|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
BANDORA EDEBIYATÊ
Edebiyat wek her tiþtên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmageyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Berê lîteratura devkî xurt bû. Lê niha, di dema me de lîteratura nivîskî xurt e, pêketî ye. Edebiyat dayika gelek babetên hunerî ye. Yên ku hunera tiyatro, fîlm û muzîkê pêk tînin ji lîteraturê feyde dibînin. Ham madeya lîteraturê ziman e. Ji bo vê divê teknîka zimên di edebiyatê de baþ bê karanîn. Edebiyatvan divê hunera zimên baþ pêk bîne. Edebiyatvan wexta ku dest bi nivîsînê dike dizane, ku li hember cîvakê xwediyê berpirsiyariyek e. Edebiyatvanek çiqas li ser cîvakê xwediyê bandorek mezin be, ewqas jî xwediyê berpirsiyariyek mezin e. Fonksiyonê edebiyatvan ev e ku þikil dide hîs û þiûra cîvakê. Cîvakê diramîne, wê dide fikrandin. Li gor þaxên hunerên din, þaxa hunera edebî xwediyê hîn îmkanên mezin e. Ew bi haceta zimên dikare bikeve her qada jiyanê. Ji bo qada edebiyatê dem, mekan, þert û þût bê sînor in. Di lîteraturê de cihê bedewiyê gelek girîng e. Du þiklê bedewiyê -rindiyê, spehîbûnê- heye. Bedewîbûna xwezayî û ya hunerî ye. Însan bi zanîstiya xwe nirxandina estetîkî dike. Edebiyat þaxeke hunera spehîbûnê ye. Berhemên hunerî di nav edebiyatê de tê(n) nirxandin. Di mirov de hestên estetîkî heyecanek didin mirov. Helbest, roman, çîrok, tiyatro û hîtabet lîteratur bi xwe ye. Dîroka edebiyatê bi dîroka þarazayiyê ve girêdayî ye. Neteweyên cîhanê li gor pêþketina edebiyata xwe bi pêþ ve diçin. Edebiyat pêþewayê jiyanê ye. Edebiyat xeyala pêþerojê ye. Nivîskarekî Latîn Amerîkî, Ernesto Sabato dibêje “ Heger hûn nehêlin mirovek xeyal bike, ji xeyalên wî re asteng derxin, ew dê dîn bibe. Edebiyat her tim dijberî û li hemberiya tiþtan derketin e. Edebiyat di serê her tiþtî de çalakî ye. Berxwedana mirovan ya ji astengan û ji dînîtiyê xilas kirin e. Di rewþên giran de hunermend hatine qedexekirin, lê edebiyat hêza herî xurt dimîne.” Gotina “edebiyatê” ji peyva Erebî “Edeb”ê tê. Di Kurdî de hinek ji bo edebiyatê “Wêje” dibêjin, lê mirov peyva “lîteratur” ê bi kar bîne hîn baþtir e. Hinek peyvên navnetewî hene hewce nake mirov wan peyvan biguhure û di þûna wan de peyvên din bi kar bîne. Wek mînak çawan ku peyva Posta, Telefon, Teleks, Radio, Televîzyon ketine nav zimanên neteweyên dinyayê, peyva Lîteratur jî ketiye nav zimanên neteweyên cîhanê. Edebiyat zanîstiye, ew þaxekê hunerê ye. Malzemeyê edebiyatê ziman e. Edebiyat bi haceta zimên dibe huner. Çawan ku haceta muzîkê deng e, yên wêneyê reng e û xêzik e, yê peykerê kevir û tunç e. Û çawan ku vana hemû þaxên hunerê ne, edebiyat jî weha þaxekê hunerê ye. NIRXANDINA EDEBIYATÊ Beriya 1980î berhemên edebî yên Kurdî kêm bûn. (Li vir mexsed Kurdistana Bakur e. ) Nivîsên li ser edebiyata Kurdî pirr kêm -car carna- dihatin weþandinê. Lê piþtî 1980’yî û bi taybetî jî di salên nabeyna 1985 û 1995an de gelek berhemên edebî -li welêt û li derveyê welêt- hatin afirandin, bi sedan nivîsên li ser edebiyatê -bi gelemperî edebiyat û bi taybetî jî edebiyata Kurdî - hatin weþandin. Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî neteweyî ye. Edebiyata Kurdî a bi devkî gelek xurt e, dewlemend e. Edebiyata nivîskî qelse, lê di van salên dawîn de, edebiyata nivîskî jî ber bi pêþ dikeve, pêþ ve diçe, dewlemend dibe. Edebiyat di jiyana gel û neteweyan de bûyerên ku li ser jiyana civakî bandora xwe dike, bi hawayekî hizn, hest û bi sîmgeyan, bi taswîran, bi gotinan yan jî bi nivîskî tête pêþkêþkirin. Di edebiyatê de ziman bingeh e; ziman nebe edebiyat nabe. Lê, dewlemendiya zimên jî bi têkiliyên bi edebiyatê ve girêdayî ye. Bi karanîna zimanê edebî, ew ziman hîn pêþ dikeve, bi goþt û xwîn dibe, bi ruh û can dibe, jîndar dibe. Pêþ ve diçe. Yên ku di berhemên edebî de ziman bi hostatî bi kar tîne û bi zimanekî dewlemend bûyeran li hev dihûne, nivîskarê/a berhemên edebî bi xwe ye. Nivîskarên berhemên edebî di her demî de, bi kultur û zanyariya xwe zanayên dema xwe ne. Di hemû berhemên edebî de têzek heye, mesajek heye. Kî dikare bibêje ku berhema nemir ya netewa Kurd, Mem û Zîn bê mesaj e, bê raman e, bê têz e. Çalakiyên edebî bi afirandina berhemên edebî xwe dide xuyakirin. Di her demî de yên ku bi hêzên tarî re þer dikin, têdikoþin rewþenbîr û hunermendên pêþverû ne. Di vê têkoþînê de, di gelek welatan de bi sedan nivîskar û rewþenbîr dikevin zîndanan, hinekên wan jî têne kuþtinê. Berhem û jiyana wan nivîskaran ji neslên dahatû re, ji pêþerojê re dibe mînak. Di nirxandina edebiyatê de tiþtê herî bi xeter sektarîzm e. Sektarîzm þêweyekî nihilîzmê ye. Hemû tiþtên berê înkar dike û dixwaze dîtinên xwe bi zorê bide qebûlkirin. Rasteqînî bi înkarê dernakeve holê. Rasteqînî bi yekîtiya nakokiyan tê fêmkirin. Doxmatîzm li pêþberê pêþveçûna edebiyatê asteng e. Di doxmatîzmê de guhartin û xwenûhkirin tune ye. Kesên doxmatîk di nav lêgerînê de nînin. Di edebiyatê de ala herî ber bi pêþ realîzma modern e. Realîzma nûjen yek alî nîne, pasîf nîne, aktîf e, bi tesîre, fêr dike. Realîzma nûjen xwe ji doxmatîzmê û demagojiyê diparêze. Realîzma nûjen, baþiyê, rindiyê, bedewiyê derdixe pêþ. Ew her tim hêviyê dijîne. Di edebiyatê de realîzm, bûyerê, mewziyê, wakîayê wek xwe, di nav herikandina bûyerê de dayîn e. Hinek berhemên edebî hene, ku ji bo mirovên di dema xwe de hatine nivîsandin. Lê, ev berhemên nemir him ji bo wê demê, him ji bo dema me û him jî ji bo dema pêþerojê jî berhemên edebî ne. Mem û Zîn, Don Kîþot, fier û Aþîtî û hwd, berhemên weha ne. Edebiyat; ji helbestê hetanî çîrokê, ji dastan û menqîbeyên olî hetanî romanê tê avakirin. Ev hemû þaxên edebiyatê bi hevdu ve girêdayîne û bingeha wan li ser hunera çîrokkirinê -hîkayekirinê- ava dibe. Helbest jî, roman jî, ?ano-tiyatro- jî, senaryo jî, hîkayetkirin e -çîrokkirin e. Ji xwe hunera edebî, qalkirin e, hîkayekirin e. Cudahîbuyîna wan di teknîka hîkayekirinê de ye. Edebiyat biriqandina jiyana jîndaran e. Di edebiyatê de tîp û qarekter cîhekî girîng digire. Di nav þaxên edebiyatê de ya herî kevn helbest e. Helbest wek nesîr dûz nîne. Bi pîvan e, bi wezn e. Helbest bûne kilam û stran, bi muzîkê hatine xwendin û gotin. Roman hêj nûh e. Sê asir berê hatiye avakirin. Di esra 18 û 19an de gihîþtiye kemala xwe. Roman hêj jî ber bi pêþ ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Di romanan de têkiliyên mirovan -însanan- yên bi hevdu re û bi xwezayiyê re bi hawakî berfireh û bi teferuat têt qalkirin, bi hunerî tê hîkayekirin. Di nav van têkiliyan de; ji pirsên ruhî hetanî rewþa aborî û gelek munasebetên din hene. Di hîkayekirina evîndariya du ciwanan de munasebeta civakî ya wê deverê, wê herêmê heye. Roman vekirin û derketina holê ya munasebeta civakî ye. Roman keþifekî nûh e, îcatekî nû ye. Teknîka avakirina wê tim tê guherandin, tê nûhkirin. Firqa di navbera roman û çîrokê de nîcel nîn e, nîtel e, wesf e. Taybetiyeke roman û çîrokê ev e ku; bi meraq tê xwendin. Meraqa girîng jî, gelo dê dawiya wê çawan bibe ye? Di edebiyatê de meraq cîhekî pirr girîng digire. Yê ku çîrokê dide xwendin meraq e. Çîrokên devkî jî ji ber meraqê tên guhdarîkirin, çîrokên nivîskî jî ji ber meraqê tên xwendin. Çîrokên “Hezar û Yek fiev” ji ber meraqê hatiye guhdarîkirin û di dema me jî tê xwendinê. Di çîroknivîsê de bikaranîna metoda meraqê herî baþ ji alî nivîskarê Amerîkî Jak London ve hatiye bikaranîn. Destpêka çîrokên Jak London li ser meraqê hatine avakirin. Xwendevan ji bo ku di seriya-destpêka- çîrokê de meraqa bûyerê dike -û gelo dê dawî çawan be?