|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Kurtenerînek li hin beþên rêzimana kurdî
Kurtenerînek li tewîna lêkerên kurdî Bo biraziyên min Rojînê (5) û Rojhat (4), ên ku dibêjin "ez bêjam" (=min got)! Berevajî hemû zimanên ewropî, yên ku min kariye di heyama bi qasî sê salan de li tewîn û tewandina lêkerên (verbên) wan binerim, di zimanê kurdî de lêker ne di demkên raborî lê di dema nihoyî (ing. present tense) û pêþhatî (îng. future tense) yên rêzimanî de bêrêz (biservenehatî, nesazî, îng. irregular) in. Bi rastî divê bê gotin ku koka hemû lêkerên kurdî di qonaxa dema raborî ya sade (têdeyî, împerfekt, îng. imperfect tense) de ne. Bi paþdanka (I)N ji lêkerên împerfektî dikarin lêkerên rader (înfînîtîv) bi asanî bên "çêkirin": hat > hatin, got > gotin girî > girîn, za > zan, çû > çûn û hwd. Ji bilî dema nihoyî û ya pêþhatî pêwîstiya lêkerên kurdî bi cûrandinê (sinifandinê) tine ye. Herçî tewandina lêkerên kurdî li ber gelek zimanên din asan be jî, ji bo ku em bikarin wan li gor dema niho û ya pêþhatî durist bi kar bînin, divê em wan beþî ser hin komên çawantewînê bikin. Di zimanê rêzimanî û zimannasiyê de ev komik bi "konjugasyon" tên navandin. Min pirr bergerî kir lê dîsan jî ji devê kesê nebihîst û ji pênivîsa kesî jî nikarî bixwînim ka çiqas konjugasyon di zimanê kurdî de hene (1). Lê gelek caran "kuro tu ê bi tiþtine wisan çi bikî?" ji min re hat gotin! Min sergêjiyek din jî li yên xwe yên heyî zêde kir û soz da ku ez rojekê ji berî rojekê averû bikim ka lêkerên kurdî bi çi awayî ditewin. Min li havîna 1996an dest bi vê lêkolînê kir. Min bi sedan, belkî bi hezaran lêkerên kurdî û tewîna wan dan ber hev. Ji ber kêmhebûna berhemên kurdî yên di wî warî de û pêzanînên min ên tine di warê lêkolîna li ser ziman û rêzimanê de ez ketim qonaxek dijwar. Konjugasyona I bi asanî hat dîtin (2) lê yên din dixwestin ku xwe li min vebiþêrin. Min ji xwe re gelek tez pêþkêþ dikirin û bawer dikir ku min pirsgirêk çare kiriye lê piþtî çend rojan ez pêrgî lêkerekê, ya ku teza min avakirî ji bingehê wê ve diherifand, dihatim. Lê, eger bi kêmasî jî be, piþtî heyamekê min karî pirraniya lêkerên kurdî di nav konjugasyonên I, II, III û IV de bicûrînim. Mebesta vê lêkolînê ne ew e ku hemû tevgera lêkerên kurdî pêþkêþî we bike lê ez ê li pey cûrandina lêkerên kurdî bi kurtî hinekî li ser taymetmendiya lêkerên kurdî û hin lêkerên taybet rabiwestim. Destnivîsa vê lêkolînê ji aliyê birêzan Þahîn Bekir Soreklî, Newzad Þokrî, Perwîz Cîhanî, Selman Palanî û Dilbixwîn Dara de hatiye xwendin. Ji nirxandinên ta niha gihane me pêþniyaz û agahdarkirinê gelekî hêja tê de hatine ser ziman. Tu dikarî boçûnên wan jî di binê vê nivîsarê de bibînî. Bi taybetî gelek nerîn bi zimannas Newzad Þokrî re hatine guhestin û nameyên li ser heman mijarê dê bidomin. Lê ji bîr nekin ku hûn bi xwe jî boçûnên xwe ji me re diyar bikin. Cûrandina Lêkerên kurdî Konjugasyona I Rader Rayê lêkerê Dema niho barîn -bar- dibare bezîn -bez- dibeze bûn (3) -b- dibe çûn -ç- diçe dizîn -diz- didize gihan -gih- digihe kolan -kol- dikole renîn -ren- direne Ravek Ji bilî lêkerên anîn, dirûn, gan, girîn, jîn, man, þiyan û zan hemû lêkerên bi tîpên în, ûn û an bi dawî tên, dikevin vê konjugasyonê. Di dema niho û ya pêþhatî de (present tense and future tense)an, în an ûn ên xwe wenda dikin û paþdankên kesîn û pêþdankên demkî yan ên negasyonî digirin. Konjugasyona II Rader Rayê lêkerê Dema niho axiftin -axiv- diaxive girtin -gir- digire guhertin -guher- diguhere lîstin -lîz- dilîze kuþtin -kuj- dikuje jendin -jen- dijene Ravek Ji bilî lêkerên bi tîpa a+dengdarekê+tinê bi dawî tên, hemû lêkerên bi dengdarekê (konsonant, îng. consonant) û her sê tîpên tin/din bi dawî tên, ciyê xwe di vê konjugasyonê de digirin. Di demên niho û pêþhatî de tin/din dikeve û eger ji berî wê tîpa f hebe, dibe v (axiftin > diaxivim), s dibe z (lîstin > dilîzî) û þ dibe j (kuþtin > dikujin). Konjugasyona III Rader Rayê lêkerê Dema niho axaftin -axêv- diaxêve bijartin -bijêr- dibijêre biraþtin -birêj- dibirêje guhastin -guhêz- diguhêze hejmartin -hejmêr- dihejmêre parastin -parêz- diparêze qewartin -qewêr- diqewêre ve/þartin ve-þêr- ve/diþêre Ravek Hemû lêkerên bi tîpa a+dengdarekê+tîn bi dawî tên, dikevin vê kategoriyê. Di dema niho û ya pêþhatî de a dibe ê û tin dikeve. Eger li berî tinê f hebe, dibe v (axaftin > diaxêvim), s dibe z (parastin > diparêze) û þ dibe j (biraþtin > diparêjin). Konjugasyona IV Rader Rayê lêkerê Dema niho birin -b- dibe kirin -k- dike xwarin -xw- dixwe çê/kirin çê-k- çêdike ra/kirin ra-k- radike ve/xwarin ve-xw- vedixwe Ravek Ji bilî lêkera mirin, hemû lêkerên li dawiya wan dengdêrek (vokal, îng. vowel) û rin heye, dikevin vê konjugasyonê. Di demên niho û pêþhatî de rin û dengdêra li pêþ wê dikevin. (4) Konjugasyona V Rader Rayê lêkerê Dema niho afirandin -afirîn- diafirîne ceribandin -ceribîn- diceribîne çandin -çîn- diçîne stendin -stîn- distîne xwendin -xwîn- dixwîne Ravek Hemû lêkerên bi andin an endin bi dawî tên, dikevin nav vê konjugasyonê. Di dema niho û ya pêþhatî de andin an endin dikeve û în dikeve þûna wan (5). Konjugasyona VI Rader Rayê lêkerê Dema niho nivistin -niv- dinive xistin -x- dixe maliþtin -mal- dimale rû/niþtin (6) rû-n- rûdine Ravek Ji bilî lêkerên ristin û hiþtin (7), hemû lêkerên bi -istin an jî -iþtin bi dawî tên endamên vê konjugasyonê ne. Di dema niho û ya pêþhatî de -istin/-iþtin dikeve. Konjugasyona VII Rader 1 Rader 2 (8) Rayê lêkerê Dema niho anîn înan/hênan -în- tîne avêtin avêþtin (9) -avêj- diavêje cûn - -cû- dicû dirûn - -dirû- didirû dîtin bînan (10) -bîn- dibîne dotin doþan -doþ- didoþe firotin firoþtin(10) -firoþ- difiroþe gan - -gê- digê gotin (11) - -bêj- dibêje hatin - -ê- (12) tê hiþtin hêlan -hêl- dihêle jîn jiyan -jî- dijî kan kiyan -kê- dikê ketin keftin -kev- Dikeve man - -mîn- Dimîne mêhtin mêjan -mêj- dimêje mirin (13) - -mir- (9) dimire pan - -pê- dipê pehtin pêjan -pêj- dipêje rêtin rêjan -rêj- dirêje ristin rêsan -rês- dirêse sotin sojan/sojîn -soj- disoje þiyan - -þê- diþê þkestin þkiyan -þkê- diþkê þûþtin (14) - -þo- diþo xwestin xwastin -xwaz- dixwaze zan - -zê- dizê Ravek Lêkerên vê konjugasyona heftem bêrêz in û qaydek ji bo çawantewîna wan tine ye (14). Di pirraniya zimanên hindo-ewropî (îngilîzî, almanî, îspanî û hwd) de lêker di demên raborî (îng. past tense) de bi bêrêzî ditewin lê ev bêrêzî di zimanê kurdî de tine ye. Bêrêziya van peyvên jorîn di zimanê kurdî de di demên niho û yên pêþhatî de ye. (15) Hin taybetmendiyên lêkerên kurdî Lêkera BÛN Lêkera "bûn" di kurdî de xwediya du wateyan e: 1.Mîna di hemû zimanên cîhanê, yên ku ta niha lê hatiye kolîn, lêkera "bûn" di kurdî de di dema niho (lê ne di dema pêþhatî û bêguman ne di yên raborî) de, eger wateya wê "be"ya îngilîzî, "sein"a almanî, "ser"a îspanî û "vara"ya swêdî be, bêrêz e: Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez ... im/me (Ez xwendekar im, mamoste me) 1. Em ... in/ne 2. Tu ... (y)î (Tu kur î, kî yî?...) 2. Hûn ... in/ne 3. Ew ... (y)e 3. Ew ... in/ne 2. Lê eger mebesta "bûn"ê "become"a îngilîzî, "werden"a almanî û "bli"ya swêdî be, ew herdem birêz e: Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez dibim ... 1. Em dibin ... 2. Tu dibî ... 2. Hûn dibin ... 3. Ew dibe ... 3. Ew ... Bi çavê pêþîn tu ê vê forma 2em a lêkera "bûn"ê hinekî seyr bibînî çunke ew diþibe tewandiyên lêkera "birin"ê lê rêzepeyva (ing. word order) wan xwiya dike ka mebest ji "bûn"ê yan jî ji "birin"ê ye. Her kurdîzanek cudatiya van herdu hevokên jêrîn bê ti dijwariyan dikare averû bike: 1. Ew dibe mamoste. 2. Ew mamoste dibe. Lê ev a din ne ewqas asan e: 1. Azad dibe jîr. 2. Azad jîr dibe. Mebesta hevoka 1em ew e ku Azad dibe kesek (ji berê) jîrtir. Hevoka "temam" wiha ye: "Azad dibe kesek jîr". Hevoka 2yem du wate hene: 1) "Azad kesek jîr dibe derekê." 