) ji sistêma kîteyî, ya ku xwe li Qubrusê veda bû, stand û elfebêta fênîqî li gor sistêma denkarî ya zimanê xweyî hindo-ewropî guhert û bi pêþ ve bir, û bi dirêjbûna dîrokê re elfebêta latînî hate danîn, ya ku îro beþê meztir ji gelê me jî pê dinivîse.
Di wergirtina elfebêtekê de ji bo nivîsîna zimanekî, divê mirov sistêma dengkarî ya zimanê ku mirov jê elfebêt aniye, û sistêma dengkarî ya wî zimanê ku mirov dixwaze elfebêtê jê re bi kar bêne, bide ber hev.
Heke herdû sistêm li hev hatin, hingê êdî nema merc e, ka elfebêt ji zimanekî hindo-ewropî hatiye, ji zimanekî samî hatiye, yan ji zimanekî dî hatiye.
Ango wê ji berjewendiya wî zimanî be, gava herdû sistêm li hev werin.
Zanyarên ewropî ev rastiya ha zû nas kiri bûn, gava wan pêþniyara elfebêta latînî ji Atatürk re kir, û Atatürk bi biryarekê dest ji hezaran berhemên ku heta hingî bi alfebêta erebî hati bûn nivîsîn, berda û hemû berhemên nivîskî li Tirkiyayê êdî bûne bi elfebêta latînî.
Her wekî wê zimanzanê kurd yê mezin Mîr Celadet Bedirxan jî ev rastiya ha zû nas kiri bû.
Ango wergirtina elfebêta latînî, ya ku ji sistêmeke denkarî bi dengdar (konsonant) û dengdêr (vokal) hatiye, ji zimanê tirkî re, yê ku sistêma dengkariya wî bi dengdêr (bêhtir) û dengdar re, û ji zimanê kurdî re, yê ku ew jî -bi ser ku nejada wî û ya zimanê tirkî ne yek e jî- bi sistêmeke dengdar û dengdêr e, encama rastiyeke zanistî ye, û ne weke ku hinek dixwazin ber bi Ereban bênin, ku Mîr Celadet bi çavkorî rêya Atatürk dijî erebîtiyê girti bû.
Di qonaxên dirêj yên dîrokê de, gelek caran yan bi sedemên bazirganî, yan bi sedemên olî û yan jî bi tirs û zorî elfebêtên hin zimanan li ser nivîsîna hin zimanên din hatiye zorkirin, bi ser ku herdû sistêm yekcar ne li hev in.
Ez di vê mijara xwe de dixwazin mînaka sistêma zimanê erebî yê ku bi zor li sistêma zimanê kurdî (û gelek zimanên din, Farisî, Derî, Urdû ...) hatiye zor kirin, bidim.
Gava Ereban, yên ku me sistêma dengkarî ya zimanê wan berî niha da xuya kirin, ku ew bi giþtî li ser binyata 3 dengdaran (konsonant) hatiye ava kirin, di sedsala 7an de bi þûr û xwîn Kurdistan dagîr kir, wan zimanê xwe, zimanê Quran û Xwedayê xwe, xiste zimanê fermî. Ereban hemû berhemên nivîskî, yên ku heta bi wê demê di Kurdistanê de hebûn, weke nivîsên hêzên tarî binav kirin û wêrankirina wan rewa kirin.
Kî ji Kurdan li dij derketi ba, û xwesti ba, bi zimanê dayika xwe binivîse, weke mirovekî nebawermend, yê ku ji rêya Quran û Xwedê derketiye, dihat tawanbar kirin.
Bi dirêjiya sedsalan re li vir yan li wir Kurdin derketin û bi zimanê xwe, kurdî di bin mercên dagîrkeran de hin berhemên di dîroka mirovayetiyê de pir bi nirx û hêja nivîsîn.
Wan ew berhemên xwe êdî bi Kurdî, lê bi elfebêta erebî nivîsîn.
Li gor zanîna me ya îro, nivîsên kurdî bi tîpên erebî yên pêþî vedigerin salên 1009 – 1078 piþtî zayînê (Jiyana Elî Herîrî).
Bi vê tê xuya kirin, ku bi hatina Ereban re, berhemên kurdî yên ku berî hatina wan hebûn, bi yek carî hatin wêran û nema kirin, û di piþtî hatina wan re jî tenê zimanê wan yê "pîroz" û serdest bû.