-, loma jî hetanî dawî wê çîrokê dixwîne. Wek mînak: Çîroka Jak London a bi navê “Yê Meksîkî” de, di serî de meraqek girîng heye. Xortekî 18 salî-Rîvera- diçe dikeve nav rêxistinekî þoreþger. Di wê rêxistinê de tu kes Rîvera nas nake, kesek bi derbasbûyina jiyana wî nizane. Wexta ku pere -diraf- ji rêxistinê re pêwîst -lazim- dibe, ev xort -Rîvera- pere tîne dide rêxistinê. Berpirsiyarên rêxistinê ji vê xortî þûphe dikin, dibêjin qey ev xort ajanê dewletê ye û hatiye ketiye nav wan. Xwendevan jî gava vê çîrokê dixwîne di serî de meraq dike; gelo derbasbûyîna vê xortî çawan bûye? Ev xort çima ewqas bi rêxistinê re alîkarî dike? Gelo ev xort van pereyan ji ko tîne? Ev xort bi rastî jî ajan e, yan na? Di bûyerên çîrokê de metod ev e; xwendevan di seriya bûyera çîrokê de meraq dike, paþê jî ew meraq di nav pêvajoya bûyera çîrokê de tê piþkavtin û ew meraqa xwendevan bi rohnîkirina çîrokê tê fêmkirin û wê gavê xwendevan gava sedema meraqê fêm dike, dibêje ahan... dêmeg ev bû. Di çîroka “Yê Meksîkî” de jî xwendevan pêþî meraq dike ku ev xortê alîgirê þoreþgeran wê pereyî ji ko tîne, paþê fêm dibe ku, ew xort diçe maça boksoriyê dike û pereyê ku ji wê qezenç dike, tîne dide rêxistinê. Di edebiyatê de rexne, babetekî girîng e. Ez bawerim li ser rexnegiriya edebî herî pirr nivîs di kovara Helwestê de hatiye weþandin. Edebiyat bi rexneyên edebî pêþve diçe. Çi heyfe ku di nav Kurdan de rexnegirên edebî yên pîspor tunene. Hinek kes hene li ser navê rexnegiriya edebî hesûdîyê dikin, dilreþiya xwe nîþan didin. Feydeya kesên weha nagihîþe edebiyatê. Lê, hinek kesên dilbak jî hene ku dema li ser berhemên edebî dinivîsin, nirxandinên îlmî zanîstî dikin. Nirxandinên weha edebiyatê pêþve dixe. Ji nivîskarên berhemên edebî re dibe alîkar. Ji bo dewlemendî û bedewîya berhemê dibe rênîþandan.. Di analîza berhemek edebî de, di hûr lênêrîna berhemê de, divê mirov ji ko dest pê bike? Ji hunermendê berhemê, yan ji berhemê ve? Yan jî, ji þert û þûtên dîrokî û civakî ya wê derdorê ve? Divê mirov bizanibe, hunermend -nivîskar- jî wek her mirovî, mirov e -însan e. Ji bo vê jî mirov berhema edebî li gor þexs û qarekterên nivîskarî divê nenirxîne. Divê rexnegir çêker be, xirabker nebe. FAYDE Û XWEfiÎYA EDEBIYATÊ Îmge anku xeyal bi kulturê ve girêdayiye. Kultur fîgoran diafirîne û dike îmge. Xeyal li dijberê rastiyê tê afirandin. Xeyal carna dikare bibe rastî jî, lê bi piranî wek xeyal dimîne. Gelek xeyal di serê mirov de, di edebiyatê de dibe îmaj. Di nabeyna rastî û xeyalê de her tim nakokî heye. Don Kîþot xwe wek ?ovalyekî dibîne. Baskê aþên bayê jî wek dijmin dibîne. Di efsaneyên kafkasan de Teyrê Sîmurg heye. Teyrê Simurg motîfeke xeyalî ye, hatiye afirandin. Edebiyat afirandina îmgeyên xweza, civak û mirovan e. Ev afirandin bi xeyalî û bi metoda estetîkî tê pêkanîn. Nivîskarên edebî bi uslub û þîroveya xwe însanan, xwezayê û civakê dinirxînin û di derbarê wan de zanînê pêþkêþê xwendevanan dikin. Westayê teoriya sosyal civakî Fredrîk Engels ji bo edebiyatvan Balzac dibêje “ez tiþtên ku ji Balzac fêr bûm, ji dîrokzanên profesyonel, ji îstatîkvan û ekonomîstan pirtir bû.” Zanîstiya ku edebiyatvan pêþkêþê xwendevanan dike, di nav civakê de zû belav dibe û li ser civakê tesîr dike. Destanên Homeros, Piyesên Shakespeare, helbestên Hayam, romanên Tolstoy û Dostoyevskî, kurteçîrokên Çexov sedsalan di nav neteweyên cîhanê de belav bûye, tê xwendin, û li ser mirovan tesîrek, hazek pêk tîne. Mirov bi saya edebiyatê têkiliyên di nav civakê de, têkiliyên însanan û xwezayê, jiyana sosyal, civakî, þerên navxweyî û þerên di nav gel û neteweyan de, fikir û ramanên mirovan, xeyalên wan, evîn û hesûdiyê, bêrîyê, tirsê, êþ û dilþadiyê fêr dibe. Mirov bi saya edebiyatê xwe nas dike, civakê nas dike, têkiliyên civakî, sosyal fêr dibe. Edebiyat hêzeke estetîk dide mirov ku ev jî ji bo bextiyariya mirov her dem pêwîst e. Hezkirina jiyanê, daxwazên ji bo pêþerojê, kar û xebatên pîroz, bawerî û berxwedana jiyanê di berhemên edebî de gelek xweþ têne þîrovekirin, bi teferuat tên qalkirin. Bi saya berhemên edebî asoya xeyalên mirov berfireh dibe, zimanê mirov dewlemend dibe, axaftina mirov rast û dirûst dibe, zîhînê mirov vedibe. Edebiyat mirov ji teng fikrandinê, ji dogmatîkiyê, ji hereketên þematîk xilas dike, mirov dike bi tolerans, bêhn fireh û parastvanê azadiya fikrî. Xwendevan dema berhemeke edebî dixwîne, di leheng yan jî fîgurên berhemê de xwe dibîne, karekterê xwe dibîne, xwe diþibîne wî/wê leheng yan fîgurî. Bi lehengê berhemê re dêþê, dikene, hêrs dibe, aram dibe, yanê dibe þirîgê gelek tiþtên wî/wê. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
DI EDEBIYATÊ DE KANON Û FONKSIYONA EDEBIYATÊ
Du merhaleyên bingehîn ya edebiyata netewî heye. Yek jê edebiyata klasîk e, ya din jî pêkanîna edebiyata modern e. Gotin beriya nivîsê tê. Serkaniya edebiyata kurdî, edebiyata devkî ya gelêrî ye. Nivîskarên edebiyata devkî dengbêj, çîrokbêj û pîrejinên kurd in. Lêkolînvan Edward Saîd dibêje : “Berhemên edebiyata devkî di tasavvura nasnameya netewî de xalekî girîng e.” (Binêr pirtûka Edwar Saîd “Kultur û Emperyalîzm”). Xwedî li derketina edebiyata devkî, berhevkirina vê edebiyatê û nivîsîna wê, lêkolînên li ser çîrokbêj û dengbêjan, li nasnameya xwe ya gelêrî û netewî xwedî derketin e. Edebiyata kurdî ya klasîk a nivîskî dewlemend e. Di serî de Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekên din gelek berhemên edebî yên hêja afirandine û ev berhemên wan yên nivîskî bûne bingeh, bûne hîmên edebiyata kurdî ya nivîskî. Di edebiyata kurdî a klasîk de kanon, Mem û Zîna Ahmedê Xanî ye. Ev berhema hêja û nemir di sedsala 17’an de hatiye nivîsîn û ji bo afirandina edebiyata netewî buye serkanî û destpêka edebiyata kurdî ya netewî. Mem û Zîna Ahmedê Xanî di nav kurdan de, ji bo kurdan buye wek metneke pîroz, berhemeke bi rûmet. Nivîskarê lêkolînvan Gregory Jusdanîs di pirtûka xwe ya bi navê “Direngmayîna Modernîzmê” de dibêje : “Kanonên edebiyatê otorîteya hinek metnan pêk tîne. Yên edebî ji yên ne edebî vetiqetîne. Tradîsyoneke mihefeze dike û wê derbasê îro dike. Ji bo pêkanîna nasnameya netewî û ji bo parastina wê dibe alîkar.” Di edebiyatê de kanon, anku kanonên edebî tevahiya metnên nivîskî yên edebî ne. Qaîde û rêzên edebî, civakî û olî ne. Pîrtûkên pîroz yên olî di esasê xwe de metnên edebî ne û destpêka kanonê ne. Pirtûkên pîroz Tevrat -Ahîta Qedîm- Kîtabê Miqades –Încîl -Bîbel- û Qur’an metnên kanon yên qedîm in. Ev metnên kanon ji bo pêkhatina nasnameya dînî-olî- û miletî bûne bingeh. Ev metnên kanon ji bo dêrê-kilîsê- û ji bo civaka bawermend bune qaîde û kuralên dînî, axlakî û rastiya heqîqetê. Di edebiyatê de kanon, pêkanîna edebîyata milletî ye. Metnên mekana neteweyî ye. Ziman û otorîteya kanonê bê payan e, qedirbilind e. Dehayên wek Homeros, Dante, Shakespeare, Goethe û ji kurdan jî Ahmedê Xanî, damezrevanên kanonên netewî ne. Di damezrandina dewletên netewî de rola Radyo, Tv, rojnameyan, kovaran û edebiyatê girîng e. Masmedîa û edebîyat di pêkanîn û standartbûna zimanê netewî de jî roleke sereke dilizîn. Edebiyat ji dema beriya damezrandina dewleta netewî de û ji dema pêkanîna dewleta netewî de, di serûmejiyê civakê de dîmenên xeyalî yên tasavvurê çêdike û di mejî û zihînê wan de dibe îmge, xeyal û îmaja sazûmanî, dibe rêgayî hestê wan, dibe îmgeya pêkanîna sazûmanê û dewletê. Di nav pêkanîna dewletên neteweyî -yên li cîhanê- û modernîzm, çand û ziman de têkiliyên berbiçav heye. Çawan ku ji bo dewletek neteweyî pêkanîna pereyên-dirafên- fermî û ji bo parastina dewleta netewî û welêt ordu-artêş- pêwîst e, edebiyateke xurt, masmediayeke xurt jî pêwîst e. Ji bo netewayetiyê tiştên herî bingeh ziman, çand û edebiyat e. Her netewe divê xwediyê hem edebiyata klasîk û hem jî edebiyata modern be. Di edebiyatê de pêkanîna kanonê û wezîfeya wê ew e ku; edebiyateke aîdê miletê pêk bîne. Yanê divê her milet aîdê xwe edebiyata xwe hebe. Edebiyat di pêkanîna nasname û xwenasîna çandî û netewî de roleke pozîtîf dileyze. Entellektuelên neteweyan ji bo avakirina edebiyata milî hewl didin. Kar û xebat dikin, berhemên edebî yên millî û demokratîk diafirînin. Haceta avakirina hiş û şiûra netewî ziman û edebiyat e. Ziman û edebiyat ji bo nasnameya millî pêwîstiya bingehîn e. Di pêkhatina miletbûnê de rola navendî dilîze. Ruhê ziman û edebiyatê, şiûra edebî ya millî dibe rih û şiûra milletê. Edebiyat ji bo neteweyan wisan girînge ku; hem derbasbûna miletê, hem dema ku têde dijî û hem jî dahatuya wî, dema wî ya pêşerojê behs dike, çîroka wê qal dike. Edebiyat ji bo miletan tezahura pêkhatina miletî û gavavêtina roj bi roj ber bi modernîzmê ve çûyîn e. Modernîzebûyîn bê bingeh nabe. Ew li ser bingeha çand û edebiyata milî tê pêkanîn. Pêkanîna wê bi metodên nû, bi şêweyên nû çêdibe. Di dîroka miletan de, di demên çûyîn de kanonên edebî yên klasîk ji bo pêkanîna netewebûnê û di dema nû de jî kanonên edebî yên modern ji bo modernîzmê rolên sereke leyistine û dilîzîn. Kanonên edebî yên klasîk û yên modern wek helqeyên zencîrê berdewama hevdu ne, hevdu temam dikin. Kanonên edebî ji bo civakan hêviyeke, hêviya jîndarbûna çandî û vejîna ruhê milî û di dema niha de jî ruhê demokratiyê û modernîzmê ye. Berhemên edebî yên Homeros, Shakespeare, Dante, Ahmedê Xanî, Goethe û hwd. ruhê miletên wan îfade dikin. Nasnameya miletên van nivîskaran bi van berhemên van nivîskaran hatiye rapêçan. Ev berhemên edebî di nav dema çûyîn de û di nav dema nû de bune pire. Kanonên edebî têkildariya di nav deman de roleke girîng dilîze. Di nav generationan de xiyerarşiyeke hevgirêdayî pêk tîne. Di van sê sed salên dawîn de, li cîhanê edebiyat buye bingeha pêkanîna çanda milî ya neteweyan. Di civakan de berdewambuna kategoriyên millî û demokratîk bi saya metnên edebî pêk tê. Metnên edebî ji bo neteweyan sîmge ne. Ev metnên edebî nemir in, her dem dijîn. Berhema edebî ya Cervantes, “Don Kîşot”, berhema nemir ya Ahmedê Xanî, “Mem û Zîn” piştê sê sed salan hêj jî tê xwendin. Berhemên edebî yên ku îro ji alî nivîskarên kurd ve têne afirandin, sed sal, du sed sal paşê jî dê bêne xwendin. Xwendevanên dema pêşerojê jî, dê ji xwendina van berhemên edebî haz bigrin. Romanên Mehmed Uzun yên biyografîk, berhemên Hesenê Metê yên psîkolojîk, çîrokên Firat Cewerî yên spehîbûnê, bedevbûnê û modern, çîrok û romanên Lokman Polat yên sembolîk, xeyalî û felsefîk, romanên Mustefa Aydogan, Seydo Aydogan, Suleyman Demir, Aram Gernas, Zeynel Abîdîn û herdu romanên Laleş Qaso yên civaka gundîtiyê, sed sal paşê jî dê bêne xwendin. Di vê demê de ji bo ku di nav civakê de kategoriya xwendin û nivîsandinê kême, loma jî berhemên edebî yên nivîskarên kurd îro kêm têne xwendin. Lê dema civak berbi modernîzmê ve biçe, dema kategoriya xwendin û nivîsînê zêde bibe, prestîja nivîskarên kurd jî dê zêde bibe, bilind bibe. Miletên ku qîmet û rûmeta nivîskarên xwe bizanibin, rûmeta xwe jî bilind dikin. Pêkanîna misyonên milî û demokratîk li ser milên nivîskar û rewşenbîran e. Ji bo ku civak ji wan siûdê werbigre, divê di serî de qîmet û rûmetê bide wan. Kurd divê bi çavên îdeolojîk li nivîskarên xwe nenêrin. Kurdên siyasî yên bi rêxistinî divê li hember nivîskaran bi tolerans bin. Nivîskar û berhemên wan yên edebî berjewendiyên civakî, milî û demokratîk temsîl dikin. Entelektuelên miletekî wijdana wî miletî ne. Divê tu miletek li hemberê wijdana xwe bê wijdanî neke. Qîmet û rûmetdayina nivîskaran helwesteke axlakiye û divê bê pêkanîn. |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
BANDORA EDEBIYATÊ
Edebiyat bi serê xwe hunerek e û bandora vê hunerê li ser civakê gelek heye. Edebiyat tesîreke mezin li ser civakan dike. Edebiyat ji bo guherandin û pêşveçûna civakî roleke girîng dilîze. Bandora edebiyatê ya li ser civakê, di civakê de raperîn û dilperîneke ruhî û hesteke civakî pêk tîne. Edebiyata kurdî ya devkî û ya nivîskî li ser civaka kurd tesîreke baş pêk haniye û ji bo ruhiyeta neteweyî, ji bo pêşketina hîsên kurdayetiyê bûye pêngaveke bingehîn. Helbestên Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û destana Mem û Zînê a Ahmedê Xanî di nav civaka kurd de tesîr kiriye. Bandora Edebiyatê ne tenê li ser civaka kurd, her weha di cîhanê de, li ser hemû gelên cîhanê hatiye pêkanîn. Ji dîroka qedîm heta îro gelek alim û fîlozofên bi navudeng behsa bandora edebiyatê ya li ser civakê kirine û dane nîşandan ku edebiyatê bi çi awayî li ser civakê bandora xwe pêk aniye. Fîlozofên dîroka qedîm, Platon û Arîstoteles di berhemên xwe de behsa tesîra anku bandora edebiyatê ya li ser civakê dikin. Ew didin xuyakirin ku di edebiyatê de hunera rindîtiyê, bedewiyê, spehîbûnê heye û ev jî hestên civakî geş dike û di ruhîyeta civakê de zewqeqe estetîkî pêk tîne. Rol û tesîra edebiyatê girîng e. Lewra edebiyat hîtabê hestên mirov dike. Mirovan çoş dike, bi heyecan dike. Xirs, dilketî û îxtirasên mirov, tiştên baş û nebaş yên di hundirê mirov de û di ruhîyeta mirov de heye, şexsîyeta mirov û hwd di gelek tiştan de, edebiyat li ser mirov tesîr dike, mirov dixe binê bandora xwe. Ji bo dilêşî û berevajê wê bextîyariyê jî, ji bo pêkanîna sazumanên civakî û perwerdekirina ruhî û felsefî jî, edebiyat roleke girîng dilîze. Çernîşevskî di berhema xwe ya bi navê “Çi Bikin?” de wekheviya jin û mêran diparêze û hîmê ramanê sazûmaneke civakî pêşkêşê civakê dike. Di edebiyatê de jiyana civakî, mirov, tîp û fîgurên baş û