2) "Jîriya Azad zêde dibe." Di herdu hevokan de her sê peyvên heyî di heman forma xwe de hatine bikaranîn lê dîsan jî di hevoka 1em de "jîr" rengdêr (adjektîv) e lê di ya 2yem de heman "jîr" - eger Azad kesekê/î bibe derekê - navdêr e lê - eger jîriya Azad zêdetir bibe - "jîr" rengdêr (adjektîv) e. Lêkera HEBÛN Lêkera "hebûn" an jî "heyîn" xwediya du celeb formên tewînê ye û li gor çawantewîna wê jî wateya wê diguhere. 1. Eger lêkera "hebûn" li gor kirdeyan (subjektan) bitewe, hingê wateya wê "exist"a îngilîzî ango hebûna kirde bi xwe ye: Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez heme 1. Em hene 2. Tu heyî 2. Hûn hene 3. Ew heye 3. Ew hene 2. Eger lêkera "hebûn" li gor serveyan (objektan) bitewe, ew tê wateya "have"a îngilîzî û mebesta wê ew e ku kirde xwediya/ê tiþtekî ye: Serve yekhejmar e (nm. sêvek) Serve pirrhejmar e (nm. du sêv) 1. Min heye 1. Min hene 2. Te heye 2. Te hene 3. Wê/wî heye 3. Wê/wî hene 1. Me heye 1. Me hene 2. We heye 2. We hene 3. Wan heye 3. Wan hene Negasyona Bûn û HEBÛNê Li ser negasyona lêkerên bûn û hebûnê hinekî dudilî heye loma divê li vir - gelekî bi kurtî jî be - li ser bê rawestîn. Negasyona bûnê nebûn û ya hebûnê jî tinebûn an jî nînbûn e (16). Di soranî de bi giþtî û di hin devokên kurmanciya jorîn de jî, bi taybetî di devoka behdînî (17) de, negasyona herduyan nebûn e lê dîsan jî di tewîna xwe de zêdetir diþibin nînbûnê. Lê bi baweriya min ferqandina herduyan girîng e. Mînakine ji negasyona bûnê Heremên cudatiyê dixinê Heremên cudatiyê naxinê 1. Ez ne li wir im 1. Ez li wir nîn im/ nî me. 2. Wan ez nîn im 2. Wan ez nîn im/ nî me. Her kurdîzanek dikare bi asanî tê derbixe ku hevoka yekem negasyona "Ez li wir im" ango negasyona lêkera "bûn"ê ye. Ya duyem jî negasyona "Wan ez heme" ango negasyona lêkera "hebûn"ê ye. Lê heremên cudatiyê naxin negasyona van herdu lêkeran, di herdu hevokan de heman lêkerê raberî me dikin. Bêguman eger we li beþa "Heremên cudatiyê dixinê" neneriya jî, we dê bi tenê ji beþa "Heremên cudatiyê naxinê" averû bikira ka kîjan ji wan negsayona "bûn" û kîjan jî ya "hebûn"ê ye. Ango hin kes dê bibêjin ka em çima guherekê bixin navbera wan madem em bi asanî bikarin ji kontekstê fam bikin. Lê ji we re mînakek din: -Ma ev erebî ye? -Na, erebî nîn e. Em ne înkarkerên gelan in; zimanek bi navê erebî heye û bi sedan mîlyonan kes pê dipeyivin lê li vir kesek ji me re îdîa dike ku "erebî nîn e"! Erebî heye lê bi rastî jî ev nivîsar ne bi erebî ye. Eger em replîkên xwe bi awayê jêrîn bi rêz bikin, em ê bibînin ku rola ferqandina negasyona "bûn" û "hebûn"ê ne bê wate ye. Û tikesek dê me bi înkarkirina zimanê erebî tawanbar jî neke: -Ma ev erebî ye? -Na, ne erebî ye. Lêkera vîn Lêkera vîn ango viyan xwediya du wateyan e û tewîn û peyverêza (ing. word order) wê jî li gor wateya wê diguhere. 1. Vîn bi wateya (jê) hez kirin an jî xwestin li gor serveyê (objektê) ditewe. Yekhejmar Pirrhejmar 1.*Min ez divêm. 1. Min em divên 2. Min tu divê(yî) 2. Min hûn divên 3. Min ew divê 3. Min ew divên Yekhejmar Pirrhejmar 1.Te ez divêm. 1. Te em divên 2. *Te tu divê(yî) 2. Te hûn divên 3. Te ew divê 3. Te ew divên Kirde cuda û serve yek in loma paþdankên lêkeran heman in; lêker ne li gor kirde lê serveyê ditewin. Li vir kirde (subjekt) tewandî lê serve netewandî ye. Ev yek ji girîngtirîn taybetmendiyên tewîna lêkerên kurdî ye. Tewîna kirdeyê û netewîna serveyê di lêkerên transîtîv (ên ku dikarin serve hebin) de di demên raborî de gelemper e lê ji bo herdu lêkerên "hebûn" û "vîn" (a bi wateya "(jê)hezkirin") de di demên niho û pêþhatî de jî derdikeve ber me. Mixabin belkî mezintirîn û zêdetirîn çewtiyên di rasnivîsa kurdî de tên kirin jî di vî warî de ne lê em ê derengtir kûrtir jî li ser vê mijara taybet binivîsin. Berevajî pirraniya lêkerên kurdî, yên ku di dema niho de negasyona xwe bi pêþdanka na pêk tînin, negasyona lêkera "vîn"ê ne ye (19): Min tu/ew nevê. 2. Vîn bi wateya pêwîst bûn. Li vir lêkera "vîn" hertim dikeve pêþiya kirdeyê, pirranî caran dikeve destpêka hemû hevokê. Ew pirranî caran di forma xwe ya divê de ye û li gor kirdeyê natewe. Serveya wê bi xwe jî tine ye. Yekhejmar Pirrhejmar 1. Divê ez ... 1. Divê em ... 2. Divê tu ... 2. Divê hûn ... 3. Divê ew ... 3. Divê ew ... Pêþ- û paþgirtikên kesîn/lêkeran Di zimanê kurdî de ji bo nîþandana dem û kes pêþgirtik û paþgirtikên (prefîks û sufîksên) rêzimanî bi rayê lêkeran ve tên zeliqandin. Pêþ- û paþgirtikên dema niho, erênî (20) Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez di---(i)m 1. Em di---(i)n 2. Tu di---(î) 2. Hûn di---(i)n 3. Ew di---(e) 3. Ew di---(i)n Mînak 1 Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez diçim 1. Em diçin 2. Tu dibezî 2. Hûn dilîzin 3. Ew dixwe 3. Ew ditirsin Mînak 2 Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez diþom 1. Em diþên 2. Tu dijî 2. Hûn diajon 3. Ew diþkê 3. Ew digirîn Ravek Eger rayê lêkerê bi dengdêrekê bi dawî hat, ew beþên paþgirtikan, ên ku di kevanokan de ne (li jor), dikevin. Mînak 3 Yekhejmar Pirrhejmar 1. Ez d(i)ajom 1. Em d(i)axivin 2. Tu d(i)avêjî 2. Hûn d(i)êxin 3. Ew d(i)afirîne 3. Ew d(i)alizin Ravek Eger rayê lêkerê bi dengdêrekê dest pê bike, ne pêwîst e ku tîpa "i" ya pêþgirtika "di" bê bikaranîn. pêþgirtika "anîn" û "hatin"ê Niha pirranî kes li þûna pêþgirtika "di" ya dema niho ji bo lêkerên "anîn" û "hatin" tîpa "t" bi kar tînin: Ez tînim Tu tê û hwd pêþgirtikên Negasyonê Mîna ku me li jortir jî da diyarkirin, mebesta me bi vê kurtelêkolînê ne ew e ku em hemû tevgera lêkerên kurdî biterixînin ber çavên we lê hin taybetmendiyan, ên ku (baþ an jî qet) li ser nehatiye rawestîn, raberî xwendevanan bikin. Her kurdîzanek bi xwe, bê pêrgîhatina ti zehmetiyan, dikare negasyonê bi kar bîne lê ji ber ku hin taybetmendî û herwiha hin dudilî jî di bikaranîna pêþgirtikên negasyonê de hene, em ê bi kurtî bala xwe bidinê: Di dema niho de pêþgirtika negasyonê di kurdî de bi gelemperî na ye. Ez naçim. Tu nabêjî. Ew nake û hwd. Lê pêþgirtika negasyona lêkerên "bûn" (a bi wateya xwe ya yekemîn - li jor binere), "þiyan" û "wêrîn"ê li þûna "na"yê "ne" ye û ya lêkerên "karîn û "zanîn"ê jî "ni" ye. Di soranî de "wêrîn", "zanîn" û "tiwanîn", a ku li þûna "karîn"a ("þiyan"a) kurmancî tê bikaranîn, jî pêþgirtika "na" digirin (21). Mînak Ez ne ew im. Tu neþê. Ew newêre. Em nikarin. Hûn nizanin. Ji bilî dema niho, di hemû demên din de negasyona lêkeran bi pêþgirtika "ne" tê avakirin. Lê "karîn" û "zanîn" pêþgirtika xwe "ni"yê diparêzin. Ez ê ticaran nebim. Te neþiya. Wî newêriye. Me nikarîbû. Xwezî we nizaniya. Zeliqandin an veqetandina pêþgirtikên negasyonê? Yek ji wan mijarên herî zêde, yên ku di rêzimana kurdî de tên nîqaþkirin, veqetandin an jî zeliqandina "na", "ne" û "ni"yê ye. Ji pirsa jorîn jî dixwiye ku min pirs bi awayek neutral bi rêz nekiriye. Madem min biwêja "pêþgirtikên negasyonê" bi kar aniye, herkes dikare bi asanî tê bigihe ku ez alîgirê zeliqandina van her sê pirtikên rêzimanî me. Rast e ku mirov nikare diyar bike ka kîjan ji van formên han baþtir e. Ez naxwim Ez na xwim Tu nakî Tu na kî Ew nakeve Ew na keve Lê em li þûna "xwarin", "kirin" û "ketin" "vexwarin", "rakirin" û "hilketin" bi kar bînin. Ev her sê peyvên dawîn lêkerên hevedudanî ne û ji du beþan pêk tên. Forma yekem wiha dibe: 1. Ez venaxwim Tu ranakî Ew hilnakeve Ango "na" xwe dixe nava herdu beþên lêkeran hevedudanî. Lê forma 2yem dê çawan bibe? Divê li bîra me be ku kurdî zimanek gelekî lojîk e, û bi qasî ku em birêziya wê bibînin, nabe em xwe biavêjin hembêza bêrêziyê. Ango eger me "na" ji "xwim"a "xwarin"ê vekir, divê em wê ji "xwim"a "vexwarin"ê jî vebikin. Hingê dîsan jî du þêweyên