Mebest ji vê yekê ew e, ku mirov divê bawer bike, ku sistêma dengkarî ya zimanê erebî bi zorê li sistêma dengkarî ya zimanê kurdî hatiye siwar kirin, û ew ti caran ne encama xebateke zanistî ye.
Di piþtî cenga cîhanî ya yekê re, gava dewleta osmanî ji hev de ket û Inglîz û Fransiyan li gor berjewendiyên xwe sînorên nû kiþandin, Kurdistan parçe kirin û gelek dewletên biçûk ava kirin, Îngilîzan bi sedemên têkoþîna gelê kurd li baþur (Iraq) zor li mîriya ereb ya Bexdayê kir, ku ew rê li ber xwendegehên kurdî vekin, û bi rasti li Silêmaniyê pêngavên seretayî vebûn.
Belê hingê jî mîriya Bexdayê kire merc, ku divê xwendin û nivîsîna kurdî bi tîpên erebî be.
Ev belgeyeke dî ye ji wê rastiyê re, ku Kurdan ne di encama xebateke zanistî û serbixwe de elfebêta sistêma zimanê erebî hilbijrtiye.
Behtir ji wê mîriyên ereb, xebata zanyarên kurd weke Tewfîq Wehbî, Cemal Nebez û Giyo Mukriyanî, yên ku di encama xebatên xwe yên zanistî de gihabûne wê baweriyê, ku sistêma elfebêta latînî baþtir li zimanê kurdî tê, beravêtî kirin.
Ji wê demê ve rê li ber beþekî ji Kurdên baþur vebû, ku –gih bi nehênî û gih hiþkere- bi zaravê Kurmanciya Navîn (Soranî) û tîpên erebî binivîsin.
Li rojhiltê Kurdistanê û di bin zoriya rêzaniya (siyaseta) mîriya Îranê de jî gih li vir û gih li wir çend berhemên kurdî bi tîpên erebî derketin.
Di vê navê de û heya roja îro li baþurê welêt di navbera 2000 - 2500 berhemî derketiye û roj bi roj bêhtir dibe.
Îro beþek ji baþurê Kurdistanê rizgarkirî ye, lê pêþeroja wî ji ber berjewendiyên mîriya Iraqê û dewletên derve ne diyar e.
Rast e, Kurd ne xwedî biryara paþî ne.
Lê belê demê ji wan re îro keyseke hêja bi xwe re aniye.
Ew di biwara bikaranîna elfebêta kurdî de dikarin, ‘faktan’ çêbikin û bi biryareke dîrokî, pilanekî zanistî ji bo wergirtina elfebêta latînî ji zimanê kurdî re hiþkere bikin.
Di warê rêzanî /siyasî de, em dibînin, ku bi rastî, pirs ne pirsa elfebêta erebî û elfebêta latînî ye, bêhtir ji wê wergirtina elfebêta erebî dibe sedemê parçekirin û jihevdûrkirina neteweya me. Gava ku neteweya kurd ne bi yek elfebêtê binivîse û rewþenbîrên wê nikari bin bîr û baweriyên xwe bi hev biguherin bipêshvechûnên dîrokî yên zaravên ziman rêyên cida ji xwe re digirin.
Belê dîse jî heke em baþî û nebaþiyên herdû elfebêtan, ya erebî û ya latînî bidine ber hev, em dibînîn, herweke min berî niha jî diyar kir, ku baþiyên elfebêta latînî ji baþiyên elfebêta erebî bêhtir in.
Rast e, ku ji bo bikaranîna wan divî bû ji bo bicihanîna xwestekên sistêma zimanê kurdî guhertin di herdû elfebêtan de jî were kirin.
Di elfebêta erebî de giranî dikeve ser dengdaran (konsonantan), dengdêr tenê ji bo guhertina wateyê ne, mînak: katib (nivîskar), kitab (pirtûk).
Ku mirov li elfebêta erebî temaþe dike, mirov dibîne, ku tîpên wê hemû dengdar (konsonant) in.
Alif, ba, ta, tha, gim, ha, kha, dal, dhal, ra, zay, sin, shin, sad, dad, ta, tda, ain, ghain, fa, qaf, kaf, lam, mim, nun, waw, ha, ya.