xirab, daxwaz û îxtiras, evîn û trajedya û gelek taybetmendîyên din hene. Di edebiyatê de ne tenê tiştên ku bûne, tiştên ku dê bibin û yên ku divê bibin jî hene. Dema di edebiyatê de tiştên civakî ku divê bibin tê qalkirin -behskirin- ev ji bo civakan dibe asoyeke fireh, dibe ronahîya ji bo pêşveçûn û pêşerojê. Ji bo cîhana mirovan û civakan dibe xwediyê maneyeke ku ji bo civakê dikare bibe armancên sereke. Dîrokvan, anku dîroknîvîs qîma xwe tenê bi bûyerên ku çêbûne tîne. Ew ji vê çerçoveyê nikare derbikeve. Lê edebiyatvan, di berhemeke edebî de çîrokê, yan jî romanê wisan li hevdu dihûne, dixe dûzenek û dirust dike ku tiştên divê bibin jî têde cîh digre. Romannivîs jiyanê, jîndariya mirovan dizane û hem bi hawayekî felsefî û hem jî bi hawayê edebî şikl û şemal dide pê. Edebîyatvan psîkolojîya mirovan, hest û ruhîyeteke taybetî derdixe holê û li gor pîvanên edebî kesayetiyek, an jî şexsîyetek ku ew dixwaze diafrîne. Bi îdealên taybetî yên civakî, bi formên edebî cîhaneke tê afirandin. Di vê cîhanê de, li gor hunandina nivîser tişt têne nexşandin. Di berhemên edebî yên trajedîyê de hîsên dilşewatê û hestên tirsê hene. Ev jî li ser civakê tesîreke psîkolojîk dike. Berhemên edebî yên cîhanê, yên curbecur yanê yên cure cure welatan didin xuyakirin ku însan li ruyê dinyayê li her derî însan e. Başî û xirabî, anku qencî û neqencî, derd u kul û keder, hestên evînî, êş, elem, kul û keder, îxtirasên mirovan, hezkirina ji zarokan li her derî taybetmendîyên mirovan in. Ev hemû tişt aliyên mirovan yên wekhev in. Li her derên cîhanê û di edebiyata cîhanê yên curbecur de, tîpên hesûd, yên cimrî, kesên ukala û pozbilind hene. Mesela nivîskarê navdar Shakespeare bi navê Îago tîpekî derewçîn, hesûd, pêlbaz, pozbilind û duzenbaz diafirîne. Tîpên weha di her civakê de hene. Ji xwe tiştên weha jî dide xuyakirin ku berhemên edebî hem netewî ne û hem jî navnetewî ne. Aliyeke berhemên edebî (ne hemû berhem, hinek jê) yê girîng û balkêş jî ev e ku; di nav berhemên edebî de zewq heye û perwerdekirin heye. Civak bi xwendina van berhemên weha hem zewq distîne û hem jî perwerde dibe. Edebiyat bi vê hêla xwe kêmaniyên berhemên felsefî û dîrokî temam dike. Edebiyat bûyeran dixe halê somut û hişkayîya felsefê nerm dike. Loma jî di hêla perwerdekirina civakî de edebiyat ji felsefê û dîrokê hin bi tesîrtir e. Bi saya perwerdekirina edebî mirov îdeal û armancên kesayetî û civakî, formên nakokî, dijberî û yekîtîyê, dîmenên jiyana şexsî û civakî fêr dibe. Edebiyat ji bo mirovan dibe rênîşandana fazîleta mirovane û jiyana bextewariyê, dibe neynika civakê. Di perwerdekirina edebiyatê de zagon û pîvanên civakî, sosyal û psîkolojîk hene. Ji bo ku berhemên edebî neynika civakê ne, di wan de nakokiyên civakê jî têne pêşkêşkirin. Edebîyatvanên çepgir, berhemên xwe yên edebî wek haceta têkoşîna çînî bi kar tînin. Li gorê wan divê edebiyat ji têkoşîna sosyal ya şoreşgerîyê re xizmet bike. Edebiyatvanên neteweperst jî berhemên xwe yên edebî yên millî ji bo doza netewî jîndar bikin, diafirînin. Li gorê van herdu kategoriyên edebiyatvanan divê edebiyat fonksiyona ku însanan motîve bike û têxe hareketê pêk bîne. Ji xwe li gorê edebiyatvanên rexnegir Belînskî, Dubrolyubov û Çernîşevskî, edebiyat rolekî civakî, sosyal û psîkolojîk jî pêk tîne. Bandora edebiyatê bi metoda rexnegiriyê jî tesîrek li ser civakê çêdike. Di dîroka gelên cîhanê de dema Ronesansê demeke gelek girîng e. Tevgera Ronesansê bi şêwe û metoda rexnegiriyê dest pê kiriye. Ji bo ku îzah û tesvîra tiştek bê kirin, divê sedemên wê û tesîra wê bê nîşandan. Ji bo pêkanîna wê jî divê rê û metod bêne destnîşankirin. Di dîroka civakan de -bi taybetî yê Ewropayê- dema restorasyonê jî bi vê şêweyê dest pê kiriye. Di dema me de lêkolînvanên dîrokzan, edebiyatê, bi taybetî jî edebiyata klasîk wek çavkanî ji bo lêkolîna dîrokî ya sosyal bi kar tînin, raçav dikin. Ew van berhemên edebî wek belgeyên jiyana civakî, tore, adet û ananeyên civakî û sosyal dinirxînin. Mirov dikare jiyana civakî ya sosyal yên dema împaratoriya Roma’yê di berhemên edebî yên Plautus û Terentîus de bibîne. Ji bo dîroka sosyal ya civakan, edebiyat çavkaniyeke berbiçav e. Ji bo lêkolînên sosyolojîk jî edebiyat çavkaniyeke girîng e. Ji xwe rexnegiriya sosyolojîk li gor pîvanên tasvîrê tê pêkanîn. Di civakê de jiyana estetîkî bi saya edebiyatê tê pêkanîn. Pirsgirêkên civakî di edebiyatê de bi îmajan tê nîşandan. Di berhemên Îbsen de îhtîşam û cazîbe heye. Ew bi îmajan difikire. Di berhemên nivîskarên ekola Avant Garde de nûhkirina nûjen heye. Nivîskarên pêşeva yên vê ekolê (ekola Avant Garde) Kafka, Arthur Mîller, W. Faulkner, S. Beckett û J. Jocke bi berhemên xwe yên edebî bandoreke girîng li ser civakê hêştine. Di nav civakê de rewşên psîkolojîk, di sazumana kapîtalîzmê de krîzên ferdî û tenêtiya rewşenbîrî di berhemên edebî de hatine ziman. Di bandora edebî ya li ser civakê de, bedewî û mezinahiya edebiyatê xwe di halê ruhîyeta însanî û hestê mirovî de dide nîşandan. Nivîskar dema di berhema xwe ya edebî de dilşadî, coşî, evînê û tirsê tîne ziman, ew bi berhema xwe van hestên ruhî dide xwendevanan, dixe nav civakê. Berhema wî/wê dibe haceteke ragihandinê ya civakî. Xwendevan anku civak tiştên ku di berhemê de heye û dixwîne, di xwe de, di ruhîyeta xwe de, di hestê xwe de hîs dike. Dema nivîskar berhema xwe ya edebî diafirîne û têde hestê xwe tîne ziman û dema ew berhem tê weşandinê, hendî dibe malê xwendevanan, dibe aîdê civakê. Hendî xwediyê wan hestên ruhî ne tenê nivîskar e, her weha civak bi xwe ye. Yanê civak dibe şirîkê wan hestan. Gelek kesên ramanwer, ulmdar, teorîsyen, fîlozof, nivîskar û rewşenbîr dibêjin ku edebiyat xezna zanînê û perwerdekirinê ye. Edebiyat li ser karekterê mirov tesîrek mezin dike. Hestên mirov geş dike. Mezîyeta mirovane dide însan. Kultur û zanîna mirov pêşve dixe. Ji bo hestên mirov yên estetîk fonksiyoneke girîng bi cîh tîne. |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
DI EDEBIYATÊ DE MOTÎVÊN SIYASÎ