nivîsandina "venaxwim", "ranakî" û "hilnakeve" li ber me dimînin lê yek ji wan jî baþ naxwiye: 1. "ve na xwe", "ra na ke" û "hil na keve" 2."vena xwe", "rana ke" û "hilna ke" Ez bawer dikim ji her kesî re zelal e ku eger em ne amade bin "na", "ne" yan "ni" bi (beþa) lêkera li pey wê ve bizeliqînin, em ê nikaribin bi ya li berî wê jî tê ve jî bizeliqînin. "eger me "ranake" yan "ra nake" nepejirandin, ti sedem namînin ku em "rana ke" jî bipejirînin. Loma di destê me de alternatîva pêþtir ("ve na xwe" û hwd) dimîne. Zimanê kurdî bi xwe gelekî ji peyvên kurd pêk tê û eger em yên hinekî dirêj jî perçe-perçe bikin, hingê êdî tevlihevî dê ji berê jî zêdetir bibe. Em hemû dizanin ku "ve", "na" û "xwe" hemû peyvên serbixwe ne jî û xwewateya wan belkî tiþtek girêdayî "venaxwe" tine be jî. Zeliqandina pêþgirtikên "bi" û "di" jî bi qasî ya "na", "ne" û "ni" girîng in çunke wek din wateya "di" û "bi" cuda ye. Mînak 1 Mînak 2 Ew diçe Ew di þkeftê ve ye Ew ê biçe Ew bi tirimpêlê çû Di mînaka 1em de "bi" û "di" pêþgirtikên lêkeran in lê di mînaka duyem de daçek (prepozîsyon) in. Guhera wan berbiçav lê tenê divê em di bikaranîna wan de hiþyar bin. Hevokên dulêkerî û passîv Di gelek zimanan de, dema ku lêkera serekî lêkerek alîkar jî bi xwe ve bigire, lêkera alîkar ditewe lê ya serekî rader (netewandî) dimîne: Eger di hevokê de tenê lêkera serekî hebe ("Ew diçe"): • îngilîzî: He goes • almanî: Er geht • swêdî: Han går • fînî: Hän menee • tirkî: O gidiyor Lê eger di hevokê de lêkerek alîkar jî hebe (Ew dixwaze biçe): • îngilîzî: He wants to go • almanî: Er will gehen • swêdî: Han vill gå • fînî: Hän haluaa mennä • tirkî: O gitmek istiyor Di van zimanên mînak de tenê lêkera alîkar - wants (ji want), will (ji wollen), vill (ji vilja), haluaa (ji haluta) û istiyor (ji istemek) - ditewe û lêkera serekî (go, gehen, gå, mennä û gitmek) netewandî dimîne. Di almanî "zu" û di swêdî de jî "att" li þûna "to" ya îngilîzî, ya ku raderiya (înfînîtîviya) lêkerê dide xwiyandin, hene. Lê em baþ bala xwe bidinê ka ev hevok ji kîjan peyvên kurdî pêk tên: "ew", "xwestin" û "çûn". Mîna di hemû zimanên mînak de, "xwestin"a kurdî jî ditewe. Ev ne sosret e lê herwiha "çûn" jî wek rader namîne. Ew ji "çûn"ê bûye "biçe". Di kurdî de hem lêkera alîkar û hem jî ya serekî ditewin. Lê ya serekî li þûna pêþgirtika "di" pêþgirtika "bi" digire.(*) 1.Ew di çe > ew dixwaze bi çe 2.Ew fêr nabe > ew nikare fêr bi be Ji mînaka duyem dixwiye ku herdu lêkerên di hevokê de pêþgirtika negasyonê nagirin loma em nabêjin "ew nikare fêr nabe" lê em dibêjin "ew nikare fêr bibe" (22). Herwiha ji bilî dema niho jî lêkera serekî wek xwe dimîne: • Futur: Ew ê bixwaze biçe • Împerfekt: Wî xwest biçe • Perfekt: Wî xwestiye biçe • Plu.perfekt: Wî xwestibû biçe • Presensa kondîsyonalî (þertî): Wî dê bixwesta biçe • Împerfekta þertî: Wî dê xwestibûya biçe (23) Lê di kurdî de jî bi otomatîkî, eger du lêker di hevokê de hebin, nayê wê wateyê ku herdu bitewin: 1.Ew dide naskirin 2.Hat birêvebirin Bi vî awayî em digihin mijarek gelekî balkêþ: tebatî ango passîv. passîv Di zimanê kurdî (zaravaya kurmancî) de forma passîv ango tebatî ya lêkeran bi alîkariya lêkara hatin an jî dan tê avakirin. Berevajî lêkerên alîkar, lêkera hatin/dan û lêkera serekî herdem li pey hev tên. Lêkerên alîkar pirranî caran bê navbir didin pey kirdeyê (subjektê) û ji lêkera serekî, ya ku pirranî caran dikeve dawiya hemû hevokê, dûr dikevin. Mînak (lêker bi tîpên îtalîk hatine destnîþankirin) nikarim niha ji we re çîrokek zêde dirêj bibêjim. (Hevoka lebatî/aktîv a bi lêkera alîkar) 2. Niha ji we re çîrokek zêde dirêj nikare bê(=were) gotin. (Hevoka tebatî/passîv a bi lêkera alîkar) Mîna ku ji hevoka 2yem jî dixwiye, kirde tine ye û lêker li gor serveyê (çîrokê) ditewin. Lêkera alîkar (karîn), mîna "çîrokek" kirdeya wê be, ditewe, û "gotin" jî netewandî dimîne lê "hatin"a hevkara wê jî li gor "çîrokek"ê ditewe. Eger çîrok ji yekê zêdetir bûna, hevokên me dê bi vî awayê jêrîn bûna: 1. Ez nikarim niha ji we re çîrokên zêde dirêj bibêjim. (Tenê "çîrokek" guheriye û bûye "çîrokên") 2. Niha ji we re çîrokên zêde dirêj nikarin bên gotin. ("çîrokek" bûye "çîrokên" ango ji yekhejmarê bûye pirrhejmar. Ev yek jî dibe sedema wê yekê ku "nikare bê gotin" jî dibe "nikarin bên gotin" ango ew jî ji yekhejmariya xwe diqulipin pirrhejmariyê.) Bêguman passîva kurdî jî gelekî hêjayî lêkolînên kûr-dirêj e lê divê em mijara xwe zêde dirêj nekin lê tenê hin tiþtên taybet ji vê mijarê jî pêþkêþî we xwendevanên hêja bikin ji bo ku hûn bi wan tiþtan, ên ku herkes mîna vexwarina avê dizane, neyên serêþandin. Tenê li herdu peyvên dawîn ên paragrafa jortir binere; "neyên serêþandin". Lêker bi xwe "ser êþandin" e lê çima me ew li jortir bi hev re zeliqand û kir "serêþandin"? "Bi kar anîn", "mezin kirin" û "ji nû vekirin" gelekî diþibin "bikaranîn", "mezinkirin" û "jinûvekirin" lê wateya wan sedî sed ne yek e. Eger em hin mînakan bidin, îdîayên me yên abstrakt dê bibin konretîk û mijara me jî dê asantir bibe: Mînak 1 • A) Bikaranîna xêvjimêrê (kompûterê) di roja me de ji herkesî re bûye mecbûrî. • B) Mezinkirina zarokan ne karekî asan e. • C) Jinûvekirina pêþangeha hunerî gelek hunerhez coþandin. Mînak 2 • A) Di roja me de herkes xêvjimêrê bi kar tîne. • B) Wan zarokên xwe qenc mezin kirine. • C) Pêþangeha hunerî, ya ku gelek hunerhez li bendê ne, dê ji nû ve vebibe. Di mînaka yekem de "bikaranîn", "mezinkirin" û "jinûvekirin" ne lêker lê navdêr (substantîv) in û ew jî mîna navdêrên din paþgirtikên navdêrî digirin. bikaranîna xêvjimêrê ji bilî watenasiyê (sematîkî) ji aliyê rêzimanî de ji reqdîska/miþkê xêvjimêrê ne cuda ye. Herwiha di her sê hevokên mînaka yekem de ne "bikaranîn", "mezinkirin" û "jinûvekirin" lê "bûye", "e" û "coþandin" lêker in. Di mînaka duyem de "bi kar tîne", "mezin kirine" û "ji nû ve vebibe" lêker in û li gor kirdeyên xwe ditewin. Lê hûn ê niha bipirsin ka em çima carna wan ji hev cuda û carna jî bi hev re binivîsin. Hin kes bi þaþî lê hin kes bi zanebûnî jî vê guherê naxin navbera wan. Mijara me jî ne ew e ku em kesî bipesinînin û ne jî kesî mehkûm bikin lê ji ber van sedemên jêrîn, bi baweriya min, divê ev peyvên han dema ku navdêr in, bi hev re û dema ku lêker in jî, ji hev cuda bên nivîsîn: • 1. Daku ew bi asanî bên avaerûkirin ka lêker an jî navdêr in • 2. Çunke eger ew peyv wek navdêr bên bikaranîn, ti navdank nakevin nava wan daku wan ji hev vebiqetîne lê ew dikarin paþgirtikan bigirin. Û madem tenê dikarin bi dawiya wan pê ve bên zeliqandin, divê ew bi hev re bên nivîsîn daku beþek ji wan bê paþgirtik nemîne lê paþgirtik a hemû peyvê be. • 3. Eger ev peyv wek lêker tên bikaranîn, divê ew ji hev bên veqetandin. Hem ji ber sedema yekem a li jor û hem jî ji ber ku lêker dikarin "navgirtikan" bigirin. (Ev "navgirtik" di rastiyê de pêþgirtikên beþa tewîner (24) a lêkerê ne.): "mezin dibe", "ji nû ve vedibe" û "bi kar meîne". Lê tevî ku di hevokên passîv de ev her sê peyvên mînak ji navdêran zêdetir bixwiyin lêkeran jî, di rastiyê de ew jî mîna navdêran tev digerin. Niha bi gelemperî pirtikek rêzimanî li wan nayê zêdekirin lê eger em li hin devokan binerin, em ê binînin ku hevbendiya wan bi tewîna navdaran re berbiçav e: -Ew hat malê -Ew hat bikaranînê Mîna ku me anî ziman, ev paþgirtika "ê" êdî kêm bi "lêkera" serekî ya hevokên passîv ve tê zeliqandin lê dîsan jî madem ku (niha) delîlên din ên xurt, ên ku bikarin teza me biruxînin, tine bin, ez maqûl dibînim ku em "lêkerên" serekî yên pirrbeþî di hevokên passîv de bi hev re bizeliqînin. Sedemek din jî yê xurt ew e ku di vê þêweya bikaranîna wan de, ticaran tiþtek nikare xwe biavêje nav wan û ciyê xwe di nav "tengasiya" wan de bike. Ango: • 1. Xêvjimêr hat bikaranîn (ne *"hat bi kar anîn") • 2. Zarok dê çawan bên perwerdekirin (ne *"bên perwerde kirin") • 3. Xanî da avakirin (ne *"da ava kirin") Di kurdî de bi saya biwêjên mîna "ji aliyê ... de", "bi alîkariya ...", "bi destê ..." û "bi saya/xêra ..." di hevokên passîv de jî kirde dikare bê xwiyandin. Lê di hevokên passîv de ne kirde lê tevger an jî serve girîng e: Mînak • 1. Ev ziman ji aliyê gelek zorlêkirî de tê bikaranîn. • 2. Bi alîkariya hevalan xebatên hêja dê bên kirin. • 3. Bi hezaran keç û xort bi destê dijmin hatin kuþtin. • 4. Bi saya teknolojiya nû pêwendiyên me dikarin hê zêdetir jî bên xurtkirin. û hwd. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Bisînortiya passîvê di kurdî de