Tîpên elfebêta erebî, ji rastê ber bi çepê ve têne nivîsîn û 4 nigarokan distînin,
1. Di serê bêjeyê de
2. Di nîvê bêjeyê de
3. Li dawiya bêjeyê
4. Bi serê xwe û ne girêdayî.
Ev sistêma ha dijwariyekê li pêþiya hînbûn û hînkirina wan dide xuya kirin.
Ji dêla awayekî tîpekê, divê zarok di xwendegehan de hînî 4 awayên yek tîpê bibin.
Tîpa latînî di her 4 cihan de weke hev tê nivîsîn.
Di sistêma zimanê kurdî de ne dengdar (konsonant) tenê hilgirê wateya bêjeyê ne, giraniya dengdêran (vokalan) jî bi qasî ya wan e.
Ku mirov temaþyî van peyvan bike: ra, rê, rî, rû, ro mirov dibîne, ku dengdêr hilgirên wateya bêjeyê ne.
Nivîsîna ‘a’ di serê bêjeyê de bi elfebêta erebî çetnahiyan derdixe.
Ji bona ku mirov ‘a’ binivîse, divê mirov pêþî Nebira binivîse, di piþt re divê alif bi Nebira ve bibe û li paþî hemza li ser Nebira were nivîsîn.
Ji bo nivîsîna ‘ i’ di serê bêjeyê de, divê mirov Nebira binivîse û hemza bavêje ser, lê heke ‘ i’ di nava bêjeyê de be, yan li dawiya bêjeyê be, hingê ew yekcar nayê nivîsîn.
Dengdêra ‘ i ’ di Kurdî de fonêmeke bingihîn e, lê ji ber elfebêta erebî elfebêteke ji zimanên samî re hatiye danîn, ‘ i’ ji wê re ne giring e, û bi vê ev dengdêra kurdî di nivîsîna kurdî bi tîpên erebî de yekcar tê winda kirin.
Ango gava mirov min binivîse, divê mirov mn binivîse, û gava mirov çi binivîse, divê mirov ç binivîse.
Ji bo nivîsîna ‘ û ’ divê mirov 2 ‘waw’ ên erebî binivîse, gelek caran ev dibe çetnahiyeke mezin, ku mirov nema dizane kengî divê ‘waw’ek û kengî 2 ‘waw’ bêne nivîsin.
Elfebêta erebî dibe sedemê çetnahiyan di þirovekirina rêzimaniyê de, di hevokzaniyê (Syntax) de gelek caran pardaçek bi bêjeya berî xwe ve têne nivîsîn, mînak: le gelda (Zirkomposition), li gorî zagonên Syntax gereke ew di komekê de xwedî cihekî serbixwe be, ango le gelda .
Ev û hê gelek çetnahiyên din, yên ku elfebêta erebî ji nivîsîna zimanê kurdî re çêdike, hene, ez niha naxwazim herime ser hemûyan. Bila ew bibine babet ji mijareke din re.
Bangewaziya min li mîriya baþurê Kurdistanê ew e, ku ew di xizmeta neteweya me de bibine xwedî biryareke dîrokî û dest bi pilanên zanistî bikin, ji bo wergirtina elfebêta latînî.
Daxwaza nivîsîna bi elfebêta latînî ne daxwazeke li dijî neteweya ereb e, û em bi wê yekê dijminatiya gelê ereb nakin.
Ez di wê baweriyê de me, ku bikaranîna elfebêta latînî ne tenê ji aliyê zanistî ve li gor sistêma dengkarî ya zimanê kurdî ye, bêhtir ji wê ew di xizmeta bipêþveçûna civaka kurdî de ye û deriyên zimanên sereke yên cihanê, weke Inglîzî û Frensizî ji neteweya me re vedike.
Dr.Zerdeþt Haco

__________________
Kajîn Jîr is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Dîroka Zimanê Kurdî rojekanu Dirok 7 02-07-2007 08:05 AM
Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re Numberone Çiroken Kurdi 1 30-06-2007 10:21 AM
Kurdî Hem Hunere Hem Jî Þekire… Kajîn Jîr Çandi Giþti 6 09-05-2007 09:09 PM
Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 20-01-2007 09:33 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:50 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.