Edebiyat haceteke ku ji rizgariya netewî re dibe alîkar. G. Plehanov Divê di edebiyatê de motîvên siyasî hebe. Têgihiştina edebiyata rizgariya neteweyî bê geş kirin. Li cîhanê, di gelek welatên ku kolonî ne, yan jî girêdayiyê Imperyalîzmê ne, enîyên netewayî tên avakirin. Di gel van enîyên neteweyî yên siyasî, enîyên çand, huner û edebîyatê jî têne sazkirin. Pêkanîna enîya çandî, edebî ji bo têkoşîna rizgariya neteweyî lezahîye, pêngav e. Di demên çûyî de li welatên Asya, Afrîka û Latîn Amerîkayê têkoşîneke şoreşgerî pêk hat û ev têkoşîn û şerê şoreşgerî ji bo pêşveçûna edebiyata rizgariyê zemînek mezin pêkanî. Li ser vê zemîna şoreşgerî, edebiyata rizgariyê gul veda. şer û têkoşîna gelê Kurd jî ji bo edebiyatê zemînek bêhempa ye. Hacet û malzemeyên edebiyatê herî pir li Kurdistanê heye. Ji bo edebiyatê mijar gelek in û nivîskar dikarin van mijarên cure cure ji bo afirandina berhemên edebî wek ham madeyê pêk bînin û li ser van mijar û bûyerên balkêş edebiyatek dewlemend biafrînin. Gelek berhemên edebî yên ku aîdê gelên din in, ham madeya wan berheman ji Kurdistanê ye. Lê çi heyfe ku nivîskarên Kurd vê ham madeya ku li Kurdistanê heye nikarin ji bo berhemên xwe pêk bînin. Heftê sal e ku di sê perçeyên Kurdistanê de şerê partîzanî, şerê pêşmergeyetî, şerê gerîlatî heye. Li ser vê şerê rizgariya neteweyî hêj jî berhemeke baş, têkûz nehatiye afirandin. Nivîskarên Kurd li ser şer û têkoşîna sîyasî û çekdarî ya gelê Kurd kor û lal in. Divê roman, çîrok û helbesta şer û têkoşîna gelêrî, netewî bê nivîsîn. Divê edebiyata rizgariya neteweyî bê afirandin. Û di edebiyata rizgariyê de divê motîvên xurt yên siyasî hebe. Nivîskarek heger ji gelê xwe cuda be, li doza gelê xwe xwedî dernekeve, daxwazên gelê xwe neynê zimên, li ser derd, kul, êş û elemên gelê xwe berhemên edebî neafrîne, ew ji bo gelê xwe, ji bo civakê nikare edebiyateke civakî biafrîne. Nikare edebiyata gelê xwe pêşve bixe û dewlemend bike. Pêwîstiya gelê Kurd bi edebiyata cîvakî, bi edebiyata rizgariyê heye. Di dema me de edebiyata ji bo edebiyatê tu feydeyek ji gelê Kurd re naynê. Nivîskarên Kurd di nav rûpelên berhemên xwe yên edebî de divê miheqeq motîfên siyasî bi kar bînin. Divê edebiyata Kurdî ya ku îro tê afirandin li ser bingeha siyasî, li gorî rewşa gelê Kurd muhtevayek siyasî û edebî pêk bîne. Çîrokên ku min hetanî niha nivîsiye bi piranî çîrokên ku bi muhteva xwe siyasî ne. Li ser bûyerên siyasî hatine hunandin. Di her çîrokek de ji bo civakê mesajek siyasî heye. Heger mirov ji bo civakê eserên edebî biafrîne, divê mirov di berhemên xwe yên edebî de bûyerên siyasî binexşîne. 300 sal berê westayê edebiyata Kurdî Ahmedê Xanî di berhema xwe ya nemir “Mem û Zîn”ê de motîvên siyasî pêk aniye. Mesajên siyasî û civakî pêşkêşê gelê Kurd kiriye. James Joyce di pirtûka xwe ya bi navê “Yên Dublînî” de jiyan û têkoşîna gelê xwe anîye zimên. Pirsa doza rizgariya Irlandayê kiriye mijara berhema xwe. Di van demên dawîn de hinek nivîskarên Kurd vê rastiyê dîtin û berhemên ku behsa dema me dike, berhemên ku rewşa gelê me radixe ber çavan, berhemên ku behsa şer û têkoşîna gelê Kurd dike afirandin. Romana Mehmed Uzun, “Tarî mîna mirinê, Evîn mîna roniyê”, romana Munzur Çem “ Ekmegi de yaktilar – Nan jî şewitandin” û berhema min (Lokman Polat) a dawîn “Ey fiehîd, Hey Hebûn” berhemên edebî yên rizgariyê ne. Hinek rewşenbîrên Kurd yên ku di hefs û zindanê de ne; her wekî fiamîl Batmaz, Ali Oruç û yên din jî -her çiqas bi tirkî be jî- berhemên edebî a rizgariya netewayî diafirînin. Berhemên min; di hemû pirtûkên min de dîmenek ji şer û têkoşîna gelê Kurd heye. Lehengên çîrokên min bi piranî însanên welatparêz û şoreşger in. Gelekî wan jî egîtên ku ji bo rizgariya welatê xwe û azadiya gelê xwe canê xwe kirine feda, mêrxasên jîr in. Ez di berhemên xwe de êş, kul û keder û zehmetiyên wan însanên milîtan, fedekarî û cesûriya wan mirovên mêrxas tînim zimên. Ez dizanim mirovên weha çiqas zehmetî dibînin û çiqas fedekarî dikin. Niha navê wî nayê bîra min, nivîskarekî Tirk digot : “Ez ji ber bûyereke biçûk ku di rojnameyan de derdikeve, dikarim çîrokek binivîsim. Wê bûyera piçûk a di rojnameyê de bi zimaneke edebî dikim çîrok û diafirînim.” Ez jî carna eynê weha dikim. Bûyerên ku di rojnameyên Kurdan de derdikevin, bi zimanê edebî dinivîsim û wek çîrokek diafirînim. Gelek caran serpêhatiya însanên Kurd bi şêweyeke edebî dinivîsim. Waqîayên civakî bi motîvên siyasî dihonim. Hinek kesên mêrxas hene ku bi şer û têkoşîna xwe di nav gel de bûne efsanewî. Jiyan û têkoşîna wan mirovên efsanewî ji bo afirandina berhemên edebî dewlemendiyek e. Ez serpêhatiyên wan kesên efsanevî ji nav edebiyata devkî derdixim û dikim nav edebiyata nivîskî. Ruhê edebî didim pê, bûyerê bi usluba edebî şîrove dikim, li gor metodên edebî, çîrok yan jî serpêhatiyê li hevûdu dihûnim û bi vê şêweyê edebiyata nivîskî hîn pirtir dewlemend dikim. Ev rastiya Kurdan e ku; pirtûkên Kurdî zêde nayên xwendin. Xwendevanên weşanên Kurdî gelek hindik in. Ji bo ku gelek kes pirtûkên Kurdî naxwînin, ji naveroka wan pirtûkên Kurdî jî hayidar nînin. Min bi navê “Jin û Zindan” pirtûkeke kurteçîrokan weşand. Min wê pirtûkê îthafê jinên Kurd û bi taybetî jî îthafê du keçên Kurd ku bedena xwe, laşê xwe di pîrozbahiya Newrozê de şewitandin re îthaf kiribû. Çîrokên ku di pirtûka min de hatibûn weşandinê çîrokên jiyan û têkoşîna jin û keçên milîtan, keçên gerîla yên serê çiyan bû. Gelo vê pirtûka min çend keç û jinên Kurd xwendin? Li ser vê pirtûkê çima tu keçikek, tu jinek tiştek negot, tiştek nenivîsand? Masmediya Kurdan a bi Tirkî -kovar û rojnameyên Tirkofonan- yek rêzek jî nivîs li ser vê pirtûkê nenivîsandin. Halbûkî di wê pirtûkê de ji bo azadiya jinan mesajên siyasî hebûn. Di wê pirtûkê de di şexsiyeta jinan de rewşa civakî ya Kurdistanê hebû. Di pirtûkê de têkoşîna jina Kurd hebû. Lê ji bo ku pirtûk bi Kurdî bû, nehate xwendin, eleqe nedît, întrese nehat nîşandan. Heger min wê pirtûka li ser jinan bi Kurdî na, lê bi Tirkî binivîsana belkî bi sedan nivîsên danasîn, analîz û nirxandinê dê bihatana weşandin. Lê wê gavê jî ev pirtûka min nedibû aîdê edebiyata Kurdî. Û tiştekî din; heger ez bi Tirkî bifikirîyama û min pirtûkê bi Tirkî binivîsandana, min dê ewqas baş nenivîsiyana. Bi Kurdî fikrandin û nivîsandin, bi Kurdî hîskirin hêz û rengeke cuda dide çîrokên Kurdî. Berhemên min yên din jî neynika civaka Kurd in, panoramaya berxwedana li dij tehda û zilmê ye, helwêsta rengê têkoşeriyê ne. Lê çi heyf ku; ji bo ku bi Kurdî hatine nivîsîn nayên xwendin. Min bi tirkî pirtûkeke kurteçîrokan nivîsand û weşand. Navê pirtûkê “Barbar Kasirgasî – Borana Hovîtiyê” bû. Ev pirtûk hêj jî ji pirtûkên min yên Kurdî pirtir tê firotin. Niha min dest bi nivîsîna romanek kiriye. Ez romanê bi Kurdî dinivîsînim. Navê romanê “Kewa Marî - Mêkew” e. Heger min vê romanê bi Tirkî binivîsandana û navê wê jî daniyana “Marî Keklgîm” belkî bibana bestseler (başfiroş). Ev jî sedemên xwe yên dîrokî û civakî hene. Rewşa civaka Kurd, hal û weziyata kurdan weha ye. Min pirtûkek bi navê “Mêrxas - serpêhatiyên Kurdî” weşand. Li ser vê pirtûkê di rojnameya “Özgür Politika”yê de nivîsek danasînê derket. Piştî wê nivîsê întrese û eleqederek mezin ji bo pirtûkê hate nîşandan. Pêwendî û eleqeyek baş derket holê. Ev jî girîngiya danasîna pirtûkan di rojnameyên Kurdan de dide xuyakirin. Bi rastî jî gelek girîng e ku rojnameyên rojane û yên hefteyî li ser berhemên edebî yên bi Kurdî nivîsên danasînê binivîsin. Loma jî divê hemû rojname û kovarên Kurdî li ser berhemên edebî yên Kurdî (berhema kîjan nivîskar dibe bila bibe) nivîsên danasînê û yên analîzê biweşînin. Lê xuya ye ku hêj jî hinek kovarên Kurdî kerr û lalitiya xwe didomînin. Kovara Avaşîn çardeh hejmar derketiye di tu hejmareke xwe de behsa tu berhemeke edebî nake. Kovara Jiyana Rewşen, War, Rastî, Dengê Bakûr, Zend, Rastî û hinek din jî weha ne. Ew jî kor in, kerr in, lal in. Di nav rûpelên xwe de cîh nadin danasîna