Eger tu kesek kurdîzan bî û bizanî ka di rêzimanê de passîv û/an tebatî çi ye, tu ê bê dijwarî bikarî van hevokên han ên aktîv (lebatî) bikî passîv (tebatî): • 1. Wan çay vexwar. • 2. Me zebeş kelaşt. • 3. Rohat pirtûkek nû nivîsî. Ez bawer dikim ku bersivên te dê kêm-zêde wiha bin: • 1. (Ji aliyê wan de) çay hat vexwarin. • 2. (Bi destê me) zebeş hat kelaştin. • 3. Pirtûkek nû (ji aliyê Rohat de) hat nivîsîn. Ango karê diviyabû te bikira ne dijwar bû lê ma tu dikarî ji van ên jêrîn re jî çareyekê bibînî: • 1. Ew rakir nexweşxaneyê. • 2. Sêv revandin malê. • 3. Ew hat vir. Ez hêvîdar im ku te bîskekê dabe xwe ku çareyekê bibînî, û dibe ku te nîvçareyek dîtibe jî lê ez dikarim sond bixwim ku çareya ji sedî sed durist nehatiye dîtin. Ez ê ji te re bibêjim ku çareyek wisan ji xwe tine ye jî lê, ji kerema xwe, hinekî din jî bînfireh be û demê bide min. Dibe ku hin kes gihabin van biryarên jêrîn an jî yên nêzîkî wan: • 1. Ew bo nexweşaneyê hat rakirin. Ew ber bi nexweşxaneyê de hat rakirin. 2. Sêv bo malê hatin revandin. Sêv ber bi malê de hatin revandin. • 3. *Ew bo vir hat hatin. *Ew ber bi vir de hat hatin. Em ji dawiyê dest pê bikin daku ew hevok, a ku her kurdîzanek sosret dibîne, êdî hew serê me biêşîne. Em mecbûr in diyar bikin ku lêkera "hatin" ji bo avakirina passîv tê bikaranîn lê wek lêkerek serekî "hatin" nikare di hevokek passîv de hebe. *"hatin hatin" bi kurdî nabe. Lê hêbetî mebin, mamika hevokên yekem û duyem jî dê bê averûkirin. Ji aliyê rêzimanî de ti şaşiyek di wan herduyan de tine ye lê ji aliyê watenasiyê (semantîkî) de ew wek xwe nemane. Di kurmancî de - eger ne berbiçav be jî - guherek di navbera "ew rakir nexweşxaneyê" û "ew bo nexweşxaneyê rakir" de heye. Ya pêştir tê wê wateyê ku kesa/ê hatiye rakirin belkî birîndar/ nexweş bûye û pêwîstiya wê/wî bi nojdar (bijîjk) û dermanan heye. Ya paştir tê wê wateyê ku nexweşxaneyê belkî pêwîstî bi kesa/ê rakirî heye, dixwaze ji aliyê xwe de wê/wî derman bike, ji xwe re bike nojdar an jî bi kar bîne. Yan jî "ew" dikare tiştek be ku li laboratoriya nexweşxaneyê bê lêkolîn. "Sêv revandin malê" tê wê wateyê ku mal ciyek, belkî xaniyek e ku kesên sêv revandî dê wan sêvan bibin di wî xanî ve. Lê "Sêv bo malê hatin revandin" tê wê wateyê ku pêwîstiya malê yan jî endamên lê bi sêvan heye û sêv ji wan re hatin revandin. "Ew ber bi nexweşxaneyê de hat rakirin" jî ji sedî sed nayê wateya hindê ku ew bir nexweşxaneyê çunke ew dikare bê wê wateyê jî ku hin kesan ew kes rakir ser piyan û berê wî da nexweşxaneyê. "Sêv ber bi malê de hatin revandin" bi otomatîkî nayê wateya revandina malê çunke belkî mal li aliyê rojhilat û, em bêjin, kîlometreyekê ji ciyê bûyerê dûr be, û kesên sêvrevîn jî sêvên xwe revandin. Ew jî ber bi rojhilatê de çûn lê ji malê jî dûrtir çûn an jî sed metreyan ji ciyê bûyerê dûr ketin û xwe li ciyekî veşartin. Ev jî tê wê wateyê ku wan sêv ber bi malê de revandin lê belkî nebirin hundurê malê. Niha du alternatîv li ber me hene: • 1) nabe em di van rewşan de passîv bi kar bînin. • 2) em ê van biwêjên wek "bo" û "ber bi ... de" bi kar bînin lê wateya wan nikare ji sedî sed ciyê hevokên me yên aktîv bi cî bîne. Hin kes dê xemê ji vê yekê nexwin lê herdu alternatîv jî xerab in. Ya duyem dikare me ber bi şaşfamkirinê de bibe û ya yekem jî seqetiyê dixe ziman - bi taybetî dema ku di zimanê nûçegeriyê de dema ku komhevok, bê ku niqte jî bê danîn, ji passîviyê biqulipe aktîviyê: "Ew hat birîndarkirin (=passîv), û rakir nexweşxaneyê (=aktîv)." Du-sê caran wê heman hevokê bixwîne û tu ê bibînî ku hevokek wiha ne bêkêmasî ye lê mixabin çareyek baştir jî tine ye. Passîv di soranî de Berevajî kurmancî, di soranî de forma passîv bi alîkariya lêkera "hatin" nayê avakirin. Wek din jî ew ji du peyvên cuda berpê nabe. Di soranî de passîv ji lêkera dema raborî ya forma aktîv tê avakirin û di dema niho de (ir)ê û di demên raborî de jî (ir)a lê tê zêdekirin. Di soranî de dema pêşhatî (future tense) tine ye. Em du mînakan didin: soranî kurmancî xwardin xwarin dexwirê(t) Tê xwarin dexwirên Tên xwarin xwira hat xwarin xwiran hatin xwarin xwirawe hatiye xwarin xwirawin hatine xwarin xwirabû hatibû xwarin xwirabûn hatibûn xwarin Bijardin (=bijartin) • debijêrê(t) (tê bijartin), her wek forma aktîv e (debijêrêt=dibijêre) • debijêrin (tên bijartin), her wek forma aktîv e (debijêrin=dibijêrin) • bijêra (hat bijartin) • bijêran (hatin bijartin) • bijêrawe (hatiye bijartin) • bijêrawin (hatine bijartin) • bijêrabû (hatibû bijartin) • bijêrabûn (hatibûn bijartin) wutin (=gotin) bêrêz e û forma wê ya dema raborî (wut) di forma de passîv dibe rayê lêkerê • dewutrêt (tê gotin) • dewutrên (tên gotin) • wutra (hat gotin) • wutran (hatin gotin) • wutrawe (hatiye gotin) • wutrawin (hatine gotin) • wutrabû (hatibû gotin) • wutrabûn (hatibûn gotin) Bisînortiya passîva soranî Mîna zaravaya kurmancî jî, soranî jî li derveyî bisînortiya passîvê namîne. Mînakên me li jor dan (1. Ew rakir nexweşxaneyê. 2. Sêv revandin malê.) ji soranî re nabin çunke li şûna wan hevokên di kurmancî de bê daçek (prepozîsyon) jî di soranî de daçek hene: 1. Ew berew naxoşxane bira. Lê hevoka sêyem (3. Ew hat vir.) di soranî de jî nikare bibe passîv: "Ew hat êre." Li aliyê din di soranî de passîv hê jî bisînortir e ji ber ku tenê lêkerên transîtîv dikarin bikevin forma passîvê. Li aliyê din, tevî ku mirov dikare di kurmancî de pirraniya lêkerên întransîtîv jî bixe forma passîv, ev yek gelekî kêm tê kirin. Zarzor kes ji me van hevokan bi kar tîne: 1. Futbol dikare bê lîstin. 2. Vê spêdeyê li wir dihat bezîn. 3. Li Kurdistanê kurdî tê peyivîn. 4. Pirtûk ji aliyê wî de tên hezkirin. Di vir de, ji bilî soranî, herwiha kurmancî jî gotina "mirov" (an jî tiştek din şibî wê) bi kar tîne: 1. Mirov dikare futbolê bilîze. 2. Vê spêdeyê mirov li wir dibezîn. 3. Li Kurdistanê mirov bi kurdî dipeyive. 4. Ew ji pirtûkan hez dike. Di hin zimanên din ên hindoewropî de jî, bi taybetî di zimanên germanî de, hevokên "nîvpassîv" bi alîkariya peyvên hemberên "mirov" tên avakirin. Di almanî û swêdî de ev yek bi peyva "man" û di îngilîzî de jî bi "one" tê holê. Li aliyê din carna di îngilîzî de "you" (tu) jî li şûna passîvê tê bikaranîn: (You can play football= (wergera rasteqîn) "Tu dikarî futbolê bilîzî", (armanca hevokê) "Futbol dikare bê lîstin." • almanî: Man kann Fussball spielen. • swêdî: Man kan spela fotbol. • îngilîzî: One can play football. Lê di zimanê fînî, yê ku ne zimanek hindoewropî ye, de ti hemberên "mirov" di van hevokên mînak de tine ne; herdem hemû lêker dikarin forma passîva rasteqîn bi xwe ve bigirin. • 1. Jalkapalloa voidaan pelata. 2. Tänä aamuna siellä juostiin. 3. Kurdistanissa puhutaan kurdia. wergerên rasteqîn û armanca hevokan: 1. Futbol dikare bê lîstin. 2. Vê spêdeyê li wir dihat bezîn. 