berheman, li ser berhemên edebî analîz naweşînin. Kovarên çandî, edebî divê ji bo berhemên edebî vatîniyên xwe bînin cîh, bêdeng nemînin. Di vê hêlê de yê ku herî baş wezîfeyên xwe haniye cîh, kovara Helwest e. Kovara Helwest bi raman û nêrîna di edebiyatê de analîz û rexne pêşveçûyine hareket kir û bi vê nêrînê dest bi weşana xwe kir. Kovara Helwest’ê li gorî fikr û têgihiştina ku munaqeşe edebiyatê kûr dike, geş dike weşana xwe domand. Kovara Helwest’ê, di pêvajoya jiyana xwe ya weşanî de, mîsyonek baş anî cîh. |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Roman û Jiyan Roman û jiyan du kelîmeyên -bêjeyên- gelek xweş in. Bi maneya xwe, bi naveroka xwe xweş in. Romanxwendin perçeyek ji jiyana mirov e. Xwendin û zanîn tehm û mane dide jiyanê. Jiyanê hîn xweştir dike. Her romanek dinyayek xwe heye. Mirov gava romanek dixwîne dikeve nav dinyaya wê romanê. Di dinyaya -cîhana- romanan de gelek tişt hene. Bûyerên ecêp hene. Mirovên baş û yên xirab hene. Mirovên qenc û yên hesûd hene. Derd, kul û êş heye, lê dilşadî û bextiyarî jî heye. Roman beş bi beş in. Tewir tewir in. Hinek romanên dîrokî ne, hinek yên evînî û felsefîk in. Romanên fantastîk hene, yên macerayê û casûsiyê, serpêhatiyên mêrxasiyê hene. Hinek roman gelek herîkbar in, mirov dikşînin nav xwe, mirov naxwaze dev ji xwendina wê berde. Romanên civakî hene, mirov gelek didin fikrandin. Romanên felsefîk hene, zanîstiya mirov pêşve dibin. Roman hene xwezayê û pêvajoya cîhanê bi mirov didin fêrkirin. Romanên bîranînê hene, yên ku li ser jiyana mirovek hatiye honandin, gelek xweş in. Zimanê romanan zimanek taybetî ye. Zimanek edebî ye. Haz dide mirov, di ruhê mirov de xweşbûnekê çêdike. Ewqas xweş karanîna zimên di romanan de dibe. Di romanan de ziman bi rih û goşt dibe, jîndar dibe. Ji xwe yê ku ziman dewlemend dike zimanê romanan e, zimanê edebî ye. Roman xwendin wek rêwîtiyek dûr û dirêj e. Yanî mirov di cîhanek nûh de derdikeve rêwîtiyek. Di vê rêwîtiyê de mirov gelek tişt fêr dibe, gelek tişt dibîne, gelek bûyer diqewimin. Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên fantastîk hene. Xwendina wan gelek xweş e. Em bibêjin ku di cîhanê de bûyerek gelek balkêş qewimiye. Romannivîsek jî dixwaze romana wê bûyerê binivîse. Yan jî romannivîs dixwazê li gor fantaziya xwe bûyerek bide qewmandin û romana wê binivîse. Ev roman wextakû bi metoda romanivîsîna fantastîk bê nivîsîn hîn xweştir dibe. Hinek romanên şoreşgeriyê hene, wexta ku mirov wan romanan dixwîne, dibêje qey waye di nav wê şoreşê de jiyaye. Bûyerên cîvakî, çalakîyên şoreşgerî û pêkanîna şoreşê di wan romanan de gelek xweş tê qalkirin. Romanxwendin û nivîsnivîsandin bûye perçeyek jiyana min. Ez gelek roman dixwînim. Hem romanên bi Kurdî û hem jî romanên bi tirkî. Ji bo ku romanên bi Kurdî pirr hindik derdikevin, ez bi pirranî romanên wergerê yên bi tirkî dixwînim. Ez, du - sê mehan de carek lîsteyek pirtûkan amade dikim - pirrên wan pirtûk in, hinek jî kovarên çandî, edebî ne- û dişînim ji Tirkîyê dikirim, tînim. Niha gelek romanên ku min xwendine li ser hev civiyane. Li cem min gelek kovar jî hene. Kîjan kovar bixwazin li cem min hene. Hemû kovar di arşîva min de ne. Ez ji kovaran gelek hez dikim. Ji bo kovaran hewesa min heye. Vê hewesê min bir ta kovar weşandinê. Lê ez bi derxistina weşana kovara HELWESTê dilşad im. Roman û Trajedî Di her romanê de tirajediyek heye. Trajedî qedera romanê ye. Her roman dinyayek e, cîhanek bi serê xwe ye. Roman di dema sedsala 18’an de, di çaxê ronahiyê ku dest pê dike wek şaxeke edebî tê afirandin. Di bingeha romanê de kes, têkiliya sedem - encam û pêvajoya mezinbûyîn û stewandinê heye, gihaştin heye. Di vê pêvajoyê de kes ji zemîna tahsok ya xeyalê dikeve zemîna dijraberî ya nerm ya rastiyê. Yanî di perwerdekirina rastiya jiyanê de derbas dibe. Di her romanê de aliyên wê yên trajîk hene. Trajediya mezin felsefeya platonîk dihebîne. Di vê trajediyê de lehengên gelek mezin hene. Di hemû romanan de mijarên însanî tên qalkirin. Di gelek romanan de jî ji bo cîhaneke baş şîretên axlakî tê dayin. Dostoyewskî, Kazanova, Forwes axlaqên li gorî xwe xas pêşkêş dikin. Di her romanê de şîrovekirina nûh ya cîhanê heye. Di romanan de qahraman – Leheng - stero tîp nîn in, qareqter in. Xwendevan di şexsiyeta lehengan de paradoksa hundirê xwe dibîne. Ji bo wêye jî, ji romanên Dostoyevskî re tê gotin ku; romanên wî romanên pirdengîyê ne. Nivîskarê Latîn Amerîkî Ostavîyo Paz dibêje “Romannivîs cîhanê ji nûve diafirîne. Berhema wî xeyal e - îmge ye.” Di romanê de teknîk her diçe pêşve diçe. Teknîkên nûh tên bikaranîn. Wek tê zanîn roman sazkirineke kesayetî ye. Lê wek her şaxên hunerê mudaxeleyê pêkhatina civakê dike. Trajedîya kesayetî der dixe pêş û vê mudaxeleyê bi dil ve zexim dike, bi hêz dike. Trajediya kesan dibe wek klawûzek, wek rênîşandanek, wek neynikeke tê pêşberê civakê. Romanên Kafka di vê hêlê de xwediyê nirx û payebilindiyeke mezin in. Gelek romannivîs di romanên xwe de rexne li civakê, li jiyanê, li cîhanê û li xwezayê digrin. Di romanê de safî, paqijî û rasteqîniya trajîk anku rewşa trajîk heye. Roman her çiqas li ser vê rewşa trajîk rêveçûna xwe didomîne jî, di pêvajoya pêşveçûnê de gelek dîmenên rengîn digire û serketin û serfîraziyê bi dest dixe. Ji xwe wexta ku mirov li romanê dinêre li ser navê romanê edebiyateke standart dernakeve pêşberê mirov. Li gorî ku edebeyatzanan tespît kirine gelek cûre û şiklên romanê heye. Yanî cûre cûre roman hene. Roman ji bo ku şaxeke kompleks ya edebiyatê ye, mirov nikare wê yekpare îzah bike. Wek min li jor got; cûre cûre roman hene. Yek ji wan cûre romanan jê jî romana dîrokî ye. Romanên dîrokî wek romanên din zêde tune ne, gelek kêm in. Romannivîsên ku romanên dîrokî dinivîsînin hindik in. Di romanên dîrokî de dîmenek ji dîroka gelan, netewan tê qalkirin. Carna hinek roman hinek demên dîrokî ji pirtûkên dîrokî baştir bi mirov didin fêmkirinê. Di romanên dîrokî de rewşa civakê ya wê dema ku tê behskirin ji alî aborî, siyasî ve tê şîrovekirin û mirov dibe xwediyê agahdariyên berfireh yê wê dema dîrokî. Di romanên dîrokî de jî trajedî heye. Trajedîyên girîng û balkêş. Trajedîyên ku di wê dema dîrokî de hatine jiyandin hene. Di romanê de du meylên cuda derdikevin pêşberê mirov. Yek jê romanên estetîk in, yê din jî romanên populer in. Helbet ji derê van herdu meylan gelek meylên din jî hene. Di romanên estetîk de kes û trajedîya wî/wê kesî derdikeve holê. Di romanên weha de ya girîng dawî lê anîna trajedîya kesayetîyê nîn e. Rewşa trajedî car heye naqede, dom dike. Ji xwe ew kesê ku trajedîya wî/wê tê qalkirin çiqas dom bike, roman jî ewqas bi qîmet dibe, bi nirx dibe. Ev qîmet, nirxa sîfeta estetîkê jê re dike mal. Di romanên estetîk de rewşa trajedîk dom bike qîmeta wê zêde dibe. Ji bo vê jî di gelek romanan de beşa dawî tune yan jî bi hawayeke muallak dawî lê tê. Lê di eslê xwe de yê ku diqede bi tenê nivîs e. Rewşa trajîk a wî/wê kesî di serê xwendevanan de dom