3. Li Kurdistanê kurdî tê peyivîn. Li aliyê din di fînî de jî ti gengazî tine ne ku mirov vê hevoka han bi rasteqînî werbigere "Pirtûk ji aliyê wî de tên hezkirin." Eger di hevokê de kirde hebe, divê di fînî de herdem hevok aktîv be. Loma ev hevok tenê dikare bi vî awayî bê wergerandin: "Hän pitää kirjoista" (wergera rasteqîn "Ew ji pirtûkan hez dike." Peyverêza kurdî Ji bo têgihîna durist a ramanekê, mirov hin peyvan bi awayek tekûz dide pey hev û hevoka xwe jê diafirîne. Madem ku afirandina hevokan bêsînor e û di vê nivîsara me de jî bi sedan hevok, ên ku ticaran nehatine bikaranîn û belkî dê ticarên din di pêşerojê de jî neyên bikaranîn hene, ti gengazî û delîv tine ne ku mirov bikare hemû hevokên zimanekî ji ber bike daku bikare pê biaxive. Mirov bi xwe afirandiyek gelekî afirîner (creative) e û hê ji zaroktiya xwe de hin hevokan, ên ku ticaran berê nebihîstine û tine bûne jî, ava dike. Ji bo vê avakirinê peyverêz (îng. word order) pêwîst e. Di her zimanekî de peyverêz heye lê ev peyverêz hem di zimanên cuda cuda û hem jî di hevok û kontekstan de dikare bi awayên ji hev cuda be. Li vir mirov dikare ji hişkiya peyverêzê û nermiya peyverêzê yan jî peyverêza hişk û peyverêza nerm bipeyive. Ji nivîsarên min ên xwendingehê li bîra min e ku mamosteyên îngilîzî herdem bi pênûsek sor û xetek mezin dinivîsî: SPOTPA (ji peyvên fînî "subjekti, predikaatti, objekti, tapa, paikka, aika" ango "kirde, lêker, bireser, awa, cî, dem") û mamosteyên almanî û swêdî digotin: "Herdem bila peyverêza serhevok û berhevokan li bîra te be!" Di van her sê zimanên navborî de peyverêz (pirranî caran) gelekî hişk e û her peyvekê bi dîsîplînek req cihê xwe di hevokê de heye. Û eger mirov peyvekê jî li cihê wê yê rast nenivîse, dibe ku hemû hevoka mirov çewt be. Lê berevajî wan, di kurdî û bi taybetî jî di fînî de peyverêz ne ewqas hişk e. Li vir armanca me bi tenê ew e ku em diyar bikin ka cihê lêkerê di kurdî de li kû dera hevokê ye. Em ê derengtir bi babetên din ên rêzimanê re jî li peyverêzê vebigerin. Ji bo ku em mijara xwe zehmet nekin, em ê tenê peyverêza sade ya sêbeşî di kurdî de binerin: kirde+bireser+lêker ango subjekt+objekt+predîkatîv Mînak: 1.Wî sêv xwar. 2. Min tu dîtî. 3. Ew li malê ye. Lê ev yek hertim nabe: 1. Wî fekir sêvê. 2. Ew çû malê. 3. Min xwarin xwar jî. Li vir em dibînin ku peyverêz wiha ye: kirde+lêker+bireser ango subjekt+predîkatîv+object an jî kirde+bireser+lêker+jî ango subjekt+objekt+predîkatîv+jî Gelo ev guhera di peyverêzê de çawan e û mirov dikare çawan bizane ka peyverêz divê di hevoka me de kirde+bireser+lêker an jî kirde+lêker+bireser beş Li vir peyva "jî" ti peyverêzan nas nake ango hema ew dikare bikeve wî cî yê ku dixwaze: 1. Min jî xwarin xwar. 2. Min xwarin jî xwar. 3. Min xwarin xwar jî. Lê êdî wateya van hevokan ji sedî sed wek xwe namîne. Her kurdîzanek dikare ferqa van hevokan averû bike lê em bi kurtî bala we bikişînin ser wê yekê ku di hevoka yekem de "min", di ya duyem de "xwarin" û di ya sêyem de jî "xwar" girîng e ango her peyv, a ku "jî" bide peyê, di hevokê de girîngî ji wê re tê dan. Li aliyê din eger di hevokê de lêkerek, a ku mebesta wê "ber bi derekê de" ye lê ti daçek (prepozîsyon) bi wê re tine ne, peyverêz wiha ye: kirde+lêker+bireser Mînak: 1. Ez diçim malê. (Lê "Ez ber bi malê de diçim." ango kirde+bireser+lêker) 2. Bibe wir. (Lê "Ji wir bîne" ango kirde+bireser+lêker) 3. Em binerin Kurdistanê. (Lê "Em li Kurdistanê binerin" ango kirde+bireser+lêker) Di hevokên di kevanokan (îng. brackets) de lêker dikeve dawiyê çunke di hevokan de daçek hene. |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Ergatîv
-Ez te dibînim. -Min tu dîtî. Ji bo ku mijara me dijwar nebe û serê xwendevanan ji berê jî zêdetir neyê êşandin, em bi van hevokên asan ên li jor dest bi mijara xwe bikin. Ev hevok şêweyên wan risteyan, ên ku herî zêde di kurmancî de peyda dibin, pêk tînin: kirde+ bireser + lêker (ango sujekt+ objekt + predîkatîv). Mîna ku em dizanin, di herdu hevokan de cînava yekem a yekhejmar (ez/min) kirde ye, cînava duyem a yekhejmar (tu/te) bireser e û lêkera di hevokê e jî ji radera "dîtin" e. Lê pirsa bingehîn: Çima "ez" di hevoka duyem de bûye "min", "te" bûye "tu" û "dibînim" jî bûye "dîtî"? Mîna ku tê zanîn, di kurmancî de du celebên cînavan hene. Em wan bi "cînavên netewandî" û "cînavên tewandî" dinavînin. Ji bo zelalkirina mijarê em wan li jêr bi rêz dikin: Cînavên kesîn ên netewandî Cînavên kesîn ên tewandî Ez Min Tu Te Ew Wê/wî (25) Em Me Hûn (26) We (26) Ew (27) Wan (27) Van herdu celebên cînavan erkên xwe yên diyarkirî hene. Li vir em ê bi kurtî dabaşê ji wan erk û rolan bikin lê em ê bi tenê di wan erk û rolan, ên ku ji bo famkirina ergatîva kurmancî bingehîn in, de kûr biçin. 1) Di dema nihoyî û ya bê de eger cînav kirde (subjekt) bin, forma wan a netewandî tê bikaranîn (*): • -Ez Husein im. • -Tu kî yî? • -Ew ji kû ye? • -Em çi bikin? • -Hûn ê neçin. • -Ew zîrek in. 2) Lê eger di demgihên nihoyî û bên de cînav bireser (serve/objekt) bin, hingê forma wan a tewandî tê pêş (*): • -Elo min dibîne. • -Azad dê te bi xwe re bibe. • -Baran wî/wê dişo. • -Mar jî me naxwe! • -Keko we nabîne. • -Bêrîvan carna wan dikire. 3) Herwiha di demgihên raborî de jî eger ev cînav kirde bin û lêkera ew kirdetiya wê dikin transîtîv (lêkerên bireser hebe/hebin an jî bikare hebe/hebin) be, hingê ew di forma xwe ya tewandî de ne: • -Min çîrokek got. • -Te hemû vexwar. • -Wê çi bi xwe re anî? • -Wî qapût li xwe kiriye? • -Me rêyek ji xwe re dîtibû. • -We çi dikir? • -Wan ev gotin ji kû bihîstine! 4) Lê eger ew di demgihên raborî de bireser bin an jî bi lêkerên întransîtîv (lêkerên nikarin bireser hebin) re kirde bin, forma yekem tê bikaranîn: a) Cînav bireser, lêker transîtîv û demgih jî raborî ye: • -Gulbiharê ez dîtim. • -Azad tu li bajar hiştî? b) Cînav kirde, lêker întransîtîv û demgih jî raborî ye: • -Hûn li kû mane? • -Ew nemabûn. 5) Bi daçekan re herdem forma tewandî tê bikaranîn: • Li min bibore. • Bi te çawan e? • Di ser wê re. • ji aliyê me de • ji wan re • digel me û hwd. Bi vî awayî pirsa hatî kirin zelal dibe: Ji her pênc bendên me danî di ya 1. de dixwiye ku eger cînav kirde be, divê ew di forma xwe ya netewandî de bê bikaranîn. Loma di kurmancî de tê gotin: "Ez te dibînim." lê ne *"Min te dibînim." Di benda 2. de jî me nivîsiye: "Lê eger di demgihên nihoyî û bên de cînav bireser (serve/objekt) bin, hingê forma wan a tewandî tê pêş" loma em dibêjin "Ez te dibînim.", ne *"Ez tu dibînim." Herwiha mîna ku di benda 3. de derbas bûye, eger cînav kirde bin û bi lêkerên transîtîv re bên bikaranîn, ew di demgihên raborî de di forma xwe ya tewandî de ne. Ji ber vê rastiyê, em dibêjin "Min tu dîtî" lê ne *"Ez tu dîtî." Di benda 4-an de hatiye ku eger cînav di demgihên raborî de bireser bin, hingê forma wan a netewandî tê bikaranîn loma tê gotin "Min tu dîtî" lê ne *"Min te dîtî". Dîsan jî hê bersiva hemû pirsa me ya girîng ne hatiye dan: madem ku di hevoka "ez te dibînim" û ya "min tu dîtî" de kirde her yek e ango kesê yekem ê yekhejmar e, çima di hevokek me de "dibînim" û di ya din de jî "dîtî" peyda dibe. Di kurmancî de lêker paşqertafên wê peyvê, ya ku netewandî dimîne, digirin. Ferq nake ev peyv kirde (subjekt) yan jî bireser (objekt) be: Lêker paşqertafa kirdeyê digire • Ez te dibînim. • Tu ê nan bixwî? • Em diçûn zozanan. Lêker paşqertafa bireserê digire • Min tu dîtî. • Te ez dîtim • Me ew dît ("ew" yekhejmar e û di împerfektê de paşqertafa cînavkî tine ye) • Me ew dîtin ("ew" pirrhejmar e) Ergatîv bi navdêran re Ji ber ku zimanê kurdî ji aliyê rêzimana xwe de zimanek bitew e, bi taybetî navdêrên (substantîvên, îng. nouns) wî bi gelek şêweyan ditewin. Li jêr em dikarin wan formên navdêrên kurdî, yên ku peyda dibin, wiha rêz bikin: Navdêrên zayendmê dikarin wiha bitewin 1) dar 2) darek(ê/e/a) 3) darê 4) dara 5) darin(e) 6) darina(n) 7) daran 8) darên(an jî "darêt/darêd") Li hember wan jî navdêrên zayendnêr 1) bajar 2) bajarek(î/ê) 3) bajar (an