dike. Roman di kîjan demî de tê nivîsîn bila bê nivîsên, her dem însan û derdora însên tê qalkirin. Roman hunera sosyalîteyê ye jî. Her tiştên ku ji romanê re dibin malzeme, nirxa wan ya hunerê heye, ji cîvakê re dibin mal. Sosyalîteya civakê rengîn dikin. Lewra roman bi xwe jî şaxeke hunerê ye. Mirov wexta ku li romanên Kurdî dinêre, di romanên Kurdî de jî trajedî heye. Di romanên Ereb fiemo de trajedî heye. Di romanên Mehmed Uzun de trajedî heye. Di romana Mehmed Uzun ya dawîn di “Tarî mîna mirinê, Ronî mîna evînê” de trajedîya Baz û Kevok’ê heye. Di rojek ji rojên Avdalê Zeynikê de trajedîya Avdal -ku nivîskar wî bi şêweyeke din afirandîye-heye. Di romana Suleyman Demîr “Gulê Sorê” de trajediya du evîndaran heye. Û di gelek romanên Kurdî yên din de jî trajedî hene. Di romana Mustafa Aydogan “Pêlên Bêrîkirinê” de trajediya dema me, trajediya modern ya bêrîkirinê heye. Di herdu romanên min de jî trajedî hene. Di romana min a bi navê “Kawa Marî - Mêkew”ê de trajediya keçikek kurd heye. Di romana min a bi navê “Fîlozof” de jî trajediya ronakbîrekî kurd, şexsiyetekî welatparêz, katibê fiêx Seîdê nemir, Fehmîyê Bîlal heye. Di romanê de pêşketin û guherînên nûh çêdibin. Dinya diguhire, roman jî diguhire. Teknîka nivîsîna romanê diguhire, nûjen dibe. Romanên Tolstoy, Dostoyevskî, Vîktor Hugo, Balzac û yên Susan Tamaro, Paulo Cuelho û Aleksandro Barîco ne wek hev in. Romanên berê her cîldê wê 300 - 400 rûpel bûn, yên niha wek cîld nîn in û her roman ji 150 rûpelî nabûre. Hinek romanên nivîskarên Îtalî 100 rûpel in. Civak çiqas pêş bikeve, modern bibe, ji hêla îlîm û teknîkê ve çiqas pêşketin çêbibin di romanê de jî dê herweha pêşketin çêbibe. Yanê pêşveçûnên di Fîzîk, Astronomî û hemû şaxên îlmê li ser ramanên felsefîk û dîtinên edebî tesîreke mezin dike. Dîtin û ramanên felsefî û edebî jî li ser civakê tesîr dike. (Helbet ev nayê vê maneyê ku nihajî romanên dirêj nayên nivîsîn. Na, niha jî romanên dirêj tên nivîsîn, wek : Xezîneyên Akîmboldo –Hanjo Lehman 690 rûpel e, Medicus-Noah Gordon 636 rûpel e, Manîfêsta reş- Frederick Forsyth 573 rûpel e û ev herdsê roman jî nû ne..) Zimanê romanê divê gelek hêsan be. Zimaneke edebî, lê hêsan ku xelq jê fêm bike. Ji xwe maneya kelîmeya romanê di serî de “pirtûka ku bi zimanê gel hatiye nivîsîn” bû. Mirov gava li sedsala 19’an ya gelên Ewropa rojava dinêre, ew dem dema xurtbûn û pêşteçûna romanê bû, lê piştê wê demê jî romanê pêşveçûna xwe domand e. Romanên wê demê bi zimanê xelqê hatibûn nivîsîn û li ser xelqê tesîr kiribû. Di dema ronasansê û reforman de çanda gelên rojava bi romanê formeke nûh stend. Roman bi vê forma xwe ya nûh bû haceta guherandina civakê. Roman bû xwediyê fonksiyonek girîng. Ev fonksiyona wê ya girîng hêj jî didome. Bi kurtî, Roman hêj nûh e. Sê asir berê hatiye avakirin. Di esra 18 û 19an de gihîştiye kemala xwe. Roman hêj jî ber bi pêş ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Di romanan de têkiliyên mirovan -însanan- yên bi hevdu re û bi xwezayiyê re bi hawakî berfireh û bi teferuat tê qalkirin, bi hunerî tê hîkayekirin. Di nav van têkiliyan de; ji pirsên ruhî hetanî rewşa aborî û gelek munasebetên din hene. Di hîkayekirina evîndariya du ciwanan de trajedî heye, munasebeta civakî ya wê deverê, wê heremê heye. Roman vekirin û derketina holê ya munasebeta civakî ye. Roman keşifekî nûh e, îcatekî nû ye. Teknîka avakirina wê tim tê guherandin, tê nûhkirin. Romanên Dîrokî Niha hem li dinê û hem jî li Tirkiyê gelek romanên ku li ser bûyerên dîrokî û li ser şexsiyetên dîrokî hatine nivîsîn gelek têne weşandin û pir jî têne firotinê. Romana li ser Fîravûnên Misrî, ya li ser Keleopatra, romana Îskenderê Mezin, ya Hanîbal, romanên li ser Omer Hayam û Hesen Sebah, întreseya xwendevanan dikşîne û gelek têne xwendin. Gelek nivîskarên biyanî û yên Tirk li ser Padîşah û Xanim Sultanên Osmanîyan gelek roman nivîsîne û ev romanên wan di seriya lîsteya firotina pirtûkan de cihên xwe girtine. Roman û dîrok bi hevûdu ve eleqederin, bi hev ve girêdayîne. Romanek dema bê weşandin, ew roman dixwazî li ser dîrokê û dixwazî li ser bûyerên rojane ya dema nû be, piştê demeke dûr û dirêj -yanê nabeynê de dem û dewran bibûre- ew roman jî dibe berhemek, belgeyek anku pirtûkeke dîrokî. Dema ku roman tê weşandin, şahîdê dema xwe ye, lê piştê demeke ew jî dibe dîrok. Romana dîrokî di sedsala 19’an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn. Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya misrî ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye. Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.) Dîrok di esasê xwe de şîrovekirin e. Li ser bûyereke dîrokî şîroveyên curbecur têne kirin. Li ser şexsiyetekî dîrokî gelek şîroveyên ji hev cuda têne kirin. Li ser jiyan û têkoşîna Hasan Sabah çar romanên cuda hatine nivîsîn. Li ser Harûnê Reşîd bi dehan çîrok û roman hatine afirandin. Di hinek romanên dîrokî de eynê wek vaqîanuseran bûyerên wan demên dîrokî, bi zimanekî çîrokî tên qalkirin. Di gelek romanan de jî hawayê mîstîk û bi şêweyên metafîzîk bûyerên demên dîrokî têne afirandin. Helbet armanca romannivîserên ku romanên dîrokî dinivîsîn, bûyerên dîrokî ronahî bikin nîn e. Ew bûyerên dîrokî li gorê haceta estetîkî li hevudu dihonin. Tiştên ku însanan eleqeder dike di nav dekora dîrokî de qal dikin. Dekor dekoreke dewlemende û di nav vê dekorê de mirin, jiyan, evîn, tenêtî, hestên şehwetê, vijdan, dirustî, durûtî û herweha gelek tiştên ku însanan eleqeder dike hene. Di hemû romanên dîrokî de sazkirinên hunerî û edebî hene. Di bin ronahiya bûyerên çûyîn de ji ceribandin û tecrûbeyên çûyîn ders derxistin heye. Romannivîsên romanên dîrokî bûyerên çûyî li gor dema nû dinirxînin, lê îskeleta berhema xwe li gor demên dîrokî saz dikin. Di sedsala 19’an de nivîskar Walter Scott bi nivîsa romanên dîrokî, rê vekir û gelek nivîskarên cîhanê li ser vê rê û şopê meşiyan û wan jî bi sedan romanên dîrokî nivîsandin. Hinek nivîskar di vê hêlê de bi serketin û berhemên pir bi qîmet yên giranbiha nivîsandin. George Lukacs dibêje “Serketina romanên dîrokî ev e ku, ew gihaştin radeya destanan.” Di van demên dawîn de hinek nivîskarên Post-modernîst jî dest pê kirin û romanên dîrokî nivîsandin. Wan berhemên xwe bi şêweyeke nû, bi terzek nû nivîsîn û bi îmajan berhemên xwe xemilandin. Romana Dîrokî û Hîcîv Ez ji xwendina romanên dîrokî gelek hez dikim. Her dema ku romaneke dîrokî derdikeve, dikirim û dixwînim. Di salên 1970’yî de rojnameyên rojane yên Tirkiyê romanan wek tefrîka her roj diweşandin. Di wan salan de du romanên balkêş ku xwendina wan gelek xweşa min çû û ji bo wê jî min her roj rojnameya rojane dikiriyan û dixwendin. Yek jê romana “Rasputîn” bû. Di wê romanê de têkilî û entrîkayên saraya kralê Rusan (Urisan) (peyva kral bi tirkî nîne, bi rusî ye) dihat behskirin. Ya din jî romana bi navê “Kleopatra” bû. Kleopatra jî kralîçeya Misrê bû. Ji nesla Fîravûnan dihat. Di şerê navbera Misrê û împaratoriya Roma’yê de, Misir têk