jî "bajêr","bajarî" yan" bajari") 4) bajarê 5) bajarin(e) 6)bajarina(n) 7) bajaran 8) bajarên (an jî"bajarêt/bajarêd") Ji bo famkirina ergatîvê niha ji me re formên 1. û yên 3. pêwîst in. Mîna ku li jor hatiye dabaşkirin ka kengî forma netewandî û kengî jî ya tewandî tê bikaranîn, wisan forma 1. a navdêran jî li şûna cînavên netewandî û forma 3. jî li şûna cînavên tewandî tê xebitandin: Zayendmê • Ew darê dibîne > Jiyan darê dibîne. • Wê dar dît > Jiyanê dar dît. • Ew sêvan dixwe > Evîn sêvan dixwe. • Wê sêv xwarin > Evînê sêv xwarin. Zayendnêr • Ew tirimpêlê diajo > Rizgar tirimpêlê diajo. • Wî tirimpêl ajot > Rizgar tirimpêl ajot. (28) • Ew hevalan dibe > Serdar hevalan dibe. • Wî heval birin > Serdar heval birin. (28) Pirrhejmar Ji her heşt formên navdêran ên li jor rêzkirî formên 1. û yên 5. dikarin li şûna cînavên pirrhejmar ên netewandî û formên 6. û yên 7. jî li şûna cînavên pirrhejmar ên tewandî bên bikaranîn: • Ew li ber avê ne > Bajar/bajarin(e) li ber avê ne • Wan şûnwarên kevnar hene > Bajaran/Bajarina(n) şûnwarên kevnar hene. Di rewşên ergatîvî de şaşiyên kongruensî Yek ji berbiçavtirîn şaşî û kêmasiyên ez di nivîsên kovar û rojnameyan û peyivinên di TV û radyoyên de kurdî pergî têm, çewtiyên kongruensî ne. Ango lêker wê paşqertafê, ya ku pêwîstî pê heye, nagire. Ev çewtî di nivîsên me hemûyan de hene û kes ji me nikare xwe ji wan rizgarbûyî bihesibîne. Li vir em nikarin û ne jî pêwîst e ku em hemû mijarê pêşkêş bikin lê em ê pêşî mînakek "jîndar" bidin û paşî jî li gor pêwîstiyên ergatîvê li pey wê kûrtir biçin. Berî demekê min kurteçîrokek kekê xwe yê hêja Çiya Mazî, ya ku ji Mêrdînê ji min re e-mail kiribû, li ser daxwaza wî bi kurtî nirxand. Bi destûra wî em li vir wan şaşiyên kongruensî, yên ku min di çîrokê de dîtin, destnîşan bikin: 1) "...awazên wan bilind dibû..." (Pêwîst e bê nivîsîn: "awazên wan bilind dibûn" an jî "awaza wan bilind dibû") 2) "...damarên goştê mirovan e" (a rast: "demarên goştê mirovan in" 3) "...bîstûşeş qul di serê wî de çêbûye (jimare "26" dide xwiyandin ku "qul" ji yekî zêdetir in loma tenê lêker di forma xwe ya pirrhejmarî de dikare durist be: "bîstûşeş qul di serê wî de çêbûne" 4) "Yê bi xwe nehesiya bûn" (Îcar kirde yekhejmar û predîkatîva jî pirrhejmar e. Divê hevok wiha be "yên bi xwe nehesiyabûn" (pirrhejmar) an jî "yê/ya bi xwe nehesiyabû" (yekhejmar)) "Eyn ew xwîn in, niqut bi niqut gihîştiye ser hevdû" Eger pirs ne ji piyaleyek, glasek, şûşeyek an jî tiştek din mîna wan be û xwîn, av, şîr û hwd. tê de be, xwîn, av, şîr, şerbet, wîskî, vodka û hwd. nikarin bên hejmartin loma pirrhejmariya wan jî tine ye lê di hevokê nivîskar xwîn kiriye pirrhejmar ("xwîn in") lê di herika hevokê de ew dîsan kiriye yekhejmar ("niqut bi niqut gihîştiye"). Eger mirov bendên bingehîn ên rêzimana kurdî bizane û bi hişmendiyek biseqbêr carekê du caran çavên xwe li her nivîsa xwe bigerîne, ev şaşî dê gelekî kêmtir bibin û ta belkî dê bi temamî bên telifandin jî. Lê mijara balkêşiya me li ser şaşiyên kongruensî di rewşên ergatîvî de ye. Me li jor, di dema salixdana herdu hevokên "Ez te dibînim" û "Min tu dîtî" de wiha gotibû: Di kurmancî de lêker paşqertafên wê peyvê, ya ku netewandî dimîne, digirin. Ferq nake ev peyv kirde (subjekt) yan jî bireser (objekt) be. Tevî ku ev prensîp dikare bê pejirandin jî, di pratîkê de hema her kes şaşiyan di vî warî de dike. Hema her kes dikare bipejirîne ku divê em... Bibêjin Nebêjin Min du sêv xwarin. Min du sêv xwar Me hemûyan tenê nanek xwar. Me hemûyan tenê nanek xwarin Lê. mîna ku me anî ziman, di pratîkê de ev yek ji bîr dibe. Ji bo vê yekê me li çend nivîsarên di hejmara dawîn a li ber destê me ya Nûdemê ango hejm. 34an nerî. Di nivîsên lênerî yên nivîskarên navdar ên kurd in jî lê di nav wan de yek jî bê van şaşiyan nebû. Ji her nivîsê em bi tenê yek şaşiyê didin tevî ku di hinan ji wan de gelekî zêdetir jî hene: • *"Van mirovan fonksiyoneke xwe ya gewdeyî wenda kirine" ("Bîra Dinyayê", Şerefxan Cizîrî, r. 63, r. 1-2. Lê derengtir hevoka xwe durist nivîsiye: "... wana hîna jî Bîra dinyayê nebiriye") • *"Te di xewnê de du xortên kincspî dîtibû" ("Ewrê reş", Firat Cewerî, r. 105, r. 2-3 ji teksta sade. Lê di hevoka pêşîn de ergatîvê durist bi kar tîne: "Xwedê mêrkujên te ji partiya xwe avêtine) • *"... te beybûnên min mêtiye... stiriyên hêtûnê baş alastiye ("Rênasans", Rênas Jiyan, r. 121, r. 4-5. Lê derengtir durist nivîsiye: kêzikan çargavên te xwarine") • "dinya piçûk kirine (S. Unus ê ku mijara nivîsara wî bi xwe jî ergatîv e!, r. 37, r. 4. Mebest ji "dinya"yê dinyaya me ye ango yekhejmar e lê mîna ku ew pirrhejmar be, lêker hatiye tewandin. Lê li ciyek din ê heman nivîsarê durist dinivîse: "te ez dîtim") Ergatîv di soranî de Ergatîv ne tenê di zimanê kurdî de lê herwiha di hin zimanên din ên cîhanê - bi taybetî yên hindoîranî - de peyda dibe. Tevî ku bi tenê di kêm zimanan de rola ergatîvê bi qasî rola wê ya di zimanê kurdî de girîng be jî, ew ne diyardeyek heremî ye. Mînakek ji gerdûniya wê ew e ku ew serdemekê di zimanê fînî, yê ku ne hindoewropî lê uralî ye, de jî peyda dibû. Wek mînak em dikarin peyva "lintu" ya bi wateya "balinde" ya kurdî ye bidin. Ev form herwiha wek kirdeya yekhejmar jî tê bikaranîn. Kirdeya pirrhejmar ji heman peyvê "linnut" e. Ango tê gotin: -Lintu lentää/lensi (Balinde difire/firî) lê -Linnut lentävät/lensivät (Balinde difirin/firîn). Mîna ku tê dîtin, peyva "balinde" ya kurdî her wek xwe maye lê lêker nîşan dide ka ew yekhejmar an jî pirrhejmar e. Lêkerên fînî jî baş didin diyarkirin ka balinde yek an jî zêdetir in. Lê fîniya nûjen herwiha peyva "lintu" ango hembera "balinde" ya kurdî jî ditewîne; pirrhejmariya "lintu" dibe "linnut". Lê ji wêjeya devkî ya gelêrî hatiye dîtin ku serdemekê di fînî de jî yekhejmariya kirde û bireseran bi tenê bi rêya paşqertafên lêkeran dihat nîşandan. Ango dihat gotin: -Lintu lentää/lensi. -Lintu lentävät/lensivät. Ji bilî zaravaya kurmancî herwiha di zaravayên din jî yên kurdî de ergatîv peyda dibe û rolek gelekî bingehîn dilîze. Li vir armanca me ew e ku em - gelekî bi kurtî - ergatîva soranî bi ya kurmancî re bidin ber hev û wê jî rabixin ber çavên xwendevanan. Pêşî em ê bi tabloyan dest pê bikin. Beşên di hevokê de ne pêwîst di kevanokan de hatine nîvîsîn: Pêş- û paşgirtikên dema niho, erênî (20) kurmancî soranî (1) soranî (2) *(Ez) min dibînim (29) *(Min) min debînim (29) *(Min) de-m-bînim (Ez) te dibînim (Min) to debînim (Min) de-t-bînim (Ez) wê/wî dibînim (Min) ew debînim (Min) de-y-bînim (Ez) me dibînim (Min) ême debînim (Min) de-man-bînim (Ez) we dibînim (Min) êwe debînim (Min) de-tan-bînim (Ez) wan dibînim (Min) ewan debînim (Min) de-yan-bînim *(Ez) min dibînim *(Min) min debînim *(Min) de-m-bînim (Tu) min dibînî (To) min debînî (To) de-m-bînî (Ew) min dibîne (Ew) min debînê (Ew) de-m-bînê (Em) min dibînin (Ême) min dibînin (Ême) de-m-bînin (Hûn) min dibînin (Êwe) min debînin (Êwe) de-m-bînin (Ew) min dibînin (Ewan) min debînin (Ewan) de-m-bînin Ravek Berevajî kurmancî, di soranî de bi tenê yek celeb cînav hene (min, to, ew, ême, êwe, ewan) ji ber ku li şûna formên 1. û 3. ên navdêrên kurmancî (li jor binere) de jî di soranî de bi tenê yek form heye: Jiyan dibêje= Jiyan delê; Jiyanê got= Jiyan wut; Evîn Jiyanê dibîne= Evîn Jiyan debînê. Ji van herdu şêweyên gotinê yên bi soranî, awayê duyem zêdetir tê bikaranîn. Di wî de, eger bireser cînav be, dikare bihele nav lêkerê. Ji cînava kesa yekem a yekhejmar tîpa "m", ji ya yekhejmara duyem "t", ji ya sêyem re jî "y" tê bikaranîn. Cînavên pirrhejmar jî mîna yên yekhejmar in lê herdu tîpên "an" li wan tên zêdekirin: m+an > man, t+an > tan, y+an > yan. Ev pirtikên rêzimanî hertim bênavbirr bi pêşiya rayê lêkeran ve tên zeliqandin. Bi