çûbû. Împaratoriya Roma û împaratorê wan Sezar bi ser ketibû. Di nav Sezar û Kleopatra’yê de hîsên evînî dest pê kiribû. Sezar bi Kleopatra re zewicî bû û jê kurik çêbûbû. Piştê ku Sezar tê kuştin, Kleopatra û generalê ordiya Roma’yê Markos dibin evîndarên hev, ji hevdu hez dikin. Piştê kuştina Sezar, di şûna wî de Ostavîoz dibe serdarê împaratoriya Roma’yê. Kleopatra û general Markos desthilatdariya împaratorê nû Ostavîoz qebûl nakin û li dijê împarator Ostavîoz şer dikin, lê bi ser nakevin. Împaratorê Roma’yê yê piştê Sezar, temamê Misrê dagir dike û dixwaze Kleopatra’yê esîr bigre. Kleopatra ji bo ku esîr (destegîr) -dîl- nekeve destê leşkerên Romê, marê bi jehr berdide laşê xwe û xwe dikuje. Piştê van herdu romanan, di nav pêvajoya jiyanê de min gelek romanên din yên dîrokî (ji romanên dîrokî qesta min romanên ku li ser bûyerên dîrokî lê di dema me de hatine nivîsîn) xwend. Herî dawî min romana li ser Omer Hayyam û romana jiyan û têkoşîna bawermendê sofîstan, Helacê Mansur xwend. Du qategoriyên romanên dîrokî hene. Yek jê; roman li ser bûyerên rasteqînî yên dîrokî û şexsiyetên dîrokî hatine hunandin. Ya din jî; li ser bûyer û kesên mîtolojîk hatine nivîsîn. (Her wekî romana Gilgameş û Enkîdo.) Di romanên mîtolojîk yên dîrokî de, ew bûyer di dîrokê de bi rastî çêbûye yan nebûye û ew kes, ew leheng bi rastî hebûye yan tunebûye kes nizane. Qalkirina wan bûyer û lehengên mîtolojîk bi xeyalî hatine afirandin. Roman û çîrokên ku behsa lehengê Yunanî Herkul û lehengê kurdan Mîrze Mihemed dikin, hemû jî xeyalî ne. Kesek nizane ku bi rastî jî Herkul û Mîrze Mihemed hebune yan na. Çîrokên gelêrî yên ku di nav kurdan de li ser Mîrze Mihemed têne gotin wek çîrokên hezar û yek şevî ne. Hemû jî xeyalî ne. Di van çend salên dawîn de romannivîsên Ewropî metodek nû dane ber xwe. Nivîskarên romannivîs yên Ewropî destanên mîtolojîk ji nûh ve wek roman dinivîsin. Em bibêjin Homeros destana Îlyada nivîsiye, romannivîsekî niha vê destanê wek roman ji nû ve nivîsiye û weşandiye. Gelek bûyer û destanên mîtolojîk wek roman hatine nivîsîn. Her wekî destana Gilgameş û Enkîdo, şerê Toroya’yê û hwd bi şêweya romanê hatine afirandin. Li ser Fîravun’ên Misrê, li ser Hz. Musa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed, Hz. Alî, Hz. Suleyman û serdarê kokkurd (ne koka wî tenê kurd bû, ew bi xwe pir kurd bû) Selhadînê Eyubî, damezrevanê hêza fedaîyan Hasan Sabah, Siltanên Osmanî’yan, çarên Rus’an û lehengên bi nav û deng yên dîrokî, herwekî Robîn Hod, Willhelm Tell û Rustemê Zal, roman hatine nivîsîn. Helbet romanên dîrokî, dîrok bi xwe nîn e. Lê di nav xwendevan û dîrokê de dikarin bibin pirek. Dîrok anku pirtûkên dîrokî yên îlmî-zanîstî pêvajoya civakan ya aborî, siyasî, çandî, civakî û psîkolojîkî dinirxînin, analîz dikin. Roman metnên edebî ne. Romanên dîrokî hinek aliyên civakî yê dîrokî radixe holê û bi hunerî hîtabê hestên mirovan dike. Romanên dîrokî ji îlmê dûrin, di wan de xeta û kêmanî gelek in û hêza manîpulasyonê zêde ye. Ev jî xwendevanan ber bi hîsiyatê ve dikşîne û li wan tesîr dike. Nortrop Frye dibêje “Di gelek berhemên edebî de şêweyên komîk, romantîk, trajîk û îronîk hene. Di çîrokên gelek romanan de têkoşîna başî û xirabiyê tên qalkirin.” Îronîyên ku di romanan de hene gelek bala xwendevanan dikşîne. Di romana Don Kîşot da îronî heye. Puşkîn jî di “Çîroka Yevgenî Onegîn” de şêweya îroniyê bi kar anîye. Di romanên klasîk de tîp û fîgurên ku ji alî nivîskaran ve hatine xulqandin tîpên balkêş in û tîpên weha di nav civakê de tîpên nimune ne. Hinek lehengên romanan romantîk in, maceraperest in, hinek nihilîst in, hinek budala ne, hinek saxik in, hinek dîn in, hinek pir biaqil in, hinek bi îhtîras in. Hinek lehengên romanan hene ku bi karektera xwe tîpên navnetewî ne. Her wekî Hamlet û Don Kîşot. Hamlet ji ber fikrandinê nakeve hareketê, lê Don Kîşot qet nafikire û dikeve hareketê. Li vir du karekterên zidê hev derdikevin holê. Di romana dîrokî Don Kîşot de hîcîv heye. Lê ev hîcîv, hîciveke basît nîn e. Di romanê de kurgu û teknîkek wisan hatiye pêk anîn ku bi afirandina tîpekî Don Kîşotvarî, ev roman hêjayiya xwe hetanî dema me berdewam kiriye. Di gelek romanên dîrokî de mijara Hîcîvê heye. Hîcîv çiye? Hîcîv cureyek edebiyatê ye. Hîcîva gelêrî ya devkî heye û ya nivîskî heye. Hîcîv gelek kevn e, kevnbûna wê digihîşe dema Împaratoriya Roma’yê. Hîcîwa bi nivîskî cara pêşîn di Konstantîniyê de, di dema dewleta Bîzans de hatiye nivîsîn. Nivîskarên edebiyata Bîzansê Horatîus, Persîus û Juvenal wek cureyeke edebî Hîcîv nivîsîne. Westayê berhemên hîcîvî yên navûdeng Arîstophanes, Dante û Cervantes in. Di Rusyayê de jî nivîskarên hîcîvvan yên sereke Puşkîn û Kantemîr e. Li Fransayê jî nivîskarên hîcîvvan xwestine hîcîva dema Bîzansê ji nûh ve jîndar bikin û di vê hêlê de gelek berhem nivîsîne. Serkêşiya Hîcîvvanên Fransayê jî Boîleau kişandiye. Hîcîv bingeha xwe ji bûyerên civakî distîne. Nivîskarê Hîcîvvan li hember bûyerên civakî hêrsê xwe û xemgînîyên xwe bi metoda hîcîvê tîne zimên. Di berhemên hîcîvî de perwerdekirin jî heye. Bingeha hîcîvê li ser rexneyan ava dibe. Di gelek deman de nivîskarên hîcîvvan bune dengê civakê û li hemberê bêdadiyê, bêhizûriyê derketine. Di hîcîvê de hedef şexs in, kes in, sazuman in. Hîcîv jî wek komedya û parodî, dîrek hîtabê xelkê dike. Di edebiyatê de Hîcîv şêweya herî demokratîk e. Di nav civakê de berhemên hîcîvî berhemên herî populer in. Umberto Eco jî di romana xwe ya “Navê Gulê” de -ku romaneke dîrokî ye- Hîcîvê bi kar tîne. Berhemên edebî yên ku li gor şêweya Hîcîvê hatine afirandin di her demî de desthilatdarên sazumanperestan daye tirsandin. Li Rusyayê nivîskarê Hîcîvvan Kantemîr di nivîsên xwe yê hîcîwî de reformên civakî parastiye. Rexne li kesên ku tinazên xwe li zanînê kirine, girtiye. Rexne li kesên muhafazakar û ew kesên ku sazûmana kevnare diparastin digre. Têkiliyên edebiyata hîcîvî her tim bi jiyan ve, bi civakê ve hebûye. Nivîskarê navdar yê Rusî Puşkîn berhemek gelek balkêş nivîsiye û weşandiye ku ev berhema wî Hîcîv e. Navê berhema wî “Ji sansurvanekî re nameya vekirî“ ye. Wî bi vê nivîsa xwe serî li hember sansurê rakiriye û li dijê qedexebûnê derketiye. Ji bo Hîcîvê Davîd Perkîns dibêje “Di nav hemû çîrokan de ew ya herî bi êş e. Bi êş e, lewra me dide kenînê.” Nivîskarekî bixwaze dikare bi rengê şanoyê, bi rengê helbestê yan jî bi rengê çîrok û romanê jî hîcîv binîvîse. Ew hendî di destê nivîskar de ye, çawan bixwaze dê weha binivîse. Di berhemên edebî de nivîskar bi metoda hîcîvê li nakokiyên nav însanan bi çavekî henekî dinêre û rexneyan dike. Hîcîv beşekê edebiyatê ye. Di edebiyata kurdî de berhemên hîcîvî kêm in. Lê edebiyata kurdî ya devkî ji alî hîcîvê ve dewlemend e. Lê çi heyf ku, ji alî nivîskî ve ev dewlemendî xwe nîşan nade. Di bingeha hîcîvêê de êriş heye, hîcîv bi rexneyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Lê di hîcîvaa Kurdî de êriş û rexne kêm heye. Hîcîv, bi tinazbûnî li Cîhanê nê |