vî awayî bireser bi xwe jî di lêkerê re diyar dibe loma eger kirde û/yan bireser cînav bin, ne pêdivî ye ku ew di hevokê de bimînin. Ji xwe di wê rewşê, ya ku bireser bi lêkerê ve hatibe helandin (binere "soranî 2"), de biresera cînav be qet nayê bikaranîn. Ango ti kesek nabêje "Min to detbînim" lê ew "to" radibe û "min detbînim" an jî bi tenê "detbînim" bes e. kurmancî soranî *Min (ez) dîtim *(Min) min-im bîna Min (tu) dîtî (Min) to-m bîna Min (ew) dît (Min) ew-im bîna Min (em) dîtin (Min) ême-m bîna Min (hûn) dîtin (Min) êwe-m bîna Min (ew) dîtin (Min) ewan-im bîna *Min (ez) dîtim *(Min) min-im bîna Te (ez) dîtim (To) min-it bîna Wê/wî (ez) dîtim (Ew) min-î bîna Me (ez) dîtim (Ême) min-man bîna We (ez) dîtim (Ême) min-tan bîna Wan (ez) dîtim (Ewan) min-yan bîna Di demgihên raborî de, eger lêker întransîtîv be, di kurmancî de paşqertafa lêkerê li gor bireserê (ango di vê rewşê de jî beşa netewandî) tê. Ji ber vê diyardeyê, eger bireser cînav be, êdî pêwîstî bi têdehiştina wê di hevokê de tine ye. Loma em dikarin li şûna "Min ew dît", bi tenê bibêjin "Min dît" jî. Lê eger em bibêjin "Min Serheng dît", em nikarin navê Serheng, ê ku di hevoka me de bireser e, biavêjin bê ku kêmasiyek di hevokê de çêbibe. Berevajî kurmancî, soranî qertafên cînavkî yên kirdeyan di hevokan de dide nîşan loma pêwîstiya hiştina kirdeyan (eger ew cînav bin) di vê rewşê de namîne. "Ewanim bîna" bê têxistina cînava "min" jî dikare bê diyarkirin ku di hevokê de kirde kesa yekem a yekhejmar e. Niha kirdeyê paşqertafa xwe "im" ne bi lêkerê lê bi bireserê ve zeliqiye. Ev diyarde gelekî bingehîn e û xurttirîn argumenta hebûna ergatîvê di soranî de ye. Li aliyek din, diyardeyek din heye ku dema min xwest bizanim ka di soranî de ergatîv heye yan na, hêviya min a dîtina wê qels kir. Ez hem bi kurmancî û hem jî bi soranî dipeyivîm lê haya min ji hebûna ergatîvê tine bû. Lê ji ber ku kurmancî zaravaya min a nivîsînê û ji berî wê jî ya zikmakî ye, ez zûtir pêrgî nîşanên wê yên hebûna ergatîvê hatim. Divê bê gotin ku di kurmancî de hem ergatîv berbiçavtir û hem jî mişetir e. Wek mînak min ev gotina sade ji xwe re girt: "min got" û "min gotin". Ew dikevin nav sînorê ergatîvê ji ber ku paşgirtika kesa yekem a yekhejmar "m" (wek "çûm", "revîm" di wan de tine ye. Lê dema ez fikirîm ka "min got" bi soranî çi ye, ew derket "(min) wutim". Bi vî awayî min bawer kir ku dibe ku di soranî de ergatîv tine be. Lê dema ku min bireserek jî ji wê hevokê re peyda kir û ew kir "min ew got", êdî ew bi soranî jî bû "(min) ew-im wut". Ango "im" ji "wut"ê ket lê wê xwe spart dergûşa "ew"ê. Hin kes dê bibêjin ku di vir de soranî bêmantiq û nelojîk e. Lê ev yek nabe; van herdu serzaravayên kurdî taybetmendiyên xwe hene û ev yek jî ji bo lojîkiya wan ne kêmasî lê bi tenê diyardeyek xurtkirina wan e. Mîna ku ji tabloya me ya demgiha raborî ya berhevdana kurmancî-soranî jî dixwiye, di kurmancî de herdem bireser û di soranî de jî kirde di kevanokan de hatiye nivîsîn ango peydabûna wan an jî lidervemana wan di hevokên mînak de ji me re eynî ye. Dema ku kurmancîaxivek dibêje "min got" an jî "min gotin", ew hingê bireserê bê bilêvkirin jî dide liberçavgirtin. "Min got" dide diyarkirin ku bireser ango tişta gotî yekhejmar e û di rewşa "min gotin" de jî tiştên dabaşjêkirî pirrhejmar in. Dîsan, berevajî kurmancî di soranî de ne bireser lê kirde di kevanokan de hatine hiştin ji ber ku paşqertafên diyarkirina kirdeyan bi bireseran ve hatine zeliqandin. Lê eger bireser li derveyî hevokê hatibe hiştin, hingê di soranî de divê paşqertafa cînavkî bi lêkerê bizeliqe daku kirdeyê diyar bike. Loma tê gotin "(min) wutim". Bi vî awayî hevoka me dikare bi soranî bi tenê ji yek peyvê pêk bê lê ev "wutim" bi kurmancî ji "min got" kurttir nabe yan jî nayê famkirin ka kirde kî ye. Li aliyê din "min got" hin tiştekî di derbarê bireserê ango tişta gotî jî dide me (mînak: ew yekhejmar e û nikare pirrhejmar be) lê ne "wutim" û ne jî "min wutim" di naveroka xwe re tiştek wisan zelal dike. Dîsan eger em hinekî din jî bidomînin, werin, em balê bikişînin ser vê hevoka jêrîn: Bo-y nard-im Em ê aniha diyar nekin ka wateya wê bi kurmancî çi ye lê pêşî salix bidin ka ev hevok ji çi peyvan pêk tê: •Bo tê wate "(ji) bo", "ji ... re" •y mîna ku ji tabloya me ya yekem a berhevdana hevokinên kurmancî-soranî dixwiye, y cîgira kesa sêyem a yekhejmar ango "ew" e. Bi vî awayî "boy" dibe "(ji) bo wê/wî" ango "ji wê/wî re" ango bi rastî "jê re". •nard rayê demgihên raborî ya "nardin" e. "Nardin" tê wateya "şandin" ango "hinartin" ango "bi rê kirin". •im jî paşqertafa lêkerî ya kesa yekem a yekhejmar e. Bi vî awayî, eger ti têkiliyên we bi zaravaya me ya soranî re tine bin jî, we dê karîbe bi piştrastî hevoka nivîsî kêm-zêde wiha werbigerînin kurmancî: "Min jê re şand(in)". Eger we wiha wergerandibe, seheta we xweş be lê mixabin ew werger dê xerabtirîn car bibûya sedema şaştêgihîştinê ji ber ku wateya rastîn wiha ye: Boy nardim= (Wê/wî) ji min re şand(in)!!! Lê heman hevok di demgiha nihoyî de: Boy denêrim= (Ez) jê re dişînim. ERGATÎV BI KURTÎ •Ergatîv tê wê wateyê ku di kurmancî de hem formên netewandî û hem jî yên netewandî û formên destnîşankirî yên navdêran ên li hember wan jî carna kirde û carna jî bireser in •Eger pirs ji biresera sade ango ne biresera daçekî be ango ti daçek (prepozîsyon) bi bireserê re tine bin, hingê eger kirde netewandî be, divê bireser tewandî de lê eger kirde tewandî be, divê bireser netewandî be. Mînak: "Ez te dibînim." (kirde ango "ez" netewandî ye loma bireser ango "te" divê tewandî be). Lê "Min tu dîtî" (kirde ango "min" tewandî ye loma divê bireser ango "tu" netewandî be) •Di kurmancî de hertim lêker paşqertafa xwe ji beşa netewandî digire: "Ez te dibînim" lê "min tu dîtî." •Şaşiyên herî zêde tên kirin ew in ku hem kirde û hem jî bireser tê tewandin: *"Min te dît", *"Polîsan wan girt(in)" û hwd. Ji ber ku di kurmancî de kirdeya yan jî biresera netewandî qertafa xwe ya cînavkî dide lêkerê, ne pêwîst e ku ew bi xwe êdî di hevokê de hebe: "Ez te dibînim" dikare bi asanî bibe "Te dibînim" bê ku ti guherek watenasiyê di hevokê de peyda bibe. Herwiha "Min tu dîtî" jî dikare bibe "Min dîtî" û wateya hevokê qet naguhere. Herwiha eger em hevoka *"Polîsan wan girt(in)" sererast bikin û ew bibe "polîsan ew girtin", hingê ew jî dikare bibe "polîsan girtin" an jî "ew girtin" bê ti guherekê di wateya wê de. Lê eger hevoka me *"polîsan wan girt" be û em bixwazin peyva "polîsan" jê biavêjin, hingê hevoka me dimîne "wan girt". Mîna ku tê zanîn, di "wan girt" de êdî peyva "wan" ne bireser lê kirde ye. Bi vî awayî em êdî nizanin ka "wan girt" tê wê wateyê ka wan hin kes/tişt girtin an jî ew ji aliyê hin kesan de hatin girtin. |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
KURTENERÎNEK LI TEVGERA DAÇEKÊN KURDÎ Eger em bixwazin bi kurtî rave bikin, em dikarin bibêjin ku daçek ango prepozîsyon (îng. preposition) hin peyvikên alîkar in ku dikevin pêşiya peyvên serekî û pêwendî û têkiliya wan diyar dikin yan jî cî, dem û hwd. ji me re eşkere dikin. Tevî ku ti şaxek rêzimanî yê zimanê kurdî bi qasî pêwîst nehatiye lêkolandin jî, li gor hayjêbûna min, herî kêm li ser rola daçekan hatiye rawestîn. Lê ev peyvikên biçûk rolek gelekî bingehîn di ziman de dilîzin loma pêwîstî bi vekirina gotûbêjê li ser wan heye. Ta niha ez bi kêm zimanan hesîme ku tê de bi qasî zimanê kurdî daçek zaf hebin. Lê çi mixabin ku ev dewlemendiya daçekan, mîna dewlemendiya her biwar û şaxên din jî ên zimanê me yê şîrîn, li gor zengîniya gencîneya xwe nayê xebitandin. Herwiha ne gelekî ji rastiyê dûr e eger em îddîa bikin ku hin daçek jî bi berdewamî ne li ciyê xwe yê rast tên xebitandin û pirr şaşîtî jî di bikaranîna wan de tê kirin. Ji berî ku em dest bi ferisandin ango analîzandina kitekit a daçek û paşdaçekan bikin, em dikarin vê mînaka sade bidin: -li malê -di malê ve -di malê de Tevî ku ya pêşîn herî zêde bê xebitandin jî, pirranî caran herduyên paştir jî li şûna wê û bi mebesta wateya wê tên bikaranîn. Lê di rastiyê de di herduyên paştir de daçek ew qas bandorek tûj li peyva "mal" dikin ku êdî di wan herdu biwêjan de bêjeya "mal" bi wateya xwe ya asayî namîne. "Di malê ve" bi zimanê gelêrî tê wateya "di xanî ve" û "di malê de" jî tê wateya "di malbatê/aîleyê/famîlyayê de". Mînak: "Li derve sar bû; ez çûm hundur û di malê ve li ber argûna hilkirî/vêxistî rûniştim." Û "Di malê de mêrek tine ye ku vê zivistanê biçe nêçîr û kewgîrê." Problema lêkolîn û jênivîsîna daçekan ew e ku - berevajî lêker û nomînan (navdêr, rengdêr, hejmar û cînav) - mirov nikare bi awayek giştî li ser wan rabiweste. Tenak gengazî ew e ku ew yek bi yek bên ferisandin û erkên her yekê ji wan bên destnîşankirin. Daçek bi cînavan re Lê pêşî divê bê diyarkirin ku eger daçek bikeve pêşiya peyva bingehîn/serekî, eger ev peyv navdêr (substantîv), cînav (pronom) an jî hejmar (numeral) be, ew peyv ditewe (1). Di kurmancî de cînavan du celeb form hene; forma netewandî (ez, tu ew, em, hûn, ew, ev û kî) û forma tewandî (min, te, wê, wî, me, we, wan, van û kê). Bi daçekan re forma tewandî tê bikaranîn. Mînak: bi min re, li gor te, ji bo wê, li cem wî, ji nik me ve, bi saya we... Daçek bi navdêran re Daçek bi navdêrên zayendmê re Peyvên zayendmê di yekhejmariya xwe ya kifş de paşgirtika "(Y)Ê" digirin: Mînak: li mal-ê, di pirtûk-ê de, ber bi xweşi-yê ve... Peyvên zayendmê di yekhejmariya xwe ya nekifş de paşgirtika "Ê" digirin lê "(Y)EK", a ku nîşana nekifşiyê ye, jî li ciyê xwe dimîne: Mînak: li mal-ek-ê, di pirtûk-ek-ê de, ber bi xweşi-yek-ê ve... Peyvên zayendmê di pirrhejmariya xwe ya kifş de paşgirtika "(Y)AN" digirin: Mînak: li mal-an, di pirtûk-an de, ber bi xweşi-yan ve... Peyvên zayendmê di pirrhejmariya xwe ya nekifş de jî paşgirtika "(Y)AN" digirin lê "IN/NE", a ku nîşana nekifşiyê ye, jî li ciyê xwe dimîne: Mînak: li mal-in-an, di pirtûk-in-an de, di xweşî-ne-yan de... (2) Daçek bi navdêrên zayendnêr re Eger mijara me ya "Daçek bi navdêrên zayendmê re" sivik be û em bikarin bi asanî hemfikir bin, di mijara "Daçek bi navdêrên zayendmê re" de yekdilî û hemfikirî ta niha berpê nebûye. Peyvên zayendnêr di pirrhejmariya xwe ya kifş û nekifş de tam mîna peyvên zayendnêr di pirrhejmariya xwe ya kifş û nekifş de ditewin. Mînak: li welat-an, bi şivan-an re, ber bi xani-yan ve; li welat-in-an, bi şivan-in-an re, ber bi xanî-ne-yan ve... Lê dudiliya herî zêde li ser tewîna yekhejmariya navdêrên zayendnêr di rewşa kifş û hinekî jî di ya nekifş de ye. Li gor devokên kurmancî navdêrên zayendmê dikarin bi sê-çar şêweyên ji hev cuda bitewin: şivan > şivên/şivanî/şivani/şivîn. Dibe ku gelek zimannas bi min re ne hemfikir bin lê ev hemû li me "bela" ne û ji bo zimanek yekgirtî yê nivîskî li kurmancînivîsan bûne asteng. Hem ew bi tewîna xwe tevliheviyê dixin ziman (3) û hem jî bikanînerên kurmancî li hev nakin ku yekê ji wan bibijêrin. Loma niha pêwîstiya me bi kompromîsekê heye: pêwîst e ku em forma netewandî bi kar bînin. Jixwe di pratîkê de jî wiha tê kirin lê hin purîst û "paqijkerên" ziman zorê didin van navdêran û, tevî ku gel ticaran wan wisan netewîne jî, ew her ditewînin. Mînak: Li şûna: em binivîsin: li welêt/welatî/welati li welat bi hêsp/hespî/hespi bi hesp ji Kemêl/Kemalî/Kemali re ji Kemal re û hwd. û hwd. Herwiha di yekhejmariya nekifş a navdêrên zayendnêr de jî dudiliyek peyda dibe. Bi gelemperî di zimanê nivîskî de ta niha zêde tîpa "Î" li pey "(Y)EK", a ku nîşana nekifşiya yekhejmariya navdêrên zayendnêr e, hatiye danîn: li welat-ek-î, bi hesp-ek-î, ji xani-yek-î re. Lê di hin devokan de li şûna vê tîpa "Î" tîpa "Ê" heye, û hin kes wê tercî dikin (4). Ango: li welat-ek-ê, bi hesp-ek-ê, ji xani-yek-ê re. Mîna ku tê zanîn navdêrên zayendmê jî di heman rewşê de heman tîpê digirin loma diyarbûna zayenda peyvê namîne (5). Daçek bi navdêrên "girêdayî" re Ji beşa "Daçek bi navdêran re", ya ku me ta niha dabaş jê kir, bi wê şert û mercê ye ku navdêr bi peyva (peyvên) li pey xwe ve ne girêdayî ye ku wê peyvê bandor li navdêrê kiribe û navdêr hatibe tewandin. Lê em hemû dizanin ku pirrî caran rengdêr (adjektîv) û cînav (pronom) dikevin pey navdêran û ji ber wê yekê navdêr jî ditewin û wek xwe namînin. Mînak: mal-a te, welat-ê min, pirtûk-ên wê; sêv-a sor, xani-yê bilind, derya-yên kûr... Niha eger em daçekan jî li van gotinên jorîn zêde bikin, em ê bibînin ku paşgirtikên me di beşên "Daçek bi navdêrên zayendmê re" û "Daçek bi navdêrên zayendnêr re" dabûn, êdî nikarin bikevin pey navdêrên di van gotinên jorîn de. Ew gotin bi xwe tewandî ne û çimkî pêwendiya xwedîtiyê (mala te; welatê min...) û rengdêran (sêva sor...) a bi navdêran re ji pêwendiya daçekan bi navdêran re xurttir e, paşgirtikên asayî yên xwedîtî û rengdêran li ciyê xwe dimînin û pêwîstî bi paşgirtikên asayî yên daçekan tine ye: Mînak: li malê > mala min, ji sêvê > ji sêva sor Herwiha eger navdêr di yekhejmariya xwe ya nekifş de jî bi rengdêr an jî cînavekê re hatibe girêdan, hin nakokî derdikevin. Çimkî em di yekhejmariya kifş de, dema ku navdêr bi cînav an jî rendêra li pey tê, li navdêrên zayendmê tîpa "A" û li navdêrên zayendnêr jî "Ê" zêde dikin (sêv-a sor/min, hesp-ê te/spî), li gor hin kesan divê ev herdu tîp di rewşa nekifş a heman navdaran jî bên bikaranîn, ango: -sêv-ek-a sor/min; bi daçekê re: Wî ji sêv-ek-a sor/min xwar. -hesp-ek-ê te/spî; bi daçekê re: Ez dixwazim li hesp-ek-ê te/spî siwar bibin. Lê ez bawer dikim, tevî ku gelek xwendevan pêrgî vî awayê nivîsînê hatibin jî, ew bi xwe wisan naxebitînin. Niha di kurmanciya nivîskî de bi vî awayî zêdetir tê nivîsîn: -sêv-ek-e sor/min; bi daçekê re: Wî ji sêv-ek-e sor/min xwar. -hesp-ek-î te/spî; bi daçekê re: Ez dixwazim li hesp-ek-î te/spî siwar bibin. Herdu awayan jî argumentên baş hene ku çima ew bên bikaranîn û dev ji ya din bê berdan. Ti ji herduyan ji aliyê rêzimanî de ne çewt û şaş in. Lê nabe ku bi hetahetatî em wan herduyan bi kar bînin an jî nîqaş û gengeşeyê bikin ji bo ku em yekê bibijêrin. Û ji pêzanîn û tecrubeyên heyî ez dizanim ku em qet bi asanî li hev nakin û ta ji me bê em - carinan ji dexesî û carinan jî ji famkorî - her li ser rêya xwe ya berê dimeşin tevî ku ew şaş be jî! Lê li vir ez dixwazim dîsan pêşniyazek kompromîsî bikim: Em dev ji van herdu paşgirtikan berbidin: Li şûna: em binivîsin: sêv-ek-e sor/min yan sêv-ek-a sor/min sêv-ek sor/min hesp-ek-î te/spî yan hesp-ek-ê te/spî hesp-ek te/spî Li vir hin kes dê reaksiyonan nîşan bidin û diyar bikin: "De baş e, lê bi vî awayî zayend wenda dibe û êdî mirov nikare ji navdêran bibîne ka ew zaynedmê yan jî zayendnêr in!" Bêguman ev yek rast e, em dizanin ku "welat-ê min" zayendnêr û "sêv-a sor" jî zayendmê ye lê em di nivîsê de diyar nabe ka zayenda "welat-ek dûr" û sêv-ek şîrîn" çi ye. Erê, lê diyarkirina zayendê di kurdî de - berevajî gelek zimanên din ên zayend tê de heyî - ne pêwîst e. Mînak: Di hevoka "Heval dibêje" de ti şaşî tine ne lê dîsan jî jê naxwiye ka "heval" zayendmê yan jî zayendnêr ango keç/jin an jî kur/zelam e. Herwiha di pirrhejmariyê de kurdî zayendê nanase. Ji "Hevalan got" naxwiye ka ev heval keç an jî kur in. Jixwe gelekî baştir û pratîktir e ku zayend di pirrhejmariyê de tine be çimkî hin ji van hevalan dikarin keç û hin jî kur bin. Eger di pirrhejmariyê de jî zayend hebûya, em ê neçar bimana peyva "heval" du caran - carekê bi zayendmêyî û yekê jî bi zayendnêrî - bigota. Bi vî awayî ziman ê zehmet bibûya û me dê nikariya di hema heyamê de bi qasî niha tişt bigotina û |